Deh rojên ewil yên Sibatê di nav çileyê zivistanê da ne. Rojên mayî yên Sibatê jî di nav çilbeçe da têne hejmartin. Çile, çil rojên nîveka zivistanê ne û sarma, sir û seqema herî tîr e. Lewma ev peryodê gelek sar, di nav xelkê da wekî ”Çileyê zivistanê” tête bi nav kirin. Çile, ji heyva Çile anku heyva yêkê û deh rojên ewil yên heyva Sibatê pêktêt. Çilbeçe jî tête manaya ”Çileyê biçûk” û ji timamî meha Sibatê pêktêt. Sarma û befr gerçî di du heftîyên ewil yên heyva Adarê da jî dom dike û ji xwe ji ber hindê ye ku xelk serê Adarê jî dişibîne sekerata zivistanê. Di nav vî demê ”çile” û ”çilbeçe” da li Kurdistanê, bi taybetî li bakur, nîvek û rojhilat, li cihên bilind befreke giran dibare. Cih heye ku sê heta çar mîtroyan befir dikeve. Di nav xelkê Kurd da, befr bereketê sembolîze dike. Ev bawerîya li ser barîna befrê ji tecrubeyên jîyanê palhaye û hatîye meydanê. Barîna befrê, herçend jîyanê hindî hûn bêjin asê û neçar dike, dijwarî û alozîyên bêtixûb derdêxe, lê dîsa ve xelk ji vê zor û zehmetîya befrê ne bi gazinde ye. Ji ber ku av û deravên Kurdistanê, boşahîya çem û robaran, bişkivîna timamî şînkatîyê, gil û gîya, gul û kulîlka, dar û dirîya bi vê hebûna befrê ve girêdayîye. Befr kana depoyên ava Kurdistanê ye. Befra giran di nav du-sê heyvên zivistanê da xwezaya Kurdistanê bi taybetî li deşt û zozanên bilind çawa wekî xêlîyeke spî ya bûkê dixemilîne. Sê, çar mîtro befir gava ji dawîya zivistanê pêve di nav heyvên ewil yên biharê da dihele, av û derav têr û tijî dibin, çem û robar boş dibin, mêrg û çîmen avî dibin, xweza bi giyan dikeve. Têravî, xwezayê jînde dike, bi xêr û bêr dike, bereketa xwezayê bilind dike. Xelkê ku bi çandinê, bi xwudankirina pez û dewaran ve mijûl, ji vê jîndebûna xwezayê gelekî şa ye û dizane ku ev pirbûnîya bereketa xwezayê ji têravîyê û ev têravîye jî ji barîna befra giran pêktêt. Lewma jî befr li nik xelkê Kurd sembola xêr û bêr û bereketê ye. Befr di nav demekî dirêj da dihele û axê adeta mest dike û gelek mîneral û elementên dî yên hewcehîya jîyana axê derzîyî ruh û canê erdî dike. Befr adeta oksîjena bedena erdê Kurdistanê ye ku bêhn û bijûnahîyeke ter û taze û paqijîyeke tîr û xweşîyeke kûr û fireh dide xwezaya Kurdistanê. Ji ber hindê ye ku, gava gazinde û nerazîbûn li ser barîna befrê tête kirin, mirovên jî [emir] mezin û xwudan tecrube, hişyarîya xwe nîşandidin û xêr û bereketa li xwezayê tînin bîra gazindekeran. Cografyaya Kurdistanê bi piranî ve befrê digire û ev zengînîya Kurdistanê ya ji alîyê çem û robaran ve jî ji barîna vê befra giran peyda dibe. Serkanîyên hemû çem û robarên Kurdistanê deşt û zozan û çiyayên bilind in ku li wan deran bi mîtroyan befr dikeve. Ji çemê Firat heta Dicle, ji Ava Zê heta Xabur û Hîzil, biçûk mezin hemû çem û robarên Kurdistanê ji wan serkanîyên bilindahîyên Kurdistanê dizên û wekî tîremarekê bi çîlaçep dadikevin nav bedena Kurdistanê, welat şîn û avadan dikin û berê xwe didin deryayên kûr û bêbin. Lewma befr li nik xelkê Kurd pîroz e, meqbûl e. Sibat di nav rojên çilbeçe da dijwarîya xwe ya befrîn didomîne. Befra Sibatê bi gelekî ve toz e û sir û seqema wê zêdetir e. Li bajêrê herî bakur yê Kurdistanê, li Qersê, germa hewayî di demê Çile û Çilbeçe da, di bin sifirê da heta 40 dereceyê jî dikeve. Li sentrala Kurdistanê, bo nimûne li Hekarîya di bin sifirê da di navbeyna 15 heta 20 dereceya da dibe. Li başûrtir, li deverên Barzan û Soran germa hewayî dikeve dora 10 derece bin sifirê. Li ser hewayê Sibatê herweha di nav xelkê da tirs û xofek jî heye. Digel ba û bagera befra toz ya Sibatê, aşûtên har û tirsbar jî ji gupikên çîya û betenên bilind yên per û baskên zozanên Kurdistanê têne xwarê û gelek cara zerar û zîyanên giran yên mal û canî didin. Sibata ev sale jî, li piranîya Kurdistanê gelek bi befr borî. Befra giran bû binasê zerar û zîyanan. Lê di dawîyê da dîsa ve xêr û xweşî û bereketa xwe ji axa Kurdistanê kêm nake û heta hefte tebeqe erdê Kurdistanê avî dike.
Sibatê
rûyê xwe yê sar û bi befr hema bêjin li hemû derên dinyayê yên bakur nîşanda.
Bi taybetî li Ewrûpaya navîn û ber bi Ewrûpaya bakur Sibata evsale dijwar
borî. Li nav welatên Iskandînavya, welatê ku herî kêm befrê dibîne
Danmark e ku li Danmarkê jî zivistana îsal gelek bi sir û seqem û pir befr
derbaz bû. Li Danmarkê qederê sih santîma befr ket û heta dawîya Sibatê jî
befr ji erdî ranebû. Sarma di nav meha Sibatê da heta 10 derece bin sifirê
daket. Lê belê, ji ber ku li welatên Ewrûpayê, bo nimûne li Danmarkê dar
û bar hind mişe ye, erd jî rast û deşt e, lewma befr hem li deştê,
hem jî li ser çeq û çiqîlên daran xemleke hind spehî dide xwezayê ku
mirov jê têr nabe. Kesên ku ji bilindahîyên Kurdistanê, ji nav wê befra
sisspî û spehî ya du sê mîtro hatî, herçend bi befra bîst sih santîm
ya Danmarkê qaîl nebin jî, belêm dîsa ve nostaljîyek e ku mirov xwe pê
tena, rehet û dilxweş bike. Her demsal bi karekterîstîkên xwe ve xweş
û spehî ye. Zivistan jî bi befrê delal û bedew e. Zivistana bê befr bo kesên
ji nav welatên befrê hatî gelek bê reng û tamsar e. Herçend befr jîyanê
hindî hûn bêjin dijwar û asê bike jî, zivistana bê befr li ber dilê kesên
ji welatên befrê, ne zivistan e, tiştekî dî ye!..
Di Sibata evsale da bakur, rojhilat û sentrala Kurdistanê heta pişt cih û warên başûr di binê perdeyeke sîs û spî ya befrê da man. Rê û rêbarên gelek cihên Kurdistanê asêbûn ji befrê û aşûtê. Belêm digel vê dijwarîya befrê jî jîyanê bi hemû alîyan ve dom kir. Gelek bûyer qewimîn, pêşhatinên baş û nebaş rûdan, pêşkevtinên balkêş hatin dîtin. Heke ji nav van hinde bûyer û qewimînan hindek bêne bêjîng kirin, vewejartinek di nav wan da bête kirin, tabloyeke têkilav derdikeve meydanê.
Bakur
Li
Kurdistana Bakur, polîtîka dewletê û hukûmetê bi giştî, li ser xeta
TCyê ya kevin dewam kir. Qet xema dewletê nîne û ne guh dide têkilîyên
digel Yêkitîya Ewrûpaye [YE], ne bîr û rehîya humanîter ya cîhanê, ne
fişara bi giştî ya sivîl û demokratîk ya navîn, nejî berxwedana
biçek û bêçek ya bizava neteweyî ya xelkê Kurd. Darê zorê di destî da
ye û ji ya xwe naête xwarê… Hukûmeta Erdoxanî, piştî biryara destpêkirina
gotûbêjên endametîya YEyê ya li 3ê Oktobera 2005ê, şîmendîfera xwe
bi timamî kêşaye rexê rê û guhorîn û reformên hewce yên vê
prosesa YEyê adeta rakirine ser gardirobê… Belêm ji bo ablûkakirina têkilî
û danûstandinên diplomatîk û polîtîk yên xelkê Kurd, hem li nav, hem li
derve çi hewce be, hemû hêz û taqeta xwe dijî bizava xelkê Kurd di maksîmûm
dereceyê da bi kar tîne. Hukûmeta Erdoxan polîtîkeke durû û dubilmoral ya
nedîtî di rê dibe û gava rûyê xwe dizivirîne YEyê behsê demokratîzasyonê
dike, wekî serê xwe badide rojhilatê dest bi destê ertêşê agir li ser
xelkê Kurd dibarîne. Digel cîranên wekî Sûrîye û Iranê jî hemû dek û
dolab û desiseyên reş û tarî bi kar tîne ku bizava neteweyî ya xelkê
Kurd bêhnê wernegire. Dijî Kurdistana Başûr jî car destê bermayên
qirêj yên Beasa Seddam û Sunnîstan digire, car jî destê Şiîst û
nasyonalîstên wekî Sadr û Cehferî digire. Derdê wan stabîlîzekirina rewşa
Iraqê nîne. Ew lêdigerin ka dê çawa meydana polîtîk li Kurdên başûr
teng bikin û Kurd û Ereban çawa berbidine hevdu. Di timamî meha Sibatê da
kar û bizava dewleta TCyê û bi navê wê jî hukûmeta Erdoxanî, ku goya xwe
”reformîst” nîşan dide, xwe li bêhnçikkirina bizava neteweyî ya ya
xelkê Kurd betal kir. Erdoxan ji xwe tam wekî ajîtator û propagandîstekî
Nazîyan, wekî Gobels, devê xwe vedike bi gotina ”demokrasîyê”, digire
bi ”azadîyê”, lê van gotin û axivtinên biriqok bi timamî ji bo dinyaya
xwe ya reş û tarî ya îslamîst dike perde û maske.
Di
nav meha Sibatê da bûyereke xembar jî li Kurdistana Rojhilat pêkhat. Kurdên
bajêrkê Makûyê, ku girêdayî Xoyê ye û nêzîkî tixûbê Bazîdê ye, ji
bo protestokirina dîlkirina serokê PKKyê Ebdula Ocalan xwenîşandaneke
mezin pêkînan. Rejima Tehranê bi hovîtîya xwe ya tradisyonel hemû hêzên
xwe yên çekdar, polîs, ertêş û pasdar ajotin ser xwenîşandêran
û ew demonstrasyona aştîyane, demokratîk û sivîl kirine gola xwûnê.
11 kes kuştin û nêzîkî 40 kesan jî birînar kirin. Karê ku rejima
Tehranê kirî bi timamî qetlîam bû. Gerçi rejima Tehranê çu cara rûyê
xwe ”mirovî” nîşanî xelkê Kurd nedaye, belêm axir di demên
serokatîya lîberal Hatemî da, nermahîyeke ketûrab jî dihate dîtin. Belêm
kengî ev Mehmûd Ehmedînejad hate ser kevilê serokkomarîyê, rejima Tehranê
dîsa ve rûyê xwe bada demên Xumeynîyê gorbigor. Ehmedînejad esas timamî
Iran li xelkên Iranê kirîye cehnem û bêhn li hemû xelkan çik kirîye.
Pasdar û besîç dîsa ve bi rû ketine û îmamên şaşik reş jî
bi pêş ketine. Di nav timamî Iranê da, temsîl û pêşengîya her
reng livîna demokratîk Kurd dikin. Ji ber hindê jî rejima Tehranê beramberî
Kurda di dereceya herî bilind da bêhnçikîyê nîşan dide. Kurd bi grûbeke
biçûk jî dakevin kolana û banga azadî û demokrasîyê bikin, pasdar kuştinê
dikin. Rejima Tehranê baş dizane ku opozisyona herî xurt û organize li
nav tixûbên Iranê, ya Kurdan e, lewma jî îşka li ser stûyê Kurda qet
sist nake û di her serê xwe rakirinekê da sîlehê bi kar tîne û xwûnê
dirêje. Rejima îmaman ya reş û tarî di 22 Sibata 1999ê da jî li bajêrê
Sineyê êrişî xwenîşandêrên Kurd kiribû û 18 kes kuştibûn.
Hem di 22ê Sibata 1999ê, ku piştî dîlkirina Ocalan heftîyekê bû, hem
jî di 15ê Sibata 2006ê da, anku di heftemîn salvegera dîlkirina Ebdula
Ocalan da, dîsa ve rejimê êrişî xelkê Kurd kir û qetlîameke nû ya
layiqî dîroka xwe ya reş pêkîna. Rejima îslamist ya Tehranê ji makûyê
bigirin heta Kirmanşanê, di timamî Kurdistana Rojhilat da, teroreke bêtixûb
didomîne, nahêle ku Kurd xwe îfade bikin. Polîtîka legal ya bi navê Kurdetîyê
ji xwe qedexe ye, lê rejim nehêle ku Kurd di warê demokratîk û sivîl da jî
xwe îfade bikin, derd û kulên xwe, çareyên xwe bêjin. Ji bazara ekonomîk
heta xwandingeh û zanîngeha, ji gund heta bajêr û bajêrkan, jîyan li xelkê
Kurd hatîye teng kirin. Di nav da ev terora dewletî têra nake, destê xwe
digihîne derve jî û tifaqên bêyûm digel Tirkîyeyê jî pêktîne ku
bizava neteweyî ya xelkê Kurd dorpêç bike û hilgire binê ablûkaya
fetisandinê. Iran û Tirkîyeyê di warê polîtîka bi giştî ”antî
Kurd” da, tifaqeke fireh pêkînane û ji alîyê leşkerî, polîsî û
asayişî ve hevkarîyeke kûr û fireh didine hevdu. Ji Çemê Aras ku li
bakura Makûyê ye, heta sêkuçeya Şemzîna û Şinoyê, meydana bizav,
têkoşîn û lojîstîk ya hêzên çekdar yên pêşmerge û gerîllayên
Kurdên bakur û rojhilat e. Iran û Tirkîye bi van têkilî û tifaqên bêyûm
dixwazin adeta ”sandiwîç operasyon”a bikin û hem bizava pêşmergeyên
rojhilata Kurdistanê, hem jî gerîllayên bakura Kurdistanê îmha bikin. Qetlîama
Makûyê ya di 15ê Sibatê da ji teref pasdarên Iranê ve pêkhatî, xeleka vê
zincîra terora dewletî ya Iranê ye. Rejima Iranê ya reş û tarî ya îslamîst
bi van kiryarên xwe yên hovane ve nikare pêşîyê li bizava neteweyî ya
xelkê Kurd bigire. Dîroka xelkê Kurd li Iranê bi berxwedan û serhildanan ve
tijî ye û rûyê xelkê Kurd spî ye di prosesa vê têkoşînê da. Dîroka
Iranê jî bi kuşt û kuştdarîya xelkê Kurd û xelkên dî ve reş
û tarî ye û rejima îslamîst ya îro jî her wê polîtîka qedîm ya dijî
mirovî didomîne, lê beyhûde ye û Iran bi vê polîtîkê rûyê xwe reştir
dike. Dûmahîka polîtîkên rejima Iranê jî dê wekî dawîya rejima Seddam
li Iraqê be, ku ew jî binketin û serşorî ye. Dûmahîka berxwedan û
serhildana xelkê Kurd jî li Iranê, dê wekî aqîbeta Kurdên başûr be
li Iraqê, ku ew jî serkevtin û serfirazî ye.
Di
nav bûyerên girin yên li nav heyva Sibatê da pêkhatî li Kurdistana Başûr,
lihevhatina serokwezîrî û danana hukûmeta yêkgirtî ya Kurdistanê bû.
Parlementoya Kurdistanê di kombûna xwe ya 22ê Sibatê da biryareke yêkdengî
wergirt û li goreyî lihevhatina PDK û YNKyê, ku du partîyên mezin yên
Kurdistana Başûr in û xwudan desthilat in, Nêçîrvan Barzanî, ku temsîlkarê
PDKyê û serokê hukûmeta Hewlêrê ya PDKyê ye, wekî serokwezîr, Omer
Fettah jî, ku serokwezîrê desthilata YNKyê li Silêmanîyê bû, wekî
cihgirê serokwezîrê hukûmeta Kurdistanê ya yêkkirtî hatin hilbijartin. Piştî
yêkkirina parlementoyê û biryara yêkkirina herdu hukûmetên Silêmanîye û
Hewlêrê yên pozîtîv, ev biryare jî dewama wê xeleka polîtîka di xêra
xelkê Kurd da ye û gaveke giring û berkevtî ye. Xuya ye ku danana hukûmet
û bi navkirina wezaret û wezîran jî dimîne bo meha Adarê… Di her halî
da pêşhatineke hewce bû di meydana polîtîk ya Kurdistana Başûr
da. Kurd bi van gav û hemleyên yêkgirtî hem bersiva hewcehîyên neteweyî yên
xelkê Kurd didin, hem jî li beramberî çi Şiî, çi Sunnî be hemû
Ereban pozisyona xwe xurttir û saxlemtir dikin. Tête hêvî kirin ku Kurd di vî
demî borînde da,biçûk mezin hemû hêzên neteweyî di bin banekî
koalisyona neteweyî da bigihînin hev û destê hemû elementên neteweyî
bikin binê berî, daku wezîfe û hewcedarîyên neteweyî bi xurtî bêne bi
cih înan.
Di heyva Sibatê da, ji bilî bûyer û qewimînên Kurdistanê, di meydana fireh ya cîhanê da bûyereke gelek giring jî di navbeyna kevneperêsîya îslamî û Danmarkê da rûda. Li Danmarkê, 30 îlona 2005ê rojnameya bi tîraja xwe ve ya herî mezin û bi xeta xwe ve konservatîv, ”Jyllands Posten”ê 12 karîkatûrên pêxemberê îslamê Mehemed belav kirin. Di wan karîkatûran da Mehemed bi gelek nêrîn û rengên cuda hatibû teswîr kirin. Di serî da organîzasyonên îslamîst yên li Danmarkê, ku bi zêdehî ve di bin destê Ereb û Pakistanîyan da ne, nerazîbûna xwe nîşandan û demonstrasyoneke mezin di 14ê Oktobera 2005ê roja eynîyê da pêkînan li serbajêrê Danmarkê Kopenhagê. Ji rojname û hukûmeta Danmarkê xwastin ku lêborînê ji musulmanan bixwazin. Di serî da rojnameya Jyllands Posten û hukûmetê jî gelek aşkera gotin ku, Danmark welatekî azad e û demokrasîyeke kamil heye û weşangerî û çapemenî serbest û azad e û azadîya bîr û ramanê bê tixûb e û herkez dikare bi azadane bîr û bawerîya xwe bêje, binivîse û bi rêya wêne, grafîk û karîkkatûran jî îfade bike. Lê ji ber ku îslamîst ji welatên totalîter û antî demokratîk û herweha ji kulturên bê tolerans hatibûn, xema wan nebû azadîya bîr û ramanê an azadîya wesangerî û çapemenîyê. Wan tiştek dixwast; rojname bête girtin, nivîskar, karîkatûrîst û berpirsiyarên wê bêne ciza kirin. Wan ev tişt dîtibûn li welatên xwe û ev encame dixwastin ji hukûmeta Danmarkê. Lê belê, hukûmeta Danmarkê û bi taybetî jî serokwezîr Anders Fogh Rasmussen gelek lîberal û demokratane li ser pirsê sekinî û ev daxwaza kevneprêsên îslamîst red kir û gote wan ku ew jî dikarin azadane û aştîyane reaksîyona xwe, nerazîbûna xwe nîşanbidin. Lê îslamîsta wisa nekir û zor dane rêyên antî demokratîk û her bo her agir gur kirin û propagandayeke ecêb kevneperês û dijî mirovî kirin beramberî demokrasîya Danmarkê. Li welatên Ereb û îslam gerîyan, hukûmet û derdorên kevneperês yên wan welatan provake kirin beramberî demokrasîya Danmarkê. Di encam da ji Erebistana Siûd ku kela kevneperêsîya îslamîzmê ye, bayê boykota li ser malên Danmarkê hate dest pê kirin. Spîyatîya Danmarkê navdar e û hindî hûn bêjin bijûn e. Lewma eksporta spîyatîya Danmarkê ji bo welatên derve û bi taybetî welatên rojhilatanavîn di serî da ye. Nîvişk, penîr, şîr û newlên dî yên spîyatîya Danmarkê di markedên mezin û dikanên Erebistana Siûd da nehatin firotin. Bayê boykotê zû mezin bû û li welatên dî yên îslam belav bû. Bazirgan û polîtker û berpirsiyarên dewletên îslam gotin li ser gotinê zêde kirin û ev protestoya boykotî gurtir kirin û adeta benzîn rêhtin ser agirî. Îmam û berpirsiyarên îslamîst yên Danmarkê jî eve kirine hêcet û wan jî dengê xwe yê bêyûm tevî dengê dewletên îslam kirin û ji serê Sibatê pêve adeta Danmark kirine di nîveka çembera agirî da ku bisojin. Kevneperêsên îslamîst cehnema xwe di 4ê Sibatê da li serbajêrê Sûrîyeyê li Şamê danan û konsolosîya Danmarkê bi hevkarîya polîsê Sûrîyeyê rojenîvro sotin. Konsolosîya Danmarkê têra wan nekir çûn konsolosîya Norwecê jî sotin. Roja paştir, 5ê Sibatê, li Lubnanê, li Beyrûdê har û hêctir bûn kevneperêsên îslamîst, konsolosîya Danmarkê ya Beyrûdê jî sotin. Bayê terora îslamist li hemû welatên Ereb, di bin per û baskên hukûmetên dewletên musulman da mezintir bû û gihişte Tirkîye, Îran, Iraq, Pakistan, Afganistan, Endonezya û li rojavayê jî heta Fasê agir belav bû. Îslamîsta serê karîkatûrîsta, serê serokwezîrê Danmarkê, serê rojnamevanên Jyllands Postenê dixwastin ku bi navê îslamîzmê serjêbikin. Di van protestoyên ne aştîyane da 4 kes li Afganistanê, 9 kes jî li Lîbayeyê hatin kuştin. Lê kuştina herî balkêş li Tirkiyeyê pêkhat. Kevneperêsên îslamîst li bajêrê Laza, li ber Deryaya Reş, li Trabzonê Qeşeyê Katolîk yê Italî, Andrea Sentore, bi destê ciwanekî 16 salî di nîveka dêrê da dane kuştin. Îslamîsta bi vê kuştina qeşeyê katolîk cîhana file goya ciza kir û tola pêxemberê xwe Mehemed standin!. Ji serê dewleta musulman heta binê dewleta musulman, beramberî karîkatûrên Mehemed reaksîyonên normal, modern, demokratîk û aştîyane nehatin nîşandan. Li şûna wê, xwûn, şer, agir, kuştin û sotin kirin. Cîhana musulman û îslamîstan bi giştî û tevahî rûyê xwe yê reş û tarî yê dûrî demokrasîyê, bê toleransîya xwe ya beramberî bîr û ramanên cuda, bi şiddet, bi terorê û bi hovîtî nîşandan. Dewletên musulman û îslamîstan bi van kiryarên xwe, her di serî da navê bawerîya xwe ya dînî jî kirêt kirin. Di her keysî da musulman dibêjin ku ”dînê îslamê dînê aştîyê ye”, lê bi vê pratîka xwe tam bereksî nîşandan û dînê xwe jî herimandin. Îslamîstan careke dî xwe kivş kir ku ew û demokrasî, ew û bîr û ramana azad, bi kîlometreyan ji hev dûr in!.. Îslamîst heq di xwe da dibînin ku hemû dînan, hemû bawerîyan, hemû bîr û ramanan sûcdar bikin, reş bikin, êriş bikin, hetta kuştinê bikin, lê misqalek tehemmula krîtîkên zanyarî nakin. Di deftera wan da ”krîtîk”, ”zanîn û zanyarî”, ”tolerans”, ”dîyalog”, ”riberiza bi tolerans û demokratîk”, ”aştî”, ”demokrasî”, ”bi bîr û bawerîyên cuda hevdu qebûl kirin”, ”rêzgirtin” û gelek krîterên dî yên demokrasîya kamil û jîyana aştîyane nîne!.. Hal ew e ku di nav bîr û bawerîya azad da, hemû norm û krîterên demokrasîya kamil hene û herkes dikare azadane û aştîyane fikira xwe bêje, riberizê bike. Di nav bîr û bawerîya azad da çu tişt tabû nînin û her tişt, her bîr û bawerî û her dîn, her zanyarî dikare bête riberiz kirin, krîtîk kirin anjî metih kirin. Ne dîn, ne pêxember, nejî Xwudê û herweha jî ne çu îdeolojî, ne çu teorî û teorisyen, çu kes û çu tişt dûrî riberiz û krîtîkê nîne. Her kes û her tişt bêyî ferq û cudahî dikare bête riberiz kirin, dikare bête krîtîk kirin. Musulman, îslamîst û bi giştî dînê îslamê jî divêt vê realîteyê qebûl bike. Riberiz, krîtîk di dereceya herî bilind da, aştîyane û bi rêzgirtin divêt bete kirin û musulman jî divêt tehemmula vê rastîya jîyana modern bikin û xwe hû [fêr] bikin. Karîkatûrên di rojnameya Danmarkî, Jyllands Postenê da hatine weşndin jî divêt di nav prensîb û krîterên azadîya bîr û ramanê da bêne hejmartin. Di wan karîkatûran da çu heqaret û bêrêzî li pêxemberê musulmanan nehatîye kirin. Problem ew e ku musulman ne hazirî krîtîka li ser xwe û pêxemberê xwe ne. Bo wan Mehemed û hemû dînê wan tabû ye û divêt çu kes li ser wan neaxive û heke axivtin jî divêt tinê pesnê wan bide!.. Hemû element û fîgûrên dînî dikarin bo wan tabû bin, lê eve ji bo herkesê wisa nabe. Evro cîhana modern di warê azadîya bîr û ramanê da, hatîye dereceyeke gelek gihiştî û pêşkevtî. Ji ber hindê jî divêt ev destkevta mezin û giring bête parastin û pêşxistin. Musulman û îslamîst, tiştê ku ne bi dilê wan be, dikarin bi rêyên aştîyane, mirovî û demokratîk reftara xwe nîşanbidin. Helbet heqê wan heye ku nerazîbûna xwe bi metodên demokratîk û aştîyane kivş bikin, xwe îfade bikin. Lê heqê wan nîne ku êrişkarî, sotin û kuştinê bikin, li ser kes û derûdorên ku fikira wan ji wan cuda terorê bikin. Di terkîb û hebûna bizava bîr û ramana azad da mafê herkesî, tête parastin. Di nav sîstemê bîr û ramana azad da, ji bo hemû bîr û ramanan, dînan û pîrozîyan rêzgirtin heye, belêm çu kes û çu tiştî imtiyaz nîne û tête krîtîk kirin. Lê mixabin ku kevneperêsîya îslamî, ev karîkatûr bo xwe kirin hêcet û dijî demokrasîyê, dijî norm û krîterên cîhana modern adeta cîhat dane dest pêkirin. Belêm, weşandina wan karîkatûran, riberiza li ser hatîye kirin, hem reaksîyonên aştîyane û hem jî yên hov, sotin, kuştin û pêkve vê prosesa li ser karîkatûran hatîye domandin, belkî ne îro, lê dê di paşerojê da encameke bikêr bide ku musulman jî xwe biguhorin, xwe entegreyî cîhana modern û demokratîk bikin ku îşaretên vê yêkê biçûk jî bin hatin dîtin.
21ê
Sibatê û makziman
Gelek
enterasan e, 21ê Sibatê heçku tarîfa rewşa Kurda dike. Li milekê xelkê
Kurd bindest e, welatê wan Kurdistan dagîrkirîye û bûye kolonî. Li milê dî
zimanê Kurdî bi taybetî li parçeyê bakur û rojavayabaşûr û herweha
li rojhilata Kurdistanê di warê perwerdeyê da bi kar înan jî qedexe ye. Di
meydana navneteweyî da 21 Sibatê vê rewşa Kurd û Kurdistanê, ya
makzimanê Kurdan, zimanê Kurdî, adeta deklare dike. Berî bi salan Rêxistina
Yêkitîya Neteweyan [UN]ê 21ê Sibatê kirîye ”roja têkoşîna dijî
kolonyalizmê”. Di sala 1999ê da jî UNESCOyê biryar da ku 21ê Sibatê wekî
”Roja Makzimanên Dinyayê” bête pîroz kirin. Vêca Kurd di 21ê Sibatê
da hem kolonyalîzmê şermizar dikin, protesto dikin û hêvîya xwe ya
hilweşandina kolonyalizmê gur û geş dikin. Li milê dî jî, her vê
rojê wekî ”Roja makzimanên Dinyayê” pîroz dikin, hem jî zordarîya li
ser zimanê Kurdî gelek bi hiddet protesto dikin.
Sed
kes biaxivin, sed hizar, an sed milyon, anjî bi milyaran mirov biaxivin, her
makziman ji bo wî xelkî û neteweyî hebûnekî zêrîn e, bihadar e. Çiku
makziman îdentîtêt û cudahîya ji xelk û neteweyên dî sembolîze dike ji
bo her xelk û neteweyî. Kurdî bi hemû dîyalekt, devok, navdevok û aksanên
xwe ve hebûna xelkê Kurd sembolîze dike û ji bo neteweyê Kurd pîroz e. Di
roja ku makzimanan sembolize dike da, anku di her 21ê Sibatê da, şik têda
nîne ku hemû xelk û netewe li ser giringî, bihadarî û pîrozîya makzimanên
xwe diaxivin, li ser radiwestin, ji bo pêşvebirin û zengînkirina
makzimanên xwe çi hewcehîyên zanyarî hebin dikin. Vêca 21ê Sibatê ji bo
xelkê Kurd ducar giring e. Xelkê Kurd hem vê rojê wekî dijî kolonyalîzmê
bi bîr tîne, hem jî wekî roja makzimanên dinyayê pîroz dike. Li ser
karekterîstîka 21ê Sibatê ji alîyê roja makzimanan ve rawestan hêj jî
giringtir dibe, çiku Kurdî wekî makzimanê neteweyê Kurd, di bin zordarîyeke
nedîtî da ye. Zimanê Kurdî ji teref kolonyalistan ve, bi taybetî ji alîyê
kolonyalîzma Tirkîyeyê ve, gelek zalimane tête asîmîle kirin. Asîmîlasyon,
helandin û mirandina makzimanê xelkekê ye. Heke zimanek hate asîmîle kirin,
ew xelk jî ji ser rûyê erdî tête birandin û nîne kirin. Karê ku dewleta
Tirkîyeyê dike jî ev asîmîlasyona bêbextane ye. Wekî makzimanek, axivtina
Kurdî bi serê xwe evro bûye karekî gelekî polîtîk li Tirkîyeyê ku ji vê
kiryara dewleta Tirkîyeyê zalimanetir kiryar nînin li ser rûyê erdî.
Xelkek çawa ji zimanê xwe tête qut kirin, çawa zimanê wî adeta tête jêkirin,
çawa ev bûyîna hinde mirovî li xelkekê tête qedexe kirin, ecêbîya dinyayê
ye!. Lê ev hemû bêdadîye li Tirkîyeyê têne kirin û dewlet nahêle ku
Kurd bi sih milyon nifûsa xwe ve bi zimanê xwe, bi makzimanê xwe, anku bi
Kurdî biaxivin, binivîsin, bixwûnin û bijîn. Dewleta Tirkîyeyê, bi têkoşîna
salan ya miletê Kurd, bi piştevanîya xelk û dewletên dost û yar, bi fişara
mirovî û demokratîk ya Yêkitîya Ewrûpayê destûrek daye ku di radyo û
televizyonên dewletê û prîvat da heftîyê tinê çar seeta weşan bi
Kurdî bête kirin û herweha di kursên prîvat yên tinê ji bo mezinan da jî
Kurdî bête hûkirin [fêrkirin]. Ev pêşkevtina bihostîn, mixabin ku bi
bedelên gelek giran hatîye bi destêxistin, belêm dîsa ve giring e, bihadar
e û divêt bête parastin, di pratîkê da bête bi kar înan û ev bihoste ji
bo gavên mezintir bibe rampeyê hilkevtin û pêşkevtinên nûtir. Evro li
Tirkîyeyê û Kurdistana Bakur, Kurdî wekî makzimanê xelkê Kurd, hêj jî
di nav tehlîkeyeke micid ya asîmîlasyonê da ye û dewleta Tirkîyeyê hem di
warê perwerdeyê da, hem jî bi taybetî bi rêya medyaya elektronîk, bi sedan
kanalên televizyonan û programên wan yên mejîşo, xelkê Kurd
hilgirtine binê bombardumanê ku zimanê Tirkî yêkser hakim bikin. Jinên
Kurd û zarokên biçûk, bi taybetî di nav çar dîwaran da, di bin wê ajîtasyon
û propagandaya fîlm û programên bê kalîte yên Tirkî da, mecbûrî hûbûna
[fêrbûna] Tirkî dibin. Di nav vê prosesa dijwar da, aşê asîmîlasyonê
gelek zalimane makzimanê Kurda, zimanê Kurdî dihêre. Li milê dî, Kurd bi
xwe jî mala xwe xirab dikin, bi ”otoasîmîlasyonê” avê dikêşin ser
aşê asîmîlasyona dewleta Tirkîyeyê. Kurd, bi taybetî jî ”elîta
Kurda”, gelek mereqdarên Tirkî axivtinê ne û eve Kurdî axivtinê li ber
çavê xelkê sade bêqîmet dike û hem axivtina Kurdî herdiçe kêm dibe, hem
jî ziman ji alîyê term û gotinan ve feqîr û lawaz dibe. Gerçî divêt
rastîya xelkê xwe yê sade jî bi aşkerayî bêjin ku ew jî bi wê Tirkîya
xwe ya bê serûber jî be, li bajêran di nav malên xwe da digel zarokên xwe
Tirkî diaxivin. Vêca ev kompleksa Kurdan bi xwe ya li beramberî zimanê
serdest, zimanê Tirkî, derbekî xedar li zimanê Kurdî dide û eve jî bivê
nevê dibe xwe bi xwe asîmîle kirin, anku otoasîmilasyon. Kurd divêt her di
serî da xwe ji vê otoasîmîlasyonê xilas bikin, dawîyê li vê otoasîmîlasyonê
bînin. Kurd, di serî da kategorîya ”elît”, divêt bi axivtinê zimanê
xwe bi qîmet bêxin, bi kar înana makzimanê xwe, li pêş çavê xelkê
xwe qedr û qîmet û sîyaneta zimanê xwe bigirin, daku ew xelkê sade jî, rêz
û rêzgirtinê nîşanî makzimanê xwe bide û di pratîkê da bi kar bîne.
Ev rojên navneteweyî, salê rojek in û ji bo manakirin, bîrînan û bihadanê
giring in, lê axir di nav salekê da rojek in. Digel hindê jî bi minasebeta
van rojên kivşkirî, dîsa ve divêt li ser bûyeran bête rawestan û ev
giringî bête nîşandan daku bihayê bûyerê bête zanîn. Li ber vê
rastîyê, 21ê Sibatê ji bo manakirin û bîrînana makziman û karînana
makzimanî, rojeke bihadar e û Kurd jî divêt vê rojê bi hemû hêz û
taqeta xwe ve bikine roja aşkerakirina asîmîlasyona dewleta Tirkîyeyê
û kolonyalîstên dî. Kurd divêt di vê rojê da maskeyê asîmîlasyonîst yê
van dewletên kolonyalîst bînin xwarê. Kurd, bi hemû reng aktîvîteyan, bi
newlên cuda yên xebat û têkoşînê, hem makzimanê xwe di pratîkê da
bi kar bînin, hem jî rûyê sar û kirêt yê dewletên serdest û kolonyalîst
aşkera bikin ku çawa bi salan xwastine bi zimanên xwe yên Tirkî, Farisî
û Erebî, makzimanê xelkê Kurd, zimanê Kurdî di nav xwe da bihelînin û nîne
bikin. Tête hêvî kirin ku Kurd bi tevahî di 21ê Sibatê da, bala xwe jî,
bala xelkên dewletên kolonyalîst jî û herweja bala hemû dinyayê jî bikêşin
ser tehlîkeya asîmîlasyonîst ya li ser makzimanê xwe, zimanê Kurdî. Belêm
dermanê herî mezin û saxker, ji elîtê bigirin heta xelkê sade, hemû Kurd
heke bi israr, bi zanahî, bi bihazanînî, bi qedirgirî, bi sîyanetdayînî,
di her xeleka jîyanê da, li mal, li çarsûyê, li çayxane û qehwexaneyê,
li barê, li sazê, li bazarê, li her derê, makzimanê xwe yê şirîn,
zimanê xwe, Kurdî biaxivin, ne asîmîlasyona dijwar ya Tirkî, ne ya Farisî,
nejî ya Erebî, nikare misqalek zerarê bigihîne makzimanê xelkê Kurd, anku
zimanê Kurdî. Çare Kurd bi xwe ye. Gelî Kurdan, bilerizin û li xwe vegerin
û hişyar bin, li makzimanê xwe xwudan derkevin, bi Kurdî biaxivin!.. Eve
çi paradoks e, ya rastî eve çi îronîya jîyanê ye! Kurd xwe bi xwe, xwe diêxine
rewşeke hind xirab, ku xwe bi xwe gazî Kurdî axivtinê dikin!. Gelo Kurd
ji vê reftara xwe ya ne etîk şerm dikin an ne?..
Sibatê
ya xwe dîsa ve kir. Befr û bagerê têra nekir, di warê polîtîk da jî ba
û bager û tûfanê mohra xwe li pişta Sibata evsale da. Dewletên ku
Kurdistan kirine kolonîya xwe terora xwe qet kêm nekirin ji ser serê xelkê
Kurd. Bi taybetî xwepênîşandanên 15ê Sibatê yên ji bo şermizarkirina
dîlkirina serokê PKKyê Ebdula Ocalan, hema bêjin li her derê Kurdistanê tûşî
êrişkarîya polîsan hatin. Li Kurdistana Bakur, li Kurdistana Rojhilat û
parçeyê biçûk li Kurdistana Rojavayabaşûr kiryar, çalakî û
demonstrasyonên berfireh hatin kirin. Li Kurdistana Başûr jî di nav sîstemê
relatîven demokratîk yê Kurdistana Federal da jî bi kombûnên sivîl û
demokratîk girtina Ocalan hate protesto kirin. Yêk ji bûyerên herî xembar
û dilsoj jî 23ê Sibatê li Kerborana Mêrdînê qewimî û ertêşa
dewleta Tirk bi çekên kîmyayî êrişî binkeyeke gerîllayên HPGyê kir
û di encama şer da 7 gerîlla bi çekên kîmyayî hatin şehît kirin.
Wekî ertêşê 23ê Sibatê li Kurdistanê çekên kîmyayî bi kar tînan,
her wê rojê jî li girê Çankayaya Ankarayê MGK [Şêwra Ewlekarîya
Neteweyî] di bin serokatîya serokkomar Ehmed Nejdet Sezer da komdibû û bi
giranahî jî li ser şerê dijî xelkê Kurd disekinî û biryarên dewama
qirkirinê werdigirtin. Ertêşa TCyê di şerê beramberî gerîllayên
HPGyê da hemû cins çek û sîlehan bi kar tîne. Bi taybetî çekên sojer yên
kîmyayî bi kar tîne ku hem gerîllayan fizîken bikuje, hem jî cihên bi dar
û bar ku xwe lê disitirînin bi yêkcarî bisojin. Bi van çekên kîmyayî
hem xwezaya Kurdistanê, hem jî şerkerên doza Kurdistanê dikuje. Ertêşa
TCyê di şerê beramberî gerîllayên Kurdistanê da normên navneteweyî
yên di warê şerê germ da gelek bêperwa binpê dike. Ji bo van armancên
xwe yên dijî mirovî û qetilamî, tetbîqatên leşkerî bi taybetî li
Kurdistanê pêktîne. Yêk ji wan jî di 25ê Sibatê da li Qersê hate kirin.
Tetbîqata Qersê goya hazirîya leşkerên Tirk ya di şertên zivistan
û befrê da ye. Hersal tête kirin. Belêm bi taybetî ya evsale bi hewayekî
balkêş û xwenîşandanî hate organize kirin û serokwezîr Erdoxan jî
hate vexwandin. Erdoxan jî ev keyse bo xwe bi kar îna û bi cil û bergên leşkerî
beşdarî tetbîqata Qersê bû. Di tetbîqata Qersê, ya Sariqamîşê
da provayên şerê dijî xelkê Kurd yê di şertên zivistan û befrê da
hatin kirin. Erdoxan jî bi wan cil û bergên komandoyan û berçavkên reş û
tarî seyra ertêşa xwe kir ku dê çawa xelkê Kurd qir bike. Lê Erdoxan
di bin wan cil û bergên leşkerî û wê berçavka reş da ji bîr kir
ku her ew ertêş û ew general gora wî û hêza wî jî dikolin… Piştî
vê tetbîqatê jî bi taybetî orgeneralê hêzên reşahî yên ertêşa
Tirk, generalê bi tehdît û şerxwazîya dijî Kurda meşhûr Yaşar
Büyükanıt û refek generalên dî, 26ê Sibatê hatin Diyarbekirê. Büyükanıt
mezinên ertêşê dan dûv xwe û hat ku dîsa ve gef û guran li xelkê
Kurd li Diyarbekirê bike. Wan bo xwe kirîye edet, ku gava bixwazin gefa li
xelkê Kurd bixwin, îlleh têne bajêrên Kurdistanê. Vê carê jî Yaşar
Büyükanıt û generalên digel li Diyarbekirê bo çapemenîya Tirkî
axivtin û ji mesajên kuşt û kuştdarîyê zêdetir tiştek nedan.
Mesaja Yaşar Büyükanıt dîsa ve şerxwazî bû, qetil û
qirkirin bû. Wisa digot general Büyükanıt: ”Hindî ku li welatê me
teror [mexseda wî têkoşîna xelkê Kurd ya rewa ye] hebe, şerê me jî
dê dom bike. Daku Tirkîye û Rojhilatabaşûr ji terorê bête paqij kirin
têkoşîna me dê berdewam be. Bi terorê nagihin çu deran. Ji terorê bahra pitir mirovên
vê derê zerarê dibînin...“ [Radikal, 27 Sibat 2006]. Wekî di van hevokên
xwûnxwaz da jî tête dîtin, serokê hêzên reşahîyê general Büyükanıt,
ku di tebaxê da dê bibe serfermandarê ertêşê, bi israr doza şerê
dijî Kurda dike û aşkera û bê perwa Kurda tehdît dike, gefa lê dixwe
ku heke çekê nehêlin ew dê zerarê bibînin. Eve tête manaya domandina
şerê ertêşê beramberî gerîlla û hemû xelkê Kurd. Eve manîfestoya
qirkirina xelkê Kurd bû û hem jî di serbajêrê polîtîk yê Kurdistanê,
Dîyarbekirê da
hate beyan kirin. Hindî ku generalên wekî Yaşar Büyükanıt di serê
ertêşa Tirk da bin, xwudan desthilat bin, şerê dijî Kurda,
qirkirina xelkê Kurd jî xuya ye ku dê dom bike. Lê belê, ev generalên
patikstûr tiştekê ji bîr dikin ku xelkê Kurd û şerkerên doza
Kurdistanê pûte bi van gefan nadin. Doza xelkê Kurd û Kurdistanê, berxwedana
gerîllayên Kurd, heta ku Kurdistan ji dagîrîya ertêşa Tirk neête
paqij kirin, nasekine û dê dewam bike. Generalên wekî Büyükanıt xwe jî
xelkê Tirk jî dixapînin û bi van gefên xwe zerara herî mezin digihînin
xelkê xwe û paşeroja dewleta xwe. Ew ji bîr dikin ku terorê ew bi kar tînin.
Xelkê Kurd, gerîllayên Kurd şerê dozeke heq dikin û di vî şerî
da bi riza xwe di nav şerê germ da ne, bi dilê xwe, bi xwastina xwe canê
xwe fedayî welatê xwe dikin. Lê belê, generalên Tirk bi leşkerîya xwe
ya bi darê zorê û leşkerên kirêgirtî nikarin doza xelkê Kurd rawestînin,
nikarin şerê gerîllayên Kurd bişkênin. Yaşar Büyükanıt
û ew generalên hatine Diyarbekirê û ew mesaja şerxwazîyê dayî, dê
bi wê mesaja xwe ya bêyûm ve bimînin û xelkê Kurd dê di derheqê wan da bêt
û tifa wan bi wan bide alîstin. Yaşar Büyükanıt evro teror û
şerê neheq yê dewleta Tirk, yê ertêşa Tirk sembolîze dike. Belêm
gerîllayên ku li Kerboranê bi çekên kîmyayî yên ertêşa Büyükanıt
hatine şehît kirin jî, doza heq ya xelkê Kurd, şer û têkoşîna
heq ya Kurdistanê sembolize dikin. Dîrokê gelek aşkera nîşandaye
ku, yên ku temsîla neheqîyê, bêdadîyê dikin berze dikin, dişkên û
bindikevin. Belêm, yên temsîla heqîyê, dadîyê dikin, qazanc dikin,
serdikevin û digihin armancên xwe yên bihadar û pîroz. Di vê ekuasyonê
da, Büyükanıt bi navê dewleta kolonyalîst ya Tirkîyeyê temsîla neheqî
û bêdadîyê dike û dê berze bike, bişkê û binkeve. Gerîllayên li
Kerboranê şehîtbûyî jî bi navê xelkê Kurd temsîla heqîyê, dadîyê
dikin û doza wan dê serkeve û qazanc bike. Misqalek şik di vê yêkê da
nîne. Dewleta Tirk, ertêşa Tirk, konsepta generalên şerxwaz û xwûnxwaz
yên wekî Yaşar Büyükanıt jî dê berze bike. Gerîllayên Kurd dê
serbikevin, xelkê Kurd dê serbikeve û bigihe xwezî û daxwaza xwe ya heq,
dadyar û pîroz ku ew jî rizgarîya Kurdistanê û azadîya xelkê Kurd e.
ROJAN
HAZIM
Sibat 2006