Bo kes û dezgehên
peywendîdar :
Konsepta
”Şûraya
Ziman û Perwerdeya Kurdî”
Komisyona
Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNKyê, di kombûna xwe ya 4ê Nisana 2009ê
da biryar da ku li payîza îsal [2009], ”Şûraya Ziman û Perwerdeya
Kurdî” bête kom kirin. Ev biryare, ji rewş û realîteya ku ziman û
perwerdeya Kurdî têda derket:
Statuya
polîtîk ya Kurdistanê ya kolonyal, tesîra negatîv li ser hebûna zimanî
dike:
zarava
û devokan ji hev dûr dike
cudahîya
alfabeyê kûrtir dike
her
reng asîmîlasyonê bi leztir têxe
Kurd
bi xwe li beramberî zimanê xwe xemsar in, zimanên dewletên serdest yên
Kurdistanê, ji dereceya hewcehîyê zêdetir bi kar tînin, giringîyê
nadine bi kar înana zimanê xwe û bi vê reftara xwe ya negatîv jî li
ser zimanê xwe otoasîmîlasyonê bi kar tînin, ku eve jî ji alîyê Kurd
ve xizmeta asîmîlasyona dewletên serdest yên Kurdistanê dike.
Kurdî
di warê nivîsînê da, di nav rewşeke berbelav da ye:
têkilavîya
gramerî dom dike
problema
rastnivîsînê di dereceya herî bilind da ye
Nebûna
Kurdî ya di nav sîstemê fermî yê perwerdeyê da jî bi serê xwe yêk
ji sebebên esasî yê pirsgirêkên zimanî ye. Bi taybetî li Tirkîye, Îran
û Sûrîyeyê ”polîtîka dewletê” gelek req û hişk antî
perwerdeya Kurdî ye. Di van dewletan da, rê li ber perwerdeya sîstematîk
ya Kurdî hatîye girtin. Di nav sîstemê perwerdeyê yê fermî da cihê
Kurdî nîne. Eve bi serê xwe astenga herî mezin e li ber pêşkevtina
zimanê Kurdî. Ev polîtîka asîmîlasyonîst ya van dewletan dibe sebebê
lawazbûna zimanî. Ji ber ku bingehê pêşkevtina zimanî sîstemê
perwerdeyê ye. Zimanê ku perwerdeya bi giştî pê neyê kirin, bivê
nevê hêza xwe ya zanyarî berze dike. Di nav Kurdan bi xwe da, hindek kar
û xebatên li ser perwerdeya bi Kurdî têne kirin. Lê çiku ev karên
xwumalî jî ne sîstematîk in, encamên ku zimanî motîve bikin an nadin,
anjî kêm didin. Ji alîyê pedagojîk û zanyarî ve jî kêmî û lawazîyeke
micid heye di nav kar û xebatên Kurdan da:
perspektîveke
perwerdeyê ya li goreyî realîteya civata Kurdî nîne
di
warê perwerdeya giştî, programa perwerdeyê, teknîka perwerdeyê
û materyalan da, ne ji alîyê teorîk ve, nejî ji alîyê pratîk ve, sîstemekî
pedagojîk û zanyarî nîne
materyalên
ji bo perwerdeya Kurdî kêm in
Di
pirsa ziman û perwerdeya Kurdî da, yêk ji kêmasîyên bingehîn jî nebûna
polîtîka neteweyî ye. Ziman û perwerde, du elementên giring û bingehîn
yên zemînê neteweyî ne. Daku xelk û neteweyê pêkve û kolektîv dijî,
di standardeke bilind da bête perwerde kirin, pêdivî bi krîter û normên
yêkgirtî heye. Karên ku îro têne kirin zêdetir di çarçoveyên lokal
û ferdî da ne, lewma jî ji bo pirsgirêkên ziman û perwerdeya ku divêt
xîtabî civata kolektîv bike, nabin çare.
Hebûna
Kurdistana Federal û perwerdeya Kurdî ya lê heyî, tecrubeyek derêxistîye
meydanê. Lê problemên ziman û metod û teknîkên perwerdeyê li wê derê
jî dom dikin. Konfilîkta zaravayî jî yêk ji problemên Kurdistana
Federal e ku tesîreke negatîv li ser sîstemê perwerdeyê û gihandina giştî
dike. Lewma ev tecrube ji alîyên xwe yên pozîtîv û negatîv ve, kêmî
û zêdehîyên xwe ve, divêt li goreyî norm û krîterên zanyarî û
pedagojîk bête riberiz kirin û encamên bikêr jê bêne derêxistin.
Tecrubeyek
jî, di çarçoveyeke teng û lokal da be jî, li “Wargeha Mexmûra” [ku
ji penaberên Kurdên bakur pêkhatîye] ya li Kurdistana Federal derketîye
meydanê. Perwerde li wê derê bi Kurdîya alfabeya bi tîpên Latînî tête
kirin ku eve di nav fermîyeta Kurdistana Federal da [ku perwerde bi
alfabeya bi tîpên Aramî-Erebî tête kirin], nimûneyeke balkêş e
ku li ser bête rawestan.
Yêk
ji problemên ziman û perwerdeya Kurdî jî ew e ku adeta maka gelek kêmasî
û probleman e jî. Ew jî cudahîya alfabeyê ye. Di realîteya îro da êdî
du alfabe têne bi kar înan: Alfabeya bi tîpên Latînî û alfabeya bi tîpên
Aramî-Erebî. Li başûr em dizanin alfabeya bi tîpên Aramî-Erebî
bi kar têt. Li rojhilat jî wisa ye. Helbet eve ji ber fermîyeta alfabeya
bi tîpên Aramî-Erebî ya dewletên Iran û Iraqê derdikeve. Heke dewleta
Tirk di serê sedsala 20an da biryara guhorîna alfabeyê nedaba, li bakur jî
da herwekî demê Osmanîyan alfabeya bi tîpên Aramî-Erebî bête bi kar
înan. Lê îro li bakur û rojava [Sûrîye] alfabeya bi tîpên Latînî
bi kar têt. Ev cudahîya alfabeyê nêzîkbûna zaravayên bakur û başûr
asteng dike, herdiçe ji hev dûr dike û herweha îmkanê ji hevdu têgihiştinê
jî ji hale radike anjî gelek û gelek kêm dike. Eve bi sere xwe problem e
û divêt prosesa çareserîyê bête dest pê kirin. Amanc divêt yêkkirina
alfabeyê be.
Ji
ber van hemû binasên [sebebên] sereke yên problema ziman û perwerdeya Kurdî,
divêt gotûbêjek û riberizeke zanyarî û pedagojîk hebe. Yêk ji kêmasîya
di vî warî da jî nebûna têkilî û danûstandinê ye. Ji bo vê yêkê jî
divêt platform bêne amade kirin. Platformeke ku têda ziman û perwerde bête
axivtin û gotûbêj kirin jî divêt bi normên zanyarî bête organîze kirin.
Kanalê ziman û perwerdeyê dînamîk e, ne statîk e, lewma divêt daîm bi
kar û xebatên zanyarî ve bête nûjen kirin. Platformên ji zana, bispor û
akademîsyenan pêktên, rê, metod û teknîkên çareserîya probleman derdêxin
meydanê û didine xizmeta prosesa pratîk.
Bi
vê armancê; Komisyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNKyê di cih da dît
ku ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî” bête kom kirin ku pirs û
pirsgirêkên ziman û perwerdeya Kurdî bi berfirehî li ser maseyê bêne rayêxistin
û gotûbêj û riberizên zanyarî û pedagojîk li ser bêne kirin ku encamên
pozîtîv bêne bi dest xistin.
”Şûraya
Ziman û Perwerdeya Kurdî”, ji ber vê karekterîstîka xwe ya spesîfîk, dê
bi timamî ji zana, bispor û akademîsyenên Kurdî pêkbêt û bibe platforma
peydakirina çareserîya problematîka ziman û perwerdeya Kurdî. ”Şûra”
dê di rojên 5-6ê Teşrîn-Mijdara [November] îsal [2009] da li paytextê
Belçika Federal li Brukselê bi slogana “Dijî
her reng asîmîlasyonê: Ziman: Kurdî, Perwerde: Bi Kurdî” kom bibe.
Terkîba beşdarîya ”Şûra”yê dê di çar kategorîyan da be:
zana,
bispor û akademisyenên Kurdî: ev grûb dê danezanên zanyarî û pedagojîk
pêşkêş bikin.
guhdarên
”Şûra”yê: dê ji mamosta û kesên bi perwerde û bi zimanî ve
mijûl bêne vexwandin. Ev grûb jî dê digel pêşkêşerên
danezanan bi aktîvî beşdarî gotûbêj û riberizan bibin.
mêhvanên
protokolê: dê li goreyî konsepta ”Şûra”yê bêne vexwandin. Ev
grûb jî dê axivtina mêhvandarîyê bikin û bi beşdarbûna xwe dê
destekê bidine “Şûrayê”.
medya:
helbet hem ji ber têkilîya medyayê ya direkt bi zimanî ve, hem jî ji bo
ragihandina bîr û rehîya giştî, medyaya Kurdistanê jî dê bête
vexwandin.
Di
dawîya “Şûrayê” da, tête hizirîn ku bigihine encameke konkret ya
bi vî rengî:
deklerasyoneke
zanyarî û pedagojîk bête belav kirin.
organeke
bisporî ya ji hejmareke maqûl pêkhatî ya bi navê ”Şêwira Ziman
û Perwerdeya Kurdî” bête danan ku di prosesa teorîk û pratîk ya
ziman û perwerdeya Kurdî da, rêberî û rênîşanîyê bike.
tradisyona
”Şûra”yê bête dest pê kirin ku du salan carekê kom bibe.
xelatê
”Zimanê Kurdî” hersal di roja sêyemîn [16ê Gulanê] ya ”Cejna
Zimanê Kurdî” [14 – 15 – 16ê Gulanê] da ji teref ”Şêwira
Ziman û Perwerdeya Kurdî” ve bête dan.
ROJAN
HAZIM
Endamê
Konseya Rêvebir ya KNKyê
Serokê
Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê
25
Nîsan 2009
Têkilî [Kontak]:
ROJAN
HAZIM, e-mail: belg@xweza.com,
anitosa@gmail.com,
kongrakurdistan@gmail.com