Deklarasyona
Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî
5-6
Teşrîn-Mijdar [November] 2009, Li
Parlementa Flaman-Bruksel, Belçîk
”Şûraya
Ziman û Perwerdeya Kurdî”, di rojên 5-6ê meha 11an [Teşrîn-Mijdar
2009] da, li salona Parlementa Flaman-Bruksel kombû. Ji seranserê Kurdistanê
û dîasporayê zana, bispor û mamostayên Kurdî beşdar bûn. Pirs û
pirsgirêkên di warê ziman û perwerdeya Kurdî da bi berfirehî hatin axivtin.
Danezanên zanyarî yên li ser ziman û perwerdeyê hatin pêşkêş
kirin.
Di
encam da li ser tesbîtên zanyarî ev biryar hatin standin:
Li
Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê polîtîkên asîmîlasyonîst yên dijî
Kurdî bi reng, metod û teknîkên cuda têne domandin û li van dewletan
fermîyen jî perwerdeya bi Kurdî nîne û eve rê li ber asîmîlasyonê
fireh dike. ”Şûra” lezînen û bi giringî bangî van dewletan
dike ku Kurdî bibe zimanê duyê yê fermî yê dewletê û ji bexçeyê
zarokan heta unîversîteyê perwerde bi Kurdî bête kirin. Bi vê xalê ve
girêdayî, ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî” bangî rêvebirîya
polîtîk ya Kurdistanê li bakur dike ku li cografyaya Kurdistanê ”de
facto” ”du zimanî”yê bi kar bîne. Ji şehridarîyan heta sendîka,
baro û organîzasyonên dî yên sosyopolîtîk, sosyokulturel û
sosyoekonomîk divêt di hemû kar, xebat, kombûn, konferans, sempozyûm û
kongreyên xwe da Kurdî û Tirkî bi kar bînin û vê yêkê wekî wacibekî
neteweyî qebûl bikin.
Di
realîteya îro da Kurdî bi du alfabeyan bi kar têt: Alfabeya bi tîpên
Latînî û alfabeya bi tîpên Aramî-Erebî. Li Kurdistana Federal û li
rojhilata Kurdistanê alfabeya fermî ya bi tîpên Aramî-Erebî ye. Li
bakur, rojava û diasporayê jî alfabeya bi tîpên Latînî bi kar têt.
Du alfabetî dibe binasê ji hev dûrketina zaravayên Kurdî û her diçe
ji hev têgihiştinê bi zehmet têxe û dîwarên destkir yên di
navbeyna zaravayên bakur û başûr da xurt û stûr dike ku eve rewşeke
negatîv e. ”Şûra” di wê bawerîyê da ye ku ji bo parastin û pêşvebirina
zimanê Kurdî yêkkirina alfabeyê pêdivî ye. Lewma ”Şûra” bangî
rêvebir û otorîteyên desthilata polîtîk û herweha cîhana zanyarî ya
Kurd dike ku yêkkirina alfabeyê danin serê rojeva xwe û di nav proseseke
maqûl da û bi planekî zanyarî û pedagojîk rê li ber yêkkirina
alfabeyê vekin.
Di
bi kar înana Kurdî da pirs û pirsgirêkên gramatîkî û rastnivisînî
jî hene ku eve li ber standartbûna zimanî asteng in. Zimanzan û
zimannasên Kurdî divêt bi organîze û bi norm, metod û teknîkên
zanyarî, van kêm û kasîyên zimanî tesbît bikin û rêyên çareserîyê
peyda bikin û bidine xizmetê.
Di
perwerdeya Kurdî ya îro heyî da; ji alîyê materyal, naverok, form û
metodîk ve paşvetîyeke konkret tête dîtin ku divêt ev probleme bi
planekî modern û pedagojîyeke zanyarî û pêşkevtî bête çareser
kirin.
Kêm
û kasî û problemên zimanî yêkser tesîreke negatîv li ser weşangerîya
Kurdî jî dikin û her dezgehekî ragihandina Kurdî di warê bi kar înana
Kurdî da lokal û otonom hereket dikin ku eve jî di pratîkê da kaoseke
zimanî derdêxe meydanê.
Ji
ber van hemû problemên zimanî û perwerdeyî, pêdivî bi ”organeke
şewirî” ya ku ji bisporên zimanî û perwerdeyê pêkhatî heye, ku
berbelavîya di van waran da bête rakirin û sentraleke kolektîv, organîzatîv
û tewsîyekar bête pêkînan. Ji ber vê hewcehîyê, bi biryara ”Şûraya
Ziman û Perwerdeya Kurdî”, ya 5-6ê Teşrîn-Mijdar [November] 2009ê
li salona Parlementa Flaman ya Brukselê kombûyî,
”Organa Şêwira Ziman û Perwerdeya Kurdî” hate damezrandin.
Ji alîyê navên bispor ve ji bo pêkînana ”Organa Şêwira Ziman û
Perwerdeya Kurdî”, ”Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê” wekî
organîzator û amadekar hate wezîfedar kirin ku piştî danûstandin
û lêkolîneke berfireh, organê ji 20 [bîst] heta 25 [bîst û pênc]
kesan pêkhatî teşkîl bike. Herweha ”Organa Şêwira Ziman û
Perwerdeya Kurdî”, prosesa danîna ”Akademîya Zimanê Kurdî” li
Amedê, ku berê biryar hatibû standin, dê bi leztir bêxe.
”Şûraya
Ziman û Perwerdeya Kurdî”, rêzê nîşanî dem û dezgehên ji bo
ziman û perwerdeya Kurdî xebat kirine û hêj jî dikin dide û wan pîroz
dike.
”Şûraya
Ziman û Perwerdeya Kurdî” her du salan carekê ji teref ”Organa Şêwira
Ziman û Perwerdeya Kurdi” ve dê bête kom kirin.
Ji
bo destekdan û motîvasyona kar û xebatên zimanê Kurdî, hersal ”Xelatê
Zimanê Kurdî” di roja dawîyê ya ”Cejna Zimanê Kurdî, 14-15-16ê
Gulanê” da ji alîyê ”Organa Şêwira Ziman û Perwerdeya Kurdi”
ve dê bête dan.
”Şûraya
Ziman û Perwerdeya Kurdî”, zordarîya li ser weşangerîya Kurdî ya
li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê şermizar dike û destekê dide Azadîya
Welat ku dîsa ve ji alîyê dewleta Tirk ve hatîye qedexe kirin.
”Şûraya
Ziman û Perwerdeya Kurdî”, pêşniyara wezîrê berê yê kulture yê
Kurdistan Federal, Felakedîn Kakeyî ya li ser komkirina ”Konferansa
Zimanê Kurdî li Kurdistan Federal” bi dilşahî pêşwazi kir û
piştevanîya xurt lê dike ku di demekî kurt da li Kurdistana Federal
kombûneke fireh ya ziman û perwerdeya Kurdî bête kirin.
Şûraya
Ziman û Perwerdeya Kurdî
5-6
Teşrîn-Mijdar [November] 2009, Bruksel
Parlementa
Flaman