paşve

 

Axivtina vekirinê ya ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî” 5-6 Teşrîn-Mijdar [November] 2009, Bruksel

ROJAN HAZIM 

Beşdar û mêhvanên hêja yên ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî”. Hûn hemû bi xêr hatine vê kombûna bihadar û paye bilind. Ez gelek şa û bextewar im ku li ser navê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê û dîwana şûrayê, axivtina vekirinê dikim. Ewil car e ku ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî” tête kom kirin. Xizmeta pêkînana vî karê pêdivî û bihadar bû qismetê ”Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê” û em wekî komisyona ziman û perwerdeyê ya KNKyê û herweha wekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê gelek dilşa ne ku kar û daxwazeke giring ya neteweyî hate organîze kirin. Di pêkînana vê xebatê da hevkarî û desteka Komîteya Ziman ya KCK û CDKyê, Instîtuya Kurdî ya Brukselê, Enstîtuya Kurdî li Elmanya, Instîtuya Kurdî ya Stockholmê, Enstîtuya Kurdî ya Stanbolê û TZP Kurdî heye û em spasî wan dikin. Herweha desteka medyaya Kurdî, bi taybetî û di herî serî da Roj Tv, Newroz Tv, Azadîya Welat, Ajansa ANF, Radyoya Dengê Mezopotamya, Ozgur Politika çêbû û em spaseke germ li wan jî dikin.

Helbet em spasî Parlementa Brukselê ya Flaman, serok û parlementerên wan jî dikin ku salona xwe ji bo vê xebatê amade kirin û dane xizmetê. Bi taybetî parlementer Matthias Diependaele ji destpêkê were hevkarîyeke aktîv kir û spasî wî dikin.

Dîsa em spasî hemû akademîker, zimanzan, nivîskar û ronakbîrên Kurd dikin ku ji başûr heta bakur, ji rojhilat heta rojavaya Kurdistanê û ji meydanên cuda yên diasporaya Kurdî hatin û bi zanyarî û bisporîya xwe hêz dane şûraya ziman û perwerdeya Kurdî. Spas ji bo mêhvanên me jî ku bi hatina xwe siyanet dayîne vê xebatê.

Beşdar û mêhvanên hêja yên şûrayê,

Em dê du roja li ser rewş, pirs û pirsgirêkên zimanê Kurdî û perwerdeya Kurdî rawestin. Gotineke klasîk e lê em dîsa ve dubare bikin. Wekî hercar em hemû jî dizanin ku problem û hewcehîyên ziman û perwerdeya Kurdî bi kombûnên yêk an du roja çareser nabin tête gotin. Lê rastîyek jî heye ku destpêk bi axivtin, gotûbêj û riberiza hewcehî û pirsgirêkan dibe. Çareserî piştî axivtin, gotûbêj û riberizên zanyarî têne peyda kirin û pratîk li ser vê tête di rê birin. Lewma berî hertiştî zemînê axivtin, gotûbêj û riberizê divêt bête amade kirin. Platformên zanyarî cihên afirandin û gihandina bîr û hiziran in. Bi vê perspektîvê me amadekarîya ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî” kir ku bibe platformeke zanyarî û bi rê û metodên zanyarî hewcehî, pirs û pirsgirêkên zimanê Kurdî û perwerdeya Kurdî bi berfirehî bêne axivtin, gotûbêj û riberizeke berwer bête kirin ku encameke bikêr derkeve meydanê ku di pratîka jîyanê da bi kar bînin. Zana û bisporên îro hazir em bawer dikin ku ev şiyan û kapasîteye heye û dê ji vê şûrayê encameke gelek bikêr derkeve meydanê.

Her di serî da ji alfabeyê bigirin heta gramer û rastnivîsînê problemên ku divêt bêne çareser kirin hene li pêşîya me. Herwisa amadekarîya perwerdeya giştî ya bi Kurdî jî li pêşîya zanayên Kurd e ku rê û metodên zanyarî bêne tesbît kirin ku nifşên nû bi metod û teknîkên nû û bi pedagojîyeke modern, demokratîk û humanîter bêne gihandin.

Bi vê armancê ”Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê” di kombûna xwe ya 4ê Nisana 2009ê da biryar da ku li payîza îsal [2009], ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî” bête kom kirin. Ev biryare, ji rewş û realîteya ku ziman û perwerdeya Kurdî têda derket. Heke em di çarçoveya giştî da vê pirsê vekolin, tabloyeke wisa derdikeve pêşîya me ku eve herwisa konsepta ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî” jî îfade dike.

  1. Statuya polîtîk ya Kurdistanê ya kolonyal, tesîra negatîv li ser hebûna zimanî dike:

    1. zarava û devokan ji hev dûr dike

    2. cudahîya alfabeyê kûrtir dike

    3. her reng asîmîlasyonê bi leztir têxe

  1. Kurd bi xwe li beramberî zimanê xwe xemsar in, zimanên dewletên serdest yên Kurdistanê, ji dereceya hewcehîyê zêdetir bi kar tînin, giringîyê nadine bi kar înana zimanê xwe û bi vê reftara xwe ya negatîv jî li ser zimanê xwe otoasîmîlasyonê bi kar tînin, ku eve jî ji alîyê Kurd ve xizmeta asîmîlasyona dewletên serdest yên Kurdistanê dike.

  2. Kurdî di warê nivîsînê da, di nav rewşeke berbelav da ye:

    1. têkilavîya gramerî dom dike

    2. problema rastnivîsînê di dereceya herî bilind da ye

  1. Nebûna Kurdî ya di nav sîstemê fermî yê perwerdeyê da jî bi serê xwe yêk ji binasên [sebebên] esasî yê pirsgirêkên zimanî ye. Bi taybetî li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê ”polîtîka dewletê” gelek req û hişk antî perwerdeya Kurdî ye. Di van dewletan da, rê li ber perwerdeya sîstematîk ya Kurdî hatîye girtin. Di nav sîstemê perwerdeyê yê fermî da cihê Kurdî nîne. Eve bi serê xwe astenga herî mezin e li ber pêşkevtina zimanê Kurdî. Ev polîtîka asîmîlasyonîst ya van dewletan dibe sebebê lawazbûna zimanî. Ji ber ku bingehê pêşkevtina zimanî sîstemê perwerdeyê ye. Zimanê ku perwerdeya bi giştî pê neyê kirin, bivê nevê hêza xwe ya zanyarî berze dike. Di nav Kurdan bi xwe da, hindek kar û xebatên li ser perwerdeya bi Kurdî têne kirin. Lê çiku ev karên xumalî jî ne sîstematîk in, encamên ku zimanî motîve bikin an nadin, anjî kêm didin. Ji alîyê pedagojîk û zanyarî ve jî kêmî û lawazîyeke micid heye di nav kar û xebatên Kurdan da:

    1. perspektîveke perwerdeyê ya li goreyî realîteya civata Kurdî nîne

    2. di warê perwerdeya giştî, programa perwerdeyê, teknîka perwerdeyê û materyalan da, ne ji alîyê teorîk ve, nejî ji alîyê pratîk ve, sîstemekî pedagojîk û zanyarî nîne

    3. materyalên ji bo perwerdeya Kurdî kêm in

  1. Di pirsa ziman û perwerdeya Kurdî da, yêk ji kêmasîyên bingehîn jî nebûna polîtîka neteweyî ye. Ziman û perwerde, du elementên giring û bingehîn yên zemînê neteweyî ne. Daku xelk û neteweyê pêkve û kolektîv dijî, di standardeke bilind da bête perwerde kirin, pêdivî bi krîter û normên yêkgirtî heye. Karên ku îro têne kirin zêdetir di çarçoveyên lokal û ferdî da ne, lewma jî ji bo pirsgirêkên ziman û perwerdeya ku divêt xîtabî civata kolektîv bike, nabin çare.

  2. Hebûna Kurdistana Federal û perwerdeya Kurdî ya lê heyî, tecrubeyek derêxistîye meydanê. Lê problemên ziman û metod û teknîkên perwerdeyê li wê derê jî dom dikin. Konfilîkta zaravayî jî yêk ji problemên Kurdistana Federal e ku tesîreke negatîv li ser sîstemê perwerdeyê û gihandina giştî dike. Lewma ev tecrube ji alîyên xwe yên pozîtîv û negatîv ve, kêmî û zêdehîyên xwe ve, divêt li goreyî norm û krîterên zanyarî û pedagojîk bête riberiz kirin û encamên bikêr jê bêne derêxistin.

  3. Tecrubeyek jî, di çarçoveyeke teng û lokal da be jî, li “Wargeha Mexmûra” [ku ji penaberên Kurdên bakur pêkhatîye] ya li Kurdistana Federal derketîye meydanê. Perwerde li wê derê bi Kurdîya alfabeya bi tîpên Latînî tête kirin ku eve di nav fermîyeta Kurdistana Federal da [ku perwerde bi alfabeya bi tîpên Aramî-Erebî tête kirin], nimûneyeke balkêş e ku li ser bête rawestan.

  4. Yêk ji problemên ziman û perwerdeya Kurdî jî ew e ku adeta maka gelek kêmasî û probleman e jî. Ew jî cudahîya alfabeyê ye. Di realîteya îro da êdî du alfabe têne bi kar înan: Alfabeya bi tîpên Latînî û alfabeya bi tîpên Aramî-Erebî. [Alfabeya Kirîlî, ji ber ku di pratîka bi giştî ziman û perwerdeya Kurdî da hêza fonksiyonelîyê lê nemaye, lewma li ser nehate sekinîn.] Li başûr em dizanin alfabeya bi tîpên Aramî-Erebî bi kar têt. Li rojhilat jî wisa ye. Helbet eve ji ber fermîyeta alfabeya bi tîpên Aramî-Erebî ya dewletên Iran û Iraqê derdikeve. Heke dewleta Tirk di serê sedsala 20an da biryara guhorîna alfabeyê nedaba, li bakur jî da herwekî demê Osmanîyan alfabeya bi tîpên Aramî-Erebî bête bi kar înan. Lê îro li bakur û rojava [Sûrîye] alfabeya bi tîpên Latînî bi kar têt. Esasen tradisyona bi kar înana alfabeya Kurdî ya bi tîpên Latînî ya li rojavayê [Sûrîye], ji demê weşana ekola Hawarê ya birayên Bedir Xanî, Celadet û Kamuran, têt ku hûn dizanin di navbeyna salên 1932 -1943ê da li meydana Sûrîye û Lubnanê li goreyî wan şertan weşangerîyeke xurt ya Kurdî bi tîpên Latînî hatibû kirin. Axir zaravayê bi hejmara nufûsê ve mezin Kurmancî û herweha zaravayê Zazakî li bakur bi alfabeya bi tîpên Latînî bi kar tên. Kurmancîaxêvên li rojhilat, başûr û zaravayên Soranî û Goranî alfabeya bi tîpên Aramî-Erebî bi kar tînin. Ev cudahîya alfabeyê nêzîkbûna zaravayên bakur û başûr asteng dike, herdiçe ji hev dûr dike û herweha îmkanê ji hevdu têgihiştinê jî ji hale radike. Eve bi sere xwe problem e û divêt prosesa çareserîyê bête dest pê kirin. Amanc divêt yêkkirina alfabeyê be. Kurdistana Federal ji nihe ve divêt “dersa zimanê Kurdî” paralelî alfabeya Aramî-Erebî, bi alfabeya tîpên Latînî jî plan bike û destpêkê wekî dersa hilbijarî di programa fermî ya sîstemê perwerdeyê da bi cih bike û bide dest pê kirin. Midehekê ev metodê hilbijarî dikare bi seetên kêm lê di prosesa dirêj da bi zêdekirina seetan dikare bête pêşxistin. Gava şert hatin gihandin jî divêt bi biryara fermî derbazî alfabeya bi tîpên Latînî bin. Şûraya Ziman û Perwerdeyê, maqûl e ku vê tewsîyeyê ji bo hukûmeta Kurdistana Federal bike.

Ji ber van hemû binasên [sebebên] sereke yên problema ziman û perwerdeya Kurdî, divêt gotûbêjek û riberizeke zanyarî û pedagojîk hebe. Yêk ji kêmasîya di vî warî da jî nebûna têkilî û danûstandinê ye. Ji bo vê yêkê jî divêt platform bêne amade kirin. Platformeke ku têda ziman û perwerde bête axivtin û gotûbêj kirin jî divêt bi normên zanyarî bête organîze kirin. Kanalê ziman û perwerdeyê dînamîk e, ne statîk e, lewma divêt daîm bi kar û xebatên zanyarî ve bête nûjen kirin. Platformên ji zana, bispor û akademîsyenan pêktên, rê, metod û teknîkên çareserîya probleman derdêxin meydanê û didine xizmeta prosesa pratîk.

Bi vê armancê; Komisyona Ziman, Perwerdeyê ya KNKyê di cih da dît ku ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî” bête kom kirin ku pirs û pirsgirêkên ziman û perwerdeya Kurdî bi berfirehî li ser maseyê bêne rayêxistin û gotûbêj û riberizên zanyarî û pedagojîk li ser bêne kirin ku encamên pozîtîv bêne bi dest xistin.

”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî”, ji ber vê karekterîstîka xwe ya spesîfîk, me xwast bi timamî ji zana, bispor û akademîsyenên Kurd pêkbêt û bibe platforma peydakirina çareserîya problematîka ziman û perwerdeya Kurdî. Digel hemû gir û giriftarîyan jî be axir vaye ”Şûra” li 5-6ê meha Teşrîn-Mijdara [November] îsal [2009] da li paytextê Belçika Federal, li Brukselê kom bû. Me terkîba beşdarîya ”Şûra”yê di çar kategorîyan da formûle kir:

  1. zana, bispor û akademisyenên Kurdî: ev grûb dê danezanên zanyarî û pedagojîk pêşkêş bikin.

  2. guhdarên ”Şûra”yê: dê ji mamosta û kesên bi perwerde û bi zimanî ve mijûl bêne vexwandin. Ev grûb jî dê digel pêşkêşerên danezanan bi aktîvî beşdarî gotûbêj û riberizan bibin.

  3. mêhvanên protokolê: li goreyî konsepta ”Şûra”yê hatine vexwandin: Ev grûb jî bi axivtina mêhvandarîyê û bi beşdarbûna xwe destekê didine “Şûrayê”.

  4. helbet hem ji ber têkilîya medyayê ya direkt bi zimanî ve, hem jî ji bo ragihandina bîr û rehîya giştî, medyaya Kurdistanê jî hatîye vexwandin.

Di dawîya “Şûrayê” da, tête hizirîn ku bigihine encameke konkret ya bi vî rengî:

  1. deklerasyoneke zanyarî û pedagojîk bête belav kirin.

  2. organeke bisporî ya ji hejmareke maqûl pêkhatî ya bi navê ”Şêwira Ziman û Perwerdeya Kurdî” bête danan ku di prosesa teorîk û pratîk ya ziman û perwerdeya Kurdî da, rêberî û rênîşanîyê bike.

  3. tradisyona ”Şûra”yê bête dest pê kirin ku du salan carekê kom bibe.

  4. xelatê ”Zimanê Kurdî” hersal di roja sêyemîn [16ê Gulanê] ya ”Cejna Zimanê Kurdî” [14 – 15 – 16ê Gulanê] da ji teref ”Şêwira Ziman û Perwerdeya Kurdî” ve bête dan.

ROJAN HAZIM

Endamê Konseya Rêvebir ya KNKyê

Serokê Komisyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNKyê

5-6 Teşrîn-Mijdar [November] 2009, Bruksel – Li Parlementa Flaman

serî