Pirsên Yeni Özgür Politikayê
[Rojnamevan: Tahir Elmas]
Intervûya
bi ROJAN HAZIM ra
‘Ziman bi perwerdeyê rizgar dibe’
”Zimanê Kurdî bi taybetî li bakur û di nav tixûbên fermî yên Tirkiyeyê da di xeterê da ye, lê bi bilindbûna têkoþîna azadiyê ve, ew vîraja tirsbar hatîye zivirîn, ji ber hindê jî ne li ber mirinê ye. Ji çembera mirinê xilas bûye.”
Pirs:
1- KNK’ê Roja Zimanê Kurdî çawa û ji bo çi îlan kir?
2- Li gorî we ziman çi ye, rola ziman di civakê de çi ye?
3- L gorî we zimanê kurdî di bin xetereyê de ye? Hûn dikarin rewþa zimanê kurdî ya îro çawa rave bikin?
4- Di demên dawî de ligel asîmîlasyonê oto asîmîlasyon jî tê niqaþkirin. Der barê mijarê de dîtinên we çi ne?
5- Zimanê kurdî dikare çawa bê rizgar kirin? Proje û xebatên KNK’ê çi ne, çi difikire?
6 - Derbarê Konferansa Zimanê Kurdî de ji kerema xwe tu dikarî agahiyê bidey?
TAHÝR ELMAS, YÖP
Bersiv: ROJAN HAZIM, Serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê
1. KNKyê di 13-14 Gulana 2006ê da kongreya xwe ya ji nû ve avakirinê [reorganîzasyonê] pêkîna. Di roja duyê ya kongreyê da, anku di 14ê Gulanê da li ser ziman û perwerdeya Kurdî biryarên giring hatin standin. Avakirina Komisyona Ziman û Perwerdeyê jî yêk ji wan biryaran bû. Komisyonê programeke xebata li ser ziman û perwerdeyê amade kir. Li goreyî vê programê kampanyaya li ziman xwudanderketinê hate plan kirin. Dijî asîmîlasyona dewleta Tirk û xemsarîya xelkê Kurd bi xwe ya di derheqê bi kar neînana ziman da, anku dijî otoasîmîlasyonê xebateke xurt hate organîze kirin. Daku þuûra neteweyî ya xwudanderketina ziman bête bilind kirin û ziman bête parastin, hewcehî bi çeperekî saxlem yê bizava zimanî hebû. KNKyê biryar da ku ”14ê Gulanê” bike roja ”Cejna Zimanê Kurdî” û hersal ev edete bête domandin ku bîr û hizira li ziman xwudanderketinê bête saxlem kirin. Cara pêþîn jî di ”14ê Gulana 2007ê” da bi resepsîyonekê li merkeza KNKyê, li seranserê Kurdistanê û li dîasporayê jî bi boþahîya xelkê ”14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” hate pîroz kirin. Di serî da KCKyê bi hemû sîstem û mekanîzmayên xwe ve piþtevanîya vê biryara KNKyê kir û li bizava ziman xwudan derket. Di roja cejnê da serokê ”Konseya Rêvebir ya KCKyê”, Murat Karayilan bi vîdeoe programekê, digel berpirsiyarên komisyona ziman û perwerdeyê ya KNKyê, Instîtuya Kurdî ya Brukselê, Yêkitîya Mamostayan, Civata Islamî ya Kurdistanê û Yêk-Komê beþdarî programa zindî ya ROJ TVyê bû. Karayilan wisa got di mesaja xwe da: ” Biryara 14ê Gulanê, bi roja zimanê Kurdî be, em jî biryareke di cih da dibînin. Bila rojeke zimanê Kurdî jî hebe. Zimanê Kurdî belkî di dîrokê da, zimanê herî zêde kevn û di heman demî da zimanê herî zêde di bin zextê da mayîye. Ji bo wê jî zimanekî wiloyî qedîm û pîroz, rojeke xwe hebe di cih da ye. Ji ber wê yêkê em biryara we ya ji bo 14ê Gulanê bi roja zimanê Kurdi be, em piþtbazîya wê dikin…” [KNK Bulten, hj. 3, r. 13.Tîrmeh 2007]. [[Tam jî li vê xalê, dixwazim bêjim ku ev mesaja Karayilan, ya pîrozîya ewil ya Cejna Zimanê Kurdî bû. Di serê meha Gulana îsal da dewleta Tirk ji bilî êriþên hewayî, þerê psîkolojîk jî dike û daku xelkê Kurd demoralîze bike, dengûbehsên nerast yên kuþtina Karayilan belav dike. Ji ber protestoya vê êriþa dewleta Tirk û propagandaya þerê psîkolojîk, bi manaya piþtevanîya bizava neteweyî, ”Cejna Zimanê Kurdî” ya îsal, bila dîyarî têkoþîna Murat Karayilan be.]]. Li bakur û Tirkîyeyê jî TZP Kurdî û Instîtuya Kurdî ya Stanbolê digel gelek komeleyên dî yên Kurdî cejna ziman bi boþahîyeke mezin pîroz kirin. Herweha li baþûr, li rojhilat û baþûrarojava jî cejna ziman hate pîroz kirin. Ev tradisyon dewam dike. Îsal jî Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê û Înstîtuta Kurdî li Elmanya bi hev ra, bi konferanseke li ser zimanî, li Berlînê pîroz dikin. Konferans û pîrozîya cejna zimanî ya îsal bi sloganên ”Parastina zimanê Kurdî garantîya paþeroja neteweyê Kurd e” û ”Bo her reng asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî êdî bes e!” têne kirin. Piranîya dewlet û neteweyan cejnên zimanê xwe hene. Bi van cejnan bizava li ziman xwudanderketinê tête xurt kirin. Bi taybetî ji bo zimanê Kurdî, ku adeta li ber aþê asîmîlasyonê tête hêran, cejna zimanî hêzeke nû ya li ziman xwudanderketinê ye û herweha motîvasyoneke ku xelk hem bihayê zimanê xwe bizane, hem jî biparêze.
2. Ziman hem aletê têkilî û di hevdu gihiþtinêye, hem jî huvîyeta xelk û neteweyan e. Herdu fonksîyon jî bêyî hevdu nabin û hevdu timam dikin. Rola ziman bi mîsyonê ziman ve girêdayîye. Ziman ji bo hemû xelk û neteweyan, civatan nîþaneya ”hebûn”ê ye. Ziman bêyî xelk û netewe, xelk û netewe bêyî zimanê xwe nabin. Pêkve hene. Bîr û hizir bi rêya zimanî reng û rûyî dide civatê. Lewma rola zimanî bingehîn e di jîyana xelk, netewe û civatan da.
3. Zimanê Kurdî bi taybetî li bakur û di nav ”tixûbên fermî” yên Tirkîyeyê da di xeterê da ye, lê bi bilindbûna têkoþîna azadîyê ve, ew vîraja tirsbar hatîye zivirîn, ji ber hindê jî ne li ber mirinê ye. Ji çembera mirinê xilas bûye. Belêm li milê dî, di prosesa pêþveçûna zimanî da astengên mezin jî hene. Yêk ji wan asîmîlasyona dewletê ye, yêk jî otoasîmîlasyona xelkê bi xwe ye. Li Tirkîyeyê, her diçe nufûsa Kurd ya bi zimanê xwe, bi Kurdî, diaxive kêm dibe. Eve bi serê xwe xeterekê îfade dike. Jar û lawazbûna ziman digel xwe feqîrî û xîzanîya zimanî jî tîne. Ziman ji alîyê term û gotinan ve kêm dimîne. Gava ziman di nav sîstemê perwerdeyê da nehate bi kar înan, bivê nevê ziman paþ dikeve û îro zimanê Kurdî li bakur û Tirkîyeyê bi vê tehlîkeyê ve rûbirû ye. Ji alîyê bi giþtî zimanê Kurdî ve jî, du alfabetî piþta bizava pêþveçûna zimanî diþkêne û tesîreke gelek negatîv li yêkitîya zimanê Kurdî dike.
4. Asîmîlasyon, ji teref dewletên dagîrker û kolonyalîst ve tête kirin û êriþa kuþtinê ya li ser zimanî ye. Otoasîmîlasyon jî ji teref xelkê bindest ve mixabin tête kirin û xelkê bindest zimanê neteweyê serdest bi kar tîne, bihayî nade zimanê xwe û di bizava xwudanderketina zimanê xwe da xemsarîyê dike. Ev nisaxîye bi taybetî li bakura Kurdistanê û Tirkîyeyê heye ku avê dikêþe ser aþê asîmîlasyona dewleta Tirk ya li ser zimanê Kurdî. Ji ber hindê jî, divêt hem dijî asîmîlasyonê, hem jî dijî otoasîmîlasyonê, anku asîmîlasyona xwebixwetî reftareke xurt bête nîþan dan û têkoþîneke organîze bête dan.
5. Heke em bi hevokekê bêjin, rizgarîya nîhaî ya ziman bi rizgarîya xelkê Kurd û Kurdistanê ya mezin ve girêdayîye. Lê eve proseseke dirêj e. Ji ber hindê, têkoþîn pêkve divêt bi zimanê Kurdî bête dan. Anku zimanê Kurdî divêt bête jîyandin. Eve jî bi rik bi kar înana zimanî dibe. Di jîyana rojane da, di her xeleka jîyanê da divêt zimanê Kurdî bête fonksîyonel kirin. Bilindkirina vê þuûra neteweyî giring e û KNK bi van reng xebatan dixwaze di gava pêþîn da vê bîr û hizirê bide rûniþtandin. Li alîyê dî, ziman divêt di nav sîstemê perwerdeyê da bête bi kar înan. Zimanek heke nebe zimanê perwerdeyê, bivê nevê paþ dikeve, çiku ji fonksîyonelîya jîyanê dûr dikeve. Lewma divêt giringîyeke mezin bête dan ji bo bizava zimanî ku bikeve nav sîstemê perwerdeya fermî li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê. Yêk ji karên sereke û bingehîn yê KNKyê jî ev e ku neteweyê Kurd serwext bike, têbigihîne ku li zimanê xwe xwudan derkeve.
6. Konferansa Zimanê Kurdî, di programa Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê ya 2006ê da ji xwe hebû. Planê komisyonê ew bû ku di midehê du salên xebata KNKyê da ev konferanse bête kirin. Ev konferansa di ”14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” da li Berlînê tête kirin, li goreyî vî planî digel Instîtuta Kurdî li Elmanya bi hev ra hatîye organîze kirin. Di konferansê da zêdetir pirs û pirsgirêkên zimanî yên giþtî, rewþa zaravayan û polîtîka ziman dê bête axivtin. Ji hemû parçeyên Kurdistanê û dîasporayê niviskar, ronakbîr û akademîsyenên Kurd hatine vexwandin. Konferans du roj in, 14-15ê Gulanê, li avahîyê Parlementa Eyaleta Berlînê, li Salona Kulturê tête kirin. Problemên zimanê Kurdî helbet tinê bi yêk-du konferansa çareser nabin, lê axir bi giþtî konferans platformên gotûbêj, axivtin û riberizan e. Ev konferanse jî xelekeke ji wan rêze xebatan. Ev platformên zanyarî ji alîyê dayîna perspektîvan ve, relatîven jî be, xizmeta pêþvebirin û çareserkirina pirsên zimanî dike. Ev konferanse ji alîyê beþdaran ve jî têr û tijî ye û em di wê bawerîyê da ne ku dê encamên bikêr, berwer û çêker ji konferansê derkevin.
Not:
Ev roportaj di YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA, 14 Gulan 2008 û KNK Bulten, hj. 6, Teþrîn-Mijdar 2008ê da hate weþandin