paşve

 

Ramana Kolektîva Ronakbîrên Kurd: V

 

Dewleta Elman bi roleke bêyûm rabûye!

 

Li cografyaya Yêkitîya Ewrûpayê [YE] nifûsa herî boş ya Kurdan li Elmanya ye. Kurdên bi giştî li cografyaya YEyê kêm zêde, jar lawaz jî be, organîze ne. Belêm organîzebûna herî xurt li Elmanya ye. Kurdên Elmanyayê ji salên 1960î were ji alîyê ekonomîk û ji alîyê hêza kar ve potansîyeleke xurt pêkînane. Ji karkerên berê îro kardêr derketine û hêzê didine ekonomîya Elmanyayê. Nifûsa Kurda piranî ciwan e û hejmara xwandayan jî her diçe zêde dibe. Kurd wacibên xwe yên qanûnî bi cih tînin, baca xwe didin, nifşê nû hewcehî hebe leşkerîya xwe dikin û di van salên dawîyê da li sehneya polîtîka Elmanyayê jî Kurd derketine pêş û hem di parlementên eyaletan, hem jî di encumenên şehridarîyan da hejmareke ne kêm ya Kurdan heye.

Li alîyê dî, di nav Kurdên Elmanyayê da, ji ber rewş û statuya kolonyal ya Kurdistanê, bi bîr û hizirên neteweyî hişyarîyek jî bilind bûye û digel îdareya jîyana xwe ya Elmanyayê, bi pirsên xwe yên neteweyî ve jî mijûl in û destekê didine bizava xelkê xwe ya neteweyî. Piranîya Kurdên Elmanyayê jî ji bakur in, anku ji parçeyê ku di bin dagîrîya dewleta Tirk da ye hatine. Organîzebûn û li Kurdayetîya xwe xwudan derketin û destek dana bizava neteweyî ya Kurdên Elmanyayê, di serî da dewleta Tirk hindî hûn bêjin aciz dike. Têkilîyên dewleta Tirk û Elmanyayê jî kevn in û ji dawîya sedsala 19an û bi taybetî jî ji serê sedsala 20an were di nav bazareke gelek kirêt da ne. Ji dewrê Ittihat Terakkîyê were, dewleta Tirk li cografyaya Anatolê û parçeyê bakur yê Kurdistanê çi xirabî, wêranî, qetil û jenosîd li ser xelkên wê cografyayê kiribin, destê dewleta Elman jî têda heye. Elmanyayê berî Nazîzmê, di demê Nazîzmê da û vaye di demê nû da jî ev piştevanîya xwe ya digel dewleta Tirk neguhorîye û her bi çi rengî be didomîne. Têkilîyên dewleta Tirk û Elmanyayê ji bo ”terefên sêyê” hergav şer, wêranî, xirabî, neqencî û bêyûmî înaye. Vêca dewleta Tirk vê polîtîka xwe ya antî Kurd, di demê nû da jî gelek bi hişyarî di rê dibe digel Elmanyayê. Helbet Elmanya jî di vî demê xwe yê nû da kêmî dewleta Tirk namîne û ew jî li ser berjewendîyên xwe yên ekonomîk û polîtîk têkilîyên xwe digel dewleta Tirk di nav terazîyekê da bi rê ve dibe. Vê bazara wan ya kirêt ji serî were di eleyhê Kurdan da encam daye.

Bûyerên ku îro li Elmanyayê di eleyhê Kurdan da rûdidin, ji polîtîkên berê yên dewleta Tirk û Elmanyayê yên hevpar qut nînin, di şertên nû da û bi rengên nû berdewama polîtîkên kevn in. Dewleta Tirk kartên xwe yên ekonomîk û herweha hêza kar ya karker û kardêrên Tirk yên li Elmanyayê bi timamî di eleyhê Kurdan da bi kar tîne li Elmanyayê û dewleta Elman jî ji ber berjewendîyên xwe vê yêkê ji dil dike. Elmanya di bazara kirêt ya digel dewleta Tirk da hisabên gelek biçûk dike û xwe hizar car dişkêne. Di Elmanyaya nû da, goya bihayên demokratîk û humanîter hene!. Ji kiryarên Elmanyayê yên îro eve dernakeve. Ji pratîka îro xuya dibe ku rêvebirên Elmanyaya nû, van bihayên mirovî ji bo veşartina rûyê xwe yê şovenîst û antî demokratîk dikin maske!. Elmanya eve serê çend salan e ku dijî Kurdan êrişkarîyeke gelek xurt pêktîne. Elmanya çi ji Kurdan dixwaze? Kurd bi hejmara xwe ya bilind û relatîven jî be kalîfîye, hezeke xurt in ji bo ekonomîya wan. Dîsa relatîven jî be, bi gihiştina sosyal, kultur û polîtîk ve jî jîyana Elmanyayê ya di van waran da zengîn dikin. Digel vê realîteyê jî dewleta Elmanya xwe ji wan polîtîkên xwe yên tradisyonel xilas nake û di nav gîrdava dewleta Tirk da esasen zerarê digihîne paşeroja xelkê Elman jî. Xuya ye ku Elmanya bi Tirkîyeyê ra li ser zemînê asgarî muştereka şovenîzmê û helbet hisabên ekonomîk têkilîyên xwe vedihûne. Bi polîtîkên xwe yên dijî Kurdan avê dikêşe ser aşê dewleta Tirk û bi vê reftara xwe jî dibe şirîkê sûc û gunehên wan yên li ser xelkê Kurd li Kurdistanê.

Dewleta Elman vê gavê jî bayê operasyonan daye rakirin û dîsa ve gelek polîtîkerên Kurd girtine. Di vê operasyonê da berê dasa xwe gihandîye ronakbîrên Kurd jî. Nivîskar û ronakbîrê navdar Haydar Işik jî girtine. Dewleta Elman bi girtina Haydar Işik topizê qentarê êcarî ji dest berdaye û bêperwa bûye. Dewleta Elman bi vê pratîka xwe adeta taşeronîya dewleta Tirk dike beramberî Kurdan. Dewleta Tirk, ji bilî êriş û wêrankarîya xwe ya li bakura Kurdistanê, eve mideheke behs û hazirîyên operasyona ”paş tixûb” jî dike û li paş slogana ”Qendîl”, li ser Kurdistana Federal jî dixwaze cepheyekî şer veke. Belêm bi operasyona Elmanyayê kivş bû ku dewleta Tirk operasyona xwe ya ”paş tixûb” ji Elmanyayê da dest pê kirin û dewleta Elman ajote ser Kurdan. Dewleta Elman bi van polîtîkên xwe dixwaze destekê bide dewleta Tirk, belêm ji bîr dike ku ev kiryara wan tehrîbateke mezin digihîne têkilîyên Elman û Kurdan. Elmanya di vê polîtîka xwe ya alyansdarîya bi dewleta Tirk ra, Kurdan her diçe ji xwe dûr dike ku eve dê zerareke bêtixûb pêkbîne di navbeyna Elman û Kurdan da.

Lewma hêj di serê bûyerê da, em bangî dewleta Elman dikin ku zûtirîn dem ronakbîr û niviskarê navdar yê Kurd Haydar Işik û herweha girtîyên dî yên Kurd berdin. Heqê Elmanyayê bi çu awayî nîne ku ronakbîrekî navdar yê Kurd girtî bihêle. Em bangî ronakbîr û niviskarên Elman jî dikin ku beramberî vê bêhuqûqî û bêqanûnîtîya dewleta Elman bêdeng nemînin û fişarê bibine ser hukûmeta Elman ku Haydar Işik û Kurdên dî berdin.

Dewleta Elman bi van operasyonên xwe, bi van kiryarên xwe yên antî demokratîk, bihayên demokratîk yên Yêkitîya Ewrûpayê jî binpê dike û zerareke mezin digihîne bihayên mirovî û demokratîk yên YEyê. Ji ber vê yêkê, em bangî mekanîzmayên Yêkitîya Ewrûpayê jî dikin ku vê şiddeta dewleta Elman ya li ser Kurdan bidine rawestandin.

Dewleta Elman bi operasyonên xwe yên li ser Kurdan, bi navê dewleta Tirk, bi roleke bêyûm rabûye û em vê polîtîka dewleta Elman bi xurtî şêrmizar û protesto dikin.

Haydar Işik endamê kolektîva me ye û divêt sanîyeyek neyê borandin, digel Kurdên dî yên hatine girtin, zûtirîn dem bête berdan!.

06 Tîrmeh 2007

Bi navê Kolektîva Ronakbîrên Kurd:

ROJAN HAZIM, Niviskar

DERWÊŞ FERHO, Şair, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

MÎRHEM EGÎD, Rojnamevan

MEDENÎ FERHO, Nivîskar

serî