paşve

 

Ramana Kolektîva Ronakbîrên Kurd: IV 

 

TCyê gote şehridarê Kurd Abdullah Demirbaş,

"Kurdî qedexe ye, kerem bike"!.

Gelo çi bêjin? Car heye tixûbê axivtinê xilas dibe. Hingê êdî gava „kiryarê“ ye. Komara Tirkîyeyê [TCyê] dîsa ve îmzaya xwe avête binê rûreşîyekê: Kurdî qedexe ye!. Beramberî vê rûreşîyê, kiryara me jî tifek e li ser rûyê reş yê TCyê!.

Tête zanîn, şehridarê taxê Sûrê yê Amedê [Diyarbekirê] Abdullah Demirbaş, lêkolînek li ser mijara “Di şehridarîtîya pir zimanî da, rêvebirîya navçeyî” kiribû û li ber vê xebata xwe jî anketek li taxê xwe Sûrê dabû kirin û di encama vê lêkolînê da dereketibû ku ji hejmara xwecihên taxê Sûrê seda 72 bi Kurdî, seda 24 bi Tirkî, seda 4 bi Erebî û seda 3 jî bi Suryanî û bi Ermenî diaxivin. Ji ber vê yêkê jî li taxê xwe Sûrê “Xizmeta Şehridarîtîya Pir Zimanî” dabû dest pê kirin. Abdullah Demirbaş eve wekî proje pêşkêşî Forûma Sosyal ya Ewrûpayê jî kiribû ku Parlementa Ewrûpayê jî destek dabû vê projeyê.

Abdullah Demirbaş û encumena şehridarîyê bi van zimanên ku li taxê Sûrê têne axivtin broşûr dane çap kirin û îlan kirin ku Şehridarîya Sûrê dê di xizmetguzarîya xwe da van hemû zimanan bi kar bîne.

Li ser vê biryara Encumena Şehridarîya Sûrê, Wezareta Karê Navînî ya TCyê refleksa xwe ya “antî Kurdî”tîyê demildest nîşan da û dijî vê biryara Şehridarîya Sûrê li Dadgeha Şêwra Dewletê [Daniştay] doz vekir. Dadgehê jî, [14ê Hezîrana 2007ê], zûtirîn dem û bi yêkdengî biryar da, ku karê Şehridarîya Surê kirî dijî makqanûnê ye û bi vê jî nema biryara ji kar dûrkirina şehridar û encumana şehridarîyê jî da. Anku Dadgeha Şêwra Dewletê bi navê TCyê û bi fermana ertêşê, biryar da û gote şehridar Abdullah Demirbaş û endamên encumena şehridarîyê “Kurdî qedexe ye, kerem bikin, cihê xwe bihêlin”!. Herçend mafê itiraza Şehridarê Sûrê û endamên encumena şehridarîyê hebe jî, lê encam ji nihe ve xuya ye û TCyê tam di demê hilbijartinên pêşdem yên 22ê Tîrmehê da, biryar daye ku ablûkaya li dora bizava neteweyî û nûnerên xelkê Kurd bişidîne.

Helbet ev biryarên wan di roja îro da ne tesaduf in, bi zanahî têne dan. Ji xwe ertêşê bi navê TCyê li Kurdistanê “îdareya sivîl” û mekanîzmayên wekî dadîyê hilgirtine bin kontrola xwe û bi biryarên keyfîyeta leşkerî îdare dike. Herçend sê bajêrên Kurdistanê, Hekarî, Şirnex û Sêrt wekî “navçeya ewlehîyê” bi nav kiribin jî, esasen di serî da Amed û li hemû Kurdistanê rewşa awarte ya leşkerî îlan kirine û bi vê biryara li ser Şehridarîya Sûrê jî kivş dibe ku mexseda wan ew e ku hemû çeperên ku xelkê Kurd bi rêya legal û bi hilbijartinan bi dest ve înayî, bi darê zorê ji destê Kurda derêxin.

Ev biryara dîktatorîyane ya li ser Şehridarîya Sûrê, ji kar dûrkirina şehridar Abdullah Demirbaş û encumena şehridarîyê, dînemîtkirina têkilîyên Kurdan û Tirkan e. Eve şînkirina kîn û nefreta di navbeyna xelkan da ye. TC bi van biryar û kiryaran, bi destê xwe prosesa dawî li hebûna xwe înanê dide dest pê kirin.

Em vê biryar û kiryara TCyê şermizar dikin. Bila rûyê wan reş be. Xelkê me divêt li nûnerên xwe yên di şehridarîyan da xwudan derkeve. Bersiva herî xurt jî di hilbijartinên 22ê Tîrmehê da divêt bête dan û ji Amed û ji bajêrên dî yên Kurdistanê divêt yêk rehî jî bo kes û partîyên sîstemê kolonyalîzma TCyê dernekeve û hemû rehî li dor navên namzetên Kurd yên DTPyî bêne kom kirin.

Gotinekê jî em li ser reftara Yêkitîya Ewrûpayê bêjin; ev biryara TCyê li goreyî normên YEyê skandal e û bê bedel namîne. Gelo YEyê beramberî vê bêperwatîya Tirkîyeyê, ku namzeta YEyê ye, dê çi bike, em mereq dikin û helbet hêvî dikin ku pozisyoneke di rêza heq, huqûq û normên demokrasîyê da werbigire ku ew teref jî alîyê xelkê Kurd e.

Biryar û kiryara Dadgeha Şewra Dewletê û bi giştî TCyê divêt bête protesto kirin û piştevanîya şehridar Abdullah Demirbaş û hevalên wî bête kirin!

Şehridar Abdullah Demirbaş û endamên Encumena Şehridarîya Sûrê divêt vegerin ser karê xwe!

15 Hezîran 2007

MEDENÎ FERHO, Nivîskar
ROJAN HAZIM, Nivîskar
HAYDAR IŞIK, Nivîskar
MÎRHEM EGÎD, Rojnamevan
DERWÊŞ FERHO, Şair, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

serî