Di
dîroka hemû xelkan da hêzên destpêkê yên çekdar, yên ku ji bo rizgarî
û azadîyê çek hilgirtî, navdar in, bihadar in, bi rû û rûmet in, hetta
gava sal bi dûv sala ketin, dibin efsane jî. Ji xwe heke ew hêzên çekdar ji
demê borînde derbazî demê mayînde bûn û li paş xwe destkevt û nîşanên
serkevtinê û avakirina jîyaneke azad dane xuya kirin, hingê êcarî mezin
dibin di çavê xelkê xwe da. Wekî bawermendên dînên esmanî dibêjin, ”şukur”
ku xelkê me jî ev hêzên çekdar hebûn û îro jî hene ku xwe pê serbilind
dikin. Di bizava rizgarkirin û azadkirina parçeyê welatê me yê başûr
da ev ”qûwayî millîye”yên bi dersok ”pêşmerge” bûn û ew jî
efsane bûn. Îro ew hêza efsane di demê nû yê azad da, bi cil û berg û
şewqeyên leşkerî yên demê dewletî da, rola xwe ya asayiş û
parastina welatî tînin cih. Belêm hêj jî dest ji dersokê bernedane û wekî
stupêçikekê diavêjin stuyê xwe û wê tradisyona dersokê didomînin. Anku
ew hêj jî ”qûwayî millîye”yên bi dersok in…
Li
bizava parçeyê bakur yê Kurdistanê ev hêza çekdar bi navekî înternasyonal
tête zanîn: Gerîlla. Navê ”Gerîlla” ji bo xelkê bindest hêza avnehîyê
û biryardarîya azadbûnê îfade dike, belêm ji bo dijmin jî sehma herî
mezin e. Ev gotina sihrî ya ”Gerîlla” bi serê xwe sempatîyekê bi xwe ra
tîne û hejêkirineke tîr peyda dike di dilê mirov da. Em bi gerîlla, partîzan
û kapîtanosên xelkên dî gelek şa dibûn û me piştevanîya herî
bilind nîşanî wan dida. Cihê şahîyê ye helbet ku me jî gerîlla
hene û gerîllayên me bi dersok in û li ber dilê xelkê xwe jî ezîz in.
Dersok hem nîşaneya gerîllatîya wan e, hem jî di her şertî da
hewcehîyeke pêdivî ye ji bo wan. Dersok
ji bo gerîllayan hind bûye sembol ku, li welatên Îskandînavyayê wekî
“dersoka partîzanî” tête nas kirin. Gerçî şervanên Filistînîyan
jî dersok bi kar tînan, belêm di nav têkoşîn û berxwedanên azadîyê
da dersok zêdetir bûye sembola pêşmerge û gerîllayên xelkê Kurd…
Di serê sedsala bîstan da çekdarên Kemalîstan jî bi “Qalpax” bûn û
digel xwûna gelek xelkan, xwûna Kurdan jî rêjan van qalpaxseran!. Ji ber
hindê ye ku îro jî li Tirkîyeyê Kemalîst ji bo xwe “Qûwayî Millîyeyên
bi qalpax” dibêjin!..
“Qûwayî
Millîye”yên bi dersok jî temsîla bawerîya neteweparêz û welatparêzîya
xelkê Kurd dikin. Xelkê Kurd, li bakur dijî rejima kolonyalîst ya Tirk, bi pêşengîya vê
“Qûwayî Millîyeya bi dersok” têkoşîneke xurt
û dijwar dide. Yêk
ji dînamîkên herî saxlem yên vê “Qûwayî Millîye”yê di serî da gerîllayên
bi dersok in. Gerîllayên
bi dersok, ji Guruna Sêwasê heta Elkîya Hekarîya li hemû çîya û banîyên
Kurdistanê di nobeya welatî da ne û di vê nobedarîya xwe da dersok ji ser
serê wan kêm nabe. Mîrxanê Sadî, ku
evro xwecihê Mexmûra bakur e, ji Pîrosaya
li bin Derîyê Zêr yê Katoyê Elkî bi dersoka xwe bû gerîlla û bû
nobedarê çeperê welatparêzîyê. Kurê wî Sadîyê Mîrxan di nav têkoşînê
da mezin bû û nihe bi cîba xwe ya reş li evrazî, nişîv û berwarên
navçeya Biradosta û bilindahîyên Kêleşînê dîreksîyonê dizivirîne
û çu cara dersokê ji ber destê xwe dûr nake… Piştî gundê Lêtana
Biradosta, gava tixûbê “Warên Parastina Medyayê” dest pê dike, ji bin
her berî, ji nav her dolekê, ji pişt her qurmê darekê “Qûwayî Millîyeyên
bi dersok”, anku gerîlla derdikevin. Van Qûwayî Millîyeyên bi dersok, ew
dol û nihal, ew pesar û betenên Biradosta û Kêleşînê kirine çeperên
parastina welatî. Wan jîyaneke nû, di nav wê xwezaya hov da organîze kirine
û bi vê organîzebûnê xwe amadeyî organîzekirin û jî nû ve avakirina
welatî dikin.
Leşkerê
Elbakî li ser cîba bi “arazî”, Sofîyê ji deşta Amedê bi hizira
nivîsîna romanekê, Sîpanê Êzidî bi Klaşnîkofa xwe ya Rûsî, Qasimê
ji rojavaya Kurdistanê jî bi berdevkî û rênîşanerîya biryargehê,
gava di nav wan çeperan da wekî bayê bezê diçûn û dihatin, hemû jî bi
dersok bûn. Mustefa Avareş, di nav wê xwezaya bijûn û jînde da timamî
qurmiçikên li ser û rûyên xwe yên ji wehşeta hefsa Amedê mayî rast
kiribûn û bi rûyekî geş û saxlem behsê nêzîkahîya hesûya azadîyê
dikir. Mustefa Avareş, wekî bi dengê xwe yê gur li ser salên borî
diaxivt, gelek heq digot ku wekî wan dest bi vê têkoşîna demdirêj kirî,
sermayeyê wan zanîn, bawerî û rika têkoşînê bû. Mustefa Avareş,
gava ev hevok ji devê wî derdiketin, dîsa ve gelekî heq bû, ji ber ku jîyana
pratîk şahida van gotinan bû. Ew di destpêkê da mistek mirov bûn, belêm
evro hizaran mirov in. Nihe “Qûwayî Millîyeyên bi dersok” ji wan
bilindahîyên Biradosta û Kêleşînê heta Guruna şîn ya Sêwasê
nobedarîya welatî dikin û di wan nobeyên xwe da dersokê ji ser stu û serê
xwe kêm nakin. Ew Qûwayî Millîyeyên bi dersok li çîya, zozan û hemû
bilindahîyên welatî, di çeperên parastina welatî da temsîla wijdana
neteweyî jî dikin. Yêk ji wezîfeya neteweyî jî ew e ku di deşt û bajêran
da jî vê xeleka “Qûwayî Millîyeya bi dersok” mezintir bikin. Samed û Bêrîvanên
gerîlla çawa li çeperê pişt gundê Lêtana Biradosta bi dersok bûn,
divêt Erena li Stanbolê, Aysela li Enqereyê, Songula li Dêrsimê, Muqeddesa
li Bazîdê û Ehmedên li her koşeyê Kurdistanê, Sêvê û Esmanên dîasporaya
Kurdî û pêkve xelkê me jî bi giyan û hesûya gerîllayên Lolanê bibine
“Qûwayî Millîye”yên bi dersok. Ji Lolana Biradosta heta Guruna Sêwasê,
pêkînana enîya “Qûwayî Millîyeya bi dersok” mumkun e,
pêdivî ye û ji bo vehûnandina
vî çeperî jî dem tam jî îro ye.
ROJAN
HAZIM
10 Kanûn 2006