Quo Vadis Tirkîye?
Tirkîyeyê dîsa ve hespê xwe yê “ponî” zîn kirîye!. Suwarê “hespê ponî” qemçîya xwe hilgirtîye destê xwe, cizmeyên xwe yên çerm û bask dirêj kêþayîne pêyên xwe, kumê xwe yê “Qewqasî” kirîye serê xwe, þûrê xwe ji kavlanî derêxistîye, li ser piþta hespî dihejîne û “Gurgê Boz” jî li teniþta hespî dilûre û pêkve derketine sefera Kurdistanê!. Hay maþallah!. Barîkela!. Çi bikin? Gava mirov vî suwarê hinde î bi hîddet dibîne, dixwaze jê bipirse: Quo Vadîs?. Belê “suwaro”, “Quo Vadîs”? Xwudê çavên te “têr bike”!. Parçeyê herî mezin yê Kurdistanê, ku hinde sal in di bin postalên te da dagîr e, xelkê Kurd di bin qemçî û zulm û zora te da dinale, ma ne besî te ye ku te nihe jî çavên xwe berdayîne parçeyê baþûr?!
Helbet eve îronîyek e!. Tirkîyeyê ji mêj were hêza mantiq berze kirîye, belêm di roja îro da êcarî mantiqî îflas kirîye li Tirkîyeyê. Ji ertêþê heta medyayê, ji xelkê sivîl heta burokrasîyê pêkve derketine nêçîra Kurdan. Buyukanit û tîma xwe borîzanîya þerekî xurt yê di navbeyna Kurda û Tirkan da dikin. Unîversîteyên Tirkîyeyê, ku goya kan û kuçikên zanîn, zanyarî û perwerdeyê ne, adeta bi hev ra berabezînkanê dikin di qutana dahola þerê dijî xelkê Kurd û Kurdistanê da. Edîtorên medyayê ji xwe bûyne ”generalên sivîl” û ji ekranên TVyên xwe, ji radyo û rojnameyên xwe banga fermana Kurdan dikin. Piranîya xelkê Tirk jî di bin vê propaganda û ajîtasyona faþîzan û þovenîst da wekî garana gamêþa bi ser avahîyên Kurdan da digirin û slogana ”Bo Kurda mirin” diavêjin. Tirkîye pêkve hewaser bûye û bi timamî xwe winda kirîye. Ji devê ”biaqilê wan” heta ”bêaqilê wan” kîn û nefreta dijî Kurdan pêve tiþtek dernakeve. Ertêþ di nav vê atmosferê da li milekê li ”nav tixûb” þerekî xedar didomîne û êdî çekên kîmyayî û bombeyên agirî bi kar tîne beramberî gerîllayên HPGyê, li milê dî jî gefên mezin li ser Kurdistana Federal dixwe. Emirkurt Erdogan jî ”tezkere” ji meclisê wergirtîye û ertêþ li ber ”emir û fermana” Erdogan hazir û amade ye ku xwe berde ”binxetê”!. Bo xwe binas hazir kirine; ”Merkeza terorê Qendîl” e!. [Di ferhenga TCyê da Qendîl û PKK bûyne yêk mana!.]. Þik têda nîne ku armanca ertêþê û bi giþtî TCyê tinê ne ”Qendîl” e, herwisa bi giþtî Kurdistana Federal e jî û ji xwe vê nîyeta xwe jî êdî venaþêrin. Hemleya xwe ya pêþîn jî kirin, belêm serê xwe li zinarê HPGyê dan û di gelîyê Oremarê da þkesteke mezin xwarin. Encam nêzîkî 40 eskeran kuþtî, bi dehan birîndar û heþt [8] leþker jî dîl dane destê HPGyê. Eve hezîmeteke mezin bû bo ertêþa ”efsane” ya Tirk!. Ji xwe ertêþê piþtî vê têkçûnê, daku vê bêkêrîya xwe bipeçine, dest bi organîzekirina xelkê sivîl kir ku dijî Kurdan dakevin kolana. Ertêþê vê gavê bi vê ajîtasyona faþîstî þkesta xwe daye ji bîr kirin. Lê belê, eve ”îlanihayet” wisa naçe. Erdogan jî bi çend wezîrên xwe ketine nav ”dîplomasîya mekîkî” û dixwazin berpêyên ertêþa xwe xweþ bikin ku bikeve nav tixûbên Kurdistana Federal.
Maskeyê TCyê, yê ertêþê ketîye û dinya dibîne ku ertêþa Tirk, bi navê dewleta xwe dixwaze destkevtîyên xelkê mezlûm, Kurdan, ji destê wan bistîne û dinyayê li wan teng bike. Xelkê Kurd jî, her di serî da li baþûr û li hemû parçeyan û meydanên dîasporayê, gelek bi zelalî vê niyeta ertêþ û dewleta Tirk dizanin û nerazîbûna xwe bi dengekî bilind nîþan didin. Li bajêrên Kurdistana Federal heta gundên ser tixûb, xelkê Kurd rabûye ser pêya û dijî dagîrkerîya TCyê protestoyên xwe bilind dikin. Kurd li parçeyên dî û li dîasporayê jî protestoyên xwe yên beramberî TCyê didomînin. Ertêþ û hukûmeta TCyê dixwazin dîroka payîza 1998ê ya li ser Sûrîyeyê, ku hingê Ocalan ji Sûrîyeyê dane derêxistin, vê carê jî li ser ”Iraqa nû” û Kurdistana Federal dubare bikin ku rêvebirên HPG û PKKyê an bidine wan, anjî ji çeperên ”ser tixûb” bêne derêxistin û dûr kirin. Belêm bersiva herî xurt rêvebirên Kurdistana Federal dane TCyê. Mesut Barzanî gelek aþkera got ku ew yêk Kurdî jî teslîmî dewletên cîran nakin. Celal Talabanî bi gotina ”em pisîkeke Kurdan jî nadin”, reftareke neteweyî nîþan da. Kurdan beramberî vê fiþara TCyê piþta hevdu girt û rê nedan provakasyonên TCyê ku dîsa ve Kurdan berde hev. Halîhazir hewayekî yêkgirtî heye di nav Kurdan da û divêt eve hem bête parastin, hem jî bête xurttir kirin. Amerîka û sekreterîya UNê jî dijî hewildana TCyê ya dagîrîya li ser baþûr pozisyona xwe kivþ kirine û dij in. Di vî warî da tinê ”rêvebirên burokrat” yên Yêkitîya Ewrûpayê durûtîya xwe didomînin û destekê didine TCyê ku eve ji bo YEyê rûreþîyeke mezin e û binpêkirina hemû normên xwe yên demokratîk e. Kurdan pêkve pozisyona xwe aþkera kirine ku ew dê dijî dagîrîya TCyê li ser baþûr, berxwedaneke mezin nîþan bidin. Di van þertan da konjonktûra navçeyî û ya navneteweyî di eleyhê TCyê da ye.
Vêca li ber vê tabloyê em dê pirsa xwe dubare bikin bo TCyê; Quo Vadis Tirkîye?!. Ji ber ku Kurd hirmîkan kom nakin û ne pez in ku stuyê xwe dirêjî ber satora TCyê bikin ku ew jî jê bike!. Gelek aþkera agirekî gur û sojer li hêvîya ertêþa Tirk e ku dê têda bisuje. Ertêþa Tirk û timamî TCyê nîþana vê yêkê di berxwedana Oremarê da divêt dîtibin. Gavek zêdetir çûyîn dê ji wê felaketê mezintir têkçûnê bîne serê wan. General Buyukanit û tîma xwe, xuya ye ku dixwazin bibine Enwer Paþayê duyê û wê hezîmeta ku ertêþa wan li bakura Kurdistanê li ”Çîyayên Allahûekber”ê li Qersê li 1915ê dîtî, di nav dol û nihal û gelî û çîyayên asê yên navîna Kurdistanê da jî divên bibînin û bi hizaran leþkerên xwe bidine telifandin.
Tête hêvî kirin ku rêvebirên TCyê xwe li agirekî wisa nedin û hêj rê ye nêzîk, ji vê maceraya ku dê fatûraya wê li ser wan giran raweste, xwe dûr bikin û rojek zûtir digel PKK-HPGyê rûnin ser maseyê û rê li ber pêkhatineke maqûl vekin. Di þer da israr her roj û her seet þkestina Tirkîyeyê ye. Þer dawîya wan e, li hev hatina digel Kurdan di xêra wan da ye. Tercîh ya wan e!.
ROJAN HAZIM
28 Çirî 2007