paşve

 

Piştî hilbijartinên 22ê Tîrmehê yên Tirkîyeyê

 

ROJAN HAZIM

 

Wekî tête zanîn, hilbijartinên 22ê Tîrmehê li Tirkîyeyê, di nav krîza hilbijartina serokkomar da, pêşdem [pêşwext] çêbûn. Hem ertêşa Tirk, hem jî derûdorên nasyonalîst yên Tirk hemû giranahîya xwe danan ser hilbijartinan ku hem rê li ber namzetên serbixwe yên Kurd bigirin, hem jî hejmara rehîyên AKPyê, [Partîya Edalet û Pêşveçûnê], partîya Teyîb Erdoganî kêm bikin û rê li ber CHPya Baykal [Partîya Xelk ya Komarê] û MHPya Bahçelî [Partîya Hereketa Nasyonalîst] vekin. Lê belê, encama hilbijartinan berevajî xwastina ertêşê û nasyonalîstan tabloyeke nû derêxiste meydanê. AKPya îslamîst rehîyên xwe zêde kirin û hejmareke bilind ya parlementeran derêxist. Namzetên serbixwe yên ji lîsteya DTPyê jî hemleyeke baş kirin û 22 parlementer derketin. Me bi xwe jî li dor 25 parlementeran texmîn dikir. Kêm derketina parlementerên Kurd helbet di serî da ji zulm û zora dewletê dihat, lê binasên [sebebên] ku ji şaşîya DTPyê derketî jî hebûn. Hema du parlementer ji Agirî û Hekarîyê ji şaşîya DTPyê bi xwe hatin berze [winda] kirin. Hasilî armanc grûb danan bû û kêm zêde gihiştin armancê, lê hejmara grûbê li parlementa Tirkîyeyê mînîmûm 20 e û ev hejmare jî gelek krîtîk e. Ji wan 22 parlementeran yêk serokê partîyeke çep ya Tirk bû û ew vegerîya nav partîya xwe. Parlementerên serbixwe yên Kurd berî sûndxwarina li parlementê bûne endamê DTPyê û bi vî rengî DTP bû xwudan grûb di parlementa Tirkîyeyê da.

Di dîroka Kurdistanê û ya Tirkîyeyê da, ewil car e ku grûbeke parlementerên ku bi navê xelkê xwe, xelkê Kurd, dikevin parlementa Tirkîyeyê. Gerçî fermîyen bi navê ”xelkê Kurd” nayê gotin, ji ber ku makqanûn [qanûna esasi] û qanûnên dî ji bo binavkirineke bi vî rengî asteng in, lê axir meşrûyen bi huvîyeta polîtîk ya Kurdî û herweha bi huvîyeta etnîk ya Kurdî ketin parlementê û vê gavê grûba parlementerên Kurd bi navê partîya xwe, DTPyê [Partîya Civaka Demokratîk], temsîla xelkê Kurd di parlementa Tirkîyeyê da dikin. Helbet dewlet, partîyên sîstemê wan bi vê huvîyetê qebûl nakin, lê di encam da hem li ber dilê xelkê Kurd, hem jî di meşrûîyeta cîhana demokratîk da, temsîla xelkê Kurd dikin ku eve giring e.

Dewlet, ertêş axir pêkve sîstem ne li hêvîyê bû ku Kurdên ku bi hişyarî û zanahî li doza xwe xwudan derdikevin, dê bi hejmareke têra grûbê bêne hilbijartin. Wan hisaba çend kesan dikir. Piştî ku grûb çêbû, demildest di hindek mafên parlementeran da guhorînên negatîv kirin. Di serî da hevkarîya malî ya ji butçeya dewletê tixûb [sînor] kirin ku DTP hevkarîya malî ji butçeya dewletê wernegire. Ji bo hevdîtinên parlementeran yên berfireh jî astengên nû înan [anîn]. Berê parlementeran dikarî seradanîya girtîyên polîtîk bikin. Lê nihe rê li ber vê yêkê birîn ku parlementerên DTPyî neçin seradanîya Abdullah Ocalan û girtîyên dî yên polîtîk yên Kurd nekin. Ev refleksa negatîv ya dewletê, îşareta xêrê nebû û ji vê reftarê [helwestê] jî kivş dibe ku dewlet bi hemû çerxa xwe ve dê dora parlementerên DTPyî ablûka bike û qabilîyeta hereketa wan hetta mumkun be dê teng bike. Berpirsiyarên dewletê mesajên gelek vekirî û konkret didin ku parlementerên DTPyî polîtîka Kurdayetîyê nekin. Heke di destpêkê da dest bi danana ablûka û astengan kirin, xuya ye ku dê vê polîtîka xwe ya negatîv bidomînin. Helbet hêj dem zû ye û parlementê nû dest bi xebatê kirîye. Hukûmeta nû jî AKP dadimezrîne û heke ”surprîzeke leşkerî” nebe, serokkomar jî dê bibe parlementer û wezîrê karê derve yê AKPyî Abdullah Gul.

Tabloya nû ya parlementê ji bo parlementerên Kurd yên DTPyî ne gelek rehet e. AKPyê piranîyeke mezin heye. MHPya faşîst û CHPya sosyalfaşîst jî du grûbên mezin in. Bi taybetî MHPyê aşkera kir ku ew dê di ”pirsên neteweyî yên Tirk da” piştevanîya AKPyê bikin ku hukûmeta Erdogan hewceyî grûba DTPyê nebe. CHP ji xwe di nav reftareke gelek negatîv da ye beramberî bizava demokratîk ya Kurd. Lewma berpêyên grûba parlementerên DTPyî gelek tengav e û hindî ji hukûmetê, ji partîyên dî yên sîstemê bêt dê çenbera li dor grûba DTPyê teng bikin û dest bi vê yêkê jî kirine. Di vê tabloya negatîv da grûba Kurd nikarin xwastekên xwe yên demokratîk pratîze bikin. Belêm digel hemû fişar û astengîyan jî dikarin dengê xwe derêxin, xwastekên xwe bi huvîyeta parlementerîyê bigihînin bîr û rehîya giştî ya navxwe û derve. Dîsa ev huvîyeta parlementerîyê dê îmkanê trafîka dîplomatîk ya derve jî bide parlementeran ku vî kanalê înternasyonal di qazanca xelkê Kurd da bi kar bînin. Ji bo ku pirsa xelkê Kurd, xwezî û daxwazên demokratîk û mirovî yên xelkê Kurd di rojevê da bêne ragirtin, îmkanê grûb bûyînê awantajek e û grûba DTPyê dikare di van waran da roleke aktîv û pozîtîv bileyize.

Di van şertên dijwar da rol û berpirsiyarîyeke zêdetir ji grûba DTPyê hêvî kirin helbet ne realîst e. Her di serî da makqanûn bi xwe antî Kurd e û qeyd û benda herî mezin e li pêşîya parlementerên Kurd. AKPya îslamîst jî herçend hejmareke bilind ya parlementeran hebe jî, tirsa wan jî ji ertêşê û terefên dî yên nasyonalîst heye û AKP û Erdogan di pratîka berî hilbijartinan da jî nîşan dan ku hindî hûn bêjin pragmatîst in û karê ku ertêş û nasyonalîst jê aciz in nakin, ku acizîyeta ertêşê û nasyonalîstan jî Kurd in û qet naxwazin AKP xwe nezîkî Kurdan bike ku ji xwe derdekî wisa yê AKPyê jî nîne. AKP di vê peryoda iqtidara xwe ya nû da jî dê pragmatîzma xwe bidomîne û xwe ji bo Kurdan naavêje rîzîkoyan. Lê belê, di vî demê nû da AKP mumkun e ku têkilîyên digel Yêkitîya Ewrûpayê pêşvetir bibe û parlementerên Kurd jî dikarin ji vê momentê îstifade bikin û diyaloga xwe hem digel hukûmeta AKPyê, hem jî digel dem û dezgehên Yêkitîya Ewrûpayê bidomînin. Di demekî hinde nazik da hebûna grûbeke parlementerên Kurd di parlementa Tirkîyeyê da keysek e, awantajek e heke parlementerên DTPyî bikarin bi rengekî pozîtîv bi kar bînin. Şik têda nîne ku bi taybetî ertêş û partîyên nasyonalîst yên wekî CHP û MHPyê dê hukûmeta AKPyê tengav bikin ku digel hev grûba DTPyê di parlementê da îzole bikin û hetta tecrît bikin ku nikarin tiştekê bikin û wan bê hereket bihêlin.

Di nav şertên heyî da, hesûyeke [aso] ronahî li pêşîya grûba parlementerên Kurd, grûba DTPyê xuya nake. Hukûmet jî, partîyên dî jî keysî nadine grûba DTPyê ku bi navê xelkê Kurd rolekê bileyizin û ji ber hindê jî dê hemû derên dîyalogê bigirin. Anku sîstem pêkve dê ji hemû alîyan ve dora grûba DTPyê tengav bike. Lê DTPyî jî divêt bi hostahî vê çenberê bişkênin û heta dawîyê kanalên dîyalogê vekirî bihêlin. Îro rewşa herî xirab ew e ku dewlet bi hemû mekanîzmayên xwe ve rê nade dîyaloga digel Kurdan. DTPyî jî divêt bi destûra ”Dîyaloga herî xirab, ji bê dîyalogîyê baştir e” hereket bikin û hemû der û pencereyên dewletê bidine zorê ku daxwaz û xwastekên xelkê Kurd bi dewletê ra bigihînin. Ji bo vê yêkê jî divêt hem digel hêzên sivîl û demokratîk yên Tirkîyeyê, hem jî bi hemû hêzên neteweyî yên Kurd ra têkilîyên xwe germ bikin ku bikarin beramberî ”mekanîzma fermî” ya dewletê destê xwe xurt û saxlem bikin. Grûba DTPyê hem di xwastekên xelkê Kurd da, hem jî di şertên îro yên dewleta Tirk da, li milekê divêt rasyonel hereket bikin, li milê dî jî tixûban bidine zorê, anku aktîv û dînamîk bin û hemleyên maqûl bikin.

Li goreyî sîstemê huqûqa îro ya Tirkîyeyê nebe jî, di rastîyê da grûba DTPyê ”Fraksîyona Parlementerên Kurdistanê” ye û ev grûb di nav sîstem û huqûqa antî demokratîk ya dewleta Tirk da, pêdivî ye ku bi îdealên bizava neteweyî û demokratîk ya xelkê Kurd ve girêdayî bimînin û li milekê mîsyonê dîyaloga digel dewleta Tirk bi cih bînin, li milekê jî bi cesaret xwe li ber hemû êrişan ragirin û di xwastek û daxwazên demokratîk yên xelkê Kurd da bi israr bin. Belêm helbet ev mîsyonê dîyalogê yê grûba DTPyê, di pratîkê da gelek dîrekt bi rewşa şerê Tirkîye û Kurdistanê ve, anku bi pozisyona ertêşa Tirk û gerîllayên Kurd ve girêdayîye.

Darekî sihrî di destê grûba DTPyê da nîne û di vê tecrubeya ewilî da nikarin gelek tiştan bikin. Belêm dikarin rê û kanalên dîyalogê vekirî bihêlin û vê pozisyona xwe di meydana dîplomasîya navneteweyî da bi rengekî pozîtîv bi kar bînin. Digel van hemû karan dikarin bibin pireke têkilîyê jî di navbeyna Kurdistana Federal û bizava neteweyî û demokratîk ya bakur da, ku eve jî bi serê xwe di qazanca xelkê Kurd û doza Kurdistanê da ye.

ROJAN HAZIM

17 Tebax 2007

Not: Ev nivîsar di hejmara 12an [26 Tebax 2007] ya Kovara Bizaw da -li Kurdistana Federal- hatîye weşandin.

serî