paþve

 

Piçek berpirsiyarî!

 

 

 

ROJAN HAZIM

 

 

Xelk û neteweyên di nav prosesa têkoþîna neteweyî û demokratîk da, berî her tiþtî pêdivîyê yêkitîya navxweyî ne. Dijminên dagîrker û kolonyalîst jîyê desthilata xwe ya xwûnawî tinê bi darê zorê dirêj nakin. Yêk ji metodên wan yên dijmirovî jî, parçekirina yêkitîya xelk û neteweyê bindest e. Eve digel ku ji teref herkesê ve tête zanîn jî, belêm dîsa ve di vî warî da þaþî têne kirin. Li ser vê yêkê devê parêzerên yêkitîya neteweyî zuha bûye, hindî ku vê pirsê dubare dikin û bi dengekî bilind dibêjin. Lê ji pratîka tête jîyan kivþ dibe ku, di vî warî da dê hêj gelek bête nivîsîn û axivtin, bang û hawar bêne kirin. Yên ku di vê pirsa neteweyî da xwe berpirsiyar dizanin, nawestin û divêt vê rola xwe ya çêker bi israr bidomînin.

 

Lê belê, heke digel vê berpirsiyarîya neteweyî, þaþî jî bi israr bêne dubare kirin, bêne domandin, hingê bivê nevê þika nîyetên negatîv tête bîr. Nihe herkes baþ dizane ku hindek element, obje, sembol û hebûn hene ku xelk û neteweyan pêkve girêdidin, yêkitîya wan, hebûna wan temsîl dikin, nîþan didin. Di nav van elementan da jî hindek hene ku þertê ”hebûn”ê ne. Ziman yêk ji van elementan e ku xelk û neteweyan bi nav dike, bo wan xelk û neteweyan dibe îdentîtêt. Ziman bi wî xelk û neteweyî ve dibe ziman, xelk û netewe bi wî zimanî ve dibe xelk û netewe. Ziman bi vê rola xwe ya sereke, di parastina neteweyan da dibe garantîya paþeroja xelk û neteweyan. Vêca pirs hinde ron û zelal e. Zimanê Kurdî elementê bingehîn û sereke yê hebûna xelkê Kurd, neteweyê Kurd e. Garantîya paþeroja neteweyê Kurd bi parastina vî elementî dibe. Ziman herwisa temsîla yêkparetî, yêkbûn û yêkitîya neteweyî jî dike.

 

Asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî baþ tête zanîn. Bi taybetî di nav tixûbên fermî yên Tirkîyeyê da, li bakur, aþê asîmîlasyonê hind xedar tête bi kar înan ku adeta bêhn li zimanê Kurdî tête çik kirin. Li milê dî, Kurd bi xwe jî di nav xemsarîyeke bêtixûb da ne beramberî zimanê xwe û eve jî wekî otoasîmilasyonê encam dide ku avê dikêþe ser aþê asîmilasyona dewleta dagîrker û kolonyalîst ya Tirkîyeyê. Dijî vê polîtîka bêbext, neheq û bêdad ya Tirkîyeyê, ji bilî rê û metodên leþkerî, polîtîk, sivîl û demokratîk, di warê ziman bi xwe da jî têkoþînek tête dan. Daku þuûra neteweyî ya bi kar înana ziman di her xeleka jîyanê da bête bilind kirin, li dehan rê û metod, teknîk û formûlasyonan tête gerîyan û di pratîkê da jî têne bi kar înan. Li milekê ev kar û xebate têne kirin, belêm li milê dî jî, nîyet çi dibe bila bibe, ev tarz xebate, axir bi rengekê, têne asteng kirin. Ji burokratîzm û egoîzma organîzasyonî heta çavnebarîya kesînî, ji tengbînîya îdeolojîk û polîtîk heta neteweyî nefikirînê, sedan barîyer têne danan li pêþ kar û xebatên bizava zimanî. Kes be, rêxistin be, ferq nake, ev nisaxîye, bi reng û dozajên ji hev cuda jî be, li seranserê Kurdistanê di nav civata Kurd da heye û mixabin ku ber bi kronîkîyê ve jî diçe. Divêt neyê ji bîr kirin ku her tehrîbata li ser bizava xwudanderketina zimanê Kurdî, dîrekt tesîreke negatîv ya tehrîbkar li ser yêkitîya neteweyî jî dike.

 

Di roja îro da, du tiþt hene ku divêt li ser wan yêkdengî hebe: Zimanê Kurdî û alaya Kurdistanê. Alaya Kurdistanê wekî sembol ”obje” ye, belêm dîsa ve temsîla yêkparetî û yêkitîya neteweyî dike. Digel hindê jî ne ”ayet û ehda dînî” ye. Bi mutabeqeteke neteweyî dikare bête guhorîn jî. Belêm ziman ne wisa ye. Ziman jî alaya dengî ya xelk û neteweyan e, belêm ne ”obje” ye. Ew þertê hebûna xelk û neteweyan e. Lewma kes nikare teserufekê li ser bike. Lê mixabin ku îro li ser kar û xebatên zimanî, daberizînên îdeolojîk, polîtîk û pragmatîk yên organîzasyonî têne kirin. Ev reftar û polîtîke misqalek jî xizmeta bizava neteweyî nakin, hetta xizmeta armancên organîzasyonan jî nakin. Çi sosyopolîtîk bin, çi sosyokulturel, çijî sosyoekonomîk bin, bi giþtî organîzasyonên neteweyî yên Kurd û Kurdistanî, divêt li ser du hebûnan, li ser zimanê Kurdî û alaya Kurdistanê, nekevin nav hisab û kitab û berjewendîyên xwe yên teng û rêxistinî. Zimanê Kurdî wekî alaya dengî, alaya Kurdistanê jî wekî sembol, divêt þubî xerc û çîmentoya yêkparetî, yêkbûn û yêkitîya neteweyî bêne qebûl kirin. Tête hêvî kirin ku kes û hêzên ku ji bo doza Kurd û Kurdistanê têkoþînê didin, bedelên mezin didin, kar û xebatên fedakarane dikin, li ser van du zemînên hevgirtina neteweyî mîlîmek jî xwe þaþ nekin, varê nebin û van herdu bihayên neteweyî bi eþqeke mezin ya neteweyî biparêzin. Di vî warî da heqê her Kurdekê heye ku bêje ”piçek berpirsiyarî!”.

 

ROJAN HAZIM

 

28 Nîsan 2008

 

serî