Ji
pêşgotina pirtûka „Paşeroj“ê
Li
ser bêjeya „Paşeroj“ê
ROJAN HAZIM
Têbînî:
Li
ser navê pirtûkê, “Paşeroj”ê jî, dixwazim çend gotina bêjim. Eve
midehekî dirêj e ku di cîhana nivîsîn û bi giştî çapemenî û
medyaya hindek Kurdên bakur da adeta bagerek li ser vê gotinê tête rakirin
ku heçku ev gotine ji ber perê esman hatîye xwarê!
Cîhana
zanyarîyê bêyî riberiz nabe. Şaş an rast, axir divêt riberizek
hebe. Belêm, divêt herwisa kalîteyek û standardeke zanyarîyê jî di van
riberizan da hebe. Herweha riberiz divêt bi armanc bin, berwer bin. Heke
riberiz di nîveka çembereke fasîdê da hate zivirandin, êdî ew riberiz
stewr dibe û domandina wê bê mana ye. Çawa li ser şaşîyan
riberiz, krîtîk û polemîk têne kirin, li ser rastîyan jî dikare bête
kirin. Belêm hindek rastî hene ku riberiza li ser wan bi gotina herî sivik
karekî pûç e! Yêk ji van karan jî riberiza li ser gotina “paşeroj”ê
ye. Bi taybetî hindek qelemdestên ji Kurdên rojavayê û hevtixûbên Tirkîyeyê,
şûna vê gotina “paşeroj“ê anku şûna “musteqbel”ê,
“gelecek”ê, “futur”ê, gotina “pêşeroj”ê bi kar tînin. Hind
jî ji xwe razî ne, heçku wan Amerîka ji nû ve keşif kirîye û bi
“dîtina” vê gotinê jî zimanê Kurdî ji sefaleteke mezin xilas kirine! Bêyî
lêgerîn, pirsîn, gelo ka li navçeyên dî yên Kurdistanê bo
“musteqbel”ê çi tête gotin, çi dibêjin, anjî di zaravayên dî yên
Kurdî da çi heye nîne, hema yêkser radibin ji bin serê xwe gotinên naylon
û sentetîk çêdikin û belav dikin! Ev kes û derodore, mixabin di şertên
îro da xwudan imkan in û çapemenî û medyayek jî di destê wan da heye,
lewma jî van gotinên xwe yên şaş û ne di cih da, gelek bi sanahî
didine belav kirin û bi kar înan. Belêm digel vî bayê terora wan jî, divêt
di rastîyê da bête israr kirin û gotinên qedîme zimanê me, yên xwerû
Kurdî û hizar salî, bêne belav kirin û di her şert û delîveyî da bêne
bi kar înan.
Yêk
ji serê binasan jî, materyalên heyî û bi taybetî jî mentalîteyê bi kar
înana van materyalan e. Dogmatîkbûn, mixabin belêm di nav civata me da adeta
bûye asêtî. Eve ji kultura tabûperestîyê têtin. Di warê ziman,
helbet zaravayê kurmancî da, xebatên gelek bihadar, birayên Bedir Xanî,
Celadet û Kamuran Bedir Xan kirine. Lê
belê, di encam da ew jî mirov in. Şertên wan, keys û delîveyan, imkanên
wan dest nedaye ku li çarnikarê Kurdistanê bigerin û gotinan berhev bikin,
an lêkolînên berfirehtir bikin anjî bidin kirin. Tiştê ji wan hatî û
yê ketîye ber destê wan, bi kar înane û weşandine, çap kirine. Belêm
tiştekî aşkera ye ku xebata wan ya li ser zaravayê Kurmancî hem kêm
e, hem jî hindek şaşî jî têda hene. Zemînê lêkolîna wan ya li
ser zaravayê Kurmancî, ji rojavaya Cizîra Botan û ber bi Berîya Mêrdînê
û rojavaya Kurdistanê ve ye. Hetta di tekstên wan da devokê rojhilata Cizîra
Botan jî kêm e. Zêdetir devokê Cizîra Rojava, Kamişlo û Kurdên
Şam û Lubnanê bi giranî ye. Xebat û lêkolîneke wan ya fireh li ser
devokên Hekarî û Behdîna nîne. Ji ber hindê jî, gotin û termên li navçeyên
Hekarî û Behdîna têne bi kar înan, di termînolojîya wan çêkirî da naêne
dîtin anjî gelek kêm in. Eve tengîyeke xebata wan e. Helbet eve bihayê kar
û xebata wan ne kêm, ne jî sivik dike. Belêm rastîyek e ku materyalên wan
amade kirî ne perfekt û bê şaşî û kêmasî ne. Vêca yên ku di
warê ziman da şaşîyan dikin, yêkser serî li materyalên van herdu
camêran didin û heke gotinek, termek di wan materyalan da nebe, hingê vê yêkê
ji bo şaşîyên xwe dikin referans. Eve neheqîyeke mezin e li wan
aladarên zimanê me jî. Argumenta yên ku şûna “musteqbel”ê, “paşeroj”ê
bi kar naînin ev e; goya di materyalên Celadet û Kamuran Bedir Xan da nîne! Çi
bi kar tînin, “pêşeroj”! Belêm ji bo vê yêkê, nikarin çu
serûkahnî, çavkanî
û referansa jî bidin. Ne ji materyalên birayên Bedir Xanîyan, ne jî ji
tekst, pirtûk û materyalên kevine Kurdî. Herweha di çu eserên klasîke
Kurdî da jî nîne. Aşkera ye ku nû hatîye çêkirin. Gotin,
term helbet nû jî têne çêkirin. Belêm heke gotinek, termek berê hebe, di
nav xelk da tête bi kar înan, hingê ne di rê da ye ku hema yêkser, ser li
çêkirina gotinên nû bidin. Paşê, wekî gotinek, navek an termek tête
çêkirin jî, hindek norm û pîvên ziman û zanyarîya ziman hene. Gotin û
termên nûçêkirî, di çarçoveya lojîka ziman û zaravayê zimanî da
dikarin bêne çêkirin. Di vî warî da heke metodolojîk neête kar kirin,
hingê şaşîyên mezin têne kirin û eve jî rê li ber deformasyona
ziman vedike û herweha şaşîyan li şûna rastîyan bi cih dike.
Wekî di vî warî da zanîneke têrker û zelalîyek nebe, hingê riberiz jî
ji xîça xwe ya ronkirin û rastkirinê derdikeve, varê dibe û carna jî dibe
“komedî”! Di riberiza li ser van gotinên “paşeroj” û “pêşeroj”ê
da, ji bilî hindek nivîsarên ronker, hindek nivîsar bi naverok û tarzekî
wisa reben, perîşan û helbet ji zanyarîya ziman dûr, hatine belav kirin
ku, tinê mirov dikare bêje “mixabin”! Ji grafîkên ku “pêşî û
paşî” çi ne bigirin heta iddiaya ku goya ev gotina “paşeroj”
di Kurdî da nîne û gelek “tesbîtên” dî yên pûç û sivik, bi navê
zanahî, zanabûn û zanyarîyê, hem trajîk e, hem jî gelek komîk e!
Ji
ber hindê jî, hewce nake ku di vê nivîsarê da dubare li ser gotinên “Paşeroj”
û “Pêşeroj”ê riberizê bikin. Ji ber ku, gelek aşkera ye ku, yên
ku şûna “musteqbel”, “gelecek”, “futur”ê, “pêşeroj”ê
bi kar tînin, wekî Feqîyê Teyra jî gotî “Qet hayî ji paşrojê nebî”(*),
hayê wan hem ji gotina “paşeroj”ê nîne, hem jî lojîka gotinan serûbin
dikin û yêkser serî li wergêra mekanîk didin û ji gotinên “pêş”
û “paş”ê, bi metodekî gelek şaş û seqet, gotinên
hevedudanî yên “nû” çêdikin! Eve rêya herî sanahî û sivik e. Bê
zehmet û lêgerîn, ji “pêş”ê, ku bi serê xwe manaya berahîkê
dide, di manaya “musteqbel”ê da, gotina “pêşeroj”ê çêdikin! Di
vî warî da perîşanî û sefalet hind pêşve çûye ku, li Stanbolê
bi navê “Pêşeroj”ê û di manaya “musteqbel” da, rojnameyeke Kurdî-Tirkî
jî hatîye weşandin.(**) Vêca bi rastî jî, Kurdîya rojavayê di warê
gotin, term û bêjeyên xwerû û kevne Kurdî da, hindî hûn bêjin jar û
lawaz e. Gerçî hindek binasên sosyopolîtîk û sosyoekonomîk hene ku Kurdîya
Kurdên rojavayê û yên hevtixûbên Tirkîyeyê, ji alîyê semantîk û rêsana
xwezayî û xwerûtîya zimanî dûr ketine, di gotin û terman da deformasyonek
pêkhatîye ku evê digel xwe mentalîteyek jî înaye ku hindek Kurdên
qelemdest yên vê cografyayê, wekî hewcehîyê bi gotin û termên nû dibînin,
şûna ku ser li xezîneya devok û diyalektên dî û bi giştî zimanê
Kurdî bidin, hema yêkser serî li
metodê “çêkirin”ê didin û gava di vî warî da jî normên rast yên
zimanzanîyê jî bi kar neînan, hingê jî gotin û termên şaş û
ne di cih da “diafirînin”! Di encam da, bêyî pirsîn, lêgerîn û lêkolînên
li ser ziman, gotinên wergêr têne çêkirin ku ew gotin cihê xwe nagirin û
naylon dimînin!
Yêk
ji wan gotinan jî “pêvajo” ye ku ji ber aşê Kurdên rojavayê hatîye
xwarê û di manaya “proses”ê da tête bi kar înan, ku ji çu alî ve têkilîya
wê bi manaya prosesê ve nîne û li goreyî normên çêkirina gotin û terman
yên lojîka zimanê Kurdî jî nehatîye çêkirin. (Vê gavê hewceyî navdanê
nîne, belêm yêkser yên ku cara pêşîn ev terme bi kar înane, bi xwe
dibêjin ku di rastîyê da ev terme ne di cih da ye!)... Mixabin şaş
hatîye “çêkirin” û îro ev şaşîye belav bûye û tête bi kar
înan. Di vê gotina “pêşeroj”ê da jî eynî şaşî bi israr
tête dubare kirin û domandin. Vêca ev dezgeh û laboratuwarên wan yên “çêkirinê”,
bi vê mentalîte û metodên şaş, ne xizmeta zengînî û xurt kirina
zaravayê Kurmancî, ne jî ya bi giştî zimanê Kurdî nakin. Belêm ma xema kê ye!
Halçi,
şûna “musteqbel”ê sedan sal e ku “paşeroj”, hem di devokên
Hekarî û Behdîna, hem jî di diyalektê soranî da, bi kar têt û hem jî
gelek rast hatîye danîn. Li goreyî vê lojîkê, “pêşeroj” jî, ji
bo kar û kiryarên “borî” dikare bête kar înan û dê rast jî be. Mafê
herkesê heye ku şaşîyan jî bike, zerarê bigihîne xwe û gelek tiştên
dî. Belêm gava kar û kiryarek ji tixûbên “kes”înî borî, anjî derbaz
bû, êdî ew maf namîne. Mafê çu kesê nîne ku şaşîyên ku zerarê
digihînin “giştî”, bikin. Ziman, yêk ji wan element û zemînên
hevpişk û kolektîv e ku şaşîyan ranake û divêt şaşîyên
bi zanahî neêne kirin!
***
Çend
nimûneyên bi gotina “paş”ê û di konteksta “musteqbel” û „pêşîyê“
- „berahîkê“ da têne gotin ev in:
Paşîv = xwarina piştî şîvê û bi taybetî
di meha remezanê da ji bo rojîyê, direngî şevê tête xwarin.
Paşdest = pare anjî malê ku ji bo rojên bêt tête veşartin,
anku teserruf.
Paşnîvro = piştî nîvro = piştî nîveka rojê
Paşhesû = piştî hesûyê
Paşeroj anjî paşroj = musteqbel = gelecek = futur
Paşê = piştî demekî dî
Paşnivêj = di îbadetê musulmanan da, nivêj û zikirê ku piştî nivêjên ferz têne kirin, anku nivêjên
sunnet û zikir.
Paşbap = zarokê ku piştî mirina babê xwe tête
dinyayê.
Paşnav = navê binemalî
Paşdem = paşedem = paşwext
Paşgotin = gotina li dûmahîkê = epîlog
***
(*)
- Ev gotina “paşroj” di gramera Celadet Bedir Xan û Roger
Lescot (Weşanên Enstituya
Kurdî ya Parîsê, 1990, r. 283) da û herweha di pirtûka Şêx Sen’an
ya Feqîyê Teyran (Weşanên Roja Nû, Stockholm, 1986, r. 92, malika 223)
da jî heye. Ev beyta Feqîyê
Teyra di nivîsara Sidqî Hirorî ya di malpera, www.nefel.com da, („Paşeroj
anjî Pêşeroj“) jî heye.
(**)
Pêşeroj, 1997-1998, Stanbol, bi kurmancî, zazakî û tirkî
***