paşve

 Indeks

1.                    Pêşgotin

2.                    Jîyan têkoşîn e

3.                    Polîtîka Neteweyî

4.                    Xewna Salan

5.                    Aştî û digel xwe aştbûn

6.                    Bûyer û helwest

7.                    Bakur û Başûr

8.                    Teror û Apartheida TCyê

9.                    Berjewendîyên neteweyî û hegemonya

10.                 Makziman û perwerde

11.                 Panoramaya welat û belavîya neteweyî

12.                 2002 caran organîzebûn

13.                 Êrişkarîya TCyê û diyaloga bakur û başûr

14.                 Perwerdeya makzimanî û paradoksa Kurda

15.                 Du 15

16.                 Medenîyeta bê medenîyetan

17.                 Adar û Kurd

18.                 Kurdistan bû dewlet

19.                 Ronakbîr, demokrasî û berpirsiyarî

20.                 1ê Gulanê û şoreşgerî

21.                 Kurdistana Başûr

22.                 Tirkîsyonîzm û teror

23.                 Bo kupa cîhanê ya 3002ê

24.                 We go demokrasî?

25.                 Mirov, polîtîk, rêxistin û Kurd

26.                 Hilbijartinên pêşedem û Kurd

27.                 Nameyên ji ROJEVê hatî û bersivên wan

28.                 Demokrasî û rewşenbîr-2, Medenî Ferho

29.                Navên kurt

30.        Ji Edîtorîya Hîwayê çend danasînên nivîsaran

 ***

 1. Pêşgoti

Indeks

 

Di vê pirtûkê da, nivîsarên min yên di navbeyna 15ê Tîrmeha 2001 - 15ê Tîrmeha 2002ê da yên li ser pirs û pirsgirêkên xelk û welatê me yên aktuel, civakî, ziman, kultur û polîtîk yên di ROJEVê (*), li koşeyê “Paşeroj”ê da, hatine weşandin, cih digirin. Ji van nivîsaran hindek dubare di HÎWAyê (**) da jî hatin weşandin. Hindek li ser pirs û pirsgirêkên spesîfîk in, hindek di çarçoveyeke giştî da li ser problemên fireh yên civatê ne. Belêm hevpişkîyeke hemû nivîsaran jî heye ku, bi perspektîfa fireh ya humanîter, welat û netewe perwer û demokrat, analîz û  komentar hatine kirin. Di navika hemû nivîsaran da, bi metodê analîtîk hem krîtîkên objektîv, hem jî pêşniyarên alternatîv têne kirin.

Her nivîsar, divêt bi taybetîyên li demê ku hatine nivîsîn, bêne biha kirin û sengandin. Bivê nevê her nivîsar, motîf û taybetîyên demê ku têda hatine nivîsîn û bûyerên di wî demî da pêkhatî, werdigirin. Belêm di serî da divêt naveroka bîr û ramanî ya nivîsaran li ber çavan bête girtin. Digel vê yêkê, hewcehî hate dîtin ku têbînîyên kurt li binê hindek nivîsaran jî bêne danan. Bo nimûne; piştî xilasbûna tûrnûwa pêholê ya cîhanê ya 2002ê li Koreya Başûr û Japonyayê, li ser encamê, me zêdehîyek wekî jêrenotekê dana binê nivîsarê. Herweha di dûmahîka nivîsara li ser hilbijartinên 3ê Teşrîna 2002ê yên li Tirkîye û Kurdistana Bakur jî, li ser encam û rengwergirtina hilbijartinan, têbînîyeke kurt hate nivîsîn û li binê nivîsarê hate zêde kirin.

Hesû û paşeroja xelk û welatê me şik têda nîne ku ronahî ye. Dûr an nêzîk, ev hesûya bi ronahî dê hetava geş berde ser welatê me. Berwerîya ronakbîrên Kurd jî, bi hêza bîr û ramaneke têr ronahî, azad, humanîter û demokrat, dê mejîyê mirovên me geş û ronahîtir bike, ku jîyana beheştane bibe qismetê xelkê me jî. Em hêvî dikin ku jîyana ronakbîrîya mirovên me jî berwertir be û di xizmeta pêşveçûna xelkê me da be. Hêvî û xwezî ew e ku ev pirtûke jî mil bide vê prosesê.

 

(*) ROJEV, rojnameya rojane ya internetê ye. ROJEVê 9ê Hezîrana 2001ê dest bi weşanê kir û dom dike.

www.rojev.com

(**) HÎWA, pêveka rojnameya Özgür Politikayê ye.

 

ROJAN HAZIM

Kanûn 2002

***

Têbînî:

Li ser navê pirtûkê, “Paşeroj”ê jî, dixwazim çend gotina bêjim. Eve midehekî dirêj e ku di cîhana nivîsîn û bi giştî çapemenî û medyaya hindek Kurdên bakur da adeta bagerek li ser vê gotinê tête rakirin ku heçku ev gotine ji ber perê esman hatîye xwarê!

Cîhana zanyarîyê bêyî riberiz nabe. Şaş an rast, axir divêt riberizek hebe. Belêm, divêt herwisa kalîteyek û standardeke zanyarîyê jî di van riberizan da hebe. Herweha riberiz divêt bi armanc bin, berwer bin. Heke riberiz di nîveka çembereke fasîdê da hate zivirandin, êdî ew riberiz stewr dibe û domandina wê bê mana ye. Çawa li ser şaşîyan riberiz, krîtîk û polemîk têne kirin, li ser rastîyan jî dikare bête kirin. Belêm hindek rastî hene ku riberiza li ser wan bi gotina herî sivik karekî pûç e! Yêk ji van karan jî riberiza li ser gotina “paşeroj”ê ye. Bi taybetî hindek qelemdestên ji Kurdên rojavayê û hevtixûbên Tirkîyeyê, şûna vê gotina “paşeroj“ê anku şûna “musteqbel”ê, “gelecek”ê, “futur”ê, gotina “pêşeroj”ê bi kar tînin. Hind jî ji xwe razî ne, heçku wan Amerîka ji nû ve keşif kirî ye û bi “dîtina” vê gotinê jî zimanê Kurdî ji sefaleteke mezin xilas kirine! Bêyî lêgerîn, pirsîn, gelo ka li navçeyên dî yên Kurdistanê bo “musteqbel”ê çi tête gotin, çi dibêjin, anjî di zaravayên dî yên Kurdî da çi heye nîne, hema yêkser radibin ji bin serê xwe gotinên naylon û sentetîk çêdikin û belav dikin! Ev kes û derodore, mixabin di şertên îro da xwudan imkan in û çapemenî û medyayek jî di destê wan da heye, lewma jî van gotinên xwe yên şaş û ne di cih da, gelek bi sanahî didine belav kirin û bi kar înan. Belêm digel vî bayê terora wan jî, divêt di rastîyê da bête israr kirin û gotinên qedîme zimanê me, yên xwerû Kurdî û hizar salî, bêne belav kirin û di her şert û delîveyî da bêne bi kar înan.

Yêk ji serê binasan jî, materyalên heyî û bi taybetî jî mentalîteyê bi kar înana van materyalan e. Dogmatîkbûn, mixabin belêm di nav civata me da adeta bûye asêtî. Eve ji kultura tabûperestîyê têtin. Di warê ziman, helbet zaravayê kurmancî da, xebatên gelek bihadar, birayên Bedir Xanî, Celadet û Kamuran Bedir Xan kirine. Lê belê, di encam da ew jî mirov in. Şertên wan, keys û delîveyan, imkanên wan dest nedaye ku li çarnikarê Kurdistanê bigerin û gotinan berhev bikin, an lêkolînên berfirehtir bikin anjî bidin kirin. Tiştê ji wan hatî û yê ketîye ber destê wan, bi kar înane û weşandine, çap kirine. Belêm tiştekî aşkera ye ku xebata wan ya li ser zaravayê Kurmancî hem kêm e, hem jî hindek şaşî jî têda hene. Zemînê lêkolîna wan ya li ser zaravayê Kurmancî, ji rojavaya Cizîra Botan û ber bi Berîya Mêrdînê û rojavaya Kurdistanê ve ye. Hetta di tekstên wan da devokê rojhilata Cizîra Botan jî kêm e. Zêdetir devokê Cizîra Rojava, Kamişlo û Kurdên Şam û Lubnanê bi giranî ye. Xebat û lêkolîneke wan ya fireh li ser devokên Hekarî û Behdîna nîne. Ji ber hindê jî, gotin û termên li navçeyên Hekarî û Behdîna têne bi kar înan, di termînolojîya wan çêkirî da naêne dîtin anjî gelek kêm in. Eve tengîyeke xebata wan e. Helbet eve bihayê kar û xebata wan ne kêm, ne jî sivik dike. Belêm rastîyek e ku materyalên wan amade kirî ne perfekt û bê şaşî û kêmasî ne. Vêca yên ku di warê ziman da şaşîyan dikin, yêkser serî li materyalên van herdu camêran didin û heke gotinek, termek di wan materyalan da nebe, hingê vê yêkê ji bo şaşîyên xwe dikin referans. Eve neheqîyeke mezin e li wan aladarên zimanê me jî. Argumenta yên ku şûna “musteqbel”ê, “paşeroj”ê bi kar naînin ev e; goya di materyalên Celadet û Kamuran Bedir Xan da nîne! Çi bi kar tînin, “pêşeroj”! Belêm ji bo vê yêkê, nikarin çu çavkanî û referansa jî bidin. Ne ji materyalên birayên Bedir Xanîyan, ne jî ji tekst, pirtûk û materyalên kevine Kurdî. Herweha di çu eserên klasîke Kurdî da jî nîne. Aşkera ye ku nû hatîye çêkirin. Gotin, term helbet nû jî têne çêkirin. Belêm heke gotinek, termek berê hebe, di nav xelk da tête bi kar înan, hingê ne di rê da ye ku hema yêkser, ser li çêkirina gotinên nû bidin. Paşê, wekî gotinek, navek an termek tête çêkirin jî, hindek norm û pîvên ziman û zanyarîya ziman hene. Gotin û termên nûçêkirî, di çarçoveya lojîka ziman û zaravayê zimanî da dikarin bêne çêkirin. Di vî warî da heke metodolojîk neête kar kirin, hingê şaşîyên mezin têne kirin û eve jî rê li ber deformasyona ziman vedike û herweha şaşîyan li şûna rastîyan bi cih dike. Wekî di vî warî da zanîneke têrker û zelalîyek nebe, hingê riberiz jî ji xîça xwe ya ronkirin û rastkirinê derdikeve, varê dibe û carna jî dibe “komedî”! 

Di riberiza li ser van gotinên “paşeroj” û “pêşeroj”ê da, ji bilî hindek nivîsarên ronker, hindek nivîsar bi naverok û tarzekî wisa reben, perîşan û helbet ji zanyarîya ziman dûr, hatine belav kirin ku, tinê mirov dikare bêje “mixabin”! Ji grafîkên ku “pêşî û paşî” çi ne bigirin heta iddiaya ku goya ev gotina “paşeroj” di Kurdî da nîne û gelek “tesbîtên” dî yên pûç û sivik, bi navê zanahî, zanabûn û zanyarîyê, hem trajîk e, hem jî gelek komîk e!

Ji ber hindê jî, hewce nake ku di vê nivîsarê da dubare li ser gotinên “Paşeroj” û “Pêşeroj”ê riberizê bikin. Ji ber ku, gelek aşkera ye ku, yên ku şûna “musteqbel”, “gelecek”, “futur”ê, “pêşeroj”ê bi kar tînin, wekî Feqîyê Teyra jî gotî “Qet hayî ji paşrojê nebî”(*), hayê wan hem ji gotina “paşeroj”ê nîne, hem jî lojîka gotinan serûbin dikin û yêkser serî li wergêra mekanîk didin û ji gotinên “pêş” û “paş”ê, bi metodekî gelek şaş û seqet, gotinên hevedudanî yên “nû” çêdikin! Eve rêya herî sanahî û sivik e. Bê zehmet û lêgerîn, ji “pêş”ê, ku bi serê xwe manaya berahîkê dide, di manaya “musteqbel”ê da, gotina “pêşeroj”ê çêdikin! Di vî warî da perîşanî û sefalet hind pêşve çûye ku, li Stanbolê bi navê “Pêşeroj”ê û di manaya “musteqbel” da, rojnameyeke Kurdî-Tirkî jî hatîye weşandin.(**) Vêca bi rastî jî, Kurdîya rojavayê di warê gotin, term û bêjeyên xwerû û kevne Kurdî da, hindî hûn bêjin jar û lawaz e. Gerçî hindek binasên sosyopolîtîk û sosyoekonomîk hene ku Kurdîya Kurdên rojavayê û yên hevtixûbên Tirkîyeyê, ji alîyê semantîk û rêsana xwezayî û xwerûtîya zimanî dûr ketine, di gotin û terman da deformasyonek pêkhatîye ku evê digel xwe mentalîteyek jî înaye ku hindek Kurdên qelemdest yên vê cografyayê, wekî hewcehîyê bi gotin û termên nû dibînin, şûna ku ser li xezîneya devok û diyalektên dî û bi giştî zimanê Kurdî bidin,  hema yêkser serî li metodê “çêkirin”ê didin û gava di vî warî da jî normên rast yên zimanzanîyê jî bi kar neînan, hingê jî gotin û termên şaş û ne di cih da “diafirînin”! Di encam da, bêyî pirsîn, lêgerîn û lêkolînên li ser ziman, gotinên wergêr têne çêkirin ku ew gotin cihê xwe nagirin û naylon dimînin!

Yêk ji wan gotinan jî “pêvajo” ye ku ji ber aşê Kurdên rojavayê hatîye xwarê û di manaya “proses”ê da tête bi kar înan, ku ji çu alî ve têkilîya wê bi manaya prosesê ve nîne û li goreyî normên çêkirina gotin û terman yên lojîka zimanê Kurdî jî nehatîye çêkirin. (Vê gavê hewceyî navdanê nîne, belêm yêkser yên ku cara pêşîn ev terme bi kar înane, bi xwe dibêjin ku di rastîyê da ev terme ne di cih da ye!)... Mixabin şaş hatîye “çêkirin” û îro ev şaşîye belav bûye û tête bi kar înan. Di vê gotina “pêşeroj”ê da jî eynî şaşî bi israr tête dubare kirin û domandin. Vêca ev dezgeh û laboratuwarên wan yên “çêkirinê”, bi vê mentalîte û metodên şaş, ne xizmeta zengînî û xurt kirina zaravayê Kurmancî, ne jî ya bi giştî zimanê Kurdî nakin. Belêm ma xema kê ye!

Halçi, şûna “musteqbel”ê sedan sal e ku “paşeroj”, hem di devokên Hekarî û Behdîna, hem jî di diyalektê soranî da, bi kar têt û hem jî gelek rast hatîye danan. Li goreyî vê lojîkê, “pêşeroj” jî, ji bo kar û kiryarên “borî” dikare bête kar înan û dê rast jî be. Mafê herkesê heye ku şaşîyan jî bike, zerarê bigihîne xwe û gelek tiştên dî. Belêm gava kar û kiryarek ji tixûbên “kes”înî bori, anjî derbaz bû, êdî ew maf namîne. Mafê çu kesê nîne ku şaşîyên ku zerarê digihînin “giştî”, bikin. Ziman, yêk ji wan zemînên hevpişk û kolektîv e ku şaşîyan ranake û divêt şaşîyên bi zanahî neêne kirin!

***

 Çend nimûneyên bi gotina “paş”ê û di konteksta “musteqbel” û „pêşîyê“ - „berahîkê“ da têne gotin ev in:

Paşîv = xwarina piştî şîvê û bi taybetî di meha remezanê da ji bo rojîyê, direngî şevê tête xwarin.

Paşdest = pare anjî malê ku ji bo rojên bêt tête veşartin, anku teserruf.

Paşnîvro = piştî nîvro; piştî nîveka rojê

Paşhesû = piştî hesûyê

Paşeroj anjî paşroj = musteqbel = gelecek = futur

Paşê = piştî demekî dî

Paşnivêj = di îbadetê musulmanan da, nivêj û zikirê ku piştî nivêjên ferz têne kirin, anku nivêjên sunnet û zikir.

Paşbap = zarokê ku piştî mirina babê xwe tête dinyayê.

Paşnav = navê binemalî

Paşdem = paşedem = paşwext 

Paşgotin = gotina li dûmahîkê = epîlog

 ***

 (*)  - Ev gotina “paşroj” di gramera Celadet Bedir Xan û Roger Lescot  (Weşanên Enstituya Kurdî ya Parîsê, 1990, r. 283) da û herweha di pirtûka Şêx Sen’an ya Feqîyê Teyran (Weşanên Roja Nû, Stockholm, 1986, r. 92, malika 223) da jî heye.  Ev beyta Feqîyê Teyra di nivîsara Sidqî Hirorî „Paşeroj anjî Pêşeroj“ da jî heye. (www.nefel.com)

 (**) Pêşeroj, 1997-1998, Stanbol, bi kurmancî, zazakî û tirkî

 ***

 2. Jîyan têkoşîn e 

Indeks

 “Jîyan têkoşîn e” yêk ji gotinên herî hevpişk yên mirovahîyê  ye. Belêm hem jîyan, hem jî têkoşîn ji alîyê manakirinê ve relatîv in û li goreyî herkesê têne guhurîn. Ji xwe “têkoşîna jîyanê” jî li ber vê relatîvîteyê rengên cuda werdigire. Hêvî û daxwazên herkesê ji jîyanê cuda ne û normal e ku ev hêvî û daxwazên wan, serdest in. Ev hêvî û daxwaze, ca an bi abstrakî, anjî bi konkretî, di pratîkê da rota û helwesta mirov tayîn dikin. Lê wekî hemû kara, stûna bingehîn ya pratîzekirina van xwezî û xiyalên bi hêvî jî, xebatek e, têkoşînek e. Mirov bo nanekî zuha û tirsî jî têkoşîneke bê westan didin. Anku destkevtên jîyanê bê bedel nînin.

 Xelkê me jî di vê ketûraba têkoşîna jîyanê da, eve serê hizaran salan e, hem bo av û nanê xwe, hem jî daku parîyê nanê xwe bi tam û lezet bixwe, di nav têkoşîneke dijwar da ye û bedelên mezin dide. Belêm mixabin ku heta evro (îro) jî nehatîye hêlan ku xelkê me jî bigihe rewşeke azad, dilşa û bextewar, ku nanê xwe, ava xwe bi tam û lezet bixwe, vexwe, jîyana xwe xweş û geş bike. Kêm xelk mane ku li ser ax, av û deravên xwe yên berwer, di nav xîzanî û bindestîyê da bijîn. Digel hindê jî xelkê me kar û bizava xwe hem bo li ser pêya manê, hem jî bo jîyaneke azad û dilşa sist nekir. Midehekî dirêj tinê kire hawar û gazî. Bi stran, lorî, çîrok, helbest, destan û gelek şaxên dî yên edebîyat û folklorê ev hawar û gazîya xwe bi zimanê xwe bilind kir. Yên ku sûnda birandina xelkê me xwarî helbet guh nedidan van gazî û hawara. Lê hevparên wan jî, ku xwe “parêzerên mafên mirova” didan nîşandan, bûn êxsîrê berjewendîyên xwe û nexwastin hawar û gazîya xelkê me bibihîsin. Xelkê me ew naîvîya xwe ya pîr û pak domand û ma li hêvîyê ku “humanîst!” di hawara wan bên. Belêm kivş bû ku ew nedihatin. Xelkê me zend û bendên xwe vedan û dakete meydana egîdîyê. Şerekî destanî da li hemberî bêdadîyê. Yên demên berê li milekê, tinê organîzebûna salên 1970yî û şerê 15 salî yê li salên 1984 û 99ê hêz û qudreta navxweyî derêxiste meydanê ku rizgarbûn, azadbûn, avakirina jîyaneke serbixwe û dilşa, bi vê hêza navxweyî dibe. Hêzên ku bo birandina xelkê me sûnd xwaribûn ketin nav iflas û krîzeke bêbin ku hêj jî nikarin jê derkevin. Hevparên wan ketin nav manewrayên nû û serê xwe li hember hêz û şiyana xelkê me ya bi biryar xwahr kirin. Digel ku evro li bakur di dereceya herî kêm da jî be, statûyeke kulturî û polîtîk danin alîyekê, mafên herî mînîmal yên mirovî bi dest ve nehatine jî, lê “de facto” hêz û qudreta xelkê me ya polîtîk xwe nîşandaye û wekî sehmekê li ser serê dewleta dagîrker diheje. Eve bi serê xwe destkevtek e. Xelkê me hatîye dereceya bi hêza xwe bawerîyê. Divêt ev merheleye kêm neête dîtin. Li alîyê dî, xelkê me bi vê organîzebûna xwe ya nû, xwe tinê li hêvîya dawîyê ya serkevtinê nahêle. Di nav prosesa têkoşînê da, xwe li goreyî hewcedarîyên sosyopolîtîk, sosyoekonomîk û sosyokulturel, ji nû ve û xurt organîze dike. Li goreyî dereceya pêşkevtina xwe, hêz û şiyana xwe, zanîn û têgihiştina xwe, dixwaze potansîyela xwe bi kar bîne, aktîve bike ku çeperên şoreşa xwe saxlem bike, cihê pê û gavên xwe xurt û binecih bike.

Êdî demê edebîyata rebenî û perîşanîyê li paş maye. Dem demê hingavên nû û xurt e. Avakirina jîyaneke nû divêt di nav prosesa têkoşînê da dest pê bike. Li milekê şerê dijî dagîrkera divêt di her cephe da û bi her awayî bête domandin, belêm herweha li milê dî jî divêt xelk bête organîze kirin, dezgehên xwe îdare kirinê bêne ava kirin û fonksiyonel kirin, daku bo armanca dawîyê hazir û amade bin. Divêt çu baskên jîyanê nemînin ku nehatibin organîze kirin. Di vî warî da yêk ji baskên herî giring yên şoreşê jî bi serê xwe medya ye. Evro herçend mirov nikare bêje ku medyayeke xwerû Kurdî hatîye danîn jî, lê gavên bihadar jî hatine avêtin. Televizyon bi serê xwe şoreşek e di vî warî da û ev gave hatîye avêtin. Rol û giringîya televizyonê di midehê van şeş salan da derketîye meydanê ku çend guhurîn û pêşveçûnên pozîtîv û bihadar pêkînane di jîyana xelkê me û prosesa şoreşê da.  Li bakur, di medyaya nivîskî da, bi taybetî di rojnamegerîya rojane da, mixabin hêj jî çembera weşangerîya prokurd ya bi zimanê tirkî nehatîye şkandin.

Evro li timamî cîhanê di warê teknolojîya ragihandinê da gavên hind mezin hatine avêtin ku vêra gihiştin bi serê xwe bûye rojevek. Di serê vê pêşveçûnê da helbet internet têtin. Internet di vî warî da bûye şoreşek. Bi internetê kozmoseke nû hatîye ava kirin. Okyanûseke sanal hatîye çêkirin. Vêca di vê cîhana nû da helbet Kurd jî divêt pencereyeke mezin vekin ku bo cîhana xwe ya rastîn ronahîyê bikêşin. Evro tête dîtin ku Kurd jî li goreyî pêşkevtin, zanîn û şiyana xwe ji vî aletê sihrî istifade dikin. Ji xwe rojnameya rojane ya internetê ROJEV jî yêk ji van armanc û gavan e. Ev kar û xebatên bi vî rengî divêt bêne xurt kirin. Kurd divêt di nav vê okyanûsê da melevanên bihêz bin. Gelek rengên melevanîya hene, lê Kurd divêt baskên xwe fireh bavêjin û melevanîya baskanê bikin, daku li hemberê hevrikên xwe serkevtî bin. Xwudanên armancên mezin, bihayê gav û destkevtên biçûk dizanin. Lewma divêt biçûk mezin ji çu hingavan dûr nemînin. Destpêka rojnamegerîya rojane û xwerû Kurdî ya bi internetê kar û gaveke biçûk nîne. Yên ku naxwazin me bibînin, an me biçûk dibînin, li pêş me ne. Ew dixwazin paşeroja xelkê me reş û tarî bikin. Helbet derdê xelkê me tinê xwe nîşandan nîne, belêm heke derdê me Kurd bûyîn û ava kirina Kurdistanê be, ku bi timamî ew e,  hingê divêt ji hemû alet, rê û metodan istifade bikin û paşeroja xelk û welatê xwe ronahî bikin.

 Rojeva têkoşîna xelkê me giran û tijî ye. Divêt xal bi xal û di zemînê ramana azad da û bi berfirehî li ser bête rawestan. Ronahîkirina evro û paşeroja xelk û welatê me, di destê me bi xwe da ye. Rêyeke dûr û dirêje bi gelek asteng, zor û dijwarîya ve tijî, li pêşîya me ye. Avakirina paşerojeke têr ronahî ji evro ve dest pê dike. Lewma bo ronahîkirina paşeroja xelkê xwe, divêt mejîyên bi ronahî, hêz û şiyana xwe ya ronakbîrî di roja evro da bi xurtî bi kar bînin.

Bi hêvîya ku evro û paşeroja xelk û welatê me ronahî be!

 15 Tîrmeh 2001

www.rojev.com

3. Polîtîka Neteweyî 

Indeks

 Yêk ji kar û barên ramanwerîyê, biçûk mezin li ser pirs û pirsgirêkên şoreşa Kurdistanê rawestan, analîz, riberizîn û sentez e. Bingehê pêrabûneke bi vî rengî jî bi tinê endîşeya li ser berjewendîyên welat û netewe ye. Anjî divêt wisa be!

 Di prosesa şoreşê da helbet her roj û her seet tiştên nû têne pêş. Di encam da şoreşa Kurdistanê jî wekî hemdemên xwe, dînamîk e û digel wê jî li goreyî hewcedarîyan guhêrbar e. Belêm xala bingehîn û tayînker armanca şoreşê ye. Guhêrbarîyên aktuel divêt hem li goreyî pêdivîyên şoreşê bin, hem jî bi timamî di xizmeta şoreşê da bin. Di vê çarçoveyê da armanca şoreşa Kurdistanê ron û zelal e: Welatekî serbixwe, neteweyekî azad! Ev armance, xala bingehîn e ku hemû çîn, navçîn, kategorî, grûb û baskên civatê digihîne hev. Eve armanca sereke ye û di nav civatê da zemînê hevpişk e. Detayên dî yên şoreşê êdî li goreyî her çîn, navçîn, kategorî, grûb û baskên civatê têne plan û program kirin. Her alî li goreyî xwastek, armanc û berjewendîyên xwe projeyên xwe amade dikin û pêşkêşî xelkê dikin û bi rêya hilbijartinê jî mafê rêvebirîyê jê dixwazin. Ev prosesa demokratîk, li nav welat û xelkên ku tekamulîya modernî û demokrasîyê timam kirî û di nav jîyana civata xwe da tradisyoneke wisa ava kirî, bi vî awayî pratîze dibe.

 Cihê mixabinîyê ye, belêm di nav civata me Kurda da, hêj ev evolusyona demokratîk ne gihiştîye û helbet jî ne rûniştîye. Anku hêj tradisyoneke bi vî rengî di nav civata me da ava nebûye. Gerçî rewşa ku xelk û welatê me têda û statûya kolonyal, binasên bingehîn û herweha astengên herî mezin in di pêşveçûna xelkê me da. Belêm dîsa ve bo ava kirin û bi cih kirina krîter û tradisyonên demokratîk, divêt li çu mazereta neête geryan. Ji ber ku di nav sîstemê kolonyal da jî be, yêk ji karên pêşengên xelkê jî ji xwe demokratîzekirina civatê ye. Ev prosese, şik têda nîne ku bi organîzebûnê dibe.

 Di nav kar û xebatên organîzekirina xelkê û kivşkirina armanc û xwastekên polîtîk da enstrumanên sereke, wekî rêxistinên modern, partî ne. Helbet bi kîjan navî be, bi giştî rêxistin aletên armancê ne û lewma jî partî an navekî dî, mexsed jê ew e ku armanc û xwastekên civatê kivş bike û li ser wan plan û projeyên xwe ava bike û bo wan armanca karê pratîk bike.

 Evro di prosesa şoreşa Kurdistanê da gelek rêxistinên polîtîk hene û ji wan piranî jî partî ne. Her yêk ji wan xwudanê program, plan û projeyan e. Lê belê, her di serî da li ser armanca bingehîn hevpişkîyek nîne. Tinê di hindek detayên sereke da hevpişkîyek heye ku ew jî, kêm zêde, daxwaza azadîya xelkê û -nav otonomî an federasyon be ferq nake-, desthilatdarîya regîyonal e, ku eve armanceke mînîmal e. Eve jî projeyek e, çareyek e, belêm gelek aşkera ye ku ne serxwebûnî ye.

 Çarçove û tixûbên kar û xebatên hem teorîk, hem jî pratîk yên polîtîk, divêt aşkera, ron û zelal bin. Armanc, xwastek û kar û barên polîtîk yên neteweyên xwudan dewlet û yên bê dewlet ji hev cuda ne. Yêk û tinê xelkekî hinde boş li ser rûyê erdî, hem jî li ser cografyaya xwe, maye bê dewlet, ew jî Kurd in. Wekî hemû xelkan, mafê xelkê Kurd jî ew e ku xewn û xiyalên xwe bi aşkerayî bêje, bo bidestêxistina wan têkoşînê bide û hesûya xwe ron bike. Ew hesû jî serxwebûna welat û azadîya netewe ye, ku eve armanceke maksîmal e û herweha  armanca dawîyê û ya rast ev e.

 Belêm mixabin ku prensîbên “reel polîtîk”a evro li cîhanê, giranîya konjonkturel derdêxe pêş û bivê nevê ev yêke tesîreke gelek xurt û konkret li ser xwezî û daxwazên polîtîk dike. Plan, program, proje û pratîka rêxistinên polîtîk yên li ser têkoşîna xelkê Kurd û Kurdistanê, çi mînîmal, çi maksîmal bin, dîsa ve divêt zemînekî hevpişk peyda bikin. Eve jî gelek aşkera, ron û zelal berjewendîyên welat û netewe ne. Li ser doza Kurdistanê polîtîka kirin taybetîyeke xweser heye.

 Xelkê Kurd hêj banek li ser serê xwe anku avahîyê xwe ava nekirîye. Di serî da rêxistinên ku bo avakirina avahîyekî hevpişk têkoşînê didin, hem di warê teorîk, hem jî pratîkê da divêt rê û awayên hevpişk derbêxin pêş û bi wan hevpişkîyan tekoşîna xwe bidomînin. Polîtîka xelkên xwudan avahî anku xwudan dewlet û xelkên bê avahî anku bê dewlet ne wek hev e. Rêxistinên xelkên xwudan dewlet, di warê teorî û pratîkê da dikarin di nav rekabeteke herî dijwar da bin û şerekî xurt li dijî hev bidin. Ser û çavê hevdu bipelixînin jî, heke avahî anku dewleta wan kete nav tehlîkeyê, aqilê xwe komî serhev dikin û li ser berjewendîyên ragirtina avahî anku dewleta xwe, li hev dikin. Ev li hev kirina wan, zemînê polîtîka neteweyî ye.

 Vêca xelkê me û pêşengên xelkê me, ev “luks”a ser û çavên hevdu pelixandinê nîne! Hêj xelkê me avahîyê xwe anku dewleta xwe ava nekirîye. Helbet ev rastîye naête wê manayê ku di nav civata me da jî pirdengî, anku pluralîzma polîtîk bila nebe. Nexêr, ev pirdengîye divêt hebe, belêm di pratîkê da divêt li ser zemînê bîr û ramana azad û plan, program û projeyên pir alternatîv bejn bide û hesûya civatê ron û geş bike. Ev pir alternatîvîya polîtîk, divêt berjewendîyên welat û netewe neêxe tehlîkeyê. Bo avakirina civateke azad û demokratîk, her rêxistin bila pêşniyarên xwe di çarçoveya herî serbest da pêşkêşî xelkê xwe bike û bi vî rengî destûra rêvebirin û îdarekirinê jê bixwaze. Lê gelek aşkeraye ku, bi cih înana van xwasteka, pratîkeke herî xurt, dijwar û fedakarîyeke bêtixûb dixwaze. Xelk digel plan, program û projeyan, prîma herî mezin dide pratîka bi cesaret û fedakar. Ji xwe li seranserî Kurdistanê û bi taybetî jî li Kurdistana Bakur, xelkê tercîha xwe li ser vê pratîka mîlîtan, fedakar û dilêr kivş kirîye. Lewma divêt di warê bi polîtîka û xelkê xwe bawerbûnê da, telaş nebe. Xelk çu cara meyla bejn û bala xwe nîşandan û gotinên cîlakirî nagire.

Xelkê me di midehê van sih salên dawîyê da bihayekî mezin daye têkoşîna bi fedakarî, cesaret û mîlîtanîyê û herweha berxwedanîya pêşmergetî û gerîllayê bênav. Xelkê me dilsax û bihazan e û sedased berê xwe dide sicîla paqij û bi rûmet û ji ber hindê jî divêt bawerî bi hisa wan bêtin.

 Di seranserî Kurdistanê da gelek rêxistin hene û dê hêj jî hebin. Di cîhan û meydana polîtîka Kurdistanê da, divêt tradisyoneke tolerans û diyalogê bête ava kirin. Hemû rêxistin li ser program, plan û projeyên hev û du û li pêş xelkê, dikarin riberizên herî dijwar jî bikin, belêm heke dor hate ser berjewendîyên welat û neteweyî, divêt av û derav rawestin û sedased hevpişkîyek bête peyda kirin û li ser zemînê parastina berjewendîyên welat û neteweyî hevgirtin pêkbêt.

 Berjewendîyên welat û neteweyî di ser hemû berjewendîyên kesînî û rêxistinî da ne. Welatekî me heye, çu Kurdistan dî nînin. Herkes û her rêxistin divêt vê rastîyê ji berçav dûr neke û li goreyî vê yêkê helwesta xwe kivş bike. Li ser program, plan û projeyan, hem ji alîyê ramanî, hem jî ji alîyê rêxistinî ve, heta dawîyê pirdengî û pirrengî divêt bête parastin. Belêm, herweha li ser berjewendîyên welat û netewe jî, dijî dagîrkeran divêt heta dawîyê yêkdengî bête pêkînan. Yêkdengîyeke bi vî rengî, zemînê polîtîka pratîk ya parastina mafên welat û neteweyî ye. Lewma jî rêxistinên polîtîk yên Kurdistanê bila ji hev cuda bin, belêm bila bi hev ra li dijmin bidin.

 Elementên bingehîn yên polîtîka neteweyî kivş in. Di serî da parastina nasnameya Kurdistanîbûn û Kurdbûyînê zemînê pratîka bi hev ra ye. Herweha karînana zimanê Kurdî û pratîzekirina perwerdeya Kurdî zemînên hevpişk in. Di bigîyanêxistina polîtîka neteweyî da hindek gotinên ku rola kilîlî dileyizin, hene. Ew jî, hevdu qebûlkirin, diyalog û tolerans in. Gihandina rewşeke wisa, dê li ser xwastekên bingehîn yên neteweyî, bîr û bawerî û zemînê bi hev ra kar kirinê ava bike û herweha imkanên parastina çeperên destkevtî jî xurt û qewî bike. Bi pratîzekirina van elementa, divêt atmosfera şithayî ya polîtîka Kurdistanê bête guhurîn û li esmanê Kurdistanê iklîmê aştî û biratîyê bête serdest kirin.

 01 Tebax 2001

www.rojev.com

 ***

 4. Xewna Salan 

Indeks

Nîrê kolonyalîzmê bi hemû giranî û zulma xwe dom dike. Belêm rastîyek dî jî heye ku têkoşîna dijî kolonyalîzmê jî bi hemû xurtîya xwe didome. Armanca kolonyalîsta kivş e; helandin û birandin. Lê ya xelkê me jî aşkera ye; berxwedan û li ser pêya man! Ev rikeberîya xelkê me û kolonyalîsta eve serê sedan salan e wekî pêlên okyanûsê car radibe car jî dadikeve, belêm bê rawestan berdewam e. Evro xelkê me, li goreyî seng, hêz û şiyana têkoşîna xwe, mafên li ser peymaneke fermî hatine mohr kirin bi dest neêxistine, belêm kolonyalîsta gelek tişt û çeper berze kirine. Eve tête manaya ku xelkê me bi rêveçûna kûselekî jî be, ber bi pêşve diçe, kolonyalîst jî ber bi paşve gêr dibin.

Sanahî nîne, şerê man û nemanê, mixabin ku bi bayê birûskî nabe. Pêşveçûnên pê bi pê, gav bi gav gelek cara dibin hemleyên herî mezin. Kêm zêde di nav prosesên hinde giran û têkilav da, xwe livandin jî tête manaya bizaveke xurt. Ji xwe bo hingav û hilkevtinên mezin gavên biçûk bingehên saxlem in. Agirekî gur bêyî çirîskekê vênakeve! Yên li ronahîya tîr û geş digerin bihayê çirîskê dizanin. Anjî di bin zulm û zorê da rêya xwe vekirin û fireh kirin, wekî kolana bi derzîyê tête dîtin. Xelkê me bi salan e ku di nav kar û bizaveke bi hinde zor û zehmetîyan ve tijî da ye, ku rê li ber xwe veke, pêşîya xwe ronahî bike. Bo van armanc, xwezî û xwastekên heq û pîroz, bi salan e xwe organîze dike, hawar û banga xwe bilind dike, bedelên giran dide, ku bigihe heq û huquqê xwe yê rewa û mirovî. Yên bo van xwasteka dest bi kar dibin, xewn û xiyalên xwe di dereceya herî bilind da plan dikin û bo wan armanca dikevin nav kar û bizaveke dijwar.

Şik têda nîne ku xewna herî mezin ya Kurda, Kurdistaneke serbixwe û azad e. Bo armanceke hinde mezin, aşkera ye ku têkoşîneke di senga wê da divêt bête dan. Di vê derê da hem xelkê me, hem jî pêşengên têkoşer yên xelkê me, her di serî da baş dizanîn ku heke destpêk bi polîtîkayeke xurt, saxlem û çekdar nebe, terazîya bi serê kolonyalîstan da çûyî serast nabe. Ji berê were xelkê me gelek cara xwe livandîye, hemle kirîye, lê hemû  demkurt bûne û ya herî xirab jî serneketine. Belêm di çarêka dawîyê ya sedsala bîstan da, ji salên 70yî pêve, bi taybetî li salên 1974 heta 1980, li bakur xebateke berfireh û xurt hate kirin. Ew dem, ji alîyê rêxistin, zanîn û agahdarkirina xelkê ve bo salên paşê bû bingehekî saxlem. Êrişa cuntaya faşîst ya leşkerî ya 1980, digel xwe berbelavîyek îna. Belêm bizava xelkê me di midehê du sê salan da xwe zû komî serhev kir, ji alîyê pêdivîyên hilkevtineke nû xwe amade kir. Di wê demê da amadekarîya herî giring organîzebûna leşkerî bû. Li meydana firehe rojhilatê, ji rêzeçiyayên Zagrosê bigirin heta lêvên Deryaya Spî, trafîka hêzên neteweyî yên Kurd, xurt û aktîv bû. Xewn û xwezîya hemûyan ew bû ku perwerdeya leşkerî bête timam kirin û ber bi çiya, deşt û zozanên Kurdistanê ve biçin û li bakur agirê serxwebûnê vexin. Belêm gelek astengên navxweyî derketin pêş û wê demê tinê rêxistineke Kurd amadekarîyên xwe sist nekirin û bingehê xebata xwe ya leşkerî xurt kir, kadroyên xwe yên perwerdekirî li bakur binecih kirin û 15ê Tebaxa 1984ê jî meşaleya azadîyê vêxistin. Ew agir, hilkevtina gerîlla bû. Ew gav PKKê da destpêkirin, pêşengî wê kir. Belêm di rastîyê da ew kiryar xewna hemû Kurdan bû. Wekî wê gava dîrokî deng vedayî jî, yên xwudanê bîr û bawerîyên şoreşgerî û tekoşer, ku berjewendîyên neteweyî li ser her tiştî digirtin, her bi çi awayî be, piştevanî kirin, yên mayî jî hindeka dengê xwe birîn, hindeka jî serên xwe şor kirin!

Ji 15ê Tebaxa 1984ê pêve her gava gerîlla bû bezek. Her beza gerîlla bû bayê birûskê. Ba û bagera gerîlla, pêlên okyanûsa kûr û bêbin di dilê Kurda da rakirin. Evro ew pêl in ku şoreşa Kurdistanê li seranserî cîhanê bilindtir dikin. Di vê pêşkevtin û bilindbûyîna bizava neteweyî da, gelek objektîv û bêyî tagîrîyeke partîkanê, ji hemû baskên partîyên Kurd, ked û xwuha Kurdên şoreşger û têkoşer heye. Lê rastîyek jî heye ku divêt bi dilekî fireh bête gotin û qebûl kirin ku bedelên herî mezin gerîllayên bênav dan wê demê. Ew gerîlla, xort, law û ciwanên xelkê me bûn. Wan leşê xwe yê ter û taze fedayî welat û xelkê xwe kirin. Bo bihûstek esmanê azad, bo bêhneke bijûn, bo jîyaneke bextewar û bi rûmet, giyanê xwe dan, xwûna xwe rêhtin ser axa xwe ya pîroz. Wan xwe heland, wan xwe kire agir ku xelkê me xwe pê germ bike. Wan xwe kire ronahî ku xelkê me pêşîya xwe pê bibîne. Wan xwe kire alaya serxwebûnê ku xelkê me wê bilind bike. Wan gerîllayên bênav maceraya welatekî serbixwe da dest pê kirin. Wan ciwana xewn û xiyalên me yên şerê çekdarî kirin rastîya jîyanê. Belêm ya herî giring, ew gerîllayên dilêr û palewan, alaya têkoşerên Kurd yên ji kûrahîya dîrokê hildan û li ser sûnda wan bilind kirin. Sadiqî şop, dews û rêya wan man. Romantîzma gerîllayî ya enternasyonalîst wan li Kurdistanê pratîze kir. Ew bûne dewsgirên kultur û tradisyona partîzanên Balkana, kapîtanosên Greka, gerîllayên Latîna û Asyaya Dûr. Ew bûn rûmeta xelkê Kurd di cîhana humanîter û azadîxwaz da. Gerîllayên jîr û çalak bi van kiryarên xwe yên şêrane, rê û hesûya şoreşa Kurdistanê ronahî kirin. Yêk ji kar û barên ronakbîrên Kurd jî, ji xwe ronahîkirina cîhana xelkê Kurd e. Di ronahîkirina hesûya şoreşa Kurdistanê da armanca gerîlla û ronakbîrê Kurd digihe hev. Yêk ji rol û erkên ronakbîrên Kurd  jî xwudan derketina bizava heq û rewa ya gerîlla ye. Têkoşîn, heyecan, macera û romantîzma gerîllayê Kurd, di qelemê ronakbîrê Kurd da divêt bibe çirîskên ronahîya Kurdistanê.

Xelkê me bi salan e bo azadî û serbestîya xwe di nav maratonekê da ye. Eve têkoşîneke domdirêj e. Carna tempoya vê maratonê kêm dibe, carna jî bi hêl dikeve. Lê xelkê me carna jî di nav vê maratona hizaran kîlomîtro da, kulvarên nû vedike û radibe deparên bi hêla herî bilind. Eve beza sed mîtroyî ye. Beza sed mîtro di nav bezînan da tacê bezînê ye. Gerîllayên 84ê jî, bezînerên depara sed mîtroyî ne. Wan starta vê bezê, 15ê Tebaxê dan. Û wan di bêhnekê da bi serfirazî singê xwe gihandin ber benikê armancê. Ew hawardêrên xelkê Kurd bûn ku wan ji ber lehî û tûfana kolonyalîstên Tirk rizgar bikin. Ew qazidên hişyarbûn û rabûna têkoşîna neteweyî bûn. Evro maratona xelkê me dîsa didome. Kulvarên nû vebûne. Têkoşîn wisa ye. Bi taybetî jî têkoşîna xelkê Kurd li goreyî cografyaya Kurdistanê pêş dikeve. Rêyeke tîrerast nîne. Car evraz, car nişîv e. Car deşt, car çiya ye. Car dol, car nihal e. Vêca ev maratona ku armanca wê azadîya xelkê Kurd û serxwebûna Kurdistanê ye, bi hemû reng, rê û metodan didome û divêt bidome. Têkoşîna gerîllayî bizava herî radîkal bû û ew radîkalî û mîlîtanîya gerîllayî divêt di her tarz têkoşînê da bêta parastin û domandin. Anku têkoşîn divêt neête sist kirin, giyanê pak û nemir yê Gerîllayê Bênav neête birîndar kirin.

Li vê derê hewce ye gelek objektîv bête gotin ku, di warê şerê çekdarî da, ew şêrê di dilê her Kurdekê da, li bakur, PKKê hişyar kir û berda ser rêya azadî û serxwebûnê. Digel hemû şaşî û kêmasîyên xwe, her wê PKKê, armanca organîzekirin û destpêkirina şerê gerîllayî, ku me hemûya dabû ber xwe, heta dereceyekê bire serî. Belêm mixabin ku xasyeteke herî xirab ya xelkê me, çavnebarî ye ku ew jî bûye nexweşîyeke kronîk di nav jîyana polîtîka Kurdî da. Lewma rekabeta polîtîk ya Kurda jî ne wekî ya xelkên dî ye: Heke te ne kiribe, yên kirî li ber çavên te reş û tarî ne! Ev nêrîn û helweste, heke zerar daba kes û rêxistinekê tinê, mirov da bêje ku qeydî nake, ew kar ber bi wê zerarê dikeve. Belêm zerara herî mezin dide bizava giştî ya neteweyî ya xelkê me.

Di rojeke wisa da gotina herî bihadar silaveke ji dil e bo giyanê Gerîllayê Bênav. Di rojeke wisa da xelkê me divêt bihazan be û çi cihê lê, rêzdarîya xwe nîşan bide. Belêm ya herî di cih da, qevdeke kulîlkên zozan, mêrg û çîmenan bavêjin nav çem û robarên Kurdistanê. Ava Zê, Xabûr, Çemê Araz, Çemên Firat û Dicle û hemû av û deravên Kurdistanê, bila bi gul û kulîlkên rengareng bêne xemilandin vê rojê. Rêzgirtina Gerîllayê Bênav bila geşt, şahî û seyran be. Yên li derveyî Kurdistanê jî bo bîrînana Gerîllayê Bênav, li her derê, qet nebe li mala xwe, li ber qevdek anjî guldangek gul û kulîlka, findikekê vêxin û wan law û egîdên Kurdistanê bi bîr bînin.

Ew hêjayî rondikên çavan in!

Bila vîn û silava herî mezin bo Gerîllayê Bênav be!

15 Tebax 2001

www.rojev.com

Hîwa, hj. 35

***

5. Aştî û digel xwe aştbûn

Indeks

- Bo Hetavî -

Kesek anjî civatek heke di serî da digel xwe aşt nebe krîz hingê dest pê dike. Binasên digel xwe aştnebûnê gelek in. Ji alîyê kesekê ve hebûna kompleksan bi serê xwe negatîvîyeke mezin e. Di encam da civat jî ji kesan pêktêt.

Civatek heke bi piranî ji kesên xwudanên kompleksên herî çal, biçûk û nizim pêkhatî be, helbet dê di nav xwe da neaşt be, rizî û gemar be. Bêşansîya xelkê me jî, mixabin di destê kolonyalîstên hinde bê kalîte da ye! Eve terîfa kolonyalîzma Tirkîyeyê ye. Gotineke giştî û belav heye; istisna rezikê xirab nakin. Rêzika civata Tirk jî di vê dereceyê da ye. Helbet kesên dûrî vê çarçoveya negatîv hene, lê hejmara wan kêm e û istisna ne. Xelkek li pêş me ye, ku erd û axa bab û bapîrên me ji me standîye, hemû hebûnên me talan û wêran kirine. Em li ser axa me bi xwe reben û perîşan kirine, ker, lal û nebîn kirine, dest û pêyên me qeyd û bend kirine. Ji per û baskên Asyaya Dûr, ji çol û beyarên Mançûryayê li ser pişta hespên ponî, birsî, têhnî, lat û rût û pêxwas hatine û rûniştine ser axa me ya bi xêr û bêr. Ma boçi har û hêc nebin! Boçi xwe hinde li ser ewra nebînin! Parîyê nanê me ji devê me derêxistine, bax û bexçeyên me talan kirine, av û deravên me kirine malê xwe û bi rûçirîyeke nedîtî jî evro radibin dibêjin ”an hejê bike, an terk bike”! Li ser vê axa bi xêr û bêr, li ser av û deravên hinde boş û bi bereket, jîyaneke heram diajon, ma ew bêfirêt nebin dê kî bibe! Çu cara afirandêr û yên avakirin û çêkirinê nebûne. Daîm yên xirabkirin û wêrankirinê bûne. Bi vê kultura vandalîst mezin bûne. Ji ber hindê jî ne ji aştî, ne ji biratî, ne jî ji wekhevîyê têdigihin. Di ferhenga wan da cihê van gotina nîne. Wan ji dijminî, neyartî û zulm û zordarîyê pêve tiştek li dora xwe nehêlaye. Ev xasyetên hinde xirab û qirêj bo xwe kirine madalya û kirine stuyê xwe. Li wan pîroz be! Xwudanên dîrok û kultureke hinde dûrî aştîyê, dê çawa di serî da digel xwe û paşê jî digel der û cîranên xwe aşt bin. Civateke bi van kiryarên neqenc rabûy û gihiştî, dê çawa aştîyê digel cîranên xwe pêkbîne. Kerem kin berê xwe bidinê; dewleta Tirkîyeyê digel kîjan cîranên xwe aşt e? Her di serî da digel kîjan çîn, bask û grûbên civata xwe aşt e? Civatek, xelkek anjî neteweyekê raman bikin ku di nav paranoyayeke hinde kûr da dipirpite, dê çawa digel xwe aşt be û aştîyê bîne û binecih bike? Paranoyaya wan ya ”herkes dijminê me ye” hind bêbin, kûr û kronîk e ku êdî dermanê vê nexweşîya wan jî peyda nabe. Gelo xelkek, neteweyek anjî dewletek hinde ji elementên mirovî dûr dikeve? Belê, nimûne xelkê Tirk û dewleta Tirkîyeyê ye. Piranîya xelkê Tirk, bi çavkorî piştevanîya hemû polîtîka, kiryar û pratîkên nemirovî yên dewleta xwe dike. Jîyana xwe li ser birandin û têkbirina xelkekî dî avakirin, ma gelo ji Tirkîyeyê pêve bo kesê dibe qismet!

Ji dewrê Selçûkîya bigirin heta evro (îro), Kurdistan û timamî Anatolya dagîr kirine, xelkên xwecih yên vê cografyaya mezin di bin zulma xwe da nalandine, hindek ji wan birandine, yên mayî jî dane ber aşê hêranê ku wan jî di nav dem û salan da bikin ar û ax û ji dîrokê rakin. Di demê Împaratorîya Osmanîyan da ji Kurdistan, Mezopotamya, Anatolya û Erebistanê bigirin heta Balkana û bakura Afrîkayê, xelk û neteweyên di vê cografyaya hinde fireh da bi salan di bin nîrê zulma xwe da girtin, hemû heyîyên wan yên aborî, kulturî û civakî talan kirin, kavil û wêran kirin û di şûna wan da kultura xwe ya ji hemû elementên mirovî dûr, serdest kirin. Di timamî demê desthilatîya xwe da, ji şer û ajaweyê pêve tiştek nedane xelk û neteweyan. Rêz û siyaneta xelk û neteweyan negirtin, zimanên wan helandin û kulturên wan biçûk dîtin. Jîyana xwe bi talana mal û heyîyên xelkan domandin.

Di dawîyê da çi lê hatin? Xwe şkandin, xwe biçûk kirin. Xelkê Tirk, wekî mîratxwerên vê dîroka reş ya Osmanîya, komara evro ya Tirkîyeyê jî li ser vî mîrateyê talan û wêrankirinê ava kirin. Di encama vê kultur û tradisyona hov da helbet aştî nabe. Xelkê Tirk hem di demê împaratorîyê da, hem jî di demê niha yê komarê da nifşên neteweyê xwe bi kultura zulm, zor, talan û dagîrîyê mezin û perwerde kirin. Evro jî berê xwe bidinê; di timamî perwerdeya wan da ji mezinahîya neteweyê xwe û biçûk dîtina xelk û neteweyên dî pêve çi didin nifşên xwe. Li pal û betenên Kurdistanê bi tîpên gir çi dinivîsin: ”Tirkek bedelî cîhanê ye!” û ”Dilşahî ye ku kesek bêje ez Tirk im!”. Eve hem nijadperestî ye, hem jî bi xwe nebawerbûne, kompleksa xwe biçûk dîtinêye. Lewma xelkê Tirk her di serî da digel xwe ne aşt e.

Evro baş kivş bûye ku xelkê Tirk û rêberên wan bi vê polîtîka xwe ya dijmirovî, talan û dagîrkerî tinê paşeroja xwe reş û tarî dikin. Di midehê çend sedsalan da Anatolya ji xelkên xwecih vala kirin, ramalîna etnîkî bi kar înan, belêm nikarîn Kurdistanê û xelkê Kurd bibirînin. Lê dîsa ve desta ji wê polîtîka xwe ya qirêj û gemar bernadin û rika xwe ya req û hişk bi israr didomînin. Berxwedana xelkê Kurd ya bi salan danin alîyekê, hema di wê berxwedan û serhildana 15 salan ya şerê gerîllayî da, dewlet û xelkê Tirk çi bi destê xwe ve înan? Destên xwe bi xwûntir kirin, dîroka xwe reştir kirin, sicîla xwe xirabtir kirin û ya herî girîng jî di rastîyê da paşeroja nifşên xwe tarîtir kirin. Xelkê Kurd çi lê hat? Rast e, gelek şehît dan, mal, gund, bajêr wêran bûn, xelk perîşantir bû, bêdadîyên mezin dîtin ji xelk û dewleta Tirk. Belêm dîsa ve ne birhan, ne helyan û li ser pêya man û evro jî berxwedana xwe ya heq, rewa û pîroz didomînin. Xelk û dewleta Tirk çi dikin? Rê nadin aştîyê, rê nadin pêkhatinê, rê nadin li hev hatineke herî biçûk. Rûyê xwe ji hemû hewildanên xelkê Kurd yên aştîyane digirin. Neku xelkê Kurd nas bikin, xwastekên xelkê Kurd qebûl bikin, her naxwazin xelkê Kurd bibînin. Başe, encama vê polîtîka xelk û dewleta Tirka, gelo dê bo wan xêr û xweşîyê bîne? Nexêr û nexêr! Mixabin, xelkê Kurd ketîye nav destên dewlet û xelkekî hinde ser hişk, tengbîn, egoîst û dûrî bihayên mirovî!

Çare çi ye? Xwe sist kirine gelo? Nexêr! Xelkê Kurd bi her awayê polîtîka xwe ya heq, rewa û mirovî dê têkoşîna xwe bidomîne. Polîtîka bi hemû metoda tête kirin. Baskên polîtîkê fireh in. Xelkê me ji duhî were her metod bi kar înaye û dê bîne jî. Evro rê û kanalên polîtîka sivîl, demokratîk û aştîyane dane pêş û fişareke tîr û tijî dide ser rejima Tirkîyeyê. Xelk û dewleta Tirk, wisa têdigihiştin ku gava xelkê Kurd şerê çekdarî sekinand û alaya aştîyê bilind kir, dê li mala xwe rûnun û paşê jî her tişt dê li goreyî dilê xelk û dewleta Tirk wekî berê bidome. Çi xwe xapandineke kûr e!

Li milê dî, xelkê Kurd reng û rûyekî nû înaye xebat û bizava aştîyê jî. Evro bizava aştîya milîtanî di rojevê da ye. Xelkê Kurd narûne û li hêvîya insafa xelk û dewleta Tirk namîne. Dê aştîyê bi ked û xwuha xwe pêk bîne. Xelkê Kurd dê bi hemû metodên bizava aştîya milîtanî zora rejimê bibe û wan mecbûrî rûniştina ser maseya aştîyê bike.

Doza polîtîk ya xelkê Kurd, dozeke heq e. Hemû rê û awayên tekoşîna wan rewa ne. Armanca wan pîroz e; welatekî azad, serbixwe û jîyaneke bi rûmet û bextewar. Yên ku vê xwezî û armanca mirovî bo xelkê me gelek dibînin, dê li ber ba û bagera bizava aştîyane ya xelkê me pûç bin. Xelkê me dê di vê têkoşîna xwe da sedased serbikeve û bigihe van xwezî û daxwazên xwe yên heq û rewa û bi serbilindî li ser axa xwe bijî. Belêm xelk û dewleta Tirk, dê hem li beramberî xelkê Kurd, hem jî beramberî dîrokê û hemû mirovahîyê serê xwe şor bikin!

Xelkê me şîfreya bizava aştîya aktîv û milîtanî veresandîye. Herweha xelkê me di midehê van du salan da baş da kivş kirin ku aştî li mala xwe rûniştin nîne. Aştî bizavek e, serhildanek e. Çu tişt bê bedel bi dest nakeve. Serkevtin û çeperên evro, bi têkoşîna bê rawestan ya çekdarî bi dest kevtin. Niha jî bizava sivîl û aştîyê ya milîtanî divêt bê rawestan bête domandin. Anku di vî demê tekoşîna sivîl û aştîyane da jî slogan divêt ”nonstop aksîyon” be.

Xelkê Kurd, xwe û hemû nifşên xwe, bi bihayên mirovî û aştîyane perwerde kirîye. Evro jî nifşên xwe bi van bihayên mirovî û aştîyane perwerde dike, daku paşeroja xwe ronahî bike. Ji xwe çi rojên ku neteweyên cîhanê, bi rêya Rêxistina Yêkitîya Neteweya, kirine mal û mîrateyê hemû mirovahîyê, xelkê Kurd pîroz dike. 1ê Îlonê jî bi vê bîr û bawerîyê wekî roja aştîya cîhanê ji alîyê xelkê me ve tête pîroz kirin. Xelkê me hewcehî bi aştîyê heye û pîroz dike. Yên hewcehî bi aştîyê nebin, hingê dê bedelên rêyên ne aştîyane bidin û aşkeraye ku xelk û dewleta Tirk, dê ji vê bazarê gelek zerarê bibînin. Dîyar e, Ankara aştîyê naxwaze! Lewma dergehên xwe bo bizava aştîya aktîv û milîtanî digire. Keyfa wan e. Xelkê Kurd, bizava xwe ya neteweyî digel hemû awayan, bi rêyên aştîya milîtanî jî dê bidomîne û nifşên xwe bi vê kulturê perwerde bike. Xelkê me, hem digel xwe aşt e, hem dixwaze û dikare digel hemû xelkan aşt be, hem jî bi xwe bawer e û ji ber hindê jî, ji perwerde û kultura aştîyê natirse û dê nifşên xwe bi vê kulturê mezin bike û paşeroja xwe bi bizava aştîya milîtanî li ser xîmê aştîyê ava bike.

Divêt neête ji bîr kirin ku, heta Kurdistan rizgar nebe, xelkê Kurd azad û serbest nebe, li vê cografyayê aştî pêknaêt!

Bi hêvîya ku hetava aştîyê esmanê Kurdistanê jî geş û ronahî bike, daku hem kotrên aştîyê azadane bifirin, hem jî Hetav û hemû Hetavên Kurdistanê di nav aştîyeke dadyar da mezin bibin!

***

Hetavê nazdar,

Bi hêvîya jîyekî dirêj î bi xweşî û serfirazî, roja bûyîna te pîroz be.

01 îlon 2001

www.rojev.com

Hîwa, hj. 36

***

6. Bûyer û helwest

Indeks

Hindî ku statûya xelk û welat me têda bi vê rewşê dom bike, pirs û pirsgirêk ji rojeva me kêm nabin. Welatekî dagîr, xelkekî bindest û rejimeke xwûnxwar. Niha ji ber vî aşê ku her roj û her seet mafên mirovan di nav her du beraşên xwe da dihêre, helbet dê zor û zulm biçe. Rejima Tirkîyeyê xwe bi timamî endeksî vê polîtîka hêran û helandinê kirîye. Carekê mengene li ser stuyê xelkê Kurd şidandîye û çu werarên sistkirinê jî xuya nakin. Di vî warî da mixabin ku xelkê Kurd bi tinê ye, anku xelkê me bi tinê hatîye hêlan. Eve rastîyek e li ber çavan. Rejimê li Tirkîye û Kurdistanê zelzeleyeke mezin pêkînaye, belêm xelkê me adeta bi tinê hatîye hêlan di bin enkazê zelzeleyê da. Mer û tevir tinê di destê xelkê me da ne. Lê yêk kes, anjî organîzasyoneke ”sivîl”, anjî ”humanîter” naête hawarê!

Tiştekî enteresan e, ne li şer, ne jî li aştîyê, yêk du kes têne, kesek anjî organîzasyoneke çep û demokrat ya Tirk, li rêza têkoşîna herî dorteng û hevpar ya demokrasîyê naête dîtin. Heye nîne Kurd. Esas eve jî helwest û kultureke kevin ya xelkê Tirk e beramberî xelkê Kurd. Li leşkerîyê, gelek çîrok têne gotin li ser Kurda, lewma di nav Tirka da gotineke belav heye; ”Haydi Kürt Memet nöbete”, anku hema çi biqewime ferman hazir e; ”Dê Memedê Kurd, here nobê”. Vêca vê kulturê sîrayetî hemû pratîka çep û demokratên Tirka jî kirîye... Armanc demokrasî ye? Dê Kurdo! Mafê mirov hewce ye? Yallah Kurdo! Azadî? Kurdo here pêşîyê! Bo van xwasteka bedel divêt bête dan? Kurd egîd in, cesûr in! Realîte ev e li Tirkîye û Kurdistana Bakur! Ji ber hindê jî hemû rîsk û barên giran ketine ser milên xelkê Kurd. Berxwedan û têkoşerîya azadîyê, demokrasîyê, wekhevîyê, dadîyê û aştîyê û herweha bedelên ku bo van armancan bêne dan jî, tinê bo Kurda mane. Ji xwe xelkê me di nav bêdadîyeke nedîtî da dijî, serda jî hinde barên giran ketine ser pişta xelkê me ku eve bi serê xwe bêdadîyeke mezin e. Gerçî xelkê me çu gazindeya ji vê rewşa xwe nake, ji ber ku bo armancên hinde mezin û pîroz, hilgirtina van barên giran, îdealek e û bi ber dikeve. Belêm rewş jî ev e. Li Kurdistanê em têdigihin, welatê me, xelkê me bindest e, ji hemû mafên mirovî bêbahr e, di bin zulmeke nedîtî da dijî, helbet dê di nav aksiyoneke gelek mezin da be. Lê belê, li Tirkîyeyê jî ev bizave bi timamî adeta tinê bo Kurda hatîye hewale kirin. Nimûneya herî dûmahîkê ya konkret, ji xwe aksiyona aştîyê bû. Başe, ma ev mîrata aştîyê tinê bo Kurdan e? Tinê Kurda hewcehî bi aştîyê heye gelo? Ev pratîka dawîyê ya çep û bi giştî hêzên ku xwe demokrat dihejmêrin li Tirkîyeyê, yêkser paradoksek e. Hem xwudanê îdealên humanîter û aştîyê bin û hem jî di nav helwesteke ”ne ew sûk û ne ew bazar” da bin, eve nabe. Ev kes û hêzên ku xwe bi van xasyetên humanîter didin nas kirin, divêt rewşa xwe ji serî ve bidin ber çava û serê xwe bi vê paradoksê biêşînin. Anku çi? Bizaveke aştîyê tête organîze kirin, Kurd bi tinê ne, mitîng tête qedexe kirin, Kurd bi tinê ne, Kurd digel hemû zor û lêdanê dîsa ve bi hizaran dadikevin kolanan, belêm bi tinê ne. Bo aştîyê şehîda dide û dixwaze şehîdê xwe bi seramonî rake û veşêre, dîsa ve Kurd bi tinê tête hêlan. Bi vî awayî naçe serî. Divêt piştî vê tecrubeyê çu tişt wekî berê nemîne û neçe! Divêt vê rastîyê bi hemû kes û hêzên çep, demokrat û bi giştî humanîterên Tirk bidin zanîn. Nexwe, çu werarên ku ew li ser van şaşî û kêmasîyên xwe rawestin, naêne dîtin. Mirov nikare vê helwesta wan wekî xemsarîyekê bihejmêre. Ji ber ku bi zanahî tête kirin. Êdî bûye nexwşîyeke kronîk. Digel hindê jî divêt rexneyên herî dijwar li vê helwestê bêne kirin û herweha fişara li ser wan bête domandin ku xwe biguhurin û di bizava aştî û bi giştî demokrasîyê da aktîv bin. Ev der û dorên Tirk, berî bûyerên 1ê îlonê, li ser kiryarên dewletê yên li bajêrkê Elkî (Bêşebab) ya Hekarîya qewimî jî bêdeng man. Ji aktîvîstên mafê mirovan yên Kurd pêve kes ji alîyê Tirka ve li ser danebarkirina bi darê zorê ya xelkê Elkîyê ne rawesta û helwesteke protestoyî nîşan neda. Ev herdu bûyerên li meha Tebax û Îlonê li Kurdistan û Tirkîyeyê pêkhatî, divêt bibin binasên riberizeke micid li ser helwesta çep û demokratên Tirk.

Helbet eve rûyekî madalyonê ye. Rûyê dî jî divêt bête dîtin. Aksiyona aştîyê ya 1ê Îlonê ji alîyê xelkê Kurd ve digel hemû kêm û kasîyên navxweyî û zulma dewletê, serkevtî derbaz bû. Armanc, bi rê û metodên sivîl û aştîyane û bi milîtanî, bilindkirina dengê xelkê Kurd bû. Eve pêkhat. Kiryarên wisa bê bedel nabin. Mixabin ciwanekî çelenk şehît ket. Belêm aksiyona aştîyê gihişte armanca xwe. Hêz û qudreta xelkê Kurd dîsa ve li meydana pratîkê hate imtihan kirin û serkevtin bi dest ve hat. Eve giring e. Di vê aksiyona aştîyê da û paşê jî di veşartina Zeynel Durmuş da, xelkê Kurd milîtanîya xwe nîşan da. Lê belê, ne di aksiyona 1ê Îlonê, ne di şehîtbûna Zeynel Durmuş, ne jî di bûyera meha Tebaxê ya zulm û îşkenceya dewletê li Elkîya Hekarîyê da, nivîskar, hunermend, kesên navdar û bi giştî ronakbîrên Kurd, helwesteke konkret ku deng vede, nîşan nedan. Bi pêşengîya aktîvîstên mafê mirov yên Kurd ji Awrûpayê heyet hatin gazî kirin û di bin rîzkên giran da çûn seredanîya xelkê Elkîyê kirin, derd û kulên wan, ji wan bi xwe guhdarî kirin, şîddeta dewletê afîşe kirin û herweha piştevanîyeke germ li xelkê navçeyê kirin. Belêm mixabin, yêk du istisna têne, nivîskar û hunermendên navdar yên Kurd, bi insiyatîva xwe li ser bûyerê ne rawestan, guhê xwe nedan hawar û gazîya xelkê perîşan yê navçeya Elkîyê. Eve ji kêmasîyê wêda, qusureke mezin e.

Nivîskarek Kurd, her li ser çi be, gava pirtûkeke wî anjî wê tête qedexe kirin, qiyametê radike û heta jê bêt pirsê enternasyonalîze dike. Hunermendek jî gava kaset anjî cd-yeke wî anjî wê, anjî kar û berhemeke dî ya hunerî, tête qedexe kirin, dîsa her wî tiştî dike. Belêm heke dor hate ser zulm û zora rejimê ya li ser xelkê, xwe badidin û sed binasa bo xwe peyda dikin ku xwe ji pirs û bûyera dûr bikin. Bi gotina herî nerm, ev helweste, ne helwesteke ronakbîrî ye! Branş anjî pozisyona wî anjî wê çi dibe bila bibe, ronakbîrê Kurd divêt herweha aktîvîstê doz û pirs û pirsgirêkên xelkê xwe be.

Helwesta beramberî bûyera, nîşana îdentîtêta ronakbîrî, humanîstî, demokratî, çepî û şoreşgerîtîyê ye. Teorîzekirina van îdentîtêta mixabin lê manayeke giring nade. Zemînê pratîk, kaxeza turnusolê ye, eyneya vê helwestê ye.

Digel van helwest û kiryarên negatîv, lê dîsa ve hêvîya mezin di nav xelkê bi xwe da ye. Xelk êdî ser û stuyê xwe naçemîne. Reya wan ya berxwedanê geş bûye. Generasyona nû, nimûne ye bo vê çendê. Ciwanên Kurd, bi heyecan, bawerî û milîtanîyeke nedîtî xwe adeta diavêjin nav agirî. Ev helwesta wan, dereceya fedakarî û cesareta wan ya bêtixûb nîşan dide.

Du ciwan, du law, du egîdên Kurd, di meha Tebax û Îlonê da, bûne nimûne bo vê helwesta têkoşer û netirs. Yêk Rasim Aşan bû ku li Elkîyê bi cesareteke mezin hemû kiryarên hovane yên ku dewleta Tirk li xelkê navçeyê kirî, li ber çavên leşker û karmendên rejimê, yêk bi yêk bo heyeta Komela Mafê Mirov ya Amedê gotin. Muxtarê gundê Bêzalê, Celal Aslan, bi rûsarî, rûreşî, serşorî û tirsonekîya xwe, xwast rejimê heq derêxe, zulma wan veşêre. Belêm Rasim Aşanê ciwan, kurê maleke hejar û feqîr ya ji gundê Çemê Pîrê, egîdîya xwe, netirsîya xwe nîşan da û hemû kirêtî û îşkenceyên ku leşker û polîsên dewleta Tirk li gundîyên wî kirî, gotin û adeta tifî ser û çavên muxtar Celal Aslan û karmendên rejimê kir. Rasim Aşan dizanî ku dê bedelê vê cesareta xwe bide û ji xwe wekî heyeta mafê mirova vegerîyayî Amedê, rê li wan hate birîn û Rasim Aşan hate girtin.

Ciwanê dî, Zeynel Durmuş, endamê baskê ciwana yê HADEPê, çeleng û aktîvîstê bizava aştîyê, di aksiyona aştîyê da li Stanbolê ji alîyê polîsên rejimê ve hate şehît kirin. Li ser dozeke rewa û pîroz, li ser kiryar û aksiyoneke heq, bi fedakarî û cesaret, xwe avête pêşîyê û şehît ket. Alaya wî nekete erdî, hevalên wî hilgirt û niha di destên hizaran ciwanên Kurd da ye û ber bi xewn û xiyala Zeynel ve, ber bi Kurdistaneke serbixwe û azad ve tête pêl dan.

Du ciwan, du law, du egîd û du aktîvîstên milîtan yên bizava neteweyî ya xelkê Kurd û welatê wan Kurdistanê: Yêk girtî ye li zîndanên rejima hov ya Tirkîyeyê. Yêk jî mixabin şehît ket, belêm axa wî, ya ku wî serê xwe yê ezîz di ber da dayî, ew hilgirte nav germahîya xwe û rapêça ku bibe hêz û enerjîyeke mezintir bo nifşên têkoşer yên xelkê Kurdistanê.

Ev herdu ciwan, bi helwest, kiryar, fedakarî û cesareta xwe ve, nimûne ne bo şoreşa Kurdistanê. Xelkê me xwudanê generasyoneke nû ya jîr, têkoşer, fedakar, dilêr û netirs e. Hêvîya xelkê me divêt xurttir be. Hindî ku xelk û welatê me xwudanê van nifşên serhildêr û têkoşer be, paşeroja xelk û welatê me dê ronahî be.

15 Îlon 2001

www.rojev.com

Hîwa, hj. 37

***

7. Bakur û Başûr

Indeks

Piştî bûyera 11ê Îlonê ya bi serê Amerîka Yêkbûyî hatî, kivş bû ku dê asyaya navîn, rojhilata navîn û rojhilata nêzîk bişarhe. Li asyaya navîn bo Amerîka û cîhana rojavayê problema sereke rejima Talîban ya Afganistanê ye, ku hem rejim bi xwe wekî tehlîke tête dîtin, hem jî ji ber ku Usame Bin Ladin diparêze û herweha piştevanîya wî dike, ku Ladin û rexistina wî El Qaîde, gelek kiryarên terorî dijî Amerîkayê pêkînan.

Li rojhilata navîn û nêzîk jî du pirsên sereke hene ku heta di çarçoveyeke kamil da çareser nebin, ne herêm aram dibe, ne jî serê dinyayê ji êş û jana xilas dibe. Heta ku Filistîn bi timamî rizgar nebe û xelkê Filistînê li ser axa xwe dewleta xwe ya serbixwe ne damezrîne, ne Israîl ne jî herêm û hetta dinya rehetîyê nabîne.

Pirsa ji vê girantir jî ya xelkê Kurd e. Hewceyî çu remildarîya nîne; heta ku pirsa xelkê Kurd jî çareser nebe, anku heta Kurdistan rizgar nebe, xelkê Kurd serbest û azad nebe û dewleta xwe ya serbixwe, anku dewleta Kurdistanê ava neke, ne navçe ne jî dinya ji vê janeserê jî xilas nabe.

Berpirsiyarên rewşa evro, ku di serî da Amerîka Yêkbûyî û cîhana rojavayê ne, niha bi xwe tûşî gelek dijwarî û astengan bûne. Ji ber hindê jî çi bi serê wan bêt, jana xwe berî her tiştî li rojhilata navîn û nêzîk dide der. Hem li rojhilata nêzîk Îsraîl, hem jî li rojhilata navîn Tirkîye, bi timamî pişta xwe dane Amerîka Yêkbûyî û bi vê avnehî û piştrastîyê polîtîkayên xwe didomînin.

Di nav van hişkegirêyan da em zirbîna xwe bidine ser pirsa xelkê Kurd. Piştî bûyera Kuweytê û şerê kendavê konjonkturek pêkhat ku xelkê me li başûr imkaneke mezin bi dest êxist. Di serî da Amerîka û cîhana rojavayê, helbet di bin sihwaneya Rêxistina Yêkitîya Neteweyan da, herçend tixûb hatibin teng kirin jî, pişka mezin ya Kurdistana Başûr hilgirtin bin ewlehîya xwe û di bin vê sihwaneyê da herêm ji hêzên rejima Seddam hate paqij kirin û hêzên polîtîk yên Kurd bûne desthilatdar. Anku Kurdistana Başûr, mixabin ku çend bajêrên stratejîk yên wekî Mûsil, Kerkûk û Xaniqîn ne têda, gihişte rêvebirîya xwe bi xwe û îdareya Kurdistanê pêkhat. Ji hilbijartinên 1992ê heta evro bi taybetî dewleta Tirkîyeyê ev rewşe bo xwe wekî tehlîke dît û dijî vê pêkhatina “de facto” kete nav hewildanan ku têkbibe. Belêm ev helwesta Tirkîyeyê ne li goreyî berjewendîyên Amerîka û cîhana rojavayê bû, lewma jî nikarî bigihe ya dilê xwe û yêkser vê destkevta li başûr xirab bike. Di midehê nêzîkî deh salan da dewleta Tirkîyeyê bi her awayî nîyeta xwe kivş kir ku ew nahêle li binê guhê wan dewleteke Kurda ava bibe. Di nav Kurdan da şerên navxweyî heke bi binas û berjewendîyên desthilatîya polîtîk derketibin jî, dewleta Tirkîyeyê bi hemû imkanên xwe ve, şer germ û gurtir kir, xwast di navbeyna hêzên Kurd da dijminahîyê kûr bike ku bigihe wê mexseda xwe ya nemirovî, ku Kurdistana Başûr bin negire. Dewleta Tirkîyeyê ji ber van armanc û berjewendîyên xwe, hem li bakur şerê dijî xelkê me girantir kir, welat wêran û kavil kir, bi hizaran mirovên me kuştin, hem jî di her keysî da, goya bi navê ewlehîya xwe, êrişî başûr kir û xwast dagîr bike. Belêm ji ber wê konjonktura heyî, nedikarî dagîrîya xwe domdirêj bike.

Evro bûyereke nû, hem jî di nîveka Amerîka Yêkbûyî da pêkhatîye ku tesîra xwe yêkser li timamî cîhanê kir. Lê belê, bûyerên bi vî rengî zêdetir tesîra xwe li navçeyên aloz, bi arêşê û têkilav dikin, ku hem rojhilata navîn, hem jî ya nêzîk bi zêdehî ve dikelin. Di demekî wisa da Tirkîyeyê hemû anten, lûle, fûze û projektorên xwe dirêjî ser Kurdistanê kirine, ku gelo dikare bi çi awayî serê Kurda jê bike. Dewleta Israîl jî bi vê keysperestîyê rabû û çawa bûyer li Amerîkayê pêkhat û serokkomar Bush gef dan ku dê bersiveke xurt bidin, hemû hêza xwe ya şer ajote ser Filistînîya.

Vêca polîtîka Tirkîyeyê jî bi vî rengî didome. Wan jî piştî gef û gurên Amerîkayê, yêkser şûrê xwe hejandin ku ew amade ne, ku dijî “terorîzmê” hevkarîya Amerîkayê bikin. Tercumeya terora wan jî Kurd in. Wan her yêkser dest bi qutana dahola şer kirin û herweha hêj ji niha ve dest bi çêkirina planên têkbirina destkevta Kurdistana Başûr kirin.

Tirkîye li vî demê ku bi her awayî bêhna şer jê têt, xwe amade dike ku dê çawa Kurda hem li bakur bêdeng bike, hem jî destkevta başûr çawa hilweşîne. Hemû plan û programên xwe li goreyî vê ihtimalê pêktîne. Di ber ra jî, tila xwe dirêjî nav Kurdên başûr dike û wan berdide hev. Niha grubeke nû ya Islamî bejn daye û seda sed li paş wê, dewleta Tirkîyeyê jî heye. Dewleta Tirkîyeyê di beramberî Kurda da ketîye nav tirs û komplekseke mezin û bi çu awayî ne hazir e, ku misqalek maf bi destê Kurda bikeve. Di nav planê dewleta Tirkîyeyê da bo Kurda maf cih nagirin, belêm qirkirin û pelixandin, şkandin û hilweşandin di serê rojeva wan da ye. Li milekê PDK û YNKê li dijî hev dizêrîne, li milê dî jî hevkarîyeke xurt ya malî û leşkerî dide grûbên Islamî. Bi taybetî jî grûbeke nû hatîye organîze kirin, ku di armanca wan da destkevt û serkevtinên neteweyî nînin, armancên dînî di serê her tiştî da ne. Ev organîzeya bi navê “Jund El - Islam” anku “Leşkerên Îslamê”, grubeke paramiliter e û ji Afgan, Tirk, Ereb, Iranî û hindek Kurdan ve pêkhatîye, ku digel Iran û Iraqê destê Usame Bin Ladin jî di nav da ye, gelek xurt ji alîyê dewleta Tirkîyeyê ve jî tête fînanse kirin û berdidin desthilatîya neteweyî ya Kurdistana Başûr. Dewleta Tirkîyeyê li hemberî Kurda digel herkesê dikare tifaqê bike. Li nav welatê xwe goya dijî radîkalîzm û fundamentalîzma Islamî ye, belêm bo berjewendîyên xwe û bi teybetî jî dijî Kurda, hevkarî û tifaqa herî mezin digel van grûbên kevnepereste Islamî dike ku bizava neteweyî ya Kurda têkbibe.

Berî vê bûyera li Amerîkayê jî, dewleta Tirkîyeyê ketibû nav bizaveke xurt digel rejima Seddam, ku di navbeyna Tirkîye û Iraqê da dergehekî nû vekin. Ji ber ku dergehê Xabûr bo Kurdên başûr hem kanalekî aborî, hem jî derekî têkilîdanîna derve ye. Niha dixwazin dergehekî dî vekin ku başûr hilgirin binê ablûkayê û bifetisînin, heke xema wan xêra rejima Seddam anjî parastina ‘yêkitîya dewleta Iraqê’ nîne. Bi vekirina derekî nû mexseda wan ew e ku korîdorekî stratejîk pêkbînin, ku manewrayên xwe yên leşkerî çêtir bikarin bikin. Bi vî korîdorî, hem dê borîya petrolê kontrol bikin, hem dê hatina aborî ya ji petrolê, ji ser xelkê başûr bibirin, hem jî dê rê û rêbara lojîstîk ya PKKê bi timamî qut bikin. Ji kîjan alî ve em berê xwe bidinê, mexseda dewleta Tirkîyeyê fetisandina bizava neteweyî ya xelkê Kurd e û xirab kirina Kurdistanê ye.

Dîsa li ser Ava Zê li Hekarîya digel fîrmayên Amerîkayê dixwazin sikirekî mezin li ser Ava Zê ava bikin. Bi vê projeyê armanca wan pêşvebirin û başkirina rewşa xelkê xwecih nîne. Ji ber ku sikirekî li ser Ava Zê, di serî da ji alîyê çandinê ve bi kêr naêt, çiku erdê Hekarîyê, bi taybetî jî başûra Hekarîyê, bi kêrî çandina avî naêt û hemû dol, nihal, çiya û zozan in. Ji alîyê hewcehîya elektrîkê ve jî bi ber nakeve. Ji xwe dorberên Hekarîya di demê şerê 15 salî da hatîye kavil û wêran kirin û xelk bi darê zorê hatîye koç û bar kirin, gund hatine vala kirin. Nifûsa mayî jî, bi elektrîka Kebanê hewcehîya xwe bi zêdehî ve dibîne. Mexsed ne baş û qenc kirina rewşa xelkê wê derê ye. Armanc, li navçeyeke stratejîk, ku Gelîyê Zê di demê şerê gerîllayî da asêtirîn çeper û bingehê bizava neteweyî bû, çêkirina sikirekî stratejîk e, ku bo berjewendî û armancên leşkerî bi kar bînin. Li milekê dê navbeyna bakur û başûr, tixûbî bikin av ku têkilîyê bibirin û bikarin navçeyê bi rehetî kontrol bikin. Li milê dî jî, çi gund û bajêrkên biçûk yên mayî jî dê bi bin avê bikevin û navçe bê mirov bimîne. Eve armancên leşkerî ne, ne yên mirovî ne. Bo dewleta Tirkîyeyê jî armancên mirovî ne hewce ne. Ew dijî xelkê Kurd hewcehîyê bi hemû rê û armancên nemirovî, tîne. Amerîka jî bi vê projeya Ava Zê dixwaze ji milê rojavayê ve kontrola Iranê bike û ji milekê ve jî hem wekî endamê Natoyê piştevanîya dewleta Tirkîyeyê bike, hem jî tixûbê Natoyê ji rojhilatê ve hilgire bin ewlehîyê.

Piştî êrişa li ser Amerîkayê, rojhilata navîn, ku Kurdistan di nîvekê da ye, di bin tehdît û tehlîkeyên mezin da ye. Di konjonktura evro da tehlîkeya herî nêzîk dewleta Tirkîyeyê ye bo Kurdan. Di pêrabûna tolhildanîya 11ê îlonê da, yêk ji armancên Amerîkayê yên leşkerî jî rejima Seddam e. Di nav agirekî wisa da Tirkîye dê bixwaze dijminahîya xwe ya ku evro didomîne, bi her awayî xurttir bike ku encameke konkret ya şkandina bizava neteweyî ya xelkê Kurd werbigire. Li milekê dê bixwaze destkevta başûr têkbibe, li milê dî jî dê li keysekê bigere ku rêvebirîya polîtîk ya PKKê, -ku di şertên evro da pêşengîya bizava neteweyî ya Kurdistana Bakur, PKK dike-, an destgîr bike anjî bikuje.

Heke muhtemel dîzayneke nû ya Amerîkayê li rojhilata navîn pêkbêt, “dîzayna!” dewleta Tirkîyeyê jî têkbirina bi giştî bizava neteweyî ya xelkê Kurd e. Di vî demê nazik da her tişt adeta li ser pira selawatê ye. Lewma yêk ji armancên Amerîka Yêkbûyî heke dijî Seddam parastina Kurdistana Başûr be, ya Tirkîyeyê jî têk birin e. Belêm dibe ku ji ber armanc û berjewendîyên nêzîk û dûr yên cîhana rojavayê û Natoyê, Amerîka rê nede ku Tirkîye di balanseke hinde nazik da, li ser pirsa başûr bigihe mexsedên xwe yên qirêj. Lê di têkbirina bizava bakur da, dûrî ihtimalê nîne ku Amerîka û Tirkîye dîsa li hev bên, -di girtina Öcalan da ji xwe di navbeyna wan da tifaqek xurt hebû-, ku bi taybetî rêvebirîya PKKê zeîf bikin, otorîteya PKKê bişkênin û bizava neteweyî li bakur qet nebe lawaz bikin. Heke Tirkîye vê vîzeyê jî ji Amerîkayê werbigire, şik têda nîne ku dê bi xurtî êrişî PKKê û bizava neteweyî li bakur bike, ku hêj ji niha ve dest bi tirpan kirina bizava legal ya Kurda kirîye. Di demekî wisa da, Amerîka bo berjewendîyên xwe yên dewletî û navçeyî dûr nîne ku rêvebirîya polîtîk ya Kurdên bakur feda bike, çav li kiryar û êrişên dewleta Tirkîyeyê bigire, daku li başûr valahîyek pêk neêt. Dîsa di ihtimaleke wisa da Kurdên başûr jî divêt gelek pragmatîk hereket nekin ku bizava neteweyî li bakur têk biçe û divêt çavê wan yê parastinê li ser bizava Kurdên bakur be. Di pêkhatineke bi vî rengî da balansa herî mezin divêt di navbeyna Kurda da bête danîn. Ji milekê divêt başûr bête parastin û çeperên heyî bêne xurt kirin, belêm li milê dî jî divêt bizava neteweyî li bakur jî bête parastin û bi çu awayî rê neête dan ku şkestin pêk bêt. Ev rewşe ji alîyê Kurda ve gelek nazik e û hişyarî û berpirsiyarîyeke mezin dixwaze. Lewma hem Kurdên bakur, hem jî yên başûr divêt li goreyî şert, imkan û hêza xwe hem bingehên xwe yêk bi yêk biparêzin, hem jî rê nedine rejima Tirkîyeyê ku êrişeke berfireh bîne ser Kurdistanê ku armanca wan kivş e; têkbirin û birandina doza Kurdistanê ye!

Xelkê Kurd evro bi taybetî hem li bakur hem jî li başûr di bin terora dewleta Tirkîyeyê da ye û divêt xelkê Kurd jî, rojeva xwe bi vî rengî amade bike ku di ihtimaleke şerê navçeyî da keys nekeve destê dewleta Tirkîyeyê, ku bigihe armanca xwe ya nemirovî û bizava neteweyî ya xelkê Kurd li bakur bişkêne û bi taybetî jî destkevta Kurdistana Başûr hilweşîne.

Çareya herî mezin yêkitîya hemû hêzên organîze yên Kurdistanê ye. Heke xelkê me dixwaze êrişên dewleta Tirkîyeyê pûç bike; birc, bend û sikirên herî mezin tifaqa navxweyî ye. Bi taybetî li başûr berpirsiyarîya mezin dikeve ser milên PDK û YNKyê. Mesut Barzanî û Celal Talabanî di roja evro da, divêt pêşengîya tifaqa navxweyî bikin. Yêk berpirsiyarî jî dikeve ser milên PKKê, ku ew jî hem li başûr pozisyoneke neteweyî werbigire û li ser van berjewendîyên neteweyî bê qeyd û şert piştevanîya rêvebirîya Kurdistana Başûr bike û digel wan çeper û destkevtên başûr biparêze, hem jî bi hişyarîyeke mezin li bakur di nav alarmeke xurt da be û bi timamî xwe amadeyî parastinê bike ku êrişên dewleta Tirkîyeyê bêne betal û pûç kirin.

Di vî demê nazik da, ji ber ku tehlîkeya nêzîk dewleta Tirkîyeyê ye û armanca herî mezin ya wan jî fetisandina bizava neteweyî ya xelkê Kurd ya li bakur û hilweşandina destkevta başûr e, divêt hêzên Kurd yên li rojhilat û başûra rojavayê û hemû Kurdên li dîasporayê, piştevanîyeke xurt digel Kurdên başûr û bakur bikin.

Heke Afganistan û Iraq di nav tixûbên bombe û fûzeyên Amerîkayê da bin, Kurdistan, hem ji bakur hem jî ji başûr ve, di nav tixûbên êrişa herî nêzîk ya dewleta Tirkîyeyê da ye. Parastina Kurdistanê ji van herdu çeperan ve erkekî herî mezin û lezîn e li ser milên hemû Kurdan.

01 Çirî 2001

www.rojev.com

Hîwa, hj. 38

***

8. Teror û Apartheida TCyê

Indeks