Muhatab
kî ye?
Îro
tête dîtin ku rejima Tirkîyeyê xwe li ser pirsa Kurd û Kurdistanê ji demên
borî zêdetir gij kirîye. Tirkîye vê gavê digel hemû gef û guran di nav
xofê da ye û ji vê pirsa giran û mezin, ji pirsa Kurd û Kurdistanê ditirse.
Pirsa Kurd û Kurdistanê êdî heftika Tirkîyeyê girtîye û Tirkîye gelek
micid ketîye nav tirsê û çokên wê dilerizin. Tirkîyeyê çu cara ev tirse
hinde nezîk li ber guhê xwe his nekirîye. Tirkîyeyê hizir nedikir ku ev
pirse dê hinde zû bêhnê lê teng bike. Belêm êdî ew tirsa ku hergav di
labîrentên mejîyê wan da cih girtibû û ew mijûl dikirin, îro bi hemû
reng û rû û rûsîtîya xwe ve li ber derî ye. Tirsa ”parçebûnê”,
”belavbûnê” bedena Tirkîyeyê girtîye. Tirkîye di panîkê da ye. Tirkîyeyê
dizanî ku ”malê di destê wê da ne yê wê ye û dê rojekê xwudan doza
malê xwe bikin”!. Panîka Tirkîyeyê haletî rûhîya ”dizê malî” nîşan
dide. Xwudanê malî ne tinê didanên xwe, pencên xwe jî nîşanî Tirkîyeyê
dane. Tirkîye baş dizane ku êdî reva ji vê bêbextîya ku li xelkê
Kurd kirî nemumkun e, lê disa ve xwe li çep û lêhban dide, li hîle û desîseyan
digere û serî li entrîkayên şevî dide. Hemleyên xwe yên pûç dîsa
ve dubare dike. Hem ji alîyê leşkerî ve, hem ji alîyê dîplomasî û
polîtîk ve, hem jî ji alîyê perwerde û kulturî ve fîşekên xwe yên
rêza dawîyê dide ber lûlîya ”Kemalîya xwe”!. Dixwaze bi vê hemleya
dawîyê çeperên Kurdan bişkêne. Hemû çek û çolên xwe, rût û tazîyên
xwe, sûtar û pêxwasên xwe, îmkan, alet û ekonomîya xwe, pêkve mekanîzmayên
dewleta xwe li dijî Kurdan seferber kirine. Armanc fetisandina Kurdan e. Dijî
bizava neteweyî û heza gerîlla metodên herî xeddar û çekên kîmyayî bi
kar tînin. Eve têra nake, xwudanê „Komara Tirk“, generalên ertêşa
tabû ya Tirk, heroj beyanatan didin û avabûna Kurdistana Federal ya li nav
tixûbên Iraqê jî bo komara xwe tehlîke dibînin. Li milekê li bin guhê
wan Kurdistaneke federal bûye rastî. Li milê dî Kurd rejimên Iran û Sûrîyeyê
didine zorê. Û ya herî giring jî Kurd bi pêşengîya PKK-HPGyê li nav
”tixûbên fermî” yên Tirkîyeyê eve serê dehan salan e ku têkoşîneke
xurt û bihêz didin û efsaneya ertêşa Tirk bijbelav kirine. Tirsa
abstark îro li ber çavê wan bûye konkret. Kurdê mirî ji bin heftê û heft
tebeqe erdî rabûye ser pêya û dibêje ez ne mirî me!. Tehlîke
bo wan ev e !. Kurd bi ser xwe ve hatîye, toza mirinê ji ser xwe avêtîye, çik
rabûye ser pêya. Kurd hem jînde ye, hem organîze ye!. Ji bo wan Kurdê
jînde û organîze tehlîke ye. Ertêşa ku di çavê xelkê Tirk da efsane,
li ber milîtanî û çalakîya têkoşerên Kurd ketîye nav hezîmeteke
mezin. Ertêş ji bilî gelek kuştîyan êdî êxsîran jî dide destê
şerkerên Kurd. Ertêş bi rakirina ba û bagera şovenîzm û antî
Kurdîtîya di nav xelkê Tirk da dixwaze vê bêçaretîya xwe bipeçine. Di
serî da ertêş û bi giştî dewleta Tirk li beramberî bizava neteweyî
ya xelkê Kurd di nav şkestekê da ye û vê mexlûbîyetê ew êxistine
nav komplekseke kûr. Ew Kurdê ku wan digot nîne, vê gavê doza xwe bi xwe îdarekirina
li ser axa xwe dike. Kurdê ku di ferhenga wan da ”Kıro” di şehridarîyan
da bi navê xelkê xwe û bi kêm û kasî jî be gav bi gav jîyanê organîze
dikin û di rê dibin, di parlementa wan da doza mafên xelkê Kurd dikin. Xewn
û xiyala dewleta Tirk, xwezî û daxwaza wê ”Kurdî mirî” bû, Kurdan ev
xewna wê belav kir, ev xwezîya wê di gewrîya wê da hêla. Fikirîna dewlata
Tirk ya di derheqê Kurdan da slogana ”Kurdê baş, Kurdê mirî ye” bû,
lê bi têkoşîna salan ev armanca wê jî hate serûbin kirin. Kurd jînde
ye, li ser pêya ye, organîze ye, bi xwe bawer e ku dê armanca xwe bi dest ve
bîne.
Vêca
li ber vê li xwe xwudanderketina ”Kurdê baş”, dewleta Tirk dîsa ve
li ”Kurdê xwe”, li ”Kurdê xirab”, li ”Kurdê Tirk!” digere.
Dewleta Tirk di vî warî da nakeve tengavîyê. Nifûsa Kurdan boş e. Di
nav milyonan Kurdan da duhî jî ”Kurdê xwe” dîtibû, dê îro jî peyda
bike û esasen hewcehîyê bi lêgerînê jî nake, çiku ”Kurdê Tirk” bi
xwe dibeze ber derê dewleta Tirk. Ev hewildanên dewleta Tirk beyhûde ne.
Herweha ji alîyê ”Kurdê Tirk” ve jî bezîna ber derê dewletê ne çare
ye. Israra dewleta Tirk ya navlêkirina terorê û herwisa armanca tesfîyeya
PKKyê jî çu cara encamê nade û ev kare di hawinî da qutana avê ye. Têkoşîna
bi salan ya çekdarî berpirsiyarîya xelkê Kurd derêxistîye meydanê. Anku
xelkê Kurd bi navê xwe muhatabê dewleta Tirk kivş kirîye. Bi têkoşîna
çekdarî bedelên mezin hatine dan û hêza polîtîk ya ku ev hêza çekdarî
kumanda kirî jî gelek heq û normal e ku bi navê xelkê Kurd li hemberî
dewleta Tirk rûne ser maseyê. Di nimûneyên hevdem yên li cîhanê da jî
wisa bûye. Rêya maqûl ew e ku dewleta Tirk digel PKKyê rûne ser maseyê û
li çareserîyeke maqûl bigere. Li rê û çareyên dî gerîyan, kuştina
dem e, kûrkirina pirsgirêkê ye, şer e, xwûn e, hetta felaket e. Kes û
hêzên ku dixwazin şerê Kurdan û Tirkan raweste, bila enerjîya xwe li
ser vê rastîyê serf bikin.
ROJAN
HAZIM
29
Teşrîn (November) 2007