paþve

Lolebkêþ

   

ROJAN HAZIM

 

Di hemû demên dîrokê da lolebkêþî hebûye!.­ Ji nav civatên heri biçûk heta xelk û neteweyan erdê ku lolebkêþan digihîne hindî hûn bêjin avî ye. Lolebkêþî herçend wekî termekî leþkerî bête zanîn jî baskê manaya gotinê gelekî fireh e.­ Bi armanca ekonomîk, polîtîk heta leþkerîyê cih û warê lolebkêþan heye.­ Lolebkêþ car heye kesek e, car heye organîzasyonek e, car heye medya ye, car jî heye dewletek e. Alîyê ku hewcehî bi lolebkêþî hebe di peydakirinê da mehtel nabe, dibîne. Lolebkêþ jî herwisa. Lolebkêþ jî gava patronê xwe bi çav rakir, di xwe nêzîk kirinê da zehmetîyê nakêþe. Fonksîyonelîya lolebkêþî di cepheyên cuda da dibe. Lolebkêþ dikare bi pozisyona berdevkîyê, bi hêza pareyî, bi qelemî û bi sîlehê rol û wezîfeya xwe bîne cih­. Di têkilîyên lolebkêþ û patron da xeleka bingehîn berjewendî ye.­ Di vê têkilîya li ser berjewendîyê avabûyî da normên etîk û moralî nabin û ji xwe xema lolebkêþî û patronî jî nîne.­ ­­

Gava li rewþa bi giþtî bizava neteweyî ya xelkê Kurd û cepheyê dagîrkeran tête nêrîn, nexþeyekî hind kirêt yê van têkilîyên bêyûm derdikeve meydanê ku eve dilêþîyeke mezin dide mirovî.­ Lolebkêþî hem di cepheyê welatê dagîrker da, hem jî di alîyê welatê hatîye dagîr kirin da miþe ye. Di cepheyê dagîrkeran da gava desthilata polîtîk û leþkerî êriþ da dest pê kirin, medya hazir e ji bo lolebkêþîyê.­ Ji manîpulasyonê heta asparagasê di xizmeta desthilatê da weþanê dike.­ Medyaya welatê dagîrker, daku pêþeng û têkoþerên welatê hatîye dagîr kirin reþ û rûswa bike, dikare hêþtirê ji kunika derzîyê ra derbaz bike.­ Medyaya Tirk, kêm kitek têne, esasen lolebkêþîya dewleta xwe dike. Li cîhana akademîk jî yên ku bi rola lolebkêþîyê rabûne ne kêm in. Dewleta Tirk ”ewlehîya xwe” di organîzekirina çeteyên da dibîne. Ev çete pêkve lolebkêþ in.­ Van lolebkêþa kêm xwûn nerêhtine ji Kurdan. Ji girtina çeteyan û deþîfrasyona planên wan bi zelalî tête dîtin ku dijî têkoþerên Kurd dîsa ve dest bi karê lolebkêþîyê hatîye kirin.

Di mekanîzmaya lolebkêþîya dewleta Tirk da, dilsojîya mezin ew e ku ev merkezên plankirina kuþt û kuþtdarîyê, lolebkêþan piranî ji kesên binyat ne Tirk hildibijêrin. An Alban [Ernewud], an Laz û Gurcên lêva Deryaya Reþ in, ku di kuþtina Hrant Dink da eve hate dîtin, anjî Kurd in. Merkezên fitneyê ji serî were, belêm bi taybetî di van salên dawîyê da, çi kiryarên kuþtinê li Kurdistanê dabin kirin, di hemûyan da lolebkêþên Kurd bi kar înane. Em gelek dûr neçin, hema di serî da ji Musa Anter heta Mehmet Sincar û Abdullah Canan û gelekên dî bi destê lolebkêþên Kurd hatine kuþtin. Merkezên xwûn rêhtinê, bi navê dewleta Tirk, hejmareke zêde ya Kurdên peþêman kirin lolebkêþên xwe û bi destê wan sedan welatparêz û têkoþêrên Kurd dane kuþtin. Lolebkêþî êdî ji bo dewleta Tirk bûye sin’et!. Dewletê bi xwe jî di demê þerê sar da lolebkêþîya patronê mezin Amerîkayê kirîye. Lolebkêþî di firþikê dewletê bi xwe da heye. Ji ber hindê, di hemû kir û kiryarên xwe yên dijî bizava neteweyî ya xelkê Kurd da, lolebkêþên xwe dîsa ve ji nav Kurdan hildibijêre û Kurdan bi destê Kurdên bêbext dide kuþtin. Lolebkêþî bûye zihnîyeta dewleta Tirk. Ji bilî medyaya xwe, sîstemê dadîya xwe jî kirîye lolebkêþ vê dewleta hov.

Hukûmeta Erdogan jî di pratîka xwe da, dijî xelkê Kurd lolebkêþîya ertêþa xwe dike. Encam li meydanê ye. Ma êriþa hewayî ya 16ê Kanûna 2007ê bi fermana Erdogan pêknehat? Ertêþê sîleh dirêjî bedena Kurdistanê kir, belêm lolebka sîlehê bi tila Erdogan da kêþan. Erdoganî piþtî wê êriþê û kuþtina gerîlla û xelkê sivîl û wêranîya gundan êrtêþa xwe pîroz kir û bi wê reftara xwe jî dijî xelkê Kurd lolebkêþîya ertêþa xwe kir. Xelkê me helbet vê lolebkêþîya Erdogan û hukûmeta wî ji bîr nake û divêt neke jî.

Vêca Erdoganê ku di þerê dijî xelkê Kurd da bi xwe bûye lolebkêþ, dê çawa çeteyên lolebkêþ ji binî rake. Pratîka Þemdîna li ber çavan e. Ertêþê tifa Erdoganî bi wî da alîstin. Ertêþ wekî daner û organîzatora ”dewleta kûr” ji hemû baskên civatê lolebkêþan peyda dike û di rê dibe. Îro çeteya general Welî, subehî yêkî dî, gelek ferq nake. Di þerê navxweyî yê lolebkêþên dewleta Tirk da, kîjan bask dê zora baskê dî bibe, halîhazir ne kivþ e, belêm ji reftara Erdogan û hukûmeta wî ya van salan xuya ye ku nikare wê îradeyê nîþan bide ku dawîyê li van çeteyên ku aþkera bi ertêþê ve girêdayî ne, bîne.

Lê belê, tiþtek divêt gelek xuya be ku xelkê Kurd li seranserê Kurdistanê, di serî da partîya Erdogan û partîyên dî yên Tirk û hemû çete, lolebkêþ û mekanîzmayên dewleta dagîrker ya Tirk, divêt dawîya wan bîne. Dersa mezin jî di hilbijartinên þehridarîyê da, ku bi taybetî Erdogan nav di xwe daye, divêt bête dan.

ROJAN HAZIM

29 Çile 2008

serî