Þûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî
ROJAN HAZIM
Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê, di rojên 5-6ê meha 11an [Teþrîn-Mijdar] da [November 2009] li avahîyê Parlementa Flaman ya Brukselê [Belçîk], ”Þûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî” kom kir. Parlementa Flaman, Instîtuya Kurdî ya Brukselê, Instîtuta Kurd li Elmanya, Instîtuya Kurdî ya Stockholmê, Instîtuya Kurdî ya Stanbolê hevkar bûn. Herweha Komîteya Ziman ya KCKyê jî destek da vê xebatê.
Amanca komkirina vê ”Þûra”yê ew bû ku; li ser rewþa bi giþtî ya ziman û perwerdeya Kurdî analîzên zanyarî bêne kirin, pirs û pirsgirêk bêne destnîþan kirin û jêra çareserî bêne dîtin û ya herî giring jî ”Organa Þêwira Ziman û Perwerdeya Kurdî” bête danan.
Ji seranserê Kurdistanê heta meydanên dîasporayê gelek zana û akademîsyenên Kurd yên li ser ziman û perwerdeyê bispor beþdar bûn. Gelek ji wana danezanên zanyarî pêþkêþ kirin û bi giþti gotûbêj û riberizeke [diskusyoneke] berwer hate kirin.
Min di axivtina vekirinê ya ”Þûra”yê da, rewþa giþtî ya ziman û perwerdeya Kurdî bi vî rengî analîz kir:
”… Her di serî da ji alfabeyê bigirin heta gramer û rastnivîsînê, problemên ku divêt bêne çareser kirin hene li pêþîya me. Herwisa amadekarîya perwerdeya giþtî ya bi Kurdî jî li pêþîya zanayên Kurd e ku rê û metodên zanyarî bêne tesbît kirin ku nifþên nû bi metod û teknîkên nû û bi pedagojîyeke modern, demokratîk û humanîter bêne gihandin...”
Di encamê da deklarasyoneke xurt ya 11 maddeyî hate amade kirin û bo bîr û rehîya giþtî ya Kurdistanê hate belav kirin ku du xalên deklarasyonê, [ya 1. û ya 6.] naverok û amanca ”Þûra”yê gelek baþ îfade dikirin:
”Li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê polîtîkên asîmîlasyonîst yên dijî Kurdî bi reng, metod û teknîkên cuda têne domandin û li van dewletan fermîyen jî perwerdeya bi Kurdî nîne û eve rê li ber asîmîlasyonê fireh dike. ”Þûra” lezînen û bi giringî bangî van dewletan dike ku Kurdî bibe zimanê duyê yê fermî yê dewletê û ji bexçeyê zarokan heta unîversîteyê perwerde bi Kurdî bête kirin. Bi vê xalê ve girêdayî, ”Þûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî” bangî rêvebirîya polîtîk ya Kurdistanê li bakur dike ku li cografyaya Kurdistanê ”de facto” ”du zimanî”yê bi kar bîne. Ji þehridarîyan heta sendîka, baro û organîzasyonên dî yên sosyopolîtîk, sosyokulturel û sosyoekonomîk divêt di hemû kar, xebat, kombûn, konferans, sempozyûm û kongreyên xwe da Kurdî û Tirkî bi kar bînin û vê yêkê wekî wacibekî neteweyî qebûl bikin.”
”Ji ber van hemû problemên zimanî û perwerdeyî, pêdivî bi ”organeke þewirî” ya ku ji bisporên zimanî û perwerdeyê pêkhatî heye, ku berbelavîya di van waran da bête rakirin û sentraleke kolektîv, organîzatîv û tewsîyekar bête pêkînan. Ji ber vê hewcehîyê, bi biryara ”Þûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî”, ya 5-6ê Teþrîn-Mijdar [November] 2009ê li salona Parlementa Flaman ya Brukselê kombûyî, ”Organa Þêwira Ziman û Perwerdeya Kurdî” hate damezrandin. Ji alîyê navên bispor ve ji bo pêkînana ”Organa Þêwira Ziman û Perwerdeya Kurdî”, ”Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê” wekî organîzator û amadekar hate wezîfedar kirin ku piþtî danûstandin û lêkolîneke berfireh, organê ji 20 heta 25 kesan pêkhatî teþkîl bike…”
Teþrîn – Mijdar [November] 2009
[Bo kovara DKAFê, hj. 4, Çile (Januar) 2010]