Kurdesk
Heke
mirov bêje ku Kurd gorkolê xwe ye, zêde giran nabe!. Ji baskê polîtîkê
bigirin heta rûyên dî yên jîyanê, nehezîyeke kûr heye di nav ruha Kurd
da beramberî hev. Gerçî di nav hemû civatên
paşvemayî
da kêm
zêde ”xweperêsî” heye, belêm di nav civata Kurd da eve di dereceya
ekstrem da ye. Ji xwe gotina ”Kurdewarî” jî ji ber vê yêkê bi giranî
manayeke negatîv wergirtîye. Hal ew e ku ”Kurdewarî” jî dikare xasyeteke
pozîtîv ya mirovê Kurd be. Her xelk an neteweyî, hindek taybetî û karakterîstîkên
xwe yên xweser yên pozîtîv hene û eve sîyanetê didin wan xelk û
neteweyan. Şik têda nîne ku xelkê Kurd jî karakterîstîkên pozîtîv
hene ku her mirovê Kurd xwe pê serbilind his bike. Heke ji bo bi timamî xelkê
Kurd taybetîyeke pozîtîv bête gotin, di serî da beramberî zorî û dijwarîya
jîyanê rikek heye û ev rike hêza muqawemetê [berxwedanê] dide mirovê
Kurd. Ji xwe parastina bi giştî jîyana ”Kurdewarî”yê ji vê kana
pozîtîv xwe têr kirîye. Vê karakterîstîka pozîtîv xizmeta parastina
folklor, huner û edebîyata devkî û helbete zimanê Kurdî kirîye. Jîyana
qedîm ya eşîrî û babekînî ya Kurdî ji vî alî ve xizmeteke mezin ya
pozîtîv kirîye û bûye bingehekî saxlem yê ”Kurdewarî”yê.
Lê
li alîyê dî vê jîyana komikî ya biçûk digel xwe rikeberîyeke negatîv
û xedar jî înaye û adeta di xwûna mirovê Kurd da bi cih kirîye. Vê
xasyeta negatîv di nav civata Kurd da ”reyek” pêkînaye û vê reyê hebûna
xwe di nav dem û salan da, paralelî pêşveçûna civatê jî bi rengên nû
domandîye. Eve bûye binasê polarîzasyonê di nav civatê da. Zêdebûna
polaran statûkoyên xweser afirandine. Polarîzebûna demên jîyana
tradisyonel, di demên relatîven pêşkevtî da jî bi reng û formên nû
dom kirîye. Ev polarîzebûna demê nû di bin kirasê îdeolojîk û polîtîk
da hatîye teşwîq kirin û xurt kirin. Polarîzebûna negatîv ya berê jî,
ya îro jî rikeberîya negatîv têr kirîye, her jînde hêlaye û di giyanê
mirovê Kurd da bûye xûy û karakter. Di pêkhatina vê kemîya [handîkapa]
kronîk da helbet faktorên navîn û derve û hemû rûyên jîyanê hene, lê
axir di vê prosesê da wekî xelk, wekî netewe, Kurd, pêkve tûşî
hizaran derd û belayan dibin û ji ber vê qusûra berdewam, nikarin çareyên
mayînde bibînin anjî peyda bikin.
Heke
ev abstraksîyone piçekê bête konkret kirin, hema di nav baskên relatîven jînde
û heta dereceyekê jî pêşengîya civatê dikin da, eve dê bête dîtin.
Hem di pêşengîya bi giştî polîtîk, hem jî di pêşengîya bi
giştî ronakbîrî da ew reya ku xwûna rikeberîya negatîv diherikîne tête
dîtin. Ev reye bi elementên negatîv ve tijî ye û lewma jî bi vê karakterîstîka
xwe rê nade zemînê kolektîv. Ev reya belavker ya bi vîrus, di warê aktîvîteyên
bîr û ramanî da û herweha di warê organîzebûna polîtîk da jî ezmerkezîyê
[egosentralîzm] têr û teşwîq dike. Kengî di nav civatê da, ji bo karûbarên
sosyokulturel, sosyopolîtîk û ziman û zanyarîyê, hewildaneke pêkînana
zemînekî fireh yê kolektîv bête kirin, hema yêkser ev reya bêyûm geş
dibe, aktîve dibe û rê û kanalan zevt dike û nahêle ku platformeke muşterekên
asgarî ku fayde û qazanca piranîya maqûl ya civatê têda heye, pêkbêt. Li
cîhana ronakbîrî binêrin, li cîhana polîtîk binêrin, hetta di saheyên
hunerî da jî ev reya polarîzer geş û aktîv e. Hal ew e ku hem bi giştî
ji bo xelk û neteweyan, hem ji bo çîn, navçîn, kategorî û grûbên civatê,
avakirina zemînên bi muşterekên asgarî ve tijî, digel xwe fayde û
qazancên kolektîv tîne.
Di
vî warî da li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê,
hem bi giştî civata Kurd, hem
bi giştî pêşengîya polîtîk û hem jî bi giştî hêza ronakbîrîya
Kurdî, di nav paradokseke kûr û bêbin da ye. Yên ku ji bo armancên kolektîv
têkoşînê didin, divêt di rê, kanal û zemînên kolektîv da bi rê
bikevin. Ji milekê ve ji armancên kolektîv behskirin û li milê dî jî tehrîbkirina
zemînên kolektîv, dijberîyeke kûr e û esasen astenga herî mezin jî ev e
di rêya têkoşînê da.
Belêm
mixabin ku ev tarzê negatîv yê Kurdî, bi israr tête domandin û eve jî pêkînana
platformên li ser berjewendîyên asgarî yên neteweyî, dînemît dike.
Şûna komkerîyê, reftar û tarzê belavkerîyê, gelek serxweşane û
adeta bi zanahî tête domînant kirin û bi kar înan. Eve jî bivê nevê rêya
têkilî û dîyalogê sabote dike. Heta ku Kurd, di her warî da, di hemû rû
û xelekên jîyanê da, dev ji vê Kurdeskîyê bernedin, nikarin zemînê
hevrayîyê vegirin û di têkilî û danûstandinan da normalîzasyonê pêkbînin
û platformên kolektîv yên di xizmeta berjewendîyên neteweyî da ava bikin.
Belavkerî, adeta bûye tarzê Kurd, anjî bi gotineke îronîk, ev xûy û
karakterê Kurdesk, çu şansê pêkve karkirinê nahêle. Tarzê Kurdesk,
hem rêyê li ber polarîzasyonê fireh dike, hem jî der û pencereyan li ber
atomîzasyona civatê jî vedike ku herkes bi serê xwe bibe merkezek û bi alîyê
xwe ve vekêşe. Panjehra belavkerîyê, komkerî ye. Xeleka bi hev ra
karkirin û xebatkirinê, peydakirina muşterekîya asgarî ye û divêt ev
xeleke bête girtin û neête berdan. Pêşxistina bizava bi giştî
neteweyî,
berterefkirin
anjî qet nebe mînîmalîzekirina gef û tehlîkeyên li ser bizava bi giştî
neteweyî û xelkê Kurd, bi komkerîyê dibe. Xurtkirina çeperê neteweyî, di
rêzên neteweyî da cih girtin, bi reftara pozîtîv ya komkerîya li ser
berjewendîyên neteweyî ya di hemû waran da, pêktêt. Serkevtina doza Kurd
û Kurdistanê bi şithayî bi vê ve girêdayî ye.
02
Çirî [Oktober] 2006