paşve

KNK û lezînîyeta tifaqa navxweyî ya Kurdan

 

ROJAN HAZIM

 

KNK, [Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê], organîzasyoneke sihwaneyî ya neteweyî ye. KNKyê tifaqa navxweyî bo xwe kirîye armanc ku biçûk mezin hemû organîzasyonên sosyokulturel, sosyopolîtîk û sosyoekonomîk û herweha şexsîyetên neteweperwer û welatparêz di bin banê xwe da kom bike û hêz, şiyan û enerjîya wan ya neteweyî di warê têkoşîna bi giştî neteweyî da mobîlîze bike û di kanalê neteweyî da di rê bibe. Eve teorîken armanceke rast û di cih da ye û temsîla hemû his û bîr û bawerîyên neteweyî dike. Belêm ev armance di pratîkê da dê çawa û bi çi rengî bibe, divêt ew bête zelal û ron kirin.

Şik têda nîne ku gava mirov vê daxwaza hevpişk [hevpar] ya neteweyî dibîne, hizir dike ku karekî sanahî ye û hemû derûdorên neteweyî dê hema bibezin bêne bin banê organîzasyoneke ku eve bo xwe kirîye armanc… Lê mixabin ku pratîk ne wisa ye û sedan asteng, zor û zehmetî û giriftarî derdikevin pêşîyê…

Paradoksa rêxistinên polîtîk

Astenga herî mezin û sereke dîsa ve ji organîzasyonên polîtîk derdikeve. Biçûk mezin hemû organîzasyonên polîtîk yên di meydana polîtîka Kurdistanê da heyî, di programên xwe da xaleke hevpişk didanine serî. Çi ye ew xal? Herçend her rêxistin bi jargona xwe  formûle bike jî, lê naveroken yêk tişt e û wisa tête gotin: “Şoreşa Kurdistanê, şoreşeke neteweyî û demokratîk e û divêt hemû hêz û kesên neteweyî di nav enîyeke neteweyî û demokratîk da bêne kom kirin.”… Ev tesbîte teorîken û pratîken rastîyeke objektîv ya karektera şoreşa neteweyî îfade dike ku ji alîyê hemû terefan ve tête gotin. Heta vê derê hertişt rast tête îzah kirin. Belêm gava dor hate pratîka vê teorîya rast, herkes û derûdor ji têlên cuda lêdidin û rûyê xwe ji hevdu digirin û xwe bi alîyekî dî ve badidin. Çu kes, çu alî girêdayî sozên xwe yên teorîk namînin û li naveroka programên xwe xwudan dernakevin. Her kes û her alî sûc û gunehê diavêjin ser terefê dî. Dîroka polîtîka Kurdî bi vê paradoksê ve mişt û tijî ye. Di navbeyna wan da qayîşkêşîyeke bêbin û bêmana tête kirin û di encam da tiştekî pozîtîv dernakeve meydanê. Ji ber ku çu organîzasyon li ser xwe objektîv nahizirin, li goreyî rewş û şiyana xwe bi rê nakevin, hebûna xwe ya pratîk objektîven analîz nakin. Di xebata polîtîk da hebûn û zelalîya teorîk û bîr û ramanî giring e û pêdivî ye. Belêm temetî vê hewcehîyê xebata pratîk jî divêtin. Xwudanê teorî û programeke baş bûyîn têra hebûna rêxistinîbûnê nake û divêt pratîken jî hebûnî li ber çavan be. Karûbarê pratîk bi xebateke xurt, aktîv, dînamîk û fedakarane pêktêt. Pratîka ku li ser bîr û raman û teorîya hatîye danan bejn bide, hingê di jîyana polîtîk da ji hebûnîyê tête behs kirin. Cîhana polîtîk ji milekê ve herçend teorîk jî be, belêm di çarçoveya giştî da pratîk e û konkret e. Karê polîtîk dozdarî ye û doza desthilatê dike û ji ber hindê jî organîzasyonên polîtîk bi plan û projeyên konkret derdikevin pêşîya xelkê. Xelk jî li goreyî şiyan, aktîvîte, dînamîzm û fedakarîya pratîk meyildarîya xwe nîşanî organîzasyonên polîtîk dide. Pratîk sehneya ceribandina programên teorîk yên rêxistinan e. Rêxistina ku di sehneya pratîk da digel teorîya xwe rast û durust be û vê lihevîya teorîk û pratîk nîşanî xelkê bide, dibe cazîbeya polîtîk û xelk li dor wê organîzayonê kom dibe. Helbete gelek faktorên dî yên rexî û talî û giranahîya konjonktûrê jî heye ku tesîrê li ser meyildarîya xelkê dike ku ber bi rêxistineke polîtîk ve biçin, belêm di nav van hemû faktoran da ya sereke dînamîzma pratîk ya rêxistinê bi xwe ye. Rêxistina ku bi armanca azadîya xelkê bindest û rizgarkirina welatê dagîr derketîye pêşîya xelkê, mecbûr e ku di pratîka xwe da aktîv, dînamîk, fedakar û rîskwergir be ku bikare bawerîyê bide xelkê xwe û bi vê bawerîyê pêşengîya xelkê bike. Rêxistina ku xwe bi vê bîr û bawerîyê hûnandî û rapêçayî dikare hem xelkê organîze bike, hem jî hemû hêz û taqeta neteweyî di pratîkê da mobîlîze bike. Pîva serkevtinê ev mezinahî û gihiştina vê dereceya organîzatîv û şiyana di rê birina xelkê ye. Di şoreşên çînayeyetî da bin, anjî di şoreşên neteweyî û demokratîk da bin, pîva sereke organîzekirin û mobîlîzekirina xelkê ye. Li goreyî armanc û naverok û karektera her şoreşê helbet programên cuda, stratejî, taktîk û metodên cuda têne danan û realîze kirin, belêm xala hevpişk têgihandin, organîzekirin û mobîlizekirina piranîya maqûl e. Organîzasyonên ku vî formûlî di partîkê da bi cih tînin, dikarin ji bo pêkînana enîyeke berfireh rola pêşeng bileyizin. Li cîhanê çi şoreşên çînayetî bin, çi şoreşên neteweyî û demokratîk bin, bêyî tifaqeke pahn û berîn bi ser nakevin. Di pêşengîya bi tinê organîzasyonekê da jî be, esasen di pratîkê da piranîya maqûl ya civatê li dor armanceke hevpişk tête kom kirin û mobîlize kirin. Belêm heke cîhana polîtîk ji gelek organîzasyonan pêkhatî be, hingê jî ew enîya fireh ji wan organîzasyonan pêktêt. Lê axir di her çi rewş û şêrtan da jî be, hewcehîya şoreşê, xwastekên xelkê organîzasyona motîve dikin ku wezîfeyên xwe yên komkerîyê bi cih bînin. Di demên ku pêdivîya enîyeke fireh derdikeve da, du nêrîn û reftarên ekstrem dibine binasê pêknehatina enîya berfireh. Heke organîzasyon tûşî nisaxîya mezinahîyê bin, ”em têra xwe û hertiştî hene” bêjin, eve bi serê xwe dibe astenga herî mezin li pêşîya pêkînana enîyekê. Ya dî jî, heke organîzasyon xwudan însîyatîv nebin, pasîv û statîk bin, formûlasyonên teorîk bêjin belêm pratîken xwe ji cihê xwe ne livînin, ev nêrîn û reftare jî dibe astengeke dijwar li pêşîya enîgirîyê. Di herdu nêrîn û reftaran da xala hevpişk xemsarî ye, çiku yêk xwe li ser ewra dibîne û di dereceya bi xwe bawerbûna negatîv da ye, nêrîna dî jî pirbêj e lê bê pratîk e û bi xwe ne bawer e. Digel van faktorên sereke, faktorên dî yên giring jî, nebûna xweşbînî û tehemmula polîtîk e. Heke organîzasyonên polîtîk hem di nav xwe da, hem jî digel hev normên modern û demokratîk bi kar neînin, hebûnên xwe yên cuda qebûl nekin, li ser bingehê demokrasîyê di nav rekabeteke demokratîk da nebin, li wê derê aheng û lihevî naê dîtin. Heke em vê çarçoveya teorîk û abstark li nav civata Kurd konkretîze bikin, tabloyeke pozîtîv dernakeve meydanê. Em gelek dûr neçin, hema rewşa îro bidine ber çavê xwe. Li Kurdistana Başûr piştî operasyona Amerîkayê ya li ser Iraqê ya qonaxa ewilî ya demê şerê Kuweytê, Amerîkayê û tifaqdarên Ewrûpî parçeyê başûr yê Kurdistanê hilgirtin bin ewlehîyê û piştevanîya xelkê Kurd kirin û îdareyeke xweser ya Kurdî hate durust kirin. Di vê rewşa pozîtîv da 19ê Gulana 1992ê hilbijartin pêkhatin û parlementoyeke nû hate danan. Lê belê ji ber ku di nav organîzasyonên polîtîk da rekabeteke modern û demokratîk nebû, di nav wan şertên konjonktûrel da rêxistinan karîn bes du sala bi hev ra bixebitin. Piştî du sala, li ser hevdu cunta kirin û xwastin ku yêk ya dî teswîye bike. Ji xwe paşê jî di Kurdistana Başûr da du hukûmetên bajêrî pêkhatin; Silêmanîye û Hewlêr!.. Lê teorîken her rêxistinekê bi dengekî bilind digot ku divêt hêzên neteweyî li ser armanc û berjewendîyên neteweyî tifaqê bikin. Belêm pratîka wan ne tifaq, tam bereksî wê nifaq bû. Vê nifaqê gelek dem û îmkan bi wan dane berze kirin û tesîreke negatîv li ser bi giştî bizava neteweyî kir. Di qonaxa duyê da, li Nîsana 2003ê, Amerîkayê Seddam bir û dîzayna Iraqeke nû hate dest pê kirin ku rola Kurda sereke bû. Digel ku Kurda hilweşandina rejima Seddam bo xwe kiribûn ramanca sereke û ev dawxaza wan bi operasyona Amerîkayê ve pêkhat, lê dîsa ve tifaqa di nav xwe da paş dan û axir bi paldan û fişara xelkê Kurd û esasen jî bi zora dînamîkên derve anku bi fişara Amerîkayê destên xwe dane hev û hem di bin parlementeke yêkgirtî da gihiştin hev, hem jî duserîya hukûmetî rakirin û hukûmeteke yêkgirtî ya neteweyî danan. Ev nimûneya li Kurdistana Başûr jî bi serê xwe paradoksa organîzasyonên polîtîk yên Kurdî nîşandide. Heke digel program û armancên xwe durust ban, divîya bû ku bêyî fişara dînamîkên derve, bêyî tesîra konjonktûrel li ser berjewendîyên neteweyî gihiştiban hev û tifaqa navxweyî pêkînaban. Lê mixabin ku ev nisaxîya tradisyonel ya organîzasyonên polîtîk yên Kurda dom dike û tiştekê dibêjin, belêm berevajîyî gotina xwe dikin!. Ev qusûra cîhana organîze ya Kurd li hemû parçeyan kêm zêde eynî tişt e û dubaretîya hevdu dikin. Anku organîzasyonên polîtîk goreyî fikira xwe zikir nakin!. Eve jî paradokseke kûr û kronîk e. Li Kurdistana Rojhilat jî, du sê rêxistinên polîtîk yên nasyar hene, belêm di navbeyna wan da, tifaqê danin alîyekê, dîyalog jî nîne. Li Kurdistana Başûrarojava jî qederek rêxistinên polîtîk hene û di navbeyna wan da jî têkilî û tifaqeke rêkûpêk û stabîl nîne. Kurdistana Bakur jî kêmî parçeyên dî nîne û hetta hêj xirabtir e. Li Kurdistana Bakur yên ku têne zanîn pênc şeş organîzasyonên polîtîk hene û di navbeyna wan da têkilî û tifaqeke ku bi rastî li goreyî programa bizava neteweyî û demokratîk be, nîne. Carna yêk du organîzasyon ji ber şertên taybetî yên navxweyî tifaqên konjonktûrel dadinin lê di sethê polîtîk da tesîrekê nakin. Cudahîya Kurdistan Bakur ji parçeyên rojhilat û başûrarojava ew e ku hem parçeyê mezin e û nifûseke boş heye, hem jî rêxistineke bi xurtî organîze heye. Ev organîzebûn hem di warê polîtîk, hem jî di warê leşkerî da tête dîtin û eve avantajeke mezin dide bizava neteweyî li bakur. Organîzebûna li bakur, adeta nêzîkî piranîya baskên xelkî, çîn, grûb û kategorîyên ji hev cuda yên civatê, di bin per û baskên xwe da organîze kirîye û hêzeke mezin ya neteweyî derêxistîye meydana pratîk ya polîtîka Kurdistanê. Organîzebûna li bakur, hûr gir, elementên neteweyî kêm zêde komî serhev kirine û evê li goreyî karektera şoreşa neteweyî û demokratîk rengekî pozîtîv derêxistîye meydanê. Belêm digel ku organîzebûna li bakur di nav enîyeke bi modelê yêk rêxistinî ya neteweyî û demokratîk da bi hejmareke boş pêkhatibe jî, eve naête wê manayê ku tifaqa maqûl pêkhatîye. Ew tifaqa ku şoreşa neteweyî û demokratîk li bakur hewcehî pê heyî hêj di çarçoveya ku tête xwastin da nîne û divêt ber bi avakirina tifaqa maqûl li bakur gavên hewce bêne avêtin. Gerçî di vî warî da hewil û hingav hene û lêgerîneke hêvîdar jî heye, belêm axir divêt hemleya pêkînana tifaqa maqûl bête domandin. Yêk bi yêk li parçeyên Kurdistanê û komple Kurdistanê da, kêm zêde panoramaya polîtîk û rêxistinî ya di warê organîzebûnê da ev e. Bi kurtî belavî û ji hev dûrîyek heye û eve jî ji kêmasîyê wêdatir, wekî qusûreke micid li ber çavan e. Ji bilî belavîya parçeyî, herweha di navbeyna parçeyên Kurdistanê da jî ev qusûr dom dike û hetta kûrtir jî. Bi çu awayî di nav organîzasyonên polîtîk yên parçeyên Kurdistanê da têkilîyeke ku xelkê Kurd pê şa û bexetwar be naête dîtin. Di navbeyna wan da rekabeteke modern û demokratîk jî nîne, belêm rekabeta ku hevdu ji meydana polîtîk teswîye bikin heye!. Kes mevcûdîyeta yê dî anjî ya dî qebûl nake, anjî tehemmulê nîşan nade. Li berahîka hevdu asteng derêxistin, taqoz danan û bi hevdu ra şerê dîka kirin adeta wekî metodekî rekabetê tête bi kar înan. Ev negatîvîya heyî jî, bivê nevê tesîreke xirabker dike di danana têkilî anjî diyalogê da û tehrîbateke kûr pêktîne. Heke bi çavekî objektîv li rewşa polîtîk bete nêrîn dê gelek ron û zelal bête dîtin ku di navbeyna yêk bi yêk organîzasyonên Kurd da, di navbeyna parçeyên Kurdistanê da, di navbeyna organîzasyonên parçeyên cuda da têkilîyeke ku bêhna layiqen neteweyî jê bêt nîne mixabin. Di tabloya tête dîtin da çu rengên dîyalogê naêne dîtin. Eve bi serê xwe negatîvîyek e û dîsa ve paradoksa organîzasyonên polîtîk ya di warê programatîk û pratîk da nîşan dide.

Hebûna KNKyê

Di nav hinde şertên dijwar û hetta negatîv da, di nav vê berbelavî û nebûna têkilî û diyalogê da, wekî organîzasyoneke heterojen û sihwaneyî, hebûna KNKyê dîsa ve şansek e. Ji programa KNKyê kivş dibe ku ew wekî organîzasyoneke sihwaneyî ji hewcehîya neteweyî peyda bûye. Esasen, bi kîjan reng û modelî be ferq nake, rêxistin di prosesa bizavên neteweyî da ji bo armanca bi dest êxistina bi giştî maf û azadîyan ya bi rola organîzatîv û admînîstratîv ve aletên giring û pêdivî ne. Hindî reng û rûyên organîzasyonan e, wê jî şert û hewcehî kivş dikin. Carna şert hewce dikin ku organîzasyonên polîtîk bi program û endamgirîyê ve relatîven homojen in. Lê carna jî rewş û şert, organîzasyonên dîsa ve relatîven heterojen derdêxine meydanê. Vêca rêxistinên wekî KNKyê hem heterojen û hem jî sihwaneyî, li goreyî naverok û karektera şoreşên neteweyî û demokratîk bi piranî modelên îdeal in û hewcehîyeke jîyanî bi van tarz rêxistinan dibe. Xuya ye ku KNK ji ber van hewcehîyan û bi nîyeteke rast û paqij pêkhatîye. Ev tarz rêxistin di şoreşên hevdem yên şoreşa Kurdistanê da hatine dîtin, lewma ji bo bizava neteweyî ya xelkê Kurdistanê jî ne xerîb e û li karektera şoreşa Kurdistanê têt. Belêm, divêt aşkera bête gotin ku KNK ji serî were bi kêmasîyeke navxweyî dest bi kar bû û mixabin ku ew kêmasî hêj jî dom dike û ji halê ranebûye. Çi ye ew kêmasî? Di normalîyê da KNK wekî organîzasyoneke sihwaneyî, parçeyek be an ji hemû parçeyan bin, divêt hemû anjî hejmareke maqûl ya rêxistin û kesên welatperwer û neteweperwer di bin per û baskên xwe da komî serhev bike. Eve her di serî da jî pêknehat. Pêşengîya damezrandina KNKyê PKKyê kir û ji ber vê yêkê jî her di serî da KNK ji PKK û tardsiyona wê û çi sosyopolîtîk bin, çi sosyokulturel bin û çi jî sosyoekonomîk bin ji rêxistinên nêzîkî xeta PKKyê pêkhat. Eve ne qusûrek e helbet. Çiku heke bi cografya û nifusê ve parçeyê Kurdistanê yê bakur li ber çavan bête wergirtin, ku PKK rêxistina herî mezin û organîze ya li bakur e, rol û pozisyona PKKyê kivş dibe. Di danana rêxistineke heterojen ya neteweyî da, di rêxistineke sihwaneyî da, pêşengî û hebûna rêxistina herî mezin bi serê xwe avantajeke gelek giring e. Lê ji ber ku dizayna nexşeyê polîtîk li Kurdistanê tabloyeke belav û dûrî hev nîşan dide û beramberî PKKyê jî negatîvîyeke bê mana îfade dike, KNK tinê bi hebûna PKK û alyansa PKKyê ve teng dimîne. Ji parçeyê rojhilat, ji parçeyê başûr û ji parçeyê başûrarojava, organîzasyonên ku ji xeta PKK û tradisyona wê dûr cih nagirin. Eve realîteyek e ku ew organîzasyon xwe ji KNKyê dûr digirin. Belêm ya rastî hemûyan jî çu argumentên têrker nînin ku boçi di nav KNKyê da cih nagirin. Ew hemû pêkve jî nikarin ne xwe, ne çu alîyan, nejî piranîya xelkê qani bikin ku ew boçi ne di nav KNKyê da ne!. Heke tête hizirîn ku KNK di bin domînantîya PKK û alyansa wê da ye, hingê bi normalî û herweha polîtîken divêt ew jî bên di nav refên neteweyî da cihê xwe bigirin û zemînê rêxistina neteweyî zengîntir û heterojentir bikin û herweha relatîven jî be pirdengîyê hakim bikin. Divêt objektîven bête gotin ku PKK dixwaze û pratîken jî hewilan dide ku zemînê KNKyê firehtir be û hêz û kesên welatperwer û neteweperwer bêne nav KNKyê. Lê rêxistinên dî bêyî argumentên maqûl û têrker xwe nezîkî KNKyê nakin û bi vê reftara xwe ya pratîk ve jî di nav paradoksa xwe da patînajê dikin ku ev reftara wan xizmeta berjewendîyên neteweyî jî nake. Şik têda nîne ku di danana têkilî û diyalogê da, di pêkînana zemînên hevrayî û enîgirî da qusûr û kêmasîyên PKKyê jî hene, hebûne û hêj jî têne dîtin. Helbete PKKyê jî xwe ji negatîvîya qudrettelebîyê xilas nekirîye û di pratîka xwe da vê hêzperesîya xwe didomîne jî. Eve rûyekî madalyonê ye û rastîyek e û bêşik negatîv e. Belêm divêt li rûyê dî yê madalyonê jî bête nêrîn. Di rûyê dî yê madalyonê da jî pozîtîvîya PKKyê heye û digel hemû kêm û kasîyên xwe, zeafên domînantîya xwe, dîsa ve hem bang û gazîyên xwe dike, hem jî di pratîkê da hemû îmkanên xwe seferber dike ku hêz û enerjîya neteweyî di nav refên KNKyê da kom be. Divêt eve bi objektîvî bête dîtin û relatîven jî be ev reftare bi pozîtîvî bête biha kirin û qîmet bête dayîn. Alyans û tifaq bêyî tawîzan pêknaên. Çu rêxistin di çeperên xwe yên bilind da nikarin bêne nik hev. Divêt hemû rêxistin û kesên welatperwer û neteweperwer ji bo berjewendîyên neteweyî û armanca rizgarîya neteweyî û demokratîk xwastekên xwe beramberî hev kêm bikin û pratîken jî beramberî hev gavan paşve biavêjin, anjî bi gotina tahl û antîpatîk, tawîza bidine hev ku di zemînê neteweyî da bigihin hev. Jîyana kolektîv bêyî tevazû û tawiz pêknaêt. Kolektîvîte vê xweşbînîya beramberî hev mecbûrî dike. Lewma organîzasyonên neteweyî li ser asasê berjewendîyên neteweyî mecbûrî hev in û ji xwe heke digel armancên xwe yên programatîk û polîtîk jî rast û durust bin, divêt di xeta tifaqa neteweyî da bigihin hev û yêkitîya neteweyî pêkbînin. Reftara berevajîyê vê rastîyê, esasen hem ji alîyê programatîk û teorîk ve, hem jî ji alîyê pratîk û hebûna xwe ya organîzatîv ve, xwe red û inkar kirine. Çu armanc, plan û projeyên kesînî û rexistinî, ji berjewendîyên neteweyî mezintir û bihadartir nînin. Organîzasyonên sosyopolîtîk, yên sosyokulturel, yên sosyoekonomîk û kesayetîyên welatperwer û neteweperwer, di çarçoveya heterojen ya neteweyî ya kolektîv da, mecbûr in ku bêne nik hev û hêz, şiyan û enerjîya xwe bi hev ra ji bo armanca pîroz ya şoreşa neteweyî û demokratîk mobîlize bikin. Gotin û reftarên dûrî vê rastîyê, bi gotina herî sade û sivik ne maqûl in. Ji ber hindê divêt rewş û şertên şoreşa bi giştî ya neteweyî û demokratîk ya xelkê Kurd û Kurdistanê, pozisyona dewletên kolonyalîst û dagîrker bi çavekî objektîv bête dîtin, prosesa ku tête jîyan bi baldarî bête analiz kirin û biha kirin û goreyî vê yêkê pozisyon bête wergirtin, reftara pratîk bête kivş kirin. Şoreşa neteweyî û demokratîk ya xelkê Kurd û Kurdistanê di van şertên heyî da, di vê prosesa tête jîyan da, di vê hercûmerca tête dîtin da, di nav ablûkaya hêz û dewletên kolonyalist û dagîrker da ye û ev hêz û dewletên kolonyalîst û dagîrker, car yêk bi yêk, carna jî bi hev ra û bi koordîne dizxwazin bêhnê li xelkê me çik bikin û bizava neteweyî pêkve bifetisînin û berxwedan û serhildana neteweyî û demokratîk teswîye bikin. Piştî ku parçeyê başûr azad bû û di nav Iraqa nû da rengekî federatîf wergirt û relatîven jî be kolonyalîzm hate teswîye kirin û hukûmeteke yêkgirtî û neteweyî hate danan û vê hebûna federal hem di nav Iraqa nû da, hem jî di meydana polîtîk ya navneteweyî da fermîyet wergirt, dewletên dî yên kolonyalîst û dagîrker yên wekî Iran, Sûrîye û Tirkîyeyê, koordînasyona xwe ya antî Kurd xurttir kirin û êrişkarîyên xwe zêdetir kirin. Di vê konsepta nû da serê xirabkerî û antî Kurdîtîyê û patronî û mutehîdîya vê alyansa bêyûm dîsa ve Tirkîye dike û Iran û Sûrîyeyê jî carna wekî taşeron aktîve dike beramberî bizava neteweyî. Gerçî Îran û Sûrîye jî yêk bi yêk jî be bi serê xwe dijî xelkê Kurd êrişkarîyê dikin, belêm piştî pêkhatina dewleta federal ya Kurdistana Başûr, êrişkarîya hersê dewletan rengekî nû wergirtîye û êdî bi koordîne vê êrişkarîya xwe didomînin. Lewma ablûkaya li dora bizava bi giştî neteweyî û demokratîk ya xelkê Kurd û Kurdistanê di şertên heyî da, di konjonktûra îro da, di dereceya herî bilind da ye. Ji xwe piştî ku Amerika û tifaqdarên xwe Iraqa nû dizayn kirin û bi taybetî Amerikayê projeya xwe ya demokratîzekirina rojhilatanavîn bi Iraqa nû gavek pêşve bir, agir kete pêsîra Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê. Ji ber ku wekî di nimûneya Iraqa nû da jî hate dîtin ku dinamîka herî saxlem û stabîl ya demokratîzasyona rojhilatanavîn hêza xelkê Kurd e. Xwudanên projeya demokratîzasyonê jî baş dizanin ku hisaba wan tinê bi tifaqa digel Kurdan dikare biçe serî. Ev realîteya nû ya navçeya rojhilatanavîn bivê nevê xew û xewnên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê direvîne. Projeya demokratîzayona rojhilatanavîn statûkoya heta îro di cografyaya Iraqê da hilweşand û ji wî kavilê statûkoya Iraqa Seddam, Iraqeke nû derket û di vê tabloya nû da jî parçeyekî Kurdistanê azad bû. Vêca serê davê veresîya li navçeya rojhilatanavîn. Îro parçeyê başûr azad bû, subehî parçeyê rojhilat û paşê jî yên dî. Di şert û konjonktûra îro da Îran li ber tîrên Amerîkayê ye û eve keysekî nû û nedîtî yê pozîtîv derdêxe pêşîya bizava neteweyî û demokratîk ya xelkê Kurd li parçeyê rojhilat. Êdî statûko ji milekê ve xirab bûye û rawestandina vê têkçûnê ne mumkun e. Îran wekî rejim di nîveka polîgona agirê Amerika û tifaqdarên wê da ye. Piştî Iraqê xeleka zeîf nihe Iran e û eve jî tête wê manayê ku parçeyê rojhilat yê Kurdistanê nêzîktirî azadîyê ye. Belêm helbet têkoşîna parçeyên dî jî bi xurtî dom dike. Bi taybetî Tirkîye wekî xwudan û dîzaynera enîya bêyûm ya antî Kurdîtîyê, hem di nav tixûbên xwe yên fermî da, hem jî li rex û dorên xwe yên Kurdcihîn, êrişkarîyeke nedîtî dike û teroreke bêtixûb pêktîne li ser bizava bi giştî neteweyî ya xelkê Kurd. Tirkîye bi vê terora navxweyî namîne, dijî rojhilat û başûr jî operasyonên terorî pêktîne. Sûrîye jî kêmî Îran û Tirkîyeyê namîne û bi bayê teroreke ecêb dijwar bêhna xelkê Kurd adeta çik dike. Vêca panoramaya Kurdistanê kêm zêde ev e û gelek aşkera ev tablo û panorama, werarên xêrê nîşan nade. Êrişkarî û ablûkakirina dewletên kolonyalîst û dagîrker di dereceya bêhnçikkirinê da ye. Di van şertan da, di vê konjonktûra îro da, ku di nav xwe da keysên pozîtîv jî disitirîne, rêya maqûl ew e ku hêzên neteweyî jî li ser esasê berjewendîyên neteweyî, destê xwe bidin hev, hêz, şiyan û enerjîya xwe di potaya neteweyî da komî serhev bikin û di çarçoveya herî fireh da û her bi çi reng û metodî be, tifaqa neteweyî pêkbînin. Ji bo tifaqa neteweyî formên rêxistinî gelek in û divêt di yêk reng û formî da asêtî neête kirin. Rêxistin alet in, ne armanc in, lewma jî nav û form baqî nînin, li goreyî hewcehîya neteweyî dikarin bêne guhorîn. Nav û formên rêxistina ne ayetên dînî ne, ne dogma, nejî tabû ne ku neêne guhorîn. Lê belê, di şettên îro da ji bo hemû hêz û kesên neteweyî, ji bo komkirina hêz, şiyan û enerjîya neteweyî ya kolektîv, zemînek hatîye pêkînan û wekî rêxistineke heterojen û sihwaneyî KNK hatîye danan û eve jî destkevtek e. Ev zemîn dikare bête xurt kirin û bi kar înan. KNK ne ji alîyê programatîk ve, nejî ji alîyê pratîk û terkîba endametîyê ve ne kamil e, belêm hebûnek e. Bi kêm û kasî, bi qusûr û zeafên xwe ve rêxistinek e ku bi nîyet û armanca komkirina hêzên neteweyî hatîye damezrandin û îro fonksîyonel e. Di rê da ye, di cih da ye û herweha gelek maqûl e ku bête teqwîye kirin, bête xurt kirin, bête zengîntir kirin. Rast e ku hestîyê piştê yê îskeletê KNKyê ji PKK, tradisyona wê û dostên PKKyê pêkhatîye û eve jî hebûn û pêkhatineke neteweyî ye û helbet jî pozîtîv e. Dîsa ve rast e ku ne bes e, têra nake û divêt terkîba KNKyê ji alîyê pirrengî û pirdengîya polîtîk û bîr û ramanî ve bête zêde û xurt kirin. Halîhazir digel ku hêza domînant PKK û alyansa wê ye û herweha kesayetîyên serbixwe yên welatperwer û neteweperwer jî têda ne, belêm ev terkîbe têra nake, ne bes e û eve ji teref PKKyê ve jî tête qebûl kirin. Organîzasyonên dî yên Kurd û Kurdistanî, kesên welatperwer û neteweperwer divêt berjewendîyên neteweyî di serê her tiştî da bigirin û desta ji tengbînîya heta îro berdin, gazî û banga ku di bin banê KNKyê da kombûnê bêyî bersiv nehêlin. KNK bi hebûna xwe ve çeperekî saxlem yê bizava neteweyî û demokratîk ya xelkê Kurd û Kurdistanê ye. Dijî enîya bêyûm û minafiq ya dewletên kolonyalîst û dagîrker yên wekî Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê, enîya pîroz ya hemû hêz û kesên neteweyî yên Kurdistanê disa ve KNK ye û divêt ev çeperê neteweyî bête xurt û saxlem kirin. Misyonê KNKyê pêkînana tifaqa herî fireh ya neteweyî ye. KNK bi bang û gazîya pêkînan tifaqa neteweyî ji dil e û di nav çu hisabên biçûk yên polîtîk û rêxistinî da nîne. KNK li muştereka asgarî ya neteweyî digere. Di şertên heyî da, di konjonktûra îro da ev muştereka asgarî, dijî kolonyalîzm û dagîrîyê û enîya wan dewletên dijmin, pêkînana tifaqa herî fireh ya neteweyî ye. KNK di gava lezîn da jî qet nebe li têkilî û diyaloga neteweyî digere û dixwaze di gava pêşîn da dîsa ve qet nebe koordînasyoneke neteweyî pêkbêt ku eve jî dê bibe gaveke saxlem ji bo avakirina hevgirtineke pahn û berîntir ya neteweyî. KNK ne qadirî mutleq e, ne dogma, nejî tabû ye û herweha ne mekanîzmayeke mekanîk û statîk e ku guhorîn anjî nûvebûn lê neête kirin. KNK di nav prosesa firehbûna tifaqa neteweyî da dikare her reng û formekî nû werbigire. Ya rast û giring ew e ku terkîb bête firehtir û zengîntir kirin. Gavên dî dikarin di nav sîstemê demokratîk yê navxweyî da çareser bibin û KNK ji bo vê yêkê vekirî ye. Tête hêvî kirin ku ev daxwaz û xwezî û hêvîya KNKyê şaş neête mana û tercume kirin. KNKyê per û baskên xwe, der û pencereyên xwe ji bo hemû elementên neteweyî heta dawîyê vekirine. Kombûna giştî ya 6. ya KNKyê, [13 – 14 Gulan 2006, Bruksel], eve bo xwe kirîye parola û ji ber vê yêkê jî hem ji alîyê programatîk ve, hem jî ji alîyê mekanîzma û sîstemî ve reformasyoneke pêdivî û pêşve pêkînaye. Bi hêvîya ku bîr û bawerî û nêrîn û reftara ku bo xwe tifaqa neteweyî kirîye armanc, serbikeve.

ROJAN HAZIM

Gulan 2006

 **

Axivtina di kombûna giştî ya KNKyê da

 

Gelî beşdaran,

Kombûna giştî ya KNKyê di 13-14 Gulan 2006ê da li Brukselê pêktêt.

Ev kombûna giştî ya KNKyê di demekî gelek nazik û awarte da pêktêt. Binasên vê yêkê gelek in, lê em dê tinê li ser du xalên sereke rawestin. Çi ne ew xal?

1. Di midehê salên dûr û dirêj da, heke em dijî xelkê Kurd, hevkarîya Sûrîyeyê ya leşkerî ya di salên 60î da bi dewleta Iraqê ra nehejmêrin, çiku ew di şert, konsept û konteksteke cuda da pêkhatibû, ev operasyona bihara 2006ê ya Iran û Tirkîyeyê ya dijî xelkê me, nimûneyeke xweser e û ewil e di dîroka nêzîk ya bizava neteweyî ya antî kolonyalîst da. Li Îranê berxwedan û serhildaneke organîze tête dan ji teref xelkê me ve û di nav cografyaya Îranê da yêkem opozisyon e beramberî dewleta Îranê ku hem ji alîyê rêxistinî û polîtîk ve, hem jî ji alîyê leşkerî ve bi micidahî organîze ye. Li Tirkîyeyê jî ji xwe eve serê dehan salan e ku têkoşîneke gelek organîze ji alîyê polîtîk û leşkerî ve tête domandin ku bêhna dewleta Tirk gelek micid tête çik kirin. Di navbeyna opozisyona Kurd ya dijî Îranê û opozisyona Kurd ya dijî dewleta Tirk, di nav şertên xwe da û bi kêm û kasî jî be, kêm zêde têkilîyek heye û eve avantajekê dide bizava neteweyî ya dijî herdu dewletên dagîrker û kabilîyeta manewrayê ya operatîv ya hêzên Kurd fireh û mezin dike. Li alîyê dî ev têkilîya heta dereceyekê xwezayî û normal ya herdu perên Kurdistanê, digel xwe carna bi veşartî carna jî bi aşkerayî êrişkarîya bi koordîna û hevrayî ya dewletên dagîrker jî tîne. Nimûneyên bi vî rengî gelek in helbete, lê îro ev têkilî, hevrayî û koordînasyona dewletên dagîrker rengekî nû wergirtîye. Herçend Sûrîye dîrekt di nav şerê cepheyî da nebe jî, belêm aktîven di nav vê alyansa dijî Kurd da ye û di navbeyna Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê da koordînasyoneke antî Kurd ji salên berê hêj xurttir dom dike. Piştî ku parçeyê Kurdistanê yê Iraqê rizgar û azad bû û kolonyalizma dewleta Iraqê ji teref bizava neteweyî ve hate teswîye kirin, ew koordînasyona di dereceya hevdîtinan da ya di navbeyna hersê dewletên mayî da, di şertên evro da aktuel û aktîve bû. Di vê ekuasyonê da Îran û Tirkîyeyê xwe gavekê dane pêş û nihe bi hev ra û bi koordînasyoneke derece bilind cepheyê şerî vekirine dijî bizava neteweyî ya li rojhilat û bakur. Yêk armanceke zelal ya vê operasyona hevrayî heye û ew jî têkbirina opozisyona Kurd ya di nav Tirkîye û Îranê û herweha gefa li ser dewleta federal ya Kurdistana Başûr e. Hewceyî dubarekirinê nîne, belêm bi kurtî heke em jê behs bikin, îro operasyona Amerîkayê ya digel dewletên hevçeper yên xwe ya bi armanca demokratîzekirina rojhilatanavîn gavek pêşve çûye û nihe Sûrîye û Îran jî dayne pêşîya xwe. Lê ji ber ku tehlîkeya Îranê zêdetir e, Îran li serê rojeva Amerikayê ye. Sûrîye vê gavê kunika dawîyê ya zirnayê ye. Îran bi hewildanên xwe yên çêkirina çeka nukleer nihe di nîveka polîgona Amerîkayê da ye û ji xwe hazirîyên operasyoneke muhtemel leşkerî jî têne kirin ji teref Amerîkayê ve. Hilweşandina rejima Îranê dê der û pencereyeke dî ya bi ronahî li ber xelkê Kurd veke û di dîzayna Îraneke nû da dê rol û berpirsiyarîya Kurda hebe. Ji ber hindê îro hisabeke micid li ser hêza Kurd tête kirin li nav Îranê. Îran jî vê baş texmîn dike, lewma dixwaze bi van hemleyên leşkerî kartê Kurd betal bike di vê ekuasyona şerekî muhtemel yê digel Amerîkayê da. Çiku Îran dizane ku opozisyona xurt û organîze Kurd in û nimûneya Iraqê jî li ber çavan e û kêm zêde çi bi serê rejima Seddamî hat dê bi serê wan jî bêt. Tirkîye jî gelek baş dizane ku bi hilweşandina Îranê dê parçeyekî dî yê Kurdistanê rizgar û azad bibe û Kurd di du baskan da dibine xwudan du îdare anjî dewletên federal anjî konfederal û belkî jî şertên yêkkirina herdu parçeyan jî bête meydanê û rojevê. Guhorîneke bi vî rengî xewa Tirkîyeyê direvîne lewma jî baş dizane ku ev serûbinbûna statûkoya navçeyê dê serê wan micid biêşîne. Vêca serê sê dewletên statûkoperês û kolonyalîst, Îran, Tirkîye û Sûrîye di belayeke mezin da ye bi Kurda ra. Vê gavê xeleka zeîf Îran e û Kurda şansekî mezin û geş heye ku di muhtemel operasyoneke dijî rejima Îranê da û guhorîna rejima Ayetullahan, hem dê di dizayna Îraneke nû da xwudan desthilat û hêz bin, hem jî li ser axa xwe her bi çin rengî û kîjan modelî be dê xwe wekî dewleteke nû organîze bikin. Ev der û pencereyên rizgarî û azadîyê ku li ber Kurda vedibin, dibine binasê êrişkarîya hevrayî û bi koordîne ya Îran û Tirkîyeyê. Lê belê, bi taybetî ev prosesa demokratîzekirina rojhilatanavîn çawa ji xeleka heri zeîf anku ji Îraqê ve dest pê kir û rejima Seddamî hate hilweşandin, nihe dor hatîye xeleka dî ya zeîf ku ew jî Îran e. Îran hem bi rejima xwe, hem jî bi israra çêkirina çeka nukleer ve êdî bi timamî ketîye nav devê meqesa Amerîka û dewletên rojavayê. Amerîke vê gavê di çarçoveya UNê û dîplomasîyê da fişarê dibe ser Îranê ku ji çêkirina çeka nukleer bide lêvekirin. Belêm opsîyona operasyona leşkerî jî gelek aktîv li ber dest digire. Halîhazir rewşa Îranê ev e û hewildanên Îranê yên bi gef û gur û êrişkar, xwe ji krîzê xilaskirine, lê bêfayde ye. Tirkîye jî bi agirî dileyize û car bi tinê, car jî digel Îranê ji êrişkarîyê pêve li çu rêyên çareserîya digel Kurda nagere. Aşkera ye ku ev rika bêyûm ya Tirkîyeyê bo wan jî xêrê naîne. Du maran di nav çembera neheqîya li ser Kurda da xwe dayne hev û êrişî Kurda dikin. Eve di hemleya ewil da dê serê Îranê bibe…

2. Li navçeyê rewş û panorama ev e, agirê şer tête gur kirin, çembera li dora Kurda tête teng kirin, belêm di nav vê çembera sojer da Kurd jî digel hemû berxwedan û têkoşîna xurt jî, di têkilîyên nav xwe da leng û lawaz in. Avabûna Kurdistana Başûr herçend qonaxên baş û serkevtî dabin paş xwe jî, belêm ew jî bi ber pêlên provakasyon û êrişên Tirkîye û Îranê dikeve. Tirkîye û Îran û helbete Sûrîye jî, ji xwe ji avabûna başûr piştkul in û hindî hûn bêjin nerazî ne û di her keysî da lêdigerin ku navçeyê aloz bikin, prosesa avakirin, avadankirin û stabîlizekirina Kurdistana Başûr sabote bikin. Lê baş dizanin ku êdî veger nîne û di konjonktûra evo da Kurdistana Başûr nikare bête hilweşandin, ku evro êdî ew zeafa navxweyî ya duserîyê jî hatîye berteref kirin û hukûmeta yêkgirtî jî hatîye danan û eve jî tête manaya ku zemînê Kurdistana Başûr gaveke dî saxlemtir bûye. Ji ber hindê lêdigerin ku tesîra pozîtîv ya Kurdistana Başûr ji parçeyên di nav xwe da dûr bikin. Belêm ev tirsa wan dermanê ecela wan nîne û parçeyê Kurdistanê yê di bin destê Îranê da jî li ber derê rizgarbûn û azadbûnêye.

Di nav van pêşhatinan da, bi giştî bizava neteweyî ya Kurdistanê, di nav xwe da bê koordîne ye. Di çarçoveya mezin ya Kurdistanê da, koordînasyona neteweyî di navbeyna hêzên neteweyî da kêm e û hetta di dereceya nîneyê da ye. Bi taybetî di navbeyna hêzên xwudan desthilat yên Kurdistana Başûr û parçeyên dî da hindî hûn bêjin têkilî û danûstandin kêm e, lawaz e. Ev rewşa negatîv ya hêz û dînamîkên neteweyî li Kurdistanê hem dîrekt, hem jî îndîrekt keysekî mezin dide manewrayên dewletên dagîrker. Rewşeke gelek paradoksal di meydanê ye; dewletên kolonyalîst di navbeyna xwe da hem di warê polîtîk û dîplomatîk da, hem jî di warê leşkerî da bi koordînasyoneke bilind û xurt dijî xelkê Kurd pozisyonê werdigirin, belêm hêzên neteweyî yên xelkê Kurd hêz û şiyana xwe bi koordînasyoneke rêkûpêk beramberî dijminên xwe pêknaînin. Berjewendîya xelkê Kurd di hevrayî û koordînasyoneke neteweyî da ye û eve hem îro bi lezînî hewce ye, hem jî her demî. Lê belê, bi taybetî di roja îro da, ji ber ku dijminan hêzên xwe di dereceya herî bilind da alarme kirine, bi hemû hêza xwe ya leşkerî şerî dikin beramberî xelkê me û vê yêkê jî bi hevrayî û bi koordîne dikin, divêt Kurd jî hêza xwe ya neteweyî di xeta neteweyî da û li ser berjewendîyên hevpişk yên neteweyî û di çarçoveyeke neteweyî da bigihînin hev û di bin banekî neteweyî da komî ser hev bikin. Eve pêdivîyeke zerûrî ye, lezîn e û divêt neête paşdan. Kes li yêkkirina partî û rêxistina nagere. Bila her reng organîzasyonên Kurdî hebin û di navbeyna wan da bila rekabeteke modern û demokratîk jî hebe û eve proseseke demokratîk e jî. Belêm ev rastîye ne maniê kombûna di bin banekî sihwaneyî da ye. Kes û hêzên Kurd dikarin di muşterekên asgarî da bigihin hev û di navbeyna xwe da koordînasyoneke organîze pêkbînin û hêza xwe ji bo berjewendîyên neteweyî bi hev ra mobîlize bikin. Dijî dijminê şirîk, hêzên Kurd jî divêt bi şirîkahî hereket bikin. Li ber vê rastîyê, kombûna di bin banê KNKyê da giring e û gaveke hewce ye. Ji teksta axivtina serokê KNKyê Elî Yigit kivş dibe ku terkîba KNKyê ya nihe, tinê ji PKK û tradisyona wê û dostên PKKyê pêktêt. Anku hestîyê piştê yê îskeletê KNKyê PKK ye û esasen eve ne şaşî anjî kêmasîyek e, tam berevajî vê yêkê PKK bi hêza xwe ya mezin ve KNKyê xurt dike û eve bi serê xwe pozîtîv e. Mexseda min ji vê destnîşankirinê ew e ku, ev terkîb têra nake û divêt biçûk mezin elementên dî yên neteweyî jî di bin banê KNKyê da bêne kom kirin û KNK terkîben bête zengîntir kirin…

Li vê derê karê ku divêt bête kirin ew e ku KNK dê çawa û bi çi rengî bête organîze kirin ku hêza hevpişk ya neteweyî sewq û îdare bike. Rola KNKyê dê çi be, anjî divêt çi be, divêt bête zelal kirin.

Bi bawerîya min, di şertên îro da KNK mîsyon û roleke koordînasyona neteweyî bîne cih dê rasttir û di cih datir be. Divêt em hemû jî rasyonel bifikirin û hereket bikin. Di her parçeyî da rêxistin hene û ew karûbarê xwe yê polîtîk û rêxistinî dikin û têkoşîna xwe ew bi xwe di nav şertên xweser yên xwe da kumanda dikin û di rê dibin. Hilgirtina rola wan ya xweser ne realîst e. KNK dikare di navbeyna hemû hêzên neteweyî da rol û fonksîyona koordînasyon, têkilî û dîyaloga neteweyî bîne cih. Li milê dî KNK dikare di meydana neteweyî û navneteweyî da, di cih û kanalên ku hêz bi serê xwe ji heq dernakevin û kêm dimînin da, wan valahîyan tijî bike û bibe pal û pişt ji bo hêzên neteweyî. Di şertên îro da, di konjonktûra îro ya navînî û derveyî ya Kurdistanê da, di şert û konjonktûra navçeyî û navneteweyî da, roleke ji vê mezintir û girantir hilgirtin dê ne gelek realîst be. KNK wekî organîzasyoneke sihwaneyî ji bo koordînasyon, têkilî û dîyaloga hemû hêzên neteweyî gelo dikare çawa û bi çi rengî xwe organîze bike, ew dikare bête riberiz kirin û encameke pozîtîv dikare bête derêxistin. Dîsa ve bi bawerîya min KNK hindî ku desentralîst organîze be, hindî ku kolektîv karûbarê xwe bike dê hind serkevtî be. KNK bi program, destûr û çarçoveyeke rasyonel û maqûl û beşdarkirina kes û hêzên neteweyî, anku di bin banê xwe da komkirina hemû, anjî qet nebe piranîya bi kalîte ya element û dînamîkên neteweyî dê bikare rol û berpirsiyarîyeke xurt û bi prestîj bi cih bîne. Temsîleke demokratîk, temsîleke bi berpirsiyarîya hevpişkî ya neteweyî û herweha bi metodê temsîlkarîya perîyodîk, KNK dê bê, anjî qet nebe mînîmûm, jan û êştir karê xwe bidomîne û di nav xwe da çerx û mekanîzmayeke demokratîk û fonksîyonel û herweha berdêr û berwer ava bike.

Em hêvî û daxwaz dikin ku KNK li ser vî esasî reorganîze be û bikare bibe zemînê hêzên neteweyî û banekî hevpişk yê neteweyî û mîsyon û rola xwe ya neteweyî bîne cih.

Bi van bîr û hiziran silav û rêz bo we hemûyan û spas.

ROJAN HAZIM

13 – 14 Gulan 2006, Bruksel

**

Daxûyanîya encama kombûna giştî ya KNKyê

13 – 14 Gulan 2006, Bruksel

Kombûna giştî ya 6. ya KNKyê li rojên 13-14ê Gulana 2006ê, di demekî gelek nazik û awarte da pêkhat. Kombûna giştî ev prosesa ku tête jîyan li ser du xalên sereke analîz kir û gihişte encam û biryarên gelek giring.

I. Rewşa cîhanê û rojhilatanavîn

Kombûna giştî ya KNKyê li ser rewşa cîhanê rawesta û gihişte wê bawerîyê ku di roja îro da konfilîkta sereke di navbeyna hêzên demokrasîyê û antî demokratîk da ye. Ji cîhana rojavayê heta rojhilatê, ji cîhana bakur heta başûr di navbeyna hêzên demokrasîxwaz û antî demokratîk da tekoşîneke xurt û dijwar tête dîtin. Di vê çarçoveyê da polîtîka Amerîkaya Yêkgirtî û bi giştî cîhana rojavayê ya spesîfîken li rojhilatanavîn, ku Kurdistan di nîveka vê cografyayê da cih digire, hate rawestan û gihişte wê bawerîyê ku projeya Amerîkayê ya ji bo demokratîzekirina rojhilatanavîn tekabulî armancên mînîmal yên tekoşîna azadîya gelê Kurd dike û herwisa bawer dike ku ev projeye bêyî tifaqeke xurt ya digel bizava neteweyî ya gelê Kurd nikare bigihe armanca xwe û bal kêşa ser wê yêkê ku ev demokratîzekirin û bizava neteweyî ya gelê Kurd divêt bi paralelî bête domandin. Destkevta Kurdistana Başûr, wekî dewleteke federal, di vê kontekstê da hate biha kirin. Kongreyê destnîşan kir ku heke hêzên demokrasîwxaz yên navçeyê û cîhanê, xebat û hewildanên xwe di nav koordînasyoneke digel tekoşîna parçeyên Kurdistanê da organîze bikin û paralelî bizava demokrasîxwaz ya xelkê Kurd bi pêş bêxin, hingê dê bigihin armanca xwe.

II. Rewşa Kurdistanê

Li Kurdistanê îro li parçeyê başûr sîstemê kolonyalîzmê hatîye teswîye kirin û di nav Iraqa federal ya nû da dewleteke federal hatîye damezrandin. Li Kurdistana Rojhilat tekoşîna xelkê me ya dijî rejima Îranê gihiştîye qonaxeke nû û pêşkevtî. Herweha li Kurdistana Bakur ji têkoşîneke gelek xurt ji hemû alîyan ve tête dan beramberî rejima Tirkîyeyê. Bi taybetî di Newroza îsal da gelê me bi milyonan xwe nîşanda û dawxazên xwe yên neteweyî û îradeya xwe bi dengê milyonan bilind kir. Li Surîyeyê jî herwisa xelke Kurd di nav têkoşîneke bi biryar da ye. Piştî ku Îraqa nû hate ava kirin û di nav vê dîzayna nû da Kurdistana Başûr azad bû, Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê tifaqa xwe ya antî Kurd ji demên berê zêdetir aktîve kirin û di maksîmûm dereceyê da pozisyoneke êrişkar wergirtin. Li goreyî vê rewşa nû konsepta xwe ya statûkoperes hilkêşane dereceya operasyonên leşkerî yên hevrayî. Xelkê Kurd bi taybetî li bakur û rojhilat beramberî vê erişkarîya Îran û Tirkîyeyê berxwedaneke bilind nîşanda û eve didome. Rejima Tirkîyeyê bi barbarîyeke nedîtî êrişî serhildana Amedê û bajêrên dî kir û di nav da zarok ji dehan zêdetir kes kuştin. Bi çekên kîmyayî gerîllayên Kurd şehît kirin. Li Îranê jî xelkê me berxwedana xwe bilind kir û lewma rejima Îranê jî bi hemû hêza xwe ya leşkerî êrişî binkeyên opozisyona Kurd kir. Îran û Tirkîye bi van êrişkarîyên di nav xwe da neman vê carê bi koordînasyoneke leşkerî êrişên xwe xurttir kirin. Îran û Tirkîyeyê bi vê êrişa koordîne xwastin hem bizava neteweyî teswîye bikin, hem jî destkevta Kurdistana Başûr hilgirin bin tehdîtên xwe û bizava bi giştî ya neteweyî ablûka û tengav bikin. Kombûna giştî ya KNKyê ev rewşa nû û êrişkarîya bi koordîne ya dewletên dagîrker bi xurtî şermizar kir û beramberî vê konsepta nû ya êrişkarîya bi koordîne ya dewletên dagirker, zerûreta tifaqa navxweyî destnîşan kir û ji bo vê yêkê jî biryara tesîskirina tifaqa neteweyî wergirt.

Kombûna giştî ya KNKyê herweha biryar wergirt, ku di demekî nêzîk da bingehê Konferansa neteweyî jî amade bike.

Kombûna giştî ya KNKyê “dubilmoral”îya Yêkitîya Ewrûpayê [YE] jî ya beramberî êrişkarîya Tirkîyeyê ya li ser gelê Kurd, -ku Tirkîye namzeta YEyê ye-, bi bîr xist û hêvîya xwe dubare kir ku YEyê li bihayên xwe yên demokratîk xwudan derkeve.

Ji alîyê dî ve kombûna giştî ya KNKyê gelek bi spesîfîkî li ser polîtîka îmhakar ya dewleta Tîrkîyeyê ya li ser rêberê KKK Abdulah Öcalan rawesta û biryar da ku bala bîr û rehîya giştî ya navxweyî û ya cîhanê bikêşe ser vê konsepta dewleta Tirkîyeyê.

Kombûna giştî ya KNKyê bi beşdarîya hemû endamên xwe ve pêkhat û rêvebirîyeke nû hilbijart. Li destûr û programa xwe reformên giring pêkîna û li goreyî vê nûbûnê organên xwe yên dî jî hilbijartin û programa xwe ya demê nû bi gelek biryarên têrker û objektîv ve xurttir kir.

Kombûna giştî ya KNKyê herwisa bihayekî mezin da xwudanderketina sembolên neteweyî û bi bawerîya hêvîyên xelkê Kurdistanê slogana yêkitîya neteweyî bilind kir.

Kombûna giştî, bi vê bîr û bawerîyê û bi serkevtî bi dawî hat.

 KNK

 serî