paşve

 

Ji epîloga pirtûka “Paşeroj”ê  

 

ROJAN HAZIM

   

Demê dawîyê anjî “deadline”

Di jargona çapemenî û bi taybetî jî rojnamegerîyê da, dem û tixûbê herî dawîyê yê teslîmkirina nivîsaran bi termê “deadline”ê tête îfade kirin. Heke mirov motomot tercume bike, tête manaya “mirina xîçê”, anjî “dûmahîka xîçê”. Axir sanîye anjî deqîqeya anjî tixûbê dûmahîkê ye. Heke nivîsar herî direng di vî tixûbî da neête dan, hingê çap nabe. Vêca mixabin, ne keys, ne jî imkanan dest neda ku pirtûk di demê hatîye vebirî da derkeve. Çapa vê pirtûkê ji xwe direng mabû, ku kanûna 2002ê ji bo çapê hatibû amade kirin, lê di bihara 2003ê da kete dora çapê. Di vî midehî da helbet dem nerawesta! Roj bi dûv rojê ve adeta dem wekî hêla Ava Zê herikî! Di vê lez û beza demî da helbet gelek bûyer qewimîn, gelek guhurîn pêkhatin û bi taybetî li cografyaya ku Kurdistan lê, serûbinîyên mezin rûdan.

Bihara ev sale adeta bû mizgînîya xêrê bo xelkê me. Tam di demê Newrozê da, Amerîka û Ingilîzan, lambeya kesk ya prosesa hilweşandina rejima Seddam Huseynî, hilkir û êdî Iraq bû polîgona çekên nû yên Amerîka û Ingilîzan. Bizava neteweyî ya Kurdên başûr jî gelek aktîv di nav vê koalisyona antî Seddam da cih girt. Kurdistana Başûr ji bo hêzên Amerîkayê bû meydana lojîstîk. Axir operasyon di sê haftîyan da bi dawî hat û rejima Seddam hate hilweşandin û hem ji bo Kurdan, hem jî ji bo xelkên dî yên Iraqê demekî nû destpêkir. Di vê hercûmercê da dor hate çapa pirtûkê, ku ev deme ji bo me tixûbê dûmahîkê anjî “deadline” bû. Lewma tam di vî demê çapa pirtûkê da, me xwast hêj sanîyeya “deadline”ê destpênekirî, ji vê direngmayînê îstifade bikin û bi kurtî jî be li ser ketina Seddam û hilweşîna rejima wî ya hov, ku hem li navçeyê, hem jî li timamî dinyayê, qewimîneke mezin bû û herweha ji alîyê me Kurda ve jî mana û giringîyeke xweser hebû, his û bîr û bawerîya xwe ya demildest, di germahîya bûyeran da binivîsin û li pirtûkê zêde bikin û vê bûyer û qewimîna dîrokî ya li Iraq û Kurdistana Başûr pêkhatî bi kurtî jî be not bikin.

Helbet berûpiştên vê qewimînê hene, belêm di çarçoveya vê nivîsarê da dem û keys nîne ku em dakevin kûrahîya bûyer, têkilî, dek û dolabên dîplomasîyê, plan, proje, stratejî û taktîkên mîmar û muhendisên vî şerî, ku çawa şert adeta gihandin, hêz û dewletên dijî şerî çawa enterne û îzole kirin û planê di serê xwe da bi çi rengî pratîze kirin! Li ber derketina pirtûkê me xwast bi analiz û komentareke kurt, reaksiyona xwe ya destpêkê, ya herî pêşîyê li beramberî vê bûyer û encamê, ku di jîyana xelkê me da guhurînên jîyanî pêkînan, kivş bikin. Çiku bi rastî jî ev deme adeta, li parçeyekê jî be, ji bo xelkê Kurd û pirsa Kurdistanê ber bi xêrê ve herikî.

Niha prosesa avabûna dewleta Kurdistanê li parçeyê başûr, gihişte qonaxeke nû û ber bi saxlemîyê ve bizivî. Operasyona nîvçemayî ya li Iraqê ya Amerîka û Ingilîzan ya piştî dagîrîya Kuweytê, li sala 1990-91ê, piştî 12 salan bi bayê birûskê destpêkir û her bi vî hewayî jî timam bû. Wekî ku dihate hêvî kirin, rejima Seddam Huseyn kete nîveka tahtê armancê û bombe, fûze û roketên Amerîka û Ingilîzan berê xwe dan enîya Seddam. Helbet di vî şerî da gelek xelkê bêguneh, xelkê sivîl jî telifîn. Belêm qet nebe jîyê rejima mirovxwer ya Seddam, neku kurt bû, ji binî ve qut bû! Hindî jîyê vê rejima hov dirêj maba, werarên ku bi hêza dînamîkên navînî hilweşe nedihate dîtin. Dînamîkên derve dûmahîka vê rejima xwûnxwar îna û her seet û her roj kuştina xelkê sivîl ya bi destê vê rejimê, hate sekinandin. Hema dîtina goristanên veşartî û derêxistina bi hizaran kuştîyan bi serê xwe, dawî înana rejima Seddam çend heq derêxist. Anku ew kar bi ber wê zerar û ziyana demdirêj ket. Ji xwe di midehê sê heftîyan da, ku eve di hilweşandina rejimeke dîktetoryal ya wekî rejima Seddam da rekorek e, operasyon xilas bû û koalisyona antî Seddam ya ku di pêşengîya Amerîkayê da pêkhatî, serkevtina xwe di nehê Nîsanê da bi vegirtina Bexdayê beyan kir. Ew makîneya mirin û kuştinê ya Seddam, ku ji bilî Kurdan çu kes û derûdor bi hêvî nebûn, di sê heftîyan da hilweşiya. Rejima Seddam, berî destpêka şer, bi hemû gef û gurên xwe jî, wekî pilingekî ji kartonê, hate periçandin, dirandin û bi serê wan da hate werandin.

Hilweşandina rejima Seddam, pelixandina dezgeh û makîneya wî ya mirovhêranê, bi hevkarîya bizava neteweyî ya Kurdên başûr, gihişte armanca xwe. Gelo ma çi ji vê bûyerê mezintir û bi manatir bû bo xelkê Kurd û herweha gelê Ereb û kêmanîyên dî yên Iraqê û hetta hemû mirovahîyê. Hem rejima Seddam hate hilweşandin, hem aparata birandina xelkê Kurd hate belav kirin, hem jî fîgûrê sereke yê vê rejima xwûnxwar, Seddam Huseyn û dezgehê wî yê kuştin û talanê, ji binî ve hate rakirin. Ma çi bêjin, bi gotineke îronîk, qet nebe bi xêra “berjewendîyên emperyalîzma Amerîka û Ingilistanê” û piştevanîya Kurdên başûr, xelkê xesandî yê Ereb jî rizgar û azad bû, ku wan nediwêran vê yêkê di xewna xwe da jî bibînin!! Helbet xelkên dî yên kêmanî jî!

Azadîya li ser paralela 36an niha dakete binê paralelê û azadî gihişte ser tixûbên rastî yên Kurdistanê. Xewn û xiyala Kurdan, bajêrê pîroz Kerkûk kete destê xwudanên xwe yên hizaran salî. Alaya Kurdistanê 10ê Nîsanê li esmanê Kerkûkê hate pêldan. Ma çi ji vê pêrabûnê pîroztir bû. Parçeyê başûr yê Kurdistanê, ku parçeyê herî nêzîk bû bo azadî û rizgarkirinê, ji bin zor û zulma dijminekî har û hov bi timamî hate standin. Kerkûk, Xaniqîn û Mûsil jî di nav da, Kurdistana Başûr gihişte ya dilê xwe. Êdî ev cografyaya xelkê Kurd, welatê wan, Kurdistan li parçeyekê jî be gihişte ronahîyê. Nexşe li serê parçeyên dî!

Helbet ev bûyera mezin, rizgarbûna Kurdistana Başûr, ca di nav tixûbên “fermî” yên Iraqê da be, anjî keysek bête pêş û konjonktur û balansa polîtîk ya cîhanê dest bide û serxwebûna xwe beyan bike, hatîye qonaxeke wisa ku êdî paşve vegerîn anjî berzekirina vê destkevtê nabe. Berikên stranca li Kurdistana Başûr kêm zêde li cihê xwe rûniştine. Lewma ev prosese dê her bo her pêşvetir biçe. Piştî ku rejima Seddam hate mat kirin, niha dor hatîye binecihkirina destkevta Kurdistanê, ku şertên navxweyî û derveyî gelek gihiştî û amade ne ji bo vî karî û vê armancê. Êdî divêt avakirina nû, pêşvebirina civatê, xweşkirina rewş û bilindkirina standarda jîyana xelkê, di serê rojevê da be. Herweha demokratîzasyona civatê jî armanceke sereke û hetta lezîn e jî. Xelkê Kurd û pêşengên wan divêt dersê ji dûmahîka rejima Seddam, ji şkandin û hilweşandina heykelên sar û beton û pozisyona Seddam bi xwe, werbigirin. Wan gelek ji rejimeke dijmirovî û antîdemokratîk kêşaye. Wan gelek ji destê dîktetor û dîktetorîyê kêşaye. Lewma divêt di vê prosesa avakirina dewleta Kurdistanê da, desta ji demokratizasyonê bernedin. Norm û metodên demokrasîyê bi kar bînin, binecih bikin û zemînê vê kultura demokrasîyê saxlem bikin ku antîdemokratîzm, dîktetorî û tîranîzm di vê axê da şîn nebe, bejn nede, dîsa ve nebe bela serê xelkê. Eve di destê xelkê bi xwe da ye. Belêm pêşengên xelkê, anku lîder û rêxistinên polîtîk jî divêt sîstemekî wisa avanekin ku rê li Baasîzmeke nû veke. Divêt xelk jî di warê sivîlîzasyonê û kontrolkirina desthilata polîtîk da aktîv bin, xwe organîze bikin û hişyarîyê ji dest bernedin ku hêz û kesên polîtîk, ji rêya demokratîzasyonê derkevin, varê bibin û ber bi tîranîzmê ve biçin. Îro di rewşê da hêj jî şêlûtîyek heye û av û derav hêj zelal û ron nebûne. Rewşa kaotîk li nav Ereban dom dike. Li bajêrên stratejîk yên Kurdistanê, wekî Kerkûk û Mûsilê jî rewş ne gelek tena û aram e. Bi taybetî dûr nîne ku dewleta Tirkîyeyê ji ser Tirkmenan ve provakasyonekê pêkbîne ku ew, ji vegirtina Kerkûkê ji teref Kurdan ve, gelek aciz û nerazî ne!! Belêm ev herdu bajêre, hetta Xaniqîn jî, ji ber ku zû ketin destê rêvebirîyên Hewlêr û Silêmanîyê, ji bajêr û navçeyên dî yên Erebcih, bi şanstir bûn û di demekî kurt da hatin organîze kirin û asayiş û ewlehî bi kêm û kasî û kor û leng jî be, hate tesîs kirin.

Lê belê dîsa ve, ev nezelalî û kaosa kêmbûyî jî, divêt zûtirîn dem bête rakirin û rewş bête safî, zelal û ron kirin. Helbet piştî hilweşandina makîneya mirandinê ya Seddam û Baasîzma çil salî, avakirineke nû ya bi her awayî, dê dem bigire. Belêm kurtkirina vî demî jî di destê mirovên me bi xwe da ye. Her di serî da, divêt ev duserîya polîtîk ya hukumetên Kurdistanê zûtirîn dem ji halê bête rakirin û rêvebirîyeke yêkgirtî bête danîn. Di şertên îro da ajotina vê duserî û lokalîzmê, di kar û xebata saxlemkirina destkevtên Kurdistanê da, dê zeafeke mezin peyda bike û herweha pozisyona xelkê Kurd jî dê di ekuasyona polîtîka Iraqê da jî zeîf û bêhêz bike. Ji ber ku bizava xelkê Kurd di çarçoveya firehe Iraqê da ji xelkên dî bi avantajtir e. Qet nebe eve nêzîkî yazdeh sal e ku Kurd li ser pişkeke cografyaya xwe, hûyî xwe îdarekirinê bûne, jar û lawaz jî be, hindek şertên rêvebirîya xelk û civatê pêkînane. Li milê dî, bizava polîtîk ya Kurd, armanca xwe mezintir kirîye û dixwazin ku di rêvebirîya merkezî ya Iraqê da jî xwudan hêz û biryar bin. Digel xwezî û xwasteka xelkê Kurd, hema ji ber vê armancê jî, rêvebirên Kurd divêt di serî da xwe bikin yêk ku, giranî, rêz û siyaneteke wan di nav xelkên dî yên Iraqê da jî hebe. Rêvebirên polîtîk yên Kurd, heta ku dergehê mala xwe serûber nekin, hêz û dengekî yêkgirtî yê neteweyî pêkneînin, nikarin ji bo Ereb û kêmanîyên dî, anku ji bo timamî Iraqê bibin nimûne û roleke giring û xwudan biryar û hêz, bidomînin. Êdî xelkê Kurd li başûr hatîye qonaxeke wisa ku tehemmula vekêşkana bê hesû û bê mana ya du partîyên mezin, PDK û YNK naête kirin. Lewma, ev herdu partîyên desthilatdar jî, di roja îro da, divêt mezin raman bikin û li goreyî vê serkevtinê gavan biavêjin û polîtîkayên neteweyî bi kar bînin.  Ne tinê xelkê Kurd yê li başûr, herwisa Kurdên parçeyên dî jî, ji timamî rêvebirên polîtîk û bi taybetî jî, ji PDK û YNKê hêvî dikin ku li goreyî giranî û senga berpirsiyarîya vê serkevtina xelkê Kurd bibizivin. Em hevî bikin ku di rojên pêş da proses ber bi xweşiyê ve biçe.  

 

Aktuelîya nivîsaran

Wekî nivîsar bi baldarî bêne xwandin, dê bête dîtin ku ev encama pîroz ya xelkê me ya li başûr, hêj berî şer hatîye texmîn kirin û werarên vê serkevtinê bi aşkerayî hatine analiz û komentar kirin. Ji ber yarîya 1ê Nîsana 2002ê, wekî me bi sernivîsa “Kurdistan bû dewlet” nivîsarek amade kirî, ev hizir û bîrên li ser xwastek û xwezîyên xelkê Kurd, bi zimanekî novelî dihate rave kirin. Îro ew xewn û xiyal li başûr bûye rastî. Hem jî di meha nîsanê da, ku salek ji ser wê nivîsara me ra derbaz bibû. Anku serê nîsana 2002ê me digot “Kurdistan bû dewlet”! Hema bêjin serê nîsana 2003ê jî, xelkê Kurdistanê li parçeyê başûr bi rastî keysê fermîkirina dewleta xwe bi dest ve îna! Gerçî xîmê wê hêj li piştî şerê Kuweytê, li Gulana 1992ê hatibû avêtin. Piştî 12 salan, li serê meha nîsanê ev xwezîye dibû rastî.

Herçend statûya vê avabûnê, li goreyî prosedûra Rêxistina Yêkitîya Neteweyan –UN-ê fermî nebe jî, ji alîyê me Kurdan ve hem fermî, hem jî meşrû ye û ji xwe “de facto” jî avabûye. Herwisa Amerîka û Ingilîzan digel Kurdan û opozisyona Ereb ya berî rejima Seddam, Iraqeke federal deklare kiribin jî, ev hazirbûna Kurda, rê û imkanê dide ku sîstemekî konfederal bête xwastin û hetta danan li Iraqê. Gerçî di şertên evro da hem konjonktura navînî, hem jî ya derve, ji bo îlankirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê hazir û gihiştîye, belêm xuya ye ku rêvebirîya polîtîk ya Kurd xwe amade nabîne! Belêm qet nebe ev xwasteka heq û rast, divêt di nav Kurdan da bête riberiz kirin. Heke di nav çarçoveya Iraqê da li çareyê tête geryan, hingê ya rast, li şûna federalîyê, gaveke pêşvetir û saxlemtir anku sîstemekî konfederal divêt bête xwastin û organîzekirin ku bi pêkhatineke vî rengî, îdareya Kurdistanê hem li nav Iraqê, hem jî di meydana navneteweyî da, dê fermîyeteke desthilatdartir wergire, ku eve di serê sedsala 21an da, dê bête manaya destpêka prosesa avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê. Ku berpirsiyarên Amerîkayê yên li Iraqê bi xwe jî digotin ku ev pêşveçûn, pratîk û ceribandina “demokrasîyê” ya li Kurdistanê, dê bibe nimûneyeke herî baş ji bo timamî Iraqê. Gava mirov berê xwe dide kaos û berbelavîya xelk û opozisyona Ereb li Iraqê, rastîya vê tesbîtê jî xwe dîyar dike!

Wekî di nivîsaran da jî tête dîtin, her ji serî were, me tiştek bi dengekî bilind digot ku parçeyê herî nêzîk yê azadbûn û rizgarbûnê, Kurdistana Başûr e û her bi çi awayî, sîstem, model û rejimê be bila bibe, divêt li başûr dewletek ava bibe û herweha divêt hemû Kurd piştevanîya armanceke wisa bikin. Niha heta dereceyekê xelkê me li başûr gihiştîye vê qonaxê. Ji bo binecihbûn û saxlemkirina vê prosesê divêt piştevanî bête domandin. Belêm rêvebirên başûr jî divêt vê prosesê û vî demî bi başî bi kar bînin. Demî, bi polîtîka û pratîkên şaş, teng û bêvîzyon berze nekin. Desthilata polîtîk ya başûr, divêt ji vî alî ve bête kontrol kirin û hêza rexneyî ya pozîtîv, ji ser serê wan neête kêm û dûr kirin.

Ji bilî vê bûyera mezin ya li başûr, li bakur jî gelek bûyer û kiryarên baş, nebaş rûdan. Her di serî da pîrozîyên Newroza îsal jî balkêş bûn. Xelk xuya ye ku li vî bihayê xwe yê qedîm xwudan derdikeve û cejna xwe bi giyanekî neteweyî pîroz dike. Belêm li milê dî jî fişara antîdemokratîk ya dewleta Tirkîyeyê her bo her zêde û dijwartir bû. Di warê polîtîk, ziman û kulturî da, digel ku Yêkitîya Ewrûpayê (YE), di çarçoveya namzetîya Tirkîyeyê da, gewrîya wan şidand jî, lê dewleta Tirkîyeyê dîsa ve bi ya xwe kir û krîterên Ankarayê li ser krîterên YE, ku bi navê “Krîterên Kopenhage” navdar in, ferz kir û di van waran da gavên hewce neavêtin. Çend rotûşên xapînok kirin, belêm di pratîkê da polîtîka xwe ya klasîk domand. Bizava xwandevanên li dibistan û zanîngehan bloke kir, cizayên giran li ser serê wan barandin. HADEP girt. Doza girtinê li ser DEHAPê vekir. Mengeneyê li ser stuyê bi giştî opozisyona xelkê Kurd dişidîne. Hêj jî şûrê demokles li ser serê bizava demokratîk ya xelkê Kurd dihejîne. Digel van bûyeran hemûyan jî, bizava neteweyî û demokratîk ya xelkê Kurd, gelek dînamîk dom dike.

Ev guhurîn û pêkhatinên di midehê van pênc-şeş mehan da rûdayî, ji alîyê naverok û mesajan ve aktuelî û tazehîya nivîsaran jî nîşan didin. Nivîsar herweha şahidên wan bûyer û rûdanan in yên ku demê lê hatine nivîsîn. Ji vî alî ve jî pirtûk dibe eyneya demê ku nivîsar lê hatine nivîsîn. Belêm ya herî giring, perspektîf û bawerîyeke bi giştî û demdirêj îfade dikin. Heke nivîsaran ji vê pencereyê ve çirîskek dan prosesa ronahîya bizava neteweyî ya xelkê Kurd, hingê qelem gihiştîye armanca xwe.

Bi hêvîya ku qelem û bîr û ramanên serbest û azad û serbixwe li ser axa Kurdistanê jî bejn bidin, kêm nebin, her zêde bin û geşî û ronahîyê bidin ser xelkê Kurd.  

 

ROJAN HAZIM - Nîsan 2003

 

***

Noteke nû:

Koalisyona neteweyî

Tiştên ku hatine nivîsîn kêm zêde rast derketine di pratîke da. Prosesa başûr hêj jî dom dike. Tiştê nû û balkêş, Kurda di konseya Iraqê da cihê xwe girtin. Kurd di vê konseyê da ji hejmara xwe ya arîtmetîkî gelek zedetir xwudan soz in. Wezareta karê derve ya Iraqê di destê Kurdan da ye. Eve helbet avantajeke mezin dide Kurdan. Belêm dîsa ve di cepheyê Kurdan da kêmasî û zeafa duserîyê dom dike. Digel ku ji çirîya 2002an were çend caran ji alîyê M. Barzanî û C. Talabanî ve yêkkirina parlamento û hukumetê hatibe deklare kirin û komîte û komisyon hatibin hilbijartin jî, lê di pratîkê da gav nehatine avêtin. Di formalîteyê da parlamento bûye yêk, belêm eve encamê naguhure û di pratîkê da duserî dom dike û kumanda dîsa ve li Selaheddîn û Silêmanîyê ye, ku ji xwe du hukumetî jî li cihê xwe ye. Hetta wekî Kurdsat (ser bi YNKê ve ye) û Kurdistan Tv (ser bi PDKê ve ye), behsê karûbarên hukumetî û îdarî dikin, ji hukumet û wezîrên milê xwe, heçku bûyne yêk, wekî “hukumeta Kurdistanê” behs dikin, ku eve bi serê xwe nîşana duserîyê ye. Xemsarî û sistîya di vî warî da bi israr tête domandin û mixabin ku hem opozisyona van partîyan, hem jî organîzasyonên dî yên sivîl û xelk bi xwe jî, bêdeng dimînin û fişarê nabine ser PDK û YNKê. Eve belkî û hetta xuya ye, ji nazikîya rewşê derdikeve. Anku xelk û opozisyon di vî demê nazik da naxwazin hewayê polîtîk yê nav welat bişidînin û xwe bêdeng dihêlin. Eve ji milekê ve bi berpirsiyarî rabûne, lê belê, di realîteya polîtîk û armanc û berjewendîyên neteweyî da helwesteke ne rast e. Opozisyona hukumetên PDK û YNKê û herweha organîzasyonên dî yên sivîl û hemû xelk, divêt li hemberî otorîteya polîtîk ya Kurdistanê bi metodên demokratîk û aştîyane muxalefeteke xurt bikin û diyalogeke encamgir pêkbînin ku di warê polîtîk û îdarî da rêvebirîyeke demokratîk û yêkvucût pêk bêt. Partîyên desthilatdar, anku PDK û YNK jî divêt digel, biçûk mezin, hemû elementên neteweyî diyalogê danin û hêza wan jî tevî vê prosesê bikin. Pirsa “yêk parlamento, yêk hukumet” divêt zûtirîn dem bête zelal kirin. Sîstemê Kurdistanê an li ser federalîyê bête ava kirin, anjî sîstemê sentralîyê (ne sentralîst!) bête organize kirin. Di hilbijartina her sîstemî da jî, hukumeteke sentral hewce ye û ev hukumeta sentral jî, qet nebe di vî demê borînî da li ser modelê koalisyona neteweyî divêt bête danan û fonksiyonel kirin. Pêkhatineke bi vî rengî hem di nav konseya Iraqê da, hem beramberî Amerîkayê, hem jî di bizava rê li ber girtina destdirêjîyên Tirkîye û dewletên dî yên cîran da, dê destê Kurdan xurttir bike û siyaneta xelkê me li meydana navneteweyî bilind bike. Belêm ya herî giring, dê daxwaz û hewcehîya xelkê Kurd bîne cih. Lewma ev lezîyete divêt neête paşdan.  

 

ROJAN HAZIM - Îlon 2003

 

serî