Mirov,
wekî hebûnek civakî hem pîroz e, hem jî ”mexlûqatekî necis” e! Timamî
dîroka ”mirov”î di navbeyna van herdu ”seran” da şubî hêzikekê
diçe û têt. Eve ji milekê ve paradoksa ”mirov”î jî nîşan dide.
Mirov, wekî bigiyanê herî biaqil, di tekamilîya jîyanê da subjeyê sentral
e û bi vê pozisyona xwe jî ”armanc” e. Ji ber vê çendê ye ku, ”hertişt
ji bo mirov” tête gotin. Ji destpêka mirovahîyê heta evro, prosesa tekamilîyetê
her pêşve çûye û di vê prosesê da hem mirov bi xwe gihiştîye,
hem jî vî ”mirovê gihiştî” xweza û xwerist û timamî jîyan jî
gihandîye û pêşve birîye û bi vê aksîyona ”bi zanahî”, jîyan
li xwe xweş kirîye. Belêm digel vê ”kiryar”a xwe ya ”baş û
qenc”, bi gotina herî ”nerm”, ”xirabî” jî kirîye. Ji destpêkê
were, di bunyeya mirovî da ev ”qenc”î û ”xirab”î heye. Di demê
”prîmîtîv” yê mirovahîyê da, ji bo domandina jîyana xwe jî be,
beramaberî ”xwezaya bigiyan”, heywan û şînkatîyê, ”wehşet”a
xwe nîşandaye. Piştî jîyana ”kolektîv” pêkhatî jî, li goreyî
şert û hewcehîyan, vê ”wehşeta mirov” dom kirîye. Mirovî, di
organîzekirina jîyana xwe ya kesane da be, anjî di ya ”hevrayî” da be,
li goreyî berjewendîyên ”kesane” û ”kolektîv”, hirs, nifûz û
”qudret telebî”ya xwe herdem jînde hêlaye. Vî rûyê mirov bivê nevê
di nav xwe da ”şiddet” parastîye. Mirovî, li ber xwastek û berjewendîyên
xwe dozaja ”şiddet” û ”otorîteyê” car kêm, car jî zêde kirîye.
Ji xwe gava demê ”çînayetîyê” destpêkirî, ev rûyê kirêt yê mirovî
yê bi ”şiddet”, zêdetir derketîye meydanê! Di demê ”koletîyê”
da, ”koledar” wekî çîna serdest, ”mistek mirov” bûn, belêm li ser
piranîya xelkê hejare feqîr makîneyeke wisa xedar ya zulmê danan ku ”bîrînan”a
wê demê bi serê xwe ”îşkence”ya herî mezin e! Mirovê feqîr, di
destê ”mirovê zengîn û xwudan desthilat” da ”mal” bû, dihate kirîn
û firotin! Mirovên feqîre belengaz ji bo ”zewqa koledaran” di ”meydanên
gladyatoran” da dibûne ”xwerek”a şêr û pilingan! Piştî van
kiryarên hovane, bi navê zulma koledarîyê ”navdarîya” Neronê Romayê,
dibû etîketa ”dijmirovî”yê! Di demê feodalîyetê da zulm û îşkenceyê
bi rengekî dî dom kir. Vê carê jî ”feodalan”, ji bo desthilata xwe ya
”zalimane”, xelkê piranî kirin ”serf”ên xwe û bi şiddeteke
organîze û sîstemetaîk îdareya xwe domandin. Ji xwe di wî demî da, dezgehên
”dîn û diyanetê” bûne ”referansa îlahî” ji bo domandina zulma li
ser xelkê feqîr. Mabedên dînî û şatoyên feodalan bi hev ra zulmeke
nedîtî înan serê xelkê hejare piranî. Li nav ”îsawîyan” bi navê
”Xwudê û dîn”, dêr û qeşeyan îdareyeke zalimane pêkînan. Esasen
hersê ”dînên esmanî” Mûsawîtî, Ísawîtî û Muhemedîtî, hem di demên
desthilata xwe bi xwe da, hem jî digel desthilatên dî yên polîtîk bi hev
ra, zulmeke nedîtî bi serê ”mirov” înan. Dîroka van dînan hem di nav
xwe da, hem jî digel ”mixalifên” xwe da, hovîtîyeke bê ser û bin e! Íşkenceya
herî mezin Rabînên cihûyan ma bi serê Ísa bi xwe neînan... Ísa bi îşkenceyeke
mezin ya bi fermana ”rabînan” hate kuştin. Xelkê cihû jî, di demê
feodalîyetê da, li rojava Ewrûpayê, li Fransa û Ispanyayê, di ”dadgehên
engizisyonê” da hatin dadgeh kirin û bi bêdadîyên mezin hatin sotin, bi
îşkenceyên nedîtî hatin kuştin. Ji xwe ”arenayên Romayê” û
”dadgehên engizisyonê”, ”sembolên zulmê” ne di dîroka mirovahîyê
da. Engîzîtoran wekî ”gorîyên xwe” piştî îşkenceyên mezin
dadgeh dikirin wisa digotin; ”yên ku nesuşin, bê sûc in” û ev
”biryara xwe ya nemirovî” di nav agirî da ”test” dikirin û ”gorî”
diavêtin nav gurîya agirî. Helbet wan jî baş dizanî ku ”ew mirov”
bisûc anjî bêsûc jî be dê her bisuşe! Gava ”gorîyê wan” di nav
wî agirê gur da disot û dibû girkê rejûyê, wan şeraba xwe diziqûmand!
Di dînên esmanî da ”metodê diskalîfîyekirina mixalifan” kêm zêde dişube
hev. Di
hersê dînan da jî ”mixalif” kafir e! Ji ”kafirbûnê” mezintir sûc nîne
û cizayê ”kafirbûnê” jî, piştî îşkenceyên nedîtî, ca an
bi sotin, an xeniqandina bi hilawîstinî, anjî serjêkirin û şêweyên dî,
kuştin e. Di islamîyetê da jî, her ji dewrê destpêkê pêve, îşkence
û zulim ”metodê islahkirinê” bû! Cizayê dijî islamîyetê derketin ji
xwe yêkser kuştin bû û ev hovîtîye evro jî dom dike. Hindî Mûsawîtî
û Ísawîtî ne, di prosesa evolusyona mirovahîyê da guhorîn dîtine. Bi
taybetî Ísawîtîyê, piştî dewrê engizisyona reş
”reformasyon” borand û ”lîberalîze” bû! Mûsawîtî jî, piştî
”tûfana demê engizisyonê” û ”komkujîya dewrê Nazîzmê” ya li ser
Cihûya, avabûna dewleta Israîl û pêşkevtina ekonomîk, sosyal û polîtîk
ya xelkê Cihû, relatîven ji hêz û qudreta ”rabînîzmê” û ya kinîşteyê
(sînagog), piçek jî be dûr ket! -Gerçî vê gavê hukûmeta Israîl dîsa
ve reya xwe ya ”siyonîstî” geş kirîye û bêdadîyeke mezin bi serê
xelkê Filistînî tîne, lê ev dijberîye bi rengekî polîtîk tête domandin
û herçend Muhemedî û Mûsawîyên fanatîk ji herdu alîyan ve dixwazin
şerê Filîstînîyan û Israîl bikin ”şerê dînan” jî, belêm
dîsa ve ji alîyê Cihûyan ve motîfê dînî anku ”Mûsawîtîyê” ne
gelek li pêş e! Belêm, Muhemedîtîyê, ne teorîken, nejî pratîken çu
”reformasyon” neborandin û ew ”ortodoksîya xwe” domand, ku evro ev
”fanatîzma islamî” di maksîmûm dereceyê da ye. Fermana islamîyetê jî
”Kafir li kîderê bêne dîtin, divêt bêne girtin û bêne kuştin” bû!
Di demê destpêkê da, li goreyî fermana islamîyetê jî, ”divêt dest û pêyên
sûcdaran çep û rast bêne jê kirin, çavên wan bêne derêxistin”! Ev wehşeta
”dînperestên islamî” evro jî bêperwa dom dike. Ma çi îşkence ji
”recma li ser jinan” mezintir e gelo! Bi navê ”dîn û diyanetê” îşkence
û kuştinên” bêtixûb hatin kirin û hêj jî têne kirin. Di sala 1993ê
da li Sêwasê, di Otêlekê da 38 ronakbîrên Kurd û Tirk ji alîyê ”dînperestên
islamî” ve sax sax hatin sotin! Ev kiryara wan ji ya sotinên dewrê
engizisyonê kêmtir nebû. Di wî ”demê navînî” da bêdadîya
”engizisyona Ísawîyan”, ya ”şerîetê Muhemedîyan”, di zulm û
îşkenceyê da ”dêr” û ”mizgeft” gihandibûn hev. Bi navê islamîyetê
şêx û îmaman, bi navê Isawîtîyê jî qeşeyan, agir li ser serê
xelkê bêguneh dibarandin! ”Huqûq û mekanîzmayên dewletî” di destê
wan û feodal û tîranan da, bibûne toka mirinê di stûyê xelkê feqîre
hejar da. Wehşeta bi navê ”dîn û diyanetê” evro jî tête kirin, ji
wê bawerî û kultura nemirovî têtin. Di nav van hersê dînên esmanî da, vê
gavê bi fundamentalîzma herî xurt û dijwar, radîkalîzma islamî ser ji hemûyan
standîye! Evro di nav Muhemedîtîyê da, ”engizisyoneke nû” tête dîtin.
Kevneperestên islamîyan li Afganistanê şiddet û teroreke hind bêtixûb
bikarînan ku adeta jîyan li timamî xelkê kirin jahr û mirin. Jin neku êxsîr
kir, bi timamî kire di nav tûrikê reş û tarî da û di nav çar dîwarên
malê da zîndanî kir. Gava jinê çavên xwe nîşan dan, kirine nav tilîsekê
û di meydana bajêr anjî gund da, di çalekê da û bi beran ”recm” kirin
û bi ezîyet û îşkenceyeke zalimane kuştin. Li bahra pitir ya welatên
islamî da mafê jinan qet nîne, di ser da jî, heq û huqûqê mêrên ku li
goreyî ”şerîetê islamî” nejî jî, tête binpê kirin. Li
Erebistana Siûd, Sûdan, Nîjerya, Iran û çend dewletên dî yên Islam, lêdana
bi gopal, qemçî û qayîşê, evro jî ”rûtîn” e!
Di
vê dawîyê da jî, kevneperestên islamî yên Iraqê, dîsa bi navê ”dîn
û diyanetê”, û goya bi armanca ”berxwedana dijî Amerîkîyan” û
tolhildanê, kiryarên wehşetane pêkînan. Mirovekî Amerîkî, li ber
kamerayê, bi ”nîdayên islamî”, bi xencerê ser jê kirin û ev kiryara
xwe ya hovane di înternetê da belav jî kirin. Çu tarîf û îzaha van
kiryaran naête kirin! Ev hovîtî bi israr û zanahî tête domandin jî.
Neoengizisyon
Piştî
dewrê desthilata dêr û şatoyên feodal û tîranan, burjuwazî jî ev
tradisyon û mîrateyê qirêj û kirêt yê dijmirovî domand. Burjuwazî bi
navê ”azadîyan”, dawî li ”desthilata dêr û şatoyê” îna, lê
piştî demekî kurt, wan jî ew metod kirin yên desthilata xwe. Burjuwazîyê
ciwan, hindî ku sermaye fûrhand, nepixî, desthilata xwe bi darê zorê tehkîm
kir. Gava ”kapîtalîzm” gihiştîye merheleya ”emperyalîzmê”,
kela zulm û zordarîyê jî mezin kiribû. ”Kolonyalîzma feodalîyê” çend
şiddet, talan û zordarî bi kar îna, ”kolonyalîzma kapîtalîst û
emperyalîst” jî, li goreyî hêz, qudret û şiyana xwe, mengeneyê
şiddet, îşkence û zorê, di maksîmûm dereceyê da bi kar îna û
bi vî metodî desthilata xwe qaîm kir. Engizisyonê, ji sedsala 12an, ku wekî
”dadgeh û dezgehên lêpirsîna bi îşkence û kuştinê”, girêdayî
dêrê pêkhatibû, heta dûmahîka sedsala 18an wezîfeya xwe ya ”mirovhêranê”
domand. Lê belê, gava ”mekanîzmayên engizisyonê” hatine belav kirin,
cihê wan vala nema û ”mekanîzmayên engizisyona nû” ew ”rol”a nebixêr
û bêyûm, gihandine evro. Bi navê çîna bûrjûwazî, dewleta kapîtalîst
û emperyalîst, partîyên ku berjewendîyên baskên cuda yên bûrjûwazî
diparastin, hukûmetî kirin û bi vê desthilatê metodên herî dijmirovî
bikarînan. Bi rêya mekanîzmayên polîsî û leşkerî, her reng
”mixalif” hatin bindest kirin, bi navê parastina dewlet û rejimê, makîneya
îşkence û zulmê hate xebitandin. Mezinên cîhana emperyalîst, di serî
da Amerîka, Fransa û Ingilîstanê, di welatên dagîrkirî da, rejimên ku
timamî mafên mirovî û azadî tirpan kirî înane ser kar, anjî yêkser bi
xwe ew rol û wezîfeyên dijmirovî înane cih. Fransayê li Vîetnamê, paşê
jî li Cezayîrê îşkence û zulmên ecêba dinyayê li ser xelkê wan
welatan kirin. Amerîkîyan piştî Fransîyan li Vîetnamê dezgehên îşkence
û kuştinê danan û bi kar înan. Bi taybetî ”rikehên pilingî” aletên
herî ”navdar!” yên îşkence û kuştinê bûn. Bi hizaran azadîxwazên
Vîetnamî di wan ”rikehên pilingî” da hatin seqet kirin, hatin kuştin.
Ingilîzan li Hindistanê îşkence û ezîyetên ku mirovan biqerisîne, bi
serê xelkê Hindî înan. Mîratxwera Ímparatorîya Osmanî, dewleta Tirkîyeyê,
her ji destpêka damezrandina komara xwe ya nû pêve, sîstemekî hind bêdad
li ser serê xelkê Kurd dana ku, şiddet, îşkence, girtin û kuştin
bûne metodên rûtîna jîyanê. Dewleta Tirkîyeyê, rejimeke ewqas zalim û
dijmirovî ava kir ku bêhna mixalifên ji qewmê xwe jî çik kir! Ji destpêkê
heta evro jî dar û jobê li ser ser û stuyê ”sosyalîstên xwe” jî kêm
nekirîye. Çi di dewrê ”sivîl”, çi di demên leşkerî da, -gerçî
li Tirkîyeyê dem hergav yê leşkerî ye-, di serî da Kurd û çep û
sosyalîstên Tirk û kêmanîyên dî, ji dezgehên îskenceyê, ji girtinê,
ji mirinê, ji kuştinê xilas nebûne. Bi sedan Kurd û şoreşgerên
Tirk bi xwe, di ”hucreyên îşkenceyê” da hatine seqet kirin, kuştin.
Bi sedan Kurd û mixalifên Tirk bi xwe hatine hilawîstin. Dewleta Tirkîyeyê,
îşkence û şiddetê wekî polîtîka dewletê gelek sîstematîk bi
kar tîne. Ji ber vê polîtîka wan e ku, li nav organîzasyonên navdewletî tête
rexne kirin. Belêm ma xema wan e! Qet xema dewleta Tirkîyeyê nîne û
misqalek ji wan metodên xwe yên dijmirovî jî naête xwar û her roj her seet,
îşkence û şiddetê, li nav cade û kolanan, li nav zîndanan, li
”hucreyên mirinê” yên li nav avahîyên polîsî da bi kar tîne!..
Bilaistisna
hemû dewletan, rejiman, bi navê parastina paşeroja xwe, îşkence û
zulmên bêtixûb û bêemsal li ser serê xelkan bi kar înan. Berpirsiyar û
biryardêrên engizisyona kevin, anku dêr û qeşeyan, bi navê ”Xwudê
û dîn û diyanetê” hemû
mixalifên xwe bi kafirî sûcdar kirin û sotin! Piştî ku desthilata polîtîk
gihişte destê dewleta bûrjûwazî, bi reng û rûyên nû, bi metodên
dijwartir, eynî îşkence û kuştinê dom kir. Di engizisyona ”klasîk”
da ”Dêr” xwudan desthilat bû, belêm di ”Neoengizisyon”ê da ”dewlet
û rejimên polîtîk” yên goya
”modern”, bûne xwudan desthilat û bi navê çîna serdest, dewlet û organên
girêdayî, wekî alet û mekanîzmayên şiddet, îşkence û mirovhêranê
bi kar înan. Dewlet û rejima ”nû” jî, îşkence û şiddet ji bo
parastina desthilata xwe kire metal, kire hem aletê parastina xwe û hem jî çavtirsandina
xelkê piranî!
Piştî
”şoreşa oktober”ê ya 1917ê, li Rusyayê sosyalîzm hate
damezrandin. Dewleta
Sovyetî ava bû. Sosyalîzm xewna hemû azadîxwaz û bindestan bû ku jîyaneke
beheştane û demokrasîyeke kamilane pêkbîne. Belêm, paşê her wê
”dewleta sosyalîst” jî, bi navê parastina ”sosyalîzmê”, ”burokrasîyeke
enîgirê” û ”yêkdengîyeke tirsbar” pêkîna û hemû mixalifên rejimê
adeta tirpan kirin. Íşkence û zulm, şiddet bû metodê dengbirîna
mixalifên polîtîk. Bi navê sosyalîzmê partîya Bolşevîk, hem di nav
xwe da, hem jî di nav timamî welat da, serê mixalifan adeta birî! Vî modelê
”rûsar” û ”burokratîk” yê sovyetî, leke îna ser rejima herî mirovî
û paqij, sosyalîzmê! Vê kirêtîyê evro bi navê ”sosyalîzmê” Çîn jî
didomîne, ku ew jî ne layiqî navê sosyalîzmê ne. Belêm sosyalîzma
demokratîk û rûken dîsa ve xewn û xiyala azadîxwaz, aştîxwaz
û demokrasîxwazan e... Íşkence, şiddet û metodên zalimane, bûne
”rûtîna” rejim û dewletên hem kapîtalîst-emperyalîst, hem jî dewletên
"reel sosyalîst"! Çi kapîtalîst, çi sosyalîst, partî û kesên
xwudan desthilat, di bin nav û mazeretên parastina ”welat, netewe û dewlet
û rejimê” îşkence û şiddeta herî dijwar bi kar înan û xwastin
desthilatên xwe bi van metodên dijmirovî biparêzin û bidomînin.
Li
ser rûyê dinyayê, mixabin ku evro çû dewlet nînin ku ca an fizîkî, anjî
psîkolojîk, îşkence û şiddetê bi kar neînin! Li welatên Ewrûpayê,
ku xwe şampîyonên demokrasî, maf û azadîyan dibînin, şiddet û
îşkence relatîven fizîkî û bi zêdehî ve psîkolojîk tête kirin. Li
Amerîkayê şiddet û îşkence rojenîvro, li cade û kolanan tête
kirin. Polîs bi taybetî reşikan bi ”boks” û joban her li ser rêyan
dikujin. Di hefsên Amerîkayê da îşkence sîstematîk û wekî ”spora
rojê!” tête kirin. Terora
polîsî li Amerîkayê di dereceya herî bilind da ye. Li welatên ”cîhana sêyemîn”
ji xwe desthilata polîtîk bi şiddet, teror û îşkenceyê li ser kar
e. Li wan welatan dadgehkirin nîne! Rejim ya polîsî û leşkerî ye. Canê
mirov li wan welatan, di nav du lêvên polîs an leşkeran da ye. Li welatên
Ereban û dewletên dî yê Islamî, kî dikare lêva jorî li ya jêrî bide!
Li wan welatan jîyana xelkê sade bi timamî di nav îşkenceyê da dibore.
Paradoksa
”azadîxwazan”
Di
gelek welat û dewletan da, partî û rêxistinên opozisyonî, ji hukûmet û
rejimên xwudan desthilat, teror, îşkence û şiddeteke herî mezin
dibînin, têne girtin, têne kuştin. Belêm gava ew bi xwe têne ser kar,
dibin xwudan desthilat, wan rojên reş û tarî ji bîr dikin, gotinên
”demokrasî” û ”azadî”yê li paş xwe dihêlin û vêca ew li ser
serê ”mixalifên xwe” dest bi şiddet û îşkenceyê dikin. Eve
paradokseke kûr e! Eve
”dubilmoral”îyeke mezin e! Partî û rêxistinên ku ji bo armancên mirovî,
bo azadîyê, bo demokrasîyê, bo rizgarîya xelkekî bindest têkoşînê
didin, di nav xwe da jî mixabin li van bihayên mezin xwudan dernakevin. Gelek
partî û organîzasyonên opozisynî, yên ku dijî rejimeke faşîzan,
rejimeke kevneperest, hukûmeteke antî demokratîk, dewleteke kolonyalîst
şer dikin, têkoşîneke xurt didin, hûn dibînin di nav xwe da milîmek
demokrasîyê bi kar naînin, cih nadin azadîya di nav xwe da, sîstemekî
dengbir û otorîter di nav xwe da bi kar tînin, rê nadin dengên mixalif di
nav xwe da. Hetta, klîkên desthilatdar, kes û grûbên ku cuda raman dikin,
an bi şiddet û îşkenceya fizîkî ”berteref” dikin, dikujin, anjî
bi teroreke psîkolojîk timamîyen bêdeng dikin. Bi sedan nimûne partî û rêxistinên
ku dijî rejimên zalim têkoşînê didin hene ku di nav xwe da eynî tiştê
zalimane pêktînin. Hema em dûr neçin, gelek partî û rêxistinên Kurd bi
xwe hene ku di nav xwe da, derece û dozaj ji hev ferq jî bike, şiddet û
îşkeneceyên fizîkî û psîkolojîk bi kar înan û hêj jî tînin. Rêxistinên
Kurd hene ku mixalifên di nav xwe da kuştine û dikujin jî. Rêxistinên
Kurd hene ku mixalifên xwe fizîken nekujin jî, psîkolojîken terorîze dikin.
Partîyên Kurd hene ku wekî beramberî hevdu şer dikirin, îşkenceyên
herî mezin li girtîyên hevdu dikirin. Partî û rêxistinên Kurd hene ku
kadroyên xwe yên lîder, ji ber bîr û bawerîyên cuda, digirtin, peşêmanname
pê didan îmza kirin. Partî û rêxistinên Kurd evro jî, di nav xwe da
şiddet û îşkenceyên psîkolojîk, carna jî fizîkî bi kar tînin.
Di nav partî û rêxistinên Kurdan da, demokrasî û azadîya bîr û ramanî,
gelek aşkera û vekirî, bi navê parastina yêkitîya rêxistinê, bi navê
disiplîn û otorîteya rêxistinê, tête binpê kirin. Kes û grûbên ji
”klîka rêvebir” cuda raman dikin, bi şiddet û îşkenceya psîkolojîk
têne ”enterne” kirin. Partî û rêxistinên Kurd, digel ku ”mexdûrên”
rejimên kolonyalîst, antî demokratîk, faşîzan û totalîter in, goya
bo demokrasî û azadî û hemû normên mirovî têkoşînê didin, belêm
mixabin ku di nav pîramîdê organîzasyonên xwe da, antî demokratîzmeke kûr,
despotîzmeke bêtixûb bi kar tînin. Ev rewşa organîzasyonên Kurd
paradoks û dubilmoralîyeke mezin nîşan dide, ku eve herwisa zemînê
şiddet û îşkenceyê pêktîne.
Teorî
û pratîk
Wekî
hertiştî, dijî îşkence û şiddetê jî, di meydana navneteweyî
da gelek peyman û belge hatine nivîsîn û îmza kirin ku rê li şiddet
û îşkenceyê bête birîn. Belêm mixabin ku ew dewletên ku pêşengîya
van ”norm”, peyman û belgeyan kirî, her di serî da ew bi xwe girêdayî
wan nemane. Teorîken tekstên
gelek perfekt yên parastina mafên mirov, azadî û dadîyê hatine formûle
kirin. Lê di pratîkê da, bi kîlometreyan ji wan ”norm”an dûr hatîye
rawestan! Piştî şerê cîhanê yê duyemîn, xelkan gelek ezîyet,
şiddet û îşkence, jenosîd û derbederî dîtin. Di wê atmosferê
da, Rêxistina Yêkitîya Neteweyan-UNê, ”Beyannameya Mafên Mirov ya Unîversal”,
10ê Kanûna 1948ê qebûl kir û ew belge bû ”peyman” ji bo hemû dewletên
ku endamên UNê ne. Li ser îşkence û şiddetê çend madde gelek
vekirî hatine formûle kirin. Bo nimûne; di maddeyê sêyemîn da: ”Herkesê
mafê jîyanê û azadîya kesane û ewlehîyê heye.” tête gotin. Di maddeyê
pêncemîn da: ”Li ser çu kesê îşkence û kiryarên zalimane, dijmirovî
û heysîyet şkandinî nikarin bêne kirin û ciza nikare bête dan.”
Di maddeyê şeşemîn da: ”Li kî derê dibe bila bibe, mafê
herkesê heye ku li ber qanûnê wekî ”kes” bête nas kirin.” Di maddeyê
nehemîn da jî: ”Çu kes keyfîyen nikare bête girtin, hefs kirin û mişext
kirin.”
Di
binê vê belgeyê da îmzaya Amerîkayê ya temetî bejna xwe heye! Di binê vê
belgeyê da îmzaya dewleta Tirkîyeyê heye!
Di
binê vê belgeyê da îmzaya, di serî da Ingilîstan û hemû dewletên Ewrûpayê
heye. Belêm di pratîkê da heçku îmzaya yêk ji wan jî di binê vê belgeyê
da nîne!
Belgeya
UNê têra nake, Konseya Ewrûpayê jî li ser mafên mirov protokolek fermîyen
qebûl kir. Di wê protokolê da jî wisa tête gotin:
”Peyman
û protokolên pêvekî van mafan garantî dikin;
-
mafê kesî yê jîyanê, azadî û ewlehîyê
-
di karûbarên huqûqî û cizayî da mafê dadgehkirina dadyar
Çi
hatine qedexe kirin?
-
Íşkence û muameleya dijmirovî û biçûkkirinî û ciza
-
cizayê mirinê”
Li
cîhanê du organîzasyonên mezin, UN û EU (Yêkitîya Ewrûpayê), du belge,
protokol û peymanan amade dikin, ku naveroka wan hevdu timam dike, ku rê li
ber bêdadîyê, neheqîyê, îşkence û şiddetê bibirin, lê di pratîkê
da mana nakin! Ji ber ku ew dewletên ku ev belge amadekirî jî bahra pitir
welat û dewletên ”rojavayê” ne, lê di serî da ew li ser ”soz û
biryarên xwe” nasekinin. Welat û dewletên ku ji alîyê azadî maf û
demokrasîyê ve relatîven gihiştî û pêşkevtî ev welat û dewletên
”rojavayê” ne. Heke ew li ser gotinên xwe nemînin, ji xwe welat û dewletên
paşkevtî, paşvemayî anjî bi gotina belav ”cîhana sêyemîn”
qet bi van belgeyan ve xwe girêdayî nabînin. Ma xema wan e! Ji xwe çu derdekî
wan bi azadî, mafên mirov û demokrasîyê ve nîne! Ew ji rejimên xwe yên
despot, totalîter, faşîzan û antî demokratîk gelek razî ne! Xelkên
wan welatan jî hatine xesandin û di meydanan da pesn û methê serokên xwe yên
îşkencekar didin! Belge,
protokol û peymanên li ser mafên mirov, azadî û demokrasîyê, mixabin ku
di pratlkê da qet pareyek jî nakin! Çi ”kes” bin, çi organîzasyon bin,
çi dewlet bin, ji hegamonya û otorîteyê hez dikin û gava ew ”hêza sihrî!”
jî bi dest êxistin, gelek bêperwa dibin û rûyên xwe yên zalimane nîşan
didin! Mirov, ev mexlûqatê necis, gava berjewendî hatin pêş, çav lê
tarî dibin, bi hirs, kîn û nefreteke mezin êrişî ”hevcinsê xwe”
dike, şiddet ü îşkenceyeke nedîtî bi kar tîne, xwe li ser mirovê
dî, mirovê belengaz, mirovê lawaz, mirovê hejar û feqîr, mirovê mexdûr
domîne dike. Íşkence û
şiddet di prosesa jîyana mirovahîyê da, ji alîyê desthilatdaran ve bûye
tradsiyonek, bûye kulturek! Her ”kes” û her ”organîzasyon” û her ”rejim”,
her ”dewlet” ji bo ”garantîkirina qedera xwe” şiddet û îşkenceyê
bo xwe ”maf” qebûl dikin, bi vî metodî xwe, ”egoyên” xwe tetmîn
dikin, hegemonyaya xwe qaîm dikin!. Ev ”nexweşîya rûhî” bûye kronîk
û tûşî ”mexdûr”an jî bûye! Íşkence û şiddet ji bo
”mexdûran” jî bûye ”çare”!. Di nav mirovên ”zor lê kirî”, yên
”bindest bûyî” da jî ”şiddet” bûye rûtîn! Di nav mirovên
mexdûr da, bi taybetî ”mêr” jî di nav mala xwe da li ser ”mirova dî”
li ser jinê şiddet û hetta îşkenceyê bi kar tîne. Gerçî çi ji
çîna serdest, çi ji çîna bindest, bi tevahî ”mêr”, ”mirova dî”,
jinê, malê xwe qebûl dike û heqê ”lêdanê” di xwe da dibîne! Zanabûn
anjî nezanbûna mêr, gelek ferq nake di bi kar înana şiddet û îşkenceya
li ser jinê da. Nezan, hem ji ”cehaleta xwe”, hem jî bi berzekirina
”wijdana xwe” şiddetê wekî ”karekî pêdivî” li ser jinê bi kar
tîne. Belêm, ”zana” jî, -îstisna têne-, ”zanatîya xwe ji bîr ve
dikin!” û wê tradisyona kirêt ya lêdan û şiddeta li ser jinê didomînin
û ”zanahîyê” leke dikin! Axir bi giştî xwudan desthilat bûn,
”mentalîteyê hêz û otorîteyê” dibin kana bîr û bawerîya şiddet
û îşkenceyê. Pratîka li çarnikarê cîhanê tête dîtin jî mixabin
belêm ev kirêtîye ye!
Amerîka
û Iraq
Ji
serê meha Gulanê were, îşkence di çarçoveya Iraq û Amerîkayê da
gelek aktûel bû. Piştî ku resmên îşkenceyê yên li ”girtîxaneya
ebû xureyb” ya li Bexdayê, li çapemenîya cîhanê belav bûn, infîaleke
mezin peyda bû di ”wijdana mirovahîyê” da! Yên ku îşkence kirî jî
”mirov” bûn, yên ku ”wijdan”a wan jan dayî jî! Di bûyerên wisa da
gelek kes hene dibêjin ku, yên ku îşkenceyê dikin ne mirov in, heywan
in! Eve reaksîyoneke gelek rûavkî û sivik e! Mirov, bi vî awayî, bi nezanînî
jî be, ”hevcinsê xwe” diparêze!. Mirov bi vê durûtîya xwe, bi vî sûcê
xwe yê gemar û ”necisîya xwe”, heywanên bêguneh û bê dev û ziman biçûk
dikin, heqaretê li wan dikin! Helbet ev gotine teşbîhek e, lê di binê wê
da ”mentalîteyek” jî veşartîye! Mirov, bi firotina vê kirêtîya
xwe, necisîya hevcinsê xwe dipeçine. Hal ew e ku, mirov divêt durust be û vê
necisîya hevcinsê xwe bibîne, aşkera bike, gunehkar bike, rûreş û
şermizar bike! Vê ”dubilmoralî”ya mirov, di vê pirsa îşkenceya
Amerîkîyan ya li Iraqê jî, xwe da der!
Başe
Amerîkî boçi çûn Iraqê û çi kirin? Bêyî ku em ji çarçoveya mijara
spesîfîk ya îşkenceyê derkevin, argumentên xuyayî em bêjin.
Amerîka, ji bo berjewendîyên xwe yên polîtîk, ekonomîk û leşkerî
çû Iraqê. Di her çûnekê da armancên sereke û xîmî hene, yên rûavkî
û kamuflajî hene. Armanca sereke ya Amerîkayê wekî bi giştî tête
gotin, ”berjewendî” ne! Ev armancên sereke bi giştî bêne zanîn jî,
bi dengekî bilind naêne gotin. Belêm, armancên talî, yên kamuflaj bi
dengekî bilind têne gotin, reklamasyoneke mezin tête kirin li ser wan
argumentên dereceya duyê. Dewletên şubî Amerîkayê, wekî ”seferekê”
plan dikin, helbet xwudan tecrube ne, argumentên balkêş, yên ku gelek
cazib û terefdaran zêde bike peyda dikin û wan flaşe dikin. Di serî da
argumentên li ser çekên kîmyayî û biyolojîk yên di destê rejima Seddam
da, ji bo ”seferê” û razîkirina cîhanê têra dikir. Digel van
propagandayan, Amerîkayê di sefera Iraqê da, berjewendîyên xwe yên giştî
di bin ambalaja ”demokrasî” û ”maf û azadî”yan da jî gelek baş
veşartin. Gotinên ”demokrasî, maf û azadî”yê baleke mezin kêşa,
terefdarên boş û mezin peyda bûn. Di vê derê da, terefdarên van
propaganda û ”sloganan”, ji dil bûn. Ji ber ku Iraq di bin postalên
rejimeke ecêb xedar, faşîst û tîranîst da dinalî. Çekên kîmyayî jî
hebûn ku di 1988ê da li Helepçeyê li ser Kurdan bi kar înabûn û ji pênc
hizaran zêdetir Kurd kuştibûn. Bo di serî da hemû Kurdan û hindek Ereb
û hindek kêmanîyên dî ”demokrasî, maf û azadî” armanc bûn, xwezî
û xwastekên bingehîn bûn, hetta ji nan û avê lezîntir bûn. Lê ji bo
Amerîkayê ”demokrasî, maf û azadî” ne armanc bûn, ji bo berjewendîyên
polîtîk, ekonomîk û leşkerî ”alet” bûn. Digel vê nîyeta Amerîkayê
jî, bi taybetî Kurdan, ku di nav Iraqê da opozisyona herî xurt û organîze
Kurd bûn, piştevanîyeke xurt, mezin û organîze dan Amerîkayê. Ji ber
ku, nîyeta wan çi dibe bila bibe, ku dihate zanîn, hatina Amerîkayê ya Iraqê
rast bû, ku dawî li rejimeke hind zalim ya Beas û Seddam înan ku, ew û hemû
dînamîkên hêza derve neban, rejima Seddam, Kurd têne, bi hêza belav û bêtaqet
ya navxweyî ya Ereb, bi salan jî nedihate hilweşandin. Eve rastîyek e!
Ereb, ne opozisyoneke gelek organîze bûn. Yên ku relatîven organîze jî,
gelek aşiqê ”demokrasî, maf û azadî”yan nebûn. Bo wan jî ya herî
giring, ketina rejima Seddam bû, ku ew jî tinê bi hatina Amerîkayê dibû.
Lewma piranîya şiîyan û ya bireke Tirkmenan derdê demokrasîyê nebû.
Ji xwe bahra pitir ya Erebên sunî Seddamîst bûn û ew di serî da dijî Amerîkayê
bûn. Di vê xalê da, armanca piranîya şiîyan û ya hindek Tirkmenan
dikete ser hev. Piştî ku Amerîkayê timamî Iraqê vegirt, di deh yazdeh
mehên pêşîyê da şiîyên şiîst, ku piranî ne, dengê xwe
nekirin. Tinê Erebên sunî yên Seddamîst û hevalbendên El-Qaîdeyê êrişî
Amerîkîyan kirin. Amerîkayê her ji destpêka vegirtinê pêve, sîstem û
mekanîzmayeke gelek dijwar û antî demokratîk ya ”lêpirsîn”ê dana. Bêyî
vewejartin, xelkekî boş girtin. Di vê prosesê da ji ber êrişên
Seddamîst û El-Qaîdeyê gelek kuştî jî dan. Di wê atmosfer û psîkolojîyê
da ”girtîxane” kirin dezgehên îşkence û şiddetê, kirin ”îşkencexane”!.
Bisporên Pentagon û CIAyê hemû metodên dijmirovî li ser girtîyan bi kar
înan. Ev metodên Amerîkayê ne cihê ecêbî û şaşîyê bûn. Ji
ber ku Amerîka hem di nav welatê xwe da, hem jî di welatên ku berê dagîrkirî
da, îşkence û şiddet gelek sîstematîk bi kar tînan. Lewma ew îşkenceya
li ”girtîxaneya ebû xureyb” da jî ne ”munferîd” bû, gelek bi zanahî
û plankirî bû. Paşê derkete meydanê ku leşkerên Ingilîzan û yên
dewletên dî yên hevkar jî, îşkence û şiddet sîstematîk bi kar
înane. Amerîkayê îşkence û şiddet, ji bo asayiş û ewlehîya
xwe, ji bo xurtkirina otorîteya xwe wekî metodên lêpirsînê û wergirtina
agahîyan bi kar înaye. Hêzên Amerîkayê ev îşkence û şiddet li
Afganistanê jî bi kar înane ku berî ev îşkenceyên li ”ebû xureyb”
derketine meydanê, ji alîyê ”Human Rights Watch”, Rêxistina Lênêrîna
Mafên Mirov ve, hatin deşîfre kirin û bala serokatîya Amerîkayê hatîye
kêşan ku wan kiryaran rawestînin, lê xema wan nebûye û ew bûyer peçinîne.
Vêca rêvebirên Amerîkayê haj wan îşkence û şiddetan hebûye, lê
piştî ku perde hate xwar, êdî nikarîn bipeçinin. Leşkerên ku îşkence
kirî, aşkera gotin ku wan li goreyî fermana serleşkeran ev îşkence
û şiddet bi kar înane ku rastî jî ew e. Jinleşkereke ji wan îşkencekeran,
Lyndie Englandê wisa digot; ”muameleya xirab ya li ser êxsîran, wezîfeya
wan ya rûtîn bû”! Her wê leşkerê li ser hevalekî xwe yê îşkencekar
jî wisa digot; ”Çawiş Ivan Frederick, çavikên lambeyên elektrîkê,
-ampûl-, dişkandin û êxsîr li ser wan parçeyên cam dixuşikandin.
Ew maddeyê fosforê yê di nav wan caman da bi leşê êxsîran ve dima û
ew êxsîr dibirin hucreyên tarî dihêlan. Fosfor di wan hucreyên tarî da
dibiriqî û çend êxsîr ji ber vê rewşê dîn bûn...” . Ji xwe di
wan fotoyên belavbûyî da wehşeta îşkenceyê bi her rengî dihate dîtin.
Piştî ku ”bûyer” bi her awayî aşkerabûyî, berpirsiyar mecbûr
man bêjin ku şiddet û îşkence sîstematîk hatîye kirin. Ízaha wê
şiddet û îşkenceyê helbet nîne û ji xwe kes jî nikare bike! Ji
ber reaksîyona mezin ya navneteweyî wezîrê karê derve yê Amerîkayê Colin
Powel, dûrî zimanê dîplomatîk aşkera wisa got: ”eve bêşerefî
ye”! Bush bêdilî xwe jî be, lêborîn ji xelkê Iraqê xwast. Wezîrê
parastinê Rumsfeld berpirsiyarîya van ”kirêtîyan” wergirte ser xwe, lê
bedelê wan ”kirêtîyan” qet nebe ji alîyê etîk û moralî ve neda,
istifa nekir! Van îşkenceyên
leşkerên Amerîkayê kirî, tinê bi Iraqê ve nemane. Li ”girtîxaneya
Guantanamo” ya li giravê Kubayê, li baregeha Bagram ya Afganistanê jî leşkerên
Amerîkî îşkenceyên nedîtî li êxsîran kirine. Kiryarên ”ebu
xureyb” hemû ”kirêtîyên” Amerîkayê derêxistin meydanê. Esasen
gelek baş tête zanîn ku sicîla Amerîkayê di van waran da hindî hûn bêjin
qirêj e. Yên ku heta nihe aşkera nedibûn, naên wê manayê ku nedibûn.
Evro bîr û rehîya giştî hişyartir bûye. Teknolojîya ragihandinê
hind pêşve çûye ku êdî çu kes nikare minareyên xwe kiras bike! Van bûyer
û reaksîyonan tiştekî pozîtîv îna meydanê. Íşkence bi nimûne
û sûcdarên xwe ve aşkera bûn, çapemenîyê cih dayê, reaksîyonên
fireh pêkhatin. Belêm tiştekî dî yê pozîtîv pêkhat
ku serokê Amerîkayê bi vekirî ji bîr û rehîya cîhanê û xelkê
Iraqê lêborîn xwast û herweha soz da ku dê ”sûcdar” bêne ciza kirin
û herweha tazmînata pareyî bidine gorîyên îşkenceyê. Eynî tişt
ji alîyê serokwezîrê Brîtanyayê Blair ve jî hate gotin. Di 19ê Gulanê
da li Bexdayê, dadgeha taybetî ji bo îşkencekaran hate danan û formel jî
be, çavgirêdana bîr û rehîya cîhanê ya humanîter jî be, bi mexseda
sivikkirina reaksîyonan jî be, taktîkê peçinîna ”kirêtîyên mezintir”
jî be, çend leşkerên ku îşkence kirî hatin dadgeh kirin û ji nav
wan leşkerekî Amerîkî yê bi navê Jeremy Sivits, bi girtina salekê
hate ciza kirin, ku wî jî aşkera wisa digot; ”Istixbarata Leşkerî
ew didane zorê ku îşkenceyê bikin, çiku digotin ku îşkence bi kêr
têt, diaxivin”! Ji gotina vî leşkerê sûcdar jî xuya dibe ku îşkence
bi zanahî û sîstematîk bi kar hatîye!. Ev encama dadgehkirin û cizakirinê
tiştekê nîşan dide; heke dengê dijî îşkence, şiddet û
hemû neheqîyan xurt derkeve, dibe ”hêza lêveker” û bi kêm û kasî jî
be ”sûcdarên berdest” têne ciza kirin. Ev dadgehkirin û cizakirinên lezîn
jî tesîra ”lêvekerîyê” li ser îşkencekaran dike ku wî karê
”nemirovî” nedimonîn! Ji xwe
gelek girtî jî ji wê ”îşkencexaneya bi navê Ebû Xureyb” hatin
berdan ku eve jî gaveke pozîtîv bû! Vêca ev ”itiraf” û ”lêborîn”ên
ku ji alîyê mezinên Amerîka û Ingilîstanê ve têne kirin giring in û divêt
biçûk neên dîtin. Wekî helwesta rêvebirên dewleta Tirkîyeyê tête bîr
ku çawa xwe badidan ku gotinên îşkence û şiddetê neînin ser lêvên
xwe û bi israr leşker û polîsên xwe diparastin û hetta ew îşkenceker
bi ”taltîfkirina pare û rûtbeyan” cisaret jî didan! Íşkence û
şiddet evro jî li Tirkîyeyê gelek sîstematîk wekî polîtîka fermî
ya dewletê bi kar têt û yêk berpisiyarekî dewletê newêre ji ber tirsa polîs
û leşkeran dengê xwe bike û van kiryarên xwe yên qirêjane
”itiraf” bikin! Vêca ji ber van nimûneyan jî be, helwesta serok û rêvebirên
Amerlka û Ingilîstanê divêt relatîven ”bihadar” bête dîtin!
Tradisyona Amerîkayê ji kî derê hate kî derê! Eve serkevtina bîr û rehîya
cîhanê ya humanîter e! Lê belê, ev ”itiraf” û ”lêborîn”ên
”serokan” nabe garantî ku ”leşker û polîs” careke dî îşkenceyê
nekin, şiddetê bi kar neînin. Esas garantî, reaksîyon û hessasîyeta bîr
û rehîya cîhana humanîter e. Divêt cîhana humanîter dengê xwe bilindtir
bike, hêza xwe organîzetir bike ku van îşkence û şiddetan qet nebe
”mînîmalîze” bike!
Çi
fizîken, çi psîkolojîken, îşkence, şiddet, her reng lêdan, sûc
in! Li ser aktûelbûna îşkenceyên li Bexdayê ku ji alîyê leşkerên
Amerîkî ve hatine kirin, divêt mexdûrên rejima Beas û Seddam, ku roj bîst
û çar seet di nav îşkenceyê da bûn, aşkera bêjine Amerîkayê;
”başe, mala te ava, we em ji nav îşkenceya rejima Seddam rizgar
kirin, belêm eve heq nade we ku vêca hûn îşkenceyê li me bikin”!.
Belê, tiştekî aşkera ye ku Amerîka ji ber berjewendîyên xwe çû
Iraq dagîr kir, dawî li rejima Seddam îna ku li rojhilatanavîn tîranîzam
herî xedar û hov bû, Seddam girt. Belêm digel van hemû ”qencîyên wan”,
heqê wan nîne ku ew îşkenceyê bikin. Behane û hêcetên îşkenceyê
nabin! ”Ma dê çi lê bêt, îşkenceya Amerîkîyan, li ber ya Seddam
nabe lêdan jî” gotin, bi yêk gotinê ehmeqî ye!. Íşkence,
îşkence ye!.. Kî, bi çi armanc û çend derece îşkenceyê bike, sûcdar
e û divêt bête rûreş û şermizar kirin!. Mazereta van kiryarên
kirêt nîne! Her ji nîveka malê pêve, li nav tevayî civatê, li welat û
dewletê, her çi kes, grûb, hêz, organîzasyon, hukûmet û dewlet dijî vî
sûcê beramberî ”hebûnê pîroz, mirov” dernekevin, şertên îşkence
û şiddetê ji halê ranekin, gelek vekirî û zelal li beramberî vê wehşetê
ranewestin, sûcdar in, şirîkên sûc in. Kî li kê îşkenceyê bike,
şiddetê bi kar bîne, lêdanê bike metod, sûcdar e û divêt neête efû
kirin, di çarçoveya normên demokratîk da û bi dadyarî bête dadgeh kirin
û ciza kirin!
ROJAN
HAZIM
Gulan
2004