Intervûya
digel ROJAN HAZIM
[Endamê
Konseya Rêvebir ya KNKyê
Serokê
Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê]
[Ev
întervû bi navê rojnameya “Yeni Özgür Politika”yê ji alîyê
rojnamevan Yeko Ardil ve digel ROJAN HAZIM hatîye kirin.]
YEKO
ARDIL: Kongreya Neteweyî di destpêkê de bêtir bi
rengên xwe yên piralî û cuda
xwe da nîşan, gelo sedem
çi ye ku îro ev tengbûn hatiye himatê?
ROJAN
HAZIM:
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji ber hewcehîya ”yêkitîya neteweyî” hatîye damezrandin. KNK ne organîzasyoneke îdeolojîk û ne partî anjî rêxistineke dî ye ku bi armanca desthilata polîtîk derketîye sehneya polîtîk ya Kurdistanê. Di meydana polîtîk ya Kurdistanê da biçûk mezin gelek rêxistin hene û hemû jî di programên xwe da li ser giringî û hewcehîya ”yêkitîya neteweyî” radiwestin, lê mixabin ku di pratîkê da bi cih naînin. KNK ji vê hewcehîyê derketîye ku di navbeyna van hemû rexistinan da têkilî û dîyalogekê pêkbîne û heke mumkun be hemûyan, nebe jî piranîya maqûl di bin banê xwe yê demokratîk da kom bike ku pirs û pirsgirêkên neteweyî bi vê hevdengî û ahenga demokratîk bêne çareser kirin û dijî rejimên kolonyalîst û dagîrker jî dengê yêkgirtî yê neteweyî derkeve pêş. Anku KNK organîzasyoneke sihwane ye. Esasen KNK di destpêka damezrandinê da jî bi firehîyeke ku dil dixwast pêknehat. Belêm axir li goreyî wan şertan dîsa ve ji hemû parçeyan û dîasporayê hejmareke bilind ya rêxistin û kesayetîyan di bin banê KNKyê da kom bûn. KNK di vî warî da bû tecrubeyeke baş, lê belê tradisyona negatîv û heta dereceyekê jî kronîk ya sosyal û polîtîk ya di nav Kurdan da dîsa ve ser ji ”şuûra yêkitîyê” stand û gelek kes û rêxistinan xwe ji nav KNKyê paşve kêşan. Binasên [sebebên] vê yêkê piralî ne, lê ya sereke ”subjektîv” e û kultura bi hev ra karkirina terefên ji hev cuda, di nav Kurdan da di dereceya nîneyê da nebe jî nezîkî wê ye. Bîr û hizira ”xwe li ser hevdu ferzkirin”ê hêj jî bi giranî didome di nav rêvebirîyên sosyal û polîtîk yên bi giştî Kurd da. Hizira ”di asgarî muşterekê da bi hev ra karkirin”ê bi gotina herî optîmîst ”kêm” e. Nebûn anjî kêmîya bîr û hizira ”rekabeta demokratîk” û xebatên koalîsyonal, bivê nevê di nav Kurdan da ”ji hevdu dûr man” û ”dijî hevdu rawestan”ê bi xwe ra tîne ku eve jî encameke negatîv e û helbet sîrayetî nav KNKyê jî dike. Digel van hemû negatîvîyan jî, divêt neheqî jî neyête kirin ku îro di nav KNKyê da rêxistina herî mezin ya parçeyê bakur cih digire û stûna ragir ya KNKyê ye. Rast e, partîyên xwudan desthilat yên başûr ne di nav KNKyê da ne, belêm ji xwe wan di serî da di nav KNKyê da cih negirt. Lê ji başûr, ji rojhilat, ji başûrarojava û dîasporayê rêxistin û kesayet hene ku ew jî xwudan temsilîyet in li Kurdistanê. Belêm rastîyek heye ku dereceya heterojenîya terkîba KNKyê ya îro ne bilind e û ne li goreyî ku tête xwastine. Eve jî ji rewşa sist û lawaz ya polîtîk ya Kurdistanê derdikeve.
YEKO
ARDIL: Her çiqas bi
teşe û rêbazên cur bi cur jî be, piraniya kurdan
ji
tunebûna "Yekîtiya Neteweyî" bi gazin in û tim ev bang tê kirin. Li
gorî we
mercên yekîtiya kurdan hene?
ROJAN
HAZIM:
Belê,
Kurd bîst û çar seet behsê “yêkitîya neteweyî” dikin, lê gava dor
hate pratîkê xwe jê badidin. Problem ji xwe ev e. Gotin û kirina Kurdan ya
di derbareyê “yêkitîya neteweyî” da hev nagirin û Kurd di pirsa “yêkitîya
neteweyî” da di nav paradokseke kûr da ne. Helbet heke bi çavekî objektîv
lê binêrin, kêmasîya hemû alîyan ne wekî hev e û hindek organîzasyon
digel hemû kêm û kasîyên xwe jî be, reftareke pozîtîv nîşan didin
û îmkanên xwe didine xizmeta xebatên ji bo yêkitîyê, lê dîsa ve her alîyek
li goreyî rewş, hêz û şiyana xwe xwudan bahr e di vî warî da.
Digel vê rewşa negatîv jî şertên objektîv hindî hûn bêjin gihiştîne
ji bo tifaqa herî fireh ya Kurdan. Heta ku nîrê kolonyalîzmê û dagîrîya
welat bidome, dê şoreşa neteweyî ya demokratîk jî berdewam be û yêk
ji karekterîstîkên şoreşên neteweyî û demokratîk jî
“cephegirî” ye. Divêt hemû baskên civatê li ser esasê berjewendîyên
hevpar yên neteweyî bêne nik hev ku welatê xwe ji dagîrîyê û nîrê
kolonyalîzmê rizgar bikin. Vêca organîzasyonên wekî KNKyê jî modelên
cephegirîyê ne. Xala “muştereka asgarî” ya di navbeyna hemû elementên
neteweyî da “rizgarîya welat û azadîya netewe” ye. Di lojîka şoreşên
neteweyî yên demokratîk da yêkitîya li ser vî bingehî bivê nevê ye. Ji
ber hindê şertên yêkitîya neteweyî hene, belêm mixabin ku ev kêmasî
û qusûrên me li jor jî gotî dibin astenga herî mezin di pêşîya ”yêkitîya
neteweyî” da û zemînê bi hev ra kar û xebat kirinê jî tête berze kirin.
YEKO ARDIL: Bi awayekî vekirî;
feraseta KNK ê ya derbarê yekîtiya neteweyî de çi ye?
ROJAN
HAZIM:
Şertên
hebûna KNKyê ji xwe “yêkitîya neteweyî” ye. Misyonê KNKyê pêkînana
yêkitîya neteweyî ye. Rola ku KNK pê rabûyî komkerîya dînamîkên
neteweyî ye. Cihê ku belavîya hêzên neteweyî lê heye, wezîfeya KNKyê
dest pê dike. Bêyî vî erkî, ji hebûna KNKyê nikare bête behs kirin. Belêm
divêt herweha jî rasyonel bin, anku “yêkitîya neteweyî” tinê bi
xwastin û hebûna KNKyê pêknayêt. Ji organîzasyonên sosyopolîtîk bigirin
heta yên sosyokulturel û sosyoekonomîk yên Kurdistanê û herwisa jî
kesayetîyên ronakbîr, di vî warî da ji bilî xwastina teorîk, divêt
xwudanê reftareke pozîtîv ya pratîk jî bin. KNK dikare bibe zemînê
tifaqeke herî fireh ya hêz û kesên neteweyî û dikare pêşengîya
karekî wisa yê di xêra xelkê Kurd û xelkên dî yên Kurdistanê da bike.
Di halê hazir da tifaqeke ku dil dixwaze, tifaqeke piranîya maqûl ya dînamîkên
neteweyî pêknehatîye. Belêm hewildan hene û KNK di vî warî da aktîv e.
KNK dizane, heta ku hêzên xwudan desthilat yên saheya polîtîk ya Kurdistanê
meyildarên yêkitîyê nebin û di vî warî da însîyativê jî wernegirin,
di çarçoveya fireh da pêkînana yêkitîya neteweyî zehmet e. Lê belê, bi
giştî karên pêkînana yêkitîyan ne sanahî ye û KNK di vê şuûrê
da ye û ji ber vê yêkê jî rasyonel hereket dike û li goreyî şertên
heyî di gava ewil da li avakirina têkilî û dîyalogê digere û kar û xebatên
bi vî rengî dewam dikin.
YEKO
ARDIL:
Li aliyekî kurd hê jî bi klîşeyên weke perestin û hebandina reng û
simbolan ve ji hev diqetin û li aliyekî jî behsa yekîtiyê tê kirin, ev ne
nakokî ye?
ROJAN
HAZIM:
Belê
rast e. Wekî me di serî da jî gotî, yêk ji paradoksên herî mezin yên
Kurdan ew e ku, hem di dereceya fetîşîzmê da behsê “yêkitîya
neteweyî” dikin, lê di pratîkê da jî berevajî gotinên xwe hereket dikin.
Bi gotina gelerî, di derbareyê “yêkitîya neteweyî” da, fikir û zikirê
Kurdan hev nagire. Hal ew e ku divêt di muştereka asgarî da hevgirtinek
hebe. Sembolên ku temsîla hemû neteweyî dikin, divêt xalên hevpişk yên
Kurdan bin û bi giyanekî yêkgirtî divêt xwudanî li wan sembolan bête
kirin. Lê mixabin ku di vî warî da jî bi gotina herî sade xemsarîyeke bê
mana û sekterîzmek tête dîtin di pratîkê da, ku ev reftare jî dibe asteng
li pêşîya avakirina “yêkitîya neteweyî”.
YEKO ARDIL: Gelo fesihkirin an go
navguherandina KNK ê di rojevê de ye?
ROJAN
HAZIM:
Wekî hûn jî dizanin, kombûna KNKyê ya mezin di rojên 23-24ê Hezîranê (2007) da li Brukselê pêkhat. KCKyê, ku hemû rêxistinên girêdayî sîstemê KCKyê endamên KNKyê ne, pêşniyareke konkret teklîfî KNKyê kir. Di wê pêşniyarê da, gelek aşkera tête xwastin ku KNK û Kongreya Gel bibine yêk û biryar û reftara KNKyê tête tika kirin. Kombûna mezin ya KNKyê jî selahîyeta biryara li ser vê pirsê daye konseya rêvebir ya KNKyê. Konsey li ser vê pêşniyara KCKyê radiweste û dê bersiveke pozîtîv bide KCKyê. Me di serî da jî got û di dubarekirinê da çu mehzûr nîne ku şertên hebûna KNKyê hewcehîya yêkitîya neteweyî ye. Di pêkînana yêkitîya neteweyî da KNK çu tabû û dogmayan nas nake û çi fedakarî hewce be dê bike û divêt jî bike. Organîzasyon ne armanc in, alet in di têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê da. Li goreyî vî formûlî, heke pêdivî be ku nav û program bête guhorîn û rengekî nû bidine KNKyê, divêt bête kirin. KNKyê piştî kombûna giştî ya Gulana 2006ê jî aşkera got ku ew amade ye ku ji bo pêkînana yêkitîya neteweyî hemû fedakarîyan bike û nav jî têda çi guhorînên hewce hebin bike. Ya giring ew e ku, yêkitîya tête xwastin di xizmet û xêra xelkê Kurd û doza Kurdistanê da be. Helbet KNK destkevtek e û tête nas kirin. Ji ber vê yêkê huvîyeta KNKyê bête parastin û heke li hev hatinek pêkbêt ku di nav KNKyê da yêkitîyeke berfirehtir bête ava kirin dê baş be. Lê dîsa ve, KNK ji bo pêkînana her reng yêkitîyên pozîtîv nabe asteng û divêt nebe jî. Di vehûnandina yêkitîyan da teref li ser xaleke maqûl digihin hev. Ji bo armanca yêkitîyeke xurttir, “gotinek” li ser navê KNKyê dikare bête zêde kirin jî. Bawerîya me ew e ku dê li ser xeteke maqûl pêkhatinek derkeve meydanê. Mirov nikare îro ji “fesihkirin”ê behs bike, belêm ji organîzebûneke bi reng û formekî nû dikare bête behs kirin. Pêşniyara KCKyê di rojevê da ye û hevdîtin, gotûbêj û riberizên digel KCKyê dewam dikin û tête hêvî kirin ku encameke pozîtîv ya di xêra neteweyê Kurd û doza Kurdistanê da bête vucûdê û gaveke xurttir bête avêtin di warê pêkînana yêkitîya neteweyî da.
YEKO
ARDIL: We wek lijneyek li ser navê KNK ê serdana Başûr kir, hûn ji aliyê
hikûmetê ve di çi astî de hatine qebûlkirin?
Çavdêriyên
we yên li ser
Başûr
çi ne?
ROJAN
HAZIM:
Dawîya
meha Çile (2007), wekî heyeta KNKyê, em çûn Kurdistana Federal. Armanca me
danana têkilî û diyaloga digel rêxistinên polîtîk, sosyal, kulturî û
kesayetîyên Kurdistanê bû. Ji ber pozisyona serbixwe ya KNKyê, em bi zanahî
bi vexwandina rêxistinan anjî hukûmetê neçûn û KNK bi timamî bi însîyatîva
xwe çû başûr. Ji partîyên desthilatê heta yên opozisyonê, ji
kesayetîyên serbixwe yên polîtîk û ronakbîran heta rêxistinên kulturî
û wezaret û wezîran, me seradanîyeke berfireh kir. Mexseda me ew bû ku di
nav hevdîtinên sade û mutevazî da, armanca KNKyê bi terefan ra bigihînin
û KNKyê bidine nasandin û li ser vî bingehî rêya têkilî û diyalogê xweş
bikin û zemînê tifaqa neteweyî amade bikin. Di vê seradanîya başûr
da, keysek pêkhat û em digel rêvebirîya KCKyê (hingê KKK bû) jî rûniştin
û gotûbêjeke berwer pêkîna digel wan. Di midehê sê heftîyan da hevdîtinên
pozîtîv hatin kirin û di avakirin û vehûnandina yêkitîya neteweyî da gavên
konkret hatin avêtin ku yêk ji wan jî têkilîya KNKyê ya dîrekt bi dezgehên
fermî û sivîl yên Kurdistana Federal bû. Di pirsa komkirina “Konferansa
Neteweyî” da jî hişyarî û baldarîyek hate gihandin.
Ji
bo pirsa we ya li ser rewşa başûr jî mirov dikare bi rehetî bêje
ku bi giştî Kurdistana Federal, di nav bizaveke mezin ya avakirinê da ye
û çarnikarê başûr adeta şantîye ye. Ji avakirina binaxeya bajêran
heta çêkirin û firehkirina rêyan û dîsa çêkirina avahîyan hereketeke
xurt tête dîtin li başûr. Helbet kêm û kasî û hetta şaşî
jî hene, lê axir hemû li ser hev, ev pazdeh sal in ku tecrubeya Kurdistana
Federal pêkhatîye û hêj gelek sava ye. Tiştê xuyayî ew e ku xelkê
Kurdistanê bi avabûna Kurdistana Federal gelekî şa ye û hêvîya xwe ya
xizmetguzarîyê jî diparêze. Bê îş û karî heye, lê xelk hêj jî ji
ber azadbûna Kurdistanê û bîrhatina taze ya wan rojên reş û tarî yên
demê rejima Seddamê gorbigor, krêdîyê dide hukûmet û partîyên
desthilatdar û hêvîya xwe ya ji bo paşerojeke xweş û dilşa bi
xurtî jînde digire.
YEKO
ARDIL:
Komîsyona Ziman a KNK ê hin hewldanan derdixe pêş, gelo KNK di warê bikaranîna
zimanê dayîkê de çiqas dikare hîkarî li sazî û rêxistinên kurd
bike?
ROJAN
HAZIM:
Komisyona
ziman û perwerdeyê ya KNKyê, ji destpêkê were, li ser pirsa ziman û
perwerdeya bi zimanê Kurdî, bi rêxistinên neteweyî û kesayetîyên ronakbîr
yên Kurd ra di nav têkilîyê da ye. Kampanyaya axivtina zimanê Kurdî ya
salekê bi serkevtî hate encamdan û bi vê kampanyayê ve, şuûra Kurdî
axivtinê hate xurt kirin. Baldarî û hişyarîyeke
bilind hate afirandin di serê mirovê Kurd da. KNK wekî organîzasyoneke
sihwane, karên pratîk nake, belêm biryar û perspektîvên li ser hewcehîyên
neteweyî dide û dê vê mîsyona xwe jî bidomîne. Di pratîka salekê da û
bi taybetî jî di nimûneya kampanyaya axivtina zimanê Kurdî û pîrozîya
”14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” da, rêxistinên sosyopolîtîk û
sosyokulturel yên Kurd û xelkê me jî, bi biryar û perspektîvên KNKyê ve
girêdayî man û hevkarî û destekeke mezin dane KNKyê. Prestîja KNKyê di
nav xelkê Kurd û rêxistinên Kurd da heye û beramberî biryarên neteweyî yên
KNKyê rezgirtinek heye û pêşniyar û biryarên KNKyê di pratîkê da jî
têne bi kar înan ku eve bi serê xwe rewşeke pozîtîv û encamgir e ji
alîyê KNKyê ve. Lewma KNK dê hewildanên xwe yên di derbareyê zimanê Kurdî
da bidomîne. Ji xwe di kombûna mezin ya 23-24ê Hezîranê (2007) da,
komisyona ziman û perwerdeyê pêşniyar kir ku ”Akademîya Zimanê Kurdî”
bête damezrandin û ev teklîfa komisyona ziman û perwerdeyê bi yêkdengî
hate qebûl kirin û em dê vê organîzebûnê jî pêkbînin.
YEKO
ARDIL: We di rapora xebatê ya Civata 7 emîn de behsa
dilşadiya ku ji bo Cejna
Ziman derketiye holê kir, gelo emê sala bê Cejna Ziman bi çi awayî û li
kîjan deveran pîroz bikin?
ROJAN
HAZIM:
Di
dîroka Kurdistanê da cara ewil tradisyona “14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî”
ji teref KNKyê ve hate dest pê kirin û cejna pêşîyê jî di 14ê
Gulana îsal (2007) da hate pîroz kirin. Xelk û rêxistinên Kurd li cejnê
xwudan derketin û cejn bi boşahî û coşeke bilind li seranserê
Kurdistanê û meydanên dîasporayê hate pîroz kirin. Ev cejn êdî bû
tradisyon û
cejneke neteweyî û dê her sal 14ê Gulanê bête pîroz kirin û ji xwe ev biryardarî
hem di mesaja KNKyê, hem jî di mesaja KCKyê (hingê KKK bû) da jî bi zelalî
hebû. “14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” dijî asîmîlasyona rejimên
kolonyalîst û dagîrker yên Kurdistanê, çeperekî xurt yê bizava xwudan
derketina zimanê Kurdî ye û dê hersal bi vê bîr û bawerî û şuûrê
bête pîroz kirin. KNKyê “14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” di têkoşîna
dijî kolonyalîzmê û asîmîlasyonê da dîyarî neteweyê Kurd kirîye û
xelkê Kurd jî bihayekî mezin daye vê biryara KNKyê û dê vê cejnê li her
14ê Gulanê bi giyanekî neteweyî pîroz bike. Li Kurdistanê û li her derê
ku Kurd lê, dê “14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” wekî
cejneke neteweyî bête pîroz kirin û
sala bêt jî dê bi vê bîr û bawerî û şuûrê bete pîroz kirin û
divêt bête pîroz kirin jî.
YEKO ARDIL: KNK di parlamentoyên wek
Ewropa û hin deverên din de
çalakî li dar dixe û axaftinan pêşkêş dike,
gelo di qada navneteweyî de qebûlkirina KNK ê di
çi
astî de ye?
ROJAN
HAZIM:
KNK
wekî rêxistineke sihwane ya neteweyî li derveyî welat fermî hatîye
damezrandin û ji alîyê dem û dezgehên Yêkitîya Ewrûpayê ve jî fermî tête
qebûl kirin û rêxistineke bi qedir û prestîj e. Dezgehên YEyê çu cara
serlêdan, name û xwezîkeyên KNKyê bêbersiv nahêlin. KNK di hemû merkez,
avahî û lokalên YEyê da kombûn û konferansan pêktîne, hevdîtinan digel
berpirsiyarên YEyê dadine û didomîne. Yêk ji mîsyonê KNKyê jî pêkînana
karê dîplomasîyê ye û têkilîyên KNKyê yên bi welat, dezgeh û organîzasyonên
bîyanî ra di çarçoveya giştî da têne domandin. Belêm dîsa ve, heke
bi objektîvî bêjin, ji ber hukmê pêşîn yê hindek derûdorên Yêkitîya
Ewûpayê û hetta Amerîkayê jî, têkilî di dereceya ku dil dixwaze da nayêne
dîtin, lê eve yêkser bi KNKyê ve girêdayî nîne, bi giştî bi rewşa
bizava neteweyî ya xelkê Kurd, pozisyona dewletên kolonyalîst û dagîrker
û herweha polîtîka navneteweyî ve girêdayîye û helbet hisab û berjewendîyên
navneteweyi jî roleke negatîv dileyizin di vî warî da. Lê axir kanalên
vekirî hene û li goreyî hewcehîyên neteweyî têne bi kar înan. Tête hêvî
kirin ku di rojên pêşîya me da têkilîyên navneteweyî hilkevin
dereceya herî bilind û KNK jî ji bo vê yêkê kar dike.
ROJAN
HAZIM
21
Tîrmeh 2007