paşve

 

Întervûya kovara BIZAW, digel ROJAN HAZIM

 

Pirsên Bekir Şiwanî

Edîtorê Kovara Bizaw li Kurdistana Federal

  1. Bi giştî pêvajoya [prosesa] hilbijartinan li Tirkîyeyê çawa dibînin?

  2. Gelo şansê Kurdan heye ku vê carê û piştî 16 salan carek dî biçin meclisê û dê bikarin doza Kurdî bêxin rojeva parlementa Tirk?

  3. Gelê Kurd li bakura Kurdistanê çi ji nûnerên xwe dixwaze? 

**  

Bersivên ROJAN HAZIM

  1. Di serî da divêt bête gotin ku hilbijartin bi serê xwe ne nîşana demokrasîyê ye, belêm elementekî giring yê demokrasîyê ye. Îro li Tirkîyeyê mirov nikare ji demokrasîyeke ku di standarta ”cîhana demokratîk” da ye, behs bike. Li Tirkîyeyê ”çarêk demokrasî”yeke di bin wesayeta ertêşê da tête dîtin û ew jî ji bo Tirkan kar dike, belêm li Kurdistanê rengekî faşîzan nîşandide. Ji xwe biryara vê hilbijartinê jî di bin ”e-muhtiraya faşîst ya 27ê Nîsanê” ya ertêşê da hate standin û 22yê Tîrmehê jî dê hilbijartin bêne kirin. Ev hilbijartin her di serî da bi naveroka xwe ya antî demokratîk dê bête kirin ku ew jî ”baraja seda 10” [% 10] e. Komara Tirkîyeyê bi vê baraja seda 10 (deh), dixwaze rê li ber partîyên orîjîn Kurd bigire ku wekî partî nekevin parlementê. Ji ber vê seqetîya sîstem û qanûna hilbijartinê, Kurd mecbûr mane ku bi namzetên serbixwe bikevin hilbijartinan. Di warê legal da partîya ku hêza temsîlîyeta Kurda têda heye DTP ye [Partîya Civata Demokratîk] û wê jî biryar daye ku bi namzetên serbixwe bikeve hilbijartinan. Berî DTPyê, di hilbijartinên berê da, HADEP û DEHAP bi navê partîyê ketibûn hilbijartinan û seda şeş û nîv [% 6.5] rehî înabûn. Hukûmeta îro di van hilbijartinan da bê qudret e û prosesa hilbijartinan di bin siha ertêşê da pêş dikeve. Ertêşê timamî hêza xwe daye ser prosesê ku di serî da partîyên nasyonalîst yên wekî ”MHP” [Partîya Hereketa Nasyonalîst] û ”CHP” [Partîya Xelk ya Komarê] serkevtî bin. Ev herdu partî jî timamî propagandaya xwe li ser dijayetîya Kurdan dikin. Partîya Erdogan AKP [Partîya Edalet û Pêşveçûnê] jî, ji ber rehîyan kêmî van partîyan namîne di dijayetîya Kurdan da. Anku ”antî Kurdîtî” di serê rojeva hilbijartinan da ye. Hemû partîyên Tirk yên sîstemê, propagandaya xwe li ser dijminahîya Kurdan bi rê ve dibin. Tansîyona hilbijartinan di warê dijayetîya Kurdan da gelek bilind e. Li ser vê dijayetîyê, ertêş jî li hemû bajêrên Kurdistanê operasyonên xwe didomîne û xelkê dide zorê ku rehîyên xwe nedin namzetên serbixwe yên DTPyî. Ertêşê bi taybetî depoya rehîyan ya DTPyê, navçeya Hekarî û Botan kirîye ”navçeya leşkerî ya qedexe”. Bi kurtî prosesa hilbijartinên Tirkîyeyê di nav vê atmosferê da ye ku ji alîyê Kurdan ve gelek negatîv e. Lê belê, digel kêm û kasî û kor û lengî û zulm û zora ertêşê û dijayetîya hemû partîyên sîstemê kolonyalîzmê jî be, namzetên serbixwe yên DTPyî, bi hemû hewildanan berxwe didin û ji bo ku bêne hilbijartin xebateke xurt jî dikin. Herwisa divêt bête gotin ku desteka xelkê Kurd jî bi zêdehî ve heye û xelk di nav heyecan û coşeke cesûr da ye û ji êrişên dewletê jî natirse û namzetên serbixwe yên DTPyî wekî namzetên xwe dibîne, wisa bi nav dike û lê xwudan jî derdikeve.

 

  1. Namzetên serbixwe yên DTPyî, bi navê xelkê Kurd, bi armanca ku bikevin parlementê ketine hilbijartinan. Di nav sîstemê ”çarêk demokrasî”ya Tirkîyeyê da jî be, Kurd dixwazin li hindek çareyên demokratîk bigerin û parlement jî di warê legal da çeperek e ku têda têkoşîn bête dan. Lewma Kurd giring dibînin ku dewleta Tirk di nav parlementê da jî bidine zorê û fişarê ji ser wan kêm nekin. Di realîteyê da ev deme ji demê berê relatîven jî be cudatir e. Dewleta Tirk di 1994ê da parlementên Kurd ji parlementê bi zora polîs û leşkerî avêtin û deh sal di zîndanê da hêlan. Lê îro Tirkîye di nav prosesa endametîya Yêkitîya Ewrûpayê [YE] da ye, anku ji bo endametîya YEyê namzet e. Belêm, helbet ev dere herwisa jî Tirkîye ye û çu garantîya norm û krîterên cîhana demokratîk jî nînin li Tirkîyeyê mixabin. Her seet û her gavê li Tirkîyeyê dikarin surprîz çêbin. Ertêşa Tirk gelek dîrekt di nav prosesa hilbijartinan da ye û hindî ji destê wan têt rê li ber Kurdan digirin ku nekevin parlementê. Anku bo namzetên serbixwe ”baraja % 10” nîne, lê belê baraja ertêşê heye û hindî ku demê roja hilbijartinan nêzîk dibe, ertêş û polîs jî çenbera xwe li dor namzetan û hilbijêrên Kurd teng dikin. Di ser vê zulmê da, dadgehên dewletê jî ketinê dorê û doz li ser dozê vedikin dijî namzetan. Anku dewlet ji hemû cepheyan ve antî Kurdîtîyeke bêtixûb dike. Digel vê toka mirinê jî şansê Kurdan heye ku bi kêmasî 20 (bîst) heta 25 (bîst û pênc) parlementeran rêkine parlementê. Li goreyî qanûn û rêzikeya parlementê, 20 (bîst) parlement dikarin bibine grûb û heke Kurd hejmara grûbê bi dest ve bînin, digel hemû zor û zehmetîyan jî be, dikarin roleke bi însîyatîv bileyizin di parlementê da. Bûyîna grûbê huvîyeteke kolektîv û xurt dide parlementeran û di temsîla têkilîyên navneteweyî da jî dibine xwudan rol. Ji ber hindê jî dewlet bi hemû hêz û îmkan û mekanîzmayên xwe ve çenbera li dora Kurdan dişidîne ku qet nebe hejmara parlementerên Kurd kêm bike ku nebin grûb di parlementê da. Kurd bi hejmareke têra grûbê, anku bîst û zêdetir, anjî ji bîstan kêmtir jî be, bikevin parlementê, helbet dê kar û xebatê bikin ku pirsa Kurd di rojevê da bigirin. Lê divêt neyê ji bîr kirin ku partîyên Tirk yên sîstemê, di navbeyna wan da çi problem hebin jî, dijî parlementerên Kurda hevdu digirin û cepheyê antî Kurd dê hemû hêza xwe bi kar bîne ku berpêyên parlementêrên Kurd teng bikin.

 

  1. Bi pirsa duyê ve girêdayî mirov dikare bêje ku ji alîyê şiyana parlementerên hilbijartî ve divêt armanc gelek neyête mezin kirin. Mezinkirina hêvîyan ne gelek realîst e. Parlementerên Kurd dê di nav çarçoveya makqanûn û qanûnên heyî da bixebitin ku ew jî bi hizaran astengan ve tijî ne. Naveroka makqanûnê gelek antî Kurd e û bi serê xwe dest û pêyên parlementerên Kurd dê girêde. Partîyên Tirkan dê parlementerên Kurd hilgirin binê fişareke mezin ya psîkolojîk ku keysê xebatê nedinê. Ji ber hindê tabloyeke gelek pozîtîv li hêvîya parlementerên Kurd nîne. Belêm axir li goreyî şertan dê bikarin têkoşînekê di bin banê parlementê da jî bidin.

Parlementerên Kurd, hejmara wan ji bîstan zêde, anjî kêm be, dikarin di nav prosesa Yêkitîya Ewrûpayê da, deng, daxwaz û xwastekên xelkê Kurd her bi çi rengî be bilind bikin. Helbet divêt rasyonel jî bête fikirîn û bête zanîn ku di şertên îro da, deh an bîst parlementerên Kurd nikarin çu karên mûcîzewî bikin, lê dîsa ve xelkê Kurd dê li hêvîyê be ku parlementerên Kurd bi cesaret xwastek û daxwazên demokratîk yên xelkê xwe bilind bikin û parlementê ji bo doza heq ya xelkê Kurd bikine platformeke têkoşîna demokratîk û di warê axivtina pirsa Kurdî da normalîzasyonekê pêkbînin. Xelk dê li hêvîyê be ku parlermenterên Kurd qet nebe ji bo rakirina bend û astengên li pêş zimanê Kurdî û perwerdeya Kurdî û herweha îdentîtêta neteweyî ya Kurdî, têkoşîn û xebateke xurt bête dan û encameke pozîtîv bête wergirtin ku eve jî di qonaxa ewil da dê bibe destkevteke giring.

Welhasil, namzetên serbixwe yên DTPyî, bi nave ”Namzetên hizar hêvî” ketine hilbijartinan û em jî hêvî dikin ku kar bikin û bi hejmareke têra grûbê bikevin parlementê û têkoşîna doza xelkê Kurd di wê meydanê da jî bidin.

Lê belê, di encam da ev hemû hêvîye, girêdayî domandina prosesa demokratîk e. Heke ertêşa Tirk bi ihtimaleke gelek biçûk jî be, cuntayê bike, hingê rewşeke nû û têkoşîneke nû dê bête meydanê.

ROJAN HAZIM

8 Tîrmeh 2007

[Ev întervû di kovara BIZAW ya li Kurdistana Federal, hejmara 7 ya meha Tîrmehê da hatîye weşandin.]

serî