paşve

 

Hrant Dînkê aştîxwaz

 

ROJAN HAZIM

 

Di nivîsara xwe ya nîveka meha Çile da em li ser konferansa aştîyê ya bi navê “Tirkîye li aştîya xwe digere” [13-14 Çile 2007, Ankara], ku Hrant Dînk jî beşdarbibû, rawestabûn. Me gotibû “Gelo Tirkîye li aştîya xwe digere?”. Çar roj ji ser nivîsara me ra derbaz nebûn, [19yê Çile], Hrant Dînkê aştîxwaz hate kuştin. Bi kuştina Hrant Dînk, [Edîtorê rojnameya Agos ya bi Ermenîkî û Tirkî], hêzên reş û tarî û şerxwaz yên dewleta Tirkîyeyê, dane kivşkirin ku ew rê nadin aştîyê. Adresa biryara vê kuştinê aşkera bû; “Dayreya Herba Taybetî” plangêrîya vê kuştinê kiribû. Ev merkeza terora dewletî, di bin îdareya ertêşa Tirk da ye. Sabiqeya vê merkeza xwûnrêj ji berê were tête zanîn. Kengî hewcehî bi têkvedanê hebe, ev şebekeya qatilan serkar dibe. Hilbijartina Hrant Dînk jî ne tesduf e helbet. Ew aktîvîstê bizava aştîyê bû. Wî hem têkoşîna maf û daxwazîyên xelkê xwe yê Ermenî, hem jî xelkên Tirkîyeyê dida. Ew herweha wekî Kurdistanîyek, ku ji bajêrê şîn û şirîn yê Kurdistanê ji Meletîyê bû, piştevanê bizava neteweyî ya xelkê Kurd jî bû. Hrant Dînk, wekî mixalifê netirs yê rejima antî demokratîk ya Tirkîyeyê, bîr û bawerîyên xwe li her cih û paltforman bi cisaret digotin. Naverok û mesaja dîtin û bîr û hizirên wî biratîya xelkan, wekhevî û azadîya xelkan bû. Hrant Dînkê Ermenîyê Kurdistanê, ji demokrasî, azadî, wekhevî, aştî û dadîyê pêve doza tiştekê nedikir. Lê belê, nasyonalîstên faşîst yên Tirkîst, ji van bîr û bawerîyên wî yên humanîter di dereceya herî bilind da aciz dibûn û lê digerîyan ku vî dengê wî yê demokrasîxwaz û aştîxwaz bibirin...

Axir gihiştin xwezîya xwe û Hrant Dînkê kotrê aştîyê ji nav rêzên bizava aştîyê kêm kirin, belêm tinê fizîken kêm kirin. Bîr û hizirên wî yên aştîyane, xwezî û daxwazên wî yên di qencî û xêra xelkan da her jînde man û dê her jî jînde bimînin. Merasima cenazeyê wî nîşana vê yêkê bû. Deh hizaran xelk, ji Kurdan heta Tirkan, ji Ermenî, Çerkez heta Lazan, Ereb û Suryanî-Kildanîyan hemû xelk û kêmanîyên Tirkîye û Kurdistanê bûne yêk deng û yêk dil û li vî kotrê aştîyê xwudan derketin, li dijî terora dewletî, li dijî faşîzm û rasîzma Tirkî mil bi milê hev bûne yêk hêz. Xelkê Kurd û pêşengên xelkê Kurd bi reftareke nimûne, destekeke mezin nîşanî xelkê Ermenî dan û jan û xema wan ji dil parve kirin. Kurd, Tirk û hemû beşdarên merasimê, bi armanca piştevanîya xelkê mexdûr, Ermenîyên Stanbolê û hemû Ermenîyan, bi yêkdengî slogana biratîyê bi zimanên xwe bilind kirin û gotin “Em hemû Hrant in, Em hemû Ermenî ne”. Ev slogane, ji ber piştgirîya digel mexdûran, sembolîk jî be gelek bi mana bû û reflekseke birayane bû beramberî Hrant û xelkê wî yê Ermenî. Piştî merasimê derûdorên Tirkîst tozûdûmanek rakirin li ser vê slogana humanîter û piştgir. Mixabin ku hindek kesên bêhesû û bêvîzyon yên demokrat jî, bi zanahî anjî ji ber bê kapasîtetîya xwe ya polîtîk, tevî vê koroya kevneperês û nijadperês bûn û reftareke popûlîzma negatîv wergirtin beramberî vê slogana “Em hemû Ermenî ne”!. Hal ew e ku Hrant Dînk di serî da ji ber Ermenîtîya xwe û parastina mafên xelkê xwe bû armanca terora dewletî. Li milê dî ew piştevanê bizava neteweyî ya xelkê Kurd jî bû ku ji xwe Ermenîyê Kurdistanê bû û navê kiçeke wî jî Delal bû. Ya herî giring jî aktîvîstê bizava aştîyê bû û di konferansa “Tirkîye li aştîya xwe digere” da axivtibû û pozisyoneke gelek rast û durust wergirtibû di rêza aştîyê da û destek dabû bizava azadîxwaz ya xelkê Kurd. Hrant Dînk ji ber van binas û reftara xwe ya stabîl û cesûr hate kuştin ji teref hêzên reş û tarî yên dewletê ve.

Qatilên lolebkêş hatin girtin, belêm ji reftara dewlet û hukûmetê kivş e ku dê ev kuştine jî bi girtina lolebkêşan bimîne û hêza organîze ya li pişt vê terorê dê “meçhûl” bimîne anjî dê bête hêlan!.

Bi kuştina Hrant Dînk mesaj hate dan ku “Tirkîye li aştîya xwe nagere”!. Pratîk li meydanê ye û dewlet dixwaze li ser hemû aştîxwazan hakimîyeta tirsê serdest bike û bi vî rengî rê li ber bizava bi giştî aştîxwaz, azadîxwaz û demokrasîxwaz ya xelkên Tirkîye û Kurdistanê, bigire. Belêm, aştîxwaz, azadîxwaz û demokrasîxwaz pêkve û bi yêk dengî divêt vê terora dewletî berteref bikin, bi cisaret dijî vê êrişa dewletê û lolebkêşên wan derkevin, li beramberî wan bi yêk hêzî çik rawestin.

Li Sibata 2006ê Matran Andrea Santoroyê Italî li Trabzonê kuştin, li Çileya 2007ê jî dor înane Hrantê Ermenî, subehî dê provakasyon û qetleke dî bikin. Mexseda vê kana terora dewletî kivş e û dixwazin planê xwe yê fetisandina bizava azadîxwaz ya xelkan, bibine serî û binecih bikin. Divêt ev êrişa organîze ya dewleta binerd û sererd bi hev ra bête rawestandin.

ROJAN HAZIM

28 Çile 2007  

serî