paşve

 

Pirseke aktuel; hilbijartinên şehridarîyê yên 28ê Adara 2004ê

 

ROJAN HAZIM

Komara Tirkîyeyê di 28ê adarê da hem li Tirkîyeyê, hem jî li Kurdistana Bakur hilbijartinên navçeyî, anjî şehridarîyê pêktîne. Lewma ji serê meha adarê were rojeva Tirkîyeyê û bivê nevê ya Kurdistana Bakur jî bi giranî bûye hilbijartinên 28ê adarê. Di vê hilbijartinê da ji bilî şehridar û meclisên şehridarîyê, meclisên giştî yên bajêran û muxtar jî têne hilbijartin. Lê belê, ji ber ku qanûna îdarî ya dewleta Tirkîyeyê hind sentralîst e, ku ev hilbijartin ji pratîkeke formelîyê wêdatir encamekê nadin. Di serî da şehridar bi xwe, herçend bi rêhîyên bajêr, bajêrk û navçekan bêne hilbijartin jî, di bin fermana walî û qaymeqaman da wekî karmendekê wezîfeyê dikin. Heke dinya ye, şehridar ”pêyê xwe çep biavêjin” wezîrê karê navînî dikare yêkser şehridaran ji wezîfeyê dûr bike û derêxe. Ji ber hindê jî struktur û mekanîzmaya dewleta Tirkîyeyê heta hûn bêjin antîdemokratîk, sentralîst û burokratîk e. Ev rûyê dewleta Tirkîyeyê di hilbijartinên şehridarîyê da zelaltir tête dîtin. Ji ber hindê jî, hukumetên merkezî bi rêya vê mekanîzmayê dixwazin fonksiyona xwe ya ”hukumetî” fermankî bi kar bînin û hilbijartinan li goreyî daxwazên xwe bi encam bidin. Hukumeta evro ya Tirkîyeyê, ya Teyîp Erdoganî jî, ketîye nav bizaveke mezin ku di hilbijartinan da encameke bi dilê xwe bi dest ve bîne. Bi taybetî jî bi hevkarîya ”dewleta bêbin!”-ku baş tête zanîn, ev derûdorên ”dewleta kûr”, beramberî ”îslamistan” çend ”rezerv” jî hebin, dijî Kurdan daîm xwûnê didine wan-, dixwaze li bajêrên Kurdistanê, şehridarîyên di destê DEHAPê da ne, ”paşve bigire”!.  Ji milekê ve derê kîsê pareyî vekirîye, rehîya dikire, li milê dî jî darê zorê yê polîsî di destî da çavê xelkê ditirsîne ku hejmara rehîyên xwe zêde bike. Eve tradisyoneke dewleta Tirkîyeyê ye. Kîjan hukumet be eynî tiştî dikin. Karaktera kolonyalîst, olîgarşîk û milîtarîst ya dewleta Tirkîyeyê, di pratîka her geh û xeleka dewletê da tête dîtin. Lewma jî bi navê hukumetê partîya xwudan desthilat bi eynî mejî û helwestê radibe û pratîkeke antîdemokratîk didomîne. Nihe jî vê rola bêyûm “partîya edalet û pêşkevtinê”, anku partîya Erdoganî, bi cih tîne.

Hilbijartin û demokrasî

Wekî îdareya xelk, demokrasî ji gelek elementan pêktêt ku hilbijartin jî yêk ji wan elementên sereke ye. Belêm hilbijartin tinê bi serê xwe ne nîşana “demokrasî”yê ne. Heke wisa be, di gelek welatên “totalîter” da hilbijartin pêktên ku li wan welatan mirov nikare behsê “d”ya demokrasîyê bike. Hema nimûne hilbijartinên giştî yên Iranê ne ku di sibata borî da pêkhatin. Di xuyayî da partîya desthilat û yên opozisyonê beşdar bûn, lê encam serkevtina partîya komarî ya islamî bû ku temsîla rejima kevneperest dike. Bi navê “ewlehîya rejima islamî”, “şûraya nobedar” ku xwe nobedarên ewlehîya rejima islamî dibînin, ev encame hêj ji serî pêve “dîzayn” kirin, plan kirin, namzetên li goreyî wan “muxalif” betal kirin û encameke li goreyî dilê xwe pêkînan. Leyiza “demokrasîyê” leyistin û ev encame bi rehîyên xelkê bi dest ve înan. Ma Seddam Huseynê serşor, di demê dîktetorîya xwe da ev “leyiza demokrasîyê” nedileyist û bi seda 99 rehîyên “xelk”ê xwe dida hilbijartin! Lewma hilbijartin bi serê xwe ne nimûneya demokrasîyê ne. Hebûna gelek partîyan jî bi serê xwe ne nimûneya demokrasîyê ye. Heke wisa be, li Tirkîyeyê bi dehan partî hene û dikevin hilbijartinan jî. Lê di hilbijartinên parlementê da bi danana baraja seda dehê adeta rê li ber opozisyona rastî tête girtin.

Di dewletekê da heke hemû xelkên piranî û kêmanî, çîn û navçîn li goreyî rewş û pozisyona xwe ya objektîv, xwudan soz û biryar nebin, xwudan desthilat nebin, xwudanên her cure rêxistin û partîyên xwe nebin, ji jîyana xwe ya rojane bigirin heta ya îdarî û polîtîk, di nav sîstemekî polîtîk û huqûqî yê dadyar û mirovî da xwe îdare nekin, li wê derê behsê demokrasîyê naête kirin. Wekî ku li Tirkîyeyê divêt neête kirin. Tirkîye di nav rewşeke wisa da, bi antîdemokratîzmeke total diçe hilbijartinên şehridarîyê. Her di serî da rê li ber opozisyona “etnîk”î bi timamî hatîye girtin. Hejmara wan biçûk be, mezin be, bi gotina mode, çu “etnîsîteyên” Tirkîyeyê bi nav û orîjîna xwe nikarin bikevin van hilbijartinan. Di nav tixûbên “fermî” yên dewleta Tirkîyeyê da hemû “maf û azadî” yên “etnîsîteya Tirk”in! Di nav tevnê sosyolojîk yê dewleta Tirkîyeyê da jî, yêk ji nav “etnîsîteyan” kêmanî, bi gotina wan “xas be xas Tirk”in! Heke vewejartineke dadyarane û rastî bête kirin di nav tixûbên “fermî” yên Tirkîyeyê da, ji nav van “etnîsîteyan”, bi nifûsa xwe ve grûba herî mezin Kurd in, ya herî kêm nifûs jî “Çeçen” in! Lê, berê xwe bidine encama pratîk; Kurdek nikare bi nav û orîjîna xwe ji cihê xwe bilive, lê “Çeçenek” bi nav û orîjîna xwe dikare rojenîvro li nîveka Stanbolê bi klaşînkofan biçe ser Hotêleke mezine navdar û hemû mêhvanan rehîn bigire û paşê jî digel wezîrê “asayişê” li hev bêt û bête berdan! Anjî eynî “Çeçen” keştîyeke wekî çiyayekê di nîveka Deryaya Reş da dîsa ve dikare rehîn bigire û muameleyeke “terorîstî” nebîne! Vêca “standarda” demokrasîya dewleta Tirkîyeyê ev e! Û hilbijartinên 28ê adarê di bin vê “standarda xas” ya dewleta Tirkîyeyê da dê pêk bên. Kurd, nav û orîjîna xwe danin milekê, nikarin bi navekî “notr” jî bi rehetî bikevin hilbijartinan. Ji salên 90î were Kurd bi navên “notr” yên partîyên xwe dikevin hilbijartinan, lê timamî mekanîzmaya dewletê ya “huqûqî”, “asayişî” û “îdarî” wekî mircekê li ser serê wan tête bi kar înan ku nikarin bêhnekê werbigirin. Aqîbeta HEP, DEP û HADEPê tête zanîn. Çar parlementerên DEPê hêj jî girtîne. Bi dehan polîtîkerên van partîyan ji mafên polîtîkê hatine bêbahr kirin. Dûmahîkê ew “şûrê demokles” ji ser serê DEHAPê jî nehate dûr kirin û doza girtina wê dom dike. Dewleta Tirkîyeyê çu normên huqûqa navneteweyî nas nake û polîtîka xwe ya “antî Kurd”îtîyê gelek bêperwa didomîne. Şert û imkanên hilbijartinên 28ê adarê jî bi timamî di eleyhê Kurdan da hatine dîzayn û plan kirin. Kurd di rewşeke wisa da diçine hilbijartinan; ne bi nav û orîjîna xwe, ne jî bi navê “notr”! Gerçî Kurdan di nav hemû şert û delîveyan da bo xwe rêyeke “xwe nîşandan”ê dîtine, lê vê carê xwe ji vê "jîrî"yê dane paş! Şik têda nîne ku binasên sereke yên rewşeke wisa ji ber polîtîkên antîdemokratîk û êrişkar yên dewleta Tirkîyeyê derdikevin, lê li milê dî jî, ji polîtîkên “desatak” û “konjonkturel” yên Kurdan pêktên. Kurd bi zêdehî ve xwe bi şert û polîtîkên “konjonkturel” ve girêdidin ku eve gelek caran qabilîyeta bizava wan asê dike ku di encam da çarçoveya “destkevta” ku tête hêvî kirin, gelek teng dibe. Mixabin ku Kurd di pozisyoneke bi vî rengî da dikevin hilbijartinên 28ê adarê.

Hilbijartin û tifaq

Di hilbijartinên bi rastî demokratîk da tête hêvî kirin ku “îradeya” xelk bête dîtin. Lê belê, di van hilbijartinên 28ê adarê da ne normên demokratîk, ne jî yên huqûqî naêne dîtin. Digel hindê jî sindoq tête danan û ji xelkê rehî tête xwastin. Di kîjan şertan da û bi çi metodî eve tête kirin, bi aşkerayî tête zanîn. Ji milê Kurdan ve di serî da DEHAP, ku potansîyelen ji xwe wekî partîya Kurdan dihate qebûl kirin, amadeyî hilbijartinan bû û di fîşa hilbijartinê da navê wê jî hebû. Lê belê, xwe ji nav wê lîsteyê paşve kêşa. Nihe namzetên DEHAPê ji nav lîsteyên SHPyê, dikevin hilbijartinan. Berî wê ji xwe DEHAPê digel, SHP, ÖDP, EMEP, SDP û ÖPyê tifaqeke bi navê “Yêkitîya Hêzên Demokratîk” pêkînabû. Hem teorîken, hem ji pratîken tifaq hewcehîyek e û ji ber hindê jî prensîben rast e. Belêm wekî her tiştî, divêt nîveka vê “hewcehîyê” bête tijî kirin; boçi û digel kê tifaq! Nihe gelek konkret hilbijartineke şehridarîyê li pêşîyê ye û li goreyî “huqûqa antîdemokratîk ya Tirkîyeyê” ev hilbijartine dê bête kirin. Tinê partîyên li goreyî makqanûna Tirkîyeyê hatine damezrandin dikarin beşdarî vê hilbijartinê bibin. Çarçoveya vê makqanûn û qanûna partî û hilbijartinan jî hindî hûn bêjin faşîzan e. Imkanên rekabeteke azad û demokratîk nînin. Di vê rewşê da helbet gelek normal e ku partî dê li tifaqan bigerin. Di van şertan da lêgerîn û pêkînana tifaqan hem hewcehîyek e, hem jî rast e. Partî di encam da aletên doza hatina desthilatê ne. Ji ber hindê jî, ji ber vê iddia xwe li hemû rê û kolanan digerin ku hem hebûn, hem jî îradeya xwe nîşan bidin û bibin xwudan desthilat, anjî şirîkên desthilatê. Di vê rêyê da “prensîbên etîk û îdeolojîk” mixabin gelek caran têne paşçav kirin. Tiştekî aşkera ye ku “bilaîstisna” hemû partî, di van waran da hem oportunîst, hem pragmatîk û hem jî makyavelist hereket dikin. Lewma di pêkhatina hemû tifaqan da ev her sê “element” hene. Gava ”berjewendî û armanc” tifaqê hewce dikin, ”alî” zehmetîyê nakêşin ku bêne nik hev! Tarzê domînant yê polîtîka reel, mixabin jî be, evro ev e. Aktorên di sehneya polîtîka evro da ”erz-î endam” dikin jî li goreyî vê ”konseptê” dibizivin. Gelo ma tifaq bêyî ”oportunîstî, pragmatîstî û makyavelîstî”, pêknaên? Belê, lê belkî di sedsala 22an da! Axir, em nihe vê krîtîka rast, dîrekt û îronîk danin milekê!..

Belêm, realîteya jîyana evro û domînantîya „oportunîzm, pragmatîzm û makyavelîzmê“ jî dom dike. Yên ku aktorîya polîtîk dikin ji nav vê rewşê derketine û bi vê kulturê gihiştine û li goreyî vê çarçoveyê di nav pratîkê da ne. Pêkhatina ”Yêkitîya Hêzên Demokratîk” jî bêşik ji vê kategorîyê cudatir nîne. Di nav şertên heyî da partîyeke potansîyelen Kurd, DEHAP, hewcehîyê dibîne hem digel partîyên hevbask tifaqê bike, hem jî navê xwe ji fîşa hilbijartinê paşve bikêşe û di bin navê partîyeke „hevbask!“ da bikeve hilbijartinan. Di nav şertên heyî da, di danana tifaqan da divêt anormalîyek neête dîtin. Lê belê, pirsa giring „digel kê“ ye. Krîterên tifaqan şertên objektîv û subjektîv tayîn dikin. Şertên objektîv, ji rewşa polîtîk, ekonomîk û sosyal derdikevin. Lê şertên subjektîv ji pozisyona aktorên polîtîk û armanc û daxwazên wan yên programatîk pêktên. Li goreyî şertên objektîv; helwesta dewleta Tirkîyeyê ya antîdemokratîk, êrîşkar û faşîzan rê û îmkanan li ber hêz û kesên demokratîk û azadîxwaz dibire û meydana manewrayê li ber wan teng dike. Di rewşeke wisa da hewceye ku hêz û kesên dijî vê konsepta dewletê, milên xwe bidin hev û bi hev ra dijî wê antîdemokratizmê têkoşînê bidin. Di şert û rewşên bi vî rengî da, divêt li biçûk û mezinahîyê neête geryan û „muştereka asgarî“ bête tesbît kirin û yên ku di wê „muştereka asgarî“ da digihin hev tifaqê çêkin. Di nav konfilîkta mezin ya Tirkîyeyê da, -ku navika vê konfilîktê çareserîya pirsa Kurdistanê ye-, „tezata lezîn“ çi ye divêt bête dîtin û yên ku li ser wê xalê digihin hev, tifaqeke pahn û berîn ava bikin. Evro li Tirkîyeyê „tezata lezîn“ demokrasîyeke di standarda Ewrûpayê da ye. Çarçoveya herî mînîmal ya vê demokrasîyê jî „Krîterên Kopenhagê“ ne, ku „maf û azadîyên etnîsîteyan têne qebûl û garantî kirin“, ku misqalek ji vê „standardê“ li Komara Tirkîyeyê nînin!. Ev „tezata lezîn“ dikare hemû hêzên Kurd, hêzên demokrasîxwaz yên Tirk û yên kêmanîyên dî bîne nik hev. Di mobîlîzekirina tifaqeke wisa da rola lokomotîfî ya hêza herî organîze û xurt e. Divêt bête qebûl kirin ku li nav tixûbên „fermî“ yên Tirkîyeyê da, hêza herî mezin, xurt û organîze ya demokrasîyê, hêza Kurdan e. Eve realîteyeke gelek objektîv e. Di nav Kurdan da jî, hem li Kurdistana Bakur, hem ji di nav Kurdên diasporayê da, ku bajêrên diaspora Kurdan yên mezin Stanbol, Edene, Mêrsîn, Enqere, Konya, Izmîr û çend bajêrên dî yên Tirkîyeyê ne, di şertên heyî da hêza herî organize û xurt ya tradisyona PKKê ye ku ev bizave, di warê legal da ji demê HEP, DEP, HADEPê ve dom dike û nihe jî temsîla wê tradisyonê DEHAP dike. Piştî tesbîtkirina „tezata lezîn“ danana tifaqeke „demokrasîxwazan“ dibe hewcehîyek û ev rastîye di pêkhatina „Yêkitîya Hêzên Demokratîk“ da jî tête dîtin. Li ber vê formûla „tezata lezîn“ û danana enîya demokrasîxwazan, ev pêkhatine, digel tengî û kêm û kasîyên xwe ve, gaveke pozîtîv û rast e. Belêm, çarçoveya vê tifaqê hem ji alîyê Kurdan ve, hem jî ji alîyê Tirk û kêmanîyên dî ve çend fireh e, eve bi rastî jî cihê riberizê ye. Her di destpêkê da mirov dikare bêje ku hem terkîb û çarçoveya vê tifaqê gelek teng e, hem jî naveroka programatîk gelek paşve ye. Heke ewil ji milê Kurdan ve berê xwe bidinê, ev tengîye prensîben û polîtîken şaşîyekê jî derdêxe meydanê. DEHAP, pêşîyê hewce bû ku li tifaqeke navxweyî gerîyaba û biçûk mezin digel hêzên Kurd enîyek pêkînaba. Paşê jî enîya Kurd bi hev ra digel hêzên demokrasîxwaz yên Tirk û kêmanîyên dî, tifaqek danaban. Li vê derê, di polîtîka Kurdan da mentalîteyek derdikeve meydanê; ”ez têra xwe û hertiştî heme”! Heke organîzasyonek bi vê haletîruhîyê rabû, rast e qet hewcehîyê bi „yen dî“ nabîne. Ev helweste ne tinê di organîzasyonên mezin yên Kurdan da heye, yên ku „partîtîya înternetê“ dikin jî di nav eynî nexweşîyê da ne. Nihe gava organîzayoneke xurt û mezin ya xelkî tûşî vê nexweşîyê be, li goreyî standardên „hêzperestîya Kurdan“, „lojîkek“ têda heye! Lê marjînalên marjînalan bi vê kompleksê rabin, eve tinê dibe „komedî“, ku mixabin di sehneya polîtîk ya Kurdistanê da eve bi timamî nexweşîyeke kronîk e. Digel hindê jî, divîyabû ku, biçûk mezin, hemû hêzên Kurd li ser „muşterekeke asgarî“ gihiştiban hev û bi hev ra jî digel hêzên demokrasîxwaz yên Tirkîyeyê enîyeke xurttir û berfirehtir pêkînaban. Belêm mixabin ku hêzên Kurd di navbeyna xwe da barîyerên mezin ava dikin û her diçe jî ev barîyere têne asêtir kirin. Hêzên Kurd rekabeta hemberî hev bi normên demokratîk nakin, rekabeta hevdu birandinê dikin ku eve tinê bi kêrî polîtîka dewleta Tirkîyeyê têtin. Gelek spesîfîk û bi aşkerayî divêt bête gotin ku, li Kurdistana Bakur di warê pêkînana tifaqa navxweyî da wekî hêza xwudan desthilat, tradisyona PKKê çend şaş be, hêzên dî yên „muxalif“ duqat gunehkar in. Li Kurdistana Bakur, du nêrîn û helwestên ekstremîst hene ku polîtîkayeke rikeberîyê diafirînin. Bi ekstremîya rastrevî, „de facto“ „antî PKK“tî, tête domandin û bi ekstremîya çeprevî jî zemînê neteweyî tête teng kirin ku ev herdu tandans jî xizmeta berjewendîyên neteweyî nakin. Ev tarz polîtîka û helweste, antîdemokratîk e û antînasyonal e. Ev polîtîka „antîtîyê“ têkilîyan vedişidîne û giriftarî û tezatên navxweyî kûrtir dike. Çu şaşî û kêmasîyên tradisyona PKKê nabine mazereta „red, inkar û tecrîdkirina“ wê. Polîtîka hegamonîst ya tradisyona PKKê çend şaş be, helwest û polîtîka yên dî jî hind hegamonîst e û şaş e. Ev herdu helwest û polîtîka jî di zemînê şaşîyê da xwûnê didine hevdu û xizmeta berjewendî, xwezî û xwastekên neteweyî yên xelkê Kurd nakin. Di warê tifaqdanînê da, di têkoşîna dijî rejima dagîrker û kolonyalîst ya Tirkîyeyê da, ev şaşî û kêmasîyên evro têne kirin û domandin, ev zeafên têne nîşan dan, ji vî zemînê „antîtîyê“ xwûn û giyanê distînin û jînde dibin! Dîsa gelek aşkera û objektîv divêt bête gotin ku, di şertên heyî da û li timamî sethê Kurdistana Bakur, ev „antîst“î zêdetir ji hêz û kesên „antî PKK“ têtin. Ev „tandanse“, tradisyona PKKê ji xwe qet wekî hêzeke neteweyî nabînin. Ev nêrîn û helweste, çavtarîbûne, tehrîbkarî ye û misqalek xizmeta berjewendîyên neteweyî nake û mixabin ku xwudanên vê bîr û bawerîyê, di pratîkê da milîm santîm rîskên polîtîk û rêxistinî jî wernagirin û di cihê xwe da tinê demagojîyê û patînajê dikin! Ji xwe di monolîtîkbûna sehneya polîtîk ya Kurdistana Bakur da û herweha nebûna balansa polîtîk û organîzebûnê da, rola negatîv ya wan „alî“yan gelek e!. Helbet tradisyona PKKê jî, herçend ji hemû alîyan zêdetir bang û gazîya „yêkitîya neteweyî“ dikin jî, partî û grûbên dî hind biçûk dibînin û formata xwe ya îdeolojîk, polîtîk û organîzasyonî didin domîne kirin, ku ew bang û gazî di pratîkê da bawerîyê nadin û bê encam dimînin. Ev helwest û polîtîkên tengbîn, „egoîst“ û req û hişk yên van herdu „tandansan“, zemînê demokrasîyê, rekabeta demokratîk û polîtîk û diyaloga neteweyî li Kurdistana Bakur dînemît dike. Ji ber vê rewşê ye ku li Kurdistana Bakur, di nav hêzên neteweyî da tifaq pêknaêt.

Li milê dî, kar û xebata polîtîk dozek e, armancek e û partî û rêxistinên dî yên polîtîk, bi vê mîsyonê radibin. Jîyan çend dînamîk be, jîyana polîtîk zêdetir dînamîk e. Xebata organîze ya polîtîk, tinê bi „axivtinê“ nabe. Xebata organîze ya polîtîk ji milekê ve pratîkbûne. Organizasyonên aktîv û dînamîk, şiyana mobîlîzekirina xelkê nîşan didin û bêyî rawestan li rê û rêbarên pêşxistina bizava polîtîk digerin. Gelek normal e ku hêzeke aktîv û dînamîk, heke yên dî xwe nedin ber çu kar û xwebat û rîskên polîtîk, li hêvîya „tifaqeke kamil“ namîne û rojeva xwe bi kar tîne û herweha li tifaqeke „mumkun“ digere û pêktîne. Mixabin ku di şertên heyî yên Kurdistana Bakur da, çu partî û grûb xwe nêzîkî tradisyona PKKê nakin. Hingê, tradisyona PKKê jî li goreyî norm û krîterên xebata polîtîk yên ”reel û aktuel” bi rê dikeve û li goreyî van şertan li tifaqê digere û heke partnerên xwe peyda kirin jî, tifaqê pêktîne. Heke tandansa ”antî PKK”ê, çu rê û kanalên bi hev ra karkirinê nehêle, bi israr tradisyona PKKê ji zemînê neteweyî tecrîd bike, mafê jîyana polîtîk û rêxistinî nexwaze bidê, tradisyona PKKê, dê çi bike?! Ew jî dê li alternatîvên dî bigerin û realîze bikin. Di rikeberîyeke wisa da, bi navê objektîvîyê, mirov nikare van herdu tandansan ”wekhev” berpirsiyar û gunehkar bibîne. Gelek objektîv mirov dikare bêje ku, di şertên heyî da, ev tandansa ”antî PKK”ê şaştir û gunehkartir e! Heke tu mafê jîyanê nexwazî bidîye kesê, ew ”kes”, dê şertên domandina jîyanê bo xwe bibînin û biafirînin! Jîyan bê alternatîv nîne. Evên ku ji xwe pêve çu kesê ”neteweyî” nabînin, di nav hezeyaneke kûr û bêbin da, hem xwe pûç dikin, hem jî bi xwe pûçkirinê zerarê digihînin têkoşîn û bizava neteweyî. Ji ber ku bizava neteweyî hewcehî bi wan jî heye! Lê vê tandansê bi timamî mekanîzmaya mantiqê xwe daye îflas kirin. Subjektîvîzmê çavên wan tarî kirine û ji xwe pêve çu tiştî nabînin ku eve sendroma bi xwe nebawerbûnêye û xwudanên vê nexweşîya kronîk, roj bi roj xwe ji sehneya polîtîk didin îzole kirin, ku ji xwe ”sosyalpratîk” jî wan radimalîne!

Li ber vê perspektîvê, tifaqa ji bo hilbijartinên 28ê adarê pêkhatî ji alîyê DEHAP û partîyên dî ve, hem prensîben, hem jî polîtîken çu anormalî têda nîne. Kêmasîyên wê tifaqê hene ku çarçoveya xwe teng girtîye. Ji alîyê programatîk ve ”muştereka asgarî” demokrasîxwazî ye. Di vê tifaqê da tiştê şaş neparastina huvîyeta xwe ya partîyetî ye. Tifaqa digel SHPyê ne şaş e, lê di bin navê wê da namzetbûyîn şaş e. DEHAPê dikarî alternatîvên ku hem huvîyeta xwe ya partîyetî û hem jî karekter û hûvîyeta potansîyela ku li ser avabûyî, bibîne û biparêze. Lê eve nekir û namzetên xwe di bin navê SHPyê da aşkera kirin. SHP çend demokratîk e, çend nîne, ew jî dikare bête riberiz kirin. Belêm, divêt bête qebûl kirin ku, SHP di nav da, hemû partîyên sosyalîst û sosyaldemokrat yên Tirkîyeyê, li goreyî krîterên ”sosyaldemokrasîya enternasyonal” gelek paşve ne û hindî hûn bêjin konservatîv in. Ji xwe di pirsa Kurdan da sosyalşoven in. Lê dîsa ve divêt neête ji bîr kirin ku, partîyên meşrû, lê îllegal, yên Kurdan, berî faşîzma 12ê îlona 1980ê, namzetên xwe bêyî tifaqên programatîk, di nav lîsteyên CHPyê da û di çarçoveyeke gelek teng ya programatîk da jî, ji nav lîsteyên TSIPê, dane nîşan dan. Gerçî şertên berî 1980ê û yên evro gelek ji hev cuda ne, lê axir ev tradisyona tifaqa digel partîyên Tirkîyeyê ji wan salan were heye. Di pirsa tifaqa digel partî û rêxistinên Tirkîyeyê da, divêt rasyonel bête raman kirin û hereket kirin. Aktîvîst û polîtîkerên Kurdistana Bakur, nikarin li ber rewşa pozîtîv ya Kurdistana Başûr, ku rizgar û azad bûye, projeyên tifaqan çêbikin. Şert û realîteya Kurdistana Bakur, xweserîyek, karakterîstîkeke gelek taybetî ya xwe heye. Li milekê divêt alaya aktîvizmê û armancên maksîmalîst bêne bilind kirin û bêne jînde kirin, belêm li milê dî jî divêt li alternatîvên tifaqên cuda bigerin, ku armancên mînîmal bi dest ve bînin û garantî bikin. Di lêgerîna tifaqan da, Kurd nikarin bi timamî pişta xwe bidin partî û rêxistinên ”demokrasîxwaz” yên Tirkîyeyê. Pratîkeke bi vî rengî her di serî da dê rêya diyaloga digel demokrasîxwazên Tirkîyeyê bibire, ku eve di qazanca bizava neteweyî ya xelkê Kurd da nîne. Elementên bizava neteweyî ya xelkê Kurd, partî û rêxistinên polîtîk, krîterên xwe yên azadîxwazî, demokrasîxwazî, humanistî û antîkolonyalîstî wekî îdentîtêta xwe ya rêxistinîya neteweyî divêt biparêzin. Lê hêzên Kurd, di tifaqdanîna digel hêzên demokrasîxwaz yên Tirkîyeyê da nikarin van krîterên xwe bikin ”muştereka asgarî”. Kurd helbet ne mecbûr in digel hêzên demokrasîxwaz yên Tirkîyeyê tifaqê çêkin, belêm hewcehî bi tifaqeke wisa jî hene. ”Mecbûrîyet” û ”hewcehî” ji hev cuda ne. Di şertên evro da, di konjonktura navxweyî, ya navçeyî û ya navneteweyî ya evro da, heke rasyonel û lojîk bête raman kirin, Kurdan hewcehî bi tifaqa digel hêzên demokrasîxwaz yên Tirkîyeyê heye. Berî vê helbet Kurdan ji hewcehîyê zêdetir, mecbûrîyet bi tifaqa navxweyî ya neteweyî heye, eve sedased rast e û divêt pêk jî bêt. Lê pêknehatina vê tifaqa navxweyî ne maniê, tifaqa derveyî, anku tifaqa digel hêzên Tirkîyeyê ye. Di tifaqa digel hêzên demokrasîxwaz yên Tirkîyeyê da, kilîl, parastina îdentîtêta xwe ya rêxistinî û polîtîk û partnerîya wekhevî ye. Divêt ev krîtere neête sist kirin û şêlû kirin.

Tradisyona tifaqan

Di hilbijartinên Teşrîna 2002ê da HADEPê ji ber doza girtinê, xwe ji hilbijartinan paşve kêşa, lê belê digel EMEP û SDPya Akin Bîrdal û DEHAPê tifaqek pêkîna û wê tifaqê namzetên xwe ji nav lîsteya DEHAPê dane nîşan dan. Wê tifaqê, di hilbijartinan da nêzîkî seda 6 û nîv rehî înan, lê ji ber binasên baraja seda dehê, nikarîn bikevin parlementê. Lê wê tifaqê, yêkdest ji bajêrên stratejîk yên Kurdistanê nêzîkî seda 60 rehî înan. Helbet rehî pêkve seda 95 yên Kurdan bûn, lê axir du partîyên demokrasîxwaz yên Tirkîyeyê jî di bin banê partîya potansîyelen Kurd, DEHAPê da ketin hilbijartina û hebûna wan sembolîk jî be, ku wisa bû, helwesteke rast û pozîtîv bû. Hingê xeleka tifaqa digel hêzên demkrasîxwaz yên Tirkîyeyê hate girtin û evro jî di van hilbijartinên şehridarîyê da, bi DEHAP (Partîya Demokratîk ya Xelk), SHP (Partîya Xelk ya Sosyaldemokrat), ÖDP (Partîya Azadî û Piştgirîyê), EMEP (Partîya Rencê), ÖP (Partîya Azad) û SDPyê, (Partîya Demokrasîya Sosyalîst), firehtir tête domandin, ku ev encame jî hem pozîtîv, hem jî rast e. Divêt di tifaqên digel hêzên demokrasîxwaz yên Tirkîyeyê da kompleks neête nîşan dan. Di nav tixûbên ”fermî” yên Tirkîyeyê da, hêza azadîxwaz û demokrasîxwaz ya dînamîk, xurt û pêşeng, bizava neteweyî ya xelkê Kurd e. Kurd vê pozisyona xwe divêt bi kompleksan zeîf nekin. Per û baskên bizava azadîxwaz û demokrasîxwaz ya xelkê Kurd fireh û mezin in, ku hêzên demokrasîxwaz yên Tirkîyeyê jî li bin bicivînin. Çu tifaq bi dilê tifaqdaran nînin. Her ”kes”, her ”alî” tawîzan, -helbet di tixûbê mumkun û maqûl da-, dide ku tifaq pêkbêt. Gotina ”tawîz”ê, ne gelek sempatîk e, lê kilîlê tifaqan jî ew e! -divêt "tawîz" û "teslîmîyet" neête têkilav kirin, çiku di teslîmîyetê da tifaq nîne!-  Ji ber hindê, tifaqa ji bo 28ê adarê hatîye danan, divêt neête zeîf kirin, tam berevajî bête xurt kirin. Standardek di hilbijartinên şehridarîyê yên 1999ê da hatibû bi destêxistin û li nêzîkî 35 bajêr û bajêrkên Kurdistanê û navçeyek jî li diasporayê, şehridarî namzetên Kurdan kar kirin û bûn şehridarên bajêrên xwe. Bi wê tabloyê, seda 60ê nexşeyê Kurdistanê hate yêk renk kirin. Hingê HADEP bû û sembola wê pelatînk bû ku piştî hilbijartinan ew meydana mezin ya Kurdistanê bibû ”gelîyê pelatînkan”. Di wê hilbijartinê da nêzîkî seda 5 rehî hatibûn wergirtin, ku cara pêşîn bû, partîyeke potansîyelen Kurd, li Kurdistana Bakur di meydaneke hind fireh ya homojen da şehridarî kar dikirin û legal seda 5 rehî tînan, ku ew encam wekî plebisîtekê bûn. Kurdan bi wê hejmarê xwasteka xwe ya, welatê xwe îdarekirinê, nîşanî yar û neyaran da û hem Ewrûpayê, hem jî Amerikayê ew encam wekî li qedera xwe xudanderketina Kurdan mana kirin. Ji wê hilbijartinê were, îdareya şehridarîya wan bajêr û bajêrkan di destê Kurdan da ye. Di vî midehê pênc salan da çi kirin, çi nekirin ji bo xelkê xwe, ji bo welatê xwe, ji bo îdealên xwe, dê piştî van hilbijartinên 28ê adarê, bi wergirtina rehî û şehridarîyan kivş bibe. Ev pênc sal in ku Kurdên ku li îdentîtêta xwe ya neteweyî û polîtîk xwudan derdikevin, li şehridarîyan xwudan desthilat in. Kiryarên wan yên baş û nebaş dê di hilbijartinan da bêne pîvan û kêşan û fatûra dê wisa bête birîn.-Bihakirin û sengandina kar, xebat, çalakî û kiryarên şehridarên DEHAPê, mijareke bi serê xwe ye, lewma di çarçoveya vê nivîsarê da li ser naête rawestan-. Ev hilbijartine, hem ji bo polîtîka şehridarîyê, hem ji bo polîtîka xwe îdare kirinê, hem jî ji bo polîtîka bi giştî li bihayên neteweyî derketinê, dê kaxeza turnusolê be ji bo hêza xwudan desthilat ku legalen DEHAP e û meşrûen jî tradisyona PKKê ye. Limîta rehîyên 1999ê, seda pênc, yên 2002ê jî seda 6 û nîv bûn. Heke DEHAPê, tradisyona PKKê û tifaqa ”Yêkitîya Hêzên Demokratîk” ketin bin seda pêncê, eve hingê encameke ne serkevtîye bo wan û helbet polîtîken dê bedelê vê sernekevtinê bidin. Heke ji limîta hilbijartinên 2002ê, anku ji 6 û nîvê borîn, eve tête manaya serkevtinê ku hem bizava neteweyî ya xelkê me, hem jî bizava demokrasîxwaz ya Tirkîyeyê dê ji vê encamê qazanc bike. Em hêvî dikin ku, DEHAP, tradisyona PKKê û ”Yêkitîya Hêzên Demokratîk” di van hilbijartinan da encameke gelek serkevtî bi dest ve bînin û ji hejmara 1999ê zêdetir şehridarîyan kar bikin. Belêm ji bo vê armancê divêt xebateke berfireh, xurt, aktîv û dînamîk bête kirin.

Li vê derê divêt pirsa SHPyê dîsa ve bête destnîşan kirin ku hejmara rehîyên Kurdistanê û yên Kurdên diasporayê, hem istatistîken, hem jî polîtîken dê ji bo SHPyê bêne nivîsîn û navê wê mezin bikin. Kurdan ji salên 90î were, di warê legal da tradisyonek dabûn dest pê kirin û bi navên ”notr” jî be, potansîyelen partîyên xwe ava kiribûn û bi wê hebûn û îdentîtêtê ji xelkê xwe legalen du milyon rehî werdigirtin. Wan rehîyan, di meydana navneteweyî da ji bo pirsa xelkê Kurd û Kurdistanê ya li Tirkîyeyê, rola plebîsîtê dileyist, ku bi serê xwe destkevteke mezin bû. Di vê hilbijartinê da, ji wê tradisyonê gavek paşve tête avêtin ku eve ji bo Kurdan hem bedelekî giran e, hem jî  tawîzeke mezin e. Divêt neête ji bîr kirin ku ew taybetîya karakterîstîk, ya HADEP û DEHAPê, anku potansîyelen Kurdbûna wan, rê li ber ”enternasyonalîzebûn”ê vekir û ewil HADEP, paşê jî dewsgira wê DEHAP bûne endamên ”Enternasyonala Sosyalîst” ku yêk ji mezintirîn û bi prestîjtirîn klûbeke sosyalîst û sosyaldemokratên cîhanê ye! Heke ev karakterîstîka xwumal hate berze kirin, hingê ev çeperê li meydana navneteweyî, endametîya ”Enternasyonala Sosyalîst” dê bikeve nav tehlîkeyê. Vê klûbê, HADEP û DEHAP ji ber potansîyela îdentîtêta wan ya xwumal, -anku Kurdbûna wan-, hilgirtine nav xwe. Dîsa divêt neête ji bîr kirin ku CHP jî, ji Tirkîyeyê, -ku partîyeke sosyalşovenîst e-, endama ”Enternasyonala Sosyalîst”e û DEHAP, anjî partîyeke dî ya orîjîn Kurd, divêt vê sandelîya li platformeke navneteweyî ji dest bernedin, wê destkevtê biparêzin. Eve jî tinê bi domandina îdentîtêta xwe ya xwumal dibe. Berzekirina wê statû û pozisyonê, gelek aşkera dê bêberpirsiyarîyeke mezin be.

Di encam da; ji nav lîsteya SHPyê, bi nav û îdentîtêta SHPyê ketina hilbijartinan ya namzetên DEHAPê, şaş bû. Lê gav hatîye avêtin û ji ber berjewendîyên neteweyî, ji bo parastina destkevtan, ji bo rênedana têkvedanê, divêt bête destek kirin. Pêkînana tifaqa ”Yêkitîya Hêzên Demokratîk” gaveke rast e û divêt digel wê şaşîya ku di nav lîsteya SHPyê da ketina hilbijartina jî, ev hevkarîye bête xurt û mezin kirin, ku ji hejmara şehridarîyên berê zêdetir şehridarî bêne bi destêxistin, anjî qet nebe yên heyî bêne parastin!

ROJAN HAZIM

Adar 2004

serî