Întervûya
digel edîtorê giştî yê
Medya
TVyê,
ROJAN HAZIM
”…
Derketina organên weşangerîya Kurd, bi giştî û piranî ve encama
refleksa neteweyî û civakî ye. Ji vî alî ve, ji dezgehên çapemenî û weşangerîya
li cîhanê û ji şertên hebûna wan, cudatir e. Ev taybetîye di Med TV
û Medya TVyê da aşkeratir û konkrettir in. Med TVyê, nuqteya dawîyê
dana dûv van riberizên li ser ”hebûna ziman, mûzîk û kultura Kurdî” yên
dewleta Tirkîyeyê, ku evro hêj jî didomîne. Med TV, dawî li direwên fermî
û gevezetîyên serdest û entelektuel îna. Kurda cara pêşîn bi sîstemekî
ku serdest nikarin rê li ber bigirin, xwe îfade kirin û dengê xwe gihandine
xelkên dî. Di vê xalê da, inkara dewleta Tirk şkesteke micid xwar û piştî
vê şkestinê jî bi hemû hêza xwe ve, ji cepheyên polîtîk, ekonomîk
û dîplomatîkî ve êrişî Med TV û Medya TVyê kir…”
***
Ev
întervû berî ku Medya TV bête girtin, hatibû plan kirin û pirs jî hatibûn
şandin. Belêm, bêşansî em bêjin, tam di wê demê da ew biryara
polîtîk ya di bin kirasê ”huqûqî” da ji alîyê dadgeha bilind ya
Fransayê ve hate dan û 12ê Sibatê Medya TV hate girtin. Êdî, piştî vê
biryara neheq û bêdad, amadekirina vê întervûyê giringtir û hewcetir dibû.
Ji ber ku, Med û Medya TV, çirîskên pêşîyê yên medyaya bînahîyî
û elektronîk ya Kurdî bûn. Di wê atmosfer û konjonktûra girtina Medya TVyê
da, me ji berpirsiyarê Medya TVyê tika kir ku bi bêhna fireh bersivan
bidin û binasên girtinê jî li ser bersivan zêde bikin. Ferda Çetîn, piştî
ku xwe ji karûbarên xwe sivik kir, bersiv şandin. Belêm bersivdan kete
nav wî demê ”rawestandina weşanê”, ku demekî ”li ser devê kêrê”
bû, demekî ”navbirî” bû. Li milekê realîteyeke konkret li ber çavan bû,
bêdadî jî be, ”polîtîken” Medya TV hatibû girtin, lê li milê dî jî
Medya TV bi tradisyona xwe ve dihate jîyandin, ku evro jî dijî. Lewma, me jî
formê pirs û bersivan di çarçoveya ”demê niha û yê borî”da parast.
Ji xwe mexsed li ser Medya TVyê agahdarbûn û agahdarkirin bû, ku di bersivan
da hem ”perspektîva weşangerîyê”, hem jî ”pratîka weşangerîyê”
ya Medya TV yê, hetta ya Med TVyê jî, tête dîtin. Ev întervû ji alîyekê
ve jî, bû notek ji bo dîrokê, ku li ser weşangerîya Med û Medya TVyan
û vê tradisyonê, fikreke zelal jî dide.
Medya TV, wekî dewsgira Med TVyê, di demên weşana xwe da roleke giring leyistin. Ew bûn ziman, hawar û gazîya bizava neteweyî ya xelkê Kurd. Ew stêrên pêşeng yên weşangerîya bînahîyî û elektronîk ya Kurda bûn. Wan rê vekir û piştî destpêka wan, TVyên dî jî yên satellîtî yên Kurdan vebûn. Med û Medya TVyan, di weşangerîya bi giştî Kurdî da roleke şoreşî leyistin. Ew di esmanê sahî yê Kurdistanê da stêrên geş bûn. Dewleta Tirkîyeyê bi hemû leyiz û desîseyên dijminane, ew dane girtin, lê nikarî ronahîya wan tarî bike. Ew li ber perê esmanê sahî yê Kurdistanê hêj jî dibiriqin. Li tenişta wan, stêrên dî rêz bûne û cîhana bîr û hizirî ya xelkê Kurd geş dikin. Esmanê Kurdistanê, bi Med û Medya TVyan, Kurdistan TV û Kurdsatan, Mezopotamya TVyan û nihe jî bi stêreke dî ya biriqî, bi Roj TVyê ve xemilîye. Stêrên geş û biriqî çu cara ji esman narijin. Xwûşkên Med û Medya TVyan, -(Gerçî Kurd zêdetir ”bira” dibêjin, lê vê carê bila ”wekhevî” pêkbêt!)-, Kurdistan TV, Kurdsat, Mezopotamya TV û Roj TV, gelek jînde û dînamîk, rola xwe ya ragihandin, têgihandin, serwextkirin, zana û agahdarkirina xelkê Kurd didomînin. Ew, -bi hemû ”fermîyetên” xwe ve jî bin-, herweha deng, hawar, gazî, ziman û huvîyeta xelkê Kurd in û bi vê mîsyonê weşanên xwe didomînin. Ew pencereyên xelkê Kurd in ku vedibine cîhana xelkên dî. Xelkê Kurd bi van pencereyan xelkên dî yên cihanê dibîne û xwe bi wan dide dîtin û zanîn. Di gihiştin û pêşveçûna bîr û hizirên neteweyî da, di prosesa netewebûna modern û avakirina binaxeya dewletbûnê da, rola TVyên Kurdî gelek e. Bi avakirina van dezgehên ragihandinê, xelkê Kurd nîşanî yar û neyaran da, ku ew bi hêz û şiyana xwe dikarin organên dewletbûna xwe ava bikin û biafirînin. Xelkê me, bi rêya van TVyan li çarnikarê welat û dinyayê haj xwe û dorberê xwe dibe, hişyar dibe. Ji bo paşerojê, xîmê dewleta serbixwe û neteweyî ya Kurdistanê bi van kar û xebatan saxlem dibe, dîwarekî qaîm li ser vî xîmî bilind dibe. Ji xwe ew bi xwe jî koçên pîramîdê dewletbûnê ne. Van kar û xebatan bi teknîka satellîtî ji 1995ê pêve dest pê kir ku gava pêşîn, wekî maka Medya TVyê, ya Med TVyê bû. Digel hemû kêm û kasîyan, Med û Medya TVyan, bi rûyekî spî xizmeteke bi xêr û bêr kirin, di vî warî da tecrubeyek ava kirin û rê li ber dewsgirên xwe xweş kirin. Nihe cîhana medyaya bînahîyî û elektronîk ya xelkê Kurd, bi TVyên heyî roj bi roj pêşdikeve, zengîntir dibe. Em hêvi dikin ku hejmara TVyên Kurdî zêdetir be... Xelkê Kurd, di warê medyaya bînahîyî û elektronîk da, çirîskên xwe yên ewil, bînahîya çavên xwe yên pêşîyê, Med û Medya TVyan ji bîr nake, dê rêz û vîna xwe herdem biparêze û wan bi bîr bîne.
Em
li jêr întervûya digel koordînatorê giştî yê Med û Medya TVyan,
Ferda Çetîn pêşkêşî we dikin. Çetîn, di bersivên xwe da, agahîyên
giring û ronker dide. Em jî vê întervûyê bêyî komentar herwekî xwe diweşînin
û dîyarîya bîrînana Med û Medya TVyan dikin.
ROJAN
HAZIM
Sibat
2004
***
Digel
ku em we nas dikin, lê axir bi gotina klasîk, hûn dixwazin, bi kurtî jî be,
xwe bidin nas kirin?
Ferda:
Ez
li sala 1960ê li navçeya Baskilê ku girêdayî Elezizê ye, hatime dinyayê.
Min Fakulteya Huqûqê ya Unîversîteya Stanbolê xilas kir. Çar sala awûkatî
(parêzerî) kir. Li sala 1992ê seredîtorîya heftenameya Yeni Ülke (Welatê
Nû) û edîtorî û rêvebirîya rojnameyên Özgur Gündem (Rojeva Azad) û Özgür
Ülkeyê (Welatê Azad) kir. Sala 1995ê mecbûr mam ku terka welat bikim. Min
1998ê li Med TVyê, 1999-2000ê jî li rojnameya Özgür Politikayê (Polîtîka
Azad) koordînatorîya giştî ya weşanê kir. Li salên 2002 - 2004ê,
(heta hatîye girtin), jî koordînatorîya weşana giştî ya Medya TVyê
bi cih îna.
Hûn
dikarin behsê maceraya damezrîna Medya TVyê bi kurtî jî be bikin? Ez bêjim
TVyên satellîtî yên ewil yên cîhana Kurd, Med-Medya TV bûn, ma ne wisa ye?
We boçi hewcehî bi vê aparatê dît?
Ferda:
Di
çapemenîya Kurdî ya li çar paçeyan derketîye meydanê da, di sedan weşanên
nivîskî da, di radyo û televizyonan da, mirov dikare bêje ku armanceke hevpişk
û hissîyateke kolektîv pêkhatîye. Mirov herwisa dikare bêje ku, eve dijî
polîtîkên serdestan ya red, inkar û asîmîlasyona li Kurdistanê, armanca
xelkekê ya ji bo jîyandin û domandina bêyî rawestan ya ziman, kultur û
xwebûnîya neteweyî ye. Derketina organên weşangerîya Kurd, bi giştî
û piranî ve encama refleksa neteweyî û civakî ye. Ji vî alî ve, ji dezgehên
çapemenî û weşangerîya li cîhanê û ji şertên hebûna wan,
cudatir e. Ev taybetîye di Med TV û Medya TVyê da aşkeratir û
konkrettir in. Med TVyê, nuqteya dawîyê dana dûv van riberizên li ser
”hebûna ziman, mûzîk û kultura Kurdî” yên dewleta Tirkîyeyê, ku evro
hêj jî didomîne. Med TV, dawî li direwên fermî û gevezetîyên serdest û
entelektuel îna. Kurda cara pêşîn bi sîstemekî ku serdest nikarin rê
li ber bigirin, xwe îfade kirin û dengê xwe gihandine xelkên dî. Di vê xalê
da, inkara dewleta Tirk şkesteke micid xwar û piştî vê şkestinê
jî bi hemû hêza xwe ve, ji cepheyên polîtîk, ekonomîk û dîplomatîkî
ve êrişî Med TV û Medya TVyê kir. Mirov dikare bêje ku, ji sala 1995ê
pêve, yêk ji armanc û hetta yêkemîn armanca dîplomasîya dewleta Tirk,
girtina van televozyonan bûye. Bi giştî Kurd û bi taybetî jî
tradisyona Med TVyê, piştî hinde têkoşîn, komerî û tecrubeyan
nikarin bêne asteng kirin. Di prosesa sivîlîzasyona mirovahîyê da, jîyana
xelkê Kurd ya bi rengê xwe, ziman, kultur û huvîyeta xwe, çend xwezayî û
mafekî pîroz be; hebûna medyaya Kurdî jî, wekî encama vî mafê xwezayî,
hind meşrû û pêdivî ye.
We
nav û logoyên Med û Medya TVyan çawa hazir kirin? Boçi ev nav û ev logo?
Ferda:
Navên
Med TV û Medya TV, xwudanên eynî orîjîn û kanê ne. Med, di dîrokê da yêk
ji sivîlîzasyonên herî giring in, ku bûyne dewlet. Medya di eynî demî da
tête manaya welatê ku Kurd lê dijîn. Xelkek heke polîtîkên îmha û inkarê
heta nîveka hestîyên xwe bijî, ma ne normal e ku, di warê çapemenî û weşangerîyê
da, aîdîyeta xwe di dereceya herî bilind da îfade bike û herweha hewcehîya
bi kar înana sembolên xwe bi aşkerayî his bike? Di rengên herdu
televizyonan da jî cihekî taybetî yê rengên zer, sor û kesk hene. Ev renge
di logoyan da jî hatine bi kar înan. Sembolek, heke yên ku te inkar dikin,
wekî mocekî (boxe) ku sorî dibîne, har, hêc û travmatîk bike, di eynî
demî da şabûn û keyfeke mezin bide we, hem înadeke rast e, hem jî tercîheke
aqilane ye. Di encam da, bêtehemmulîya dewleta Tirk ya li beramberî van hersê
rengan û rika xelkê Kurd ku hemû meydanên jîyanê bi van hersê rengan ve
xemilandin, helbet bûne logo û sembola dezgehên herî giring yên xelkê Kurd.
We
kengî dest bi weşanên test û normal kir. Weşanên testê dirêj kêşa?
Ferda:
Ji
bo herdu televizyonan jî demên dirêj yên testê nehatin vebirîn. Ez bêjim,
herdu televizyona jî du mehan weşana testê kirin.
Di
destpêkê da we çend seet weşan kir û berî girtinê çend seet weşan
dikir?
Ferda:
Medya
TVyê bi 12 seetan dest bi weşanê kir. Berî ku bête girtin jî 13 seetan
weşan dikir.
Weşanên
we çend seet zindî, çend pakêt bûn?
Ferda:
Seda
30ê weşanên Medya TVyê zindî bûn. Eve bi giranî panelên riberizê,
programên mûzîk û şahîyê bûn.
Malîyeta
weşangerîya TVyê divêt giran be. Rewşa fînansal ya we çawan e, hûn
reklaman werdigirin?
Ferda:
Medya
TV, bi zêdehî ve, bi hevkarîya xelkê Kurd, ya wexfên ku xizmeta ziman û
kultura Kurdî dikin, hatina reklaman û firotina program û dokumanterên arşîvê
mesrefa xwe derdêxe. Televizyon, li goreyî şertên em têda, hatineke baş
ji reklaman werdigire.
Rêvebirin
û îdareya we çawa dibe, ez bêjim TVya we, dezgehekî fîrmaya prîvatî ye,
ne wisa? Di îdareya we da sîstemekî kolektîv û demokratîk heye, an tarzekî
hîyerarşîk û sentralîst?
Ferda:
Televizyona
me herwekî emsalên xwe tête di rê birin. Hem organekî ku ji tevayî dezgehî
berpirsiyar, hem jî organekî ku tinê ji rêvebirina îdarî ve berpirsiyar
heye.
Di
nav xebatkarên we da rewşa profesyonelî û amatorîyê çawan e?
Ferda:
Di
nav xebatkarên me da yên ku perwerdeya rojnamegerîyê dîtî û xwudan
tecrube jî hene, yên ku cara pêşîn di televizyona me da dest bi
rojnamevanîyê kirî jî hene. Mirov
dikare bêje ku di hejmara herdu cûnan da terazîyek (balansek) heye. Di warê
teknîka deng, ronahî û rejîyê da jî herwisa ye.
Angajmana
polîtîk ya TVyê heye? Heke hebe, hûn terazîya wê çawa radigirin?
Ferda: Helbet xeteke îdeolojîk û polîtîk û girêdayî vê jî tercîhên televizyona me hene. Dîtina wê ya li ser cîhanê, rojhilatanavîn û Yêkitîya Ewrûpayê net e. Maf û azadîyên kesane, biratîya xelkan, azadî û wekhevîya wan, termên aştî û demokrasîyê, wekî çarçoveyeke îdeolojîk û polîtîk di Med û Medya TVyan da giranîya xwe hergav parastin. Ji bo vê çarçoveyê, her gav û sanîyeyê hewcehî bi kontrol û îdarekirinê nîne. Xebatkarên me, edîtorîya me û hemû komisyonan ev çarçoveye di zihna xwe da baş gihandine û bi cih kirine. Ji ber hindê, pîv û terazîya wê xwe bi xwe tête dîtin û ragirtin û xwe diafirîne.
TVya
we, di weşangerîya xwe da çend fermî, çend sivîl e? Hûn tixûbê fermîyet
û sivîlîyetê çawa tesbît dikin? Hûn çend otonom in beramberî fermîyetê?
Ferda:
Riberizên
li ser “bêalîtî” û “serbixwetî”ya organên çapemenîyê ji berê
were hatine kirin. Hêj jî dom dike ev riberize. Lê belê, li ser rûyê erdî
çu organên weşanê ne bêalî ne. Bixwaze
jî nikare bibe. Di jîyanê da, polîtîkê da, kultur û hunerê da, di lênêrînên
dorberê da, di ravekirina termên terorîzm, meşrûîyet, aştî û
demokrasîyê da bêalîtî çawa nabe, organeke weşanê ya bêalî jî
nabe. Organeke weşanê boçi tête damezrandin? Bêşik ji bo armancekê,
bo weşangerîya ku xizmeta armancê bike. Ji ber hindê, lênêrîna Medya
TVyê ya li ser pirsgirêkên giştî yên mirovahîyê û çareserîya
pirsgirêka xelkê Kurd, xeta polîtîk û weşangerîyê gelek vekirî û
net e. Di vê yêkê da, tagîra têkoşîna azadîyê ya Kurd e. Belêm, ev
„tagîrî“ye, naête manaya ku ji alîyê organîk ve girêdayî rêxistinê
be, wekî xelekeke rêxistinê kar bike û li goreyî program û destûra rêxistinê
weşangerîyê bike. Xebatkarên Medya TVyê, edîtorên wê, komîteya weşanê,
xet û huvîyeta wê dizanin, lewma bi zanahî tevî karûbarên Medya TVyê bûne.
Ji ber vê çendê, têkilîyên di nav karûbar û xebatê da, ne li ser
balanseke wekî devê kêrê ne û herweha ne jî her meh, her heftî û heroj têne
kontrol kirin û destwerdan lê dibe.
Otorîteya
tek û tinê ya ku ji xeta Medya TVyê, polîtîka weşanê,
amadekirina programan, danana programên nû anjî rakirina wan berpirsyar, komîteya weşanê
û rêvebirîya TVyê ye. Di polîtîka weşana me da, prensîbên me yên
giştî yên li ser weşanê û muştereka asgarî ya xebatkarên me,
zelal e. Li pirs û pirsgirêkên bi giştî mirovahîyê, xelkê Kurd û
tevahî bindestan xwudan derketin; avakirina kultureke pêşkevtî ku di
pratîkê da gotinên aştî, azadî, wekhevî û dadîyê, realize bike û
van hemûyan bi weşangerîyeke ku ji prensîbên unîversal pêkhatî, bi
cih bîne... Ji ber hindê, Medya TV, di amadekirina xeta weşanê, naveroka
programan, mijarên ku li ser bêne axivtin û aktuelkirina wan da, hindî hûn
bêjin rehet û azad e.
Di
nav programên we da para weşanên li ser mijarên sosyal, kulturî, hunerî,
folklorî, aktuel, magazînî, nûçe û polîtîk seda çend in?
Ferda:
Di
Medya TVyê da, para programên polîtîk, aktuel û riberizî seda (%)17 ye. Nûçê
û programên nûçeyî %26, yên kulturî, hunerî û mûzîkî %28, programên
biçûkan (zarokan) % 8, programên perwerdeyî % 8 û yên danasîn û reklaman
jî % 13 ne.
Zimanê
sereke û fermî yê TVyê Kurdî ye, ne wisa?
Ferda:
Belê,
Kurdî ye.
Hûn
kîjan zaravayên (diyalekt) Kurdî bi kar tînin? Çend, anku para wan seda çend
e? Hûn terazîya (balansa) di navbeyna karînana zaravayan da çawa û bi kîjan
krîteran radigirin?
Ferda:
Bi
giranî zaravayên Kurmancî, Soranî û Zazakî û carna jî Hewramanî û Lorî
bi kar dihat, belêm para wan seda çend bû, rastî nikarim agahîyeke net
bidim.
Hûn
zimanên kêmanîyên dî yên etnîk yên li Kurdistanê bi kar tînin? Çend
û di kîjan programan da?
Ferda:
Di
Medya TVyê da, %1.5 Erebî, %3.25 Suryanî bi kar hat.
Hûn
bi kîjan zimanên biyanî programan çêdikin? Çend
û di kîjan programan da?
Ferda:
Di
Medya TVyê da, demekî kurt bi Ingilîzî nûçe hatin xwandin, wekî dî bi çu
zimanên ewrûpî weşan nehat kirin.
Bi
taybetî para weşana bi Tirkî seda çend e? Heke
para sedê bilind be, boçi?
Ferda:
Weşana
bi Tirkî %18 bû. Evê tekabulî nûçe û programên polîtîk û riberizî
dikir.
Çend
kes kar dikin di TVyê da? Para jin û mêran çawan e di nav hemû xebatkarên
we da?
Ferda:
Nêzîkî
200 (du sed) kes kar dikin û ji wan jî 70 kes jin in.
Kalîteya
weşana we çawan e? Hûn bi xwe jê razî ne?
Ferda:
Di
naveroka weşana me da ”kalîte” çu cara ne besî ye. Di nav programên
ku em di weşînin da, di branşên sînema, tiyatro û sporê da em
dizanin ku, em di sewîyeyeke gelek nebesî da ne. Me wekî komîteya weşanê
bi xwe jî tesbît kirîye ku weşanên me yên heyî yên ji bo zarok û
ciwanan nebesî ne. Belêm,
ji ber ku em ji derveyî Kurdistanê weşanê dikin, lewma ji serûkanîyê
dûr bûn digel xwe pirsgirêkan jî tîne. Hergav dest nade ku xwe bigihînin nûçe
û bûyînan. Lê belê, weşanên me ji alîyê dîzayn, dekor, ronahî,
deng û dîmenî ve li goreyî standardên giştî ne û eve jî nîşan
dide ku em weşangerîyeke bi kalîte û profesyonel dikin.
Rewşa
bînerî çawan e? Li ser vê yêkê
lêkolîneke we heye? Reaksiyonên bîneran yên negatîv û pozîtîv di çi
dereceyê da ne? Hûn
van reaksiyona çawan dipîvin? Bi giştî têkilîyên we digel bîneran di
kîjan sewîyeyê da ne?
Ferda:
Li
ser para sedê ya bînerîyê da anketeke me nîne û em ji lêkolîneke zanyarî
ya dezgehekî dî jî ne agahdar in. Belêm, em dikarin bêjin ku di hejmara bînerên
TVyan da, hejmara yên Medya TVyê gelek bilind e. Di destê me da lêkolîneke
veşartî ya ku RTÜK (Rêvebirîya Bilind ya Radyo û TVyan ya Tirkîyeyê)
û Mudurîyeta Giştî ya Emnîyetê bi hev ra kirî, heye. Vê lêkolînê
di çapemenîya Tirkîyeyê da cih girt. Di vê lêkolînê da tête kivş
kirin ku li Kurdistana Bakur bi gelekî ve Medya TV tête seyir kirin; bi roj
%40, bi şev jî %60 tête seyir kirin ku ev pare bilind in û ji alîyê weşana
TVyekê ve parên mukemmel in. Eve tête manaya ku em li ser rêyeke rast in, weşangerîyeke
baş dikin ku eve ji razîbûna bîneran jî xuya dibe.
Profîlê
bînerên we çi ye? Kîjan grûbên sosyal, jî (emir), cinsîyet zêdetir
seyir dikin?
Ferda:
Em
nikarin bersiveke rast û zanyarî bidin, ji ber ku di destê me da agahîyên
bi lêkolîneke zanyarî hatine peyda kirin, nînin.
Tesîra
TVyê ya li ser jîyana rojane ya li Kurdistanê çi ye? Li ser vê yêkê tesbîteke
we heye?
Ferda:
Bi
bersiveke kurt li ser tesîra TVyê ya li ser jîyana rojane rawestan, ya rastî
ne mumkun e. Heke bi kurtebirî bête gotin; em bi vê fonksiyonê, realîteya
çar parçeyî ya welat û neteweyekê, hem tînin bîra xelkê Kurd, hem jî
hemû dinyayê. Digel vê yêkê, zengînî û delalîya ziman û kultura Kurdî
gelek bi konkretî, herwekî ji nû ve tête jîyandin. Digel têkoşîna
neteweyî, li zimanê Kurdî (bi hemû zaravayên xwe ve) hate xwudan derketin,
ku bi salan e tête inkar û asîmîle kirin. Xizmetên li ser pêşve
birina ziman yên di warên gramatîk, rast karînan û bingehên zimanî da, bi
serê xwe pêknaên. TVyê
ev xizmete da. Gelek aşkera ye ku Med û Medya TVyan di zengînkirin û karînana
hevrayî ya zimanî da xizmeteke mezin kirin. Paşê, dewletên serdest bi
salan hebûna dîrok, kultur û tradsiyonên xelkê Kurd û Kurdistanê an inkar
kirin, anjî berevajî û serûbin kirin. TVyên me di vî warî da jî xebateke
micid kirin ku rastîyê bidine zanîn.
Hûn
raman dikin ku TVyê ji alîyê Kurdistana Bakur ve mîsyonekî taybetî heye?
Heke hebe, weşanên we yên bi zimanê Kurdî bes dikin û herweha tesîreke
xurt heye û têrker in?
Ferda:
Mîsyonê
herî giring yê TVya me, di warê ziman da, bi programên perwerde û nûçeyan
ve fonksiyona ”dibistanê” dît. Belêm, heke mirov berê xwe bide karên ku
hatine kirin, me dikarî sîstematîktir, zanyarîtir û herweha bi plantir
programeke perwerdeya zimanî çêkin. Di vê xalê da em kêm man. Em ne amade
bûn, di vî warî da nû bûn, ji ber hindê jî tiştê ku me dikarî baştir
bikin, pêknehat. Lê belê, tiştên ku hatine kirin jî divêt biçûk neêne
dîtin, karên giring hatin kirin. Weşankirina bi Kurdî hema bi serê xwe,
mîsyonek e. Di herdu TVyan da jî, -Med û Medya TV-, zimanê bingehîn û
sereke Kurdî bû. Programên bi Kurdî ji alîyê hejmar û para sedê ve têrker
bûn. Belêm,
di warê programên zarokan da bi rastî jî em gelek kêm man.
Perîyodên
plankirina programên we çawan in? Hûn programan li goreyî demê nêzîk, navîn
û dûr plan dikin? Heke hewcehî bi programên “lezîn” bû, krîtera
“lezînîyê” çi ye?
Ferda:
Li
tenişta programên me yên rojane, programên hefteyî, 15 rojî û mehane
jî hene. Bo nimûne, di Medya TVyê da programên Sêla Sor û Lênêrîna Rojê,
rojane, Pelge û Werçerxan, hefteyî, Panela bi Erebî, mehane bûn. Ji bilî
van me programên taybetî ”lezîn” nînin. Heke bi rastî jî bûyerên
”lezîn” rûdan, em di nav nûçe û programên rojane da bi kar tînin, anjî
bi formata ”Programa Taybetî” programekê li wê rojê çêdikin.
Hûn
di fîlm, rêzefîlm û fîlmên karton da zimanê Kurdî çawa bi kar tînin?
Wergêr, dublaj û binnivîsê bi kar tînin? Xebatên we yên fîlmên yêkser
bi Kurdî hene?
Ferda:
Hindî
ku imkan dest didin, em hersê zaravayên Kurdî bi kar tînin. Di dublaja fîlmên
me bi xwe da pirsgirêkek nîne. Piştî tekst hatin nivîsîn, ji alîyê
redaktorên me bi xwe ve têne serat kirin. Med TV û Medya TVyê, ji
produksiyonên xwe zêdetir, fîlmên sînemayê û dokumanter, ji fîrmayên bîyanî
kirîn. Ev materyale, pêşîyê bo Kurdî têne tercume kirin û paşê
jî têne bideng kirin. Em binnivîsê gelek kêm bi kar tînin. Ji bilî
studyoyên me yên serekî, li Swêd, Elmanya, Rusya û Tirkîyeyê jî tîmên
me yên tercume û dublajê dikin jî hene. Fîlmên me yên dokumanter û
belgeyî yên xwumal jî hene. Belêm, fîlmên dirêj yên ku me çêkirî, hêj
nînin.
Di
weşangerîya we da krîtîk û otokrîtîk di kîjan dereceyê da bi kar têt?
Ferda:
Di
TVya me da mekanîzmaya krîtîk û otokrîtîkê gele jînde û dînamîk e. Bi
ser kêmasî û nebesîyan ve hatin bi van herdu mekanîzmayan dibe. Serwîs,
komisyon û komîteyên me yên rêvebirî û weşanê, krîtîk û otokrîtîkê
her heftîyê dikin û van nebesîyan ji halê radikin.
Di
weşangerîya we da sansûr û otosansûr heye?
Ferda:
Di
weşangerîya me da prensîbên unîversal û normên navneteweyî armancên
me yên bingehîn in. Digel van prensîbên giştî, xeta weşangerîya
me bi xwe jî mekanîzmayeke xwumal ya otokontrolê heye. Her nûçe, her bûyer,
her dîmen, her program, berî ku bête plan kirin, sedased diçe ber herêkirina
komîteya me ya weşanê. Piştî hatin amade kirin jî, ji bo biryara
weşandin an neweşandinê diçe ber komisyona pêve mijûl û li ser wê
jî komîteya weşanê heye. Bi kurtî, heta ku bûyînên weşandin û
neweşandinê hebin, dê mekanîzmaya kontrolê jî bivê nevê hebe.
Di
medyaya nivîskî û bînahîyî da mekanîzma, anjî organekî ku normên etîkî
kontrol bike heye? Hûn di weşangerîya xwe da vê yêkê çawa dikin?
Ferda:
Li
Kurdistan û derveyî welat, ji bilî organên weşanî, hindek dezgehên
rojnamevanî di nav kar da ne. Belêm, ev organ û dezgehên heyî bi van
fonksiyon û pozisyonên xwe ve ji bo kontrolkirina medyayê ne otorîte ne.
Ji
bilî we çend TVyên satellîtê hene li Kurdistanê? Têkilîyên
we digel yên heyî hene, heke hebin di çi sewîyeyê da ne? Hûn raman dikin
ku danûstandina weşanî digel hev bikin û herweha di rojên neteweyî da
weşana zindî bi hev ra bikin?
Ferda:
Ji
bilî Medya TVyê, Mezopotamya TV, Kurdistan TV û Kurdsat TV, wekî TVyên ku
Kurdan damezrandine û bi rê ve dibin, weşanê dikin. Ev TVye bi rêya
satellîtê di meydana navneteweyî da weşanê dikin. Ji bilî van, hindî
ku em dizanin, gelek TVyên ku weşana lokal jî dikin hene. Digel hemû TVyên
Kurdan, me mîrate û bihayên hevrayî hene. Mixabin ku heta evro jî di
navbeyna TVyên Kurdan da mirov nikare ji têkilîyeke herî kêm jî behs bike.
Me wekî Medya TV, hergav xwast ku di navbeyna TVyên Kurdan da têkilî hebin
û ji tecrubeyên hevdu istifade bikin. Di vî warî da, daku bibe destpêk, me
rêvebirîyên van TVyan, ji bo rojên taybetî û pîrozîyan bi fermî
vexwandin. Belêm, mixabin ku wan TVyan ne bersiva me dan, ne jî ji alîyê wan
ve vexwandinek hat. Me hergav xwast ku têkilîyên me hebin û pêşve
bibin. Bi
rêya we em vê daxwaza xwe dubare dikin. Em hazir in ku têkilîyan danin,
hevkarîya hevdu bikin û ji bo amadekirina projeyên hevrayî jî pêkve kar
bikin.
Polîtîkên
weşanîya TVyên Kurdî, tarzê rêvebirîya wan, rewşa fînans û têkilîyên
wan ji hevdu cuda ne. Hewce nake ku ev ferq û cudahîyên heyî, bêne
wekhevkirin, ku ji xwe ne mumkune jî. Hingê ev organên me yên weşanê,
digel van heyî û hebûnên xwe yên cuda ve jî dikarin di nav têkilîyan da
bin. Bêyî qeyd û şert dikarin xebat û karûbarên hevrayî pêkve bikin.
Berî her tiştî, ji bo pêşvebirina ziman û zaravayên Kurdî, bo
derêxistina hemû reng û heyîyên kultur, mûzîk û folklora Kurdî projeyên
hevrayî dikarin bêne kirin. Di
warê zanîn, tecrube û programan da jî dikarin danûstandinê bikin. Nebûna
têkilî û danûstandina di warê rojnamevanî, perwerdeya teknîkî, transfera
eleman û zanahî û tecrubeya pratîk da, kêmasîyeke mezin e. Bi dilekî
keser û kovan dikarim bêjim ku di roja evro da, ji bilî hebûna hissîyata
dilînî pêve çu têkilîyên me digel TVyên Kurdî nînin. Lê belê, ez
bawer û hêvî dikim ku ev rewşa negatîv, di rojên pêşîya me da dê
ji halê bêne rakirin û têkilîyên germ dê bêne danan.
***
Pirsa
li ser girtina Medya TVyê
Mixabin
ku Medya TV jî hate girtin. Hûn dikarin li ser binasên vê encamê jî
rawestin? Boçi hate
girtin?
Ferda:
Med
TV û Medya TVyê, polîtîka dewleta Tirkîyeyê ya inkar û îmhayê deşîfre
kir û hemû mirovahî pê hesand, ziman û kultura xelkekê ji nû ve vejand û
rê li ber îmha û asîmîlasyonê birî. Digel vê, beramberî polîtîka
dewleta Tirk ya inkarkirina huvîyeta xelkê Kurd ya neteweyî û polîtîk, bîr
û bawerîyeke giring ya li xwe xwudanderketin û aîdîyetê jî afirand. Ev
rikeberîye di eynî demî da dihate manaya hilweşîn û îflaskirina îdeolojîya
fermî ya dewletê ya ku 80 sal e didomîne. Ji ber vê yêkê, dewletê hemû
imkanên xwe yên maddî, lobî û ticarî ji bo girtina TVyên me xerc kir. Ji
bo vê yêkê hewildanên mezin pêkînan. Van kiryarên xwe hêj jî didomîne.
Lîsansê
Med TVyê ji alîyê Ingilîstanê ve hatibû dan. Herçend di xuyayî da lîsans
û karûbarên dî yên weşangerîyê bi destê dezgehên dûrî dewletê yên
“serbixwe” bêne di rê birin jî, mixabin ku biryara dawîyê ya dewletê
bi xwe ye. Li Ingilîstanê jî dezgehê lîsansê, ITC (Independet Television
Commision), Komisyona Serbixwe ya Televizyonê ye. Vê komisyonê lîsansê Med
TVyê, tam di demê revandina Abdullah Ocalan ya bi komployeke navneteweyî,
betal kir. Ji ber hindê, qet şika me nîne ku ev biryare bi agahî û
destwerdana hukûmeta Ingilîz pêkhat. Herçend tête gotin ku ITC serbixwe ye
jî, paşê derkete meydanê ku direw e. Çiku, yêk ji koordînatorên ITCyê,
Robin Biggem, di demê li ser kar da bazirganî jî dikir. Derkete meydanê ku,
Robin Biggem, şirîk û koordînatorê fîrmaya Britishairspare (BAS) ye,
ku sîlehan difiroşe Tirkîyeyê û herweha digel ticarên Tirk jî di nav
têkilîyê da ye. Rojnameyên Ingilîstanê piştî girtina Med TVyê salekê,
ev bûyere bi navê “rezalet” weşandin û bîr û rehî agahdar kirin.
Belêm, helbet vê “rezaletê” têra nekir ku lîsansê Med TVyê paşve
bête dan. Di nav argumentên betalkirina lîsansê da, dihate doz kirin ku goya
têkilîyên TVyê digel PKKê hene û destekê dide kiryarên terorî. Ev
komisyona lîsansê, di weşana çar salan ya televizyonê da bêdeng dimîne
û paşê jî di nişkê da pêdihese ku têkilîyên televizyonê digel
PKKyê hene û destekê dide terorê! Em jî, hemû xelkê Kurd jî baş
dizanin ku ev argumente hemû pêkve direwên mezin bûn û xwudanê vê termînolojîyê
jî dewleta Tirkîyeyê û berpirsiyarên wan in.
Medya
TV jî, wekî fîrma, organîzasyon û rêvebirîyeke cuda û xweser, li Fransayê
ser li lîsansê da û 31ê Tîrmeha 1999ê dest bi weşana xwe kir. Serlêdana
wê ya ji bo lîsansê, ji alîyê Komisyona Kontrola Televizyonê ya Fransayê,
CSA, hate red kirin. Medya TVyê jî ser li dadgehê
da. Doz heta dadgeha bilind çû.
CSAyê jî di vî midehî da, li ser naverok û kalîteya weşanên me çu
krîtîk nekirin û çu hişyarî, anjî ciza nedan. Berevajî vê yêkê,
CSAyê dîtinên xwe yên li ser weşana Medya TVyê bi başî dan û
got ku wê di midehê weşana xwe da dijî prensîbên weşangerî û çapemenîyê
weşan nekirîye û rîayetî rêzikan kirîye. Dadgeha bilind, wekî li ser
dosyaya dozê lêkolîn dikir, ji komîserê hukûmetê jî rapor xwast. Komîserê
hukûmetê jî, ku karmendê otorîteya polîtîk e, raporeke pozîtîv li ser
weşana TVyê da û got ku wê çu ihlalên prensîbên weşangerîyê
nekirine û tam bereks weşangerîyeke gelek fleksîbil û pozîtîv kirîye.
Digel hindê jî, bi behaneya ku Medya TV dewsgira Med TV ye û lîsansê Med TV
jî ji alîyê Ingilîstanê ve hatîye betal kirin, ji ber van binasan lîsansê
Medya TV jî hate betal kirin.
Bi bawerîya me, ev biryare jî, herwekî biryara li Ingilîstanê, ku bi daberizîya hukûmetê hatibû wergirtin, hate dan. Gelek aşkera ye ku, dewleta Fransayê ji ber angajmanên xwe yên ticarî yên digel Tirkîyeyê, tercîha xwe dijî mafê weşangerîya xelkê Kurd bi kar îna. Çiku piştî ku dadgeha bilind lîsans betal kir, hêj du seet ser ra derbaz nebûyî weşana me hate birîn. Hewce nedîtin ku biryarê teblîxî me jî bikin. Belêm, em baş dizanin ku %65ê sermayeyê bîyanî yê li Tirkîyeyê, yê Fransayê ye. Ev têkilî û para sermayeyê dê çi qazancê bîne, em baş dizanin. Dîsa em baş dizanin ku li Fransayê nêzîkî 80 televizyon hene ku ser li komisyona lîsansê jî nedane. Gelek ji van yên xelk û kêmanîyên cuda ne û bêyî qeyd û bend û şertan weşana xwe jî dikin. Çend kirasên huqûqî li van biryara bêne berkirin û argumentên xiyalî bêne gotin jî, rastî ev e. Mafên xelkê Kurd, maf û azadîyên bingehîn, tinê dikarin tesîrê li wijdanan û hisên mirovî bikin. Belêm, paund, dolar û euro li warên dî bi tesîrtir û encamgirtir in.
Spas
ji bo bersivan.
Ferda:
Ez
jî gelek spas dikim ku we ev nêzîkahî û germahî nîşanî TVya me da
û silav û rêz.
Sibat
2004
***
Têbînî:
Li ser girtina Medya TVyê
(Ji nivîsara "Sibat û Teror - Sibat 2004")
Medya
TV 12ê sibatê hate girtin. Maka wê, Med TV jî 22ê Adara 1999ê hatibû
girtin. Girtina herduyan jî bi biryarên goya “huqûqî” hatin aşkera
kirin. Lê ya rastî, herdu biryar jî di bin kirasê “huqûqî” da polîtîk
bûn. Her di serî da dewleta Tirkîyeyê, di meydana dîplomasîya navneteweyî
da hemû “rol û giranîya” xwe bi kar îna ku van televizyonên Kurda bide
girtin. Gihişte mexseda xwe jî. Eve ji alîyê TCyê ve ne xerîb e, ji
ber ku ew dixwaze dengê Kurdanli her derê bibire, lewma ev pratîka wan ya
nemirovî tête têgihiştin! Lê belê, wekî dewletên Ewrûpî dibin
darudesteyê polîtîkên TCyê, eve balkêş dibe. Ev biryara dewleta
Fransayê jî gelek vekirî, ji ber berjewendîyên xwe yên ekonomîk û polîtîk
tawîzdana dewleta Tirkîyeyê ye. Ev tawîzdana yêk ji dewletên Ewrûpayê,
Fransayê, gelek aşkera binpêkirina normên demokratîk û bi giştî
jî krîterên Kopenhagê ne, ku Ewrûpa wan krîteran bo xwe wekî bingehên yêkitîyê
qebûl dike. Belêm, mixabin ku bi vê biryara girtina Medya TVyê, tirpanek li
huqûq, normên demokratîk, mafên azadîya bîr û raman û ya bi giştî
çapemenîyê hatîye dan. Bi vê biryara polîtîk, neheqî û bêdadîyeke
mezin li xelkê Kurd hatîye kirin. Ewrûpa bi van biryarên antîdemokratîk, rûyê
xwe reş dike, “dubilmoral”îyeke bêtixûb dike ku eve ji bo paşeroja
Ewrûpayeke bi rastî demokratîk jî tehlîkyeke berbiçav e. Esas ev biryarên
bi vî rengî, di bin kîjan kiras û navî da bêne dan bila bêne dan, ji alîyekê
ve “teroreke dewletî” ye jî. Xwudan desthilat bi van kiryarên terorîyane,
dengên opozisyonan dibirin. Belêm, mixabin tiştê ku ji me têt, tinê
protestokirina vê biryara neheq, bêdad û antîdemokratîk e. Bila rûyê wan
reş be!
Lê
cihê şahîyê ye ku ew hêzên bi navê xelkê Kurd van karên bihadar
dikin, dezgehên ragihandinê ava dikin, xwe sist nakin, li şûna yên têne
girtin, yên nû bi cih dikin û rika xebat û têkoşîna xelkê Kurd di
pratîkê da didomînin. Em hêvî dikin ku ev televizyona nû, ROJ TV, rastî
aqîbeta Med û Medya TV neêt. Lê belê, herwisa tête hêvî kirin ku, xwudan
û rêvebirên televizyona nû jî, bi berpirsiyarî rabin û rê nedin şaşî
û kêmasîyan û herweha keys nedin xêrnexwaz û neyaran.
Medya
TV hate girtin, bila rûyê TCyê, yê destekdarên wan, yê dewleta Fransayê
reş be!
ROJ
TV vedibe, -1ê Adarê dest bi weşana normal dike-, em hêvî dikin ku jîyekî
dirêj û serkevtî bibîne û bila çavê xelkê Kurd ronahî be! Keda yên
dixebitin helal be!
ROJAN
HAZIM
Sibat - 2004
***
Bo
rêvebirîya MEDYA TVyê,
Rawestandina weşana MEDYA TVyê,
biryareke polîtîk e. Ev biryare, bi navê ”huqûq”ê ji alîyê dadgeha
bilind ya Fransayê ve hatibe dan jî, hizar car polîtîk e! Dewleta Fransayê,
bi rêdana vê biryarê gelek aşkera krîterên Kopenhagê binpê kirine.
Ev biryare, xizmeta polîtîka ”antî Kurd” û ”antî Kurdistan”îya li
rojhilatanavîn û navneteweyî, dike. Eve beramberî xelkê Kurd, bêdadîyeke
nedîtî ye. Ev biryare, mafên herî pîroz yên mirov, gelek bêperwa nîne
dike. Ev biryare, di bin kirasê ”huqûq”ê da, dijî ziman, kultur, weşangerîya
azad û hebûna xelkê Kurd kiryareke terorî ye.
Em
gelek bi xurtî vê biryara terorîyane ya dijî mafê weşangerîya azad,
protesto dikin!
Yên
ku bi navê ”huqûq”ê ekranên weşana azad tarî dikin, xizmeta tarîtîyê
dikin!
Bizava
neteweyî ya xelkê Kurd ev çeperê televizyonê bi tekoşîneke bihabilind
bi destveînabû û dê bikare biparêze jî. Em hêvî dikin ku ew tradisyona
ev çeperê xurt pêkînayî, dê gaveke xurttir û pêşvetir biavêje û
ekranên televizyonên xelkê Kurd bi weşaneke saxlemtir ronahî bike.
Piştgirî
bo MEDYA TVyê!
Digel
rêz û silavan.
Med
TV: Adar 1995 – Adar 1999
Medya
TV: Tîrmeh 1999 – Sibat 2004
Roj
TV: Adar 2004 – bi hêvîya jîyekî dirêj!..