paşve

 

Felaketa Tirkîyeyê 

 

ROJAN HAZIM

 

Ji baskê polîtîk bigirin heta baskê leşkerî û baskên dî yên civata Tirk, pêkve ji bo ku paşeroja xelkê xwe, welatê xwe tarî bikin, çi ji destê wan têt dikin. Li goreyî wan hem li der û cîranan, hem jî li seranserê cîhanê çu kes bo wan ne yar e, hemû neyar in!. Belêm zehmetê nakêşin û li xwe nanêrin ka ev çenbera ”neyaran” boçi lo dor wan pêkhatîye. Tesbîteke klasîk e ji bo civata Tirk, belêm di dubarekirina wê da çu mehzûrî jî nîne; paranoya!. Eve rastîya civata Tirk e ku nexweşîyeke ”bê hekîm û bê derman” tûşî bedena wan bûye, esasen wan bi xwe tûşî bedena xwe kirîye!. Ji bo ku xwe jê xilas bikin jî çu hewildanên wan nînin, tam bereks vê nexweşîya xwe kûrtir û girantir dikin û ji xwe kirine kronîk jî.

Hindek peryod hene ku werarên [semptom] vê nexweşîyê bi zêdehî ve xwe didine der. Demê hilbijartinan ji bo dîtina vê nexweşîyê adeta laboratûwar e. Vêca ev nexweşîya kronîk bi hemû rengên xwe ve dîsa ve bişkivîye di nav civata Tirk da. Meydan, kuçe û kolan, gund, bajêr çu der nemane ku ev rengê paranoîd neyête dîtin li Tirkîyeyê di nav civata Tirk da. Helbet em naxwazin generalîze bikin, lê hejmareke gelek biçûk têne, civat di nav vê haletî rûhîyeyê da ye, çi bikin!. Civata Tirk bi bayê, -şovenîzm sivik dimîne-, rasîzmê hewaser bûye. Ji ”biaqil!”ê wan heta bêaqil û serxalîyê wan, pêkve mekanîzmaya mantiq berze [winda] kirine. Ji ber vê xwe şaşkirinê bêperwa jî bûne. Di nîveka nîşangeha wan da Kurd heye!. Gerçî ev nefreta dijî Kurd dihate zanîn, belêm divêt bête itiraf kirin ku di vê dereceyê da nedihate hizirîn. Faşîstên wan kivş bûn, lê îro baskê cepheyê wan gelek berfireh bûye û sosyal faşîst jî lê zêde bûne û hetta ev sosyal faşîst ji faşîstên heta nihe dihatin zanîn û nas kirin, hartir û dijwartir bûne. Kategorîya faşîst û sosyal faşîstên „klasîk“ firehtir bûye û îro „neofaşîst“ û „neososyalfaşîst“an ser ji yên „klasîk“ standîye. Xebat û propagandayên di vî demê hilbijartinên 22ê Tîrmehê yên parlementê da têne kirin êdî bûyne eyneya civata Tirk. Rojeva vê peryoda hilbijartinan ji serî heta binî li ser neyarîya Kurdan hatîye danan ji teref cepheyê şer û bêyûm yê civata Tirk ve. Hejmareke gelek biçûk ya bi hiş û bîr ya ji nav civata Tirk derketî jî, li ser Kurdan têne hisab kirin, ku ji xwe tifaqdarên Kurdan in û awirên nefretê li ser wan in jî. Serok û rêvebirên partîyên cepheyê bêyûm yên civata Tirk, bi hev ra û bi yêk dengî neyaretîya Kurdan dikin û eve tête têgihiştin!. Belêm di rikeberîya navxweyî da jî, „malzeme“ dîsa ve Kurd in. Her yêk ji wan, yê dî bi nermokîya beramberî Kurdan sûcdar û gunehkar dike. Di devê wan da tijî gilîz tifî hevdu dikin, lê şûrên di destê xwe da li Kurdan dihejînin. Benik û werîsên îdama Kurdan diavêjin ber hevdu. Berê „terorîstên Kurd“, [anku „têkoşerên Kurd“] û piranîya „hevwelatîyên binyad Kurd yên Tirk!“ ji hevdu cuda dikirin, lê nihe dev ji vê „kubarîyê“ jî berdane û naveroka ferhenga xwe fireh kirine û „terorîst“ û „Kurd“ kirine yêk mana, ku mala wan ava, rastî jî ji xwe ew e!. Serok û rêvebirên partîyên Tirk, „nermîtî“ û „“reqîtî“ya hevdu li ser reftara beramberî Kurdan dipîvin û dikêşin!. Bi taybetî serokên partîyên Tirk, li meydanan tellalîya kîn û xereza dijî Kurdan dikin. Partîya hukûmetê be, yên mixalefetê bin, pêkve programên xwe yên ku dê çawa û bi çi rengî „terorê“, [hûn „Kurd“ têbigihin], biqelînin pêşkêşî xelkê xwe dikin û li ser qelandin û birandina „terorê“, [anku „Kurdan“] rehîya dixwazin. Ji destpêka biryardana hilbijartinan heta îro, van partîyên Tirk ji bo xweşkirina jîyana xelkê xwe, bo ronahîkirina paşeroja welatê xwe yêk gotin nekirine, programek ne danane ber xelkê xwe. Karê wan kirî heta îro ji tellalîya şer û felaketê pêve nebûye. Timamî propaganda û ajîtasyona xwe li ser dijminahîya xelkê Kurd dizivirînin. Ser û binên axivtinên wan rûndana ertêşê ye û ji fetih û dagîrîyê pêve axivtinek ji devê wan dernakeve. Partîyên Tirk ketine berabezînkanê ku kî ji wan bête ser kar, dê „sefera Iraqa bakur“, [devê wan nagire bêjin Kurdistana Federal], bidine dest pê kirin û alaya xwe li „Qendîl“ biçikilînin!.

Axir tabloya demê hilbijartinên 22ê Tîrmehê ji alîyê civata Tirk û partîyên Tirk ve ev e: Şer, fetih, dagîrî, anku felaket!. Wekî pêşwazîya xelkê Kurd ya beramberî namzetên serbixwe yên DTPyî jî dibînin êcarî har û hêc dibin û dev li bayî diwerînin!.

Belêm mixabin ku xelkê Tirk jî prîmê dide vê zihnîyeta şer, dagîrî û kuştinê. Reyên şovenîzmê di nav civata Tirk da hind stûr bûne ku partîyên wan jî timamî propaganda û ajîtasyona xwe li ser vê zihnîyeta dijminahîya xelkan ava dikin. Tiştê ku îro di rojên berî hilbijartinan da tête dîtin ev e. Serok û rêvebirên partîyên Tirk, ku xwe pêşengên civata xwe dibînin, bi vê zihnîyeta şovenîst, bi vê tellalîya şer, fitne û dagîrîyê, bi van kir û kiryarên xwe yên neyaretîya Kurdan û xelkên dî yên kêmanî, esasen tellalîya felaketa xwe dikin. Serok û rêvebirên partîyên Tirk adeta bûyne bangdêrên felaketa welatê xwe, xelkê xwe. Felaketa xelkê Tirk û welatê wan Tirkîyeyê dê ji van serok û rêvebiran û partîyan bêtin!. Felaketa xelkê Tirk û Tirkîyeyê ne Kurd in, ew bi xwe ne!. Felaketa ku xelkê Tirk û rêvebirên wan bi serê xwe înayî, dîsa ve dê bi hawar û hevkarîya xelkê Kurd bête dûr kirin, heke xelkê Tirk vê rastîyê bibîne!.

Tête hêvî kirin ku hilbijartinên 22e Tîrmehê bibin dergehek, pêngavek ji bo bizava neteweyî ya xelkê Kurd jî ku vê rastîyê nîşanî xelkê Tirk jî bide. Em bawer dikin ku xelkê Kurd dê vê xîretê nîşan bide û namzetên xwe yên serbixwe yên DTPyî, ji Kurdistanê û meydanên dîasporayê, bi hejmareke têrayî grûbê, rêbike parlementê. Dê xîret!.

ROJAN HAZIM

10 Tîrmeh 2007

 serî