paşve

 

Encamên hilbijartinên 28ê Adarê

 

ROJAN HAZIM

 

Hilbijartinên 28ê Adarê, wekî dihate texmîn kirin, li Kurdistanê di bin terora polîtîk, ekonomîk û polîsî ya dewletê da borîn. Partîya desthilatê AKPyê hem bi awantaj û îmkanên hukûmetî, hem jî bi hevkarîya timamî organ û dezgehên dewletê hêza xwe li Kurdistanê jî xurt kir, gelek şehridarî bi destê xwe ve înan. Ji leşkeran bigirin heta walîyan û komeleyên ”Atatürkî” û marjînalên dî yên ”pantürkîst”, digel ku AKP îslamî û antî laîk jî didîtin, lê dîsa ve, daku Kurd bişkên, sernekevin, piştevanîyeke xurt dan AKPyê û adeta koalisyona laîk û antî laîkên Tirk çêbû beramberî Kurdan! Dewletê polîtîka xwe ya ”taybetî” li demê hilbijartinan, di maksîmûm dereceyê da bi kar îna ku eve ji xwe ”rûtîn”a dewletê ye. Eve helbet ne surprîz bû. Ma ”dewleta kolonyalîst” da rê û meydana li ber Kurdan xweş bike ku Kurd gelek azadane rehîyên xwe bidin ”namzetên” xwe û di cografyaya xwe da, li bajêrên xwe, di şehridarîyan da bibin xwudan ”desthilat”! Ev rewşa “rûtîn”, -ku ji alîyê Kurdan ve tête zanîn, anjî gelo tête zanîn!?- di encamên hilbijartinê da bêşik negatîven faktoreke gelek tesîrkar ya giring û berbiçav bû. Lê belê, bi serê xwe encamê tayîn nake. Faktorên derece yêk tayînker, ji nav “aktorên hilbijartinê” derdikevin, ku ew jî partîyên polîtîk û namzet û herweha armanc, soz û biryarên programatîk in.

Rola şehridarîyan

Berî ku em li ser “binasên sernekevtinê” rawestin, bi kurtî behsê rol û giringîya “şehridarîyan” jî bikin. Cara pêşîn, Kurdan xwe di „mana û armanca hilbijartinê” da zelal nekir. Şehridarî çi ne û boçi giring in? Ev pirs nehatin kirin ku li bersivên wan bête geryan! Hal ew e ku şehridarî û hilbijartinên şehridarîyê, bi giştî di ”demokrasîyên sivîl” da cihekî giring û taybetî digirin. Ji ber ku ”şehridarî” di nav pîramîdê ”dewletê” da, xeleka herî nêzîk ya ”xelkê” ye. ”Şehridarî” organê ”di cihê xwe da rêvebirî”yê ye. Ev fonksiyona ”rêvebirîya sivîl” ya ”şehridarîyan”, helbet di welat û dewletên ku bi demokrasîyeke relatîven kamil têne îdare kirin da, tête dîtin. Dewleta Tirkîyeyê bi antîdemokratizmeke nedîtî, baraja seda dehê danaye ber hilbijartinên parlementê. Bi vî awayî rê li ber Kurdan girtîye. Gerçî teorîken nifûsa Kurdan ducar têra vê ”barajê” dike, lê ev qelsîye ji nav Kurdan bi xwe derdikeve û Kurd nikarin xwe organîze bikin ku hêza xwe rabikêşin nav parlementê. Dimîne ”şehridarî” ku Kurd hêj jî bi ”rol û giringîya hêza şehridarîyê” nehesîyane. Di nav welat û xelkên kolonî da, meydanên herî giring yên ”xwe bi xwe îdarekirina sivîl ya di cihê xwe da”, ”şehridarî” ne. Dewleta kolonyalîst, çend zulumkar jî be, xelkê kolonî, hêza xwe ya opozisyonî di hilbijartinên ”navçeyî” da dikare nîşan bide, ku nimûneyên vê yêkê gelek in. Filistînîyan, li gund, tax û bajêrên xwe yên di bin dagîrîya dewleta Israîl da, ”rêvebirîyên xwe yên navçeyî” di her keysî da hilbijartin. Berî ”Peymana Osloyê” li 1993yê, opozisyona bizava neteweyî ya xelkê Filistînê, ku di bin sihwaneya PLOyê da dihate temsîl kirin, li derveyî welat têkoşîna xwe didomant. Opozisyona nav welat jî, di nav şert û imkanên xwe da, li şehridarîyên bajêr û bajêrkeyan da, têkoşîna xwe dida. Demek hat ku şertên navneteweyî gihiştin û ew şehridarîyên Filistînîyan, adeta bûne berdevkên bizava neteweyî li meydana dîplomasîya cîhanê, ku ew fonksîyon di prosesa ”Peymana Osloyê” da hate dîtin. Di hevdîtinên opozisyona Filîstînî û dewleta Israîl da, rola wan şehridaran gelek giring bû.

Vêca di welatekî kolonî û dagîr da, rol, fonksiyon û giringîya ”şehridarî”yan, ku dezgehên sivîl yên ”xwe îdarekirinê” ne, gelek berbiçav e. Di bizava neteweyî ya xelkê Kurd da jî, ev rol û fonksîyona ”şehrîdarî”yan dê gelek giring be. Bizava neteweyî ya xelkê Kurd, divêt ”xwe îdarekirina xwe bi xwe” ji van organan dest pê bike. Prosesa şorêşa neteweyî û têkoşîn, ne tinê encameke, herweha ”avakirin”e jî. Avakirina welat û hûnandina tevnê civateke pêşkevtî, di nav xebat û têkoşînê da û ji van organ û dezgehên binî ve dest pê dibe. Şehridarî, ji bo avakirina ”îdareya xwe bi xwe”tîyê, mekanîzmayên xîmî ne. Organîzasyonên polîtîk, bi navê xelkekî bê dewlet, xelkekî bê mekanîzmayên burokratîk û xwe îdarekirinê, ji van organ û dezgehên bingehîn ve hûyî (hînî) ”desthilatê” dibe. Gava rewş û statûya xelkê Kurd li ber çavan bête girtin, hingê giringîya ”şehridarî”yan çêtir tête dîtin. Organîzasyonên ku doza ”desthilata polîtîk” dikin, anjî doza avakirina dewletekê dikin, divêt van organîzmayên bingehîn, anku ”şehridarî”yan gelek micid bigirin û van dezgeh û organan bi dest ve bînin. Di çarçoveya vê ”analîz û komentara” spesîfîk ya li ser ”hilbijartinên 28ê Adarê” da, me dil nîne ku bi firehî û kûrahî li ser ”rol, fonksîyon û giringîya şehridarîyan” rawestin. Ew mijareke bi serê xwe ye ku divêt li ser bête rawestan. Lewma em dê bi kurtî li ser encamên konkret yên hilbijartinê û binasan bisekinin.

Binasên binkevtinê

 Di van hilbijartinên 28ê Adarê da, her di serî da divêt bête gotin ku encameke “serkevtî” nehatîye bi destêxistin. Binasên vê “binkevtinê” gelek in, lê hindek hene ku “tayînker” in. Di serî da, konsepteke spesîfîk ya „şehridarîyan“ nehate amade kirin. Rol, fonksîyon û giringîya şehridarîyan nehate kivş kirin, nehate formûle kirin, nehate zelal kirin ku xelk agahdar û serwext bibe. Ji alîyê programatîk ve stratejî û taktîkên hilbijartinê nehatin tesbît kirin ku li goreyî wan nêrîn û prensîban bête hereket kirin. Hevkarî û tifaqên navxweyî ji xwe qet nehatin ceribandin. Di danana hevkarî û tifaqên derveyî da jî, hem tercîhên gelek marjînal hatin kirin, hem jî çarçove teng hate girtin. Piştî danana hevkarî û piştgirîyê jî, huvîyeta partîyetîya xwumal nehate parastin. Di bin nav û huvîyeta partîyeke ”hevkar” da -SHP-, ku sicîla serokê wê bi gotina herî ”nerm”, ne paqij bû, namzet hatin nîşan dan. Herweha namzet gelek direng û bi proseseke ”formel demokratîk” hatin tesbît kirin. Di hilbijartina namzetan da jî krîterên objektîv û lîyaqatê hatin paşçav kirin. Li gelek cihan namzetên ”şaş” hatin nîşan dan. Propaganda û ajîtasyoneke gelek ”talî”, rûavkî, sist û lawaz hate hilbijartin û kirin. Seferberîyeke komple nehate dest pê kirin. Xwezî, daxwaz û xwastekên xelkê yên jîyana rojane nehatin program kirin û çareserîyên pratîk nehatin bi lêv kirin. Axivtin û ”wead” di sewîyeya sloganan da man. Bi sermayeyê ”şoreşa çekdarî ya 15 salan” û potansîyela coş û heyecana Newrozan adeta ketin nav rehaweteke kûr! Mesajên têrker nehatin dan. Maskeyê rejimê û partîya desthilatê, ya AKPyê, nehate rakirin. Dijminahîya wan û ya bi timamî rejimê, ya ”antî Kurd” û ”antî Kurdistan” baş nehate deşîfre kirin.

Bi kurtebirî, ”şehridarîyeke alternatîv” ya bi plan, proje û program, nehate pêşkêş kirin. Xelk li ser armanceke konkret nehate mobîlize kirin. Hem kar û xebatên ”serkevtî”, hem jî şaşî û kêmasîyên pratîka pênc sale ya ”şehridarîyan” -ku piştî hilbijartinên 1999ê, bi navê HADEPê hatibûn bi destêxistin-, nehatin gotin û lêborîn ji xelkê nehate xwastin, anku muhasebeya wan pênc salên desthilata şehridarîyên Kurdistanê, bi hemû reng û rûyên xwe yên pozîtîv û negatîv ve, bi krîtîk û otokrîtîkeke berfireh nehate kirin. Kar û xebatên ku bi başî hatine kirin jî, bi vekirî nehatin gotin, ku li Diyarbekir, Batman, Wêranşar û Hekarîyê relatîven hindek karên baş jî hatibûn kirin. Ev kêmasîyên navxweyî û di ser da jî destwerdana ”operatîv” ya dewletê, digel xwe encameke ”binkevtî” îna.

Şaşî û fatûra

Di hilbijartina da polîtîka ”enîgirî”yê tête kirin û esasen ”hevkarî” û ”tifaq” di pratîka polîtîkê da hergav dibin. Lê belê, tiştê giring, digel kê tifaq û boçi tifaq tête kirine... Gava hevkarî anjî tifaqek tête plan kirin, pêşîyê armanca wê tête kivş û zelal kirin û paşê jî hêz anjî kesên armancdar têne tesbît kirin û bi hev ra jî programeke asgarî û plan û projeyên xebata pratîk têne amade kirin. Armanc û armancdar divêt hevdu timam bikin, muşterekên wan yên asgarî gelek zelal û sahî bin. Spesîfîken di vê ”hevkarîyê” da ji ber ku di demekî kurt da û bi lez û bezî biryar hatibû dan, armanc ne zelal bû. Ji ber hindê armancdar jî gelek bi „îsabet“ nehatibûn kivş kirin. Di metodê hevkarî dananê da jî şaşî hebû. Divîyabû DEHAPê berî hertiştî, biçûk mezin digel hêz û kesên ”hevniştiman”ên xwe hevkarîyeke ”navxweyî” pêkînaba û paşê jî bi hev ra digel hêz û kesên xelkê cîran tifaqek amade kiriban. Di hilbijartina hêz û kesên xelkê cîran da jî, divîyabû ku tercîhên gelek moxilkirî hatiban kirin. Di danana hevkarî anjî tifaqan da ”muştereka asgarî”, armanca ”demokrasî”yê ye. Hergav hatina nik hev ya li ser ”xwastek”eke hinde ”hevpişk”, mumkun e û sanahîtir e jî. Lê belê, ”demokrasî” jî ne lastîk e ku her kes û derûdor bi alîyê xwe ve rabikêşin. Normên demokrasîyê ”unîversal”in û gava di zemînê wan ”norm”an da „hevkarî“yek pêkhat, êdî her „alî“ hewce ye ku bi „hebûn“ên xwe ve, hevdu qebûl bikin û bi rê bikevin. Di zemînekî wisa da ”li ser hevdu ferzkirin” nabe û herweha „firset telebî“ anjî „keysperstî“ jî divêt nebe. Di pêkhatina „hevkarîya hêzên demokratîk“ da, ji vî alî ve zeafeke „normên demokrasîyê“ hebû ku rêvebirên SHPyê, rewşa nezelalîya huqûqî ya DEHAPê -ku doza girtinê dom dike- û dîsa êrişkariya dewletê û terorîzekirina cografyaya Kurdistanê ji bo xwe kirin ”kartek” û ji zeafa îdeolojîk û polîtîk ya rêvebirîya DEHAPê ya ”Tirkîyeyîbûn”ê jî gelek baş istifade kirin û bi vê helwesta ”oportunîst”î, ”xwe” li ser DEHAPê ferz û domîne kirin. Rêvebirîya DEHAPê jî guh neda hêza ku li ser avabûyî, -ku di anketên amatorî da nerazîbûna endam û sempatizanan gelek aşkera  xuya dikir, ku di bin navê SHPyê da namzetên xwe nîşan nedin, bi nav û huvîyeta xwe bikevin hilbijartinan-, bi metodekî antîdemokratîk û sentralîst û herweha ”kompleksa Tirkîyeyîbûnê”, biryar da, ku di bin navê SHPyê da namzetan nîşan bidin. Bi gotina herî ”sivik”, ev ”zeaf” jî bû binasekî gelek negatîv û hetta sereke di rûdana encaman da. Prensîbek divêt ji alîyê Kurdan ve qet neête ”sivik” kirin, ew jî huvîyeta ”xwebûnî” û ”rêxistinî” ye! Partîyên Kurda, dibe ku navên wan ne ”etnîk”î bin, gava digel partîyên Tirk û Tirkîyeyî, dibe ku navên wan jî ne ”etnîk”î bin, ”hevkarî”yekê dadinin, divêt ”hebûna xwe” biparêzin û bi metodê ”rêxistin digel rêxistinê” hevkarîyê danin, neku ”di nav rêxistineke Tirk û Tirkîyeyî”da! Ji serê salên ’90î were tradisyoneke bi vî rengî destpêkirîye û ev pozisyona ”xwetî” divêt neête berze kirin. Digel SHP, anjî partîyeke dî ya Tirk û Tirkîyeyî, hevkarî li ser pîva ”demokrasî xwazî”yê dikare bête kirin, lê di bin nav û huvîyetên wan da ”kombûn” şaş e! Ev ”şaşîye” di vê hilbijartinê da hate kirin û fatûra wê jî giran hate dan; xelkê Kurd bi gotina herî ”maqûl” xwe ”sil” kir û neçûn ser sindoqan û rehî nedan. Ji ber ku nêzîkî seda 40, xelk neçû ser sindoqan ku ew potansîyela polîtîze welatperwer bû.

Helbet faktorên dî jî hebûn di ”kêmkirin”a rehîyan da. Bahra pitir ya şehridaran baş kar nekirin. Hema di serî da li wan bajêrên ku ji ”dest çûyî“, bi navê xweşkirina bajêr û jîyana xelkê bajêr, tiştekî berbiçav nehate kirin. Di vî warî da kes nikare li paş mazereta ”dewleta kolonyalîst” xwe veşêre. Ji ber ku, cara pêşîn bû ku Kurdan legalen şehridarî digirtin destê xwe. Divîyabû ku plan û projeyên xwe yên alternatîv û xwumal yên ”şehridarîyê” hazir kiriban û di midehê pênc salan da jî realize kiriban. Şik têda nîne ku dewletê dest û pêyên wan girêdabûn ku pratîken îflas bikin ku xelk ji wan sar be û di hilbijartinên dî da, ji ”desthilata şehridarîyan” bikevin. Lê belê, eve dihate zanîn. Her hal kes li hêvîyê nebû ku dewlet hemû îmkanan bide ber wan! Di vî warî da, piştî hilbijartinên 18ê Nîsana 1999ê, me di rojnameya ”Özgür Politika”yê da, bi navê ”Türkiye, Kürdistan barajına takıldı” anku ”Tirkîye, li baraja Kurdistanê kelipî” nivîsareke Tirkî nivîsîbû û têda wisa digot: ”…di her halî da naîvek dernakeve ku li hêvîya polîtîkên nerm yên ji hukûmeteke DSP û MHPyê ya bi hev ra, anjî cuda pêkhatî be, ku wan ev serkevtina di hilbijartinan da, di xîça antî Kurd da bi destêxistine! Xelkê dewleta kolonyalîst, dijî xelkê kolonî anku xelkê Kurdistanê, hêz da partîyên ku polîtîkên herî asîmîlasyonîst û jenosîdîst diparêzin û bi vê helwestê pirên pêkhatineke bi xelkê kolonî ya di paşerojê da, qet nebe ji nihe ve xirab kirin. Li goreyî vê encamê, xuya ye ku polîtîkên şidandin û şer dê dom bikin. Li milekê di parlementa dewleta kolonyalîst da partîyên herî har yên antî Kurd piranî bi dest ve înane, li milê dî jî bi gotina kolonyalîstan ”navçe”, di lîteratûra me bi xwe da jî li bajêrên welatê me, tarzekî nû yê rêvebirîya bajêrî, dê digel xwe rengekî nû yê rêvebirîyê bîne di navbeyna dewleta kolonyalîst û xelkê kolonî da. Şik têda nîne ku eve di pratîkê da dê zehmetîyan derêxe. Rejima kolonyalîst li beramberî vê rûdana ”de facto” dê her reng provakasyonan bike û daku vê destkevta Kurdan paşve bistîne anjî têkbibe û dejenere bike, çi ji destî bêt dê bike. Belêm, yên ku bi navê xelkê Kurdistanê ev wezîfeya rêvebirina bajêr wergirtine jî, êdî divêt bi timamî polîtîkên li goreyî şertên heyî biafirînin û bi fedakarî û têkoşîneke mezin vê destkevtê biparêzin û bihayekî mezin bidinê. Berî her tiştî, divêt beramberî rejim û sîstemê, metodên pratîk yên polîtîkên alternatîv derêxin pêş û di jîyana xelkê da bidin his kirin. Li alîyê dî, divêt nekevin rehavetê ku ev midehê rêvebirîyê dê di demê xwe yê xwezayî da bibore. Çiku ji bo vê yêkê tehemmula rejimê nabe. Ji ber hindê jî, bo demekî kurt jî be divêt ya herî baş bête kirin. Rêvebirîyên Şehridarîyan, kar û xebatên herî bê kêmasî û bê qusûr bikin jî, rejima kolonyalîst, daku ev ceribandine bi ser nekeve, çi ji destî bêt dê bike, belêm divêt rêvebirîyên nû yên şehridarîyan jî, wisa nekin ku xelk dîsa li ”memûrên dewletê” bigere. Şaşîyên bi vî rengî, dê xirabîyên herî mezin bin beramberî şoreşa Kurdistanê. Divêt armanc mirov be û ev mekanîzmaya rêvebirîya navçeyî, ji bo xweşkirin û dilşakirina jîyana xelkê navçeyê bête kar înan. Di tarzê rêvebirîya şehridarîyê da, divêt ne ekstremîzm nejî dûvikîtî hebe. HADEP, wekî Partîya Demokrasîya Xelkê, di rêvebirîya şehridarîyan da divêt demokrasîya bi rastî xelkî bi kar bîne, bêyî ferq û cudahî hemû potansîyela neteweyî û welatperwerî seferber bike û ji bo serkevtineke bilind bixebite. Ji bo serkevtina modelên antî kolonyalîst, divêt hemû welatperwer jî di nav piştevanîyeke xurt da bin ku eve ji bo paşerojê gelek giring e…” (Kürdistan’a Sevgiler, r. 59-60, RH, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Brukselê)

Belêm mixabin, di midehê pênc salan da, ne ”modelê antî kolonyalîst yê şehridarîyan” hate ava kirin, ne demokrasîyeke xelkî hate xebitandin, ne potansîyela neteweyî û welatparêzî hate seferber kirin, nejî jîyana xelkê hate xweş û dilşa kirin. Di warê sosyal û ekonomîk da çu plan û proje nehatin hazir kirin û di pratîkê da jî xebatek nehate kirin. Di demê şerê çekdarî da, di serî da Diyarbekir, Wan û çend bajêrên dî yên Kurdistanê, adeta bûne wargehên penaberên navxweyî û xelkekî boş ji gund û bajêrkeyan hatin van bajêrên mezin. Ji bo serûberîya jîyana wan ”penaberên navxweyî” jî çu xebatên plankirî nehatin kirin. Polîtîken jî, yêkitîyeke ”şehridarîyên navçeyê” nehate damezrandin ku hem koordînasyonek pêkbêt di navbeyna şehridarîyên Kurdistanê da, hem jî di warê navneteweyî da bibe pêyê pireke têkilî û danûstandina digel şehridarîyên ewrûpa û yên dî yên cîhanê, ku ew têkilî ji bo dîplomasîya bizava neteweyî ya xelkê Kurd jî da biban kanalekî pozîtîv.

Nihe pênc sal borîn, di meydanê da çi ”modelê şehridarîya xwumal” heye? Çi eserên hunerî û kulturî li meydanê hene? Di warê xweşkirin, spehîkirin û başkirina rûyê bajêran da, çi tête dîtin? Di jîyana xelkê bajêr û bajêrkan da, çi guhorînên qenckirinê, xweşkirinê, başkirinê hene? Problemên herî sereke, anku pirsa av û kanalîzasyonan, li kîjan bajêran hatin çareser kirin? Rê û kolanên bajêr û bajêrkan çend hatine qîr kirin? Nîvek û dorberê bajêr û bajêrkan çend bi dar û kulîlkan ve hatine şîn kirin? Di warê hewcehîya enerjîya elektrîkê da çareserîyeke çawan hate afirandin? Park û bexçe, mêrg û çîmen, salonên sînema û tiyatroyê li kîjan bajêran hatine çêkirin? Ji bo kar û xebatên hunerî, kulturî, edebî û bi giştî weşangerîyê çi hate kirin? Ronakbîr li her derê cîhanê rûspîyên xelkên xwe ne; ji bo qenckirina kar û barên wan yên edebî, kulturî û hunerî çi kar hatin kirin? Bexçeyekî Heywana li kîjan bajêrî hate ava kirin? Ji bo sava, biçûk û zarokan çend bexçeyên zarokan û yarîgeh hatin vekirin û danan? Ji bo aktîvîteyên sporê çi ”tesîs” hatine çêkirin? Heke li Diyarbekir, Batman, Wêranşar û Hekarîyê, ”îstisnaen” hindek kar û xebatên baş hatibin kirin jî, ya rastî ew jî ”îstisna” ne û wekî tête zanîn, ”îstisna qaydeyan xirab nakin”! Pênc salên borî, tinê borîn, li paş wan salan ”eserek” nema! Eve bi navê polîtîka Kurdistanê, bi navê ”şehridarîya Kurdistanê” bi rastî jî kadastrof e!

Di ser van hemû şaşî û kêmasîyan da, encama hilbijartinan ji alîyê hejmara matematîkî ve jî , ”di cihê xwe da man”ek derêxiste meydanê. Di hilbijartinên 1999ê da, HADEPê seda 4.75 anku nêzîkî milyonek û nîv rehî înan. Di hilbijartinên 2002ê da, bi navê DEHAPê 6.14 anku nêzîkî du milyon rehî hatin wergirtin, ku eve pêşveçûneke berbiçav bû. Lê belê, divêt bête zanîn ku hilbijartinên 2002ê ne yên ”şehridarî”yê bûn, yên parlementê bûn. Lewma mirov nikare ji bo encamên hilbijartinên 28ê Adarê ”baz” werbigire. Objektîven divêt muqayese digel encamên 1999ê bête kirin, ku ew jî ”puan”eke pozîtîv nade pratîka DEHAPê! HADEPê ji bo şehridarîyên Kurdistanê li 18ê Nîsana sala 1999ê, nêzîkî %5 (%4.75) rehî wergirtin. Pratîka şehridarîya pênc salan ya Kurdistanê li hilbijartinên 28ê Adara 2004ê hatin test kirin û encameke serkevtî dernekete meydanê. Di hilbijartinên 28ê Adarê da dîsa ve li dor seda 5 rehî hatin wergirtin -bi navê SHPyê, rehîyên meclisên giştî yên bajêran %5.7 in, lê heke rehîyên serokê SHPyê Karayalçinî yên Enqereyê û sekreterê wan Fikrî Sağlar yên Mersînê kêm zêde jê bêne derêxistin, rehîyên DEHAPê yên xwumal, dîsa ve kêm zêde li dora %5 dibin-, ku eve li goreyî encamên hilbijartinên 1999ê patînajê îfade dike, ku patînaj jî bi manayeke dî ”paşveçûn” e! -Ji xwe li goreyî hilbijartinên 3ê Teşrîna 2002ê, ku seda 6.14 rehî hatibûn wergirtin, paşkevtineke micid e!- Ji bilî hejmara rehîyan, şehridarîya çar bajêrên stratejîk, Agirî, Bîngol, Sêrt û Wanê jî hatin berze kirin. Wan, bi serê xwe ”serbajêrê tûrîzma Kurdistanê” bû ku ji alîyê potansiyela neteweyî ve jî bajêrekî bijare bû, lê dîsa ve şehridarî lê nehate kar kirin. Helbet, dewletê bi rêya hukûmeta AKPyê hilbijartinên Wanê bo xwe kire ”prestîj”, -ku hêj di demê destpêka Komara Tirkîyeyê da gava Ismet Inönü bi navê Atatürkî gera xwe ya "meşhûr" li Kurdistanê kirî, di rapora xwe da, li ser giringîya Wanê wisa digot; "Wekî bajêr, Waneke ku bunyeya wê saxlem, li şerqê dê bibe bingehê giring yê komarê. Bingehekî wisa ji bo hakimîyeta Tirkî ji her alî ve lazim e"-, û timamî giranîya xwe ya ekonomîk, polîtîk, polîsî û leşkerî da ser Wanê û di demê hilbijartinan da jî teroreke nedîtî pêkîna û adeta şehridarî bi darê zorê bi destê xwe ve înan û dane AKPyê. Helbet bêkêrîya şehridarê kevin yê Wanê û konfilîkta di navbeyna DEHAP û şehridarî da jî, bû ”nimûneyek negatîv”. Hindî bajêrê Sêrtê ye, li wê derê jî esasen bi navê "şehridarîyê" tiştekî balkêş û nimûne nehate kirin. Di ser da jî, bi hevkarîya "dewleta kûr" AKPyê Fadil Akgunduzê ku ji ber talan û şelandina pareyên karkerên li Ewrûpayê, hatibû ciza kirin û di hefsê da bû, hate berdan û AKPyê digel wî û "hêzên dî yên tarî", "koalisyona antî Kurd" pêkîna û şehridarîya Sêrtê jî ji destê Kurdan standin û yêkî AKPyî dane kar kirin. Li Bîngol û Agirîyê jî, potansîyela neteweyî têra nekir ku şehridarî dîsa ve bête kar kirin, ji ber ku li van herdu bajêran jî, bi navê xizmetê tiştek nehate kirin. Ji bo vê karnekirinê, helwest û polîtîka dewletê ya ”rûtîn”, ku gelek dijminane ye, qet nabe ”mazeret”a tiştek nekirinê! Digel çend bajêrkên biçûk, bi taybetî Agirî, Bîngol, Sêrt û heta dereceyekê Wan jî, bê xizmet man û fatûraya vê ”tiştek nekirin”ê jî, berzekirin bû! Gotineke klasîk e, ”di demokrasîyan da berzekirin jî dibe”. Lê belê, ev „normalîye“ di hilbijartinên Kurdistanê da nedihate dîtin. Çiku heke baş hatiba kar kirin, xizmeteke bi rêkûpêk hatiba nîşan dan, xelkê digel polîtîka merkezî ya DEHAPê ya şaş ya li hilbijartinan, bi hissîyata neteweyî dikarî dîsa ve şansekê bide namzetên DEHAPê. Belêm mixabin performanseke bikêr nehate nîşan dan û ew „kelên têkoşîna neteweyî“ hatin winda kirin. Heke, DEHAPê wekî partîya Kurd û xwudan desthilat, ev şehridarî bi destê opozisyona xwumal ya Kurd ve berdaban, xemek nedibû. Kurdek diçû, Kurdekî dî dihat ku ew dibû proseseke demokratîk li Kurdistanê. Gerçî „opozisyoneke Kurd“ jî mixabin ku nebû û eve jî ji xwe bi serê xwe problemeke micid û mezin ya polîtîka navxweyî ya Kurdistanê ye. Ji ber vê yêkê jî, Kurd çûn, belêm „memûrên dewleta kolonyalist“ dîsa ve hatin ser kar ku eve polîtîken jî „şkestek“ e!

Demê nû

Nihe hilbijartin xilas bûn û herçend rehî kêm hatin wergirtin û şehridarîyên çar bajêrên mezin hatin berze kirin jî, di serî da Diyarbekir, Batman, Hekarî û Wêranşar hatin parastin û di ser da jî li Şirnex û çend qezayên wê û herweha li Dêrsimê, şehridarî hatin kar kirin. Helbete li bajêrkên wekî Elkî (Beytulşebap), Gever (Yükseova), Şemdîna, Kiziltepe (Girêsor), Nisêbîn û gelek bajêrk û navçeyên dî jî şehridarî hatin bi destêxistin. Wekî potansîyela neteweyî ya xelkê Kurd tête bîr, ev encame layiq naête dîtin. Belêm eve jî helbet divêt qencê xiraba bête qebûl kirin. Ji evro û pêve, divêt muhasebeyeke kûr û fireh bête kirin, ku boçi ev encama „şkestî“ hate dîtin. Divêt ders ji vê encamê û pênc salên borî bête wergirtin. Di serî da, divêt „konsepta desthilata şehridarîyên Kurdistanê“ bête hazir kirin. Li ber vê perspektîvê, plan û projeyeke alternatîv ya „şehridarîya Kurdistanê“ û li goreyî vê alternatîvê jî programeke gelek bi detay divêt bête amade kirin û li ber vê programê jî pratîkeke jîr bête nîşan dan. Divêt şehridarî „xizmete“ bikin. Xelkê Kurdistanê, divêt vê xizmeta şehridarîyên xwe di jîyana xwe ya rojane da his bike daku li şehridarîyên xwe germ bibe. Ji evro pêve alternatîva şehridarên Kurd, dîsa ve divêt Kurd bi xwe bin. Heke şehridarîyek bo nimûne DEHAPê berze kir, divêt partîyeke dî ya Kurdistanî, anjî namzetekî dî yê Kurd bête hilbijartin. Alternatîvê Kurd, divêt Kurd be. Bi vê tecrubeya şehridarîyan divêt ev tradisyone rûne û bête saxlem kirin. Heke ev prosesa neteweyî cih girt, hingê rê li ber „memûrên dewleta kolonyalîst“ jî tête birîn ku eve di çeperê dewleta kolonyalîst da vekirina „gedûk“ekê ye.

Di encam da, DEHAP divêt wê şaşîya di berî hilbijartinan da hatîye kirin, anku namzetên xwe ji nav SHPyê nîşandanê, demekî zû bi dawî bîne û timamî şehridarên xwe ji nav SHPyê paşve bikêşe û ca an di bin navê xwe, anjî di bin navekî dî ya partîya Kurd da kom bike û bi navê „Şehridarîya Kurdistanê“, kar û xebatên micid û efektîv bi şehridarên xwe bide kirin. Digel hemû şaşî û kêmasîyan jî, hadê em bêjin pênc salên borî, destpêk bû, tecrubeyek nebû, bila eve bibe „mazeret“! Lê dewreya duyê destpêkir û êdî „mazeret“ namîne. „Ecemîtî“ xilas bû! Di pênc salên borî da, divîyabû çi bête kirin, -ku me li jorî rêz kiribûn-, lê nehate kirin, di demê nû da divêt şert û îmkan di maksîmûm dereceyê da bêne bi kar înan û bêne kirin. Şehridarên DEHAPî divêt “iqtidara xwe baqî nebînin”! Heke bi layiqî kar bikin, dê bikarin demê xizmeta xwe dirêj bikin, lê heke micid kar nekin, “sermayeyê bizava neteweyî” êdî têra mana wan nake. Slogan têra nakin û zikê xelkê birsî têr nakin. Lewma divêt li goreyî şertên “jîyana reel” xebat bête kirin û jîyana xelkê bête xweş kirin, bajêr û bajêrk bêne parastin û spehî kirin. Şehridarî, mekanîzmayên desthilata xwe bi xwetî ne. Şehridarên nû jî, divêt bêyî ferq û cudahî, xizmeteke bi kalîte bidine xelkê xwe ku eve wezîfeya wan ya sereke ye.

ROJAN HAZIM

Adar 2004

serî