Eman ha!..
Di polîtîkên dewletên kolonyalîst da, serkevin an binkevin, entrîka, hîle, desîse, dek û dolab û manewra miþe ne. Bi gotineke dî hestîyê piþtê yê polîtîka wan nîne. Ji bo wan karê giring encam e. Heke di encam da bigihin mexseda xwe, bi çi rê be, bi çi metodî be qet ferq nake û xema wan jî nîne. Bête pirsîn, gelo, ji kolonyalîstên Kurdistanê kîjan li pêþ e di vî warî da, yêkser ”Tirkîye di rêza serî da ye” dê bête gotin… Iran jî kêmî wan nîne… Tirkîye û Iran mîratxwerên împaratorîyên xwe ne. Mîrateyekî hov!. Iraqa berê û bi taybetî demê rejima Beasa Seddamî ji xwe jana mezin bû û Sûrîyeya îro jî têra xwe xwudan entrîka ye!. Hevpiþkîyên van dewletên kolonyalîst yên Kurdistanê gelek in, lê ya sereke „entrîka“ ye. Rastîyek jî heye ku li Kurdistanê zemînê realîzekirina entrîkayan jî hergav peyda kirine van kolonyalîstan û hêj jî di vî warî da mehtel nabin!.
Îro „entrîka“ dîsa di rewacê da ye. Serê van entrîkayan jî Tirkîye dikêþe. Dewleta Tirk bi hemû mekanîzma, dem û dezgeh û civata xwe ve, di serê xwe da dehan rûvîyan dibezîne ku entrîkayan ji ser serê Kurdan kêm neke. Di nav pakêta entrîkayên wan da ya herî „popûler“ li hev xistina Kurdan e!. Têra xwe jî xwudan tecrube ne di vî warî da. Heta berî midehekî geleki kurt, bi binasê hebûna wargeh û binkeyên gerîllayên PKKyê li ser „tixûb“, ba û bagera êriþkarîyeke hind dijwar hatibû rakirin dijî Kurdistana Federal ku êdî hisaba seetan dihate kirin ji bo dagîrîyeke berfireh. Lê di hevdîtina Erdoganî ya digel Bush ya 5ê Teþrînê [Mijdar – November] da, ba ji ber Tirkîyeyê hate berdan û çeng û perên wan hatin danan. Amerîkayê bi zimanê ku Tirkîye têbigihe aþkera got ku ew bi çu newlî rê nadine dagîrîyeke muhtemel ya Tirkîyeyê li ser Kurdistana Federal. Belêm eynî Amerîkayê beramberî bizava neteweyî ya xelkê Kurd ya li parçeyê herî mezin yê di bin dagîrîya Tirkîyeyê da reftareke relatîven jî be pozîtîv nîþan neda û destek da dewleta Tirk. Çarçoveya desteka Amerîkayê ya digel Tirkîyeyê, þik têda nîne ku hisabên wê yên li navçeyê dê kivþ bike. Amerîkayê hewcehî tenê bi Kurdên baþûr nîne, herweha bi yên rojhilat, bakur û baþûrarojava jî heye. Ji ber hindê „desteka Amerîkayê“ ya digel Tirkîyeyê xuya ye ku dê di dereceya berjewendîyên Amerîkayê yên di navçeyê da be. Ev „desteka Amerîkayê“ ya digel Tirkîyeyê gelo dê çend zerarê bigihîne HPG û PKKyê ne kivþ e, belêm misqalek jî be ew dê zerar be û esasen dê zerara mezin jî bigihîne têkilîyên Kurdan û Amerîkayê. Ji xwe yêk ji armanca Tirkîyeyê jî ew e ku xesarê bigihîne têkilîyên Kurdan û Amerîkayê. Amerîkaya ku ji bo berjewendîyên xwe hinde mezin difikire li rojhilatanavîn, gelo dê xwe bêxe dava Tirkîyeyê û fîþeka di lûlîye sîleha xwe da, dê li pêyê xwe bide, van roja dê kivþ bibe. Kurdên bakur ji xwe hêj „teslîmkirina Ocalan“ ji bîr nekirine û di ser da jî destekeke nînekirina HPG-PKKyê bide Tirkîyeyê, êdî îmkanê çêkirin û serûberkirina têkilîyan namîne. Tête hêvî kirin ku Amerîka paþeroja têkilîyên xwe yên digel Kurdan fedayî hisabên biçûk û polîtîkên demkurt û borînde neke.
Di vê prosesê da yêk ji entrîkayên dî yên Tirkîyeyê jî, ji nû ve leyistina li ser xirabkirina têkilîyên Kurdan yên navxweyî ne. Tirkîye fiþareke mezin tîne ser Kurdistana Federal ku berpêyên PKKyê bide teng kirin. Ji hukûmetê heta opozisyonê, ji xelkê Tirk heta ertêþê pêkve dijî Kurdan adeta „Sefera Tûranê“ hatîye organîze kirin. Di pirsa dîlgirtina 8 leþkeran da ev êriþkarî gihandin dereceya lîncê. Digel hindê jî PKK-HPGyê li ser daxwaza giþtî, destê rêvebirîya Kurdistana Federal û Amerîkayê xurt kir ku ew jî roleke pozîtîv û çêker bileyizin di konfilîkta digel Tirkîyeyê da û 8 leþker teslîmî wan kirin. Lê dewleta Tirk ev reftara pozîtîv ya PKKyê dîsa ve þaþ mana kir û pozisyona xwe ya þer parast û êriþên xwe hêj jî didomîne. Piþtî ku Amerîkayê dijî êriþeke berfireh ya li ser baþûr rezerva xwe aþkera kir, hukûmeta Tirk û opozisyonê zimanê xwe guhorîn û behsê baþkirina têkilîyên digel rêvebirîya Kurdistana Federal kirin. Baykalê ku ji xwûnê pêve tiþtek ji devî dernediket, nihe li ser faydeyê têkilîyan teklîfan dike!. Teklîfa kirî jî ji neoasîmîlasyonîzm û neokolonyalîzmê pêve tiþtek nîne, lê axir beramberî rêvebirîya Kurdistana Federal jî zimanê xwe guhorî û ji wan xwast ku hevkarîyê nedine PKKyê. Þik têda nîne ku têkilîyên Tirkîyeyê digel Kurdistana Federal baþ bin eve di serî da dê di qazanca wan bi xwe da be. Lê belê, di ziman guhorîna wan da nîyet xirab e û dixwazin dîsa ve rêvebirîya polîtîk ya Kurdistana Federal dijî PKK-HPGyê bêxine nav aksîyonekê ku qabilîyeta manewraya wan bidine þkandin. Daxwaza wan derêxistina þer e di navbeyna PKK û desthilata baþûr da. Lê heke nikarin vê bidine kirin jî dixwazin qet nebe wargeh, binke û mangehên PKK-HPGyê bidine ablûka kirin ku bibine nîþangeha bombeyên ertêþa Tirk. Ji tecrubeya salan sabit e ku dewleta Tirk dîsa ve dixwaze Kurdan berde hev. Þer danin alîyekê, ablûkayeke bi giþtî û bêhnçikêr jî dê di xizmeta polîtîkên dewleta Tirk da be. Piþtî tecrubeya malwêran ya hinde salan, mirovê Kurd dixwaze bawer bike ku rêvebirîya Kurdistana Federal bi çu awayî keysî nade van entrîkayên dewleta Tirk. Eman ha, çu tehemmula xelkê Kurd ya þer û dijberîya navxweyî nîne!. Tiþtê ku dewleta Tirk, dewletên dagîrker yên Kurdistanê jê faydeyê bibînin divêt neyên kirin!. Ne þer, ne ablûka!. Piþtgirîya neteweyî!.
ROJAN HAZIM
13 Teþrîn [Mijdar] 2007