paşve

 

               

Kurdistan, Iraq û du Kurd

 

ROJAN HAZIM

 

Şeş heyvên pêşîyê yên sala 2005ê, di qonaxa evro [îro] da, sê berêsîleyên giring yên prosesa bizava azadîya xelkê Kurd û Kurdistanê li başûr derêxistin pêş. Yêk hilbijartina 30ê heyva çile, ya duyê hilbijartina Celal Talabanî [6ê Nîsanê] bo serokkomarîya Iraqê û ya sêyê jî hilbijartina Mesut Barzanî [12ê Hezîranê] bo serokatîya ”herêm”a Kurdistanê. Helbet di nav vî demî da, pêkhatina hukûmeta koalîsyonî ya di navbeyna Ereban û lîsteya neteweyî ya Kurdan da jî pêgaveke giring bû, çiku di serî da wezareta karê derve ya Iraqê, ku postekî giring e, digel çend wezaretên dî yên fonksîyonel dîsa ve ketin destê Kurdan. Herweha di avakirina ertêşa Iraqê da jî roleke sereke û giran di destê general û bisporên leşkerî yên Kurdan da ye. Eve hemû tiştekê gelek konkret nîşandidin ku Kurd, êdî hem li ser axa xwe, li welatê xwe Kurdistanê xwudan desthilat in, hem jî di serbanê Iraqa nû da jî digel Ereban bûne şirîkên desthilata Iraqê û herweha bûne xwudanê postên bi seng. Ev tabloya derketîye meydanê, esasen pêkhatina armancên mînîmûm yên Kurdan in. Hema di serî da ”federasyon” bi xwe hêj gelek têrker nehatîye zelal kirin. Federasyon li ser ”herêman” hatîye ava kirin. Bi rengê modern, anku federasyon li ser cografya û desthilata xelkên wê cografyayê nehatîye danan. Heke bi konkretî bête gotin, dewleta nû ya Iraqê bi vî rengî, anku; ”Iraqa nû ya federal, ji du komarên federal, ji Komara Federal ya Kurdistanê û Komara Federal ya Erebî, hatîye meydanê” nehatîye tesbît kirin. Eve zeaf û kêmasîya herî mezin ya vê projeya ”Iraqa nû” ye. Belêm digel vê ”qusûr”ê jî, desthilatîya ”herêma Kurdistanê” fermîyen hatîye qebûl kirin, ku eve jî destkevteke mezin û bihadar e. Ji ber ku ev ”hebûna herêma Kurdistanê”, di fermîyeta belgeyî da herçend li goreyî hêz û şiyan û xwasteka xelkê Kurd nehatibe formûle kirin jî, di pratîkê da ji çarçoveya ”fermî” zêdetir encam daye û pêbendên digel desthilata fermî ya sentral, anku digel hukûmeta Bexdayê, sisttir in û hukûmet û parlementa ”herêma Kurdistanê” li ser qedera ”herêm"ê pratîken domînant e. Di prosesa avakirina ”Iraqa nû” da ji nihe ve kivş dibe ku ev hebûna ”du cografya” û ”du netewe”tîyê, dê di rêvebirina polîtîk û îdarî da tixûbên xwe zelaltir bike. Lê belê, ev yêke dem û bêhnfirehî dixwaze. Di ekuasyona sîstemê polîtîk yê Iraqa nû da êdî hertişt aşkera bûye ku bêyî Kurdan, berikên leyizê bi cih nabin. Ji xwe werarên [semptomên] vê yêkê ji encamên hilbijartinên 30ê meha çile derketibûn. Ekuasyona polîtîk li ser wan encaman rengekî nû wergirt û rê li ber bi dest êxistina postê serokkomarîya Iraqê vekir û di dîroka Iraqê da cara pêşîn têkoşerekî doza azadîya xelkê Kurd, fîgurekî karîzmatîk, organîzator û polîtîkerekî xwudan tecrube, bi hêza neteweyî ya Kurd, bi huvîyeta xwe ya Kurdîtî û serokîya organîzasyoneke polîtîk, bû serokê dewleta Iraqa nû. Li goreyî vê ekuasyona polîtîk, gava duyê teşkîla hukûmeta federal ya sentral bû ku Kurdan di wê yêkê da jî li ser xeta neteweyî gav avêt û wezaretên giring bi destê xwe ve înan. Hemleya sêyê ya vê ekuasyona polîtîk, pêkînana serokatîya ”herêm”a Kurdistanê bû, ku ji bo vî postî jî Mesûd Barzanî dihate hejmartin. Hilbijartinên 30ê meha çile, ji alîyê Kurdan ve çawa ev encame derêxist? Bersiva pozîtîv ya vê pirsê di pratîka prosesa hilbijartinan û di dûmahîka hilbijartinan da derkete meydanê. Kurdan li goreyî şertên xwe û yên navçeyê û konjonktura navneteweyî, alyanseke neteweyî û relatîven jî be demokratîk û encamgir pêkînan û bi vî rengî ketin hilbijartinan. Heke Kurdan ”alyansa neteweyî” ne danaban û armancên xwe yên nêzîk û mînîmal yên li ser teşkîla hukûmeteke federal ya sentral û ronkirina statûya rêvebirîya Kurdistanê deklare nekiriban, esasen nedigihiştin wê hejmara parlementaran û serkevtineke mezin bo ”lîsteya Kurd” bi dest ve nediînan. Li vê derê xala kilîlî ya vê serkevtinê, pêkînana ”alyansa neteweyî” ye. Vê hemleya ”yêkgirtî” ya neteweyî, rê li ber destkevtên dî yên wekî, serokkomarîya Iraqê, wezaretên hukûmeta federal û herweha hilbijartina serokatîya ”herêm”a Kurdistanê vekir. Danana ”alyansa neteweyî” ya Kurd ya berî hilbijartinan, evro di meydana polîtîk ya Kurdistanê da, derî li ber danana koalîsyona neteweyî jî vekir. Pratîka van şeş mehên pêşîyê yên sala 2005ê, ji alîyê Kurdan ve tiştek gelek konkret û aşkera derêxiste meydanê ku ew jî sêhra ”yêkgirtinîya neteweyî” bû. Kurd bi hêza vê sêhrê gihiştin van sê armancên gelek konkret yên wekî serokkomarîya Iraqê, wergirtina wezaretên giring û hilbijartina serokatîya ”herêm”a Kurdistanê. Ev ”sêhr”, ne tiştekî ”mîstîk” e, ne hêzeke ”xwudayî” ye, nejî ”hêzeke nedîtî û nebînayî” ye. Ev ”sêhr”, li ser berjewendîyên neteweyî ”yêkgirtin” e û tiştekî aşkera û konkret e. Heke bête xwastin, qet hewcehî bi ”sûnd” û ”duayan” nîne, hema berjewendîyên xelk û neteweyî li ser her tiştî bêne dîtin û parastin, ew sêhr bi destê ”mirov” bi xwe tête dîtin û girtin. Vêca baş bû ku vê carê fîgurên polîtîk yên Kurd xwastin, ew sêhr girtin û xelkê Kurd jî piştevanîya wan kir û ev encama evro, bi hev ra hate bi dest êxistin. Belêm divêt neête ji bîr kirin ku, ev sêhra ”yêkgirtinî”yê, ”taktîkên sivik û bêhesû” û ”çep û lêhban” ranake! Di avakirina dewleta Kurdistana Başûr da xelekeke zêrîn hatîye vegirtin, divêt li ber hisabên hîç û pûç neête xerc kirin!

Yêkgirtina Kurdî

Di avakirina Iraqa nû da Kurd bi tevahî xwudan rol in. Esasen di hilweşandina rejima Seddam û tesfîyeya bermayên rejima Beasê da jî rola sereke ya Kurdan bû û ev pozisyona Kurdan dom jî dike. Di prosesa têkoşîna antî Seddam da, di nav bizava bi giştî neteweyî ya Kurdan da du organîzasyon, PDK û YNK derketin pêş. Helbet grûb û rêxistinên dî yên polîtîk, yên humanîter, yên sosyokulturel û sosyoekonomîk û herweha hêza ronakbîran jî roleke giring leyistin. Van du organîzasyonên xwudan hêz û desthilat dijî rejimeke antî demokratîk têkoşîneke xurt û dijwar dan, belêm beramberî hev normên rikeberîyeke demokratîk bi kar neînan. Car dijî hev metodên antî demokratîk bi kar înan, car hêzên xwe paralel bi kar înan, lê koalîsyoneke neteweyî pêkneînan. Ev rikeberîya wan ya antî demokratîk hind kûr bû ku Kurdistana Başûr di navbeyna wan da adeta bû du parçe. Hukûmetên wan li Silêmanî û Hewlêrê bûne binasê duserîya hêza Kurd û vê yêkê prestîja bi giştî bizava neteweyî li meydana navneteweyî lawaz kir û hetta bû binasê provakasyonên dewletên cîran yên xirabker yên wekî Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê. Zeafa wan ya di warê ”yêkgirtin”ê da hind zêde bû ku tinê Amerîkayê dikarî wan nêzîkî hev bike û di pratîkê da jî wisa bû û Amerîkayê ew hem mecbûrî hevgirtina di navbeyna xwe da kirin, hem jî digel wan alyanseke ”antî Seddam” pêkîna. Nîyeta Amerîkayê çi dibe bila bibe, belêm di vê yêkê da roleke di xêra xelkê Kurd da leyist. Di van têkilîyên PDK û YNKyê yên bi zîkzak da, kîjan rêxistin anjî serokê rêxistinê kêm an zêde xwudanê roleke negatîv bû, tesbîta vê yêkê di hatina vê qonaxê da êdî gelek ne lezîn e û ne di serê rojevê da ye. Her kes û her alî, ji pencereya xwe li vê pirsê dinêre. Di vî warî da tinê ronakbîrên Kurd yên serbixwe tesbît û analîzên objektîv kirin û daku têkilîyên van hêzan li ser berjewendîyên neteweyî mobîlîze bin, ji dil xebitîn. Di bizava bi giştî ya neteweyî da, lê bi taybetî jî di ya Kurdistana Başûr da, ji partîyan zêdetir, fîgurên sereke hergav bûne lîderên organîzasyonan. Di nav PDKyê da jî, di nav YNKyê da jî, ji rol û hêza kolektîv zêdetir, ya ”serok”an li pêş bû. Binasên vê yêkê yên sosyopolîtîk û sosyokulturel hene helbet, lê di çarçoveya vê nivîsarê da em li ser vê çende ranawestin. Realîteyek heye ku senga ”lîder” di nav civata me da jî, di nav organîzasyonên me da jî ji hebûna normalîyê zêdetir e. Rûyên negatîv em ji bîr nekin, lê belê rûyê pozîtîv yê ”lîder”îyê jî di vê prosesa nêzîk ya bizava neteweyî ya Kurdistana Başûr da hate dîtin. Krîtîkên li ser şaşî û kêmasîyên heta nihe yên herdu serokan, Mesûd Barzanî û Celal Talabanî, li milekê, belêm spesîfîken di van şeş mehên pêşî yên vê salê da, herduyan jî bizaveke xurt kirin ku ”alyansa neteweyî” pêkbêt û li goreyî vê pêkhatina neteweyî gav bêne avêtin. Hem serokê PDKyê Mesûd Barzanî, hem jî serokê YNKyê Celal Talabanî, reng û rûyên xwe yên pozîtîv yên ”liderîya polîtîk” dane pêş û rola xwe li ser van elementên pozîtîv leyistin. Ji berî hilbijartinan, heta pêkînana lîsteya hevbeş, ji encama serkevtî ya hilbijartinan heta plankirina hukûmeta koalisyonî ya digel Ereban, Mesûd Barzanî û Celal Talabanî bi koordîneyeke di xêra xelkê Kurd da xebitîn. Vê paralel karkirina wan, tesîra bizava neteweyî li ser Ereban jî xurttir kir. Di namzet nîşandana Celal Talabanî bo serokatîya Komara Iraqê da jî vê reftara ”yêkgirtî” rol leyist û encam jî bi vê hêza yêkgirtinî hate bi dest êxistin. Piştî hilbijartina Celal Talabanî ji bo serokdewletîya Iraqê, êdî dor hatibû teşkîlkirina hukûmeta koalîsyonî ya digel Ereban. Di vê yêkê da jî, enîya Kurdan bi balanseke li ser berjewendîyên neteweyî postên wezaretan li hev par ve kirin. Di çareserîya vê pirsê da jî Mesûd Barzanî û Celal Talabanî, postên xwe yên ”serokatî”yê bi pozîtîvî bi kar înan. Di vê prosesê da helbet di navbeyna PDK û YNKyê da zîkzak çêbûn, carna peywendî hatin dereceya qutbûnê, lê belê ev yêke di kanalê riberiz, dîyalog û axivtinên berfireh da rotayeke normal bû, çiku ”du alî” li ser pirs û pirsgirêkan dihatin nik hev û dixwastin çareyeke ”hevpar” derêxin meydanê. Hebûna ”du alî”yan di vê prosesê da divêt wekî qazanceke demokratîk bête qebûl kirin. Baş bû ku her tiş di nav du lêvên rêxistinek anjî lîderekê da nebû. Bi taybetî di demê hilbijartina serokê ”herêm”a Kurdistanê da, ev rikeberî û riberiza di navbeyna YNK û PDKyê da rûdayî, herçend çarçoveyeke gelek demokratîk ya qanûnî nedabe jî, lê dîsa ve li goreyî berjewendîyên neteweyî encam da û pirsa serokatîyê hate çareser kirin. Digel vê pirsê, yêkkirina parlementê û hukûmeta Kurdistanê jî hate çareser kirin ku eve birîna herî kûr bû di leşê Kurd da. Di çareserîya hilbijartina serokê ”herêm”a Kurdistanê da jî Mesûd Barzanî û Celal Talabanî roleke pozîtîv û çêker leyistin.

Du Kurd

Di dîroka civatan, ya xelk û neteweyan û ya biçûk mezin hemû organîzasyonan da rola kesên gihiştî, karîzmatîk û bi karakterîstîkên lîderîyê ve raçandî gelek giring e. Lîderan di dîrokê da rolên negatîv jî, yên pozîtîv jî leyistine. Di kategorîzekirina van lîderan da, xala sereke û bingehîn, bîr û bawerî û armanca doza wan e. ”Lîder” hene di rêza neheqî û bêdadîyê da ne û helbet dê rola wan jî negatîv be. Lîder hene di rêza heq û dadîyê da ne û şik têda nîne ku ew jî rola pozîtîv dileyizin. Eve duhî wisa bû, evro jî wisa ye û dê subehî jî wisa be. Gerçî lîderên ku doza azadîya xelk û neteweyê xwe didin, herçend objektîven di rêza heqî û dadîyê da bin jî, lê eve naête wê manayê ku ew ”lîder” kamilen demokratîk in. Gelek ”lîder” hene, têkoşîna azadîyê didin, dijî antî demokratîzmê şerekî dijwar dikin, lê di nav xwe da ji norm û krîterên demokratîkîyê dûr in. Lîder hene, gava ku bi navê xelk û neteweyê xwe welatê xwe rizgar kirin, nîrê kolonyalîzmê şkandin, dawî li desthilata kolonyalîst înan, belêm piştî ku desthilata xwumal damezrandin, rûyê xwe yê antî demokratîk derêxistin pêş û ji rêza heqî û dadîyê dûr ketin û bûn despot. Nimûneyên bi vî rengî gelek in. Lê lîderên ku rûspîtîya xwe ya di demê têkoşîna azadîyê da heyî, piştî wergirtina desthilatê jî domandî û didomînin jî ne kêm in. Ji duhî Gandî û evro jî Mandela nimûne ne di vî warî da. Wan hem di demê têkoşîna azadîyê da, hem jî piştî rizgarbûnê jî sadetî û demokratîkbûna xwe parastin. Gandî berî rizgarîyê jî wekî derwêşekî doza azadîyê dijîya û piştî rizgarîya xelk û welatê xwe jî dîsa ve wekî derwêşekî sade û rûnûr jîyana xwe domand. Gava fanatîkekî Hindî ew kuştî, kirasê wî yê spî li ber bû û bi wî rûyê xwe yê spî û serbilindîya xwe ya mezin çavên xwe niqandin. Serokatîya wî ya dewletê kêm kêşa, belêm ew nihe jî ”serok” e di dilan da û dê heta hetayê jî wekî serok bimîne. Mandelayî jî timamî jîyana xwe fedayî azadîya xelkê xwe kir. Ew berî zîndanê lîder bû, di zîndanê da jî wekî lîderekî xwezayî ma û gava ji zîndanê bi serbilindî derketî jî di dilê xelkê xwe da her ew ”lîder Mandela” bû. Di hilbijartinan da germahîya herî tîr ya xelkê xwe di dilê xwe da his kir û bû serokê dewleta nû ya Afrîkaya Başûr. Mandelayê ku di timamî jîyana xwe da bo azadî, dadî, wekhevî û demokrasîyeke kamil têkoşîn dayî, gava rûnişte ser sandelîya serokdewletîyê jî ew normên rast ji bîr nekirin, tinê dewreyekê ma li ser postê serokdewletîyê û bi reftareke nimûneyî rika mana li ser sandelîyê ne domand û dewreya dûyê nebû namzet û rê li ber  nifşê nû vekir. Mandela bi vê reftara xwe ya modern, serokatîya xwe ya xelkî mayînde kir û wekî serokekî xwezayî navê xwe di dilê xelkê xwe û hemû mirovên humanîter û demokrasîxwazan da wekî motîfekî zêrîn nexşand û navê xwe nemir kir.

Li Kurdistana Başûr, kadroyên ku şerê azadîyê dayî evro di postên rêvebirîya dewleta nû da cih digirin. Eve qewimîneke normal e. Rêxistin û kadroyên polîtîk yên doza azadî û rizgarîyê, gava rejimên neyar hilweşandin, helbet ew têne ser kar û desthilatê werdigirin destê xwe. Li Kurdistana Başûr jî bi giranî du organîzasyonên mezin PDK û YNKyê û serokên wan Mesûd Barzanî û Celal Talabanî, têkoşîneke bê westan dan, rejima kolonyalîst û hov bi hêz û taqeta xelkê xwe û hevkarîya hêz û dewletên demokrasîxwaz, hilweşandin û hatin ser hukûm. Mesûd Barzanî û Celal Talabanî fîgurên sembol yên doza xelkê xwe bûn li Kurdistana Başûr. Wan bo azadî, rizgarî, dadî, aştî, wekhevî û demokrasîyê têkoşîneke mezin dan. Evro gihiştin qonaxa ewil ya mexseda xwe. Hem rejima Iraqê dane hilweşandin û rê li ber avakirina Iraqeke nû vekirin, hem jî Kurdistan rizgar kirin, xelkê xwe azad kirin. Xelkê me li parçeyê başûr di pêşengîya wan û organîzasyonên wan da nîrê kolonyalîzmê şkand. Ew pêşeng û kadroyên şoreşa azadîyê bûn. Wekî hemû serokên şoreşên azadîyê li cîhanê, ew jî bûne serokên welat û dewleta nû. Proseseke normal e ku, organîzasyon û kadroyên ku şoreş kirî û serkevtî, pêkve dibin damezrênerên welat û dewleteke nû. Bi taybetî Kurdistana Başûr, piştî şer û têkoşîneke dûr û dirêj gihişte azadîya xwe û ji nû ve wekî dewleteke modern ji serî pêve tête damezrandin û organîze kirin. Ew serok, kadro, eleman û pêşmergeyên şoreş îdare kirî, helbet dê rol û wezîfeyên damezrênerîyê jî bînin cih. Evro eve tête dîtin û kadroyên ku şoreş pêkînayî dewleteke nû ava dikin û organîze dikin. Serliqên pêşmergeyan evro kumandanên ertêşê ne, serokên hêza pêşmerge evro generalên ertêşa nû ne, kadroyên polîtîk yên partî û rêxistinan evro dîrektor û musteşar in. Kadroyên rêvebirîya rêxistinên polîtîk evro wezîr in. Ew heval û dostên ku di rojên tarî da, di salên 80yî da li cade û kolanên Sûrîyeyê, li Şamê, li Qamişlo û Beyrûda Lubnanê mil bi mil digerîyan, ji kombûn heta kombûneke dî dibezîn, evro wezîr in, serok û endamên parlementê ne. Ew pêşmerge û serokpêşmergeyên ku li çîyayên Kurdistanê hevçeper bûn, evro polîs, leşker, kumandan û general in. Ew kadroyên ku li welatên Ewrûpayê beza dîplomasîyê dikirin evro konsolos in. Ew kadro, eleman û pêşengên şer û têkoşîna azadîyê didan, evro dewleta ku bi salan xiyal dikirin, tam li goreyî dilê wan nebe jî, ji bo paşerojeke bi ronahî ava dikin. Di serê van hemûyan da jî, serokê YNKyê Celal Talabanî bûye serokê dewleta ku berê dixwast reya wan hişk bike, wan ji ser rûyê erdî bibirhîne. Celal Talabanîyê ku bi salan e di maceraya azadîya xelkê xwe da cih girtî, dijî rejima Iraqê şer kirî, evro serokê dewleta Iraqa nû ye. Celal Talabanî, bi huvîyeta xwe ya Kurdîtîyê, bi huvîyeta xwe ya serokîya YNKyê, bi huvîyeta xwe ya têkoşerîya doza Kurdistanê bû serokê dewleta federal ya Iraqa nû. Mesûd Barzanî, bi navê xelkê xwe, bi huvîyeta xwe ya polîtîk, bi jîrî û têkoşerîya xwe bû serokê dewleta Kurdistana Başûr. Mesûd Barzanî, xwudanê mîrateyekî mezin û pîroz e. Ew kurê Mela Mustefa Barzanî ye. Mustefa Barzanî, sembolê bizava neteweyî ye. Mesûd Barzanî li ber destê serokekî navdar mezin bûye, li ser dezgehê wî û li ber perwerdeya wî ya polîtîk gihiştîye. Mesûd Barzanî herweha ehlaq, edeb, têgihiştin û serwextî ji re û xwûna babê xwe Mela Mustefa Barzanî wergirtîye. Hem wekî mirov, hem wekî pêşmerge, hem jî wekî polîtîker dersên herî bijare ji babê xwe, ji serokê neteweyê xwe, ji serokê partîya xwe Mela Mustefa Barzanî standine. Mesûd Barzanî gelekî bi şans e ku kurê wî babî ye. Lê belê, evro Mesûd Barzanî tinê bi wî mîrateyê bihadar yê babê xwe nehatîye vê rêzê. Mesûd Barzanî, di prosesa dirêj ya têkoşînê da xwe gihandîye, di meydana şer da bûye pêşmergeyekî netirs, di platformên polîtîka sivîl da bûye kadro û dîplomatekî aktîv û ev hemû şîyan û jîrîya xwe, zanîn û serwextîya xwe, bêyî armancên şexsî û malekînî, daye xizmeta şoreşa xelkê Kurdistanê û bi vê kêrhatîya xwe hatîye vê dereceyê. Mesûd Barzanî kurê şer, têkoşîn û şoreşê ye. Ew di nav pêlên şerê azadîyê da hatîye dinyayê. Ew kurê esmanê azad yê demê Komara Kurdî ya Mahabadê [1946] ye. Wî ew hewayê bijûn yê azadîya Komara Kurdî ya Mahabadê hilkêşaye nav dil û hinavên xwe. Wî çavên xwe di nav wê herc û merca damezrandina Komara Kurdî ya Mahabadê da vekirine vê dinyayê. Wî hem bi hewayê azadîya damezrîna Komara Kurdî ya Mahabadê xwe têr û tijî kirîye, hem jî xema têkçûna wê komarê di nîveka dil û hestîyên xwe da his kirîye û bo xwe kirîye rika domandina têkoşîna azadîyê. Di demê têkçûna komarê da berî ku Qazî Muhemed ji teref ertêşa Íranê ve bête girtin, Mela Mustefa Barzanî li Mahabadê diçe nik Qazî û jê dixwaze ku teslîmî Íranê nebe û digel wan bête çîyayên Kurdistanê. Lê mixabin Qazî bi gotina Barzanî nake. Belêm berî ku teslîm bibe tikayekê ji Barzanî dike; ”Sozê bide ku heta rizgarîya Kurdistanê hûn dê têkoşînê bidomînin” û madalya û alaya Komara Kurdî ya Mahabadê teslîmî Mela Mustefa Barzanî dike. Barzanî wan bi serbilindî ji Qazî werdigire û hem sozê dide Qazî û hem jî sûnd dixwe ku ew dê heta rizgarîya Kurdistanê têkoşînê bidomîne û wê alayê bikêşe ser stûna li ser axa Kurdistanê çikilandî û li esmanê azad yê Kurdistanê bide pêldan. Hizar mixabin ku jîyê Mela Mustefa Barzanî têra nekir ku bi çavên xwe rizgarîya welatî bibîne û wê alaya emanetê Komara Kurdî ya Mahabadê li esmanê Kurdistanê bi pêl bide. Belêm wî jî ew emanetê pîroz teslîmî kurê xwe, Mesûd Barzanî kir û şîreta herî mezin lê kir ku ew wê alayê li esmanê azad yê Kurdistanê bide pêldan. Mesûd Barzanî hem tikaya Qazî Muhemed, hem jî şîreta babê xwe îna cih û ew alaya pîroz kêşa ser stûna li ser axa Kurdistana azad. Mesûd Barzanî li ber wê alayê, di nîveka parlementa Kurdistanê da, di bin çavên girnijî yên Mustefa Barzanî da, hem hêvîya Qazî Muhemed, hem ya babê xwe Mustefa Barzanî, hem jî hêvî û xwezîya xelkê Kurd ya bi salan kire rastî û sûnda serokatîya dewleta Kurdistanê xwar. Di wî demî da hem axa li ser gora Qazî Muhemed li Mahabadê, hem axa li ser gora Mustefa Barzanî li Barzan, hem jî axa li ser gorên hemû şehîdên Kurdistanê bi giyan ket û gul û kulîlkên rengareng vedan û bişkivîn.

Du Kurdên têkoşer, Celal Talabanî, serokê YNKyê û Mesûd Barzanî, serokê PDKyê dîyarîya têkoşîna xwe ya domdirêj ji xelkê Kurdistanê wergirtin û yêk ji wan bû serokê dewleta Iraqa nû, yêk jî bû serokê dewleta Kurdistanê. Di fermîyeta Iraqê da herçend navê wê ”herêma Kurdistanê” jî be, pratîken ”dewleta federal ya Kurdistanê” ye û Kurdên parçeyê başûr gihiştin hesûya herî nêzîk ya mexsed û xwezîya xwe ya mezin, anku serxwebûnê. Evro ”dewleta federal” subehî ”dewleta serbixwe”. Ermenîstan çawa di demê Yêkitîya Sovyetan da li nav federalîya Sovyetan jî be, hêvîya hemû Ermenîyan bû, ku piştî hilweşîna Sovyetan evro dewleteke serbixwe ye, Kurdistana Başûr jî vê gavê fermîyen bi statûya ”herêma Kurdistanê” jî be -[lê em federal qebûl bikin]-, hêvîya hemû Kurdan e. Nexşe li serê parçeyên dî yên Kurdistanê.

Bi van bîr û hizir û hisên welatperwerî û neteweperwerî, em Celal Talabanî û Mesûd Barzanî pîroz dikin û hêvî ji wan dikin ku ji bo xelkê xwe, hemû xelkên li Kurdistanê û herweha bo Iraqa nû jî bibine çirayê ronahî û xêr û xweşîyê. Dîsa em hêvî dikin ku Mesûd Barzanî û Celal Talabanî bibine danerên demokrasîyê li Kurdistanê û rê li ber avakirina demokrasîyeke kamil vekin. Xelkê Kurd û ew jî wekî serokên şoreşa Kurdistanê, mexdûrên rejimên antî demokratîk bûn. Tête hêvî kirin ku ew di demê serokatîyên xwe da hemû norm û krîterên demokrasîya kamil pêkbînin, çavdêrîya azadî, dadî, wekhevî û mafên mirov bikin û bibine rêberên binecihkirina van bihayên mirovî yên ûnîversal li Kurdistanê û Iraqê. Gelek serokên bizavên neteweyî li cîhanê, gava bi ser ketin û welat û xelkên xwe azad û rizgar kirin, ji normên demokrasîyê dûr ketin, jîyana xelkên xwe xweş û bextewar nekirin. Belêm xelkê Kurd hêvî dike ku Mesûd Barzanî û Celal Talabanî dê bi xwudan derketina norm û krîterên demokrasîyê, xweş û geş kirina jîyana xelkê xwe demên serokatîyên xwe bi tac bêxin û di dilê xelkê xwe da cihekî zêrîn wergirin. Tifaqa wan ew jî mezin kirin, xelkê Kurd jî şa û bextewar kir. Divêt ev tifaqe bête ragirtin. Enteresan e, di seramonîya sûnda Mesûd Barzanî da ya li parlementa Kurdistanê [14ê Hezîranê], konsolosê duyê yê Amerîkayê yê Bexdayê, di axivtina xwe da hevokeke kilîl bi kar îna; ”Neyarên we ji ber belavîya we cejnê dikin, vê firsetê nedine wan”. Eve hem gotineke maqûl û di cih da bû, hem jî li pêş rêvebirên hukûmet û parlementa Iraqê yên Ereb û herweha bi rêya medyayê jî bo hemû neyarên xelkê Kurd mesajeke manadar bû. Paşê eve ne tinê bo Mesûd Barzanî û Celal Talabanî hatibû gotin, ku wan bi salan serê hevdu xwaribû, herwisa ji bo hemû xelkê Kurd hate gotin. Ev şîreta dostane jî divêt bibe guhark di guhê serok û rêvebir û hetta hemû Kurdan da. Mesûd Barzanî û Celal Talabanî, ji vî danê emirî pêve û piştî van serkevtinan û wezîfeyên xwe yên serekî, mecbûr in ku bo wan îdealên xwe yên şoreşê bixebitin. Heke dixwazin di dilê xelkê xwe da sertac bin, divêt bo demokrasîya welatê xwe, bilindkirina standarda jîyana xelkê xwe bêyî terefgirî kar bikin. Mesûd Barzanî û Celal Talabanî û helbet digel rêxistin û hemû kadroyên xwe yên xwudan berpirsiyar, divêt rê nedin rejimeke bi heykelên beton! ”Hertişt ji bo bextewarî, şahî û serfirazîya xelkê Kurd û xelkên dî yên li Kurdistanê”, divêt bibe destûra wan. Helbet gopalê sêhrê di destê wan da nîne ku demildest jîyanê pê xweş bikin û ji xwe xelk jî li hêvîyê nîne ku dê di rojek an du rojan da beheştê ava bikin, belêm ev wezîfe û postên wan bo wan şans in û divêt vî şansî di xêra xelk û welatê xwe da bi kar bînin. Mesûd Barzanî û Celal Talabanî, evro êdî ne serokên hêza opozisyonê ne, ew bûyne serokên welat û dewletê. Mesûd Barzanî serokê dewleta Kurdistanê, Celal Talabanî serokê dewleta federal ya Iraqê ye. Ew evro iqtidar in, xwudan desthilat in. Dîreksîyona welat û dewletê di destê wan da ye. Hukûmet û îdareya fermî di destê organîzasyonên wan da ye û ew jî di serê vî pîramîdê rêvebirîyê da ne. Mesûd Barzanî û Celal Talabanî û organîzasyonên wan, eleman, kadro û rêvebirên wan hemû pêkve xwudan berpirsiyar in. Xelk, ronakbîr û polîtîker, kes û organîzasyonên sosyokulturel û sosyoekonomîk, dê heta demekî maqûl keys bidine wan ku rast û durust kar bikin. Divêt ew jî der û pencereyên xwe li ber pêşniyar û rexneyan negirin. Dê opozisyoneke demokratîk beramberî wan jî hebe û divêt tehemmûlkar bin, xwe qadirî mutlaq nebînin, têkilî û danûstandina xwe digel xelk, ronakbîr û hemû kes û hêzên opozisyonî di dereceya pozîtîv da rabigirin. Mesûd Barzanî, Celal Talabanî û rêvebirîyên wan divêt çu cara ji bîr nekin ku serkevtina wan jî, ya xelk û welat û dewletê jî, di xebitandina çerxa demokrasîyeke kamil da ye. Kurdistan nû wekî dewlet tête danan û organîze kirin, lewma berpirsiyarîya destpêkê gelek jîyanî ye. Bi taybetî Mesûd Barzanî wekî serokê Kurdistanê, divêt timamî şiyan û zanîna xwe û berpirsiyarîya xwe ya serokatîyê di maksîmûm dereceyê da bi kar bîne ku dewleta Kurdistanê bi norm û krîterên demokrasîya kamil bête ava kirin û di rê birin. Mayîndebûna navî, bi cih înana van kar û barên mezin pêktêt. Tête hêvî û bawer kirin ku Mesûd Barzanî û Celal Talabanî di vê bîr û hizir û berpirsiyarîyê da ne. 

ROJAN HAZIM

15 Hezîran 2005

 serî