xweza.com © 2011 • Privacy Policy • Terms of Use

Qelem

 

 

 

 

 

14ê Gulanê, 

Cejna Zimanê 

Kurdî

  Biryara nû:

Cejna Zimanê Kurdî 

bû sê roj: 

14 – 15 – 16ê Gulanê

 

Komisyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNKyê li kombûna xwe ya 4ê Nîsana îsal [2009] biryar da ku ”Cejna Zimanê Kurdî” ji îsal pêve wekî ”sê roj” bête pîroz kirin. Wekî tête zanîn, KNKyê di dîroka Kurdistanê da ewil car sala 2006ê birayereke gelek giring dabû ku ”14ê Gulanê” wekî ”Cejna Zimanê Kurdî” bête pîroz kirin. Ji 14ê Gulana 2007ê pêve jî bi rengekî gelerî hatibû pîroz kirin. Ji îsal pêve jî dê di rojên 14-15-16ê Gulanê da bête pîroz kirin. Li jêr wê biryara li ser ”Cejna Zimanê Kurdî” ya ”Komisyona Ziman, Perwerde,Çand û Hunerê ya KNKyê“ didin:

”Cejna Zimanê Kurdî” ji îsal pêve bû sê roj. ”14ê Gulanê” wekî ”Roja Cejna Zimanê Kurdî” 2006ê bi biryara KNKyê hate qebûl û îlan kirin. Cara ewil 14ê Gulana 2007ê li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê hate pîroz kirin û ev edete di 14-15ê Gulana 2008ê da jî bi ”Konferansa Zimanê Kurdî ya li Berlînê” dom kir. Ji ber asîmîlasyona salan û qedexeya bêhnçikêr ya li ser zimanê Kurdî, ”14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî” ji teref xelkê Kurd ve bi germî hate qebûl kirin û bi coþ û heyecaneke mezin hate pîroz kirin. Xelkê Kurd ev cejne wekî çeperekî xurt yê parastina zimanê Kurdî qebûl kir û lê xwudan derket û di midehê du salan da bi boþahîyeke gelek mezin pîroz kir. Îro bi reng û metodên nû zulma li ser zimanê Kurdî bi israr tête domandin. Di rewþeke wisa da xelkê me bi xwe bi þuûra li ziman xwudanderketinê ji KNKyê daxwaz kir ku rojek têra nake û rojên ”Cejna Zimanê Kurdî” divêt bêne zêde kirin. Ji ber vê hewcehîyê, îsal komisyona me, ”Komisyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNKyê” ”Cejna Zimanê Kurdî” bi armanca dijî her reng asîmîlasyonê û parastina zimanê Kurdî û pêþvebirina ziman û perwerdeya Kurdî, derêxiste ”sê rojan” ku bi berfirehtir bête pîroz kirin û li ser giringîya ziman bi zanahîtir û berpirsiyarîtir bête rawestan. Ji îsal (2009) pêve ”Cejna Zimanê Kurdî” dê di rojên ”14 -15 - 16ê Gulanê” da bi axivtin, þahî, resepsiyon, semîner, konferans û kombûnan bête pîroz kirin. Li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê, Kurd dê li goreyî þert û îmkanên xwe pîroz bikin û di nav aktîvîteyan da bin. Planê pîrozîya ”Cejna Zimanê Kurdî” jî bi vî rengî hatîye tesbît kirin:

  1. 14ê Gulanê: Destpêka pîrozîya ”Cejna Zimanê Kurdî” ye. Li ser zimanê Kurdî dê axivtin û þahî bêne kirin.

  2. 15ê Gulanê: Roja weþana kovara Hawarê ye. Hawarê ji bo parastin û jîyandina ziman û kultura Kurdî kedeke mezin daye. Ji ber vê yêkê, ji bo bîrînana kovara Hawarê dê rola wê ya di warê parastin û jîyandina ziman û kultura Kurdî da bête biha kirin û pîroz kirin.

  3. 16ê Gulanê: Ji bo giringîya perwerdeya bi zimanê Kurdî dê kombûn, semîner û konferans bêne kirin. Herweha ji bo xatiraya hemû þehîdên Kurdistanê, ku ji bo parastina ziman, kultur û hunera Kurdî, neteweyê Kurd û Kurdistanê canê xwe yê pîroz feda kirine, di roja dawîyê ya ”Cejna Zimanê Kurdi” da, dê hemû þehîdên Kurdistanê bêne bîrînan. Bi vê armancê xelkê Kurd dê bi gul û kulîlkan biçine ser av, çem û robarên Kurdistanê û wan qevdên gul û kulîlkan biavêjine nav av, çem û robarên Kurdistanê û rêzê li giyanê pak yê þehîdan bigirin.

Em hevî û bawer dikin ku xelkê me yê Kurd dê vê gava giring ya parastin û jîyandina zimanê Kurdî, wekî edetekî neteweyî pîroz bike û heta hetayê bidomîne. Em ji niha ve ”Cejna Zimanê Kurdî” ya neteweyê Kurd pîroz dikin.­

Komisyona Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya KNKyê

  4 Nîsan 2009, Bruksel

* * *

Banga Konseya Rêvebir ya KNKyê

li ser 

14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî

 

Hemû xelk û neteweyên cîhanê, di rojeke salê da, cejna zimanê xwe pîroz dikin. Heta nihe tradisyoneke bi vî rengî di nav xelkê Kurd da nehatibû dest pê kirin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNKyê, di sala 2006ê da, bi pêþniyara komisyona ziman û perwerdeyê ya KNKyê, 14ê Gulanê wekî roja "Cejna Zimanê Kurdî" qebûl kir û dîyarî xelkê Kurd kir. KNK hêvî dike ku xelkê Kurd dê li roja cejna zimanê xwe xwudan derkeve û hersal vê cejna zimanê xwe pîroz bike û vê cejnê mayînde bike û wekî tradisyon bidomîne. Zulm û zora li ser xelkê Kurd di serî da bi qedexekirina zimanê Kurdî dihate kirin û îro jî tête domandin. Asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî hatîye kirin, li çu zimanan nehatîye kirin. Belêm xelkê Kurd bi rikeke nedîtî, li zimanê xwe xwudan derket, zimanê xwe jînde kir. Bi jînde mana zimanê Kurdî xelkê Kurd jî jînde ma. Xelkê Kurd bi parastina zimanê xwe, xwe jî parast, paþeroja xwe ronahî kir

KNK hazirîya pîrozkirina "Cejna Zimanê Kurdî" dike. KNK starta pîrozbahîyên "Cejna Zimanê Kurdî" bi programa "Rojbaþ Kurdistan" ya ROJ TVyê, di spêdehîya 14ê Gulanê da, dide. KNK êvarîya roja 14ê Gulanê jî, "Cejna Zimanê Kurdî" di merkeza xwe ya li Brukselê da bi resepsîyonekê pîroz dike

KNK bang li xelkê Kurd û timamî rêxistinên Kurdistanê dike ku li seranserê Kurdistanê û li hemû cih û warên dîasporayê, 14ê Gulanê, "Cejna Zimanê Kurdî" her bi çi rengî be pîroz bikin.

Zimanê Kurdî hebûna xelkê Kurd e.

Zimanê Kurdî paþeroja xelkê Kurd e.

14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî li xelkê Kurd û hemû xelkên Kurdistanê pîroz be.

4 Adar 2007

**

”… Bi biryara KNKyê « 14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî » ewil car îsal tête pîroz kirin. Em wekî KNK « 14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî » li neteweyê Kurd pîroz dikin û hêvî dikin ku xelkê Kurd dijî asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê berxwe bide, zimanê xwe di her xeleka jîyanê da bi kar bîne, biparêze û pêþve bibe…”

Konseya Rêvebir ya KNKyê

13 Gulan 2007, Bruksel

**

Portreya ”14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî”

13-14ê Gulana 2006ê kombûna giþtî ya KNKyê li merkeza KNKyê li Brukselê pêkhat. Di roja duyê ya kombûnê da, anku di 14ê Gulanê da, [yêkþemb], bi pêþniyara Rojan Hazim, ”Komisyona Ziman û Perwerdeyê” bi yêkdengîya delegeyan ve hate demazrandin. Di kombûna ewil ya konseya rêvebir ya KNKyê da, 2ê Hezîrana 2006ê, Rojan Hazim wekî serokê komisyona ziman û perwerdeyê hate hilbijartin. Di eynî kombûnê da endamên komisyonê jî hatin kivþ kirin. Komisyona Ziman û Perwerdeyê, 8ê Tîrmeha 2006ê kombûna xwe ya ewil li merkeza KNKyê li Brukselê kir. Di kombûnê da ev kes hebûn:

Rojan Hazim, serokê komisyonê

Nizamedin Toguç

Haydar Iþik

Mîrhem Egîd

Maþallah Ozturk

Ehmed Aktaþ

M. Emîn Yildiz

Serokê komisyonê Rojan Hazim, programa kar û xebata komisyonê pêþkêþ kir. Di vê programê da plankirina kampanyaya zimanê Kurdî û kivþkirina roja “Cejna Zimanê Kurdî” hebû.

Di programê da 14ê Gulanê, ku roja duyemîn ya kombûna giþtî ya KNKyê bû û herweha komisyon jî di wê rojê da hatibû damezrandin, wekî roja “Cejna Zimanê Kurdî” dihate pêþniyar kirin. Program bi berfirehî hate gotûbêj kirin û bi yêkdengîya endamên komisyonê hate qebûl kirin. Konseya Rêvebir ya KNKyê jî ev program û teklîfa komisyonê bi yêkdengî qebûl û herê kir û bû biryara giþtî. Li goreyî vî planî 12ê Tebaxa 2006ê jî digel gelek rêxistinên sosyopolîtîk û sosyokulturel û medyaya Kurdî li avahîyê Mala Kurda li Kolnê kombûneke fireh hate kirin.

Amadekar û koordînasyona kombûnê:

KNK - [Komisyona Ziman û Perwerdeyê]

Beþdarên kombûnê:

Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

Enstîtuya Kurdî ya Berlînê

Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê

Enstîtuya Kurdî ya Stanbolê [*]

Akademîya Hunermendên Kurd

Pena Kurd – Mehmet Þahîn

Konfederasyona Komeleyên Kurd, Kon-Kurd

Yêkitîya Mamostayên Kurdistanê

Yêkitîya Rojnamevanên Kurdistanê

Yêkitîya Elewîyên Kurdistanê

Federasyona Komeleyên Ezidîyan

Civaka Islamî ya Kurdistanê – Mela Þafiî

Yêkitîya Ciwanên Kurdistanê

Yêkitîya Jinên Azad – Ewrûpa

Newaya Jin

Heyva Sor ya Kurdistanê

Yeni Özgür Politika

ROJ TV

Radyoya Dengê Mezopotamyayê

Ji “Hevgirtina Rewþenbîrên Kurdên Rojavayê” -

Selîm Biçûk

PJAK

PYD

Not:

[*] Enstîtuya Kurdî ya Stanbolê ji ber binasên teknîkî nikarîn beþdarî kombûnê bibin, belêm serokê enstîtuyê Samî Tan bi nameyê piþtevanîya kombûn û kampanyayê kirin.

Nivîskarên ku bi nameyê desteka xwe kivþkirî jî ev in:

Seyitxan Anter

Necîb Balayî

Jan Dost

Berken Bereh

Feratê Dengizî

Mehmet Tanrikulu

Planê ku “Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê” pêþniyar kirî, ji teref beþdaran ve hate parve kirin û desteka xurt hate dan. Konseya Rêvebir ya KKKyê (Nihe KCK ye)  jî 21ê Tebaxa 2006ê bi daxuyanîyekê destek da vê kampanyaya KNKyê.

Li goreyî vî planî ji 8ê Îlona 2006ê pêve heta 14ê Gulana 2007ê, roja Cejna Zimanê Kurdî, kampanyaya zimanê Kurdî hate dest pê kirin.

Di midehê kampanyayê da, rêze kombûn û semîner hatin kirin û programên radyo û TVyê hatin çêkirin. Kampanyayê di medyaya Kurdî da cihekî fireh girt û hate destek kirin. Di 12ê Çileya 2007ê da “Sempozyûma Zimanê Kurdî” li Parlementa Belçîkê digel Enstîtuya Kurdî ya Brukselê hate kirin. Di 14ê Gulana 2007ê da jî, di dîroka Kurdistanê da ewil car “Cejna Zimanê Kurdî” hate pîroz kirin. Serokê konseya rêvebir ya KKKyê [nihe bû KCK] Murad Karayilan bi rêya TVyê mesajeke piþtgirîyê ya pîrozbahîya cejna ziman belav kir. Cejn li seranserê Kurdistanê bi coþ û heyecaneke mezin hate pêþwazî û pîroz kirin.

“14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî”, bi pîrozîya 14ê Gulana 2007ê pêve, tradisyoneke nû hate dest pê kirin û ev cejna zimanî dê bibe çeperekî xurt yê parastina zimanê Kurdî. Bila li neteweyê Kurd pîroz be.

Biryara KNKyê ya li ser “14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî”, ji teref TZPKyê [Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî] ve jî di konferansa Amedê [Diyarbekir] da, 24-25ê Sibata 2007ê, hate qebûl kirin.

**

14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî hate pîroz kirin

Serokê Konseya Rêvebir ya KKKyê [nihe KCK ye.] Murat Karayilan mesajek bo Konseya Rêvebir ya KNKyê þand.

Mesaja Karayilan li jêr e:

”Bila rojeke zimanê Kurdî jî hebe”

Ji bo birêz serok û rêvebirîya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê,

Ji bo we hemûyan, silav û rêzên xwe pêþkêþ dikin û di xebata we da ji bo we serkevtinê em dixwazin. Biryara 14ê Gulanê, bi roja zimanê Kurdî be, em jî biryareke di cih da dibînin. Bila rojeke zimanê Kurdî jî hebe. Zimanê Kurdî belkî di dîrokê da, zimanê herî zêde kevn û di heman demî da zimanê herî zêde di bin zextê da mayîye. Ji bo wê jî zimanekî wiloyî qedîm û pîroz, rojeke xwe hebe di cih da ye. Ji ber wê yêkê em biryara we ya ji bo 14ê Gulanê bi roja zimanê Kurdi be, piþtbazîya wê dikin. Dîsa di vê salê da, ev roja wekî roja zimanê Kurdi bête pêþwazî kirin, em jî tiþtê ku bikeve ser milê me em dê bikin. Têkoþîna Azadîya Kurdistanê gelek bi cefa û bi ked û bi þehîd pêþdikeve. Têkoþîna Azadîya Kurdistanê di vateyekî da ji bo çanda Kurd e ji bo zimanê Kurdî ye. Me heta niha ji bo ziman û çandê gelek þehîd dan. Þehîdên me dayî ji bo jîn û jîyandina çand û zimanê Kurdî ye. Eger ne Têkoþîna Azadîya Kurdistanê bûya, bi taybetî di Kurdistana Bakur da, ji salên 70yî þûnda, di pêþengîya rêber Apo da, ev pêlên têkoþînê ya berxwedanî pêþneketa, belkî îro zimanê Kurdî pir di halekî xirab û belengaz da bûya … Lê ema berxwedana þoreþgerên Kurdistanê, çanda Kurdî, zimanê Kurdî rûh danê, hêz danê û xurt kirin…. Iro gelek sazî û dezgehên ji bo çand, ji bo ziman, li hundir welat, li derveyî welat da li ser vî esasî çêbûne. Û ji vir pêvê jî em dê ji bo pêþxistina ziman hêj zêde hewildanê pêþxînin. Heta niha gelek caran me kampanya çêkirine. Car dî curbecur wek þêwazên perwerde em pêþdixînin. Bi van hemû hewildanan em dixwazin, zimanê me, zimanê Kurdî, bi rastî di civakê da, di hemû têkilîyan da zimanê esasî be. Lê mixabin vê xisûsê da lawazî heye. Ev lawazî raber dike ku dîsa em hêj zêde, bi israr vê têkoþînê bibin pêþ. Û hertim wek rewþeke kampanya birêxînin. Ji bo ku her kesek bi Kurdî bixwûne, bi Kurdî bifikire, bi Kurdî binivîse. Di vî derheqî da, xebatên hûn pêþxînin, hemûyan em piþtbazê wan in. Îro di Kurdistanê da gelek zarava hene. Hebûna zaravayan, zengînîya edebîyata Kurdî ye, zengînîya zimanê Kurdî ye. Divêt ku mirov li van zaravaya hemî lê xwedî derkevin û xurt bikin. Yekî nexe pêþ yekî, li ser hemîyan bixebitin. … Lê ema, îro di Kurdistanê da, pêvîstî bi yêk zaravayî heye, wek zaravayekî millî, pêvîstî pê heye. Di heman demî da, pêvîstî bi tipên yêkbûyî heye. Îro niha li alîyekê bi tîpên Latînî tê nivîsîn, li alîyê dî bi tîpên Erebî tê nivîsîn. Vaya wilo nabe. Pêvîst e hevbeþî hebe, tîp yêkbin û zaravayekî me yê millî hebe. Vaya elbet xebatekê dixwaze, hewildanê dixwaze û dem dixwaze. Lê tiþtê herî pêvîst ew e ku mirov xebateke wilo birêbixîne. Vê xisûsê da em dibêjin, KNK dikare pêþkêþîyê bike, rolekê bileyize. Yanî rola KNKyê ne tinê di warê sîyasî da, heman demî da di warê ziman û çandî da jî ji bo ku ber bi hevbûn çêbe, ji bo hevbeþî pêþkeve, dikare xwudan xebat û rol be. Di vê xisûsê da jî em, xebata ku KNK bimeþîne, em dê her tim piþtbazîya wê bikin. Li ser vî esasî ez carek dî we hemûyan ra silav û rêzên xwe pêþkêþ dikim û di xebata we da serkevtinê dixwazim.

Murat Karayilan

Serokê Konseya Rêvebir ya KKKyê [nihe KCK].  

14 Gulan 2007, Kurdistan

**

Resepsîyona Cejna Zimanê Kurdî

14ê Gulanê, “Cejna Zimanê Kurdî” bi resepsîyonekê li merkeza KNKyê li Brukselê hate pîroz kirin. Ji bîyanîyan heta Kurdan nêzîkî 70 kes beþdarî vê resepsîyonê bûn. Resepsîyon bi axivtina serokê “Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê” Rojan Hazim dest pê kir. Paþê jî endamê komisyona ziman û perwerdeyê Nîzamedîn Togûç jî axivt. Hozan Dilovan bi cumbuþa xwe û kurê wî Reþo jî bi meya xwe, sazbend Hekîm jî bi bilûra xwe muzîkeke xweþ pêþkêþî mêhvanan kirin. Ji bîyanîya nivîskar Dogan Ozguden û xanima xwe, serokê ”Institute for International Assistance and Solidarity”, Gerd Greune ji Belçîk û çend kesên dî yên Belçîkî beþdarî resepsîyonê bûn. Ji organîzasyonên Kurdan jî, serokê KNKyê Elî Egîd, serokê Kongreya Gel Zubeyir Aydar, serokê PYDyê Fuad Barzan, serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêþ Ferho, serokê Civata Îslamî ya Kurdistanê Mela Þafiî, nûnerê DTPyê (Partîya Civata Demokratîk) yê Yêkitîya Ewrûpayê Faîk Yagizay, endamên konseya rêvebir ya KNKyê Gulistan Perwer, Hêwî Berwarî, Ferîde Abbasoglu, Tahir Kemalîzade, Felemez Baþboga, Corc Aryo,  endamên komisyona ziman û perwerdeyê Haydar Iþik, Mîrhem Egîd, Mamoste Maþallah, Ehmed Aktaþ, ji Akademîya Hunermendan Seyitxan, serokê Yêkitîya Mamostayên Kurdistanê Muharrem, ji Yek-Komê Bahaddin Dogan, temsîlkarê PDK-Iran, Kawa, ji nivîskaran Medenî Ferho, Amed Tigrîs, Dîyar Bohtî, Jîr Dilovan û ji rojnamevanên Roj TV û Radyoya Dengê Mezopotamyayê, Mamoste Kazim, Ejder Þêxo, Mehmûd Onder, Duzgun Deniz, Aynur Bozkurt û herweha gelek mêhvanên dî jî beþdarî resepsîyonê bûn. Resepsîyonê seet 18.00yê êvarî dest pê kir û heta 21.00ê þevê dom kir. Di resepsîyonê da xwarinên edetî ji mêhvanan ra hatin pêþkêþ kirin.

Roj TVyê resepsîyon bi kamerayê kêþa û kire nûçe û belav kir. Rojnameya Özgür Politikayê jî nûçeyê resepsîyonê weþand.

Berî pîrozîya ”Cejna Zimanê Kurdî” spotreklamek bi sponsorîya ROJ TVyê hate çêkirin û heftîyekê di TVyê da zivirî. Di spotreklamê da serokê KNKyê Elî Egîd, serokê Kongreya Gel Zubeyir Aydar, serokê Konseya Rêvebir ya KKKyê [nihe KCK] Murat Karayilan, serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê Rojan Hazim, serokê Kon-Kurdê Nizamedin Toguç, jina Kurd Þehnaz Atug, zarok Merîvan Denîz [keça rojnamevan Düzgün Denîz], nivîskar Medenî Ferho, rojnamevan Avesta Aysel Aydin bi zaravayê kurmancî, rojnamevan Erdal Er bi zazakî û rojnamevan Pûran jî bi soranî spotên li ser giringîya makziman û Cejna Zimanê Kurdî pêþkêþ kirin.

Nûçeyê ”Cejna Zimanê Kurdî” di ROJ TV, Radyoya Dengê Mezopotamyayê, Rojnameyên Azadîya Welat, Yeni Özgür Politikayê û gelek malperên Kurdî yên wekî Xweza, Diyarname, Ciwan û gelekên dî da jî cih girt.

**

Axivtina ROJAN HAZIM ya li resepsîyona “14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî”

Mêhvanên hêja,

Hûn hemû bi xêr hatin vê resepsîyonê.

Îro 14ê Gulana 2007ê ye û di dîroka Kurdistanê da ewil car e ku rojek wekî “Cejna Zimanê Kurdî” tête pîroz kirin. Zimanê Kurdî yêk ji wan zimanan e ku cejnek heq kirîye. Heta îro gelek ziman bi ber asîmîlasyonên xelk û dewletên serdest ketine û hindek ji wan jî mixabin ku helîyane û ketine nav rûperên dîrokê. Belêm, zimanê Kurdî ji vê kadastrofa mezin, bi ket û rabê jî be, xwe rizgar kirîye û jîyana xwe garantî kirîye. Ev berxwedana zimanê Kurdî di kêm zimanan da tête dîtin. Kêm ziman hene ku li ber asîmîlekirin û birandina herî dijwar karîne xwe li ser pêya jînde bihêlin. Gerçî ew êriþkarîya asîmîlasyonîst hêj jî dom dike li ser Kurdî û bi taybetî jî li parçeyê bakur, li Tirkîyeyê, Tirkîzasyon di dereceya herî birandêr da tête domandin. Belêm heke bi giþtî li rewþê bête nêrîn, herçend jar û lawazkirina Kurdî bête dîtin jî, lê mirandina Kurdî ji teref asîmîlatorên Tirk ve êdî ne mumkun e, ji ber ku bizava neteweyî ya xelkê Kurd, wekî pêla ava biharê fûrya ye û ev pêþkevtine tesîra pozîtîv li ser ziman jî dike û bi kar înana Kurdî her diçe pêþdikeve. Vêca ji ber vê berxwedana pîroz ya zimanê Kurdî ya beramberî asîmîlasyona Tirkî û zimanên dî yên dewletên serdest yên Kurdistanê, “cejna ziman” êdî heqê zimanê Kurdî ye jî. Gelek ziman hene li cîhanê “cejnên xwe” pîroz dikin. Yêk ji wan jî Bengalî ye ku ew jî 21ê Sibatê cejna xwe pîroz dikin. Bengalî jî vê rojê, bi munasebeta dijî asîmîlasyona Urdu ya di demê kolonyalîzma Pakistanê da ku ji bo fermîkirina Bengalî têkoþîn kirine, pîroz dikin.

Nimûneyek jî ya zimanê Tirkî ye ku wekî zimanekî asîmîlator li ser zimanê Kurdî tête bi kar înan; Cejna Zimanê Tirkî jî 26ê Îlonê ye û ev biryare jî 26ê Îlona 1932ê di “Kongreya yêkemîn ya zimanê Tirkî” da hatîye girtin û ji wê rojê were jî fermîyen tête pîroz kirin. Û helbet gelek nimûneyên dî jî hene li cîhanê…

KNKyê jî sala 2006ê, bi pêþnîyara „Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê“ 14ê Gulanê wekî roja „Cejna Zimanê Kurdî“ qebûl û îlan kir. Eve gav û biryareke dîrokî ye. Ji ber ku zimanê Kurdî hêj jî berxwedana xwe ya dijî asîmîlasyonê didomîne. Di serda jî, di nav Kurdan bi xwe da jî edetê kêm axivtina Kurdî her diçe zêde dibe û eve rê li ber otoasîmîlasyonê jî xweþ dike. Lewma zimanê Kurdî ji du alîyan ve, hem dijî asîmîlasyona der ve, hem jî dijî otoasîmîlasyona navxwe berxwe dide. Vêca ev pîrozkirina cejna zimanî dê þuûra li ziman xwedîderketinê mezin û bilind bike di serê mirovê Kurd da.

Erf û edet, bi giþtî tradisyon piþtî bûn û bûyeran pêktên. Destpêkirina pîrozkirina « Cejna Zimanê Kurdî » jî dê bibe çeperekî xurtkirin û pêþvebirina zimanê Kurdî û em hêvî û bawer dikin ku dê di nav xelkê me da bibe tradisyoneke saxlem û her sal ji sala borî geþtir bête pîroz kirin.

Em „14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî“ li neteweyê xwe, li neteweyê Kurd pîroz dikin.

Herweha em ji dil spasîya we jî dikin ku hûn hatin beþdarî vê roja „Cejna Zimanê Kurdî“ bûn û vê cejna bihadar li we jî pîroz dikin.

ROJAN HAZIM

Endamê Konseya Rêvebir ya KNKyê

Serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê

14ê Gulana 2007ê, Bruksel

**

Nivîsarên li ser ”14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” li jêr in:

 

14ê Gulanê roja ”Cejna Zimanê Kurdî” ye

01 Gulan 2007, Yeni Özgür Politika

ROJAN HAZIM

Cejn, ji hewcehîyên erf û edetî, sosyokulturel, sosyopolîtîk, neteweyî, dîrokî anjî dînî bin, ji bo ”ferd” û ”civatê” bûyîn û bûyer û platformên pîrozîyê ne. Civat wekî pêkhatineke kolektîv bi hev ra cejnên xwe pîroz dike. ”Ferd” jî cejna xwe digel ”ferdên dî” parve dike. Lewma karekterîstîka sereke ya ”cejn”ê, pîrozîya kolektîv e. Cejn li ser bûn û bûyîn û bûyeran ava dibin û bi vî rengî jî dibin tradisyonên komî yên mayînde û berdewam. Cejn di jîyana ”ferdî” da be, anjî di ya ”komî” da be, þahîyê sembolîze dike. Cejn herweha ”ferdî” be, an ”komî” be, encama ”serkevtinekê” ye. Di jîyana xelk û neteweyan da sedan cejn hene ku bi hizir û bîreke tîr û tijî ya hevrayî têne pîroz kirin. Di nav van cejnên bi hevratîyeke bilind da têne pîroz kirin, yên neteweyî û dînî, di serî da tên. Lê di nav vê silsileya cejnan da jî yên herî kolektîv cejnên neteweyî ne. Netewe wekî hebûneke kolektîv, ji alîyê sosyolojîk û bîr û hizirî ve heterojen e, belêm ji alîyê stûna ragir ve homojen e. Ziman stûna ragir ya neteweyî ye û ji xerca homojen ya neteweyî pêkhatîye. Netewe bi zimanê xwe yê “yêkpare” hebûna xwe diparêze û bi vî rengî xwe mayînde û berdewam dike. Neteweyên bi ber êriþ, dagîrî û birandinê dikevin, di serî da xwe bi hêza zimanê xwe li ser pêya dihêlin. Êriþkar, dagîrker û kolonyalîst jî, xelk û neteweyên ku bindestkirî, her di serî da ji alîyê ziman ve hildigirin binê zeptûrepta xwe û metodên birandina zimanê wan bi kar tînin û zimanê xwe serdest dikin. Têkoþîna dijî van dagîrker û kolonyalîstan jî di serî da bi parastina ziman dest pê dike. Di rikeberîya xelkê Kurd û dewleta dagîrker û kolonyalîst ya Tirk da ev prosese hate jîyan û mixabin ku hêj jî dom dike. Dewleta Tirk, birandina neteweyê Kurd her ji destpêka komarê pêve bo xwe kire armanc û ji bo vê polîtîka xwe ya qirêj jî aþê hêrana zimanê Kurdî, anku mekanîzmaya asîmîlasyonê di dereceya herî bilind da xebitand. Dewleta Tirk bi polîtîka asîmîlasyonê xwast reya jîyanê ya neteweyê Kurd bibire û xelkê Kurd nîne bike. Belêm nikarî û di vê polîtîka xwe ya dijmirovî da sernekevt. Zimanê neteweyê Kurd, Kurdî, her bi çi rengî be xwe parast û pêþve bir. Zimanê Kurdî, wekî alaya dengî ya neteweyê Kurd, di hiþ û bîr û gewrîya mirovê Kurd da jînde ma û heta hêza xwe ya dawîyê, dijî asîmîlasyona “Tirkî” berxweda. Dewleta Tirk, herçend îro jî polîtîka xwe ya asîmîlasyonê didomîne jî, lê êdî nikare Kurdî bihelîne. Zimanê Kurdî, dijî asîmîlasyona Tirkî, serkevtîye û cejna xwe heq kirîye. Neteweyê Kurd, deyndarê zimanê xwe ye û divêt bi cejneke mezin vê serkevtina zimanê xwe pîroz bike. Vêca di van waran da pêþengîyek jî pêdivî ye.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî, di vî warî da gaveke dîrokî avêtîye û “14ê Gulanê” wekî roja “Cejna Zimanê Kurdî” qebûl û îlan kirîye. KNKyê di banga xwe ya 4ê Adara 2007ê da wisa gotîye: “Hemû xelk û neteweyên cîhanê, di rojeke salê da, cejna zimanê xwe pîroz dikin. Heta nihe tradisyoneke bi vî rengî di nav xelkê Kurd da nehatibû dest pê kirin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNKyê, di sala 2006ê da, bi pêþniyara komisyona ziman û perwerdeyê ya KNKyê, 14ê Gulanê wekî roja ”Cejna Zimanê Kurdî” qebûl kir û dîyarî xelkê Kurd kir. KNK hêvî dike ku xelkê Kurd dê li roja cejna zimanê xwe xwudan derkeve û hersal vê cejna zimanê xwe pîroz bike û vê cejnê mayînde bike û wekî tradisyon bidomîne. Zulm û zora li ser xelkê Kurd di serî da bi qedexekirina zimanê Kurdî dihate kirin û îro jî tête domandin. Asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî hatîye kirin, li çu zimanan nehatîye kirin. Belêm xelkê Kurd bi rikeke nedîtî, li zimanê xwe xwudan derket, zimanê xwe jînde kir. Bi jînde mana zimanê Kurdî xelkê Kurd jî jînde ma. Xelkê Kurd bi parastina zimanê xwe, xwe jî parast, paþeroja xwe ronahî kir.” Ev biryare gelek di cih da ye, biryareke neteweyî ye. Di prosesa têkoþîna azadîya xelkê Kurd û parastina zimanê Kurdî da, beramberî asîmîlasyona zimanên dewletên dagîrker û kolonyalîst û bi taybetî jî dijî asîmîlasyona Tirkî, berxwedaneke xurt hate dan û di vê rikeberîyê da zimanê Kurdî, digel hemû kêm û kasîyan jî be, serkevtî bûye. Lê belê, tehlîkeya li ser zimanê Kurdî hêj jî dom dike û divêt hiþyarî û baldarîya ji bo parastina zimanê Kurdî bête domandin û þuûra li zimanê xwe, li Kurdî xwudanderketinê jînde bête girtin û bizava di vî warî da neête sist kirin. “Cejna Zimanê Kurdî” ji ber vê yêkê dê bibe platforma herî xurt ku xelkê Kurd hem dijî asîmilasyonê bi zanîn û serwextî li zimanê xwe xwudan derkeve, hem jî bi bîr û hizirike yêkgirtî ya neteweyî nîþana hebûna xwe, anku zimanê xwe, bi cejnekê pîroz bike û ev cejne dê bibe binasê bilindbûna hiþ û bîr û þuûra parastina zimanî di nav civatê da ku eve herweha dê otoasîmîlasyona li navxweyî jî biþkêne. Bi vê hêvîyê, 14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî, bila li neteweyê Kurd pîroz be!

Ez vê carê nivîsara xwe bi paragrafa ji banga KNKyê bi dawî tînim. KNK bangî xelkê xwe dike, guh bidinê: “Bo organîzasyonên sosyopolîtîk, sosyokulturel, sosyoekonomîk, medyaya Kurdî, ronakbîr, nivîskar, rojnamevan, hunermend, rêvebirên polîtîk û îdarî yên Kurdistanê û timamî xelkê Kurd; Ji nav elementên ku neteweyan pêktînin, ziman yê sereke ye. Ziman îdentîtêta neteweyan e. Ziman alaya dengî ya neteweyan e. Zimanê me, zimanê Kurdî jî, nîþana hebûna xelkê Kurd e. Zimanê me, zimanê Kurdî, îdentîtêta xelkê me ye. Zimanê me, zimanê Kurdî, alaya dengî ya neteweyê me ye. Zimanê me, zimanê Kurdî, bi salan ji teref dewletên kolonyalîst û dagîrker ve hate qedexe kirin, asîmîlasyoneke nedîtî li ser zimanê Kurdî hate bi kar înan û ev polîtîka asîmîlasyonê bi rengên cuda îro jî tête domandin. Belêm xelkê me, wekî hemû xelkên cîhanê, bi rik, berxwedan û têkoþîneke xurt, ev hebûna xwe ya pîroz parast. Îro xelkên cîhanê salê rojekê cejna zimanên xwe pîroz dikin. KNKyê jî bi vê bîr û bawerî û bihazanîna berxwedana pîroz ya zimanê Kurdî ya dijî asîmîlasyonê, roja 14ê Gulanê wekî roja ”Cejna Zimanê Kurdî” qebûl û îlan kir. KNK hêvî û bawer dike ku xelkê Kurd dê vê rojê bi hizir û bîreke bilind ya neteweyî pîroz bike û wekî tradisyon bidomîne. KNK bang dike ku ”14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî”, li Kurdistanê, li her derê ku Kurd lê, bi þahî, bi semîner, konferans, sempozyûm û axir her bi çi rengî be, bête pîroz kirin. Parastina Kurdî, parastina Kurdetîyê ye. KNK ji nihe ve 14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike.”

**

 

Ziman û mirov

25 Nîsan 2007, Yeni Özgür Politika

AHMED AKTAÞ

Li ser ziman gelek axaftin hatine kirin. Ev gotinên hatine kirin hemî di cihê xwe de ne û rast in. Lê mixabin hêz û dewletên desthilat nahêlin her kes û her gel bi kêfa dilê xwe zimanê xwe bi kar bîne û çand û hunera xwe bijî. Machiavelli, di pirtûka xwe ‘Prens’ de, dibêje; “Eger hûn hez dikin gelekî bixin bin destê xwe, pêwîst e hûn berî hemî tiþtî ziman û çanda wî di nava ziman û çanda dewleta xwe de bihelînin (asimile bikin)”. Dewletên dagirker hemî, lê bi taybetî Dewleta Tirkiyeyê, wisa xuyaye ku þîreta Makyavel baþ girtiye û dev jê bernade! Ne bi tenê zimanê kurdan qedexe kiriye û di nava zimanê xwe de dihelîne, navên erdnîgariyê û heta yên ajalan jî guheriye. Bi vê jî ranewestiya ye, hemî çanda kurdan jî ji xwe re dixe mal û bê þerm ji cîhanê re jî wisa dide diyarkirin. Eha qaþo cejna xwe ya 23’ê avrêlê ya zarokan pîroz dikin. Ji hemî gelên cîhanê zarokan tînin Tirkiyeyê. Zarokên her gelî bi zimanê xwe diaxive, tu astengî nîn e. Lê xwedêgirevî zarokên 40 milyon kurdan yên birayên wan in û mixabin ev zarok, cejna wan be jî bi zimanê xwe pîrozkirina wan qedexe ye. Ma ew qas jî bêwijdanî dibe? Ev çend salên dawî dest bi sextekariyeke berfireh kirine; qaþo dixwazin zarokên kurdan bidin xwendinê, ji bo zarokan dibistanan vedikin, internet, kompitur, û hwd.dibin Kurdistanê. Wey mala minê, ewqas li ber zarokên kurdan dikevin û dixwazin wan jîr û zana bikin! “Bavo min biþîne dibistanê”, bi van navên balkêþ hez dikin keçikên me jî bibin xwendekar û pêþve bikevin! Hedef ev e “bavo min biþinîne bike tirk.” Ev helwestên wan dema kevn tîne bîra mirovan, ku bi navê “dibistanên herêmê…” zarokên kurdan biçûkanî digirtin û dibirin dikirin tirk. Ev qenciya wan e ji kurdan re! Qenciya wan bixwe serê wan! * * * Gotinek heye, cudatiya mirovan ji ajalan mejî ye. Rast e, lê ji bo ramana mejî bibe malê hemî mirovan pêdivî bi ziman heye û hema piþtî vê jî jiyana hevbeþ a civakî çand têt. Eger ev her sê bi hev re be, encex behsa nasnama mirovekî rast, civakeke rast, gelek an jî neteweke rast bête kirin. Ji ber ku, dagirkeran derbe li ev taybetmendiyên me dane, lewma kesayetî û civaka me tevlihev e. Bi tenê cihê dilxweþiyê ev e ku, diyar e ziman û çanda me pir dewlemend e, lewma dagirkeran heta niha nikaribû bi tevayî têk bidana. Dîsa cihê þanaziyê ye ku, her çend kêmasî hebin jî, sazî û dezgehên me yên neteweyî û ziman û çand û hunerê gelek hatine avakirin.

Niha saziya me ya bilind KNK, ji bo ziman û çanda me biparêze û xurt bike û pêþve bixe, dest bi rêzeçalakiyan kiriye. Yek ji van çalakiyên gelek bi rûmet û pir giring ev e ku, 14ê gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî pejirandiye. Divê di serî de hemî kesên xwe rewþenbîr dibînin û hemî gelê me vê rojê weke cejneke neteweyî pîroz bike û li her cihî û her roj di jiyana xwe de zimanê xwe bi kar bîne. Bi zanistî jî hatiye pejirandin ku, mirov bi zimanê dayika xwe baþtir dikare pêþ bikeve.

**

Cejna Zimanê Kurdan [*]

11 Gulan 2007, Yeni Özgür Politika

HAYDAR IÞIK

„Zimanê neteweyekê, ruha wî neteweyî ye“ dibêje zanyarê Elman Humbolt. Ruha neteweyê Kurd jî; Makzimanê wî yê Kurdî ye ku xelkê Kurd li ser reyên wî yên sosyal radigire, huvîyetê û rengî didê. Belêm ruha xelkê Kurd li Tirkîyeyê di bin qedexetîya makqanûnî da ye. Di maddeyê 42. yê makqanûnê da: „Ji bo hevwelatîyên Tirk, ji bilî Tirkî çu zimanên dî di dezgehên perwerdeyê da nikarin bêne dan. Çarçoveya rêzikên perwerdeya zimanên bîyanî yên di dezgehên perwerdeyê da bêne dan û perwerdeya li dibistanên ku bi zimanên bîyanî perwerdeyê bikin, bi qanûnê tête danan.“ „Herwisa maddeyên 3. û 4. yên makqanûnê jî: „Dewleta Tirkîyeyê bi welat û neteweyê xwe ve yêkpare ye û lêkve nabe. Zimanê wê Tirkî ye. Maddeyê 3. nikare bête guhorîn û teklîfa gihorînê nikare bête kirin“ tête gotin û ev qedexe di maddeyê 81. yê qanûna partîyên polîtîk da jî dom dikin. Disa li maddeyê 42ê „Perwerde, bi armanca þoreþ û prensîbên Atatürk û prensîbên zanyarî û perwerdeya hevdem û di bin çavdêrî û kontrola dewletê da tête kirin. Cihên perwerdeyê yên dijî van norman nikarin bêne vekirin.“ Çi ne ev þoreþ û prensîbên Atatürk ku hinde têne gotin? Cilê unîform e. Kirasê dînan e. Tîmarxane ye. Sulteya generalan e. Çetetî ye. Nijadperêsî ye. Faþîzm e. Bi kurtî sîstemê dewleta Tirk e. Barbarîya ku Kurdan li fabrîkayên asîmîlasyonê bihelînine. Zimanê neteweyê Kurd hildigire binê qedexe û zulmê û ruhê lê tarî dike, huvîyet û kesayetî û hebûna mirovîyê nîne dike. Xelkekî ku zimanê wî hatîye qedexe kirin, ji reyên xwe yên sosyal tête piçandin. Bê huvîyet û bê þexsîyet dibe. Darek çawa li ser reyên xwe þîn dibe û bejn dide, xelkek jî li ser zimanê xwe dibe xwudan huvîyet, kultur û þexsîyet. Kurdî qedexe ye, li dibistanên dewletê nayête fêr kirin, dîyar e ku qedexe ye, hingê tête xwastin ku xelkê Kurd ji reyên xwe bête piçandin. Tiþtê ku min li jorî gotî, rewþa Kurdan ya îro ye; Kurdê hiþyarbûyî, Kurdê welatvîn dij radiweste, vê prosesa asîmîlasyonê asteng dike. Belêm li milê dî em Kurd bi zimanê ku li me sanahî [hesan] têt diaxivin û dinivîsin. Anku bi rengekê em hevkarîya kolonyalizmê dikin. Otosansûrê tînin ser zimanê neteweyekî mezin.. Etnologê Elman Prof. Eickstedt dibêje ku, xizmeta herî mezin ya Kurdan ji bo dîrokê, ev ziman ji kûrahîyên dîrokê heta îro înane. [Berê xwe bidin pirtûka Tirk-Kurd-Îranî, ji demên destpêkê heta îro] Zanyarên ku qazanc dîtine, mixabin ku Kurd nabînin. Dîsa heke bi çavekî unîversal lê bête nêrîn, makziman wekî mafekî bingehîn yê mirovî tête dîtin. Baþe Kurdan ji bo vî mafê kolektîv heta îro tiþtek kirin? Mirov dikare bêje ku nikarîne heta îro tiþtekê bikin. Heke Tirkîyeyê ji ber tîpa ”W”, birêz Osman baydemîr derêxiste pêþ dadgehê, dîyar e ku me mesele hêj nedaye têgihiþtin. Ewrûpa zimanê Kurdî di dereceya mafê kesînî da dibîne. Baþe kîjan kampanyaya me da zanîn ku ev maf ne mafekî kesînî ye, mafekî kolektîv e? Berî ku em bêjin tênagihin, me karî têbigihînin? Komisyona ziman ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê [KNK], ku li ser vê pirsê difikire û riberizê dike, sere vê salê li Parlementa Belçîkê sempozyûmeke ziman pêkîna. Þik têda nîne ku dikarî berfirehtir biba, belêm tiþtê min dîtî, di van salên dawîyê da yêk ji xebatên pêþve bû. Serokê komisyonê heval Rojan Hazim li ser zimanî polîtîka nûkirin, aktîvî û lê xwudanderketinê di pratîkê da bi kar tîne. Li goreyî vê yêkê, KNKyê 14ê Gulanê wekî roja „Cejna Ziman“ îlan kir û ji nihe û pêve jî dê wekî tradisyon bidomîne û pîroz bike. Þik têda nîne ku ev gave divêt ji alîyê xelkê me yê ku ruha wî hatîye êxsîr kirin wekî gaveke giring bête dîtin û her Kurdekî bi rûmet, xwudan þexsîyet û huvîyet divêt destekê bide vê gavê. Di serê meha Adara îsal da enstîtuyeke Belçîkî sempozyûma li ser „Makziman û jin“ li Dêrsimê fînanse kir û yêk ji berpirsiyarên ku beþdarî vê sempozyûmê bûyî ji min ra wisa got: „Min mereq kir çu kes bi makzimanê xwe nediaxivt. Piþtî pirsa min dest bi axivtina Kurdî kirin“. Ma eve resmê kêmasîya me ya di vî warî da nîþan nade? Em wekî ferdên xelkê ku hatîye kolonî kirin, ne di nav paranoyayê da ne ku bêjin zimanê Kurdî maka zimanan e. Belêm xwudanderketina li zimanê ku neteweyekê ji nav kûrahîya dîrokê înayî, tête manaya xwudanderketina mirovahîyê. Rewþa me ya îro ji ya berê baþtir e. Berê medyaya me nebû. Îro Tvyên me, radyo û rojnameyên me hene. 14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî ya ku KNKyê îlan kirî, bila li we hemûyan pîroz be! Li zimanê xwe yê bab û bapîran xwudan derkevin. Bi Kurdî biaxivin, têr rûmet bin. Kirmancî qesey bike! Kirmancî biwane! Kirmancî fikre xo waze!

[*] Kürt Dil Bayramý

11. 05. 2007

Kurdîya wê: ROJAN HAZIM

**

 

Zimanê Kurdî û Cejna Zimanê Kurdî [*]

10 Gulan 2007, Yeni Özgür Politika

MAÞALLAH ÖZTÜRK

Di roja me da, yêk ji mijarên ku zêdetir li ser tête rawestan û riberiz kirin, ziman e. Binasê ku li ser ziman zêdetir tête rawestan û riberiz kirin ji hêz û giringîya zimanî têtin. “Ziman, aletê pêþîyê yê dîroka medenîyetê ye ku gava mirov ji demê jîyana kûvî derbazî jîyana mirovbûnê bûyî. Di naskirin û têgihiþtina mirov ya xwezayê da, di manadan û parvekirina digel mirovên dî da faktorekî giring e” û di eynî demî da, “di navbeyna ferd û civakê da wekî alet rola yêkparekirinê dibîne” û “berê xîmî yê bihayên civakî ye”.

Di vê kontekstê da ziman timamîya kultur, huner û bihayên hatine afirandin yên civakê ye. Ji ber vê yêkê jî zimannas û ramanwerê Elman W. von Humbolt wisa gotîye; “Zimanê neteweyekê ruha wî ye”. Bi vê gotinê ji bo neteweyekê giringîya jîyanî ya zimanî destnîþan kirîye. Li ser vê xalê neteweyan bi jîyandina zimanî xwe jîyandine, yên ku li zimanê xwe xwudan derneketine, zimanê xwe nedayne jîyandin pûç bûne. Lewma hebûn û nebûna xelkekê bi zimanê wî ve hatîye girêdan. Li goreyî hindek lêkolîneran di nav van 400 salên dawîyê da ji 1000an zêdetir ziman berze bûne çûne. Di rewþa îro da ji 6000 zimanên ku têne axivtin, bahra pitir bi tehlîkeya nînebûnê ve rûbirû ne. Tehrîbatên kolonyalîzmê, koç û emperyalîzma kulturê jî vê yêkê dilezîne. Þik têda nîne.

Yêk ji xelkên ku zerara mezin ji kolonyalîzmê, parçebûnê û koça bi darê zorê dîtî jî Kurd in. Kolonyalîzma Tirk, Ereb û Farisan ku Kurd razandine ser doþeka mirinê, bi sedsalan e xwûnê ji devê Kurdan divereþînin. Hemû bihayên neteweyî yên xelkê Kurd hatin îpotek kirin. Kurdîtî hate biçûk kirin. Lewma ew zulma ku xelkê Kurd dîtî, êþa kêþayî, çu xelkan nejîyaye. Bi taybetî TCyê [Komara Tirkîyeyê] polîtîkeke nedîtî ya asîmîlasyonê di rê bir û navên gund û çîyayên Kurdî guhortin, navên zarokên nûbûyî bi zorê kirine Tirkî û hertiþtê ku bêhna Kurdî jê hat qedexe kir. Li ser vê zihnîyeta qedexetîyê ya dewletê, hebûna dibistanên bi razan yên navçeyî û TVyên Tirkî jî, asîmîlasyon rabû dereceya herî xedar.

Bi xurtbûna hereketa PKKyê ya di nîveka salên 1970yî da, qedera Kurda jî ya zimanê Kurdî jî hate guhorîn. Bi gotina birêz Mehmûd Baksî, ku em bi rehmet bi bîr tînin; “Ev zimanê ku berê tinê ji teref ronakbîran ve rexbet didît, bi derketina PKKyê ve milyonên ku zimanê wan ji teref TCyê ve hatibû kilîl kirin, vebû. PKKyê tirsa TCyê þkand. Kurdî kifinê xwe dirand û kasetên Kurdî ne tinê li Kurdistanê, li metropolan jî rexbeteke mezin dît. Gerçî astengên fermî li pêþîya zimanê Kurdî ranebibûn.

Belêm milîtanên PKKyê singên xwe beramberî fîþekan kirin sîper û dane legal kirin. Gelek xwûn rijya. Bedelê wê gelek giran bû. PKKya ku herdiçû xurt dibû, pêþîyê bi weþana rojnameyan, paþê jî bi weþana radyoyan Kurdî ji nînebûnê rizgar kir. Kovarên mîzahî yên Kurdî, pirtûkên Kurdî bazar û çarsû xemilandin. Kurdî êdî bû zimanekî axivtinê û jê hate hez kirin û lê hate geryan.“

Li ser van, kar û xebatên ji weþana Med TV heta Roj TV, ku di pêþveçûna zimanê Kurdî da roleke unîversîteyê leyist, kampanyaya Parlementa Kurdistanê ya li derveyî welat ya „Kurdî bifikire, Kurdî biaxive, Kurdî binivîse“ û konferansên li ser ziman yên ku enstituyên Kurdî amade kirî dewam kir. Û kelebçeya li ser zimanê Kurdî hatîye danan hate parçe kirin.

Li ser vê yêkê gaveke dîrokî jî KNKyê avêt. Dijî tehlîkeya otoasîmîlasyona heyî, bi armanca ku zimanê Kurdî bidin hez kirin, pêþve birin û bidin axivtin, di kombûna xwe ya giþtî ya 2006ê da, biryareke dîrokî wergirt û 14ê Gulanê wekî ”Cejna Zimanê Kurdî” qebûl kir. Di manaya xwudanderketin û pêþvebirina zimanê Kurdî da ev biryara KNKyê biryareke gelek giring e. Þik têda nîne. Ev cejna ku dê ewil car 14ê Gulanê bête pîroz kirin, dê hem mil bide pêþveçûna zimanê Kurdî, hem jî dê hessasîyeta li ser zimanê Kurdî bilind bike.

Di vê çarçoveyê da ji bo xebata KNKyê ku cejna zimanê Kurdî bike tradisyon divêt destek bête dan. Rêya ku manayê bidine vê cejnê jî ew e ku, li malê, li kar, li dibistanê, li kolana, bi kurtî li hemû warên jîyanê bi Kurdî bête axivtin, bi Kurdî bête xwandin û nivîsîn û ya herî giring jî ji zimanê Kurdî bête hez kirin.

Çiku: ”Zimanê Kurdî zimanê me ye. Zimanê Kurdî ev rewþa me ye. Zimanê Kurdî hebûna me ye. Ew winda nabe, heta em hebe.”

[*] Kürt Dili ve Kürt Dil Bayramý

10. 05. 2007, Yeni Özgür Politika

Kurdîya wê: ROJAN HAZIM

**

 

Cejna Zimanê Kurdî

14 Gulan 2007, Yeni Özgür Politika

MEDENÝ FERHO

Gelê Kurd di demjiyana îroyîn de, li ser azadî, aþtî û demokrasiya cîhanê diaxive. Ev destîniya gelên bindest e. Dema gelên bindest, ji bo jiyaneke bi rûmet dest bi têkoþînê kirin, pêwiste destdirêjiyan li bextê cîhanê bikin. Destdirêjiya li bextê cîhanê, hiþ û ramanên nû, siyasetên nû, felesefeyên nû di afirîne, rê û þivîleyên nû derdixe holê. Di her alî de erdhejînek çêdibe. Dema gelên bindest hebin, ademiyet nîne, mafê mirovan bin pê dibe, mafê jiyaneke bi rûmet û azad tune ye; bextê cîhanê têkçûye, zordestî, wêranî û talanê dest pê kiriye; yase, rêbaz, peyam û peymanên navneteweyî û gerdûnî ji holê hilatine. Bi gotineke din, hinek ji gelan hene ku di þaristaniya cîhanê de, di rûmetdariya jiyanê de cihê xwe ne dîtine. Lewra dixwazin bigihin xisletên pîroz yên cîhan û jiyanê. Ev jî, wî gelê pêwistî þer dike. Gelê Kurd jî, yek ji van gelan e û di nava civata cîhanê de bêxwedî û bêxwedan e. Lewra, piralî, berfireh û li eniyên cuda cuda þer dike. Dijminê gelê Kurd, dixwazin ku despotîzma pirranî û dîroka xwedest, gelê Kurd gunehkar bikin, bikujin, pîroziyên wî pûç bikin. Lê em dikarin bi þanazî û serbilindî destnîþan bikin û bibêjin ku, Têkoþîna Azadixwaz a Gelê Kurd, li dijî vê destînî û dîroka xwedest, têkoþîn kir û paþerojên gelê Kurd, ji wêranzariyê xelas kirin. Îro serazadên gelê Kurd, li her çar aliyên cîhanê, di nava þerekî piralî û berfireh de ne. Îlan kirina Cejna Zimanê Kurdî, eniyeke nû, lê dijwar ya þer e. Gelê Kurd, xwe siparta bextê cîhanê, xwe avête tor û bextê navê mirovaniyê. Lê Kurdan ev dexalet bi xwîna xwe da. Gelê Kurd ku bêbextî, bextreþî û xiyanetê baþ nas dike, îro, xwedî hêz e ku nirxên xwe, bi diparêze. Yek ji van nirxan kultur e. Kultur xweser Birca babîl e. Û ziman….. Kultur eger xisletek ji ya hebûna neteweyî be, bêguman ziman xeleke sereke ye. Pir balkêþ e ku gelên cîran, ji bo þaristanî û kultura xwe zindî bigirin serî li nirxên gelê Kurd dane. Feylesofê Frensî, Paul Valery dibêje: “Bedena þêr, ji lawirên dixwê pêk te”. Dijminên gelê Kurd jî, ji bo “ecdad”ê kultur û nirxên xwe çêbikin, piþtî talan û diziyê, kultur, ziman û hebûna gelê Kurd înkar dikin. Gelê Kurd, li hemberî vê dorpêçana berfireh, kirêt û zexim, li gelek eniyan þer dike û “sefalet”a cîhanê diqîre. Têkoþîna 30 salî þoreþek derxistiye holê. Ev þoreþ, bûye sîstem û asoyên dîtin û nêrîna gelê Kurd di çepereke berfireh de vekiriye. Greva birçîbûna Starsbourgê þerek e… Meþa Strasbourgê û hwd. þerek e… Pîroz kirina Cejna Zimanê Kurdî li payîtexta YE Brukselê, li avaniya KNKê þerek e. 10ê Tebaxa 1702 an, Saint-Just li parlamena Frensa, Destura Bingehîn pêþkêþî parlamenteran dikir û digot: Îro em li ser azadiya cîhanê diramin û diaxivin, Gelên Cîhanê we temaþe dikin û hun li hember azmuneyeke mezin in. Roja ku we Destura Bingehîn da gelê Frensa, hunê qiral, -tacîdar- ji holê rakin, hûnê bi peyama bingehîn, bersivekê bidin cîhanê. Her gel layiqî jiyana bi rûmet û xiret e. Ev gotinên ku berî 295 salan li parlamena Frensa olan vedidan, îro li salonên Kongreya Neteweyî a Kurdistanê bi rengekî cuda olan vedidin. Gelê Kurd, þerê azadiya gelên bindest dike. Cîhanê, di azmûneya azadî, mafê mirovan û huquqê navnetweyî de, di “sinif”-pol de ma. Ilan kirina Cejna Zimanê Kurdî, xwedî derketina li nirxên gelên bindest e. Di demeke ku li Strasbourgê 18 cengawerên Kurd, canê xwe, ji bo xwedî derketina li rûmet û xîreta Kurd, li ser ferþê teneþîrê dirêj kirine, îlan kirina Cejna Zimanê Kurdî, pirr watedar e. Barê vî karê pîroz li ser milên þakirdên zimanê Kurdî ye. Em çiqasî gunehkariyê bikin aliyê dijmin û kefika gunehên wan giran bikin xêr nake. Saziyên kulturî yên Kurd jî, pêwiste bizanibin ku Ferheng nasnameya zimanê gelan e û ne tenê dewlemendiya ziman destnîþan dikin, zanistiyên dema xwe jî himbêz dikin û pêwiste kêmasiyên di vê hêlê de bêne temam kirin. Larousse, xweser pirtûkxaneyek e. Ziman, saziya hunandina dengên civakî ye û xwedî taybetmendiyên giyanê neteweyî ye. W. Humboldt dibêje: Zimanê gelekî giyanê wî ye, giyanê wî jî zimanê wî ye. Barê vî karê giring li ser milên, rojnamevan, entel, rewþenbîr, arîstokrasî û pirtir ji her kesî li ser milên nivîskaran e. Pêwiste ev çînê bijarte, di berz kirin, pêþxistin û xurtkirina kadroyên gotina edebiyata Kurdî de, bi termînolojiyên cûda yên civakî û jiyanê, di rengekî þoreþî de di “sinif”- pol de nemîne. Eniya çînê bijrate, heya îro di “þerê gotinê” de, serneketiye. Hêviya me ewe ku ji niha û pê de serketin bête bidestxistin. Cejna Zimanê Kurdî, li gelê Kurd pîroz be.

**

Pîrozbahîya “Cejna Zimanê Kurdî” ji nav gerîlla jî hat.

Nivîskar û ronakbîr Hesen Huseyîn Denîz digel pîrozbahîyê, nivîsarek jî þand. Belêm mixabin ku ji ber mîzanpaja rûperan me birek ji nivîsarê wergirt. Name û nivîs li jêr in:

Hevalê Rojan,

Beyankirina we ya li ser Cejna Zimanê Kurdî min xwend, gelekî kêfxweþ bûm. Veqetandina rojekê ji bo zimanê kurdî pêwîstiyek û grîngiyek e. Bi vê sedemê ez jî cejna we pîroz dikim û hêvî dikim ku ji aliyê gelê me ve weke cejneke netewî were pejirandin, himbêzkirin û pîrozkirin. Em jî tiþta ji destê me were, emê bikin.

Li gel silav û rêzên germ.

Hesen Huseyîn Denîz

13 Nîsan 2007

**

ZIMAN HEBÛN E;

BÊZIMANBÛN TINEBÛN E!

Dawî, em Kurd jî bûn xwedî cejneke zimanê xwe. Ji aliyê KNKê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) ve, roja 14ê Gulanê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî hatiye pejirandin û beyankirin. Destpêkê em vê rojê li tevahiya mirovên kurd û li giþtiya mirovahiya cîhanê, ya bi sedê salan e li hemberî qirkirina li ser gelê Kurd, zimanê Kurd, çand û wêjeya Kurd bê deng dimînin dikin ku belkî bi saya vê roja cejna zimanê Kurdî hinekî bala wana bikiþe ser nirxên Kurdan û hinek ronahî bikeve wijdanê wan û ji bo rakirina zulma li ser zimanê me qe ne nebin alîkarê dagirkerên Kurdistanê.

Dîsa hêvîdar im ku ev cejna 14ê Gulanê ya ji aliyê KNKê ve hatiye beyankirin ji aliyê tevahiya sazî, rêxistin, dezgeh û kesayetên Kurdî ve were pejirandin û rûmeteke tê xwestin were dayîn. Divê neyê jibîrkirin ku ziman navgîneke gelemperî ye; ew ne zimanê beþekê, çînekê, komekê, zayendekê yan girseyekê ye. Ew zimanê giþtiya nijadekê û kesên wî zimanî bikar tînin e. Bîrûbaweriya wan kesan çi dibe bila bibe zimanê wana dikare hevbeþ be û rêzikên rêziman, xwedîderketin û jiyandina rêziman her kes pêwîst û girîng dibîne. Kesên demokrat jî, yên sosyalîst jî, yên lîberal jî, yên faþîst jî ger di nava civakekê de cih digrin û ew civak zimanekî bikar tîne, bê ku van cudahiyan bidin ber çav, pêwîst e her kes li ziman xwedî derkeve û bide jiyandin. Ji bo vê em wekî civaka Kurd jî; cudahiyên ramanî, olî, zayendî çi dibin bila bibin, divê em tev li zimanê xwe xwedî derkevin û ger ji aliyê cihekî ve ji bo lipêþxistin û jiyandina zimanê me gaveke erênî li ku derê were avêtin, divê wekî ew gav ji aliyê me ve hatiye avêtin em lê xwedî derkevin û bidin jiyandin.

Bi vê hizirê hêvîdar im her Kurd li vê pêngava ji aliyê KNKê ve hatiye avêtin xwedî derkeve û ji bo pêþdebirin û jiyandina wê hemû hêz û jêhatiniya xwe derxîne holê.

Bi van hest û ramanan ez Cejna Zimanê Kurdî li tevahiya Kurdan cardin pîroz dikim.

Li gel silav û rêzên Kurdinî.

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

**

Pîrozbahîya Samî Tan, serokê Enstîtuya Kurdî ya Stanbolê:

Cejna Zimanê Kurdî pîroz be!

Me jî dixwest di vê roja girîng de di nav we bin, lê belê ji ber pirsgirêkên vîzeyê me nekarî li wir amade bin. Têkoþîna gelê kurd a ji bo azadî û parastina nirxên neteweyî her ku diçe geþ û gurtir dibe. Zimanê kurdî girîngtirîn nirxê neteweyî ye. Parastin û pêþvebirina zimanê kurdî barê ser milên hemû mirovên azadîxwaz e. KNK‘ê di warê têkoþîna parastin û pêþvebirina zimanê kurdî de gaveke girîng avêt û 14ê gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî destnîþan kir. Em vê rojê di serî de li rêberê gelê kurd û li têkoþerên azadîxwaz, li hemû kurdên azadîxwaz pîroz dikin. Em bawer dikin ku dê ev roj di geþbûna doza parastin û pêþvebirina zimanê kurdî de bibe destpêkeke nû. Bi van bîr û baweriyan em Cejna Zimanê Kurdî li we pîroz dikin û rêz û silavên xwe pêþkêþ dikin.

Samî Tan

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Berdevkê demê yê Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî)

11 Gulan 2007

**

 

Nûçeyên ji Kurdistanê yên li ser pîrozîya

”14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî”

ji rojnameya Yeni Özgür Politika û ajansa DIHAyê:

Li Elkîya Hekarîya jî Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

Li Navçeya Elkî ya Hekarîya bi munasebeta 14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, banga xwudanderketina li zimanê Kurdî hate kirin. Rêxistina Partîya Civata Demokratîk (DTP) ya bajêrkê Elkî, li ser “14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî” daxuyanî da çapemenîyê. Þehridarê Elkîyê, Faîk Dursun û Serokê Rêxistina DTPyê ya navçeyê Yusuf Temel jî di nav da nêzîkî 100 kes beþdarî daxuyanîya ku li avahîyê DTPyê ya navçeyê hatîye dan bûn. Serokê Rêxistina DTPyê ya Elkîyê Yusuf Temel, di daxuyanîyê da bal kêþa ser asîmîlasyona ku li ser zimanê Kurdî tête meþandin û wisa got: ”Tinê binasê (sebebê) hebûna me xwudanderketina li çand û ziman me ye. Em Kurdîyê pêþda bibin û dewlemendîyên wê bi cîhanê bidin nasîn.” Piþtî axivtinan hindek nivîsarên li ser zimanê Kurdî hatin xwandin û derheqê ziman da agahî hatin dan.

14.05.2007, Elkî

**

Li Wanê jî ”Cejna Zimanê Kurdî” hate pîroz kirin:

WAN - Partiyên sîyasî û rêxistinên civakî yên sivîl yên li Wanê, “14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” bi daxuyanîyekê pîroz kirin. Rêxistina DTPyê ya Bajêrê Wanê, GOÇ-DER, YODER, Þaxê ÎHDyê, TUHAD-DER, Þaxê KURDÎ-DERê, Komeleya Hevwelatîyên Azad, Navenda Çand û Hunera Serhedê, Mala Dengbêjan û TZP-Kurdî, bi munasebeta “14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” li Kuçeya Hunerê daxuyanîyek hevpar dan çapemenîyê. Li ser navê sazîyan Rêvebirê Þaxê KURDÎ-DERê yê Wanê Selîm Ozkan daxuyanî xwand. Ozkan, dîyar kir ku ziman nasname, rûmet û hebûna miletekî ye û da zanîn ku miletekî bêziman weke miletekî mirî ye. Ozkan, got ku mixabin bi salan e ji alîyê hêzên serdest ve bi rengên cuda li ser ziman û bihayên xelkê Kurd yên herî xwezayî polîtîkên inkar û ji halê rakirinê têne meþandin. Ozkan, îna ziman ku di serî da ziman, bihayên neteweyê Kurd têne inkar kirin, ji ber vê yêkê bi rengekî sîstematîk zext û zorên li ser xelkê Kurd têne zêde kirin. Ozkan, got ku bi taybetî jî li ser çand, huner û zimanê Kurdî polîtîkên qedexekirin, inkar, asîmîlasyon û nînekirinê têne domandin. Ozkan, daxuyand ku her ku xebatên parastin û pêþxistina nasname û zimanê Kurdî geþ dibin, ev polîtîkên inkar û nînekirinê jî zêde dibin. Xebatên parastinê her roj zêdetir dibin.Ozkan, bal kêþa ser xebatên parastina zimanê Kurdî û wisa pê da çû: ”Li hemberî van polîtîk û kiryarên li dijî huqûq û mirovahîyê têkoþîna ji bo parastina nasname û zimanê Kurdî jî, her roja diçe geþ û gurtir dibe. Têkoþîna hiþyarî û hiþmendîya parastina zimanê Kurdî û þikandina polîtîkên asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê her roja diçe pêþ ve diçe. Nîþana vê yêkê ya herî berbiçav jî îlankirina “Cejna Zimanê Kurdî” ye.” Ozkan, bang li hemû Kurdan jî kir û wisa dawî li axivtina xwe îna: ”Em bang dikin ku hemû derdorên Kurd û xelkê Kurd bi çu rengî polîtîkên asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê qebûl nekin û li dijî vê yêkê derkevin. Divêt neyê ji bîr kirin ku ziman nasname û rûmet e, divêt wekî hemû xelk û neteweyan li nasname û rûmeta xwe xwudan bête derketin. Bi vê munasebetê, em bi hêvîya ku hemû zimanên cîhanê û zimanê Kurdî azad bibin Cejna Zimanê Kurdî li xelkê Kurd pîroz dikin.”

DÎHA - YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA

15 Gulan 2007

**

Pîrozîyên dî yên ”14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî”

KNKyê 14ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî îlan kiribû. Ji bo vê yêkê pêr li gelek cihan Cejna Zimanê Kurdî hate pîroz kirin.

14ê Gulanê ku ji alîyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve wekî ‘Cejna Zimanê Kurdî’ hate îlan kirin, bi resepsîyonekê li merkeza KNKyê li Brukselê hate pîroz kirin. Li Wan û Enqereyê jî bi þahîyan hate pîroz kirin. Herwisa, þehridarîya Pirsûsê jî þahîyek organîze kir. Dîsa li navçeya Elkî ya Hekarîya jî bi munasebeta 14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, banga xwedîderketina li zimanê Kurdî hate kirin.

Resepsîyona KNKyê bi axivtina Endamê Konseya Rêvebir ya KNKyê û herwisa Serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê Rojan Hazim dest pê kir. Gelek kes beþdarî resepsîyona ku li merkeza KNKyê ya li Brukselê hatîye amade kirin bûn. Hazim di axivtina xwe da roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Îro 14ê Gulana 2007ê ye û di dîroka Kurdistanê da ewil car e ku rojek wekî “Cejna Zimanê Kurdî” tête pîroz kirin. Zimanê Kurdî yêk ji wan zimanan e ku cejnek heq kirîye. Heta îro gelek ziman bi ber asîmîlasyonên xelk û dewletên serdest ketine û hindek ji wan jî mixabin ku helîyane û ketine nav rûperên dîrokê. Belêm, zimanê Kurdî ji vê kadastrofa mezin, bi ket û rabê jî be, xwe rizgar kirîye û jîyana xwe garantî kirîye. Ev berxwedana zimanê Kurdî di kêm zimanan da tête dîtin. Kêm ziman hene ku li ber asîmîlekirin û birandina herî dijwar karîne xwe li ser pêya jînde bihêlin. Gerçî ew êriþkarîya asîmîlasyonîst hêj jî dom dike li ser Kurdî û bi taybetî jî li parçeyê bakur, li Tirkîyeyê, Tirkîzasyon di dereceya herî birandêr da tête domandin. Belêm heke bi giþtî li rewþê bête nêrîn, herçend jar û lawazkirina Kurdî bête dîtin jî, lê mirandina Kurdî ji teref asîmîlatorên Tirk ve êdî ne mumkun e, ji ber ku bizava neteweyî ya xelkê Kurd, wekî pêla ava biharê fûrya ye û ev pêþkevtine tesîra pozîtîv li ser ziman jî dike û bi kar înana Kurdî her diçe pêþdikeve. Vêca ji ber vê berxwedana pîroz ya zimanê Kurdî ya beramberî asîmîlasyona Tirkî û zimanên dî yên dewletên serdest yên Kurdistanê, “cejna ziman” êdî heqê zimanê Kurdî ye jî.” Hazim bi bîr xist ku, KNKyê sala 2006ê, bi pêþnîyara “Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê” 14ê Gulanê wekî roja”Cejna Zimanê Kurdî”qebûl û îlan kirine û “14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” li neteweyê xwe, li neteweyê Kurd pîroz kir. Piþtî axivtina Hazim, endamê komisyona ziman Nîzamedîn Togûç jî axivtinek kir. Her wisa Hozan Dilovan bi cumbuþa xwe û kurê wî Reþo jî bi meya xwe, sazbend Hekîm jî bi bilûra xwe muzîkeke xweþ pêþkêþî mêhvanan kirin. Ji bîyanîya nivîskar Dogan Ozguden û xanima xwe, serokê Institute for International Assistance and Solidarity, Gerd Greune, ji Belçîk û çend kesên dî yên Belçîkî beþdarî resepsîyonê bûn. Ji organîzasyonên Kurdan jî, serokê KNKyê Alî Yigit, serokê Kongreya Gel Zubeyir Aydar, serokê PYDyê Fuad Barzan, serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêþ Ferho, serokê Civata Îslamî ya Kurdistanê Mela þafiî, serokê Yêkitîya Mamostayên Kurdistanê Muharrem, ji Yek-Komê Bahadîn Dogan, temsîlkarê PDK-Iran, Kawa, ji nivîskaran Haydar Iþik, Medenî Ferho û ji Roj TV û Radyoya Dengê Mezopotamyayê û herweha gelek mêhvanên dî jî beþdarî resepsîyonê bûn. Di resepsîyonê da xwarinên edetî ji mêhvanan ra hatin pêþkêþ kirin.

‘Xwedî li zimanê xwe derkevîn’

Herwisa ‘14ê Gulanê  Cejna Zimanê Kurdî’ li Wanê jî bi þahîyan hate pîroz kirin. Di þahîyan da bang li hemû kesan hate kirin ku li dijî asîmîlasyon û zulma  li ser ziman, herweha otoasîmîlasyonê têbikoþin û xwedî li ziman derkevin. Þahîya ji alîyê þaxê KURDÎ-DERê ya Wanê ve hatîye organîze kirin, li Salona Navenda Çand û Hunerê ya Serhedê (SKSM) hate kirin. Rêvebirê þaxê KURDÎ-DERê Selîm Ozkan ku axaftinek kir, îna ziman ku ew dê ji bo rakirina asîmîlasyona li ser ziman, têbikoþin. Ozkan, bang li hemû Kurdan jî kir ku li dijî zulm, asîmîlasyon û otoasîmîlasyona li ser zimanê Kurdî têbikoþin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Piþtî axivtinê, þahî bi þanoyek ku bi yêk kesî tête leyistin û mijara wê asîmîlasyon û otoasîmîlasyona zimanê Kurdî bû, dom kir. Bername bi stranên dengbêjên Mala Dengbêjan ve dawî bû.

Li Enqereyê eleqeya ciwanan zêde bû

Li Enqereyê jî, bi heman munasebetê, ji aliyê Meclîsa Tevgera Ziman û Perwerdahîya Kurdî (TZPKurdî) ya Enqereyê ve, li avahîyê Kurd-Derê þahîyek hate kirin. Gelek kes ku piranîya wan ciwan bûn beþdarî þahîyê bûn. Þahî bi rêzgirtina þehîdan dest pê kir. Di þahîyê da endamê Meclisa TZPKurdî ya Enqereyê Îhsan Kandemîr, li ser manaya rojê axivtinek kir û li ser giringiya cejnan ya di jiyana kesan û civakê da rawesta. Kandemîr weha got: “Cejn di jîyana kesan û civakê da di heman demî da þahî ne.” Piþtî axivtinan, kifteya xav hate çêkirin, þano û leyizên Kurdî hatin nîþandan û çîrokên Kurdî hatin gotin. Þahîya ku dengbêjên Kurd bi dengên xwe rengîn kir, bi dîlanê bi dawî bû.

Cejna Zimanê Kurdî li Pirsûsê hate pîroz kirin

Þehridarîya Pirsûsê, bi munasebeta ‘14 Gulan Cejna Zimanê Kurdî’ li Salona þanoyê ya Navenda Çandê ya Prz. Îmam Þahîn þahîyek pêkîna. Di þahîyê da Serokê Rêxistina DTPyê ya Rihayê Îbrahîm Bînîcî, þehridarê Pirsûsê Ethem Þahîn, Serokê Rêxistina DEHAPê ku xwe fesh kir ya Rihayê Ahmet Dagtekîn, nûnerên KESKê, dayîkên þehîdan û nêzîkî 100 kes amade bûn.

Di þahîyê de Endamê Kurdî-Derê Cûdî Îmrek, îna ziman ku ziman nasname, rûmet û hebûna miletekî ye. Îmrek, daxuyand ku ji bo ku zimanê Kurdî pêþ bikeve û dewlemend bibe, lazim e hemû civak di hemû warên jiyanê da bi Kurdî biaxive û wiha got: “Divêt êdî em dest ji zimanê serdest û bîyanîyan berdin. Pêwist e zimanê civakê, zimanê bazirganîyê û zimanê siyasetê bibe Kurdî. Heta ku di hemû qadên jîyanê da Kurdî neyê bikarînan, pêþve naçe. Mirov bi zimanê xwe mirov e. Dîsa neteweyek bi zimanê xwe heye.”

CÎK: Inkara Kurdî ne li goreyî musulmantîyê ye

Dîsa Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji bo 14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanîyeke nivîskî weþand û got ku inkara zimanê Kurdî ne li goreyî îslamîyetê ye. Serokê CÎKê Mela Þafiî bal kêþa ser xebata Ehmedê Xanî û got; “Em îro ji mamosteyên Kurd dixwazin ku wekî mamosteyê mezin ji Kurdî hez bikin û xwedî li Kurdî derkevin.” Mela Þafiî da zanîn ku Kurdî zimanekî bi qîmet e û xwest xwedî li zimanê Kurdî bê derketin.

16 Gulan 2007

Yeni Özgür Politika,

Navenda Nûçeyan

**

Li Hekarîya pîrozîya

”14ê Gulanê, Cejna Zimane Kurdî”

Kurdî-Der, li avahîyek li kêleka Aka Hali Saha ya Geverê hate vekirin. Þehridarê Çolemêrgê Metîn Tekçe, þehridarê Geverê M. Salîh Yildiz, Serokê Giþtî yê Kurdî-Derê Mehmet Mazhar Akbaþ û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl bi tevahî nêzîkî hizar kes beþdarî vekirina avahîyî bûn.

Rêvebirê þaxê Kurdî-Dera Geverê Qahir Bateyî ku di merasima vekirinê da axivtinek kir, got ku vekirina þaxê Kurdî-Derê di nihe da watedar e. Bateyî, dîyar kir ku di demekî ku zulma li hemberî zimanê Kurdî zêde bûye da þaxê komeleyê vedikin û wiha dom kir: “Tam di serdemeke ku zimanê me bi nînebûnê ra rû bi rû maye da vekirina sazîyek wiha, wê di hêla xwedîderketina gel ya li zimanê xwe da, ristek giring bilîze. Ji ber ku zimanê me rastî otoasîmîlasyonê têt. Herçiqas pergal ji bo nînekirina zimanê me di nav hewildanan da be jî, em jî li hemberî ziman û çanda xwe, xerîb dimînin.”

Serokê Giþtî yê Kurdî-Derê Mehmet Mazhar Akbaþ jî dîyar kir ku Kurdî di nav zimanên hatine qedexekirin da cih digire û wiha dom kir: “Mirov nikare li hemberî vê yêkê nerazîbûn nîþan nede. Ji ber ku ev zimanê pir dewlemend, Mem û Zînan, Cegerxwînan û gelek bihayên dî ku bûne destan, derxistiye holê. Ji ber vê yêkê, hurmeta xwe ji bo kesên ku zimanê Kurdî belav dikin û di vê rêyê da gelek bedêl dane pêþkêþ dikim. Hebûna miletekî, bi zimanê wî xuya dibe.” Þehridarê Gêverê M. Salîh Yildiz jî di axivtina xwe da got ku sazîyên ji bo azadkirin û ragihandina Kurdî hatine ava kirin, gelek pêþ ketine.

Piþtî axivtinan, kokteylek hate dan û bi awayekî temsîlî, dersa ziman û perwerdehîya Kurdî hate dayîn.

DÎHA / ÇOLEMÊRG

16 Gulan 2007

Yeni Özgür Politika, Navenda Nûçeyan

**

Nameya li ser 14ê Gulanê

Bo Samî Tan

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stanbolê

Kek Samî,

KNKyê bi pêþnîyara « Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê » 14ê Gulanê wekî roja « Cejna Zimanê Kurdî » qebûl û îlan kirîye. Kongreya KNKyê ya 2006an di 13-14ê Gulanê da pêkhat. « Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê » di roja duyê ya kongreyê da, anku di 14ê Gulanê da hate damezrandin.

Komisyonê jî gava li ser xebata bi giþtî zimanê Kurdî plan û programa xwe amade kirî, bo zimanê Kurdî jî bi giringî li ser hewcehîya « cejna zimanî » rawesta û ev roja duyê ya kongreyê, anku 14ê Gulanê, bi yêkdengî wekî roja « Cejna Zimanê Kurdî » teklîf kir û bi yêkdengî jî hate qebûl kirin.

Ev gave di kombûna 12ê Tebaxa 2006ê da li Kolnê ji teref hemû rêxistinên sosyopolîtîk û sosyokulturel ve jî hate qebûl kirin û KKKyê jî destekeke mezin da vê biryarê.

Ewil car dê 14ê Gulana 2007ê bête pîroz kirin.

Bi hêvîya ku bibe çeperekî xurt yê bizava parastina zimanê Kurdî.

14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî li xelkê me, li we hemûyan pîroz be.

Digel silavên dostane.

ROJAN HAZIM

Serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê

11 Gulan 2007

**

Spotên Kampanyaya zimanê Kurdî

Mesajên kurt û balkêþ ji bo xelkê Kurd:

Dayê, babo, digel min bi Kurdî biaxivin!

Em dayîk, divêt digel zarokên xwe bi Kurdî biaxivin!

Kurdî makzimanê me ye, divêt em zarokên xwe bi Kurdî mezin bikin!

Kurdî makzimanê me ye, Kurdî zimanê bab û bapîrên me ye, divêt em bi Kurdî biaxivin!

Kurdînîya xwe divêt em bi Kurdî bikin!

Kurdîyê biparêzin, çiku parastina Kurdî, parastina Kurdetîyê ye!

Zimanê Kurdî, stûna ragir ya neteweyê Kurd e, wê stûnê saxlem ragirin!

14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî ye, bila li xelkê Kurd pîroz be!

Her reng nivîsa xwe bi Kurdî xiyal bikin û bi Kurdî binivîsin!

Nûçeyên jîyanê bi Kurdî bibihîzin û bixwûnin!

Em Kurdî biaxivin, Kurdî bixwûnin û Kurdî binivîsin!

Axivtin, xwandin û nivîsîna Kurd, divêt bi Kurdî be!

Bo hunermendê Kurd, hunera herî mezin, hunera xwe bi Kurdî kirine!

Kurd î? Pêþîyê bi zimanê xwe, bi Kurdî biaxive, paþê jî çend zimanan bizanî fayde ye!

14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî ye, ji bîr nekin, pîroz bikin!

14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî, bila li neteweyê Kurd pîroz be!

* Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKye *

**

14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî li Kurdistana Federal jî hate pîroz kirin.

Nûçeyê li jêr ji DIHAyê ye û di Özgür Politikayê da hate weþandin.

Kurdî nasnameya Kurdan e

 ‘14ê Gulanê’ ku ji hêla Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve wekî ‘Cejna Zimanê Kurdî’ hatibû îlan kirin, ji hêla roþinbîrên [ronakbîrên] Herêma Kurdistana Federal ve jî bi erênî hate pêþwazî kirin. 

Roja 14ê Gulanê piþtî ji hêla Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve wekî ‘Cejna Zimanê Kurdî’ hate îlan kirin, li tevahîya deverên Kurd lê dijîn tête pîroz kirin. Li Herêma Kurdistana Federal jî ev roje bi erênî hate pêþwazî kirin. Roþinbîrên li Herêma Kurdistana Federal ev roj li hemû gelê Kurd pîroz kirin û nêrînên xwe yên derbareyê rojê da ji DÎHAyê ra înan ziman. Mamoste Mihemed Osman li ser mijarê daxuyand ku bi salane ji bo standartkirina Kurdî xebatê dimeþîne û di vê mijarê da pirtûk nivîsîne. Osman, nêrînên xwe yên li ser 14ê Gulanê bi van gotinan înan ziman:

‘Pirsgirêka sereke jî cudabûna zaraveyan e’

“Ji bo neteweyan ziman pir giring e. Ji ber vê yêkê jî Kurdî nasnameya hemû Kurdan e. Lazim e hemû hewildan û xebatên me ji bo pêþvebirina Kurdî bin. Di zimanê me Kurdî da niha hindek pirsgirêk hene. Pirsgirêka sereke jî cudabûna zaraveyan e. Lazim e ev kêþe bête çareser kirin. Lazim e zaraveyên nêzîkî hev bên cem hev û yekitîyek di nav zimanê Kurdî da çêbibe.“

‘Alfabeya Latînî zêdetir li gorî kurdî ye’

Li ser cudabûna alfabeyên ji hêla Kurdan ve têne bikarînan jî Osman derbirî ku piranîya Kurdan tîpên Latînî dizanin û bi kar tînin. Osman axivtina xwe weha domand: “Herweha tîpên Latînî zêdetir li goreyî Kurdî ne û pêdivî û peywirên zimanê Kurdî baþtir bi cih tînin. Ji ber ku ev alfabe ji bo hemû zaraveyên Kurdî tête bikarînan û guncan e jî. Ku alfabeya Latînî bête bikarînan, dê ev yêk di nava hemû zaravayan da standartbûnekê pêkbîne. Bikarînana tîpên Latînî û hevgirtina zaravayan, dê ji bo standardbûna ziman bibe bingeh.” 

‘Binemaya herî mezin ziman e’

Dîroknas û Helbestvan Abdulxaliq Sersam jî îna ziman ku meseleya herî mezin ya di destê Kurdan da mayî zimanê Kurdî ye. Sersam wiha dirêjî da axivtina xwe: “Ziman bingehê her tiþtî ye. Tiþtê neteweyan dike netewe ziman e. Miletekî ku zimanekî yekgirtî û dewlemend hebe çu caran ji holê ranabe. Hêvîya min ew e ku hemû roþinbîr [ronakbîr] ji bo zimanê Kurdî bixebitin. Lazim e em zimanek wisa pêþve bibin ku li Amed, Hewlêr, Mahabad û hemû Kurdistanê pê biaxivin. Ez dixwazim hemû Kurd ji zaravayên hev fêhm bikin...”

15 Gulan 2007

ADNAN MISTEFA / NÎHAT KAYA

DÎHA / HEWLÊR

YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA

**

[Ev nivîsên li jorî di KNK Bulten hj. 3, Tîrmeh 2007ê da hatine weþandin.]

**

Zimanê me; nasname û rûmeta me ye

Cemîl BAYIK

23 Gulan 2007

[Serkanî: www.azadiyawelat.com]

Yek ji polîtîkayên civakî yên ku mêtingehkarî herî zêde serî lê dide asîmalosyon e. Ev biþavtin û tunekirina çanda gelekî îfade dike. Armanca mêtingeriyê ew e ku bi ziman û çanda xwe ziman û çanda kurdî bêtesîr bike, bifetisîne. Ziman û çanda mêtingeriyê bi vî awayî pêþve diçe, di qada xwendin, nivîsandin, axaftin, siyaset û aboriyê de dibe çand û zimanê rêxistinbûn û xweîfadekirinê.

Heke bêdilî kurdî were bikaranîn, hîngê zirarê dide kesê diþixulîne. Di van mercan de ziman û çanda mêtingeran, ziman û çanda kurdî tîne rewþa ku nikaribe xwe ser piyan bigire. Ji ber ku ziman û çanda kurdî nebûye zimanê serdest ê nivîskî, bisazîbûna xwe û yekîtiya xwe pêk neaniye dikeve rewþekê ku nikaribe xwe biparêze û bijî. Êdî di van mercan de asîmîlasyona li ser gelê kurd wê tenê bi qada ziman û çandê ve bi sînor nemîne, wê di tevahî qada civakî de pêk were û her biçe wê hebûna gelê kurd bikeve xetereyê. Êdî wê di her qadê de sazkirina xwe li gorî mêtingeriyê pêk bê û wê ji rastiya xwe dûr bikeve. Di bin zext, komkujî, înkar û îmhayê de bi nasname, ziman û çanda xwe jiyana serbest û azad wê pir zehmet bibe, helîn, tunebûn her biçe wê kûr bibe

Li ser gelê kurd tunekirin û ji xwe dûrxistineke bêînsaf diqewime. Ya ku pêk tê tam polîtîkayeke nijadkujiyê ye. Di encama vê polîtîkayê de gelê kurd civaka mêtinger re dibe yek. Ev ketina bin fermana mêtingeriyê ye. Heta ziman û çand neyê tunekirin ne gengaz e ku nasname, heyîn û azadiya gelekî bê tunekirin. Ziman nasname, ruh, hebûn, pêþeroj û kesayetiya gelekî ye. Gelê zimanê xwe winda bike, gelekî ku ev hemû winda kiriye û tune bûye. Tu gelek nikare bê ziman bijî, nikare nasname û hebûna xwe biparêzê. Bê ziman pêþ nakeve û wê hebûna xwe winda bike. Ziman; xwe pêþxistin, xwe îfade kirin, xurtkirin, xwe dan qebûlkirin, hebûna xwe dan pêkanîn, kesayet, nasname û bidestxistina ruh e.

Dixwazin bi qedexekirina kurdî, bi zorê, zimanê xwe bikin serdest wê armancên xwe pêk bînin. Gelekî ku zimanê xwe winda bike wê hiþmendiya xwe, wijdana xwe winda bike, wê wateya xwe, hebûna xwe, rûmeta xwe her tiþtê xwe winda bike. Ger gelê kurd dixwaze bijî divê li hemberî vê xwedî li zimanê xwe derkeve, biparêze û pêþ bixe. Divê bi kurdî fikirîn, axaftin, nivîsandinê, pêþxistina yekîtiya zimanê kurdî mutleqe û bêyî derengî weke erka pêþîn bide pêþiya xwe û bi ser bixe. Yên hiþyariya wan a ziman nebe li hemberî gel û civakê jî hiþyariya wan pir zêde çênabe, ger hebe jî seqet e.

Bi awayekî rast bi zanebûna civakekê, rast teþegirtina wê, pêkanîna hebûna wê, bi pêþketina zanistiya ziman û dîrokê gengaz e.

Tu civakeke ku ev zanistiya wê nebe, winda kiribe nikare derfeta jiyanê peyda bike. Ya ku gelê kurd û kurdan bi rastiya dîrokî re rast bide naskirin, bigihîne hev û wê bixe riya pêþketina azad bi awayekî têkûz bi nivîskî û devkî bikaranîna zimanê kurdî ye.

Gelê kurd gelê herî kevin ê Rojhilata Navîn e. Ziman û çanda kurdî, ziman û çanda ku destpêkê þoreþa neolîtîk dayî destpêkirin û dayî pêþxistin e. Çavkaniya ziman û çanda me ji koka hind-ewropî pêk tê. Gel, ziman û çandeke ku þaristanî afirandiye, her tiþtê þaristaniyê pêk aniye lê ji aliyê þaristaniyê ve hewl tê dayîn bê tunekirin û înkarkirin. Ê þaristaniya Sumer derbasî qadên din kirî gelê kurd e.

Tevî ku þaristanî pir tiþtan deyndarê gelê kurd e, ji vî gelê ku ew afirandiye tolê hiltîne. Weke destpêkê zext û asîmîlasyona Sûmeran li ser kurdan pêþ dikeve. Her diçe ev zêde dibe û heta roja me tê û þeklê di roja me digire. Bi netew-dewletê re pêvajoya asîmîlasyonê ya li ser ziman û çanda kurdî kûrtir dibe. Zext û bandora tirkî, erebî, farisî pêþ dikeve. Mêtingerên ku derfetên ziman û teknîkê yên zêde dibin bi kar tînin, ziman û çandên xwe pêþ xistine, zexta siyasî zêde kirine, bi vê yekê ziman û çanda kurdî perçiqandine û anîne radeya tunebûnê.

Li xwedîderketina nasname, ziman û çanda kurdî dikin rewþa sûcê herî giran, bi cudakarî, xiyanetê ve wekhev dibînin, kî bêje ew heye û ji bo pêþketina wî bikeve nav hewldanekê weke sûcdar tê îlankirin û tê cezakirin.

Herî hindik qasî mêtingeran çînên serdest ên kurd jî ji vê encamê berpirsiyar in. Di dîroka me de serdestên kurdan berjewendiyên xwe di hevkariya bi mêtingeran, bi hêzên dagirker re, di teslîmbûn û bi xulamtiya wan de dîtine. Çînên serdest ên kurd, weke mêtingeran ziman û çanda kurdî kêm xwe dîtine, jê dûr ketine, xweziya xwe bi ziman û çanda mêtingeran anîne, ew esas girtine, pêþketina wê çandê teþwîq kirine. Di pêþxistina asîmîlasyonê de, di tunekirina ziman û çanda kurdî de adeta bi dilxwazî erk girtine ser xwe. Serdestên kurdan ku ketine bin xizmeta mêtingeran, yê ziman, çand û nasnameya kurdî parastî jî gelê kurd e. Gelê kurd ku karî hebûna xwe biparêze, bigihe roja îro, ev bi hêza ziman û çanda kurdî gengaz bûye. Çavkaniya esasî ya ev ziman û çand derxistî û pêþxistî, jiyana gelê kurd û berxwedana nîþan wî ye.

Piþtî ku Tevgera Azadiya Kurd di bin pêþengiya Rêber APO de pêþ ket, bi vê re pêþî li hewldanên asîmîlasyonê yên mêtingeran û serdestên kurdan ên ji wan re xulamtî dikirin hatiye girtin. Vê hêz daye berxwedana pêkanîna nasname, ziman û çanda kurdî.

Berî têkoþîna Tevgera Azadiyê kurdîtî adeta belaya serî bû û reva ji vê belayê pêþ diket. Di nav kurdan de pêvajoya ber bi mêtingeriyê ve bazdan, bi wê re bûyîna yek, bi vî awayî bûyîna “zilam” û peydakirina derfetê jiyana fizîkî bi lez bû. Ev lezbûna pêvajoya tunebûnê bû. Bi Tevgera Azadiyê re pêþî li vê hatiye girtin û bûyîna kurd, bi kurdî axaftin, zimanê kurdî jiyîn bûye weke rûmetekê. Ev destkeftiyeke pir girîng e, lê pêwîst e ev hîn bêhtir were têkûzkirin. Tevgera Azadiya kurd merc û derfetên pêþketina nasname, ziman û çanda kurdî afirand.

Di roja me de bikaranîna teknolojiyê jî ji ber tevahî qedexekirin bêwate hîþtine, êdî ew cih û derfet çêbûne ku ziman û çanda kurdî cihê jiyanê ji xwe re bibîne û pêþ bikeve. Erka her mirovekî/e kurd e ku kesên di vî warî de kedayî pîroz bike, ji hewldanên wan re bibe alîkar. Divê her kurdek pêþxistina ziman û çanda xwe weke erka xwe ya esasî fêm bike.

Divê ji zimanê xwe, çanda xwe hez bike, bide hezkirin. Divê bi zimanê xwe biaxive, bi zimanê xwe binivîse, bi çanda xwe bijî. Ev çand û ziman, çand û zimanekî ku þoreþa herî bingehîn a mirovahiyê pêk aniye, pir nirxên mezin pê daye qezenckirin. Divê her mirovekî/e kurd bi ziman û çanda xwe þanaz be. Divê zimanê mêtingeran ji zimanê axaftin û   nivîsandinê derxe, divê bi çandên         wan nejî, ji asîmîlasyon û xwe tunekirinê re xizmet neke.

Yekîtiya ziman, yekîtiya gelekî diafirîne, pêþketina wê jî pêþketina gelekî, mezinbûna raman û rihê wî pêk tîne û têkneçûyî dike. Cejna zimanê kurdî, ji yekîtiya zimanê kurdî, pêþketina wê, weke zimanê axaftin û nivîsandinê di nav gelê kurd de serdestbûna wî re xizmet dike. Azadbûna kurd û têkneçûna wî pêk tîne. Fikirîn, jiyan û berxwedana hevbeþ, tenê bi hebûn, yekîtî û pêþketina ziman gengaz dibe. Xwe naskirin, xwe pênasekirina gelê kurd bi pêþxistina zimanê kurdî gengaz e. Pêkanînên mêtingeran ên tunekirinê yên li ser ziman û çandê em dikarin bi xwedî derketina li ziman û çanda xwe berteref bikin.

Ji bo ku em hebûna xwe pêk bînin, xwe bidin qebûlkirin, ji bo em bikaribin bi azadî û demokratîk bijîn ferz e ku em zimanê kurdî weke zimanê axaftin û nivîsandinê pêþ bixin. Xwedîderneketina li ziman û çanda xwe, windakirina nasnameya xwe, qebûlkirina bêþexsiyetî û bêrûmetiyê, pejirandina mirinê ye. Ya mêtinger didin ferzkirin, dixwazin pêk bînin, ya ji bo kurdan layîq dibînin, ev e. Tu mirovekî/e kurd a mêtinger layîqê wî/ê dibîne qebûl nake, berevajî wê li hemberî vê pir hêrs dibe, vê yekê vediguherîne rastiya zanistiyê, zanistiyê vediguherîne rêxistinê, rêxistinê vediguherîne çalakiyê, çalakiyê jî vediguherîne serkeftinê.

Rûmeta civakî bixwebawerbûn, li xwe xwedîderketin e. Hêza xwe zanîn û pêþxistin e. Ev jî li ziman, çand û nasnameye xwe xwedî derketin e. Cejna zimanê kurdî li tevahî gelê me pîroz be.  

***

 

Pirsên Yeni Özgür Politikayê

[Rojnamevan: Tahir Elmas]

 

Intervûya

bi ROJAN HAZIM ra 

‘Ziman bi perwerdeyê rizgar dibe’

”Zimanê Kurdî bi taybetî li bakur û di nav tixûbên fermî yên Tirkiyeyê da di xeterê da ye, lê bi bilindbûna têkoþîna azadiyê ve, ew vîraja tirsbar hatîye zivirîn, ji ber hindê jî ne li ber mirinê ye. Ji çembera mirinê xilas bûye.”

Pirs:
1- KNK’ê Roja Zimanê Kurdî çawa û ji bo çi îlan kir?
2- Li gorî we ziman çi ye, rola ziman di civakê de çi ye?
3- L gorî we zimanê kurdî di bin xetereyê de ye? Hûn dikarin rewþa zimanê kurdî ya îro çawa rave bikin?
4- Di demên dawî de ligel asîmîlasyonê oto asîmîlasyon jî tê niqaþkirin. Der barê mijarê de dîtinên we çi ne?
5- Zimanê kurdî dikare çawa bê rizgar kirin? Proje û xebatên KNK’ê çi ne, çi difikire?
6 - Derbarê Konferansa Zimanê Kurdî de ji kerema xwe tu dikarî agahiyê bidey?

TAHÝR ELMAS, YÖP

Bersiv: ROJAN HAZIM, Serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê

1.       KNKyê di 13-14 Gulana 2006ê da kongreya xwe ya ji nû ve avakirinê [reorganîzasyonê] pêkîna. Di roja duyê ya kongreyê da, anku di 14ê Gulanê da li ser ziman û perwerdeya Kurdî biryarên giring hatin standin. Avakirina Komisyona Ziman û Perwerdeyê jî yêk ji wan biryaran bû. Komisyonê programeke xebata li ser ziman û perwerdeyê amade kir. Li goreyî vê programê kampanyaya li ziman xwudanderketinê hate plan kirin. Dijî asîmîlasyona dewleta Tirk û xemsarîya xelkê Kurd bi xwe ya di derheqê bi kar neînana ziman da, anku dijî otoasîmîlasyonê xebateke xurt hate organîze kirin. Daku þuûra neteweyî ya xwudanderketina ziman bête bilind kirin û ziman bête parastin, hewcehî bi çeperekî saxlem yê bizava zimanî hebû. KNKyê biryar da ku ”14ê Gulanê” bike roja ”Cejna Zimanê Kurdî” û hersal ev edete bête domandin ku bîr û hizira li ziman xwudanderketinê bête saxlem kirin. Cara pêþîn jî di ”14ê Gulana 2007ê” da bi resepsîyonekê li merkeza KNKyê, li seranserê Kurdistanê û li dîasporayê jî bi boþahîya xelkê ”14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” hate pîroz kirin. Di serî da KCKyê bi hemû sîstem û mekanîzmayên xwe ve piþtevanîya vê biryara KNKyê kir û li bizava ziman xwudan derket. Di roja cejnê da serokê ”Konseya Rêvebir ya KCKyê”, Murat Karayilan bi vîdeoe programekê, digel berpirsiyarên komisyona ziman û perwerdeyê ya KNKyê, Instîtuya Kurdî ya Brukselê, Yêkitîya Mamostayan, Civata Islamî ya Kurdistanê û Yêk-Komê beþdarî programa zindî ya ROJ TVyê bû. Karayilan wisa got di mesaja xwe da: ” Biryara 14ê Gulanê, bi roja zimanê Kurdî be, em jî biryareke di cih da dibînin. Bila rojeke zimanê Kurdî jî hebe. Zimanê Kurdî belkî di dîrokê da, zimanê herî zêde kevn û di heman demî da zimanê herî zêde di bin zextê da mayîye. Ji bo wê jî zimanekî wiloyî qedîm û pîroz, rojeke xwe hebe di cih da ye. Ji ber wê yêkê em biryara we ya ji bo 14ê Gulanê bi roja zimanê Kurdi be, em piþtbazîya wê dikin…” [KNK Bulten, hj. 3, r. 13.Tîrmeh 2007]. [[Tam jî li vê xalê, dixwazim bêjim ku ev mesaja Karayilan, ya pîrozîya ewil ya Cejna Zimanê Kurdî bû. Di serê meha Gulana îsal da dewleta Tirk ji bilî êriþên hewayî, þerê psîkolojîk jî dike û daku xelkê Kurd demoralîze bike, dengûbehsên nerast yên kuþtina Karayilan belav dike. Ji ber protestoya vê êriþa dewleta Tirk û propagandaya þerê psîkolojîk, bi manaya piþtevanîya bizava neteweyî, ”Cejna Zimanê Kurdî” ya îsal, bila dîyarî têkoþîna Murat Karayilan be.]]. Li bakur û Tirkîyeyê jî TZP Kurdî û Instîtuya Kurdî ya Stanbolê digel gelek komeleyên dî yên Kurdî cejna ziman bi boþahîyeke mezin pîroz kirin. Herweha li baþûr, li rojhilat û baþûrarojava jî cejna ziman hate pîroz kirin. Ev tradisyon dewam dike. Îsal jî Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê û Înstîtuta Kurdî li Elmanya bi hev ra, bi konferanseke li ser zimanî, li Berlînê pîroz dikin. Konferans û pîrozîya cejna zimanî ya îsal bi sloganên ”Parastina zimanê Kurdî garantîya paþeroja neteweyê Kurd e” û ”Bo her reng asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî êdî bes e!” têne kirin. Piranîya dewlet û neteweyan cejnên zimanê xwe hene. Bi van cejnan bizava li ziman xwudanderketinê tête xurt kirin. Bi taybetî ji bo zimanê Kurdî, ku adeta li ber aþê asîmîlasyonê tête hêran, cejna zimanî hêzeke nû ya li ziman xwudanderketinê ye û herweha motîvasyoneke ku xelk hem bihayê zimanê xwe bizane, hem jî biparêze.

2.       Ziman hem aletê têkilî û di hevdu gihiþtinêye, hem jî huvîyeta xelk û neteweyan e. Herdu fonksîyon jî bêyî hevdu nabin û hevdu timam dikin. Rola ziman bi mîsyonê ziman ve girêdayîye. Ziman ji bo hemû xelk û neteweyan, civatan nîþaneya ”hebûn”ê ye. Ziman bêyî xelk û netewe, xelk û netewe bêyî zimanê xwe nabin. Pêkve hene. Bîr û hizir bi rêya zimanî reng û rûyî dide civatê. Lewma rola zimanî bingehîn e di jîyana xelk, netewe û civatan da.

3.       Zimanê Kurdî bi taybetî li bakur û di nav ”tixûbên fermî” yên Tirkîyeyê da di xeterê da ye, lê bi bilindbûna têkoþîna azadîyê ve, ew vîraja tirsbar hatîye zivirîn, ji ber hindê jî ne li ber mirinê ye. Ji çembera mirinê xilas bûye. Belêm li milê dî, di prosesa pêþveçûna zimanî da astengên mezin jî hene. Yêk ji wan asîmîlasyona dewletê ye, yêk jî otoasîmîlasyona xelkê bi xwe ye. Li Tirkîyeyê, her diçe nufûsa Kurd ya bi zimanê xwe, bi Kurdî, diaxive kêm dibe. Eve bi serê xwe xeterekê îfade dike. Jar û lawazbûna ziman digel xwe feqîrî û xîzanîya zimanî jî tîne. Ziman ji alîyê term û gotinan ve kêm dimîne. Gava ziman di nav sîstemê perwerdeyê da nehate bi kar înan, bivê nevê ziman paþ dikeve û îro zimanê Kurdî li bakur û Tirkîyeyê bi vê tehlîkeyê ve rûbirû ye. Ji alîyê bi giþtî zimanê Kurdî ve jî, du alfabetî piþta bizava pêþveçûna zimanî diþkêne û tesîreke gelek negatîv li yêkitîya zimanê Kurdî dike.

4.       Asîmîlasyon, ji teref dewletên dagîrker û kolonyalîst ve tête kirin û êriþa kuþtinê ya li ser zimanî ye. Otoasîmîlasyon jî ji teref xelkê bindest ve mixabin tête kirin û xelkê bindest zimanê neteweyê serdest bi kar tîne, bihayî nade zimanê xwe û di bizava xwudanderketina zimanê xwe da xemsarîyê dike. Ev nisaxîye bi taybetî li bakura Kurdistanê û Tirkîyeyê heye ku avê dikêþe ser aþê asîmîlasyona dewleta Tirk ya li ser zimanê Kurdî. Ji ber hindê jî, divêt hem dijî asîmîlasyonê, hem jî dijî otoasîmîlasyonê, anku asîmîlasyona xwebixwetî reftareke xurt bête nîþan dan û têkoþîneke organîze bête dan.

5.       Heke em bi hevokekê bêjin, rizgarîya nîhaî ya ziman bi rizgarîya xelkê Kurd û Kurdistanê ya mezin ve girêdayîye. Lê eve proseseke dirêj e. Ji ber hindê, têkoþîn pêkve divêt bi zimanê Kurdî bête dan. Anku zimanê Kurdî divêt bête jîyandin. Eve jî bi rik bi kar înana zimanî dibe. Di jîyana rojane da, di her xeleka jîyanê da divêt zimanê Kurdî bête fonksîyonel kirin. Bilindkirina vê þuûra neteweyî giring e û KNK bi van reng xebatan dixwaze di gava pêþîn da vê bîr û hizirê bide rûniþtandin. Li alîyê dî, ziman divêt di nav sîstemê perwerdeyê da bête bi kar înan. Zimanek heke nebe zimanê perwerdeyê, bivê nevê paþ dikeve, çiku ji fonksîyonelîya jîyanê dûr dikeve. Lewma divêt giringîyeke mezin bête dan ji bo bizava zimanî ku bikeve nav sîstemê perwerdeya fermî li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê. Yêk ji karên sereke û bingehîn yê KNKyê jî ev e ku neteweyê Kurd serwext bike, têbigihîne ku li zimanê xwe xwudan derkeve.

6.       Konferansa Zimanê Kurdî, di programa Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê ya 2006ê da ji xwe hebû. Planê komisyonê ew bû ku di midehê du salên xebata KNKyê da ev konferanse bête kirin. Ev konferansa di ”14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” da li Berlînê tête kirin, li goreyî vî planî digel Instîtuta Kurdî li Elmanya bi hev ra hatîye organîze kirin. Di konferansê da zêdetir pirs û pirsgirêkên zimanî yên giþtî, rewþa zaravayan û polîtîka ziman dê bête axivtin. Ji hemû parçeyên Kurdistanê û dîasporayê niviskar, ronakbîr û akademîsyenên Kurd hatine vexwandin. Konferans du roj in, 14-15ê Gulanê, li avahîyê Parlementa Eyaleta Berlînê, li Salona Kulturê tête kirin. Problemên zimanê Kurdî helbet tinê bi yêk-du konferansa çareser nabin, lê axir bi giþtî konferans platformên gotûbêj, axivtin û riberizan e. Ev konferanse jî xelekeke ji wan rêze xebatan. Ev platformên zanyarî ji alîyê dayîna perspektîvan ve, relatîven jî be, xizmeta pêþvebirin û çareserkirina pirsên zimanî dike. Ev konferanse ji alîyê beþdaran ve jî têr û tijî ye û em di wê bawerîyê da ne ku dê encamên bikêr, berwer û çêker ji konferansê derkevin.

8 Gulan 2008

Not:

Ev roportaj di YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA, 14 Gulan 2008 û KNK Bulten, hj. 6, Teþrîn-Mijdar 2008ê da hate weþandin

serî

 

 

 

 

 

Lorem ipsum dolor sit amet, contetuer adipiscing eacus nean it mauris llus porta. Fusce suscipit varius mi llus porta. Fusce suscipit varius mi.

 

 

Lorem ipsum dolor sit amet, consectetuer adipiscing elit. Praesent vestibulum molestie lacus. Aenean nonummy hendrerit mauris.