paþve

 

Çare dîsa ve yêkitîya neteweyî ye!

ROJAN HAZIM

 

Li Tirkîyeyê dîsa ve dahola þer tête qutan. Fermandarîya giþtî ya ertêþa Tirk muhendisîya þer gelek bi hostahî di rê dibe. Metodên provakatîv bi rengekî nû dane dest pê kirin. Xelkê sivîl dikuje û demildest bi rêya ”medyaya leþkerî” diavêje stuyê bizava neteweyî ya Kurdistanê û kuþtîyan jî bi merasima leþkerî radike û vediþêre. Ertêþê 12 gundîyên Hemkaya Elkîya Hekarîya ewil kuþtin û paþê jî merasima veþartinê pêkîna û eve bi xelkê Tirk û helbet hindek Kurdên light [layt] jî da xwarin. Emelê ertêþê û hemû organên vekirî û veþartî yên vê dewleta qirêj ya TCyê ev e. Hem dikuje, hem li ser digirî û rondikên tîmsahî diwerîne. Armanc kivþ e; hem ji bo bîr û rehîya navîn, hem jî ya derve nîþan bide ku goya bizava neteweyî li ser xelkê xwe jî terorê bi kar tîne!. Lê ev taktîkên wan êdî þevî bûne û di bazara polîtîk da pare nakin. Merkez û derûdorên sûndxwarî yên antî Kurd têne, ji xwe kes ji van manîpulasyonên ertêþê bawer nake. Piþtî þehadeta gerîllayên Katoyê Elkîya Hekarîya, kuþtina gundîyên Hemka tesaduf nebû. Ertêþê ji Þemdîna heta rêzeçîyayên Tenînê, ku tixûbê Botan û Hekarîya ye, kirîye meydana provakasyonên Jîtemê. Ew xet paralelî ”tixûbê Behdîna” ye û ertêþê bi zanahî ew navçe kirîye polîgona êriþkarîya xwe ku yêk ji asêtirîn navçeya manewrayê ye ji bo gerîlla. Ertêþ bi van kiryarên xwe yên dawîyê dixwaze wan gundên mayî jî bide vala kirin û ”tixûbê Kurdistana Baþûr” ji Cûdîyê Botan heta Kelereþê Þemdîna bi timamî bike çol. Terora ku ji teref Jîtemê ve li wê xetê tête kirin, xelkê bi du tercîhan ve asê dike; an dê çekê hilgirin bibine cehþ, anjî gundên xwe vala bikin.

Fiþara li ser Kurdistana Federal jî di nav vê hercûmercê da tête zêde kirin. Ertêþa Tirk bi van hemle û êriþan û tehdîdên ambargoya bazirganî ya dergehê Xabûr, dixwaze Kurdistana Federal jî bêzar û tengav bike ku ew jî beramberî binkeyên HPGyê yên li ser ”tixûbên baþûr û rojhilat” tedbîran bistînin û qabilîyeta manewraya wan nehêlin û di encam da Kurdan dîsa ve berdin hev. Ertêþê bi van provakasyon û êriþên dawîyê, hukûmeta Erdogan jî kirîye nav devê meqesê û adeta zevt kirîye. Piþtî berxwedana serkevtî ya gerîlla li Gabarî û kuþtina leþkeran, ertêþê bayê þovenîzmê hind bilind kirîye ku hukûmeta Erdogan nihe di bin vê fiþarê da dê ”tezkereya operasyona paþ tixûb” ji parlementê wergire ku ertêþ derkeve sefera baþûr!. Ertêþê bi hevkarîya ”medyaya leþkerî” hewayê þer pompe kirîye û adeta ”seferberîya millî” daye dest pê kirin. Ertêþê û xelkê sade danin alîyekê, medyaya Tirk bi xwe, berdevkîya þerî dike û bi edebîyata þehîdîyê serê xelkê xwe bi kîn û nefreta dijî Kurd tijî dike. Bi slogana ”xwûna þehîda li erdî namîne” Kurda dike hedef û bi benzînê agirê þer êcarî gur dike. Vê gavê hema bêjin li seranserê Tirkîyeyê ”seferberîya millî” hatîye dest pê kirin û ji tîmên futbolê bigirin heta komeleyên taxan, pêkve kampanyayên hevkarîya ertêþê didine kirin. Ertêþ û medyaya Tirk bi hev ra vê kampanyaya þovenîst ya dijî xelkê Kurd gelek organîze û sîstematîk didomînin. Însîyatîv adeta ji destê hukûmetê hatîye standin û hukûmetê jî bi dûv xwe ra radikêþin. Ji ”xwûn” û ”þehîd”an pêve tiþtek naête axivtin li Tirkîyeyê. Ji destê wan bêt dê hemû Kurdan di ava kevçikekê da bixeniqînin. Hûnê bêjin ji leþkerên wan xwûn, ji gerîllayên Kurd av diherike!. Ertêþ di operasyonan da êdî fîþekan jî zêde bi kar nayne, ji hewayî bi bombeyên gazê êriþî çeperên gerîllayan dike. Gerîllayên li Kato hatine þehît kirin, bi bombeyên gaz û kîmyayî hatine sotin û gelek ji wan ji alîyê lêzimên wan ve nehatine nas kirin. Di warê legal da jî bêhn li Kurdan tête çik kirin. Organên dewletê pêkve her di serî da muameleya ”terorîst”îyê bi DTP û parlementerên wê dikin. Abluka û çenbera li dor polîtîkerên Kurd tête þidandin. [Gerçî axivtinên hindek parlementerên DTPyê jî bi timamî ji berpirsiyarîyê dûr in û li goreyî þertên têne jîyan gelek bêmana dimînin. Þehîd îlankirina leþkerên ertêþa Tirk ne ketîye ber parlementerên DTPyî. Heke leþkerên ertêþa ku xelkê Kurd dikuje, Kurdistanê disoje, di parastina meþrû ya gerîllayan da têne kuþtin ”þehîd” bin, baþe gerîllayên têne kuþtin çi ne?! Parlementerên DTPyî divêt li goreyî etîka têkoþîna neteweyî biaxivin!. Leþkerên di þerê Kurdistanê da têne kuþtin ne þehîd in, belêm gerîllayên ku di çeperên parastina xelk û welatê xwe da têne kuþtin þehîd in û xilas!].

Vêca rewþ hinde aloz û giriftar e. Cepheyê dewleta Tirk çeperê xwe yê neteweyî vehûnandîye û ji hemû alîyan ve êriþî bizava neteweyî ya xelkê Kurd dike. Di demekî hinde nazik da mixabin ku cepheyê Kurd lawaz û belav e li bakur. Biçûk û marjînal jî be, opozisyona navxweyî, hêza pêþeng û xwudan desthilat bi tenê dihêle ku eve li goreyî normên þoreþa neteweyî û demokratîk bi gotina herî nerm qusûr e. Kêmasî, qusûr û hetta þaþîyên hêza desthilatdar, di roja îro û di nav vî agirê sojer yê Kurdistanê da, ne mazereta vê xemsarîya opozisyonê ye. Beramberî ”seferberîya millî” ya cepheyê dewleta Tirk ya di pêþengîya ertêþê da, divêt seferberîya neteweyî ya xelkê Kurd jî bête vehûnandin û ev erke dikeve ser milê hemû dînamîkên Kurd. Rexne û gazindeyên li ser hêza xwudan desthilat dikarin dîsa ve bêne kirin, belêm divêt biçûk mezin hemû hêz û kesên neteweyî, dijî vî cepheyê bêyûm yê dewleta Tirk, cepheyê neteweyî yê Kurdistanê ava bikin û vê belaya reþ ji ser Kurdistanê dûr bikin. Tirkan bi hukûmet û muxalefeta xwe ve, hev girtîye û derketine xezayê li Kurdistanê. Di rê li ber girtina êriþkarîya dewleta Tirk û ertêþê da, çare dîsa ve cephegirîya navxweyî ya Kurd û Kurdistanî ye.

ROJAN HAZIM

12 Çirî [Oktober] 2007

 serî