ROJAN
HAZIM
Digel hemû xweşî û nexweşî, şirînî û tahlî, dijwarî, zor û zehmetîyan, jîyan didome û bi hêla sîpekê diherike. Qanûnên xwezayî yên jîyanê li nav civata me, li seranserê welatê me jî li ser kar in. Di serê hertiştî da bizava ji bo jîyanê bêyî rawestan dom dike. Zor û zulm jî hebe, birandin û helandin jî hebe, mirov wekî subjeyên jîyanê, ji bo parîyek nan, ji bo fireke avê, şev û roja xwe dikin yêk û dixebitin. Ev bizivîna mirov, heke “mirov” wekî hebûnekî civakî di prosesa jîyanê da armanc be, ku wisa ye, karekî xwezayî ye. Gelo parîyekî nanê tirsî, tirarekî ava şêlû bes e ji bo jîyanê? Heke armanc tinê jîyana fizîkî be, ji bo jîyaneke nemir têra dike. Belêm tête dîtin ku, mirov herwisa hebûnekî bihirs e û bi kêmahî û desttengîyê ne qaîl e. Heke destkevtek nebe jî, bi hêvî ye û vê hêvîya xwe her diparêze. Lewma di fîlozofîya xelkê da tête gotin ku, hêvî pêxwarina nanê tirsî yê feqîran e. Vêca xelkê me jî, li seranserê welatî, hem bo parîyek nan, hem jî bo fireke avê di nav ketûrabeke dijwar ya jîyanê da ye ku eve erkekî xwezayî ye beramberî jîyanê. Anku ev karê xwezayî, xeleka sereke ya rojeva xelkê ye. Ji xwe xelkê sade, tinê di tayînkirina vê rojeva xwe da desthilatdar e mixabin! Tesbît û tayînkirina rojevên dî ne di destê wan da ye. Bi navê wan “serdest” hene û ew rojevan dadinin û radinin anjî radikin û diguhurin... Belêm tiştekî aşkera ye ku gava xelk li ser qedera xwe, li ser paşeroja xwe, li ser danana hemû rojevên xwe û peydakirina çareyan desthilatdar bû, hingê jîyan bi mana, bi tam û berwertir dibe...
Tengîya
hesûyê
Kengî xelk dê li ser jîyana xwe desthilatdar be? Eve proseseke dirêj e bêşik. Belêm pêcûneyên vê rêyê jî heke bi hostahî û di xêra xelkê da neêne danan, ev prosese hem dirêj diajo, hem jî bi asteng û kemînan tijî dibe. Desthilatdarîya xelkê, di serî da bi afirandin, formûlekirin û zelalkirina bîr û ramanê dest pê dike. Elementên xîmî yên kîmyaya bîr û ramanê, azadî û serbixwetî ne. Karakterîstîka bîr û ramana desthilatdarîya xelkê, ev herdu element in, anku azadî û serbixwetî ne. Desthilatdarîya xelkê, anku demokrasî, heke li ser bîr û ramaneke azad û serbixwe bejn da, hingê elementên dî yên jîyanê yên pozîtîf jî aktîve dibin û dînamîkên vejandinê bigiyan dikevin. Tekamilî anku evolusyona jiyanê jî bi vî rengî pêş dikeve. Berahîka xwe dîtin, firehîya hesûyê, anjî dûrbînî jî wisa pêktêt. Cihê bîr û ramana azad û serbixwe lê neyî, wekî zemînekî bi mikrob û vîrûs, dibe kana hemû neqencî û nexweşîyan. Li cihê bîr û ramaneke azad û serbixwe neyî da, her çêşîd varêtî û karûşa sosyokulturî û sosyopolîtîk şîn dibe. Tenghesûtî, berpêyên xwe nedîtin, ji bîr û ramana neazad û neserbixwe derdikeve. Pêşkevtin, nûvebûn, gihiştin bi dînamîzma bîr û ramana azad û serbixwe tête meydanê. Riberiz, karakterîstîka sereke ya vegihiştin, nûvebûn û pêşkevtinê ye. Hevîrê riberizê jî bîr û ramana azad û serbixwe ye. Civatên ku xwe bi pêş têxin, xwe nûve dikin, xwe digihînin, li ser zemînê bîr û ramana azad û serbixwe mezin dibin. Eve bi lêgerînê dibe. Lêgerîn bi riberizê dest pê dike. Ji xwe di xwezahîya ”mirov” da lêgerîn heye. Belêm lêgerîn bi bîr û ramana azad û serbixwe dikare bibe çareya pêşkevtinan. Lêgerînên çareser, bi riberiza bîr û ramana azad û serbixwe têne dîtin. Evolusyon, anku tekamilîyeta xwezayî bi riberiz, bi lêgerîn û bi xurtkirina bîr û ramana azad û serbixwe digihe armanca xwe. Esasen riberiz û lêgerîn li ser zemînê bîr û ramana azad û serbixwe tête avakirin û domandin. Motîvasyon û vîtamîna pêşkevtin, nûvebûn û xwe gihandinê jî, lêgerîn û riberiza bîrî û ramanî ye. Dînamîzma jîyanê bi vê bizava bîrî û ramanî tête wergirtin. Dînamîzm motora pêşkevtin û gihiştinê ye. Cihê bîr û ramana azad û serbixwe lê nebe, riberiz û lêgerîn nabe. Riberiz û lêgerînên bîrî û ramanî nebin, dînamîzm nabe û rê li statîzmê vedibe. Dînamîzm nebe, pêşkevtin, nûvebûn û gihiştin nabe. Statîzm, patînaj kirine, li cihê xwe mane. Eve jî digel xwe têkçûn û rizînê tîne. Jîyanên li ser statîzmê têne danan dibe ku demekî dirêj jî biajon, belêm di rastîyê da ew di cihê xwe da patînajê dikin û di encamê da jî, di nav xwe da dirizin. Statîzm jîkurtî ye, belêm dînamîzm jîdirêjî ye.
Demokratîzm
Di cihên demagojî lê serdest da, gotin û term jî têne serûbin kirin, ji manaya xwe têne dûr kirin. Demagojî kirasê nezanî û zirzanîyê ye. Demagog xwe bi vî kirasê qelp, ”zana” didin nîşandan. Yêk ji hunera demagogan jî berevajîkirina mana û naveroka gotin û terman e. Bi gotina xelkî, ziman nerme ye, di nîveka devî da li goreyî daxwaza xwudanî dizivire. Vêca demagog wekî hertiştî, desthilatdarîya xelkê, anku demokrasîyê jî li goreyî xwe mana û rave dikin. Belêm tiştekî aşkera ye ku hindek term û gotin hene, digel hemû hîlebazîya demagogan, nikarin ji manaya xwe ya rastîn bêne dûr kirin. Desthilatdarîya xelkê anku demokrasî jî yêk ji wan terman e ku leyiz û hîleyê ranake. Bingeh û çarçoveya demokrasîyê jî azadî û serbixwetîyeta bîr û ramanê ye. Eve krîtera bivênevê ya demokrasîyê ye. Lewma demokrasî bihazanîn e. Bihayê herî mezin û pîroz yê mirovahîyê jî, bîr û ramana azad û serbixwe ye. Mirovê bihazan, civatên bihazan, xelkên bihazan, bi dayîn û wergirtina bîr û ramana azad û serbixwe têne gihandin. Rêz û rêzgirtin, bi wergirtina vê kulturê pêktêt. Xweşbînî û bihazanî li ser vî zemînî tête meydanê. Cihê rêz û rêzgirtin, tolerans, bihazanî lê neyî, bê bîr û ramana azad û serbixwe ye, bê riberiz e. Paşveman û bindestmana xelkekê jî ji xwe ji stewrî û bêberîya bîrî û ramanîyê dest pê dike. Eve hêza bîr û ramana azad û serbixwe jî nîşan dide. Demokrasî bi hebûna bîr û ramana azad û serbixwe hem tête meydanê, hem jî saxlem dibe. Bîr û ramana azad û serbixwe jî bi hebûna demokrasîyê kamil dibe, xurttir û zengîntir dibe. Di civatekê da, hebûna bi hev ra ya van herdu elementan, bi rêya sîrkulasyonê hevdu xwudan û têr dikin. Ev sîrkulasyone hem avnehîya herdu elementan, hem jî ya pêşkevtina civatê ye jî. Anku hebûna herdu elementan, sîboba avnehî û ragirtina terazîya civatê ye jî. Bi gotineke dî, bingirtina demokrasîyê bi xurtbûna bîr û ramaneke azad û serbixwe çêdibe. Lewma di demokratîzekirina civatan da, kanalê jîndêr, stûna ragir, azadî û serbixwetîya bîr û ramanê tête qebûl kirin. Pêkhatina demokratîzmê, bi danan, pêşvebirin, berfirehkirin û xurtkirina bîr û ramana azad û serbixwe dibe. Panjahra antîdemokratîzmê, demokratîzm bi xwe ye, ku ew jî bi parastina bîr û ramana azad û serbixwe dikare bibe. Di demokratîzmê da kilîl azadî û serbixwetîya bîr û ramanê ye.
Belêm mixabin ku ev tabloya demokratîzmê di nav welat û civata me da naête dîtin. Digel ku xelkê me mexdûrê antîdemokratîzma navîn û derve ye, bi taybetî êş û janeke mezin ji antîdemokratîzma kolonyal kêşaye û hêj jî dikêşe, lê alternatîfa wê, anku normên demokratîzmê di nav xwe da navejîne. Eve paradoksa civata me ye. Serdestên civata me digel bîr û ramana azad, digel norm û prensîbên demokrasîyê ne aşt in. Demokratîzm tinê bîblo ye li ser maseya wan. Gotina demokrasîyê tinê ”xemleke” di vîtrîna wan da. Temsîlkarên bîr û ramana azad û serbixwe, anku bîrewer û ramanwer, heke hewcehî pê hebe, tinê ji bo dekora statûkoya wan ”bihadar”in! Serdestên civata me yên klasîk û yên di bin kirasê modernîyê da, anku yên rûyê xwe maske kirî, hemû pêkve heta gewrîya xwe sûcdarên antîdemokratîzma navxweyî ne. Biçûk, mezin, marjînal, nemarjînal, hemû organîzasyon pêkve gunehkar in li beramberî bîr û ramana azad û serbixwe. Helbet xelk jî bi prîmdana bo serdestan, dibe şirîkê vê gunehkarîyê.
Xwezî
û hêvî
Di xwezahîya ”mirov” da lêgerîna xweşkirin û pêşvebirina jîyana xwe heye. Eve bingehê xwezî û hêvîyê pêktîne. Xwezî û hêvî hem îndîvîdûel, hem jî kolektîv in. Eve jî hebûnîyên xwezayî ne. Li vê derê, terazîya xwezî û hêvîyên îndîvîdûel û yên kolektîv jî bi hebûn û parastina bîr û ramana azad û serbixwe tête ragirtin. Evro li nav civata me, li welatê me, problematîkên sosyokulturel, sosyopolîtîk û sosyoekonomîk yên xwumal, anku yên ji faktorên navînî peyda bûyî û dom dikin, digel faktorên têkilav, belêm di bingeh da, ji antîdemokratîzma bi salan xwûnê werdigirin û eve hem pêşveçûnê, hem jî çareserîyê asê dike. Ji ber ku antîdemokratîzm bi hemû rûyên xwe ve adeta bûye metodekî çareserîyê ji bo aktor û fîgûrên serdest yên civatê. Ev aktor û fîgûrên serdest, desthilatdarîya xwe bi hemû metodên antîdemokratîk radigirin. Ji alîyê van aktor û fîgûrên serdest ve, bilêvkirina bêjeya “demokrasîyê”, bi timamî demagojîyeke girovir e! Derdê wan ”serdestan” parastina pozisyon û statûya xwe ye, anku ew statûkoperês in. Ji ber hindê jî, bi hizaran metodan, bi demagojîya li ser demokrasîyê, rêyê li ber bîr û ramana azad û serbixwe digirin. Ev xweperêsîya wan, der û pencereyên demokratîzmê li ser timamî xelkê kilîl û tarî dikin. Vekirina der û pencereyên ronahîya demokratîzmê li ser xelkê, bi xwudanderketina normên demokrasîyê dibe. Ew jî di serî da bi parastina bîr û ramana azad û serbixwe dest pê dike. Aladarên parêzerî û xwudanderketina bîr û ramana azad û serbixwe jî bîrewer in, ramanwer in. Yên ku temsîla wijdana xelkê sade dikin, berpirsiyarîya bîr û ramana azad û serbixwe werdigirin û bi cih tînin, ev bîrewer û ramanwer in. Wekî hemû cîhanê, li welatê me jî mixabin hejmara bîrewer û ramanwera kêm e. Belêm hêza ku ew ji bîr û ramana azad û serbixwe werdigirin, bê pîvan û kêşan e. Aladarên xwezî û hêvîyên temîz yên xelkê sade jî, dîsa ew bîrewer û ramanwer in. Parastina wan xwezî û hêvîyên paqij, hilgirtin û parastina berpirsiyarîya bîr û ramana azad û serbixwe, marke û mohra esîl ya bîrewer û ramanweran e. Ev pratîka bîrewer û ramanweran, di eynî demî da welatperwerîya herî bihadar e jî. Pêşkevtina xelkan, bi dest êxistina hemû mafên xwezayî, xweş û geşkirin û bilindkirina standarda jîyanê, bi xebat û têkoşîna bêyî hisab û armancên biçûk yên xweperês, yên van aladar û parêzerên bîr û ramana azad û serbixwe, anku bîrewer û ramanweran, pêktêt. Lewma hejmara wan kêm e, belêm hêz û ronahîya wan xurt e. Dîrok bi qencî behsê wan dike. Dîroka xelkan bi navê wan zengîn û bihadar e. Xelk bi keda wan ya helal û bihadar têne nas kirin û pê serbilind dibin li cîhanê. Xelk bi hebûna bîrewer û ramanwerên xwe mezin in li seranserê dinyayê. Xelkê sade jî, xwe, di huvîyeta bîrewer û ramanwerên xwe da dibîne. Madalya, nîşan û xelatên herî bihadar jî, dîyar e ku, divêt ev bin!
ROJAN HAZIM - Çirî 2003