Bîr
û rehîya demokratîk ya cîhanê bi giştî di pirsa xelkê Kurd da, bi
gotina herî nerm, îmtîhaneke baş nade!. Ji ber vê reftara paradoksal ya
cîhana demokratîk mirov difikire ku xwezî ronakbîrên Kurd bi hev ra bangeke
wisa kiriban:
Em
bîr
û rehîya demokratîk û humanîter û ”dewletên demokratîk” yên ku
bihayên demokratîk bo xwe kirine armanc, belêm di pratîkê da bereksî wê
hereket dikin, rexne dikin. Dewlet û rêvebirîyên dîktatoryal, paşverû
û faşîst jî sûcdar dibînin.
Boçi
em van rexne û sûcdarîyan dikin?
Li
rojhilatanavîn
xelkekî bi navê Kurd, ku nezîkî 50 [pêncî] milyon e, bê dewlet hatîye hêlan.
Vî xelkê ku di navbeyna çar dewletan da hatîye parve kirin welatek heye û
navê welatê wan Kurdistan e. Piştî ku rejima Seddam ji alîyê koalîsyona
navneteweyî ya di pêşengîya Amerîkaye da ve ewil hate ablûka kirin û
paşê jî hate hilweşandin, xelkê Kurd di parçeyê Kurdistanê yê
di bin desthilata Iraqê da gihişte azadîya xwe û îro di nav Iraqa
Federal da, bi rêvebirîyeke federal ya navçeyî xwe îdare dike. Kurd bi
destvehatina vî giravê jîyana azad relatîven jî be dilşa ne û ji ber
vê destekdayînê minetdarê bîr û rehîya demokratîk ya dinyayê ne. Lê
belê, Kurdên ku di bin nîrê kolonyalîzma Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê da
hêj negihiştine azadîya xwe. Kurd li van welatan jî daku bigihin azadîya
xwe têkoşîneke heq, meşrû û bi biryar didin. Rêvebirîyên van
dewletan xwastekên Kurdan yên azadîyê bi metodên xwûnî ditepisînin. Têkoşerên
azadîyê an dikujin, an bêseraşûn dikin, anjî bi cizayên herî giran
hesf dikin.
Di
nav
van dewletan da Tirkîyeya ku xwe parçeyekî ”Dinyaya Rojavayê” dibîne
heye. Li Tirkîyeyê nufûsa Kurdan nêzîkî 30 [sih] milyon e û ji van nezîkî
20 [bîst] milyon li ser cografyaya xwe anku li Kurdistanê dijîn. Tirkîye hem
endamê Natoyê ye, hem jî ber bi endambûna Yêkitîya Ewrûpayê ve ye. Kurd
li Tirkîyeyê bereksî hemû norm, krîter û bihayên demokratîk, ji hemû
mafên xwe yên xwezayî û demoktratîk hatine bêpar kirin. Perwerdeya
bi Kurdî nîne. Kurdî wekî ziman hêj jî ne azad e. Gotina Kurdistanê
qedexe ye. Bedelê hereketkirina bi şuûra Kurdîtîya kolektîv bi dehan
sal hefs e. Kurd bi navê xwe nikarin polîtîkê bikin û partîyên xwe ava
bikin. Tirkîye li ser rêya endametîya YEyê ye, belêm hemû mafên xelkekî
30 milyonî xesp kirine. Aha Kurd dijî vê hegemonyaya ceberrût têkoşîna
azadîyê didin. Li ber vê rastîyê jî YE pêkve dijî van polîtîkên antî
demokratîk yên Tirkîyeyê reftareke zelal û bi biryar nîşan nade. Amerîka
jî herwisa. Kurd ji ber vê xemsarîya dînamîka demokratîk ya derve, bi
timamî bi hêza xwe ya navîn dijî dewleta Tirkîyeyê têkoşîneke bi
bedelên giran didin. Dewleta Tirkîyeyê tinê bi zulma li ser Kurdên li nav
xwe namîne, destkevtên demokratîk û statûya Kurdên di nav Iraqa nû da jî,
ku bi alîkarîya Amerîka û cîhana rojavayê ava dibe, qebûl nake û bi gefên
operasyona leşkerî daberizînê li ser wan dike. Tirkîye hem li nav xwe,
hem jî li navçeyê dijminahîya xelkê Kurd dike, mafê jîyanê nade Kurdan. Beramberî
vê êrişa birandêr, Kurd bi hemû rê, metod û aletan hem têkoşîneke
sivîl û demokratîk, hem jî têkoşîneke çekdarî ya hindî hûn bêjin
heqqane didin. Lê belê, YE û Amerika naxwazin vê rastîyê bibînin, li tenişta
hêz û dewleta antî demokratîk cih digirin. Li ber vê rewşa paradoksal,
em ronakbîrên Kurd li hember vê polîtîka we ya dobilmoralî isyanê dikin
û bangî we dikin ku li biha, norm û krîterên xwe yên demokratîk xwudan
derkevin.
Binêrin,
di
nîveka Balkanan da bi hevkarîya we Kosovaya du milyonî digihe azadî û
serxwebûna xwe û em jî vê yêkê wekî mafekî xwezayî yê xelkê Kosovayê
dibînin û destekê didinê û xelkê Kosovayê pîroz dikin. Li Kosovayê
hejmara Tirkan çend hezar in [% 1] û bi navê etnîsîteya wan partîya wan [Partîya
Tirk ya Demokratîk Ya Kosovayê] heye, dikevin hilbijartinan û li parlementê
xwudan temsîl in. Zimanê Tirkî li navçeyekê jî be fermî ye. Partî [Partîya
Demokrasîyê ya Kosovayê] û serokê [Haşim Taçî], ku li hilbijartina
17ê Teşrînê [Mijdarê] kar kirî ji hereketa leşkerî UÇKyê tên,
ku têkoşîna Rizgarîya Neteweyî ya Kosovayê didan.
Başe
li
Tirkîyeyê çi dibe? Îro li Tirkîyeyê partîya legal, DTP, [Partîya Civata
Demokratîk], -hem jî di parlementa Tirkîyeyê da xwudan grûb e-, ku bi navê
xelkê Kurd têkoşîna azadî û demokrasîyê dide û digel ku navê etnîsîteya
Kurdî jî lê nîne, girtina wê tête xwastin û herwisa provakasyon têne
kirin ku rêvebir û endamên wê bêne lînç kirin. Herweha PKKya ku digel
HPGyê ji bo maf û azadîyên xelkê Kurd û Kurdistanê têkoşîneke heq
û meşrû dide wekî terorîst tête bi nav kirin. Em van polîtîka û
reftarên pratîk neheq û şaş dibînin. Em li hêvîyê ne ku YE,
Amerîka û herkesên ku terefdarîya bihayên demokratîk û humanîter dikin,
dijî polîtîkên antî Kurd û antî Kurdistan yên dewleta Tirkîyeyê
rawestin, pozisyona xwe ya li Kosovayê, beramberî Tirkîyeyê jî nîşan
bidin û li terefê têkoşîna heq ya xelkê Kurd û pêşengên wî
cih bigirin. Ya rast ev e.
Gelo
ma ne xwezî û daxwazeke mirovî, demokratîk û neteweyî ye ku bi hev ra bête
bang kirin?
ROJAN
HAZIM