Bi
mirina Mehmed Uzun em gelek bi xem in.
Ronakbîrê
hêja, nivîskar Mehmed Uzun îro danê spêdê, 11ê Çirîyê [2007], li
serbajêrê Kurdistanê, li Amedê [Diyarbekir] çavên xwe li jîyanê niqandin.
Eve demekî dirêj bû ku di nav berxwedaneke xurt da bû beramberî nisaxîya
dijwar. Mixabin ku nisaxîyê zora jîyanê bir û Mehmedê delal ji nav me
rakir û bir. Mehmed çû ber sing û berê xwezaya pîroz. Axa Kurdistanê
bihazan e, qedirgir e, dê vî hezkirîyê xwe bi germahîyeke tîr hilgire nav
xwe û bi vîneke mezin rapêçe. Mehmed bi hiş û bîr û hizirên xwe, bi
qelemê xwe, bi reftar û pratîka xwe xizmeta xelkê xwe, welatê xwe, zimanê
xwe kir. Ji meqaleyan heta şeiran, ji serpêhatîyan heta prosaya modern
romanê, berhemên bihadar dîyarî xelkê Kurd û cîhana ronakbîrîya
Kurdistanê kirin. Mehmed hem têkoşerê ziman û edebîyata Kurdî bû,
hem jî bo doza mezin ya Kurd û Kurdistanê têkoşîneke xurt da û heta
axirîn bêhna xwe jî bi van îdealên xwe ve girêdayî ma. Xelkê Kurd lawekî
xwe yê têkoşer, cîhana ronakbîrîya Kurd jî endamekî xwe yê hêja
winda kir. Ew tenê fizîken ji nav me çû, belêm bi berhemên xwe dê her î
jînde be û di nav me da be. Em dizanin ku jana herî mezin malbata wî dikêşe.
Em şirîkê xema malbata wî ne. Bila serê jin, zarok û kes û kar û
tevayî malbata wî sax be. Bila serê xelkê Kurd sax be.
Bi navê Kolektîva Ronakbîrên Kurd:
ROJAN HAZIM, nivîskar
DERWÊŞ FERHO, şair, serokê Instîtuya Kurdî ya
Brukselê
HAYDAR IŞIK, nivîskar
MÎRHEM EGÎD, rojnamevan
MEDENÎ FERHO, nivîskar