paşve

 

Bo bîrînana BAHAyî

 

ROJAN HAZIM

 

BAHA (Bahattin Karakütük), 10ê meha çile (2005), roja duşembê li mala xwe ya li Glaskowa Skoçyayê, dawî li jîyana xwe îna. Mixabin, hêj ciwan, ku jîyaneke dirêj li pêşîyê heyî ev felakete bi serê xwe îna. Helbet bo yên li paş mayî rehet e ku bêjin boçi? Bersiva vê ”boçi”yê, çi dibe bila bibe, belêm encam xem û kul û kesereke mezin e bi taybetî bo binemala wî, jin û zarokên wî. Bêşik çu ax û fîgan wî paşve naînin.  Belêm teselîya herî mezin divêt ew be ku neête ji bîr kirin. Famîlyaya wî ya bîyolojîk her bi çi awayî be, wî ji bîr nakin, dê xema wî bigirin, dê bi bîr bînin. Lê belê, divêt famîlyaya wî ya rojnamegerîyê jî wî ji bîr neke. BAHAyî, ji serê salên 90î were ked û xwuha xwe daye medyaya Kurdî. Di demên herî dijwar da, ku dewleta TCyê, rojnamevanên Kurd anjî yên Tirk yên ku piştevanîyeke ji dil didane medyaya Kurdî, berze dikirin, şiddet û teroreke bê tixûb li ser wan dikir, destê xwe dana binê berî. Bahayî ew dem hemû bi serbilindî borandin. Xwe ne çemand li ber êriş û terora dewleta TCyê. Piştevanîyeke mezin da xelkê cîran, xelkê Kurd. Ji ber vê xizmetê bû ku dem hat mecbûr ma ku ji Tirkîyeyê derkeve Ewrûpayê. Di salên Ewrûpayê da jî keda xwe bi fedakarîyeke bê tixûb da xizmeta doza xelkê Kurd. BAHA, xebatkarekî zana û bi kalîte yê medyaya Kurdî bû. Tête hêvî kirin ku xelkê Kurd, wî ji bîr neke. Tête hêvî kirin ku rojname û TVyên Kurdî yên ku ew têda bi salan xebitî, wî ji bîr nekin.

Di demekî hind tengav da biryara dawî înana jîyana xwe da, ku hewcehîyeke gelek mezin pê hebû. Belêm di jîyana xwe da çawa ji ber kar û xebatên xwe di nav hevalên xwe da rêz û vîn didît, bo vê biryara wî ya dawî li jîyana xwe înanê jî divêt rêz bête girtin. Herçend wî neheqîyeke mezin li xwe, li îdealên xwe, li malbata xwe, li biçûkên xwe, li heval û dostên xwe kiribe jî, bi xwasteka xwe biryara xwe înaye cih. Çi rasthatineke bêtalih e ku BAHAyî li ”10ê meha Çile, roja rojnamevanên kar dikin yên dinyayê” dawî li jîyana xwe îna! BAHAyî li rojeke ku ew bi xwe jî rojnamevanekî li ser kar bû, biryara mirina xwe da! Bila rêz, vîn û silavên herî ji dil bo wî bin. Ew, mixabin di demê xwe yê herî gihiştî û berwer da çû ber sing û berê xwezayê. Xweza dê wî bi dilovanîyeke germ koş bike.

**

Behînameya li ser mirina BAHAyî bo ROJ TVyê,

[Piştî mirina BAHAyî, hema demildest, nivîsara li ser wî hatîye nivîsîn, ez bêjim ya Mehmûd Onder bû, ku heval û hevkarê BAHAyî yê li ROJ TVyê ye. Mehmûd Onder, di kelegerma wî xeberê reş yê mirina heval û hevkarê xwe BAHAyî da, nivîsareke ji nîveka dilê xwe û gelek sentîmental nivisîbû. Ji ber wê nivîsara wî ya bi kul û keser, min ev behîname bo wî jî şand ku pişkdarê xema wî jî bibim.]

Bo ROJ TVyê,

Wekî hemû nas û dostên BAHAyî (Bahattin Karakütük), ku yêk ji wan jî ez im, bi bihîstina mirina wî, bêhed bi xem ketim. Hizar car mixabin bo vî xebatkarê çeleng û kubar yê medyayê. BAHA, tam rojnamevan bû. Rojnamevanî adeta wekî brûsk ji çavên wî diçeqî. Rojnamevanekî zana, jîr û bi kalîte bû, belêm herweha jî gelekî dilnizm û mirovşirîn bû. BAHA, di demekî gelek berwer da çû koşa xwezayê, mixabin. BAHAyî, keda xwe ya rojnamevanîyê, ji nîveka dilê xwe pêşkêşî doza xelkê Kurd kir. Di medyaya nivîskî û elektronîk ya Kurdî da, ji rojnameyên Kurdan yên li Tirkîyeyê bigirin heta yên li Ewrûpayê û di TVyên Kurd, Med TV, Medya TV û ROJ TV da, bi zîrekî û fedakarî kar kir. Hêvî dikin ku Kurd û bi taybetî jî dezgehên medyayê yên ku ew têda bi salan xebitî, wî ji bîr nekin. Gerçî tradisyon û pratîka salan nîşan daye ku, şîna egîdan şîvek e, lê dîsa ve tête hêvî kirin ku bihayê BAHAyî qet nebe piştî mirina wî bi layiqî bête zanîn.

Bila rêz û silava herî germ û mezin bo BAHAyî be.

Bila serê malbata wî ya bîyolojîk û malbata wî ya rojnamegerîyê, ROJ TVyê sax be.

Digel silavên dostane.

ROJAN HAZIM

www.xweza.com

11 Çile 2005

**

Ji ber bîrînana wî, ew nivîsara wî ya dawîyê ku di 20ê Kanûna 2004ê, roja duşembê da li Özgür Politikayê hatibû weşandin, min wergerande Kurdî û li jêr diweşînim.

**

Ber bi prosesa gotûbêjan (muzakereyan) ve

Bahattin Karakütük (BAHA)

Di rêya endametîya Yêkitîya Ewrûpayê (YE) da, Tirkîye kete nav proseseke nû. Ji danezana encama ku ji alîyê 25 dewletên endam ve hatîye îmza kirin gelek aşkera kivş dibe ku, prosesa muzakereyan, ku qonaxa dawîyê ya berî endametîyê îfade dike, dê gelek dijwar bibore. Xuya ye ku ev dijwarîye dê di pirsa Qibrisê da bête dîtin ku di polîtîka derve ya dewleta Tirkîyeyê da xala herî hessas e. Di prosesa yêkkirina herdu komaran û dawî înana parçebûna Giravê Qibrisê da, bi cih înana rolên Tirkîye û Yûnanistanê xwudanê giringîyeke krîtîk in.

Ji nîveka salên 90î were, di bûyer û bûyînên polîtîk û ekonomîk yên di navbeyna Tirkîye û YEyê da, Krîterên Polîtîk yên Kopenhagê qet ji rojevê nehatin xwarê û dê dîsa ve di midehê van deh salên li pêşîya me da jî di rojevê da bin. Kivş dibe ku, di warê mafê mirov û demokratîkbûnê da, gavên ku li van du salên dawîyê ji teref Tirkîyeyê ve hatine avêtin, di pratîkê da çend têne tetbîq kirin dê bi baldarî bêne taqîb kirin. Eve di rapora dawîyê ya li ser Tirkîyeyê da ku di Parlementa Ewrûpayê da hatibû qebûl kirin, tête dîtin.

Di vê xalê da, divêt bête gotin ku pirsa Kurdî jî êdî kete ser rêyeke nû û bû xwudanê keysên nû. Di prosesa bi cih înana temamî ya Krîterên Polîtîk yên Kopenhagê da, pêşêxistina aştîyê û cihdana ûslûbê plîtîk yê plûralist û jîyandina vî tarzî, binasê bivê nevê yê vî demê muzakereyan e.

Lê belê, di midehê dûr û dirêj da, giringîya têkilîyên navbeyna Tirkîye û YEyê, dê di tarzê rawestandina „şerê medenîyetan“ da derkeve meydanê. Di şertên piştî 11ê Îlonê da, tarzên rê li ber girtina geşbûna her reng radîkalîzma dînî û nasyonalîzmê û di pratîkê da bi kar înan, hem di pirsa Qibrisê da, hem jî di şertên Tirkîyeyê da, dê bi cih înana Krîterên Kopenhagê bi sanahî bêxe.

Piştî kombûna bilind ya YEyê, di pişka mezin ya çapemenîya YEyê da, riberiza li ser Tirkiyeyê kete nav kanalekî nû. Bi giranî li ser nufûsa Tirkîyeyê tête rawestan ku ka dê heta sala 2015ê çend zêde bibe û barekî çawa yê ekonomîk bîne ser Yêkitîyê.

Belêm di encam da, pozisyona stratejîk ya Tirkîyeyê ya li navçeyê, têkilîyên YEyê yên digel Ankarayê tayîn dike. Di demê ku rojhilatanavîn ji nû ve tête dizayn kirin da, divêt bi meîyanî bête dîtin ku Bruksel têkilîyên xwe yên digel Tirkîyeyê naêxe nav tehlîkeyê.

20 Kanûn 2004, duşemb / Özgür Politika

Kurdîya wê: ROJAN HAZIM

serî