Giravek?
Hingê Axtamar
ROJAN
HAZIM
Belê,
heke dê her girav be, bila giravekî li Kurdistanê be. Em behsê giravê Imralî
û dîlê sedsalê dikin: Abdullah Ocalan. Daner û serokê PKKyê û rêberê
KCKyê. Ji 15ê Sibata 1999ê were dîl e di destê dewleta kolonyalîst û dagîrker
ya Tirk da. Hewceyî dubarekirina bûyerê nîne. Rastîyek li pêş çavan
e, eve neh sal in ku Ocalan di giravê Imralî da girtî ye, dîl e. Girav jî pêkve
di bin dagîrîya ertêşê da ye. Anku Imralî navçeyeke leşkerî ye.
Erd û esmanê giravî girtî ye. Nahêlin çûçikek bêyî destûr bifire!. Dîsa
ve hewceyî gotinê nîne ku her ji destpêka girtina Ocalan heta îro, bêdadîyeke
mezin bi sere wî hatîye înan û ev bêdadîye îro jî di dereceya herî
bilind da tête domandin. Ji ber doza Kurdistanê hatîye dadgeh kirin û cizayê
herî giran lê hatîye birîn; heta mirinê hefs!. Şik têda nine ku di
pirsa Ocalan da huqûq hatîye qetil kirin. Dozeke polîtîk hatîye vekirin û
polîtîken cizayê hinde giran hatîye dan. Ji bilî Ocalan, bi hizaran endam
û sempatîzanên PKKyê jî ji ber doza Kurdistanê di hefsên Tirkîyeyê da dîl
in. Hefsên F û L têra nekirîye, nihe Kurdistan jî pêkve li xelkê Kurd
adeta kirine hefsa “nîv vekirî”!.
Ocalan
15ê Sibata 99ê ji teref Amerîka û Yêkitîya Ewrûpayê ve teslîmî Tirkan
hate kirin. Belêm ne Amerîka, ne Yêkitîya Ewrûpa, nejî Tirkîye gihişte
mexseda xwe bi girtina Ocalan. Kêm zêde hemû li hêvîyê bûn ku bi dîlkirina
Ocalan “rêxistina wî” [anku PKK] dê bêser bimîne û di demekî “maqûl”
da jî dê belav be. Lê hisaba malê li çarsûyê nehat û hêvîya wan di
gewrîya wan da ma!. Rêxistin belav nebû, bereks xwe zû komî serhev kir û
ji berê baştir xwe gihande dereceya rêvebirîyeke kolektîv. Di midehê
neh salan da têkoşîna doza Kurdistanê bi ketûraban jî be hate domandin
û gelek destkevt û çeperên nû jî hatin qazanc kirin; ji şehridarîyan
bigirin heta ketina nav parlementa Tirk, eve destkevtên vê peryoda nû ne.
Dewleta kolonyalîst û dagîrker ya Tirk, belavkirinê danin alîyekê, nikarî
PKK û bi giştî rêxistinên pêve girêdayî lawaz jî bike. Operasyona
belavkirina 2003ê jî neçû serî, ku dixwastin bi lîkîdasyoneke mezin rêxistinê
hilweşînin. Îro demê dîlîya Ocalan hatîye neh salan, lê bizava
neteweyî mezintir û firehtir bûye ku Amerîkayê digel dewleta Tirk PKK wekî
dijminê hevpar îlan kir. Eve ji milekê ve jî mezinbûn û bihêzbûna rêxistinê
nîşan dide.
Dewleta
Tirk, bi operasyonên ji dawîya 2007an were jî, têkbirin û hilweşandina
rêxistinê bo xwe kirîye armanc. Lê beyhûde ye. Ev plane jî naçe serî.
PKKyê xwe ji duhî xurttir kirîye, pêşvetir birîye. Di nav xelkê xwe
da re û rîşe girtîye. Mekanîzmaya rêvebirîyê hem kolektîve, hem jî
bi kadroyên nû teqwîye kirîye ku eve bi serê xwe serkevtinek e. Di vî warî
da, kadroyên destpêkê yên daner roleke çêker leyistine. Îro kivş bûye
ku merkeza kumandayê hatîye xurt kirin û saxlem kirin. Dijmin vê gave jî
taktîkekî wisa di rê dibe ku kumandaya merkezî belav bike ve û bizavê
careke dî bêser bihêle. Axir bi hemû hemle û hewildanan jî dijmin nikare
bigihe mexseda xwe û esasen dewleta Tirk di israra şer da her diçe paşeroja
xwe jî tarî dike. Eve îro bi hemû zelalîya xwe ve derketîye meydanê.
Li
mile dî, yêk ji sloganên bizava neteweyî ya xelkê Kurd jî xwudanderketina
Ocalan e. Dewleta Tirk di şertên Îmralîyê da roj bi roj Ocalanî ber bi
mirinê ve dibe. Dewlet di van şertan da hewce ye dawîyê li tecrîda
li ser Ocalan bîne. Herçend cihê Ocalan ne hefs e, lê axir di destpêkê da
divêt Ocalanî neqlî “girtîxaneyeke” li Kurdistanê bikin. Mafê
her girtîyî heye ku heke li welatekî bîyanî girtî be, daxwaz bike ku bo
welatê xwe bête neqil kirin. Heke her dê girav be, bila Ocalanî di bin însîyatîv
û ewlekarîya Rêxistina Yêkitîya Neteweyan da, [UN], neqlî giravê Axtamarê,
Axtamara di nîveka “Behra Wane” da bikin. Li wê derê hewcehî bi leşker
û nobedaran jî nîne. Ocalan li giravê li welatê xwe dê bi ewletir be, saxîya
wî dê baştir be. Xelkê Westana [Kawaş] Wanê dê sexbêrîyeke baş
li Ocalanî bike. Qet nebe di gava ewil da cih guhorîna Ocalanî ya bi vî rengî,
relatîven jî be, dê di rê da be. Şûna Îmralîyê, Axtamar!. Daxwazeke
mirovî ye!. Belêm digel vê qonaxa borînde, daxwaza azadîya Ocalan û hemû
girtîyên doza Kurdistanê divêt daîm bête bilind kirin.
ROJAN
HAZIM
13
Sibat 2008