Axivtina 14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî
ROJAN
HAZIM
Bi
munasebeta pîrozkirina «14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî » li merkeza KNKyê,
li Brukselê resepsîyonek hate dan. Ji bîyanîyan heta Kurdan nêzîkî 70 mêhvan
beşdar bûn. Ev cejna zimanî ewil car bû ku ji teref KNKyê ve dihate pîroz
kirin. Ji xwe cejna zimanî ji teref « Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê
» ve hatibû teklîf kirin û Konseya rêvebir ya KNKyê jî bi yêkdengî ev pêşnîyara
komisyonê qebûl kiribû û « 14ê Gulanê » wekî roja « Cejna Zimanê Kurdî
» ji bo xelkê Kurd hate dîyarî kirin. Cara pêşîn jî hem li Ewrûpayê,
hem jî li seranserê Kurdistanê, di 14ê Gulana 2007ê da bi rengekî boş
û bi heyecan û coşeke mezin hate pîroz kirin. Min jî wekî serokê «
Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê » di resepsîyonê da ev axivtina li jêr
kir. RH
Gelî
mêhvanan,
Hûn
hemû bi xêr hatin vê resepsîyonê.
Îro
14yê Gulana 2007ê ye û di dîroka Kurdistanê da ewil car e ku rojek wekî «
Cejna Zimanê Kurdî » tête pîroz kirin. Zimanê Kurdî yêk ji wan zimanan e
ku cejnek heq kirîye. Heta îro gelek ziman bi ber asîmîlasyonên xelk û
dewletên serdest ketine û hindek ji wan jî mixabin ku helîyane û ketine nav
rûperên dîrokê. Belêm, zimanê Kurdî ji vê kadastrofa mezin, bi ket û
rabê jî be, xwe rizgar kirîye û jîyana xwe garantî kirîye. Ev berxwedana
zimanê Kurdî di kêm zimanan da tête dîtin. Kêm ziman hene ku li ber asîmîlekirin
û birandina herî dijwar karîne xwe li ser pêya jînde bihêlin. Gerçî ew
êrişkarîya asîmîlasyonîst hêj jî dom dike li ser Kurdî û bi taybetî
jî li parçeyê bakur, li Tirkîyeyê, Tirkîzasyon di dereceya herî birandêr
da tête domandin. Belêm heke bi giştî li rewşê bête nêrîn, herçend
jar û lawazkirina Kurdî bête dîtin jî, lê mirandina Kurdî ji teref asîmîlatorên
Tirk ve êdî ne mumkun e, ji ber ku bizava neteweyî ya xelkê Kurd, wekî pêla
ava biharê fûrya ye û ev pêşkevtine tesîra pozîtîv li ser ziman jî
dike û bi kar înana Kurdî her diçe pêşdikeve. Vêca ji ber vê
berxwedana pîroz ya zimanê Kurdî ya beramberî asîmîlasyona Tirkî û zimanên
dî yên dewletên serdest yên Kurdistanê, « cejna ziman » êdî heqê zimanê
Kurdî ye jî. Gelek ziman hene li cîhanê « cejnên xwe » pîroz dikin. Yêk
ji wan jî Bengalî ye ku ew jî 21ê Sibatê cejna xwe pîroz dikin. Bengalî jî
vê rojê, bi munasebeta dijî asîmîlasyona Urdu ya di demê kolonyalîzma
Pakistanê da ku ji bo fermîkirina Bengalî têkoşîn kirine, pîroz dikin.
Nimûneyek
jî ya zimanê Tirkî ye ku wekî zimanekî asîmîlator li ser zimanê Kurdî tête
bi kar înan ; Cejna Zimanê Tirkî jî 26ê Îlonê ye û ev biryare jî 26ê
Îlona 1932ê di « Kongreya yêkemîn ya zimanê Tirkî » da hatîye girtin û
ji wê rojê were jî fermîyen tête pîroz kirin. Û helbet gelek nimûneyên
dî jî hene li cîhanê…
KNKyê
jî sala 2006ê, bi pêşnîyara « Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê
» 14yê Gulanê wekî roja « Cejna Zimanê Kurdî » qebûl û îlan kir. Eve
gav û biryareke dîrokî ye. Ji ber ku zimanê Kurdî hêj jî berxwedana xwe
ya dijî asîmîlasyonê didomîne. Di serda jî, di nav Kurdan bi xwe da jî
edetê kêm axivtina Kurdî her diçe zêde dibe û eve rê li ber otoasîmîlasyonê
jî xweş dike. Lewma zimanê Kurdî ji du alîyan ve, hem dijî asîmîlasyona
der ve, hem jî dijî otoasîmîlasyona navxwe berxwe dide. Vêca ev pîrozkirina
cejna zimanî dê şuûra li ziman xwedîderketinê mezin û bilind bike di
serê mirovê Kurd da.
Erf
û edet, bi giştî tradisyon piştî bûn û bûyeran pêktên. Destpêkirina
pîrozkirina « Cejna Zimanê Kurdî » jî dê bibe çeperekî xurtkirin û pêşvebirina
zimanê Kurdî û em hêvî û bawer dikin ku dê di nav xelkê me da bibe
tradisyoneke saxlem û her sal ji sala borî geştir bête pîroz kirin.
Em
« 14yê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî » li neteweyê xwe, li neteweyê Kurd pîroz
dikin.
Herweha
em ji dil spasîya we jî dikin ku hûn hatin beşdarî vê roja « Cejna
Zimanê Kurdî » bûn û vê cejna bihadar li we jî pîroz dikin.
ROJAN
HAZIM
Endamê
Konseya Rêvebir ya KNKyê
Serokê
Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê
14ê
Gulana 2006ê, Bruksel