paşve

 

 

Kurteawirek liser ziman

Evdila Dirêj

            

Mijara herî berfireh û kûr ziman e, di nav têgînên zanistiyê de. Heke liser vê mijarê bi rêbazên zanistiyê vekolîn çênebin, em dê nikaribin, giringî û bandora wê ya liser jiyana mirov ron û zelal bikin. Bi nirxandinên siyasî yên teng,  yan jî bi çend gotinên dehbare mîna; „ziman gelek girîng e, pêswîst e her kes bi zimanê xwe yê dayîk bipeyve, zimanê me hebûna me ye. ûwd..“ êdî em kerixîne. Gotineke hêsan, çiqas rast û di cîh de be, heke pêdiviyê wê bi cîh neyin, hezar car jî bên dubarekirin, bê feyde ye. Ji her aliyê ve lêkolîn û encamên wê yên zanisatî liser ziman ê bikare pêş li ber nirxandinên sivik bigre û me ji gotinên dubere biparêze.      

Lêkolîn û nirxandinên zanistî, rê li ber geşbûn û pêşketina zimên vedike. Lê bixwe pêşketin û geşbûnê nayine û nikare wê li dijê asîmîlasyonê biparêze. Ziman, jibo ku bibe zimanê neteweyî, pêdivî bi dewlet, sazî, dibistan û dezgehê hene. Ev mijareke bi serê xwe û taybet e û pêdivî ye di çarçoveyeke din de bê vekolîn.

Ziman wek gotin, têgîn û naverok di qonaxa neolotîka nû ya mirovahiyê de derketiye holê. Yanê di dema ku mirovahî ji nêçîrvaniyê derbasê dema çandiniyê bûye, pê re ziman jî wek pêdiviya herî girîng, şikil girtiye û derketiye holê. Ji mirovahî zimên di qonax yan jî mêjûyeke diyar de vedîtiye bêhtir, ziman di nav jiyana mirovahiyê pêşî wek grub û paşê wek civak de hêdî hêdî geşbûye û derketiye holê. Meriv nikare peyva zimên bi tiştên mîna agir, teker, meden, nivîs ûwd.. re bide ber hev. Agir, teker, meden, nivîs ûwd.. di qonaxên dîrokî yên dîyar de û ji aliyên kesên diyar ve dikarin bên vedîtin. Lê ziman nayê vedîtin. Ew wek têgîn û naverok ji jiyana mirovahiyê nayê veqetandin, bi hebûna mirovahiyê re tûnd girêdayî ye. Ziman; berhem û hilberîna mirovahiyê ya hevbeş e.  Bi gotineke hêsan ziman; taybetmendiyeke mirov a bingehîn e, ku wî ji zindiyên din vediqetîne. Li vir pirsa “têkiliya di navbera ziman û ramanê de çi ye?“ di cîh de ye. Ev pirseke rast û mantiqî ye. Têkiliya di navbera ziman û ramanê de têkiliyeke xwezayî ye. Ziman û raman bingeha jiyana mirovahiyê ne. Ev bingeh mirov ji zindiyên din cûda dike. Pênaseke wiha ramanê jî hiltîne nava xwe û naverokeke kûr û berfireh pêşberê me dike.

Pirseke mîna; “ziman li pêş e, yan raman?“ ne rast û mantiqî ye. Ev dişibe bêmantiqiya „gelo mirîşk ji hêkê derketiye, yan hêk ji mirîşkê?“ Lê dîsa jî mirovahî hezaran salan bi pirsên wiha serê xwe êşandine. Çima? Jiber ku xwediyê zanabûneke têr nebûn.

Mijareke girîng li vir derdikeve pêş ku ev wiha ye: Ziman û raman dema ku bi hev re geş dibin û bi pêş dikevin, bi xwe re daneheveke ber bi çav a zanînê jî derdixin holê. Ev dişibe diravê ku di panqeyê de kom dibe û paşê dewlemendiyek derdixe holê. Ziman têgîneke piralî û kûr e, ku meriv nikare bi çend gotinan binasîne.

Ew di nav pêvajoyeke berdewam a geşbûn û guherînê de hebûnek e, bûyerek e, ku bi mirov re têkildar e. Pênasînên mîna ziman aleta hev fêhmkirinê ye, aleta ragihandin û danzanînê ye, dikarin bên dayîn. Ev pênasîn hemû rast in, lê kêm in. Yan jî heke ziman nebaya, gelo jiyana grubî û civakî dê hebûya? Ev pirs jî rast e, lê pirseke sist e, jibo bersiveke têr. Lewre di navbera gelek ajalan de jî, pergalên mîna hev fêhmkirin, ragihandin û danzanînê hene. Mînak; çivîk, mozehingiv, masî (bitaybet delfîn û balîna) welhasil mezin û biçûk hemû ajal bi rêya deng, awaz û tevgerê sîstemeke teng û qerisî ya têgihîştin û ragihandinê çêdikin. Wek tê zanîn hamû ajal bê „ziman“ wek grub û komên biçûk dijîn. Mînak; meymûn, fîl, mozehingiv, morî ûwd.. Heta ji vana mozehingiv û morî hem bi awayekî grub û kom dijîn û hem jî di navbera wan de karparvekirineke şahana heye. Ev karparvekirinin bitaybet pir pêşketî ye di navbera mozehingivan de. Dîsa lêkolînên zanistiyê destnîşan dikin, ku di hinek ajalan de hisên wek; tirs, şabûn, bi panîk ketin hene.

Em meriv jî carnan bi rêya dengek, gotinek û heta bi awirek û pir caran jî em derfetên herî berfireh ên zimên bi kar tînin û bi hev re dipeyvin, hevûdu serwext dikin, didin zanîn û radigihînin. Ango livir hev serwextkirin, dazanîn û ragihandin, têr nake jibo danasîna têgîna ziman.

Berê ku ez çend gotin liser ziman vebêjim, dê di cîh de be, ku vê meteloka kurdî ya jêrîn bi bîr bînim:

“Dernakeve ji male

 Hem ciwan e, hem kal e

 Geh şûr e, geh mertal e

 Hem neyar e, hem heval e

 Geh şirîn e, geh tahl e

 Hem rastî ye, hem xeyal e”

Baş e, wekî wisa ye çi ye ziman? Ziman têgîneke nepenî û bihêz e; mîna xwezaya mirov fireh, kûr û tije ye bi raz û siran. Ku hêz û razên wî îro jî ji gelek aliyan ve nehatiye şirovekirin. Mîna ku kûrahî û razên ramana mirov nehatibe şirovekirin. Wekî wiha ye, ziman; bi ramanê re hevûdu temam dikin û hebûn û dewlemendiya xwezaya mirovahiyê ne.

Em belkî bikarin kesekê/î hîç nepeyive, yanê zimên hîç bi kar neyne û tenê birame, pir kêm hîs bikin, lê heta nepeyive em dê nikaribin bizanin, ka ew çi dirame. Yan jî  em ê ji kesekê/î ku bê raman bipeyve ti teştek fêhm nekin, ji bilî çend gotinên ku tên zanîn.  Li vir pêdivî ye em gotina Arîsto ya navdar: “Diramim, nexwe ez heme. “ wiha sererast bikin: “Diramim û dipeyivim, nexwe ez mirov im.“

Ziman çawa derket holê?

Mirovahî di destpêkê de hewl daye bi dengan ramanên xwe bi lêv bike. Bi saya dengan tiştan bi hev dane zanîn. Em dikarin vê destpêkê wek qonaxa dengan jî bi nav bikin. Ev di dîroka mirovahiyê de qonaxa herî dirêj e. Berê ku ziman geş bibe û derkeve holê mirov bi rêya dengan bi hev re têkildar bûne. Ev qonax di nav xwe de dabeşê sê demên peresanê dibe: Deng, kîte û peyv. Berê ku ziman biperese, mirovahî bi mîlyonan sal di nav vê qonaxê de bihoriye. Ev qonaxa herî dirêj e di dîroka mirovahiyê de. Di van deman de; yanê berê û piştê heyama kevir mirovan ji “bê ziman“ û “bê ramaniyê“ xwasma ji bê zanînê gelek tirsiyane û êşiyane. Bi alîkariya deng û kîteyan heta ku hev fêhm kirine, pir serên hev pelixandine, çavên hev derxistine û hev kuştine.

Avahiya hucreyên mejî û têlên deng yên mirov, di pîleyeke geştirîn û cûda ye ji zindiyên din. Jiber vê sedemê meriv kariye dengan bîne cem hev û ji dengan kîteyan bafirîne. Bi vê awayê mirovê me çend mîlyon sal jiya ye. Paşê hêdî hêdî kîteyan aniye cem hev û ji kit, cot û pir kîteyan, peyvan afirandiye. Deng çiqas ber bi kîte û kîte jî ber bi peyvê ve peresiye, meriv hev baştir têgîhandine, ragihandin hêsan bûye.

Li dawiya jiyana şikeftê, meriv êdî kariye çend peyvan bîne cem hev û bi vê awayê pêş li ber zimên vekiriye. Û meriv axiviye. Axiviye û afirandiye. Bi axaftinê re bi çend peyvan di warê bilêvkirina mebest û ramanên xwe de jî, bi ser ketiye. Di vê dema şikeftê de ku em jê re dikarin bêjin dema dawî ya nêçîrvaniyê jî, bi pisporiya axaftinê re, his û pisporiya huner û çand ku ev pisporî û his tenê di xwezaya mirov de hene, xwe li dîwarên şikeftan mîna cûrbecûr wêne û fîgûrên tişt û ajalan biriqandiye. Mirovahî dema ku ji qonaxa nêçîrvaniyê derbasê qonaxa çandiniyê dibe, (ku ji vê demê re neolîtîka zû jî tê gotin) êdî dikare hevokên kurt û hêsan ji aliyê wateyê ve saz bike. Têgîna ziman di vê demê de derdikeve holê.

Ji dema neolotîkê heta îro ku ev pêvajoyeke 10 - 15 hezar sal e, bi zimên re hemû çalakiyên mirovahiyê mîna hilberîn, afirandin, keşif kirin û taybetmendiyên wê mîna zanîn, pisporî, huner, çand ûwd.. jî, geşbûye û dibe. Ziman bûye kaniya peresan, geşbûn û pêşveçûna van hemûyan û gîhandiye radeya îroyîn.

Mirovahî di rewşa îroyîn de jî hev dukûje. Heta ji dema berya neolotîkê xirabtir qira hev tîne. Hev kuştina berê ji bê zimaniyê, ya îroyîn jî jiber şaş bikaranîna wî ye. Heke ziman tenê jibo berjewendiyên şexsî yan jî dewletî bê bikaranîn, bêguman ew ê bibe çekekî ji çekên atomî û kîmyevî erjengtir. Dîsa gotineke pêşiyên kurdan ku dibêje; „Zimanê mirov bela serê mirov e.“ rastî û encamên hilşîner ên şaş bikaranîna zimên tîne bîra mihrov.

Em dikarin peresana zimên ji deng heta hevokê bi pîramîda jêrîn nîşan bidin:                   

deng;     

                A                

Q

W

X  

kîteyên du deng;  

av ax bi     

gotin;  

li  di çi çû 

kîteyên sê deng;

çûk   fir   hat   mal   ser    sar  dar 

gotinên du kîte

kevir   hesin   xanî   masî   morî   meriv  zarok 

gotinên pir kîte

kevirê reş   diya min  birayê te  merivê baş   masiyê spî

hevokên du gotin;

roj derket     kevir şikest       çûk difire      zarok hat       ez çûm                                                        

hevok    hevokên pir gotin;

                D I    D E S T P Ê K Ê    D E    D  E  N  G    H  E  B Û !

Wek li pîramîta jorîn jî tê dîtin, ji dengê heta hevokê pêvajoyeke bi çend mîlyon salan a dîroka mirovahiyê heye. qonaxên deng, kîte û gotinê hîn ne pêvajoyeke tam a zimên e. Ev qonax dikevin nav pêvajoya têgihîştin û ragihandinê. Pêvajoya ziman jî, êncax birêzkirina peyvan a di nav hevokê de, yanê bi hevoksaziyê dest pê kiriye.

Mînak di zimanê kurdî de peyva derya tiştekî, hebûneke berbiçav bi nav dike û tîne bîra mirov. Bi saya vê peyvê ku ji pênc deng; d - e - r - y - a   û ji dû kîteyan; der - ya pêk hatiye, em ava ku jiyan dide cîhanê û ji 3/2ê cîhanê derya ye fêhm dikin. Dema ku deng û kîteyên deryayê li pey hev rêz dibin û wek peyvek (sînyalek) digihîje guhên me, em dûr yan jî nêzîkê wê bin, jiber ku em di derbarê vê hebûnê de xwedî aghî ne, hema teybetmendiyên wê wek reng, firehî, kurahî ûwd... têdigihîjin. Ev peyv jibo kesekê/î ku kurdî nizane re bê wate ye. Jiber ku ev tişt ev hebûn di zimanên din de bi cûrbecûr deng, kîte û peyvan, yan jî nêzîkê hev hatiye binavkirin. Wek; bi îngilizî sea, bi almanî Meer, bi erebî behir ûwd..

Heke em pêş û paş qertafên mîna;   a   ê  an   ên   ek   eke  ekê,  daçekên mîna   li  bi  di   ji    de   ve   re   ûwd... li peyva „deryayê“ zêde bikin, dê wateyên din lê bar bibin.

Mînak:

derya(y)a

derya(y)ê

derya(y)an

derya(y)ên

derya(y)ek

derya(y)eke

li derya(y)a

di derya(y)ê de

bi derya(y)ê re

ji derya(y)ê ve

ûwd...

Vêca ev peyv bi van qertaf û daçekan re peyvên din jî (wek; navdêr, rengdêr, lêker ûwd..) bigre ji peyvê ber bi axiftinê ve tevgerek dest pê dike. Wate bi hevoksaziyê re ji hev cûda, kûr û fireh dibe. Pêş li ber ramaneke bê sînor vedibe.

Mînak;                         

deryaya bakûr

li ser deryayê

keştiyên li ser deryayê

ji deryayan

deryayên raz

meriv û deryayek       

deryayeke kûr û bê binî        

reng li deryaya bakûr

masiyên di deryayê de

Xweza bi deryayê re hejiya.

Erd ji deryayê ve naxûye.

Ew ji wan deryayan hatin.

Bi tofanê re hişiyar bûn, deryayên raz.. 

ûwd...

Bi rêzkirina peyvan re hevokên hêsan saz dibin û herwiha tevgereke bilez dest pê dike di pêvajoya axaftinê de. Bi kûrbûna ramanê re hevokên alîkar zêde dibin di avaftinê de û bi vê awayî ziman digîje cewhwra xwe ya xweşik û qayîşokî.

Mînak:

Piştê tofanê derya aram bû, bi arambûna deryayê re

mêzîna cîhanê xwe careke din saz kir û jiyan ji erdê bijiqî.

Li vir li gor kûrahiya raman û zanabûna me pêvajoya hêza zimên a bê sînor dest pê dike. Wek di van mînakan de jî tê dîtin, axaftin bi hevokên hêsan dest pê kiriye, bi hilberîn û lêzêdekirina hevokên alîkar re, ziman guherîn û tevgereke berdewam qezenç kiriye. Ziman bi malbat û grubên dewlemend û ji hev cûda nivş bi nivş xwe gîhandiye roja îroyîn. Ew îro jî bi geşbûn û guherînê re diherike pêşerojê.  N. Chomsky pêvajoya îroyîn a zimên wek pêvajoya  zimanê hilberînî bi nav dike.

Zarokekî ku nû ji dayîk dibe piştê şeş mehan reaksiyonên xwe bi kîteyên wek;  bi   xi    xe    bi lêv dike wek pêşiyên xwe yên bi deh hezar salan.  Piştê van kîteyan zarok bi gotinên    dayê     mama     bavo    kaka  ûwd..  kes û tiştan ji hev cûda dike. Bi jiyê birêveçûyînê re gencîneya peyv a zarokê bi lez berfireh dibe. Di nava demeke kin a 6 - 7 salan de zarok dikare bi hêsanî zimanê dê bipeyve.   

Çima? Lewre zarok ezmûn û daneheva ziman a bi deh hezar salan  di malbat û civaka xwe de hazir dibîne. Wek pereyê komkirî û amade yê di panqeyê de ku meriv dikişîne û xerc dike. Zarok yan jî ciwan di pêvajoya dibistanê de zimanên neteweyên din jî di nav 4 - 5 salan de hîn dibe. Carnan sê - çar ziman bi hev re. Hemû tişt amade ye. Dibistan, pirtûk, materyalên xwendinê, mamoste, rêbazên perwerdeyê, her tişt heye û amade ye. Pirsgirêk tenê çûyîna nav pêvajoya hînbûnê ye. Xwendekar dikare ligor pîleya têgihîştina xwe heft zimanan hîn bibe, di nav pêvajoya dibistanê de. Pêvajoya hînbûna zimanê biyanî, jibo kesên ku di nav civakên din de keysa jiyanê dibînin, bileztir û hêsantir e.

Ji aliyên çavkaniyên zanistî ve hebûna 6500 cûrbecûr ziman ku nîvê wan ji ber sedemên cûda ji holê rabûye, li cîhanê hatiye destnîşankirin. Ji yek dengiyê 6500 cûrbecûr ziman! Ev encameke şahane ya hevpariya mirovahiyê ye. 6500 ziman, di heman demê de ewqas raman û bawerî ye jî.  

Pirtûka pîroz Încîl a xiristiyaniyê dibêje: “Di destpêkê de peyv hebû.“ Heçku di destpêkê de deng hebû. Piştê dengê kîte, êncax piştê kîteyê peyv(gotin) hebû.. Dîroka zimên jî piştê peyvê dest pê dike, digihîje roja îroyîn û ji vir jî  diherike pêşeroje. Hema mîna tevger, pêşveçûn û mêzîna gerdûnê. Tevger û pêşveçûna gerdûnê di nav ziman û ramanê mirov de jî heye. Jixwe jiber vê yekê ye, ku mirov her tim di nav liv, tevger û lêgerînê de ye.  Ev taybetmendî hîştiye ku mirov bûye endameke bijare ya xwezayê. Û helbet wê ji zindiyên din jî cûda kiriye.

Mirov çawa û jibo çi şikil da dengan?

Em dîsa vegerin ser merivê şikevtê: Di wê demê de ku ziman hîn pêk nehatibû, fîgûrên cûrbecûr ajalan, wêneyên tîr û kevirên hilûkirî ku dişibiyan kêrê, liser dîwarên şikevtê hatibûn xêzkirin. Mirov wan wêneyan ne jibo ramana hunerî, lê berevacî jiber ku kîte û gotin têr nedikirin, xêz kiribûn, daku bi rêya wan wêneyan ji hev re hin tiştan bibêjin û hev serwext bikin. Wek di van wêneyên şikevtan ku pir caran di pirtûkên dîrokî de tên dîtin, mijar piranî liser niçîrvaniyê ne. Wêneyekî gakoviyê, yan jî pezkoviyê û li cem wî fîgûrê mirovekî; bi vê mirov xwestiye bibêje: “Diçim nêçîrê.“  yan jî “Li nêçîrê me.“  Wêneyê gakoviyekî ku bi tîrê hatiye kuştin, dikare wateya; „li nêçîrê bi ser ketim“ bide. Yan jî wêneyên şêr, fîl û bîzonî ku li derûdorên wan fîgûrên merivên dirêjkirî hatine xêzkirin, dikare wateya; “meriv ji aliyê ajalê ve hat kuştin“ bide. Û meriv dikare mînakan lê zêde bike.

Merivê wê demê bi van wêne û fîgûran hem bingeha alfabeya îroyîn daniye û hem jî bê hemdê xwe yekemîn ezmûnên hunera wêne pêk aniye. 

Ev ezmûna mirov sift bûye di nav pêvajoyê de. Bi geşbûna zimên re kîte û gotin bi cûrbecûr sembolan liser parçeyên kîl û keviran, bi bizmaran hatine nîvîsandin û bi vê awayî ew nîvîsên bizmarî, ku em dinasin derketine holê. Ev şoreşa yekemîn û şahane, ango kişfkirina nivîsê wek em dizanin, 5000 sal BZ.ê ji aliyê Sûmeran ve li Mezopotamyayê pêk hatiye. Ev salan di heman demê de dawiya pêvajoya neolotîkê û destpêka pêvajoya damazirandina bajarên biçûk in. Bi kişifkirina nivîsê re bingehên şaristaniya îroyîn a geşkirî û dewlemend hatiye avêtin. Kişifkirina nivîsê, yekemîn şaristanî, cûdabûn û ji hev veqetîna zimên, piştê salên 5000 BZ.ê bûye sedema peydabûna cûrbecûr şaristaniyan wek; Hindistan - Çîn, Misir, Înka - Aztek.. Nivîsên bizmarî yên ji hev cûda yan jî nêzîkê hev, di van şaristaniyan de hatine bikaranîn. Pêvajoya ziman, piştê peydabûna şaristaniyan di nav geşbûn û pêşdeçûneke wisa de ye ku nayê zaptûreptkirin. Bi zimanê axaftinê re, zimanê nivîskî jî bilez geş dibe.

Ji van şaristaniyên navborî, gelek çavkanî û bermayî xwe gîhandine roja îroyîn. Bi nîvîsên bizmarî re, her deng, kîte yan jî gotinek bi sembol yan jî tîpek hatiye nîşandan. Bi vê pêvajoyê re yekemîn alfabeyên mirovahiyê yek û yek derdikevin holê. Alfabeyên herî kevn dîsa li Mezopotamyayê hatine destnîşankirin, mîna; sûmerî (demên dawî), asûrî, medî, persî, aramî, îbranî ûwd... Piştê van alfabeyan li Afrîkayê alfabeyên misrî, li Asyayê yên çînî û hîndî derketine holê.  Piştê van pêvajoyan çend hezar sal şûn ve li Ewropayê alfabeya grekî (ya kevn) û paşê roma - latînî derketine holê. Alfabeyên her herêmê bi sembolên nêzîkê hev hatine xêzkirin û hinek dişibin hev. Mînak nêzîkiya tîpên alfabeyên aramî - îbrî - erebî, nêzîkiya çînî - japonî, yan jî grekî - latînî  ûwd.. Ligor cûdabûna dengan li parzemînan, cûdabûna tîpan jî derketine holê, Mînak tîpên  latînî A  B  C  ûwd... bi erbî û çînî bi sembol û tîpên ji hev gelek cûda hatine nivîsandin. Bi sembol û tîpan şikildayîna dengan giştî bi geşbûna zimên re têkildar e. Tîp û alfabe ji pêdiviya mirov a pêşdabirina jiyana civakî û ji daku bikare ramanê xwe zûtir û hêsantir bibêje derçûye. Derçûna alfabeyê encamek e ji geşbûna zimanê axaftinê. Bi gotineke din tîp û alfabe awaya geşbûyî ya zimên e.

Ziman, alfabe û nivîs destpêk û bingeha hemû zanistiyan in. Ziman dayika hemû zanistiyan e.  Ew neba matematîk, felsefe, bijîşk, fizîk, kîmya, sosyolojî, genetîk, dîrok ûwd... dê derneketibana holê. Dayîka zanistiyê; ziman e.  Zanstiya ziman biqasî ku em nikaribin texmîn bikin, xwediyê taybetiyên kûr e û heta bi nepeniyan tije ye.  Ziman; axaftina raman, giyan, hest, liv, tevger, reaksyon û heta xewnên me ye. Zimên em in. Ziman mirov e.

Çima pêdivî bi ziman heye?

Jiber ku bê ziman nabe. Em merivekî ku bitenê serê xwe li gravekî xalî dijî, bînin bîra xwe. Yan jî çîroka zarokê hindî ku ew li daristanên Hindistanê winda bûbû û piştê çand salan dema ku hate dîtin, tenê dikaribû dengên gûr û meymûnan derbixe. Merivê li girava xalî, heke rastê kesekî/ê din neye, di nav grubeke meriv de nejî, yan jî wek Robenson Creuse seyekî wî jî tinebe, dê çi bibe? Bi îhtîmala herî xirab dê dîn bibe. Ew dê hêdî hêdî taybetiyên xwe yên mirovahîyê winda bike û bimre biçe! Jibo zindiyek çawa ku di nava çeşîdê xwe de divêtiya wî/wê ya jiyanê hebe, jibo meriv bêhtêr divêtî ye, ku di nava çeşîd û gruba xwe de bijî. Ev divêtî yasa û mêzîna xwezayê ye.

Wek li jorê jî min dest nîşan kiribû, têlên deng û hucreyên mejî yên mirov ji zîndiyên din geştir û cûdatir e. Mirov ku xwediyê vê taybetmendiyê ye, di nava pêvajoya deng - ziman - ramanê de kariye jiyaneke civakî ya pir cûda û taybet bafirîne. Ev hêza afirîner a mirov, xwe wek pêdiviya ziman û raman deraniye holê. Biqasê mêzîna hêza afirandin, geşkirin û pêşdabirin a mirov, heza wê ya ziman û ramanê jî zêde bûye. Berevaciya vê jî, rast e.  

Bi kurtasî hêzên afirandin, ziman, raman, hilberîn, geşkirin û pêşdabirin, di nava hev de û bi hev re geş dibin û ev taybetmendî tenê jibo mirov derbasbar in. Dîsa ev taybetî divêtiyên hebûna çeşîdê mirov in. Jiber vê yekê ziman ji pêdiviyeyke bêhtir, divêtiyeke jî... Em kêliyek bifikirin, ku merivek yan jî civatek van taybetiyên xwe winda kiribe. Gelo dê rewşeke çawa derkeve holê? Mîsoger e, ku ne mirov yan jî civatek, dê çeşîdeke zindiyê din derkeve pêşberê me.

Jiyana civakî çiqas geşbûye û ji hev cûda bûye, ewqas jî parvekirina kar a di navbera mirovan de zêde bûye. Pîşe ji hev veqetiyane, rêxistin û saziyên civakî mîna eşîret, mîrnişîn, qiraltî, demokrasî, dewlet, şirketên navneteweyî, kartêl ûwd.. Bi hezar awayan derketine holê, ku em li vir nikarin bijimêrin. Aliyên hest û estetîk ên mirov kûr bûne û ev yek xwe di herêma hunerên şêwekariyê de bi awayên wêne, muzîk, peyker û wekî din nîşan dane. Ev rêxistin, sazî, huner û zanistiyên ku navên wan li jor borîn, her yek zimanekî wan ê taybet jî çêbûye. Hemû tişt û herêmên ku bi mirov re têkildar e, pêdiviyên wan ên bi ziman re mîsoger û jêneger e. Bi aliyê civakiya jêneger a mirov re, aliyekî wê yê ferdî jî heye. Meriv hem endamekî civakê ye û hem jî di nav civakê de ferdekî azad e. Jiber vê yekê jî, ziman, raman û pisporiyeke cûda û taybet a mirovî heye. Di derbarê muzîkê de dikare têkilî, hewes û hindik be jî zanabûnek mirov hebe. Lê her mirov ne muzîkvan e. Her muzîkvan nikare heman notayê di heman xweşikiyê de lêxe. Û hîn bi hezaran mînakên wiha...    

Her merivê ku bi heman zimanê dê dipeyve, raman û pisporiyeke axaftina wê/wî  ya cûda heye. Her zanistî, her pîşe di nav heman neteweyê de, heman zimanê bi kar bîbin jî, her yek ji wan zimanekî wê/wî ya taybet heye. Heke liser mijara Biharê  em malxebatek bidin xwendekarên heman polê, ev xwendekarine bi heman zimanê bipeyvin jî, ew dê bersivên pir ji hev cûda bidin.  Raman, hest û reaksiyonên du birayên ji heman malbatê ne mîna hev in, herçiqas bi heman zimanê dê bipeyvin jî, bikaranîna gotinan ên di nav axaftinê de ji hev cûda cûda ne.

Li vir dê ne nepixe heke em bêjin li cîhanê çiqas kes hebe, ewqas jî ziman heye! Ziman kaniyeke bê binî û bê sînor e. Pêdiviya zimên ji vê kaniyê dizê. Kurtasiya gotinê, ziman û raman motora jiyana takekesî û civakiyê ye. Pêşveçûna mirovahî û civakî hêz û enerjiya xwe ji vê motorê werdigre.

Girîngiya zimên çi ye? 

Pêdivî, di heman demê de girîngî ye jî. Heke pêdiviya me bi tiştekî, bi hebûniyeke nebe, ew tişt, ew hebûnî dê jibo me ne girîng be. Hewa, av û roj jibo zîndiyan jiber ku pêdiviyên jêneger in, girîng in. Ev sê tişt li planetên din wek; Mars, Wenûs, Uranûs, jiber ku zindî nînin, ne pêdivî ne. Girîngiya hewa, av û rojê li van planetan tineye. Girîngiya zimên jî, hinek dişibe vê mînakê. Ziman jibo jiyana mirovahiyê jiber ku pêdiviyeke jêneger e, girîng e, di heman giraniyê de girîngiyeke jêneger e. Jibo jiyana geşbûyî ya îroyîn, em deyndarê ziman û pêvajoyên wî ne. Me bi kurtî van pêvajoyan li jor bi lêv kiribûn. 

Gelo ziman nebaya meriv dikaribû xwe bigîhanda jiyana civakî ya îroyîn? Na! Bi saya ziman meriv raman, hest, zanabûn û ezmûnên xwe nivş bi nivş dewrê hev kirine. Heke hêz û girîngiya ziman nebaya, zenistiyên navborî dê derneketana holê. Bêhtir, ziman nebaya dibistan, sîstemên perwerdeyê, dewlet, zagon, huner û çiqas sazî û partiyên ku hene dê nebana. Dîsa ziman nebaya, me yê çawa êş, evîn, hêvî û daxwazên xwe bigota? Bi muzîk, wêne, helbes û hunerên şêwekariyê? Ev jixwe ziman bi xwe ne. Hem jî awayên herî geşkirî, zirav, kûr, estetîk û xweşik yên zimên in. Jibo girîngiya zimên hîn baştir bê fêhmkirin, dê têr bike ku awirek bê dayîn liser geşbûnên bi lez yên teknîkî yên îroyîn. Pergalên telemînîkasyon yên geşkirî, înternet, têlefonên dest, peyk, xebatên fezayî ûwd.. ûwd.. hemû encamên geşbûna raman û zimên e. Jibo ku em kesekî/ ê jiber sedemek nikaribe bipeyve û xwe îfade bike; fêhm bikin, em pir caran pirsek wiha jê dikin: „Çi bû, zimanê te hat girêdan?„  Bi vê pirsê em dixwezin ji wî/ê kesê re bêjin; „heke tu nepeyvî, ez ê nikaribim te fêhm bikim û alîkariya te bikim.“ Ziman nebe, têkilî jî çênabe. Heke têkilî çênebe elementên din jî, (raman, têgihîştin, çalakî - praktîk, encam ûwd..) nikarin biqewimin. Li vir jî girîngî bê gengeşî li holê ye. Dema em behsa girîngiya ziman dikin, di heman demê de girîngiya ramanê jî bi lêv dibe. Ziman û raman yekîneyekî ye ku hev û du temam dike. Ev rastî tenê taybetiyeke genetîkî ya mirovahiyê ye.

Çima ziman ji hev cûda bûne?

Taybetiyeke pir cûda ya mirov ji zindiyên din heye, ku dikare li her derê cîhanê bijî û adapte bibe.  Jiber ku meriv hertim di nava lêgerînekê de ye û dixweze jiyanê hîn hêsan, biwate û xwşiktir bike, li hemû parzemînên cîhanê belav bûye.

Mirov bi têra xwe cîhanê keşif kiriye û vêca wek tê zanîn berê xwe daye planetên din û dest bi serûwena rêwîtiyeke din kiriye.

Mirov bi zanatî û bi xwesteka xwe zimên wek grub ji hev veneqetandiye. Berevacî taybetiyên lêgerîn û belavbûyîna mirov, bi xwe re ji hev veqetîn û cûdabûna zimên jî deraniye holê.  Wek tê zanîn mirov bi zimanên ji hev cûda li her parzemîn û welatê dipeyve. Eşîr û netewe ligor zimanê ku bi kar tînin, tên binavkirin. Berê li her welat û parzemînê zimanên qebîle û eşîran hebûn, ku piraniya wan zimanan nêzîkê hev bûn.  Mîna zimanên qebîle û eşîrên Afrîka, Amerîka û Awûstralyayê. (Îro piraniya wan ji holê rabûbin jî, ew ziman hebûn.) Bi geşbûn û pêşdaçûna jiyana civakî re, qebîle û eşîr gîhane hev û wek netewe ji hev veqetiyan û derketin holê. Gelek neteweyên ku zimanê wan xismê hev in, ji heman malbatê ne, wek tê zanîn zimanê wan bi navên cûda tên nasîn. Mîna kurdî - farisî - afganî, almanî - îngilizî - frensî, çînî - tîbetî ûwd.. Ji kesên ku bi van zimanan dipeyvin re; kurd - faris - afgan, alman - îngilîz - frensiz, çînî - tîbetî û ji welatên wan re jî; Kurdistan, Afganistan, Almanya, Îngilîstan, Frensa, Çîn, Tîbet ûwd.. ûwd. tê gotin. Li vir her kes û welat ligor zimanê xwe hatiye binavkirin. Zimanên li ser cîhanê ne ligor navên xwe, lê ji aliyê awe û naverokê ve ji hev veqetiya ne, li gor pîleya xismatiyê ji hev cûda bûne.

Zimanzanistî, ji aliyê awayê ve zimên li ser sê beşan vediqetîne:

A) Zimanên tewangbar

B) Zimanên pêwendîdar (pevgirêdayî)

C) Zimanên sade

Helbet her beş jî di nav xwe de bi çend şaxan ji hev vediqete. Em dê li vir tenê li ser beşan rawestin.

A) Zimanên tewangbar: Tîpên dengdêr ên lêkerên vê beşê, di  dema kişandina lêkerê, di demên borî de diguhere û dengekî din digre.  Mînak; almanî lêkera trinken, (kurdî: vexwarin) di rewşa dema boriya têdeyî de pêşqertafa ge  hiltîne û dengdêra i diguhere dibe u: getrungen (vexwar), di rewşa d. boriya dudar de pêşqertafa ge dikeve û dengdêra i diguhere dibe a: trank (vexwariye) ûwd.. Zimanên tewangbar, zimanên zayendî ne. Peyv ligora mê, nêr yan jî netariyê ditewe. Di hevokên kurdî de heke lêker dema borî û gerneguhêz be; cînavkên xwerû, gerguhêz be; cînavkên tewandî digre. Mînak:                  Ez çûm.                  Min kevir avêt.       ûwd..

Dîsa di kurdî de peyv veqetandekê bigre navdêr û lêkeran ligor zayendê ditewîne.

Mînak:                  Pirtûka Zînê                    odeya razanê   ûwd...

Zayend di hin zimanên vê beşê de bi artîkelan hatine destnîşankirin. Di almanî de zayenda mê;  die,  zayenda nêr; der  û zayenda netar; das  e.

Mînak:                  die Mutter                     

                           der Vater                       bav

                           das Kind                        zarok      ûwd...

Di zimanên tewangbar de hîn gelek taybetiyên wek, yan jî nêzîkê hev hene. Malbata zimanên Îndo - Ewropî  û malbata zimanên Samî di vê bêşê de cîh digrin.

B) Zimanên pêwendîdar (pevgirêdayî): Dengdêr naguherin. Di kişandina lêkeran de jî rewşa cînavkan naguhere. Zayend di vê beşê de tineye. Peyv bi hev re tên girêdan. Malbata Ural - Altay di nav vê beşê de ye.

C) Zimanên sade: Zimanên vê beşê qertafan nagrin û natewin. Heke gotinek ji hev cûda bê kirpandin, dê wateyên ji hev pir cûda bide. Mînaka herî balkêş çînî ye di vê beşê de. Bi çînî gotina

“wo şiye„  (nivîsandin) hîç neguhere û  ji hev cûda bê kirpandin, dikare hemû demên lêkerê bikşîne, mîna; dinivîsim, nivîsand, binivîsim  ûwd.. Di alfabeya çînî de teybetiyek heye, ku her tîp, her şikil ne dengî lê gotinê nîşan dide.

Zimanên ku ji aliyê awa û naverokê ve (rêziman, deng û hevoksazî) mîna yan jî nêzîkê hev in, ji heman malbatê ne û xisim in.

Li vir em ji aliyê dengsaziyê ve mînakeke biçûk bidin:

kurdî         farisî         almanî       îngilizî

bira          birader       Bruder       brother        

ûwd..

Zimanzanî, zimanên cîhanê li heft malbatan (gruban) vediqetîne:

I)    Malbata Zimanên Îndo- Ewropî

II)    Malbata Zimanên Samî

III)    Malbata Zimanên Çînî

IV)    Malbata Zimanên Amerîkaya Latînî

V)    Malbata Zimanên Bantu

VI)    Malbata Zimanên Ural - Altay

VII)    Malbata Zimanên Rojhilatê Asya û Awustralyayê

I) MALBATA ZIMANÊN ÎNDO - EWROPÎ

1. Beşa Îranî                  2. Beşa Hîndî                 3. Beşa Germenî

şaxê kurdî                      şaxê hindî                        şaxê almanî

şaxê farsiya kevn            şaxê bengalî                     şaxê îngilizî

şaxê farisiya nû               şaxê bharî                       şaxê îsveçî

şaxê afganî                    şaxê pencabî                   şaxê norvecî

şaxê belûcî                    şaxê urdûyî                       şaxê denmarkî

                                    şaxê asamî                        şaxê flemenî

                                  şaxê seylanî                      şaxê bretonî

                                  şaxê keşmîrî                       şaxê îrceyî

                                  şaxê sindiyî                       şaxê îslandî

4. Beşa Latîn-Romen      5. Beşa Slav                    6. Beşa Baltik

şaxê latînî                       şaxê rusî                         şaxê letonî

şaxê frensî                      şaxê ukranî                      şaxê lîtvanî

şaxê îtalî                        şaxê lehî                                       

şaxê îspanî                      şaxê çekî                      7. Beşa Grek

şaxê katalonî                    şaxê slovakî                     şaxê grekî

şaxê portekîzî                   şaxê xirvatî                  8. Beşa Arnawud

şaxê romenî                      şaxê sirbî                          şaxê arnawudî

                                     şaxê bulgarî                  9. Beşa Bask

                                     şaxê mekedonî                 şaxê baskî

                                      şaxê boşnakî

II) MALBATA ZIMANÊN SAMÎ

Ji çar beşên sereke pêk tê:                                 

1. beşa erebî

2. beşa akadî

3. beşa asurî - suryanî

 4. beşa îbrî

III) MALBATA ZIMANÊN ÇÎNÎ

Ji sê beşên sereke pêk tê:                                 

1. beşa çînî

2. beşa tîbetî

3. beşa japonî

IV) MALBATA ZIMANÊN AMERÎKAYA LATÎNÎ

Hemû zimanên qebîle û eşîrên çermesorikên kevn di nav vê malbatê de ne. Ev ziman îro ji holê rabûne, îspanyolî û îngilizî li şûna wan tê bikaranîn.

V) MALBATA ZIMANÊN  BANTÛ

Hemû zimanên qebîle û eşîrên ku li navend û başûrê Afrîkayê dijîn, di vê beşê de cîh digrin. Piraniya van zimanan jî hêdî hêdî ji holê radibe.

VI) MALBATA ZIMANÊN URAL - ALTAY

1. Beşa Ural                                               

şaxê  fînî                                                         

şaxê macarî 

şaxê permeyî                                                     

2. Beşa Altay

şaxê moxulî

şaxê mançûrî

şaxê tirkî  

şaxê azerî

VII) MALBATA ZIMANÊN ROJHILATÊ ASYA Û AWUSTRALYAYÊ

Zimanên girava Endonezya û gravên rojhilatê Asyayê û zimanên qebîle û eşîrên Awustralyayê di vê beşê de cîh digrin. Praniya van zimanan jî, îro ji holê rabûne û cîhên xwe dane zimanê îngilizî. 

Zimanekî giştî hebaya, dê baştir nebaya? Heke heba, dê encamên çawa bida?

Ji aliyê pratîkî ve belê. Zimanekî giştî heba belkî dê baştir ba. Qenebe karên jihev wergerandina zimanan çênedibûn. Dîsa meriv jibo hînbûna zimanekî nû, yan jî jibo ji zimanek wergera zimanekî din dem xerc nedikir. Ji aliyê pratîkî ve hemû merivên li ser rûyê erdê dê zûtir hev fêhm bikirana. Ger ji van aliyan de bê nirxandin, meriv dikare bêje: “Zimanekî giştî heba dê baştir ba.“

Jixwe ev zimanê giştî, îro bi pêşveçûna zanistî û teknîkê re pêk hatiye jî. Wek îngilizî. Jiber ku zanistî, teknîk û sinayî herî zêde bi vî zimanê pêk tê, îngilizî îro herî zêde û berfireh tê bikaranîn li cîhanê. Merivekî ji Japonyayê heta yekî ji Afrîkayê li hemû parzemînan kesên ku îngilizî dizanin, dikarin bi hêsanî bi hev re bipeyvin û hev fêhm bikin. Ev rewş bi qasî îngilizî berfireh nebe jî, jibo îspanyolî û frensî jî derbas bar e. Bilî vê berfirehbûn û bandorbûna zimanek bi tûndî xwe dispêre polîtikaya mêhtingerî û dagirkeriyê. Bi qasî firehbûna sînorên mêhtingeriya îngilîztanê, yan jî yên îspanya û frensayê, zimanên îngilîzî, îspanyolê û frensî, ewqas ber fireh bûn.  Yanê her dewleta mêhtinger biqasî sînorên dagirkirina xwe karîne sînorên zimanên xwe jî berfireh û belav bikin.

Bi alîkariya teknîka komputerê ku îro gelek pêşda çûye, zimanên sereke dikarin gelek bi hêsanî ji hev wergerin. Nivîseke bi îngilizî ku li kompûterê bar bibe, dikare di heman demê de wergere frensî û almaniyê jî, hem zêde dem jî nagre. Lê bi awayeke elektronîk. Li kompûterê çi nivîs, bi çi zimanê hatibe barkirin, ew nivîs di nav qalibên diyar de bi awayeke fêhmbar werdigere zimanekî din. Helbet ev tenê zimanekî wergerandî ye. Yanê li vir kûrahî û berfirehiya raman û axaftinê nîne. Ev werger, pisporiya mejiyê mirov e, ku bi kompûterê dide kirin. Jiber vê yekê jî, zimanekî elektronîk e. Mîna makîneyên elektronîk ên deng ên din. 

Hin avantajên bikaranîna zimanekî giştî hene, jibo ku meriv bikaribe zanabûnan bi hev biguherîne û bêyî ku zêde dem winda bike, ji pêşveçûnên teknîkî sûd werbigre. Lê heman avantaj di warê deng raman û afirandinê de nînin. Mînak; kurdekî/ê ku zimanê wê/wî yê dê kurdî ye, pir baş bikaribe bi îngilizî, almanî yan jî frensî bipeyve, heta ku têkiliyên xwe bi temamî ji malbat û civata xwe neqetîne, wê nikaribe xwe bi van zimanan mîna îngilîz, alman yan jî frensizekî îfade bike. Dîsa wê nikaribe hemen dengan bi heman tonên wan zimanan derxwe. Di cîheke peyvê de wê xwe bide dest. Ev rewş jibo îngilîz, alman û frensizekî ku bi kurdî dizane jî, wisa ye. Mînak; jibo kurdek derxistina tonên dengên almanî;  w (fao), j (yot), x (iks) dê dijwar be. Herwiha jibo almanek jî derxistina tonên dengên kurdî mîna; w (we)   x (xe)   j (je) dê dijwar be ûwd... Heke yekî/e biyanî van dengên kurdî derbixe jî, helbet wê ne di xwezaya tonên dengên kurdî de bin.

„Hebûna zimanekî giştî“ wê rola ramanê jî teng û sivik bike. Ji aliyê ramanê ve dê dezavantajeke mezin û giran derbixe holê. Kurdek dikare hest û ramanên xwe herî baş bi zimanê xwe ya dê bi lêv bike. Almanek bi almanî, îngilizek bi îngilîzî, frensizek bi frensî  ûwd.. Nivîs, roman û xwesma helbestên ku ji zimanek werdigerin zimanekî din, ji wate, raman, naverok û xwesma ji çêja xwe pir tişt winda dikin. Romana romannivîsek yan jî helbesta helbestvanek kurd, ji aliyê wergereke/î pir baş ve wergere zimaneke din, dîsa jî wê negihîje çêj û kurahiya ramana kurdî. Em wek mînak van helbestên jêrîn ji Dîwana Melayê Cizirî wergerînin zimanekî din, gelo wê çiqas wate û çêja xwe ya kurdî bide?                           

“Muxbeçeyên meyfiroş, her seherê tên sema

Badexuran noşî noş, mane li dorê cema

Can û dilê min ew e, horîweşa min ew e

Padişahê min ew e, ez li derê wê geda

Yarê ku dî em geda, destî bi destê me da

Em bi semayê birin, reqs û sema jî we ma

Bade me noşî ji dest, çûme ji xwe mame mest

Dilop bi derya giha, derya bi wekî xwe ma ...“

Hemû ziman berhemên mirovahiyê ne, dewlemendiya jiyana civakiyê ne. Helîn û windabûneke ji zimanên cîhanê, ez dişibînim stêrkek ku ji ezmên bikeve, yan jî gulek di baxçeyeke rengîn de biçilmise. Ezmanekî ku stêrk lê nebiriqin, yan jî tekûtûk biçûrisin, dê tengaviyê bide û bêhna me teng bike. Lê ezmanek ku stêrk lê bibiriqin, dê heyecanê bide û meraqa me hişyar bike. Hez û hisên ku em ji baxçeyek tê de hezar gul vedibin û ji yê ku tê de tenê gulên bi rengê zer vedibin, hiltînin ji hev gelek cûda ne.

Em dikarin li vir encameke wiha derînin: Zimanekî giştî heke zimanekî din nehelîne û ji holê raneke bi feyde ye, heta jiber ku bi berfirehî tê bikaranîn pêwîst e jî. Lê ev zimanê giştî heke bi zorê yan jî bi hîkariya xwe zimanên din hêdî hêdî asîmîle bike û ji holê rake, dê encamên sûdwer nede. Jiber ku bi jiholêrabûna zimên re, cûdahiya raman, kesayetî û dewlemendiya axaftinê jî dê ji holê rabe. Axaftina bi zimanekî, dê bişibe hemû kesên ku kincê ji heman rengê li xwe kiribin. Ev jî wê wêneyeke mat derxîne pêş berê me.

Zimanên cikavên ku dewlet û yekîtiya xwe ya neteweyî saz kirine, heta ku dewleta wan nehilşe û yekîtiya wan parçe nebe, zimanê wan jî, (zimanên din hîn bibin jî) nahele û ji holê ranabe.

Li jor me gotibû ku li cîhanê 6500 ziman hene û nîvê wan îro ji holê rabûne.

Zimanên ku ji holê rabûne, yên civatên ku nekarîne dewlet saz bikin, yan jî saz kirine, lê nekarîne biparêzin bûn.

Hîn çend sal berê îngilîzî zimanekî ewqas berfieh nebû.  Îngilîzan piştê îspanyoliyan ku parzemîna Amerîkayê dagir kirin û li pey damezirandina Dewletên Yekgirtî yên  Amerîka, zimanê îngilîzî ji Afrîkayê heta Hindistanê û ji wir jî heta Awusturalyayê belav û berfireh bû. Beriya Biscmark yekîtiyeke rast û durust a ziman tine bû li Almanyayê. Bi Bisckmark re pêkhatina yekîtiya neteweyî li Almanyayê  zimanê almanî jî hilda nav ewleyiyê. Bi pêşketina dewleta Almanyayê re, zimanê almanî jî bû zimanekî bihêz. Heman tiştî meriv dikare jibo îtaliya di dema Garibaldî de re jî bibêje.

Ango bi kurtasî zimanekî giştî û pejirî li cîhanê hebe jî, miletên ku perwerdeya kultura xwe bi zimanê dê bikin, raman û hisên xwe bi zimanê xwe bi lêv bikin û ji van jî girîngtir, ew miletê ku yekîtiya xwe pêk bîne, dewleta xwe damezirîne û bikaribe van nirxên xwe biparêze, dê zimanê wan jî her tim bijî.  

Evdila Dirêj

Berlin / 2006

Çavkanî

Sarwat, Alî, Themen aus der kurdischen Wortbildung, wasanên Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist, Berlin, 1997 Em zimanê xwe binasin, Enstuya Kurdî, Stenbol, 2001

Chomsky, Noam, Aspects of the Theory of Syntax, Cambridge, 1965, Massachusetts (wergera almanî), Suhrkamp Verlag

Gökberg, Macid, Degisen dünya degisen dil, Çagdas Yayinlari, Subat 1980, Istanbul

Heike, Georg, Sprachliche Kommunikation und linguistiche Analyse, Heidelberg, 1969

Aksan, Dogan, Her yönüyle dil, Ana cizgileriyle dil bilim, Türk Dil Kurumu Yayinlari, 1987, Ankara

Ungeheuer, Gerold, Sprache und Kommunikation, Hamburg 1972

Baskan, Özcan, Yabanci - dil ögretimi, ilkeler ve cözümler,

Istanbul, 1969

Akarsu, Bedia, Wilhelm von  Humboldt’ ta Dil- Kültür Baglantisi,

Istanbul, 1955

2006 ©

serî