Aþtîya navxweyî û yêkitîya neteweyî
ROJAN HAZIM
Di her 1ê Îlonê da li ser aþtîyê bizavek, aktîvîteyek, axir gotinek ya herkesê heye. Aþtî ji bo herkesê daxwazek e, armancek e, hêvîyek e. Mirov, mirovahî, dîyar e ku di aþtîyê da huzûrekê dibînin ku lêdigerin: Mirovê digel xwe aþt, mal, civat û cîhana di nav xwe da aþt… Hejmara aþtîxwazan gelek xuya dike, lê mixabin dengê wan ne hind!. Deng û kiryara aþtînexwazan gurtir tête bihistin û dîtin. Yarên aþtîyê boþ in, lê neyarên aþtîyê xurt in. Bêdadîya îro tête dîtin û jîyan ji erdê bê aþtî xwe têr û jînde dike. Bi versîyonên cuda jî be, gotineke ku goya Ismet Înönü gotîye heye: ”Li welatekê heke binamûs hindî bênamûsan cesûr nebin, ew welat rizgar nabe”. Vêca li ber vê gotinê, em jî dikarin giringîya aþtî û aþtîxwazîyê wisa formûle bikin: Heta ku dengê aþtîxwazan, hindî yê aþtînexwazan gur dernekeve dawîya zulma wan nayê!. Rastîyek heye ku deng û hêza neyarên aþtîyê di halê hazir da xurt e û domînat e. Armanca aþtîxwazan divêt bi kêmasî ew be ku dijî aþtînexwazan qet nebe terazîyê durus bikin, anku balansekê pêkbînin û gav bi gav deng û hêza wan biþkênin û deng û hêza aþtîxwazan bilindtir û xurttir bikin.
Neteweyê Kurd hem cografîyen, hem jî wekî xelk di nîveka çembera agir da ye û eve jî tête manaya ku aþtî ji cografya Kurdistanê û ji civata Kurd dûr e. Helbet neyarên Kurd û Kurdistanê herwisa dijminên aþtîyê jî ne. Rol û misyonê wan ev e: Neyarîya xelke Kurd, kuþt û kuþtdarî, zulm û zordarî. Xwudanên vê armanc û kiryara nemirovî, dê çawa rê bidine rewþa ku aþtî lê þîn bibe!.
Eve êdî tête zanîn. Ya ku baþ nayê zanîn aþtîya navxweyî ye. Mixabin civata Kurd di nav xwe da jî ji aþtîyê dûr e. Xelkê Kurd di nav xwe da, digel xwe ne î aþt e. Eve jî wekî rastîya nebûna aþtîya li dormandorê Kurdistanê, rastîyek e. Ev nebûna aþtîya navxweyî herçend ji gelek binasên cuda peyda bibe jî, binasê sereke, nebûna yêkitîya neteweyî ye. Îro bi dengekî bilind divêt bête gotin ku nebûna aþtîya navxweyî, ji nebûna yêkitîya neteweyî peyda dibe. Heke tête xwastin ku hewayê aþtîyê di nav civata Kurd da hakim bibe, hingê divêt yêkitîya neteweyî bête xwastin û bo avakirina yêkitîya neteweyî jî kar û bizav bête kirin.
Baþ tête zanîn ku di saheya polîtîk ya Kurdistanê da, organîzasyona ku bi armanca tifaqa navxweyî, yêkitîya neteweyî avabûyî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNK, heye û yêkitîya neteweyî bo xwe kirîye mîsyon. KNKyê nihe ”Belgeya Stratejîya Neteweyî ya Kurdistanê” amade kirîye û wekî pêþniyar pêþkêþî bîr û rehîya Kurd û Kurdistanê kirîye. Mexseda KNKyê ji vê belgeyê ew e ku bi riberiza navxweyî zemînekî hevpiþk yê neteweyî bide ava kirin. Belge belav bûye û tête hêvî kirin ku riberiz, gotûbêj û axivtinên berwer li ser bêne kirin ku platformeke neteweyî bi hev ra bête pêkînan. Ji belgeyê kivþ dibe ku KNK þablonekê nadane ber dînamîkên neteweyî, pêþniyarekê dike û digel hêvî û daxwaza xwe, mecbûrîyeta yêkitîya neteweyî jî îzah dike û herweha hindek krîterên giring jî rêz dike ku hêzên neteweyî di muþtereka asgarî da bi hev ve girêde û bike zemînê peymaneke neteweyî. Neh [9] maddeyên di dawîya belgeyê da hatine rêz kirin, yêk bi yêk xalên giring in û heke li ser van xalan hevdengîyek pêkbêt, eve dê bibe gaveke herî saxlem di avakirina aþtîya navxweyî da jî. Çi ne ev krîterên ku KNKyê pêþniyar kirî:
Berjewendîyên neteweyî divêt di serê her tiþtî da bêne girtin.
Hebûn û sembolên neteweyî wekî bihayên hevpar bêne qebûl kirin û parastin.
Di têkoþîna beramberî dewletên dagîrker û kolonyalîst da, li ser hisaba rêxistinên dî yên neteweyî nekevin nav hisabên teng û rêxistinî.
Digel rêxistinên neteweyî her bi çi rengî be di nav dîyalogê da bin.
Piþtevanîya hêzên neteweyî di dereceya herî bilind da bête ragirtin.
Kerkûk û hemû tixûbên Kurdistanê beramberî dagîrkeran her bi çi metodî be bi hev ra bêne parastin.
Þerê di navbeyna hêzên neteweyî da, wekî sûcê neteweyî bête qebûl kirin.
Her kîjan hêza neteweyî li ser têkçûna hêzeke dî ya neteweyî bikeve nav pratîkeke þaþ, divêt wekî alarmeke sor bête qebûl kirin û beramberî vê ji rêya neteweyî derketinê, hemû dînamîkên neteweyî di nav alarmê da bin û refleksa parastina berjewendîyên neteweyî bi rengekî aktîv û lêveker nîþan bidin û rê li ber þkestina navxweyî ya neteweyî bigirin.
Ji bo ku yêkitîya neteweyî ya demokratîk mayînde bibe, divêt organîzasyonên wekî meclis, platform, kongre û yên dî bêne pêkînan.
Pêþniyara KNKyê neh madde ne, lê di riberiza fireh ya di navbeyna hêzên neteweyî da ev krîter dikarin zêdetir jî bin. Avakirina aþtîya navxweyî, dê bibe zemînê garantîya yêkitîya neteweyî. Garantîya aþtîya navxweyî jî bi vehûnandina yêkitîya neteweyî dibe. Ev neh madde anjî zêdetir, ya giring ew e ku dînamîkên neteweyî bi hev ra, bi îradeyeke neteweyî ya hevgirtî, tifaqa navxweyî ava bikin, aþtîyê ewil di nav civata xwe da pêkbînin û bi vê hêzbûna mezin beramberî dijmin rawestin. Bi hêvîya ku aþtîya navxweyî û yêkitîya neteweyî bibe qismetê xelkê Kurd û Kurdistanê jî. Ji ber ku aþtîya digel dijmin jî girêdayî aþtî û yêkitîya navxweyî ye û ev berpirsiyarîye li ser milê hemû têkoþerên doza Kurd û Kurdistanê ye.
Not:
1ê Îlonê, roja bûyîna Hetav e û bila pîroz be. Jîyekî dirêj û bi saxî û silametî bo Hetavê nazdar.
ROJAN HAZIM
28 Tebax 2008