paşve

 

Aştî?

 

ROJAN HAZIM

 

Di meydana polîtîk ya Tirkîye û Kurdistanê da ev gotina ”aştî”yê jî ji mana û naveroka xwe hatîye vala kirin, hatîye dûr kirin. Di vî warî da, -îstîsna têne-, dewleta Tirk û ”bilcumle” terefê Tirk di nav reftareke xemsar û negatîv da ye. Xema wan ya ”aştî”yê nîne û esasen di rojeva wan da jî cih nagire. Dewlet bi hemû mekanîzmayên xwe ve gelek bi zanahî vê ”gotinê” bi kar naîne û wekî dibihîze jî otomatîk reflekseke redkirinê nîşan dide. Dewleta Tirk ji kir û kiryara xwe, ji polîtîka û pratîka xwe, ji pozisyon û êrişkarîya xwe razî xuya ye û dewam jî dike. Di vê tabloyê da tiştekî xerîb xuya nake û dewleta Tirk wekî terefekî şerî û neheqîyê di vê reftara xwe da bi israr e, di şertên îro da ji bo ”aştî”yê bi timamî girtîye û di vê yêkê da jî zelal e!.

Belêm terefê dî, anku terefê mexdûr, terefê kolonî, terefê bindest, terefê heq, ku eve serê dehan salan e jî berxwedaneke rewa dide beramberî dagîrkerîya Tirk, anku pêkve xelkê Kurd, patînajê dike, vê gotinê wekî benîşt dicû, bê mana, bê şert û bê dem bîst û çar seet dubare dike. Kurdan xwe bi xwe ev term, ev gotin, bê mana kirîye, sivik kirîye, hetta laçqe kirîye. Heke em ji bo terefê Kurd li mazeretekê bigerin, dikarin bêjin ku kolonîzasyona hinde salan ya dewleta Tirk, di warê sosyopsîkolojîk da tehrîbateke mezin di giyanê Kurd da pêkînaye. Dîyar e vê travmaya mezin, bi xwe ra kompleksa xwe kêm dîtinê û hissa bi xwe nebawerbûnê jî afirandîye mixabin. Lewma beramberî vê êrişkarîya dewleta Tirk, wekî plakê xirabbûyî du hevokan dubare dike mirovê Kurd; ”em aştîyê dixwazin, em biratîyê dixwazin”!. Aştî û biratî xwastin baş e, belêm eve ji kê tête xwastin? Dewleta Tirk beramberî her dubarekirina Kurd ya ”aştî” û ”biratî”yê, fîşek û bombeyan dibarîne ser serê Kurd û bedenên ter û taze yên ciwanên Kurd tîne xwarê.

Hindek tişt, bûn û bûyer hene ku divêt zemînekî gihiştî bête amade kirin. Di konjonktûra îro da dewleta Tirk nehatîye tengav kirin ku xwe mecbûrî ”aştî”yê bibîne. Di rewşeke wisa da, bi gotinên ”aştî” û ”biratî”yê rabûn û rûniştin encameke pozîtîv nade. Di têkoşînên azadîyê da ji xwe terefê azadîxwaz xwezayîyen terefê aştîyê ye. Terefê dijî aştîyê, dagîrker e, kolonyalîst e. Xelkê azadîxwaz di pozisyona heq da ye, dewleta kolonyalîst û dagîrker di pozisyona neheq da ye. Alîyê heq û azadîxwaz, divêt bi israr, -çi mînîmal bin, çi maksîmal bin-, daxwaz û xwastekên xwe formûle bike û pêşkêşî bîr û rehîya giştî bike û bi her reng metodên têkoşîna xwe dijmin tengav bike, ji nav da, ji derve dijmin dorpêç bike, hilgire nav ablûkayeke neteweyî û navneteweyî û mecbûrî rûniştina ser maseyê bike. Lihevhatin li ser maseyê dibe û her çi reng aştî hebe li ser vê maseya gotûbêj û danûstandinê pêktêt. Aştî bi sloganan pêknayêt. Xelkê me yê belengaz di vî warî da bêguneh e ku gava pirsa ”hûn çi dixwazin? jê tête kirin, ”em aştî û biratîyê dixwazin” dibêje. Ev bersiva xelkê me yê sade bûye şablon. Aşkera ye ku di vî warî da pêşengên polîtîk û ronakbîr di nav şaşîyekê da ne, di agahdarkirin û serwextkirina armancên têkoşîna neteweyî û demokratîk da kêm dimînin ku eve ji şaşîyê wedatir qusûrek e.

1ê Îlonê ”roja aştîyê ya cîhanê” ye û dîsa ve dê xwezîyên aştîyê bêne dubare kirin. Aştî xwastin, terefê aştîyê bûyîn, nêrîn, bawerî û reftareke mirovî ye, pozîtîv e. Cihê ku şer û doz lêbin, konfilîkt kûr bin, aştî jê dûr e. Lê belê, kî ye serkanîya konfilîktan, şer û dozan, divêt baş bête dîtin. Di nimûneya me da serê sebeban dewleta Tirk e û aşkera terefê neheqîyê ye. Serkanîya konfilîkt, şer û dozan ew e. Xelkê Kurd ji bo mafên xwe yên xwezayî têkoşînê dide, doza azadîya xwe dike, doza wekhevîyê dike, doza dad û dadyarîyê dike. Xelkê Kurd divêt kêm zêde armanc anjî armancên xwe zelal û konkret bike û ji bo bi destxistina wan di nav reftar û pozisyoneke aktîv û dînamîk da be. Di vê nimûneyê da, terefê ku divêt aştîyê bixwaze, hetta lavakarîya aştîyê bike, ji ber neheqî û şerxwazîya xwe dewleta Tirk e. Belêm mixabin ku xelkê me di vî warî da jî di nav rebenî û perîşanîyê da ye. Şûna ku pêyê xwe li erdî asê û saxlem bike, reftareke bi xwe bawer nîşan bide, serê xwe bilind bike û bi dengekî bilind ”ez terefê heqîyê me, doza azadîyê dikim, doza wekhevîye dikim, doza erdê xwe yê ku hatîye dagîr kirin dikim, terefê neheq dewleta Tirk, heke dixwazî dawî li şer bêt, daxwazên min qebûl bike, rûne ser maseyê û rê li ber aştîyê veke!” bêje, gotina ku êdî bêtam bûyî ”em biratîyê dixwazin, em aştîyê dixwazin”ê dubare dike. Hevrikê xelkê Kurd, dewleta Tirk çi dike beramberî van gotinan? Bi girnijîneke xayînane li xelkê Kurd dinêre!.

Heta ku azadî û wekhevî pêkneyêt dê aştî çawa pêkbêt xelkê me yê dilpak!. Kilîlê derê aştîyeke dadyar, azadî û wekhevî ye. Programa xwe zelal bike û pêşîyê azadîyê, wekhevîyê bixwaze, bi dest ve bîne, garantî bike û li ser vî xîmê saxlem aştîyê ava bike!

Not: HETAVê nazdar; roja bûyîna te [1ê Îlonê] ya 17. pîroz be, jîyekî dirêj û bi saxî û silametî bo te daxwaz dikim û tême serê te.

ROJAN HAZIM

29 Tebax 2007

serî