paþve

 

Ahenga ferqan

 

ROJAN HAZIM

 

Di dawîya meha Hezîranê (28-29) da li Stanbolê kombûna bilind ya Natoyê pêkhat. Hemû serok û serokwezîr û mezinên dî yên dewletên endamên Natoyê beþdarî kombûnê bûn. Kombûna li Stanbolê, ”wekî cih”, ji teref dewleta Tirkîyeyê ve ji heddê xwe zêdetir hate mezin kirin û adeta kire nîþana ”qedr û qîmet” dayîna Tirkîyeyê. Hal ew e ku, eve kombûneke rûtîn ya Natoyê bû, ku her car li welatekê komdibin. Vê carê jî dora Tirkîyeyê bû. Lê tiþtek heye ku, dem û konjonktûra cîhanê û bi taybetî jî ya rojhilatanavîn bi serê xwe giring bû û vê jî kombûna Stanbolê ji çarçoveya xwe zêdetir mezin kir. Belêm dewleta Tirkîyeyê û bi taybetî jî hukûmeta Erdoganî eve bo xwe kire prestîjeke hind mezin ku adeta di serî da Amerîka û mezinên dî yên Natoyê heçku ji ber giringî û mezinahîya dewleta Tirkîyeyê bezîne ber derê Tirkîyeyê! Belêm ya rastî giringîya kombûna Natoyê ne ji Stanbolê an Tirkîyeyê, ji rojeva wê dihat û þik têda nîne ku her bi çi awa û rengî be, pirsa Kurd û Kurdistanê jî di nav wê rojevê da hebû!

Íro li timamî cîhanê pirsa sereke, bûyer û bûyînên rojhilatanavîn in. Amerîkayê, piþtî êriþa radîkalîstên îslamî ya li New Yorkê li ”avahîyên cêmik” ya 11ê îlona 2001ê, hatina xwe ya rojhilatanavîn, li 2002ê bi êriþ û hilweþandina rejima kevneperest ya Talîbanan li Afganistanê, da dest pê kirin û agir hilkir. Sala 2003ê jî armanc mezintir kir û digel Ingilîzan êriþî Iraqê kir û rejima Seddam jî hilweþand û agirê rojhilatanavîn jî þarhand. Amerîka wekî patrona Natoyê, di Afganistanê da hêza Natoyê tevî ”kar” kir û çend dewletên Natoyê hêj jî li Afganistanê li ser kar in. Belêm eynî Amerîkayê di destpêkê da nikarî Natoyê wekî komple organîzasyon, tevî kar û barê Iraqê bike. Gerçî Amerîkayê di bin serokatîya xwe da hêzeke koalisyonî pêkîna di sefera Iraqê da û dewletên ku piþtavanîya Amerîkayê kirî û di koalisyona ”sefera Iraqê” da cih girtî jî piranî endamên Natoyê bûn, lê fermîyen Nato ne di nav ”seyr û sefer”ê da bû. Amerîkayê rojeva kombûna Natoyê ya li Stanbolê di germahîya van ”seyr û sefer”an da bi giranî li ser Afganistan û bi taybetî jî Iraqê girêda. Nato wekî organîzasyoneke ”leþkerî”, bi vê rojeva xwe ve, xwe ji çarçoveya xwe ya kevin derêxist û êdî ”asayiþa cîhanê” bo xwe kire armanc û "teror" dijminê sereke îlan kir. Bi kiras û formûlekî dî jî be Amerîkayê ”Projeya Rojhilata Mezin”, kire projeya hemû Natoyê. Natoyê berpirsiyarîya xwe ya Afganistanê mezintir kir û hejmara leþkeran jî zêdetir kir. Bi rengê hîlebazîya polîtîk û dîplomatîk ya Amerîkayê jî be, Natoyê çareserîya pirs û pirsgirêkên Iraqa nû jî hilgirtin ser milên xwe. Perwerdekirina leþker û polîsên Iraqê dê ji teref Natoyê ve bête kirin, ku eve yêk ji armanc û xwastekên Amerîkayê bû ji Natoyê û di vî warî da gihiþte mexseda xwe.

Di çarçoveya vê nivîsarê da mexseda me nîne ku analîzekê li ser Natoyê bikin, lê di konjonktûra îro ya rojhilatanavîn û cîhanê da, pirsa Kurd û Kurdistanê, problema sereke ye û heta ku tam li goreyî dilê Kurdan jî çareser nebe, rojhilatanavîn ji arêþe û giriftarîyan rizgar nabe. Bi hemleya Amerîkayê ya li ser Iraqê ve, parçeyekî Kurdistanê li nav tixûbên Iraqê jî be rûyê azadîyê dît û ji bo armanca mezin, anku serxwebûnê, qonaxeke giring bi dest êxist. Nihe problema hersê parçeyên dî dom dike. Ji van parçeyan, li goreyî pîvên tehlîkeya alarma sor, pirsgirêka sereke bi rêzê ve li parçeyên di bin destê Tirkîye, Iran û Sûrîyeyê da ye. Tirkîye û Iran xwudanê çekên gelek giran in û bi taybetî Iran di van salên dawîyê da bi veþartî çekên nukleer çêdike ku eve di serî da ji bo Kurdistanê û paþê jî bo timamî navçe û cîhanê tehlîkeya herî mezin e. Amerîka û Nato gelek bi giringî li ser vê pozisyona Iranê radiwestin ku Iranê an ji vê armancê dûr bikin, anjî her bi çi awayî be serê wan jî girêdin, ku ”sergirêdan”a Amerîka û Natoyê jî kivþ e! Ji ber hindê, Natoyê konsepteke nû daye ber xwe ku bi taybetî ji Afganistanê bigirin heta gewrîya Cebelîtariq, vê ”cografyaya piranî musulman” ji ”terora radîkalîzma îslamî” paqij bikin û hem navçeyê, hem jî di serî da xwe û paþê jî cîhanê ji vê ”belayê” xilas bikin û biparêzin. -(Helbet giringîya vê ”tretorîya bi krîz”, -di demê þerê sar da, ji alîyê Amerîkayê ve wekî ”xeta kesk” jî hatibû bi nav kirin û ”îslamîzm” dijî ”komunîzmê” dihate têr û mezin kirin-, rojhilatanavîn, ji zengînîya petrolê û kanên enerjîyê têtin û eve ji bo Amerîka û timamî rojavayê armancên jîyanî ne!)- Amerîkayê digel Ingilîzan di ”wext û zemanî” da her li vê ”cografya”yê, tovê vê belayê çandibûn! Lê dem û dewran borî, nihe ”cinawir”ê ku wan mezin kirî, li serê wan bûye bela û nihe dixwazin xwe jê xilas bikin. Lewma jî hingê ”antî demokratîzm” hakimê vê ”xetê” kiribûn, nihe jî dixwazin li navçeyê ”demokratîzmê” serdest bikin! Di hedefa wan ya berê da mixabin xelkê Kurd û welatê wan Kurdistan di ber pêyên wan û tifaqdarên wan yên navçeyê da çûn û periçîn. Lê felekê, nihe jî her eynî navçe bêyî Kurdan ”demokratîze” nabe! Ev paradoksa ”cîhana rojavayê” ji alîyê me Kurdan ve gerçî xem dike, lê vê gavê êdî encam giring e! Kurd di vê konjonktûrê da bûn hevçeperên Amerîkayê û nihe hem, li parçeyekê jî be, welatê xwe rizgar û azad kirin, hem jî dewleta xwe, di nav tixûbên Iraqa Federal da jî be, ava kirin. Ji ber van bûyer û qewimînan û herweha rewþ û pozisyona Iranê ya bi çekên nukleer û herweha êriþkarîya Tirkîyeyê ya li ser xelkê Kurd û Kurdistanê û helbet biçûk jî hîlebazî û tifaqdarîya Sûrîyeyê ya digel Iran û Tirkîyeyê ya bi navê ”antî Kurd û Kurdistan”, armanc, perspektîf û konsepteke nû dadine ber Kurdan. Kurd mecbûr in ku li navçeyê û di nav vê ”ekûasyon”a bêdad da, xwe di nav ewlehîyeke kamil da his bikin. Tinê his kirin jî têra nake, Kurd divêt gelek konkret, li dora xwe çembera ewlekarîyê peyda bikin û bibînin. Kurd bi hêza xwe ya konvansîyonel nikarin rê li ber êriþên nukleer yên Iran û Tirkîyeyê bigirin û xwe biparêzin. Lewma, divêt ”hêzeke lêveker ya navneteweyî” di rojhilatanavîn da binecih bibe. Di þertên îro da ev hêze jî tinê welat û organîzasyonên ”rojavayê” ne. Hêza herî kevin û organîze jî Nato ye ku patronîya wê hêj jî Amerîka dike. Herçend dewleta Tirkîyeyê endama Natoyê jî be, lê di encam da hefsar û lixav di destên Amerîka û dewletên dî yên mezin yên Ewrûpayê da ne. Ji ber hindê divêt rojhilatanavîn heta hûn bêjin ji alîyê hêzên navneteweyî ve bête tijî kirin. Di serî da Amerîka û Nato û herweha YE, divêt di rojhilatanavîn da xwudan hêz bin. Avabûna dewleta Kurdistanê tehlîkeya þovenîzma Tirkî, Farsî û Erebî dijî Kurdan tinê aktîve nake, herweha kevneperestîya îslamî jî dê di paþerojê da tîrên xwe dirêjî xelkê Kurd bike. Çiku, dewleta Kurdistanê her ji parçeyê ”Iraqê” pêve, bi kêm û kasî jî be, bi norm û krîterên demokrasî û laîsîzm û sekularîyê bejin dide, ava dibe. Bizava neteweyî ya xelkê Kurd li parçeyên dî jî relatîven demokratîk, laîk û sekular e. Li rojhilatanavîn dewleta Kurdistanê ya demokratîk, laîk û sekular ji bo fanatîzma þiîzm û sunîzma îslamî tehlîke ye û ev kanên reþ û tarî dê cepheyê þer, fitne û fesadê dijî Kurdan vekin ku nehêlin di nav vê ”deryaya fanatîzma îslamî” da ”giravê demokrasîyê, laîkî û sekularîyê” anku Kurdistan þîn bibe. Gava em van komple tehlîkeyên navçeyê bidine ber çavên xwe, ji bo berjewendîyên xwe armanca ”xwe fonksîyonel kirin”a Natoyê di rojhilatanavîn da, li armanc û hisaba Kurdan jî têtin û divêt di serî da Amerîka û ”cîhana rojavayê” û helbet wekî organîzasyoneke leþkerî Nato, li rojhilatanavîn bi xurtî binecih bibin û hetta li Kurdistana Baþûr bibin xwudan payîgeh. Rojhilatanavîn hindî ku enternasyonalîze bibe, bo Kurdan hind baþ e û ewlehî ye. Kurdan, di navbeyna cîranên bêbext da, hewcehî bi ”hêza lêveker” (caydýrýcý güç) ya navneteweyî heye û ew jî di serî da Amerîka, welatên rojavayê û Nato û herweha dewletên dî yên demokratîk û humanîter in. Koreya Baþûr, di bin sihwaneya koalisyona navneteweyî ya li Iraqê û herweha bi destûra Yêkitîya Neteweyan -UNê, hêzên xwe yên leþkerî li Kurdistana Baþûr bi cih kirine. Gerçî têkilîyên Koreya Baþûr yên digel Tirkîyeyê yên di demê ”þerê Koreyê” da bivê nevê þikekê di dilê Kurdan da peyda dike, lê di þertên îro da Koreya Baþûr nikare bi ”hisabên tifaqdarîya Tirkîyeyê ya di wî demî da” rabe û pozisyona xwe ya ”bêalî” li Kurdistanê xirab bike! Belêm dîsa ve dewleta Tirkîyeyê dê bixwaze ji vê ”pozisyona Koreya Baþûr”, ji bo berjewendîyên xwe yên xirabkerî îstifade bike. Ji ber hindê Kurd jî divêt li vê rewþ û pozisyona Koreya Baþûr hiþyar bin û rê nedin provakasyonên dewleta Tirkîyeyê.

Ídeolojîkmen dijî emperyalîzmê û dezgehê leþkerî Natoyê bûn, ne maniê vê ”hewcehîya konjonktûrel” ya xelkê Kurd e. Kurd di cografyayeke wisa bi tehlîke da ne ku adeta di nav agir da ne. Li dora wan çembera fetisandinê hatîye danan û tête þidandin. Aktorên dijmin yên sereke jî Tirkîye û Iran in û berdestkê wan jî Sûrîye ye. Herçend li Iraqa nû, ”avabûnek” -Kurdistan-, pêkhatibe jî, tehlîkeya Erebîzma Iraqî hêj jî bi timamî nehatîye ”berteref” kirin. Lewma Kurdan bi giranî û lezîn hewcehî bi ”hêza lêveker ya navneteweyî” heye. Kurd di vî demê ”man û nemanê” da, li ser ”pira selawatê” ne. þik têda nîne ku Kurdan bawerî bi hêza xwe heye, lê Kurd herweha mecbûr in rasyonel jî bihizirin û hereket bikin. Amerîka, Nato û YE, herçend li Kurdistana Bakur, organîzasyoneke Kurd, -PKK-Kongreya Gel-, li goreyî ”qaydeyên leyiza reelpolîtîka hakim li cîhanê” û gelek bi bêdadî, neheq û herweha ”dubilmoralî”, bikine nav lîsteya terorê jî, -ku mazereta vê yêkê nîne û naête qebûl kirin-, lê li milê dî ”temasa enîþkê” jî ji dest bernadin. Ew jî li goreyî berjewendî û planên digel tifaqdarên xwe, relatîven ”rasyonel” û pragmatîk hereket dikin. -Kurdên rojhilatê (Íran), yên bakur (Tirkîye) û rojavabaþûr (Sûrîye) jî divêt ji vê rewþa nû ya konsepta ”cîhana rojavayê” û spesîfîken jî ya Natoyê, ji bo berjewendîyên xwe di maksîmûm dereceyê da îstîfade bikin. Di vî warî da Kurd bi timamî, li hemû parçeyan, divêt di kanalê ”antî Amerîkanîzm”, ”antî emperyalîzm” û ”antî Natoîzm”a hêzên demokratîk yên Tirk, Fars û Ereb da bi rê nekevin. Xwêya wan ye zuha ye û ew xwudan dewlet in. Kurd hêj di serê pêcûneyên dewlet avakirinê da ne û hewcehîyeke jîyanî bi van hêzên navneteweyî heye. Di vê xalê da perspektîfa Kurdan û ya hêzên demokratîk yên Tirk, Fars û Ereb nakeve ser hev. Eve naête redkirina wan hêzan, lê di armanc û perspektîvên dî yên humanîter da Kurd jî dikarin digel hêzên humanîter û demokratîk yên van xelkan kar bikin. Belêm hêzên demokratîk û humanîter yên van xelkan jî divêt rewþa Kurdan têbigihin û Kurdan neajon nav devê meqesê!-   

Esasen hemû ”cîhana rojavayê”, Amerîka û tifaqdarên wan jî, ji bo ”demokratîzasyona rojhilatanavîn” hewcehîya sereke bi timamî ”hêza Kurd” ya li hemû parçeyên Kurdistanê heye. Ji ber hindê, ew helwesta wan ya relatîven negatîv li Kurdistana Bakur, divêt nebe asteng ku Kurd bixwazin navçe, di serî da bi Amerîka, Nato, YE û hemû hêzên dî yên navneteweyî ve, tijî be. Di nav ”tixûbên fermî yên Tirkîyeyê” da jî be, yêk ji perspektîv û armanca Kurdan ew e ku Kurdistana Bakur jî, ”entegreyî” Yêkitîya Ewrûpayê bibe û bibe endam, ku ev helweste xizmeta vê prosesê jî dike. Kurdan gelek aþkera hewcehî bi ”garantîya navneteweyî” heye û di cîhana îro da jî ew ”garantîya” ku Kurd dê jê îstifade bikin jî di serî da Amerîka, Nato, Yêkitîya Ewrûpa (YE) û dewletên dî yên demokratîk û humanîter in. Eve naête manaya ”bi hêza xwe bawer nebûn”ê! Amerîka bi vê hêza xwe ya mezin, dîsa ve hewcehîyê di ”garantîyên navneteweyî” da dibîne û ji Nato, UN (Yêkitîya Neteweyan), YE û dewletên dî yên tifaqdarên xwe, zirhekê li dora xwe radiçîne. Vêca Kurd boçi di nav vî agirê hinde sojer da, li garantîyên navneteweyî negerin? Pragmatîzm ji bo hemû xelk û neteweyan ”destûr” e, boçi ji bo Kurdan dê ”qusûr” be!

Reng û aheng

Tirkîyeyê mêhvandarîyeke ”balkêþ” kir ji bo Natoyê. Di serî da serok û rêvebirên Amerîkayê û hemû endamên dî yên Natoyê, di vê havîna kel û germ da, li berpalên gewrîya Stanbolê adeta efsûnî bûn!.. Mexseda me ne ”reþkirin” e! Ji milekê ve rast e, Tirkîyeyê wekî endama Natoyê, mêhvandarîyeke ”balkêþ” bi cih îna. Gerçî hemû endam gava di welatên wan da kombûn pêktên kêm zêde eynî mêhvandarîyê nîþan didin. Lê ya Tirkîyeyê, ji vê çarçoveya mêhvandarîya ”maqûl” derket, bû ”reklam û þov”! Tirkîyeyê adeta ev demê kombûnê ji milekê ve bo danasîna tûrîzm û ”kultura xwe!” kire firset, lê li milê dî jî, bi taybetî hukûmetê ji ber armanca ”demê muzakere standina ji Yêkitîya Ewrûpayê”, ”kombûn” bo xwe kire meydana ”dîplomasîya kûlîsî”! Heta dereceyekê ev atraksîyone jî normal têne dîtin. Lê belê, berpirsiyarên dewlet û hukûmeta Tirkîyeyê ev kombûna Natoyê û ”pesindarîya” berpirsiyarên Natoyê, serok û heyetên dewletên endam, bo xwe kirin ”teyîda rastîya polîtîkên Tirkîyeyê”! Eve êdî ”xwe nenaskirine”! Baþe ”mêhvan” li goreyî uslûba dîplomasî û mêhvandarîyê da çi bêjin bo Tirkîyeyê? Welatê we kirêt e, xwarin û vexwarina we bê tam û lezzet bû, hûn çend prîmîtîv in, da bêjin? Camêran, ji kubarîya xwe û çi tiþtê li goreyî rêz û rêzikên mêhvandarîyê bêne gotin, ew gotin! Lê rêvebirên Tirkîyeyê û hemû medyaya wan, ev helwesta mêhvanan, wekî serkevtina bi giþtî polîtîka Tirkîyeyê tercume kirin. Tirkîye di reklamasyona xwe da hergav tixûbên ”mubalexeyê” bi zêdehî ve dibezîne. Vê carê jî wisa kir. Mezin û berpirsiyarên Tirkîyeyê, bi munasebeta vê kombûna Natoyê, di programên seramonîyal da, di xwarin û vexwarin û geryanan da, di resepsîyon û suhbetên fireh da, li ser slogana ”Tirkîye welatekî gelek demokratîk e” fokuse bûn û adeta xwe peritandin ku vê ”rastîyê!” bi mêhvanên xwe yên payebilind jî bidin zanîn. Ji nav van aktîvîteyên wan ya herî ”balkêþ”, konsera li seraya Osmanîyan (Dolmabahçe) bû. Di serî da Bush û hemû mezinên dewletên endam û Natoyê bi xwe, di vê ”þevê” da amade bûn. Di vê þevê da organîzatorên wan, ”mîzanseneke” li goreyî slogana ”Tirkîye welatekî demokratîk e!” hazir kiribûn û navê wê aktîvîteyê jî ”Ahenga Ferqan” danabûn. Belêm tiþtên ku bi navê ”ferq” amade kirî, ne ”ferq” bûn, ”rengên hatine asîmîle kirin” bûn. Çu stran an govend bi navên xwe yên ”otantîk”, nehatin nasandin û pêþkêþ kirin. Lê ”qesîde û duayên” dînî, wekî nimûneyên ji hersê dînên esmanî (Muhemedîtî, Mûsawîtî û Ísawîtî) bi taybetî hatin anons kirin. Lê belê govendên ”navçeyên cuda” qet nehatin bi nav kirin. Belêm, tîma bandoya ”Mehteran”ê jî nehatibû ji bîr kirin!. Bi xwepênîþandana vê bandoyê, mesajeke nostaljîk ya ”fetih û dagîrîya Osmanî” û pê serbilindbûna komara Tirkîyeyê, hate dan ji bo serok û rêvebirên ”cîhana rojavayê”! þev bi timamî bi mesajên þovenîzma Tirkî û fanatîzma îslamîzma sunî hate pêþkêþ kirin. Bi wê ”aktîvîteyê” Tirkîyeyê dîsa ve rûyê xwe yê ”nijadperês” nîþan da. Di rastîyê da wan ”ahenga ferqên li Tirkîyeyê” nîþan nedan, tam berevajî wê yêkê, ”ferqên Tirkîzebûyî” yên di nav kirasê nû yê ”Tirkîyeyî” da pêþkêþî mêhvanên xwe kirin. Cih jî wisa spontan nehatibû hilbijartin. Seraya kumandayê ya dewrê Osmanî bi zanahî hatibû hilbijartin. Di sehneyê da motîfên dînî dîsa ve bi zanahî hatin pêþxistin. ”Ílahîyên” dînên Muhemedî, Ísawî û Mûsawî, ji alîyê ”sofîyên” van dînan ve hatin gotin. Di koroyê da jinên ”ser vekirî”, stran gotin, di orkestrayê da hemû cure enstrûman rêz bibûn û ji hewayê klasîk bigirin heta senfonîyên Mozartî û stranên gelerî bi ”harmonîyeke zengîn” pêþkêþî van mêhvanên mezin û payebilind kirin. Li welatekî musulman û ev tabloye! Di çavê Bush û hetta mezinên dî yên Natoyê da wêneyê musulmanan yên Talîban û El-Qaîdeyî bûn. Lewma ev tabloya ”musulmanên laîk” hindî hûn bêjin balkêþ bû ji bo Bush û mêhvanên dî! Erdogan û hukûmeta wî ya binyat îslamî, bi zanahî xwast vî resmê ”dînî” bide pêþ, daku îmaja xwe û ya ”îslamî” ya ”negatîv” ya di serê mêhvanên xwe da, biguhore. Helbet Bushê ku ji ber êriþên li Afganistanê û Iraqê û xirabbûna têkilîyên digel ”cîhana Muhemedî” da, xwast vê ”atmosferê” ji bo taze û nûkirina têkilîyên xwe yên digel welatên cîhana îslam da bi kar bîne û bi vê munasebetê, têkilîyên xwe nûve bike, xirabbûyîn û þkestina têkilîyan careke dî tamîr bike. Ji ber hindê jî bi taybetî ji bo Bush ev ”tabloya îlahî” gelek balkêþ bû û herweha keys bû ku hezkirin û vîyana xwe ya beramberî ”kultura welatekî musulman yê wekî Tirkîyeya modern!” nîþan bide. Mezin û berpirsiyarên dî yên dewletên Natoyê jî, beramberî vê konsera ku ”awazê sê dînên esmanî” bilind kirî, dilþahîya xwe nîþan dan. Mezin û berpirsiyarên dewleta Tirkîyeyê, bi vê aktîvîteya ”hersê dînên esmanî” dîsa ve bi zanahî îstîsmara dînî kirin û xwastin ji ser van dînan ranteke polîtîk werbigirin. Bi taybetî Erdoganî bi xwe xwastibû ku ev rengên ”hersê dînên esmanî” di vê þevê da bêne pêþ, daku nîþanî ”Yêkitîya Ewrûpayê” û Amerîkayê bide ku ew çend laîk in, qîmetekî mezin didine dînên dî yên ku li Tirkîyeyê hene û bi vê yêkê îmaja xwe taze bikin! Anku Erdoganê ”dîndar”, bi vê þevê ”dîn” pêþkêþî bazara polîtîk kiribû. Ya rastî di serî da Bush û mezinên dî yên cîhana rojavayê jî ”maþallah!” em bêjin, gelek pê þa bibûn! Belêm eynî Erdogan û berpirsiyarên dî yên dewletê qet nehizirîn ku ji bilî ”ferqa dînan”, hindek ”ferqên dî” jî hene û wan ”ferqan” jî bi nav û huvîyeta xwe pêþkêþî mêhvanên xwe bikin. Ev mentalîteyê Lozanîst, bi destê Erdoganî di wê þeva seraya Osmanî, ”Dolmabahçe” da jî hate nîþan dan. Ji bo wan ferqên li Tirkîyeyê, tinê ”xeyrî muslum in”. Lê belê, ferqên cografîk û etnîkî, ne ferq in û ji xwe ferqên wisa jî ”ebeden” nînin! Ew çi gotine! Ji bilî, ”xeyrî muslum”an, bo ferqên dî bersiva wan hazir e; ”em hemû musulman in!”. Ji bilî ”ferqên dînî”, govendên bi cil û bergên ”du þel” û ”du dersok” (kefî), ferqên etnîkî naêne kivþ kirin! Li teniþta koroya Tirkî, koroya Kurdî jî (wekî xwudan cografya û nifûsa boþ) û hetta koroyên kêmanîyan jî heban û bi zimanên xwe straban, li ber ”bandoya rasîst ya Mehteranê” jî, tîmên govenda Kurdî û yên kêmanîyan jî leyistiban, hingê tabloya ”ahenga ferqan” derdikete meydanê. Lê belê ma xema wan e ku van ferqên bi rastî heyî nîþan bidin, wan ferqan bi nav û huvîyeta xwe bêjin û bi nav bikin! Erdogan û þûrekaya wî, bi navê ”ferqên li Tirkîyeyê”, tinê bi kartê dînî leyistin. Ew medyaya ku di her keysî da êriþî Erdogan û hukûmeta wî dikin û wan bi ”bazirganîya dînî” sûcdar dikin, piþtî wê þeva seraya Osmanî û konsera koroya hersê dînan û stranên tinê bi Tirkî, lêva jorî li ya jêrî nedan, tam berevajî wê, pesindarîyeke mezin ji bo wê aktîvîteyê kirin û xwe pê pifandin. Hemûyan bi yêk devî silav li ”laîkîya Tirkîyeyê” kirin! Lê di bin simbêlan da jî dikenîn, ji ber ku bi taybetî Erdogan û tîma wî jî bawerî bi vê ”laîkîyê” nedikirin. Çiku di pratîkê da berpêyên ”xeyrî muslum”an jî heta dawîyê bi asteng in û nikarin bi dilê xwe û azadane dînên xwe bijîn. Lê hem wan, hem jî Erdogan û hukûmeta wî, li pêþberî Bush û hemû mezinên Natoyê û dewletên endam, aþkera durûtî kirin û bi gotina du îlahîyan, ”biratî û wekhevîya hersê dînên esmanî” îlan kirin, ku di jîyana normal da ew ”musulmanên laîk” nahêlin ku ew ”xeyrî muslum” bêhnê werbigirin û azadane îbadetên xwe bikin. þeva li seraya Osmanî, bi gotina herî nerm, belêm zelal û vekirî, bi rêya bi giþtî hunerê, rastî hatin veþartin, hatin perde kirin, rastî hatin binpê kirin! Erdogan û hukûmeta wî bi wê þevê, bi wê aktîvîteyê, îlluzyonek pêkînan û heke axivtin û reaksîyonên piþtî þevê yên ji teref Bush û mezinên dî yên rojavayê ve hatin nîþan dan jî, bêne xwandin, dîyar dibe ku ew jî pêkve ”efsûnî!” bûne!

Ferq divêt bête ferq kirin

Berpirsiyarên dewleta Tirkîyeyê li gotinên ”popûler” û ”biriqok” ecêp teþne ne! Berê ”mozaîk” bû, nihe jî gotina ”aheng”ê li devê xwe alandine. Lê belê, ji bo wan manaya rastî ya ”ahengê” bê mana ye. Bo wan ya giring ew çi ji gotina ”ahengê” têdigihin, anjî dixwazin têbigihin! Aheng lihevîya bi kêmasî ”du tiþtan” e. Ew ”du tiþt” ji hev cuda ne, ferqek di navbeyna wan da heye, bi nav û huvîyet in. Paþê jî li ”lihevîya” wan mînîmûm ”du tiþt”an tête geryan, anjî ”lihevî” tête çêkirin, tête afirandin, tête danan û gelek ravekirinên dî. Ahenga rengan jî bête xwastin, divêt mînîmûm ”du reng” hebin ku li ”aheng” anjî ”lihevîya” wan bête geryan, anjî ”lihevîya” wan bête amade kirin. Heke li ”ahenga” meqamê mûzîkê jî bigerin, divêt ji yêkê zêdetir ”meqam” hebin daku ”aheng”a wan bête danan. Dîsa heke li aheng anjî lihevîya ”mirovên” ku xuyê wan ji hev cuda jî tête geryan, dîsa ve divêt bi kêmasî ”du mirov” di halê da bin ku ”ahenga xuyê wan” bête peyda kirin. Anku ji bo ahengê divêt bi kêmasî ”du obje”, anjî ”du subje” hebin ku ahenga wan bête pêkînan. Vêca berpirsiyarên dewleta Tirkîyeyê bi taybetî jî Erdogan û hukûmeta wî, em texmîn nakin ku ew jî di wê konserê da li ”ahenga rengan” geryabin. Mexseda wan jî ne ahenga meqamê mûzîkê, anjî ya bûka baranê bû! Bi gotina ”ahenga ferqan” mexseda wan jî ”ahenga kultur û bawerîyên ji hev cuda bû”! Wan dixwast bi wê aktîvîteyê nîþanî mezinên Natoyê bidin, ku di welatê wan da gelek ”kultur û bawerîyên ji hev cuda hene û ew azad in û di navbeyna wan da ahengek heye”! Lê belê, ji bilî pêþkêþkirina îlahîyên hersê dînên esmanî, ji çu ”ferqên dî” nehate behs kirin, heta ku behsê ”ahenga wan ferqan” bikin. Berpirsiyarên dewletê û di serî da Erdogan bi xwe, heke dixwastin bi rastî behsê ”ahenga ferqên li Tirkîyeyê” kiriban, divîyabû ku ew ”ferqên heyî” yêk bi yêk bi nav kiriban, berhemên wan ”ferqan” dîsa bi nav û huvîyeta wan ”ferqan” pêþkêþî mêhvanên xwe kiriban. Ferq, heke bêyî hîlebazî, rasterast, bi nav û huvîyeta xwe bête gotin, hingê ”ferq” e! Ferq, heke bi hemû element û detayên xwe ve hate gotin, hingê ”ferq” e! Dersok (kefî), an govenda em bêjin bajêrekî (bi gotina wan) ”þerqê”, ”ferqa” Kurdbûyînê îfade nake. Gava hate gotin ku ”koroya Kurdî”, ”govenda Kurdî” hingê ji ”ferq”ê tête behs kirin. Anku ferq, heke hate ferq kirin, ferq e! Belêm, ji xwe xema wan jî ne ew bû ku vê ”ferq”a ku em jê behs dikin, bidine ferq kirin! Mexseda wan slogan bû, nîþandaneke vîtrînî bû û bi zêdehî û giranî ve jî pêþxistina ”ferqên dînî” bû. Wan jî ”nebza” Bush û mezinên dî yên dewletên Natoyê baþ girtibû, ku zêdetir motîfên ”biratî û lihevîya dînên esmanî” dane pêþ. Ji ber vê mexsedê bû ku ji xwe ew mîzansena cihê axivtina Bushî jî li goreyî vê çarçoveyê amade kiribûn. Meydana Unîversîteya Galatasarayê bi zanahî hatibû hilbijartin, daku li paþ kursîya axivtina Bushî, gewrîya Stanbolê, pira gewrîya Stanbolê û mizgefteke dewrê Osmanî bibe fon. Axivtina Bushî, bi wê fonê hema bêjin di hemû TVyan da zindî hate weþandin. Berpirsiyarên dewleta Tirkîyeyê, mesaja ”Tirkîye û bi taybetî jî wekî bajêr Stanbol, pira di navbeyna du medenîyetan da ye”, dan. Mexseda wan ji medenîyetê jî ”Íslam û Filetî” bû. Ji ber hindê jî, ji xwe arma kombûna Natoyê ya Stanbolê, ji grafîka pir û gewrîya Stanbolê çêkiribûn. Bush jî di axivtina xwe da herwisa li ser giringîya têkilîyên ”du medenîyetan”, ”dînê Íslamê û Filetî”yê û herweha rola ”Tirkîyeya laîk” rawesta. Eve helbet bi dilê hukûmeta Erdoganî bû, ku wan jî ev ”uslûba Bush” û ya bi giþtî mesaja Natoyê, bo xwe kirin prestîjeke polîtîk û hem li cîhana îslam, hem jî beramberî ”laîkên Tirkîyeyê”, bi taybetî jî ertêþê, kirin referansa meþrûîyeta desthilata xwe.

Erdogan û hukûmeta wî, anjî berpirsiyarên dewleta Tirkîyeyê pêkve, heke bi rastî dixwazin bêyî çep û lêhb û hîlebazî, yêkser û rasterast behsê ”ahenga ferqan” bikin, divêt gelek aþkera û zelal, navê ferqan danin ser ferqan. Objektîven ferqên li nav tixûbên fermî yên Tirkîyeyê çi ne divêt bêne gotin, daku di navbeyna wan da ahengek bête peyda kirin. Di serî da ”du cografya”, anku Kurdistan û Tirkîye hene. Du neteweyên mezin û kêmanîyên dî, anku Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Ereb, Ermenî, Cihû, Rûm û yên dî hene. Du zimanên sereke, anku Kurdî û Tirkî û zimanên kêmanîyên dî jî hene. Sê mezhebên mezin yên îslamî, anku þafiîtî (mezhebê mezin yê Kurdan), Henefîtî (mezhebê mezin yê Tirkan), Elewîtîya Kurdî, Elewîtîya Tirkî, ya Ereban, dîn û mezhebên ne musulman, anku Filetî, Cihûtî, dînê bireke Kurdan, anku Êzîdîtî û herweha dêr, mizgeft, knîþte û perêsgehên dî yên dînî û axir biçûk mezin her çi ”ferqên” dî hebin, divêt yêk bi yêk bêne bi nav kirin, wekhev bêne bi kar înan, ku di navbeyna wan da ahengek bête ava kirin. Aheng di navbeyna ”abstrakan” da naête tesîs kirin. Aheng di navbeyna ”konkretan” da tête çêkirin. Di nîþandana ferqan da, ”nîyet” têra nake, çiku ”nîyetmetre” nîne ku wekî aktîvîteyeke ahenga ji ferqên abstrak tête amade kirin, bi vê "nîyetmetreyê" bipîvin ku mirov wekî aktîvîteya ahenga ferqên konkret têbigihin.

Entegrasyon û asîmîlasyon

Dewleta Tirkîyeyê û rêvebir û berpirsiyarên wê, ji milekê polîtîka xwe ya asîmîlasyona kevin û nû bi hemû dijwarîya xwe ve didomînin, li milê dî jî, bi taybetî ji ber prosesa endametîya Yêkitîya Ewrûpayê (YE), li rêya entegrasyonê jî (ahengê) goya digerin. Lê belê, ew li goreyî xwastin û dilê xwe dixwazin ”entegrasyonê” mana bikin û bi manakirina xwe di pratîkê da bi kar bînin. Entegrasyon, anku aheng, lihevî, di navbeyna cudahî û ferqan da, bêyî ku wan ferq û cudahîyan ji halê rakin, anjî yêkê li ser ya dî ferz bikin, di zemînê wekhevîyê da pêkînana balansa di navbeyna wan da ye. Di entegrasyonê da, hevdu qebûl kirin heye, li hemberî hevdu rêzgirtin heye. Lê wekî di wê nimûneya li kombûna Natoyê da jî hatîye dîtin, berpirsiyarên dewleta Tirkîyeyê, ji entegrasyonê, anku ahengê, domînantîya zimanê Tirkî û ya mezhebê Henefî têdigihin. Heke hal eve be, hingê ew nabe ”entegrasyon”, anku ”aheng”, dibe neoasîmîlasyon, ku pratîka dewleta Tirkîye û hemû berpirsiyarên wê dikin jî ev e! Helbet eve jî naête qebûl kirin û divêt neête qebûl kirin jî.

Esasen divêt tixûbên ”entegrasyonê” anku ”ahengê” bi vekirî û zelalî bêne aþkera kirin. Ev zelalkirin û sahîkirin di serî da wezîfeya Kurdan bi xwe ye jî. Konkretkirina hemû ferqan divêt di maksîmûm dereceyê da be. Ji bilî huvîyeta neteweyî, anku Kurdbûyîn, cografya, anku Kurdistanîbûyîn, ziman, anku bi hemû dîyalektan xwe ve axivtina Kurdî, divêt huvîyeta dînî û mezhebî jî gelek zelal û vekirî êdî bête gotin û daxwazên di vî warî da jî bêne program kirin û bi dengekî bilind bêne gotin. Piranîya Kurdan musulman in, lewma divêt vê huvîyeta xwe bêjin. Lê eve têra nake ku ji Tirkên musulman bêne ferq kirin. Divêt mezheb bête pêþxistin. Kurdên musulman piranî sunîyên þafiî ne. Anku êdî divêt mezhebê þafiîtîyê wekî ferqeke gelek konkret ya ji Tirkan bête gotin. Di vî warî da divêt ”mizgeft û mela” rola sereke bileyizin û vê ferqa ji Tirkan bidine aþkera kirin. Mela divêt îbadetî di mizgeftan da bi Kurdî bidine kirin. Herweha divêt îlan bikin ku nivêja þafiîyan, anku Kurdan, li dûv ”îmamên Henefî”, anku li dûv îmamên Tirk, ne caîz e, hetta betal e. Xutbe divêt bi Kurdî bêne dan. Mizgefta þafiîtîyê, anku mizgefta Kurdan, divêt ji mizgefta henefîtîyê, anku mizgefta Tirkan, bête cuda kirin. Hîyerarþîya dînî ya mezhebê Kurdan þafiîtîyê, divêt ji hîyerarþîya dînî ya mezhebê henefîtîyê, anku mezhebê Tirkan yê serdest, bête cuda kirin. Dewleta Tirkîyeyê bi salan e ku ji bilî asîmîlekirina ziman û huvîyeta neteweyî, herweha mezhebê xwe yê henefîtîyê jî li ser Kurdên musulman ferz dike û mezhebê wan þafiîtîyê asîmîle dike. Herweha Kurdên Êzidî jî, divêt ji bilî Kurdbûyîna xwe, xwe bi vê huvîyeta xwe ya dînî jî bidine ferq kirin. Elewîyên Kurd jî herwisa.

Di encam da; heke li ahengê, anku entegrasyonê tête geryan, ku entegrasyon hewcehîyeke jîyanê ye û hemû xelk û netewe, dîn û bawerîyên dî, çîn û navçînên ji hev cuda, li ser zemînê wekhevîyê û hevdu qebûl kirin û rêzgirtinê, divêt balansekê pêkbînin daku ahengek bête ava kirin di nav civatê da. Gerçî Kurdên Kurdistanê gelek heq dixwazin ku dawîyê li dagîrîya dewleta Tirkîyeyê bînin û welatê xwe ji bin nîrê kolonyalîzma wan rizgar bikin û dewleta xwe ya serbixwe ava bikin. Lê belê, nifûseke boþ ya Kurdan li bajêr û bajêrkeyên Tirkîyeyê jî dijîn, ku li ser bingehê wekhevîyê û bi garantîyên maf û azadîyên xwe yên organîze û herweha statûyeke îdarî ya polîtîk ve, hewce ye ahengek bête pêkînan. Belêm aheng di navbeyna du welat û dewletên cîran, anku Tirkîye û Kurdistanê da jî hewce ye û divêt ji bo hevcîranîyeke aþtîyane jî, ahengek helbete bête tesîs kirin.  

Aheng, mînîmalîzekirina arêþe, alozî û giriftarîyan e. Lewma entegrasyon anku aheng herweha parastina ferq û cudahîyan e jî. Belêm ahenga ferqan, bi nav kirin û gotina konkret ya ferqan pêktêt. Heta ku Kurd, hemû ferqên xwe nederêxin pêþ, heta ku Tirk hemû ferqên Kurdan gelek konkret nedanin ber xwe, rêzê bo negirin, wekhevîya ferqên Kurdan qebûl nekin, ne aheng pêktêt, nejî tenahî! Kilîlê ahenga ferqan, dîtin û jîyandina hemû ferqan e.

ROJAN HAZIM

5 Tîrmeh 2004

serî