paşve

Agirbes û berpirsiyarî

 

ROJAN HAZIM

 

Agirbes di hemû prosesên şerên germ da rê û metodên keysdana lihevhatinê ne. Encamên agirbesan jî, hêz û pozisyona terefan û konjonktûr tayîn dike. Gerçî ji ber reftara negatîv ya dewleta Tirkîyeyê, alîyê Kurd û dewleta Tirkîyeyê dê hêj gelek hevdu bibin û bînin û di vê rikeberîyê da, ev hevîre dê hêj gelek avê rake, lê dîsa ve Kurd divêt nekevin reşbînîyê û di armanca serkevtinê da geşbînîya xwe biparêzin. Rast e agirbesa yêkalî dest pê kirîye, belêm eve naête manaya têkoşînbesê!..

Esasen karekterîstîka armanc, hêz û pozisyon û kategorîya şerê germ yê di navbeyna terefan da kêm zêde rengê agirbesê jî kivş dike. Aşkera ye ku du alî hene û şerê germ yê di navbeyna herdu terefan da jî du rengên şerî derdêxe meydanê. Heke em konkretîze bikin, terefê mexdûr, anku xelkê Kurd û pêşenga wî, anku PKK-KKK, di çeperê heqîyê û dad û dadyarîyê da ne û şerekî gelek heq didin. Alîyê dî, anku dewleta Tirkîyeyê, bi timamî di çeperê neheqî û bêdadîyê da cih digire û şer û têkoşîna mafxwaz û azadîxwaz ya xelkê Kurd bi israr di çarçoveya ”teror”ê da biha dike û ji ber vê yêkê jî bi çu awayî xwe nêzîkî gotûbêjeke her bi çi rengî be, nake. Di midehê van salên şerê germ da, dewleta Tirkîyeyê beramberî agirbesên terefê Kurd çu cara agir bes nekirîye, bereks ev gavên terefê Kurd wekî zeaf, jar û lawazî qebûl kirîye û êrişkariya xwe bi hêztir domandîye. Rastîyek heye ku agirbes bi serê xwe ne çareserî ye, belêm pêngavên keysdana muhtemel pêkhatin û çareserîyan e. Di salên 90î da jî alîyê Kurd çend cara ev keys da dewleta Tirkîyeyê, belêm berpirsiyarî tinê ma di stuyê terefê Kurd da û pêşhatinek çênebû. Lê cudahîya vî demî, bizava neteweyî ya xelkê Kurd di navbeyna xwe û dewleta Tirkîyeyê da kêm zêde formekî balansê derêxistîye meydanê û eve avantajekê dide terefê Kurd. Ji xwe, wekî terefê mexdûr, terefê di xeta şerê heq da, terefê ku şer û têkoşîna azadîyê dide, anku terefê Kurd û bi navê xelkê Kurd jî PKK-KKK, di nav dem û şertên ku pêşengîya xwezî û daxwazên xelkê bindest dike da, bi reftara xwe ya pozîtîv û bi vê fedakarî û însîyatîva yêkalî xîtabî xelkê serdest û xelkên cîhana humanîter jî dike û daku ev gava agirbesê xizmeta aştîyê, xizmeta lihevhatinê bike, bangî xelkên cîhanê jî dike ku ji her alî ve mil bidine vî keysê agirbesê ku di navbeyna terefên şerî da dîyalogek pêkbêt û bi hev ra zemînê lihevhatineke mayînde bête afirandin.

Li alîyê dî, ev şerê germ yê di navbeyna xelkê Kurd û dewleta Tirkîyeyê da, ji bilî alîyên navxweyî, tesîrê li aktorên dî yên cîhanê jî, yên ku berjewendîyên wan di navçeyê da hene, dike. Îro ev aktorên ku di meydana rojhilatanavîn da xwudan rol û tesîr in, di dîzayna polîtîka navneteweyî da jî li serê pîramîdê ne. Di çarçoveya giştî da wekî alyanseke fireh ”cîhana rojavayê” temsîla vê hêzê dike. Ji alîyê kapasîteya ekonomîk û leşkerî ve jî serkêşîya cîhana rojavayê Amerîkaya Yêkbûyî dike. Yêkitîya Ewrûpayê jî berê [kevirê] dî yê giran yê vê alyansa cîhana rojavayê ye. Dewleta Tirkîyeyê jî ji alîyê leşkerî ve di nav sîstemê cîhana rojavayê da ye û spesîfîken jî girêdayî sîstemê leşkerî yê Amerîkayê ye û îro ketîye nav prosesa endametîya Yêkitîya Ewrûpayê jî. Lê belê, komple polîtîkên dewleta Tirkîyeyê hizaran kîlometre ji norm, rêz û rêzikên cîhana rojavayê dûr in. Hema di serî da normên sîstemê cîhana rojavayê di çareserkirina pirozîk û probleman da berî her tiştî ”dîyalog” û ”metodên demokratîk û aştîyane” ne. Ev herdu norm jî di ferhenga dewleta Tirkîyeyê da nînin. Tirkîyeyê bi rehaveta polîtîkên xwe yên tradisyonel û bi bawerîya hêza xwe ya leşkerî ve çu cara guhê xwe neda gazîya azadîxwaz û aştîxwaz ya xelkê Kurd û reftara xwe ya birandinê domand. Kengî ku bizava neteweyî ya xelkê Kurd, beramberî hêza dagîrker û kolonyalîst ya dewlete Tirkîyeyê, hem ji alîyê leşkerî, hem jî ji alîyê sivîl ve, hêza organîze ya xelkê Kurd derêxiste meydanê û kêm zêde terazîyek [balansek] pêkîna, dewleta Tirkîyeyê veciniqî, belêm dîsa ve dozaja şiddeta xwe kêm nekir, bereks di dereceya wêrankirinê da zêde kir. Şiddeta dewleta Tirkîyeyê berxwedana xelkê Kurd jî xurttir kir û îro êdî beramberî otorîteya neheq, bêdad, kolonyalîst û dagîrker ya dewleta Tirkîyeyê, otorîteya xelkê Kurd jî derketîye meydanê û bi vê yêkê ve girêdayî, hem reng û pozisyona ”du terefî” zelal bûye, hem jî bîr û rehîya cîhanê û aktorên sereke yên polîtîka cîhanê jî êdî vê realîteyê dibînin. Lê dewleta Tirkîyeyê vê rewşa nû, pozisyona xelkê Kurd ya organîze naxwaze bibîne, bi kompleksa salan nikare bimehîne. Belêm li alîyê dî jî herçend naxwaze bêje jî, êdî naçar e û hawara xwe digihîne Amerîka û cîhana rojavayê ku hevkarîyê bikin ku xwe ji vê pirsgirêkê xilas bike. Lê ji bîr dike ku hevkarîya Amerîka û cîhana rojavayê jî li ser berjewendîyan e û bi çarçove û krîter e. Amerîka jî Yêkitîya Ewrûpayê jî, dibêjine Tirkîyeyê ku mafên demokratîk yên xelkê Kurd bide û dawî li vî şerê wêranker bîne. Herweha Amerîka û Yêkitîya Ewrûpayê gazî pêşengîya bizava xelkê Kurd jî dikin ku keysî bidine pêkhatinê. Ev agirbesa vê carê ji van daxuyanîyan jî kivş dibe ku di çarçoveyeke piralî da hatîye vucûdê û terefê Kurd bersiva hêzên navneteweyî bi pozîtîvî daye û bi însîyatîveke yêkalî agir bes kirîye. Vê gava çêker ya xelkê Kurd di wijdana mirovahîyê da deng vedaye, lê serkêşên dewleta Tirkîyeyê hêj jî jibera xwe ya tradisyonel didomînin û ji birandinê pêve çu gotina nakin.

Di vê rewşa nû da, hêza Kurd gavek li pêş e û bi însîyatîv e. Amerîka ji ber hebûna xwe ya li navçeyê aktîvtir xuya dike û berpirsiyarekî xwe jî bi navê ”Koordînatorê PKKyê” wezîfedar kirîye. Partnerên Tirkîyeyê û Iraqê jî kivş bûne. Rêberên dewleta federal ya Kurdistana Başûr jî di nav reftareke pozîtîv û çêkerîyê da ne. Yêkitîya Ewrûpayê jî bi aktîvî nebe jî di dewreyê da ye û razîbûna xwe ya ji bo reftara terefê Kurd aşkera kirîye. Lê belê, çu nîşanên hazirîya çêkerîyê, li terefê dewleta Tirkîyeyê naêne dîtin. Gerçî ji bo dîtina emareyên lihevhatinê hêj dem zû ye. Lê hema îndîrekt, ji ser Amerîka û Yêkitîya Ewrûpayê jî be, çu sînyalên dîyalogê naêne dîtin ku Tirkîye wekî dewlet digel terefê Kurd rûne anjî danûstandinekê bike. Halîhazir tiştê xuyayî, Tirkîye bi rêya koordînatorê xwe, Amerîkayê dide zorê ku metodên leşkerî bi kar bînin û zûtirîn dem dawîyê li ”merkeza terorê” bînin!.. Vêca heke Amerîka û Yêkitîya Ewrûpayê, bi angajebûna vê prosesê ve, di vê vîraja tehisok da, terefê Kurd di rê da bihêlin û fişara li ser dewleta Tirkîyeyê kêm û sist bikin, esas hingê dê krîz li navçeyê kûrtir be û di muhtemel rûdaneke kaosî da, digel Kurda, Amerika û Yêkitîya Ewrûpayê û helbet dewleta Tirkîye jî, dê zerareke mezin bibînin. Lewma berpirsiyarî tinê di stuyê terefê Kurd da nîne, Amerika, Yêkitîya Ewrûpayê û herweha Tirkîye jî berpirsiyar in û divêt her alî vê berpirsiyarîyê nîşan bide. Divêt tiştek baş bête zanîn; Kurd organîze ne, bedelên mezin dayne û dizanin ka çi dixwazin. Kurd her bi çi awayî be, dê maf û azadîyên xwe bi dest bêxin û di vê yêkê da bi biryar in. Di serî da Tirkîye, paşê Amerîka û Yêkitîya Ewrûpayê jî divêt hisaba xwe li ser biryardarîya terefê Kurd çêkin û heke dixwazin pirsgirêka heyî bi rêyên demokratîk û aştîyane çareser bikin, bila pozîtîv, aktîv û çêker bin.

Dem, şert û konjonktûra ku agirbes lê hatîye îlan kirin, ji alîyê navxweyî, navçeyî û navneteweyî ve di lehê terefê Kurd da ye. Lê ji ber pozisyona dewleta Tirkîyeyê û alyansa wan ya digel Iran û Sûrîyeyê, pêşketin û vehunandina prosesa agirbesê di nav tehlîke û rîskên piralî da ye. Eve jî aşkera ye ku hişyarîyeke mezin dixwaze. Di demên hinde bi rîsk û tehlîkeyan ve tijî da, divêt çeperên navxweyî bêne xurt kirin. Di serê van çeperan da jî tifaqa navxweyî têtin. Hêz û dînamîkên neteweyî li çaralîyê welatî, divêt berjewendîyên neteweyî di serê her tiştî da bigirin û destên xwe bidin hev ku bikarin encameke di xêra xelkê Kurd da ji vê prosesa agirbesê derêxin. Berpirsiyarî ne tinê di stuyê hêza pêşeng da ye. Hem wekî hêza pêşeng ya bakur, PKK-KKK, divêt bi şuûr û berpirsiyarîyeke neteweyî hereket bike û zemînê dîyaloga navxweyî pêkbîne, hem jî hêzên dî yên neteweyî jî divêt bi bîr û hizir û pratîka rekabeta stewr û negatîv hereket nekin û pêkve hemû dînamîkên neteweyî di parastina berjewendîyên neteweyî da bi hev ra gavan biavêjin. Zirhê parêzer yê van prosesên ku rê li ber pêkhatinan vedikin, dîsa ve tifaqa navxweyî ye. Hêza pêşeng be, yên dî bin, berpirsiyarîya îro, piştevanî û hevgirtina neteweyî ferz dike. Heke Kurd dixwazin, di vê prosesa agirbesê da, rîsk û tehlîkeyên ku ji muhtemel taktîkên Amerîka û cîhana rojavayê û herweha ji êrişkarî û sabotorîya dewleta Tirkîyeyê derkevin kêm bikin, anjî ji halê rakin, çare dîsa ve yêkgirtinîya neteweyî ya li seranserê Kurdistanê ye.

ROJAN HAZIM

13 Çirî [Oktober] 2006

serî