Axivtina
"14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî"
Bi munasebeta pîrozkirina «14ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî » li merkeza KNKyê, li Brukselê resepsîyonek hate dan. Ji bîyanîyan heta Kurdan nêzîkî 70 kesan mêhvan beşdar bûn. Ev cejna zimanî ewil car bû ku ji teref KNKyê ve dihate pîroz kirin. Ji xwe cejna zimanî ji teref « Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê » ve hatibû teklîf kirin û Konseya rêvebir ya KNKyê jî bi yêkdengî ev pêşnîyara komisyonê qebûl kiribû û « 14ê Gulanê » wekî roja « Cejna Zimanê Kurdî » ji bo xelkê Kurd hate dîyarî kirin. Cara pêşîn jî hem li Ewrûpayê, hem jî li seranserê Kurdistanê, di 14ê Gulana 2007ê da bi rengekî boş û bi heyecan û coşeke mezin hate pîroz kirin. Min jî wekî serokê « Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê » di resepsîyonê da ev axivtina li jêr kir. RH
Gelî
mêhvanan,
Hûn hemû bi xêr hatin vê resepsîyonê.
Îro 14yê Gulana 2007ê ye û di dîroka Kurdistanê da ewil car e ku rojek wekî « Cejna Zimanê Kurdî » tête pîroz kirin. Zimanê Kurdî yêk ji wan zimanan e ku cejnek heq kirîye. Heta îro gelek ziman bi ber asîmîlasyonên xelk û dewletên serdest ketine û hindek ji wan jî mixabin ku helîyane û ketine nav rûperên dîrokê. Belêm, zimanê Kurdî ji vê kadastrofa mezin, bi ket û rabê jî be, xwe rizgar kirîye û jîyana xwe garantî kirîye. Ev berxwedana zimanê Kurdî di kêm zimanan da tête dîtin. Kêm ziman hene ku li ber asîmîlekirin û birandina herî dijwar karîne xwe li ser pêya jînde bihêlin. Gerçî ew êrişkarîya asîmîlasyonîst hêj jî dom dike li ser Kurdî û bi taybetî jî li parçeyê bakur, li Tirkîyeyê, Tirkîzasyon di dereceya herî birandêr da tête domandin. Belêm heke bi giştî li rewşê bête nêrîn, herçend jar û lawazkirina Kurdî bête dîtin jî, lê mirandina Kurdî ji teref asîmîlatorên Tirk ve êdî ne mumkun e, ji ber ku bizava neteweyî ya xelkê Kurd, wekî pêla ava biharê fûrya ye û ev pêşkevtine tesîra pozîtîv li ser ziman jî dike û bi kar înana Kurdî her diçe pêşdikeve. Vêca ji ber vê berxwedana pîroz ya zimanê Kurdî ya beramberî asîmîlasyona Tirkî û zimanên dî yên dewletên serdest yên Kurdistanê, « cejna ziman » êdî heqê zimanê Kurdî ye jî. Gelek ziman hene li cîhanê « cejnên xwe » pîroz dikin. Yêk ji wan jî Bengalî ye ku ew jî 21ê Sibatê cejna xwe pîroz dikin. Bengalî jî vê rojê, bi munasebeta dijî asîmîlasyona Urdu ya di demê kolonyalîzma Pakistanê da ku ji bo fermîkirina Bengalî têkoşîn kirine, pîroz dikin.
Nimûneyek
jî ya zimanê Tirkî ye ku wekî zimanekî asîmîlator li ser zimanê Kurdî tête
bi kar înan ; Cejna Zimanê Tirkî jî 26ê Îlonê ye û ev biryare jî
26ê Îlona 1932ê di « Kongreya yêkemîn ya zimanê Tirkî » da
hatîye girtin û ji wê rojê were jî fermîyen tête pîroz kirin. Û helbet
gelek nimûneyên dî jî hene li cîhanê…
KNKyê jî sala 2006ê, bi pêşnîyara « Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê » 14yê Gulanê wekî roja « Cejna Zimanê Kurdî » qebûl û îlan kir. Eve gav û biryareke dîrokî ye. Ji ber ku zimanê Kurdî hêj jî berxwedana xwe ya dijî asîmîlasyonê didomîne. Di serda jî, di nav Kurdan bi xwe da jî edetê kêm axivtina Kurdî her diçe zêde dibe û eve rê li ber otoasîmîlasyonê jî xweş dike. Lewma zimanê Kurdî ji du alîyan ve, hem dijî asîmîlasyona der ve, hem jî dijî otoasîmîlasyona navxwe berxwe dide. Vêca ev pîrozkirina cejna zimanî dê şuûra li ziman xwedîderketinê mezin û bilind bike di serê mirovê Kurd da.
Erf û edet, bi giştî tradisyon piştî bûn û bûyeran pêktên. Destpêkirina pîrozkirina « Cejna Zimanê Kurdî » jî dê bibe çeperekî xurtkirin û pêşvebirina zimanê Kurdî û em hêvî û bawer dikin ku dê di nav xelkê me da bibe tradisyoneke saxlem û her sal ji sala borî geştir bête pîroz kirin.
Em « 14yê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî » li neteweyê xwe, li neteweyê Kurd pîroz dikin.
Herweha
em ji dil spasîya we jî dikin ku hûn hatin beşdarî vê roja « Cejna
Zimanê Kurdî » bûn û vê cejna bihadar li we jî pîroz dikin.
ROJAN
HAZIM
Endamê Konseya Rêvebir ya KNKyê
Serokê
Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê
14ê Gulana 2006ê, Bruksel