paþve

 

Misqalek wijdan, zerreyek insaf!

 

ROJAN HAZIM

 

Ji feqîrî û xîzanîya xelke Kurd heta dagîrî, bindestî û nebûna azadîyê, di baskekî fireh da pirs û pirsgirêkên xelkê Kurd hene û eve hemû jî esasen xalên rojeva Kurdan pêktînin. Lê belê, di rêzkirin û pêrabûna wezîfeyên wan da amatorîyeke Kurdan heye. Hêzên ku pêþengîya bizava polîtîk ya xelkê Kurd dikin, li goreyî þertan û lezînîyeta xwezî û daxwazan, di rêzkirin û berbirsiyarî wergirtina beramberî xalên rojeva xelkê Kurd da hostahîyeke baþ nîþan nadin. Ji ber vê qelsîyê ye ku di mobîlîzekirina dînamîkên neteweyî da dikevin nav þaþîyeke mezin û kûr. Girêdayî vê bêkêrîya xwe jî nikarin dînamîkên ji hev cuda, li cihên hewcedar cihbicih bikin. Di vî warî da þaþîya herî mezin, di têkilîyên digel cîhana ronakbîrîya Kurdî da tête kirin. Di destpêkê da divêt bête tesbîtkirin ku, helbet tinê cîhana polîtîk ya Kurdî ne berpirsiyar e ji þoreþa neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê, herweha ronakbîr jî xwudan berpirsiyarî ne û divêt di nav pratîkeke li goreyî vî mîsyonê xwe bin. Cîhana polîtîk û cîhana ronakbîrî du dînamîkên biseng yên þoreþa Kurdistanê ne û bêyî ”lam û cîm” divêt di nav aheng û balansekê da bi hev ra kar û xebatê bikin û berpirsiyarîyên xwe yên beramberî þoreþa Kurdistanê bînin cih. Lê gelo di pratîka îro da eve tête dîtin an ne? Mixabin nexêr!. Þik têda nîne, di nebûna aheng û balansê da bahra negatîvîyeta cîhana ronakbîrîya Kurdî jî heye. Belêm, di beramberkirina negatîvîyetê da dîkilokê terazîyê bi alîyê cîhana polîtîk da giran dibe, anku cîhana polîtîk zêdetir gunehkar e. Çiku cîhana polîtîk, rol û mîsyonê xwe yê pêþêngî û di rê birinê ji bîr dike, zeaf, kêm û kasî û þaþîyên xwe bi cisaret bi lêv nake, rêya herî sanahî dide ber xwe û tîrên xwe yên rexneya êriþkar û negatîv dirêjî perasûyên cîhana ronakbîrî dike. Eve bi serê xwe neheqîyeke mezin e, bêdadî ye û ne reftareke dadyar e. Esasen li paþ vê negatîvîyeta cîhana polîtîk ya Kurdî ya beramberî cîhana ronakbîrîya Kurdî, ji bilî gelek binasan, kompleksek jî tête dîtin. Lewma ji ber vê ”qusûr”ê jî pozisyoneke objektîv nikarin nîþan bidin, fatûraya kêmîyên xwe ji bo cîhana ronakbîrî dibirin. Cîhana polîtîk ji ber vê nisaxîya xwe ya kronîk, cîhana ronakbîrîya Kurdî dike nîveka polîgonê [nîþangehê] û tîran diavêjê.

Rastîyek heye ku, hêz û mekanîzmayên polîtîk, dereceya xwezî û daxwazên xwe ji tixûbê normalîyê zêdetir dikin ji ronakbîran. Di pêkve cîhana polîtîk ya Kurdî da mixabin ev tengbînîye heye. Yêk ji qusûra cîhana polîtîk ya Kurd jî ew e ku, “ronakbîrê xwe” dixwaze. Çu rêxistinên Kurd, ji reftar û pozisyona “serbixwe” ya ronakbîran razî nînin. Hemû rêxistinên polîtîk li “ronakbîrên xwe” digerin. Ji ber vê fiþara polîtîk, dîsa ve em mixabin bêjin ku, “ronakbîrê resmî” jî heta dereceyekê hatîye afirandin. Gerçî li her derê cîhanê hewildanên wisa dibin. Lê belê, li vê derê dereceya giring ew e ku hejmar û hêza “ronakbîrê resmî” zêde nebe. Esasen zêdebûna “ronakbîrê resmî” ne ji bo cîhana ronakbîrî, nejî bo cîhana polîtîk xêrê nayîne û ji xwe bi taybetî jî bo bizava rêxistinên polîtîk ne awantaj e, tam bereks dezawantaj e. Cîhana polîtîk ya Kurdî, ji bo berjewendîyên neteweyî, divêt bela xwe ji cîhana ronakbîrî ya Kurdî veke, zor û fiþarê li ser neke ku îlla bîne hîzaya xeta xwe ya polîtîk. Eve cidden þaþîyek e mezin e û zerarê digihîne þoreþa neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê jî. Bi giþtî cîhana polîtîk ya Kurdî, zeaf, qusûr, kêmasî û þaþîyên xwe bi êriþkirina ser ronakbîran adeta vediþêre, perde dike. Heye nîne, ronakbîr!. “Ronakbîr kar û xebatê nakin, ronakbîr xwe nalivînin, ronakbîr fedakarîyê nakin” û gelek gazindeyên dî. Belêm eynî merkezên polîtîk, ji xwe napirsin, gelo boçi ronakbîr xwe dûrî cîhana polîtîk dikin? Di “rexnekirina” li ser ronakbîran da topizê qentarê gelek caran tête berdan. Helbet di prosesa þoreþa neteweyî û demokratîk da rol û wezîfeya ronakbîran jî heye û divêt layiqen van wezîfeyên xwe bînin cih û ew jî beran biavêjin rojavaya Firatê û bi giþtî zevîya dagîrkeran. Lê cîhana polîtîk, hêza xwe ya desthilatî ji bîr dike, timamî otorîteya xwe ya polîtîk li ser ronakbîran ferz dike, tixûbên cîhana ronakbîrî ya bîr û ramana azad teng dike û paþê jî rexneyan dike. Li nav civata Kurd çend egoîzma ronakbîrî hebe, ji ya wan qat bi qat zêdetir egoîzma rêxistinî jî heye û herdu jî negatîv in. Di vê çarçoveyê da cîhana polîtîk ya Kurdî neheqîyê li ronakbîrên Kurd dike, tixûbê wijdan û insafê dibezîne. Cîhana polîtîk ya Kurdî, bi giþtî beramberî ronakbîrê Kurd antî demokratîk e. Misqalek wijdan, zerreyek insaf!. Cîhana polîtîk, daku otorîteya xwe serdest bike, divêt saheya cîhana ronakbîrî parsel neke û medyaya xwe ya fermî neke “þûrê demokles” li ser serê wan. Heke cîhana polîtîk ya Kurdî dixwaze digel hêza ronakbîrî ya Kurdî, di armanca doza Kurd û Kurdistanê da bi aheng bi rê bikeve, divêt di avakirina zemînê kar û xebata kolektîv û demokratîk da rol û wezîfeyên xwe jî bîne cih!. “Ronakbîr bila bên, belêm di nav þablona min da xizmetê bikin” nabe û nayê qebûl kirin!. Ronakbîr ne katibên hêzên polîtîk in!. Heke digel ronakbîrên Kurd dê kar û xebat bête kirin, hinge hevparîyeke demokratîk ya kar û xebatê jî divêt bête pêkînan. Rêya rast û maqûl ev e!.

ROJAN HAZIM

28 Îlon 2008

serî