paþve

Ji welatê Xanî û Bateyî hawara Kurdî

 

ROJAN HAZIM

 

Ma ne normal e ku ji serûkahnîyê dengê hawarê bilind bibe? Mak hergav parêzer e. Gava berê wê kete tehlîkeyê, bi reflekseke xwezayî diqîje, diqîre, xwe diperitîne, dike hawar û gazî, xwe dike zirh û metal ku berê xwe ji wê tehlîkeyê biparêze, rizgar bike. Ber û piþtên Gelîyê Zê, gelîyê Hekarîya ji serî heta binî cih û warê qedîm yê Kurdewarîyê ye, kan û maka zimanê Kurdî ye. Farisan, Tirkan, Ereban bi êriþ û talanên leþkerî, polîtîk, ekonomîk û dînî xwe ji vî gelîyî dûr nekirine, lê neþiyane [nikarîne] giyanê Kurdewarîyê qutbir bikin, serûkahnîya ziman, folklor, kultur û edebîyata Kurdî çik bikin. Ji bo jîyandina vî giyanî gelek bîrewerên mezin derketine ji vê axê. Xanî û Bateyî bûyne navên sembol. Ji bilî wan jî þair, nivîskar û hundermendên navdar gihiþtine, ber û berhemên bihadar afirandine. Di roja îro da jî çi gava behs tête ser edebîyata klasîk, folklora otantîk nav navê Hekarîyan e. Zimanê Kurdî di vê axê da ji þeirê heta çîrok, serpêhatî û destanê, ji stranê heta pîyesê teswîrên hind spehî, ciwan, law û narîn dîyarî jîyana Kurdî kirine ku mirov jê têr nabe. Zimanê Kurdî îro jî digel hemû zor û fiþarên dewleta Tirk yên asîmîlasyonîst û jenosîdal dîsa ve xwerûtî û otantîkîya xwe diparêze li vê axê û di bizava li ser pêya manê da berxwedide.

Hekarîya vê carê jî bi bizaveke nû ya li zimanê Kurdî xwudanderketinê nav di xwe da û gaveke pêþeng avêt. Li Gevera Hekarîya, 10ê Hezîranê [2008] mitîngeke bi armanca parastina zimanê Kurdî hate kirin. Digel xelkê Geverê û navçekên dî yên Hekarîya û bajêrên dorberê, bi hizaran Kurd kom bûn, bi yêk dengî qîjîn, qêrîn, hawar û gazîya salan bilin kirin. Dijî polîtîka dewleta Tirk ya asîmîlasyonîst û jenosîdal rika berxwedanê nîþan dan. Biryardarîya li zimanê xwe xwudanderketinê bi rengekî xurt kirine di çavên dijmin ra. Organîzatorîya vê mitîngê ”TZP Kurdî” kir û xelkê Kurd jî bi hemû hêz û þiyana xwe destek da vê pêrabûnê. Li Kurdistanê mitînga yêkemîn ya li ziman xwudanderketinê li Hekarîya, li Geverê bi beþdarîya hizaran hate kirin, mesajeke bihêz hate dan bo dewleta dagîrker, belêm herwisa mesajek bo bi giþtî xelkê Kurd jî hate dan: ”Li zimanê xwe xwudan derkeve!” Bi vî rengî neku tinê zulm û zora dijmin hate rûreþ û þermizar kirin, herweha Kurd bi xwe jî hatin hiþyar kirin ku xemsarîya li ser zimanê xwe terk bikin, zimanê xwe bi kar bînin. Dîsa ve yêk ji slogana mitîngê jî xwasteka ”Perwerdeya bi zimanê Kurdî” bû ku eve jî gelek giring e. Heta ku zimanê Kurdî di nav sîstemê perwerdeyê da neyête bi kar înan, heta ku zimanê Kurdî li rex zimanê Tirkî nebe zimanê fermî yê dewletê yê duyê, tehlîkeya li ser zimanê Kurdî nayête berteref kirin. Lewma îro yêk ji armanca Kurdan divêt eve be û bo bi destêxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî divêt gelek sîstematîk kar û xebat bête kirin, her çi bedel pêdivî be bête dan, têkoþîna di vî warî da neyête sist kirin.

Xelkê Hekarîya, mîratxwerên Xanî û Bateyî, bizava li zimanê Kurdî xwudanderketinê dîsa ve ji warê Xanî û Bateyî dane dest pê kirin. Mitînga Geverê pêla destpêkê bû. Divêt ev bizave pêl bi pêl li bajêrên dî yên Kurdistanê jî belav be, ber bi rojavayê ve fireh û mezin be. Pêla serûkahnîyê, pêla ji binî, pêla rakir ji Hekarîya rabû û eve divêt wekî pêlên tsunamîyê bêne mezin kirin û li seranserê Kurdistanê û dîasporaya Tirkîyeyê bêne bilind kirin û dewleta Tirkîyeyê di vî warî da bête þidandin. Çeperê bizava ziman û perwerdeya zimanê Kurdî divêt bi van reng mitîng û kiryarên dî bête xurt kirin. Ev prosesa li ziman xwudanderketinê û daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî divêt bi çu rengî neyête sist kirin, her bi çi rengî be bête xurt û bilind kirin. Sarkirina vê prosesê dê destê dewletê xurt bike, bizava li zimanê Kurdî xwudanderketinê lawaz bike. Tête hêvî kirin ku hemleya Gevera Hekarîya bêyî rawestan û navbirdan, li timamî Kurdistanê û Tirkîyeyê bête domandin.

Hawar û gazîya Geverê, ya welatê Hekarîya bila dengvede li seranserê Kurdistanê û heta ku encam bête wergirtin jî neyête rawestandin.

ROJAN HAZIM

12 Hezîran 2008

serî