ROJAN
HAZIM
Yêkşemba
piştî cejna fileyan ya noelê, anku 26ê kanûnê roja yêkşembê li
asyayabaşûr, li Okyanûsa Hindê adeta derya serûbin bû. Li kujîyê
rojavayabakur ya giravê Sumatrayê, ku girêdayî Endonezyayê ye, li goreyî pîva
rasatxaneyên cîhanê û ”pîva richterê”, bi şiddeta di dereceya 9ê
da li binê okyanûsê ”faya (faille)” erdî kelişî û zelzeleyeke
mezin pêkhat. Piştî vê hejyana erdî ya li binê okyanûsê, pêlên dêwane
rabûn û ber bi reşahîyên dorberê ve herikîn. Di zanyarîya jeolojîk
da bo van pêlên piştî zelzeleya binê avê radibin, ”tsunamî” dibêjin,
anku pêlên deryayî. Tête gotin ku cara pêşîn masîvanên Japonî ev
gotine bi kar înane. Lewma jî ji zimanê Japonî ketîye nav lîteratura
zanyarî ya cîhanê. Ji alîyê etîmolojîya zimanê Japonî ve jî ji xwe
”tsu” tête manaya ”lîman”ê û ”nami” jî tête manaya ”pêl”ê.
Japonya dewleteke ji giravan pêkhatîye. Dormandorê
wê deryayên bê serûbin in. Paşê Japonya li ser fayên zelzeleyê ye jî.
Zelzeleyên reşahîyê bin, yên deryayê bin, felaketên mezin tînin serê
Japonyayê. Lewma Japonyayê teknolojîya ku xwe ji afatên zelzeleyê biparêzin
peyda kirine, xwe di vî warî da gelek pêşve birîye. Di van salên dawîyê
da gelek zelzeleyên derece bilind qewimîne jî, belêm xusareta giyanî gelek
kêm pêkhatîye. Vêca welatên ku ev afat bi serî hatî, di navdanana wan
felaketan da jî serî dikêşin. Ji ber hindê ye ku masîvanên Japonî,
carek ji caran afateke bi vî rengî bi serê wan da hatîye ku ev nave danane
ser wan pêlên hûtî ku erd, mal û mirovan dadiûrin. Çîroka peydabûna vê
gotina „tsunami“ xuya ye ku piştî afateke bi vî rengî bûye. Tsunamî,
anku pêlên okyanûsî ku piştî zelzeleya binê avê radibin, ji pêlên
dî yên deryayî gelek cuda ne. Gava ji binê erdî ve li binê hizaran kîlometre
li bin deryayê zelzele lêdide, pêlên wekî dêwa radike û berê wan pêlan
jî dide perên avê. Êdî çi bi ber bikeve adeta radimale. Bilindahîya
van pêlên dêwî, heta sed mîtroyan jî radibe û li paş xwe di nav
deryayê da çalên kûr pêktîne û gava li peravan da û paşve vekişya
jî, dinyayekê digel xwe tîne û binav dike. Ev belaya ku bi serê welatên li
dora Okyanûsa Hindê hatî, li timamî dinyayê bû felaketa herî mezin ya dûmahîka
sala 2004ê. Encamên wê afatê ji
nû ve derdikevin ku nêzîkî du sed û pêncî hizaran, anku çarêk milyon
mirov telifîne di vê tûfanê da. Gelek rojnamevanên ku wê demê li wê derê
bûne ji xwe ev serûbinîya deryayê wekî „Tûfana Nûhî“ bi nav kirin.
Neheq jî nînin ya rastî. Tinê mirîyên hatine dîtin nêzîkî du sed
hizaran in û nêzîkî pêncî hizaran jî di nav wan pêlên dêwane da berze
bûne çûne. Ev pêlên hinde
bilind û xurt rabûyî di seetekê da nêzîkî 200 kîlomtereyan hêl hatine
û li reşahîyê dane. Dîsa ve li goreyî çavdêrên wê tûfanê, hêza
hejandina wê zelzeleya binê okyanûsê û tazyîqa ku pêkînayî û enerjîya
valakirî, di senga peqîn û valakirina enerjîya ji 790 bombeyên atomê da bûye.
Heke ev zelzele bi vê şiddetê tam di reşahîyê da pêkhatiba,
xuserata giyanî da xwe li dehqatî daba û belkî çend gund, bajêr û bajêrk
ji xerîteyê rakiriban. Encamên vê afatê ji milekê ve li wan welatên ku
tekonolojîya zû hişyarîyê bi kar naînin jî zêde giran bûne. Ji ber
ku li goreyî ku zanyaran dane aşkera kirin, di navbeyna nîv seet û pênc
seetan da ew pêlên hûtî gihiştine peravan. Heke sîstemên zû hişyarîyê
li wan welatên afat bi serê wan hatî da heban, xusareta giyanî hinde mezin
nedibû. Lê tête gotin ku wan welatan ji ber binasên bihabûnê, ew sîstem
li welatên xwe ne danane, bi cih nekirine, anjî nebûne endamê organîzasyona
navneteweyî ya zû hişyarîyê. Eve jî helwesta wan welatan ya bihanedana
mirovî nîşan dide. Ji ber xemsarîya bi zanahî ya wan dewletan encama ne
bi xêr ya afatê hinde zêde û giran bû.
Di
afatên hinde mezin da hejmara mirîyan çend zêde be, carna bi hejmareke gelek
biçûk jî be hindek mûcîze jî pêktên û çend mirovên xwudan talih ji
mirinê xilas dibin. Di vê serûbinîya mezin da jî çend mûcîzeyên bi vî
rengî pêkhatine. Li goreyî nûçeyên çapemenîyan bebekeke bîst rojî ya
bi navê Tulasî, piştî rabûna wê tûfanê bi saya serê doşeka xwe
rizgar bûye. Gava pêlên daûraner rabûyî û bi ser malan da hatî, av tijî
xanîyê Tulasîyê jî bûye. Tûfana tsunamîyê, Tulasîya bîst rojî di nav
xeweke kûr da girtîye. Babê wê hingê di plajê da ji bo risqê wê firoşkarî
dikir. Pêlan babê Tulasîyê adeta rakirîye ber perê esmanî. Wî jî xwe di
wê bilindahîyê da bi stûnên elektrîkê ve girtîye û xwe ji mirinê xilas
kirîye. Dayîka Tulasîyê jî hingê di nîveka malê da bi ser avê ketîye,
lê bi her awayî xwe gihandîye bebeka xwe. Dayîka fedakar dibîne ku bebeka wê
li ser doşeka xwe li ser avê maye. Bi hemleyekê xwe digihînê û bi
şansekî mezin xwe xilas dikin ji ber wan pêlên mirovxwer! Maleke sê kesî,
Tulasî li ser doşeka xwe, dayîk bi ezm û taqeta dayîkî û bab jî bi
şîyana xwe ya mûcîzewî ji wê felaketa giran rizgar dibin. Herkes
şubî wan bi şans û talih nebûye. Tulasîya Malezyayî li ser doşeka
xwe û bi dest û lepên şêrane yên dayîka xwe ji wê tûfana tsunamîyê
xilas bû. Babê wê dezgehê xwe yê firoşkarîyê li plajê da ber wan pêlên
bêyûm, lê gîyanê xwe xilas kir ku ji bo paşeroja bebeka xwe bû dîyarîya
herî mezin û bihadar di nav wê afata giran da. Tulasî di wê tûfana tsunamîyê
da bû sembola jîyanê. Bi hizaran bebek û zarok telifîn.
Pêlên bêyûm ew bedenên ter û taze û nazik daûran. Li goreyî
daxuyanîya UNICEF û UNê di hejmara mirî û berzeyîyan da ji sê pişka
du pişk, biçûk in. Zarokên dî wekî Tulasîyê bi şans nebûne.
Gelek ji wan nihe di nav pêlên sar û tirsbar yên deryayê da bûne xwereka
semasîyan. Bi hizaran jî ketin nav wê herî û remila ku ji ber pêlên
deryayê mayî da. Tsunamîyê bi dehan metre bilind girên qirş û gilêşî
li paş xwe hêlan û di bin wan terş û telaşan da belkî cesedên
bi hizaran mirovan hene.
Li
nav wan rêhl û daristanên peravên Sri Lanka, li wan hûregiravên li Okyanûsa
Hindê belavbûyî da, bi dehan babik û êlên di nav jîyana xwe ya kevn û
qedîm da jîyana xwe didomandin hebûn. Li goreyî gotina nûçegihan û çavdêrên
wê afata mezin, ew klanên di nav jîyana prîmîtîv da, bi ber wan pêlên
qatil ketine û bê seraşûn bûne. Hebûna wan klanên biçûk, zengînîyeke
etnîkî û kulturî bûn di nav jîyana binemala mirovahîyê da. Wan babikên
biçûk, ji hemû hebûn û imkanên cîhana modern û teknolojîyê dûr, jîyana
xwe ya otantîk gelek bi serbilindî didomandin. Ew bi wê prîmîtîvîya xwe
şa bûn, razî bûn. Hejmara her yêk klanî çend sed jî ban, her klan bi
zimanê xwe diaxivtin, bi folklor û kultrura xwe ya xwerû û otantîk dijîyan.
Serdestên wan welatên ku ew babikên qedîm lê diman, bi xemsarî û bêbextîyeke
nedîtî, ew klan ji hemû berhemên jîyana modern û teknolojîyê bêbahr dihêlan.
Feqîrî, rebenî û perîşanîya wan klanan, herçend ew bi xwe ji vê jîyana
xwe serbilind jî bûn, şerma wan dewletên ku ew li diman bû. Wê jîyana
rebenîyê têra nekir, vê carê jî xezeba xwezayê berbû bedena wan û ew ji
nav jîyana mirovahîyê rakirin. Navên wan hemû klanan naête dan, belêm
hindî ku di çapemenîyê da cih girtî, ew hûrebabikên, anku klanên di nav
wê cografyaya Okyanûsa Hindê da, li wan welatên ku Tsunamîyê lê dayî da,
hejmareke bilind ya wan klanan jî mirine. Yêk ji wan klanan, Sentînelan, hêj
jî herwekî di demê berpenîr da, dijîyan. Ji ber ku vî babikî, bi asêtîya
klanîyê xwe parastîye û çu têkilî li derûdora xwe nedanaye, lewma jî
hejmara wan tinê nêzîkî 200 (du sed) kesan bûye. Qedera qebîleyên Nîkobares
û Şompenan jî wekî ya Sentînelan bûye û hêj jî çu ji wan naête
zanîn ka çi bi serê wan hatîye. Hêvîya
me ew e ku ev babikên qedîm ku jîyana xwe ya otantîk didomandin, netelifîbin.
Belêm heke nûçeyên piştî wê afatê belavbûyî rast bin, - hêvî
dikin rast nebin-, bê seraşûn bûne û bi encameke wisa bêyûm jî, ji
bilî giyanê mirovî, ziman, folklor û kultureke mezin jî digel mirina wan
berze dibe diçe, ku eve cihê mixabinîyeke mezin e.
Xweza,
maka jîyanê, kana jîyanê ye. Xwezayê xwe
bi xwe erd û esman danaye û ranaye. Ev hêza
xwezayê ya bê ser û bin, bê pîv û kêşan, ji ezameta wê ya yêkane têtin.
Xweza afirandêr e. Hebûna bi giyan û bê giyan, ji ber sing û berê xwezayê
dizê. Xwudana hemû jîyana bi giyan û bê giyan xweza ye. Xweza xwudana jîyanê
ye. Xêr be, xweşî be, xezeb û afat be, her ji bin serê wê xwezayê
derdikeve. Xweza hêzeke muqtedîr ya her tiştî ye. Rûyê jîyana bi
giyan xweristin e. Xweza xwe bi xwe xwe dirêse. Eve
xweristina jîyanê ye. Terazîya jîyana bi giştî ya bi giyan û bê
giyan, ji ber vê xweristina xwezayê pêktêt. Terazîya xwezayê wekî terazîya
zêringir e, milim xwe şaş nake. Li kîjan kujîyê dinyayê serê
terazîyê xwahr be, xweza bi hêza xweristinê serê dî yê terazîyê rast
dike. Qanûna xweristina xwezayê gelek kamil e û bê qusûr e. Di koşa
xwezayê da hemû rûyên jîyanê hene. Xêr û xweşî û şahî heye,
şîn û behî û xezeb heye. Eve rengên jîyanê ne. Jîyan ne tinê xêr
û xweşî û şahî ye, nejî tinê şîn û behî û xezeb e.
Xwezayê terazîya van rûyên jîyanê gelek bi hostahî danaye û ragirtîye.
Lewma qubleya mirov û ya hemû jîyana bi giyan xweza ye. Xweza bawerî ye, perêsgeh
e. Xweza hem kul û keser û derd e, hem jî gul û kulîlk û xeml e. Xweza hem
xirabî ye, hem jî qencî ye. Xêr û şer, çep û rast û ber û piştên
xwezayê ne. Ji ber hindê ye ku ji xwezayê silbûn, acizbûn, nabe. Hebûnê
herî bi aqil yê xwezayê mirov e û xwezayê sing û berê xwe li ber hemû jêhatîyên
mirovî vekirîye û xwezayê mirov koş kirîye. Mirov jînde be, mirî be
di koşa xwezayê da gelekî bihadar e. Koşa xwezayê herdem ji bo
mirov û jîndeyên dî vekirî ye û cihê herî ewle û avneh koşa xwezayê
ye. Mirov ji koşa xwezayê hatîye û dê dîsa ve biçe koşa xwezayê.
Eve qanûna xweristî ya xwezayê ye. Xweza bi hemû rûyên xwe ve meqbûl e,
bihadar e. Xweza hebûna herî mezin e, çu tişt ji wê mezintir nîne.
Vêca
heke xweza hinde mezin û muqtedîr be, mirov, ku xwezayê ew afirandîye, çend
hebûnê herî bi aqil yê xwezayê jî be, car heye ku nikare xwe li ber rûyê
xezebê yê xwezayê ragire. Mirovî gelek kodên xwezayê veresandine. Belêm,
tinê gelek. Anku hêj jî gelek kod mane ku li ber veresandina jîrîya mirov
in. Hindî ku jîyan hebe, xweza dê hebe, xweza hebe dê jîyan hebe. Karê
veresandina kodên xwezayê çu cara xilas nabe. Xweza çawa her sanîye, hetta
her salîse jîyaneke nû diafirîne, digel wê jî kodek tête afirandin. Her
keşfa mirovahîyê veresandina kodên xwezayê ye ku jîyana mirovahîyê
xweş bike. Lê belê, demek têt ku ev hebûnê herî bi aqil yê xwezayê,
anku mirov, bê çare dimîne li ber bûyer û qewimînên xwezayê. Ev bûyîna
li Okyanûsa Hindê jî, yêk ji wan qewimînên mezin e ku, adeta besîreta
mirov hatîye girêdan. Hebûnê herî bi aqil yê xwezayê, mirovî, mixabin
hind aqil nekirîye ku teknolojîya zû hişyarîyê bi kar bîne ku piştî
wê zelzeleya binê okyanûsê, alarmê bide ku xelkê li ber peravan xwe ji wê
xezeba mezin ya xwezayê xilas bikin. Helbet mexsed ji „aqil nekirinê” ne
ew e ku, çu kes ne hizirîye ku xelkê agahdar bikin daku bi ber wê afatê
nekevin û ne mirin. Xemsarîya rêvebirên wan dewletên ku afata mirovxwer lê
qewimî, gunehkarîya herî mezin e beramberî mirovahîyê. Ev encame nîşan
dide ku li ber çavê wan rejiman, bihayê mirov nîne. Ji bo hemû hîzî û
dizîya xwe bi milyaran dolar pareyan dibînin, peyda dikin, belêm ji bo xweşî
û ewlehîya mirovên xwe hisaba „sent“an dikin ku xerc nekin! Çi guneha
xwezayê heye di encama van qewimînên xwezayî da. Fatûraya xusareta van
felaketan gelek bi rehetî û sanahî bo xwezayê tête birîn. Eve jî durûtîya
mirovî nîşan dide. Li milekê jî, hakimên dinyayê, serdestên dinyayê,
dewletên herî zengîn, herî xwudan qudret, dewletên ku ji esmanî dinyayê
îdare dikin, bi kêşana fotoyên ji esmanî, leyiza sivoreyan, „beza kûseleyan“
bizava mûrîyan gelek zelal tesbît dikin, fotoyên pêl û şilqîna derya
û okyanûsan dikêşin, deng û awazên heywanan, wîzewîza mar û mişkan
qeyd dikin, çawa hejandina zelzeleya binê Okyanûsa Hindê û piştî
zelzeleyê jî rabûna pêlên qatil yên Tsunamîyê tesbît û qeyd nekirine,
ecêba dinyayê ye! Di ber û piştên wê okyanûsê da, di ser û binên wê
deryaya hûtîn da, bi dehan sentralên leşkerî û agahdarîyê yên Amerîka
û dewletên dî yên mezin hene. Ew sentralên wan axivtinên di nîveka qesrên
welatên dorberê Okyanûsa Hindê da guhdar dikin, çawa hirîna pêlên qatil
yên Tsunamîyê nebihîstine, ecêba dinyayê ye! Heke wan pêlan berê xwe
daban peravên Amerîkayê, yên Japonyayê, yên Awustralyayê, ew sentralên
dewletên mezin da di sanîyeya xwe da alarmê lêdin û wan welatan agahdar
bikin ji wê felaketa di rê da. Belêm mixabin ku dewletên klasa duyê, xelkên
wan dewletên paşvemayî ew biha nebû ku ji sentralên Amerîka û dewletên
dî yên mezin sînyalên hişyarîyê werbigirin. Lewma jî xelkê feqîr yê
wan welatan bi hizaran gorî dane wê xezeba xwezayê. Di wê afata mezin da
gelek hevwelatîyên Yêkitîya Ewrûpayê jî telifîn. Bahra pitir ji wan jî
yên welatên Iskandînavyayê bûn. Ji nav welatên Iskandînavyayê jî
hejmara mezin ya mirîyan yên Swêdê bûn. Danmark, Norwec û gelek welatên dî
yên Ewrûpayê ji mirî gorî dane wê tûfana reş. Belêm heta ku sala
felaketê, anku 2004 xilas bûyî jî, hejmareke qetî ya hevwelatîyên YEyê
kivş nebibû. Li yên welatên YEyê, lê bi taybetî li welatên Iskandînavyayê,
li Danmark, Swêd û Norwecê şîneke giran hate girtin. Seramonîyên rêzgirtinê
ji bo mirîyên xwe û hemû gorîyên dî yên wê afata giran amade kirin.
Xelkên welatên Ewrûpayê hem ji ber mirîyên xwe, hem jî yên welatên herêma
zelzeleyê, xemeke mezin û giran kêşan, ji dil rondik werandin. Lê belê,
rêvebirên wan dewletên mezin yên ku di wê okyanûsa mezin ya ku zelzele û
pêlên qatil lê rabûyî da binke û sentralên wan yên leşkerî heyî,
rondikên tîmsahî werandin, rondikên wan ne ji dil bûn! Mixabin, ev dewletên
ji alîyê ekonomîk û leşkerî ve hinde mezin û xurt, ji ber perê esmanî
bigirin heta heft tebeqe binê erdî û deryayan, dinyayê kontrol dikin, gava pêjna
felaketan ber bi welatên wan ve hat, antenên wan demildest sînyal û alarman
didin û dereceya xusareta xezeba xwezayê li nav welatên xwe mînîmalîze
dikin. Lê gava dor hate xelk û welatên feqîr û klasa duyê, antenên wan sînyal
û alarman nadin! Ev paradoksa neslê mirov, necisîya herî mezin ya cinsê
mirov e! 2004 bi vê xezeba reş ya xwezayê xilas bû. Çarêk milyon mirov
bûn gorîyê wê afata mezin. Hind jî man bê mal û war! Hêvî tête kirin
ku qet nebe ev felaketa bi serê xelkê wê navçeyê û hemû mirovahîyê hatî,
wijdana serdestên dinyayê bilerizîne ku piçekê jî feqîr û jaran
bihizirin, bi teknolojîya xwe, qet nebe wan ji hatina felaketên xwezayê
haydar bikin, daku feqîr û jar dîsa qet nebe bikarin xwe bi imkanên xwe
xilas bikin! Hêvî dikin ku afatên wisa, zengîn feqîr, çu cara bi serê
mirovahîyê neên.
Hindî
ku di çapemenîyê da cih girtî, li dinyayê çend bûyerên bi vî rengî
qewimîne û encamêm wan jî gelek giran bûne. Bahra pitir ya wan jî dîsa ve
li derûdora wê okyanûsê pêkhatine. Hindek ji wan ev in: 21ê Tîrmeha sala
365ê ya Piştî Îsayî, li rojhilata Deryaya Spî, li bajêrê Misrê, li
Iskenderîyeyê piştî zelzeleyeke li binê deryayê, pêlên mezin rabûne
û bi hizaran mirov kuştine. 1ê Teşrîna 1775 jî serbajêrê
Portekizê, Lîzbon bi zelzeleya Okyanûsa Atlantîkê û rabûna pêlên qatil
adeta kavil bûye û gelek mirî dane. Di wê felaketê da Ispanya û Fasê ji
zerareke mezin ya mirov û malî dîtîye ku bejna wan pêlan heta şeş
metreyan bilind bûye. 27ê Tebaxa 1883ê jî li Endonezyayê çîyayê volkanîk
yê Krakato peqîye û piştî vê peqînê jî pêlên tsunamîyê li
deryayê rabûne û li giravê Sumatrayê, ku vê carê jî zelzele û tsunamîyê
giran lêda, nêzîkî çil hizaran kes mirine. Peqîna vî çîyayê volkanîk
hind bi şiddet bûye ku, tête gotin ku esman hind biriqandîye ku ew ronahîya
li esmanî pêkhatî ji bîst hizar kîlometre dûr li serbajêrê Norwecê li
Osloyê hatîye ferq kirin û ressamê navdar yê Norwecî Edward Munchî, ew
şevên ji meha Teşrîna 1883yê heta şevên Sibata 1884ê,
ku bi wê şewqa agirê çîyayê volkanîk biriqî, bi navê „Hawar“
tablo çêkirîye. 15ê Hezîrana 1896ê jî, Tsunamîya Sankriku li Japonyayê
daye. Bejna wê pêla tsunamîyê 23 metre bilind bûye û bi ser xelkê ku bo
seramonîyeke dînî kombûyî da hatîye û di encam da nêzîkî sih hizaran
kes kuştine. 17ê Kanûna 1896ê jî, pêlên tsunamîyê vê carê jî li
peravên Kalîfornîya Amerîkayê daye û xusareteke mezin ya malî daye. 31ê
Çileya 1906ê, pêlên tsunamîyê li Okyanûsa Mezin ya Pasîfîkê li Kolombîya
û Ekvadorê daye û nêzîkî hizar û pênc sed kes kuştine, mal û xanî
kavil û wêran kirine. 1ê Nîsana 1946ê, pêlên tsunamîyê li sentrala
fanosa deryayê ya Alaskaya Amerikayê daye û pênc personelên sentralê daûrane
û herweha li Hawaîyê jî daye û nêzîkî sed û şêst kes kuştine.
22ê Gulana 1960ê, tsunamî 11 metreyan bilind bûye û li peravên Şîlîyê
hizar kes, li Hawaîyê şêst yêk kes kuştine. Hêz û hêla wan pêlên
dêwî heta peravên Filipîn û Japonyayê jî hejandine. 28ê Adara 1964ê, li
Alaskaya Amerikayê, di cejna paskalyayê, anku cejna hêkesorê da, sê gund
binav kirine û ji xerîteyê birine û 107 kes kuştine. Her wê tsunamîyê
li Oregon û Kalîfornîyaya Amerîkayê jî 15 kes kuştine. 16ê Tebaxa
1976ê, tsunamîya pasîfîkê li golfa Moro ya Filipînê daye û pênc hizar
kes daûrane. 17ê Tîrmeha 1998ê jî, li Papua-Gîneya Nû zelzeleya binê avê
çêbûye û pêlên tsunamîyê dîsa ve har bûne û heft gund ji xerîteyê
birine û nêzîkî du hizar pênc sed kes kuştine.
Di
dawîyê da, li 26ê Kanûna 2004ê, roja yêkşembê, li seet şeşê
spêdê, demê Ewrûpayê, li bakura giravê Sumatraya Endonezyayê zelzeleya binê avê
di şiddeta dereceya 9ê da pêkhat û ew pêlên wekî ejderhayan rakirin
û di serî da xelkê Sumatraya Endonezyayê, Srî Lankayê, Hindistanê, hûregiravên
li Okyanûsa Hindê, li Taylandê, li Malezyayê, heta peravên rojhilata Afrîkayê,
li Kenya û Somalîyê nêzîkî çarêk milyon kes kuştin. Çarêk milyon
kes jî bê mal û war hêlan. Ev zelzele û pêlên qatil yên tsunamîya 2004ê,
felaketa esrî ya dinyayê bû. Tsunamîya kanûna 2004ê, ji atoma Amerikayê
ya li Nagazaki û Hiroşîmaya Japonyayê ku li şerê cîhanê yê
duyemîn peqandî, sê cara zêdetir mirov kuştin. Bila Xweza çu cara van
felaketan nede serê mirovahîyê!
ROJAN
HAZIM
Kanûn
2004