paþve

Tirkîye li ronakbîrê xwe digere!

 

ROJAN HAZIM

 

Adar, meha Kurda, bi bûn û bûyera, kir û kiryara ve dagirtî, îsal ji ya par bi herekettir bû. Awûkatên rêberê KKK-PKKyê Abdullah Ocalan 1ê Adarê li Romayê presskonferansek pêkînan û rapora doktorên bispor ya li ser jehrdayîna Ocalan aþkera kirin. Li goreyî rapora tehlîlê ya li ser çendek mûyên ji pora Ocalanî, elementên jehrawî yên kîmyayî û radyoaktîvî hatine tesbît kirin. Piþtî aþkerakirina vê raporê, Kurd rabûne ser pêya û li seranserê Kurdistanê û cih û warên dîasporayê ev kiryara neyarane ya dewleta Tirk protesto kirin. Vê bûyerê giranahîya xwe da ser hemû kar, xebat û kiryarên meha Adarê. Ji roja jinan [8ê Adarê] bigirin heta salvegerên þehîdên Qamiþlo [12yê Adarê] û Helepçeyê [16-17yê Adarê] û Newrozê [21ê Adarê], pirsa jehrdayîna Ocalan li serê rojevê bû. Kurdan gelek heq nerazîbûna xwe nîþan da û ji organîzasyonên navneteweyî xwast ku dest danin ser vê bûyerê û bi heyeteke doktorên bispor yên navneteweyî, muayeneya Ocalanî bidin kirin û rewþa saxîya wî tesbît bikin.

Kurd di nav vê atmosferê da ketin Newroza îsal. Dewleta Tirk jî, ji bilî kiryara jehrdayînê, teroreke nedîtî rakir li ser polîtîkerên Kurd. Çendîn berpirsiyarên DTPyê [Partîya Civata Demokratîk] hatine girtin heta nihe. Daku xelkê çavtirsandî bikin û boþahîya Newrozê kêm bikin, çi þiddeta polîsî û leþkerî hebe kirin. Li milekê operasyonên li Kurdistanê zêde kirin, gerîllayên HPGyê bi jehrê kuþtin, li milekê jî mekanîzmayên dadîyê aktîve kirin û bi telîmatan polîtîker û aktîvîstên Kurd dane girtin. Belêm vê êriþkarî û fiþara dewleta Tirk misqalek tesîr nekir ku Kurd xwe ji pîrozîya Newrozê dûr bikin, hetta tam bereks refleksa neteweyî ya xelkê Kurd dînamîktir kir û Kurd bi milyonan daketin meydanan ji bo pîrozîya Newrozê. Li merkeza polîtîk ya Kurdistanê, li Amedê ji milyonekê zêdetir xelk bi cil û berg û nîþanên neteweyî kom bû û hem Newroza xwe pîroz kir, hem jî kiryarên dijminane yên dewleta Tirk protesto kirin û biryardarîya xwe ya parastina bihayên neteweyî nîþan da. Li Wanê çarêk milyon, li Hekarîyê nêzîkî 50 hizaran, li Þirnexê, Batman, Urfa, Qers û bajêrên dî yên Kurdistanê jî bi sedhizaran xelk kombû di meydanan da û Newroza xwe pîroz kirin, bi dengekî gur û bilind doza azadîyê kirin. Li cihên dîasporayê yên wekî Stanbol, Mersîn, Edene, Ankara, Izmîr, Konya û cihên dî jî xelkê me li Newroza xwe xwudan derket û digel pîrozîya Newrozê, kir û kiryarên dewleta Tirk jî protesto kirin. Dîsa li cografyaya Yêkitîya Ewrûpayê, bi boþahî Newroz hate pîroz kirin. Hema li Berlînê 50 hizar Kurd meþîn û hem Newroz pîroz kirin, hem jî nerazîbûna xwe dîyar kirin beramberî dewleta Tirk û destekdarên wê ku yêk ji wan jî Elmanya ye. Anku xelkê me hem li Kurdistanê, hem jî li cih û warên dîasporayê xwezî û daxwazên xwe yên polîtîk bilind kirin û herweha biryardarîya xwe ya bi têkoþîna azadîyê ve teyîd kirin. Newroza îsal jî bû bersiva herî mezin bo dewleta Tirk. Xelkê Kurd mesaja xwe bi vekirî û cisaret da û got ”ez li ser pêya me, jînde me û hazirî her reng têkoþînê me”.

Reftar û biryardarî û hêza têkoþîna xelkê Kurd ji xwe ev bû, tinê bihêztir hate dubare kirin di vê Newrozê da. Belêm, tiþtê nexuyayî, hêz û desteka dostên ji xelkê cîran bû. Ronakbîrên xelkê cîran, yên Tirk, di her keysî da, þûna ku daxwazên rê li ber vekirina ”aþtîyê” ji dewleta xwe bikin, ji pêþengîya bizava neteweyî ya xelkê Kurd dikin. ”Agirbes”ê, ji Kurda dixwazin, ji ertêþa dewleta xwe naxwazin. Nizimkirina tansîyona polîtîk ji Kurda dixwazin, belêm dijî polîtîkerên antî Kurd yên Tirk dengê xwe layiqen bilind nakin. Bangî hêza gerîllayên Kurd dikin ku kiryarên leþkerî nekin, ku gerîlla tinê parastina meþrû dikin, lê bang û gazîya ji bo ertêþa dewleta xwe nakin ku operasyonên xwe yên bi çekên giran û jehrawî rawestînin. Li ser jehrdayîna Ocalan ku di destê dewleta wan da dîl e, bêbizav dimînin. Ronakbîrên Tirk tek û tinê ji terefê Kurd daxwazan dikin, belêm beramberî dewleta xwe bêdeng dimînin anjî bi serê lêva gazindeyan dikin. Ev reftara negatîv ya ku ronakbîrên Tirk nîþan didin, li çu derê dinyayê, çu ronakbîrên miletên serdest yên dewletên kolonyalîst nîþan nedaye. Beramberî dewleta xwe adeta besîreta wan hatîye girêdan!.

Bizava ku ronakbîrên Cihû bo xelkê Filistînê bi pozîtîvî nîþandayî, bi kêm û kasî û leng û lor jî be, zemînê lihevhatinekê amade kir di destpêka prosesa peymana Osloyê da [13 Îlon 1993], li navbeyna dewleta Israîl û Filistînîyan. Lê ronakbîrên Tirk, [kit û mat têne], heta îro jî gaveke ku êriþkarîya dewleta Tirk, operasyonên kujer û sojer yên ertêþê, bi xurtî þermizar bikin, protesto bikin, neavêtine. Heke heta nihe hindek aktîvîte ji teref ronakbîran ve hatibin kirin jî, bi pêþengî û organîzatorîya ronakbîrên Kurd hatîye kirin. Konferansa ku bi slogana ”Tirkîye li aþtîya xwe digere” [13-14 Çile 2007, Ankara], hatîye kom kirin jî dîsa ve bi pêþengîya ronakbîrên Kurd pêkhat, lê mixabin ku ronakbîrên Tirk doma wê jî neînan. Dewletê bi xurtkirina operasyonên leþkerî û terorîzasyona li Kurdistanê û þidandina mengeneyê li ser polîtîker û timamî xelkê Kurd, adeta ronakbîrên Tirk di nav çar dîwaran da zevt kirine. Dewleta Tirk nikarî hakimîyeta tirsê li ser Kurda hakim bike, belêm dîsa ve mixabin ku îro li ser ronakbîrên Tirk hakim kirîye. Xwuya ye ku îro êdî divêt wisa bête gotin; Tirkîye li ronakbîrê xwe digere!. Ya rastî jî divêt Tirkîye li ronakbîrê xwe bigere!.

ROJAN HAZIM

29 Adar 2007

serî