Tabû
û tolerans
ROJAN
HAZIM
Dinya
heçku li ser tabûyan hatîye ava kirin! Ber û pişt û çep û rastên
mirovahîyê adeta bi hizaran tabûyan hatîye dorpêç kirin. Li derve, li jor,
li erdî, li esmanî, mirov nikare serê xwe ji tabûyan rake. Tabûyan jîyan
zevt kirîye, asê kirîye. Tabû, ji av vexwarinê heta nan xwarinê, ji rabûn
heta rûniştinê wekî sihê li dûv mirov e. Mirov, goya jîndeyê herî
bi aqil e, belêm bi tabûyan jîyan li xwe kirîye jahr û mirin! Mirovî, bi
tabûyan, tevnekî şubî tevnê tevinpîrkê li dora xwe raçandîye. Mirovî
şev û roja xwe kirîye tabû! Ji ber hindê ye ku fîlozof Wilhelm Wundt
dibêje; ”Tabû, qanûna herî kevin ya nenivîsî ya mirovahîyê ye.”
Manakirina
tabûyê
Ji
alîyê ferhengî ve tabû ”bi yêk gotinê” nikare bête mana kirin. Ji du
rûyan ve tabû dikare bête mana kirin. Di rûyê pêşîyê da tabû bi
”qedexeyên qutsî” tête îzah kirin; bawerîya ku li ser tirs û qedexeyan
hatîye hûnandin. Li vê derê mexseda ji gotina ”quts”ê, ”pîroz”e.
”Qedexeyên qutsî”, anku li ser van cure qedexeyan qet naête axivtin,
riberiz û krîtîk qet naête kirin û heke hate axivtin an riberiz kirin, anjî
krîtîk hate kirin, ”gunehkarî” ye, ”sûc” e û bedelê wê jî her bi
çi awayî be tête dan, anjî tête standin! Di rûyê duyê da jî tabû bi
”tirsê, tehlîkeyê, kirêtî û qedexetîyê” tête mana kirin. Belêm di
hevpişkîya herdu rûyên manakirina tabûyê da, ”tirsa bi ‘pîrozîyê’
-qutsîyetê- ve hatîye kiras kirin” bi giranî tête têgihiştin. Di
manaya yêk bi yêk herdu rûyên tabûyê da be, anjî di manaya hevpişk
da be, naveroka bingehîn ”negatîvîyet” e. Ji ber ku bi serê xwe ”pîrozî”,
heke di manaya ”dînî” û bi giştî ”mîstîk” da neête bi kar înan,
”pozîtîvîyet” têda heye, çiku hejêkirin anjî rêzgirtina beramberî
”obje” an ”subje”yê ”pîroz”, ne ji ”tirsekê” têt, ji nîveka
dil û bi xwastinîya mirov tête nîşandan. Belêm di ”pîrozîya bi
elementên dînî û bi giştî mîstîk” hatîye îfade kirin da, ”hejêkirin”,
”rêzgirtin” ne ji nîveka dil û bi xwastinî ye, ji ”tirseke abstrak”
peyda dibe, lê di dûmahîka wê ”tirsa abstrak” da jî, wisa tête hizir
kirin ku dê ”xirabîyek” an ”neqencîyek”, anjî ”belayek”e konkret
bi serê mirov da bêt. Daku ev ”bela” bête ”berteref kirin”, ”hejêkirin
û rêzgirtineke ji tirsê peydabûyî” tête nîşandan, ku ev ”hejêkirin”
û ”rêzgirtin” ne ji dil e, ”formel” e. Ji manaya vî rûyê pêşîn
yê tabûyê, zêdetir ”tirsa ji tiştekî pîroz” derdikeve pêş,
ku eve dibe ku Xwudê be, pêxember be, ”şêx û mişaîx” bin, ku
axir eve hemû fîgûr û sembolên dînî û bi giştî mîstîk in. Di rûyê
dûyemîn da jî ”tirs” hakim e, lê ew ”obje” an ”subje”yê ku jê
tête tirsîn, dikare li goreyî ”normên pîrozîya dînî anjî bi giştî
mîstîk”, ne ”pîroz” be, lê ”tehlîke” jê tête hizir kirin, lewma
jî ”hejêkirin”, anjî ”rêzgirtin”eke ne ji dil, ya bi ”tirsê”
hatîye hûnandin, tête nîşandan, daku tehlîkeya jê bêt, bête dûr
kirin, ku eve jî dikare ”organîzasyonek” be, dikare ”lîderek” be, anjî
fîgûr û sembolên di nav jîyana sosyal da konkret bin. Di beramberî hevpişkîya
”tirsa” tabûyê, ”hejêkirin” û ”rêzgirtin”a tête nîşandan
da jî hevpişkîyek heye û ew jî ya ne ji dil û vîyanî ye.
Tabû
ji zimanê Polînezî hatîye. Polînezya, hûregiravên li nîveka Okyanûsa
Mezin (Pasîfîk). Wekî Freud gotî, ”di hemû qedexeyan da manaya tabûyê
veşartîye”. Bi gotineke dî, siha tabûyê li ser hemû cins û cure
qedexeyan heye. Tabû hind ji pîvên bîr û ramana zanyarî dûr e ku, wekî
Freud jî gotî, ”Ji bo rastîya tabûyan nikarin çu binasên (sebebên)
beraqil nîşan bidin”. Freud, di pirtûka xwe ya ”Totem û Tabû” da,
ji Wundt jî van gotinan neqil dike: ” Adetên ku behsê tirsa ji hindek tiştan
dikin hene û beramberî vê jî nêrîn anjî helwestên perisînê jî hene”.
Li goreyî manaya giştî ya gotinê (tabûyê,-RH), em, (ji tabûyê, -RH)
destê xwe li tiştekê nedanê, tiştekê bi mexseda bi kar înanê,
nekirînê, anjî hindek gotinan bi lêv nekirinê, têdigihin”. Li ser tiştekê,
li ser kesekê, li ser navekê, li ser hebûnekê, bi giştî li ser objeyekê,
subjeyekê ne axivtin, riberiz nekirin, krîtîk nekirin, heke hate axivtin,
riberiz kirin û krîtîk kirin jî, bedelek dayîn, tabûyê rave dike, ku ew
”bedel” jî ”zerar û zîyanek”e konkret e, ku digihe yê an ya, ”axivtî”,
”riberiz kirî” anjî ”krîtîk kirî”!
Tabû
û tirs
Tabû
bêyî tirsê nabe. Ji xwe yêk ji elementên terkîba tabûyê jî ”tirs”
e. Tabû û tirs hevdu timam dikin. Sehma tabûyê bi tirsê tête xurt kirin.
Benîademî hizaran tabû afirandine. Belêm li goreyî gotina Freud, fîlozof
James G. Frazer jî li ser du kategorîyên tabûyan rawestaye; ”Tabûyên
domdirêj û tabûyên demokî”. Tabûyên domdirêj yên li ser bi giştî
rahib, lîder û mirîyan in. Hindî tabûyên demokî ne, ew jî yên li ser
rewşa mirovan in; bo nimûne, ”serê heyva jinan” e, anjî li ser
aforozîya li dêrê ye, ku ev tabû jî bi salan dom dikin. Di tabûyên domdirêj
da rola ”dînî û mîstîsîzmê” û ”pê perisîna obje û subjeyên
abstark û konkret” bi giranî ye. Di yên demokî (muwaqet) da jî, digel
rola faktorên ”tabûyên domdirêj”, herweha temetî ”tirsê” nebe jî,
mefhûmê ”şerm”ê jî tête dîtin. Di nav jîyanê da ji bilî
”qedexeyên dînî û bi giştî mîstîk û xurafeyan”, wekî ”normên
sosyal û etîk yên jîyanê”, ”mefhûmê şermê” jî dibe yêk ji
”girêbendên” jîyanê û ”tabûyên demokî” pêktînin. ”Mefhûmê
şermê” jî, bi taybetî di nav civatên paşvemayî û prîmîtîv
da, asteng û giriftarîyên mezin, spesîfîken, derdêxe ber dest û pêyên
”jin”ê. Ji ber hindê ye, ku Frazer gava behsê ”tabûyên demokî”
dike, nimûneya ”regla jinan” dide, çiku di nav civatên paşvemayî û
tradisyonel da bi çu awayî ”ev rewşa jinan” di elenîyetê da naête
axivtin! Di vê nimûneyê da çarçoveya ”şermê” ji tixûbê ”masûmîyet
û maqûlîya şermê” derdikeve, nêzîkî ”tabûyê” dibe. Di nav
van civatên paşvemayî û tradisyonel da ji xwe ”jin” bi serê xwe
”tabû” ye, anjî tête ”tabû” kirin. Di ”tabûkirina jinê” da,
faktorên wekî ”dîn” û ”desthilata mêr” ya tradisyonel, hevdu timam
dikin. Di ”tifaqa van hêzên tabû afirandêr” da, ”serkolîya jinê”
-(jina bê dersok, bê turban, ser vekirî)-, adeta wekî kadastrofekê tête dîtin
û herweha jî hem ”guneh”, hem jî ”şermeke mezin û ji destçûna
namûsê” tête qebûl kirin! Li goreyî van ”nêrînên tarî”, jin divêt
bête ”serpoşî” kirin, daku hem ”dîn”, hem jî ”namûs”a
”desthilata mêr” bête parastin! Eve ji alîyê van ”desthilatên kevnare,
tarî û perêser” ve, bi zanahî têne tabû kirin. Belêm, ev ”tabûyên
demokî”, bi pêşveçûn û heyîbûna civatê ve, reng diguhorin, lê
her tarzên cuda yên jîyanê jî ”şermên nû” û herweha ”tabûyên
demokî” diafirînin û derdêxin meydanê û bi vî rengî bi salan dom dikin.
Di
nav civatên paşvemayî û prîmîtîv da, mirov nikare ji tabûyan sereder
bibe. Li Afrîkaya Rojhilat, di nav xelkê Nûba da, bawerîyeke wisa hebûye
ku, heçî kesê biçe mala rahib-şah, dê bimire. Belêm heke serê milên
xwe yên çepê, rûs (rût) kiriban û rahib-şah jî destê xwe têda ba,
wisa bawer dikirin ku dê ji tehlîkeyê xilas bin. ”Serdest”, vê hêzê ji
tabûyan werdigire, statû û pozisyona xwe bi van tabûyan wekî tirseke hejîner
hakimî bîr û hizrên ”bindestî” dike. Vê sefaletê di nav civatên prîmîtîv
da ecêbîyên mezin bi serê xelkê sade înaye. Ev nimûneye, kêm zêde bi
reng û newlên cuda jî be, ji bo civata tradisyonel û paşvemayî ya
Kurdan jî ne xerîb e, ku şêxên ku dehmenên ebayên xwe bi mexseda ”şifayê”
çawa bi mirovên sade didan maç kirin û dîsa ve şêx û hindek melayan
çawa ava destnivêja xwe bi nisaxan (nexweşan) didan vexwarin, daku goya
sax bin, baş tête zanîn, ku ev ”tradisyonên reş û tarî” hêj
jî li gelek deverên Kurdistanê têne dîtin! Li Zelanda Nû jî, şahekî
”mezin û pîroz!”, axir her bi çi awayî be, bermayê xwarina xwe avêtîye
rexê rê. Reben hejarekê jî dîtîye û xwarîye. Lê belê, hêj xwarin
xilas nekirî, dengekî nebînayî gotîyê ku, wê xwarina ku dixwe, ya şahî
ye. Feqîr ji tirsa lerizîye, ketîye erdî û roja paştir demê avabûna
rojê jî mirîye. Dîsa jineke Maorî, meyweyê ku ji cihekî tabû hatî, xwarîye
û piştî ku jêra hatîye gotin ku, ew meyweyên serokî bûne, ew jî di
cih da mirîye. Carekê jî, çeqmaqa serokê Maorîyan berze bûye. Yên ku dîtine
jî, bo xwe agir pê hilkirine. Lê paşê pê hesîyane ku ew çeqmaq ya
serok bûye, ji tirsa zeravê wan qetîyaye û mirine! Ev nimûneyên spesîfîk,
di nav civatên paşvemayî, prîmîtîv û gelek tradisyonel da bi zêdehî
ve û bi gelek rengên cuda têne dîtin, ku kêm zêde di nav civata Kurdan da
jî nimûneyên bi vî rengî bi gotina herî ”nerm”, ne kêm in!
Tabû
û tirs, di tradisyon û tarzên jîyana civatên prîmîtîv û paşvemayî
da, bi bawerîyeke mîstîk, ji bo otorîteya ”serdest”an, têne bi kar înan.
Di van civatan da tabû, digel tirsê, carna jî di bin kirasê ”hezkirin”ê,
”vîyan”ê da, bi nefretê tête domandin. Di seramonîyên van cure xelkên
prîmîtîv da Freud nimûneyekê jî ji Frazer neqil dike ku li Sierra Leonaya
Afrîkaya Rojava, xelkê Tîmmo gava ku şahê xwe hildibijêrin, şeva
berî seramonîya tackirinê, lêdidin. Ji ber vê tradisyona tabûyî,
”itiraz” naête kirin û gelek cara şahê hatîye hilbijartin ji ber vê
lêdana seramonîyal ya tabûyî, tûşî nexweşîyan dibe û jîyekî
dirêj nakêşe. Frazer vê tradisyona seramonîyal ya tabûyî, wekî
”hezkirineke” kîndar ya nexuyayî rave dike ku gelek caran rihspîyên
civatê kesekî ku jê ne razî hildibijêrin û bi vê tradisyona lêdanê
dikujin.
Di
nav van civatên paşvemayî da yêk ji tabûyan jî ya li ser ”mirî”
ye. Mirî bi serê xwe tabû ye û li ser naête axivtin. Hetta ”mirî” wekî
dijmin tête qebûl kirin. Yên ku bi karê veşartinê ve mijûl dibin jî
heta deh meha ”heram” têne qebûl kirin û piştî ev dem borî, paqij
têne qebûl kirin. Yên ku mirî veşartî nikarin destê xwe li xwarin
vexwarinê bidin. Kesên dî xwarinê didine wan heta ku ”cizayê” wan xilas
dibe. Navê mirî qet naête bi lêv kirin. Ji ber van tabûyên hişk,
hindek babikên ji van xelkên prîmîtîv, rê û çareyên hîlebazîyê peyda
kirine. Xelkê Masaî yê Afrîkî, navê mirîyên xwe diguhorîn ku bi serbestî
ji mirîyên xwe behs bikin. Tabûya mirî li ser navê berê dom dike û bi vê
hîleyê xwe ji tabûya mirî xilas dikin. Li goreyî van tabûyan, kesekî di
nav mala xwe da gelek hezkirî jî bimire, li ber çavê
kes û karê xwe ”neqenc” dibe û jê tête tirsîn û ji ber hindê
jî xwe bi van çareyan ji şer û belaya ku dê jê bêt, diparêzin. Tabû,
hind çavên kesên binemalê tarî dikin ku ew ferdê ji mala xwe jî, ku di
saxîya wî anjî wê da gelek jê hez dikirin, li ber çavê xwe reş dikin,
xirab dibînin. Tabû li vê derê dibe binas û bingehê nefretê, kînê û
nevîyanê. Ev tabûya li ser ”mirîyan” hema bêjin di nav hemû xelkan da
heye. Ne bi vî rengî jî be, li nav Kurdên musulman jî, ji nav goristanê
derbazbûn, tirseke mezin e. Li goreyî vê ”xurafeyê” -ku dîn ji bo sehma
xwe xurafeyan diafirîne-, heke mirovek ”gunehkar” be, gava di nav goristanê
ra dibore, mirî radibinê û axir belayekê tînin serê wî anjî wê! Gelek
nimûneyên dî yên wisa jî hene...
Ev
nimûneyên hatine jîyan gelek aşkera du rûyên tabûyê didin xuya kirin.
Tabû bi navê ”qutsîyet” û goya ”parastinê” tête jîyandin, ku têda
tirs, kîn, nefret, nehezî û nevîyanî heye. Eve herweha rûyê kirêt û qirêj
yê tabûyê jî derdêxe meydanê.
Tabû
û dîn
Her
ji destpêka jîyana prîmîtîv were, mirovan ca çi ji hewcehîyên jîyanê
bin, çi ji tirsê bin, çi jî ji hejêkirin û rêzgirtinê bin, li dora xwe
şûrheyên tabûyan nijinandine. Hindî ku jîyan pêşve çûye û
evolusyon pêkhatîye, tabû jî bi reng û rûyên nû mane û hetta di nav vê
rikeberîya prosesa jîyanê da asêtir jî bûne. Bi zêdebûn û boşbûna
mirovahîyê ve, kom û komik û kolektîvên mirovahîyê jî zêde û fireh bûne
û van rengên nû yên jîyanê rê li ber organîzebûna tabûyan jî vekirîye.
Yûmî û bêyûmî di vê prosesa pêşveçûn û gihiştina jîyanê
da derketine. Pîrozîya hindek rojên heyv an salê jî, ji nav van tarz û
rengên jîyanê pêkhatine. Yûmî an bêyûmîya li ser ”seyr û sefer”a
hindek rojên salê jî, ji van bîr û bawerîyên kevnare derketîye û bûyne
”tabû”, ku ev tradisyona yûmî û bêyûmîyê, di nav dem û salan da, di
bin kirasê ”dîn” da heta îro jî dom kirîye. Mirovan hem di nav kar û
xebatê da, anjî di demên vala û bêhnvedanê da jî bo xwe gelek ”tabû”
afirandine. Di demên jîyana prîmîtîv da, gava çandina genimokî dihate
kirin, daku bereketa berê genimokî zêde bikin, şahî û govend hatine
kirin, hêk hatine gêr kirin. Bûyerên esmanî, hewayî, befr, baran, gurgura
ewran, çeqîna brûsk û gelek ”bûyînên dî yên xwezayî” bûyne binasên
gelek tabûyên jîyanê. Bawerîyên li ser ”dem û cihên pîroz” di nav
aksîyona jîyanê da peyda bûne ku paşê jî derbazî dînan bûne. Íro
jî ”demên pîroz” wekî cejn û şahîyan, anjî ”îbadetan”,
”mekanên pîroz” jî wekî cihên pêkînana van bîr û bawerîyan, di nav
rîtûelên hemû dînan da dom dikin. Di pîrozîya van tabûyan da tirs hebû
ku ji xwe di hemû ”tiştên pîroz” da ”tirsa veşartî” hakim
e. Tabûyên li destpêka jîyana prîmîtîv, zemînê ”bawerîyên” cuda pêkînane.
Tabû bûyne xîmê dînan. Ji dînên prîmîtîv bigirin heta dînên esmanî,
tabûyan zemînekî hevpişk yê hemû dînan jî pêkînaye. Ji Asyaya dûr
heta Amerîkaya navîn, di hemû dînan da ”bawerîyên manewî” bi tabûyan
ve hatine xurt kirin. Tabû adeta bûyne çeperên parastina van ”bawerîyan”!
Di bawerîya ”Totemî” da jî yêk ji elementên sereke ”tabû” bûye.
Di nav jîyana ”klanên prîmîtîv” da ji xwe totemî wekî bawerîyeke dînî
hatîye qebûl kirin, ku herweha destpêka dînên prîmîtîv e jî. Di totemîyê
da bi giştî pîrozîya an heywanekê, an giyayekê anjî objeyekê tête dîtin.
Yêk ji van, bo klanî (babik), pîroz e û bingehê peydabûna wan tête qebûl
kirin. Totemek ji bo hemû endamên klanî (babikî) pîroz e û li ser ne tête
axivtin nejî riberiz kirin. Totem, bo wan, ji bilî bawerîya manewî, herweha
jî îdentîtêtek e. Bêrêzîya li beramberî totemî qet naête qebûl kirin,
anku çu tolerans nîne. Di klanên berê da, şûkirina ji nav klanî jî
”tabû” bûye. Endamên klanî (babikî) ji bo hevdu ”tabû” bûne û
şûyên xwe ji klanên dî peyda kirine, anku şûkirina egzogamî pêkînane.
Silsileya tabûyan ji totemîyê bigirin, li şamanîyê, bûdîzmê, li
zerduştîyê, dînên Mezopotamyayê, yên dorberê çemê Nîlê û Afrîkayê,
heta dînên ”yêk xwudê” û esmanî, tabû elementê sereke ye di nav van
hemû ”bawerîyan” da. Di dînên Mezopotamyaya kevin da, kaînat (kosmos)
bi serê xwe ”şahinşahî” bûye û esman jî hakimê, anku şahê
vê şahinşahîyê bûye. Hetav, heyv û stêrên dî ”pîroz” bûne
û rêzeke mezin dîtine. Babilî,
bi Xwudêyê firtoneyan Enlîl perisîne û ”meçêtir” jî wekî kana xirabî
û neqencîyan qebûl kirine. Dîsa ”av” di bawerîya wan da wekî kana jîyanê
hatîye qebûl kirin. Di bawerîyên kevin da, çi obje bin, çi heywan û gil
û giya bin û çi jî bûyer û hebûnên xwezayî û esmanî bin, ”bawerî”
wekî ”desthilatek” hatîye qebûl kirin û wisa jî hatîye dîtin. Di
Zerduştîyê da jî eynî ”hêz û qudret” di Xwudêyên qencî (Ahûra
Mazda) û yê xirabîyê (Ahrîman) da hatîye dîtin û qebûl kirin. Ferqeke
Zerduştîyê, ya di demê xwe da, ew bûye ku ”bawerî” ji ”pûtperêsîyê”
rizgar kirîye, belêm herweha Agir û Hetav jî pîroz qebûl kirine. Di bawerîyên
berê da tirs û hejêkirinê di nav hev da ”sehm” pêkînaye ku eve jî bûye
”hêz û qudreta” perisînê. Vê ”tirs û hejêkirin”ê xwe wekî
”reya bawerîyê”, di hebûna dînên esmanî û yêk Xwudê da jî domandîye.
Ev bawerîya di Tewratê da cih girtî; ”Yê/ya ku dijina li Reb (Xwudê) bike
dê mutleq bête kuştin. Timamî cemaet dê wî/wê recim bikin (bi beran
bikujin). Bîyanî be, xuyanî be, yê/ya ku dijina li navê Xwudê bike, dê bête
kuştin.”, bi formûlasyonên cuda jî bin, wekî zihnîyet, di ”kitêbên
dî yên pîroz” da jî hatîye parastin. Aşkera ye ku, heke piştî
ku ev ”fermana pîroz!” wekî destûreke ”bê qeyd û şert” di
naverok û ”ruha” hemû ”kitêbên pîroz” yên dînên esmanî da cih
girt, hingê li wê derê, êdî ne ”mirovhezî”, ne ”giyanhezî”, nejî
”xweşbînî” (tolerans) tête dîtin. Esasen ji dînên prîmîtîv yên
”pir Xwudê” bigirin heta dînên ”yêk Xwudê” û esmanî, hevpişkîya
herî balkêş ”tabû” ye! Bi gotineke dî ya sade, ”dîn” bi serê
xwe, komple ”tabû” ye, anku ji tabûnameyan pêkhatîye. Kî dikare ”krîtîkekê”
bike! Ji ber van ”tabûnameyan” û herweha destûra ”hakimîyet bê qeyd
û şert ya Xwudê ye” û ”Xwudê dinya danaye û ranaye”, hizirîn û
lêgerînên zanyarî û herweha keşfên nû yên zanyarî jî, tûşî
hizaran astengan bûyne û hêj jî dibin. Di cîhana îsawîtîyê da, gava
Galileo Galileyî, li ser sîstemê hetavê, keşfeke nû ya zanyarî kirî
wisa gotibû; ”Hetav li dora xwe dizivire û dinya û planetên dî jî li dor
hetavê dizivirin” û piştî vê gotina wî, dinya jî li ser serê wî
hatibû kavil kirin! Dêrê, bi navê dîn û Xwudê ev keşfa Galileo hema
yêkser dijî ”hakimîyet û qudreta Xwudê” qebûl kiribû û ew bi
gunehkarîya beramberî hebûna Xwudê sûcdar kiribû. Wê demê desthilata polîtîk
jî di destê dêrê da bû û dem demê Engizisyonê bû. Engizisyon, di ”demê
navincî” da, wekî ”dadgeh” ji alîyê dêrê ve hatîbû damezrandin,
daku otorîteya zalimane ya dêrê ji bîr û bawerîyên cuda û ”mixalif”
biparêze û bidomîne. Dêrê li 1633ê Galileo, da dadgeha Engizisyonê û vê
dadgeha nedadyar jî ew ”sûcdar” dît û cizayê îdamê dayê. Belêm înfaza
cizayî, bi şertê ”înkarkirina keşfa xwe” girêda. Galileo jî
ji ber tirsa jîyana xwe, şertê dadgeha Engizisyonê qebûl kir û ”xwe
înkar kir”, anku ”keşfa xwe red û betal kir”! Dadgeha Engizisyonê
jî piştî ”nedameta” wî, cizayê îdamê rakir, lê heta mirinê
hilgirte bin çavdêrîya xwe! Galileo, canê xwe bi ”inkarkirina xwe” xilas
kiribû, lê sûc û gunehkarîya mezin, dêrê û dadgeha engizisyonê beramberî
mirovahîyê kiribû û bi wê pratîka xwe rê nedabûn ”bîr û bawerîyên”
cuda. Fanatîzma dînî ya wê demê, fîlozof û şairê mezin Giordano
Bruno jî, ji ber bîr û bawerîyên wî yên cuda, ku Bruno yêk ji destpêkerên
bizava Ronesansê bû û herweha Xwudênas jî bû, ji teref desthilata dêrê
ya wê demê ve, di dadgeha Engizisyonê da gelek bi bêdadî hatibû dadgeh
kirin û cizayê mirinê dabûne wî jî û bi hovîtîyeke mezin, li 17ê
Sibata 1600ê li ”Meydana Kulîlkan” li Romayê, hatibû sotin. Nimûneyên
bi vî rengî gelek in di dîroka dînan da, ku sedan kes ji ber bîr û bawerîyên
xwe hatine kuştin. Bîr û bawerî û ramanên ji ”desthilatdaran” cuda,
li çu deman ”tolerans” nedîtine û bêdadîyên mezin bi serê ramanweran
da hatine înan. Ma berî Ísa jî (Mîladê), li 400ê, fîlozofê navdar
Sokrates jî ji ber bîr û bawerîyên xwe yên ji ”desthilata Atînayê”
cuda, bi jahrîyê nehatibû kuştin! Ji dîrokê ders nehatîye wergirtin
û di roja lro da, li cîhana îslam jî adeta engizisyoneke nû hatîye dest pê
kirin û mafê jîyanê naête dan ji bo bîr û bawerîyên cuda. Ew bûyer û
bûyînên ji alîyê fanatîk û radîkalîstên îslamî ve li Afganistana berê
ya Talîbanîst dibûn, yên îro jî li hindek welatên Erebî, li Îranê, li
Erebistana Siûd, li Filistîn û Iraqê dibin, nimûneyên tahl yên ”bê
toleransîya dînî” ne. Fanatîk û radîkalîstên îslamî li her derê cîhanê
”dadgehên engizisyonîst” danane û çi kesê ku ji çarçoveya wan derkeve,
bi ”kafirbûnê” sûcdar dikin û bi metodên hovane înfaz dikin, serjêdikin!
Di dîroka îslamîyetê da bi hizaran bûyer û bûyînên bi vî rengî qewimîne
û ”ramanwer” eynî wekî demê ”engizisyona dêrê”, bi fito, ferman û
biryarên ”şêx û îmaman” ve hatine qetil kirin, anjî fitoya qetla
wan hatîye dan! Hema em dûr neçin, di van salên nêzîk da, di salên dawîya
sedsala 20an da, li sala 1989ê, Ayetullah Xumeynî, li ser navê ”dînê îslamê”
fermana kuştina nivîskar Selman Ruşdî, da. Selman Ruşdî, bi
navê ”Ayetên Şeytanî” pirtûkek nivîsîbû û bi çavekî rexneyî
li ser hindek ayetên ”Quranê” rawestabû. Lê Selman Ruşdî bi karê
xwe yê ronakbîrî, şaneya zirkêtikê xirab kiribû û ew zêrandibûn,
anku qelemê xwe li ser tabûyeke dînî leyizandibû. Ev pêrabûna wî ya
gelek normal û xwezayî ya ronakbîrane, ji alîyê Xumeynîyan ve nehatibû
”efû” kirin û fermana kuştina wî dabûn, ku Selman Ruşdî hêj
jî nikare gelek legal bijî û karê nivîskarîya xwe bi rehetî bike. Xumeynî
û ”îmamên dînê îslamê”, anjî piranîya wan em bêjin, tehemmuleke biçûk
jî nîşanî nivîskarekê nedabûn. Eynî bê tehemmulî li Bengladeşê
jî hate dîtin û fermana kuştina nivîskar Teslîme Nesrînê jî hate
dan, ku ew jî mecbûr mabû ku welatê xwe terk bike. Teslîme Nesrînê di nivîsarên
xwe da, bê toleransîya îslamîyên kevneperest rexne dikir û ew gazî
tolerans nîşandanê dikirin. Nesrînê di axivtineke xwe ya li çapemenîyê
belavbûyî da, kêm zêde wisa gotibû: ”Ez ji binemaleke musluman im. Êrişên
kevneperestên îslamîyan yên li ser cîranên me yên Hindû, ez gelek diêşandim.
Piştî ku ev cîranên me yên Hindû revîn çûn, kevneperestên îslamî
hatin li xanîyên wan binecih bûn û piştî hingê jî êdî min wisa
bawer kir ku alîyekî dîn tarî ye.” Li Tirkîyeyê jî, bi pirtûka Selman
Ruşdî, ”Ayetên Şeytanî” ve girêdayî, teroreke ecêb ya
kevneperestên îslamî hatibû nîşandan û nivîskar Ezîz Nesîn bi kuştinê
hatibû tehdît kirin. Tiştê Ezîz Nesîn kirî jî, gotibû ku ew dê
pirtûka Selman Ruşdî, ”Ayetên Şeytanî” li Tirkîyeyê çap
bike, çiku wan salan, -dawîya salên 80yî û heta nîveka salên 90î-,
kevneperestên îslamî li ser vê pirtûkê, bayê teroreke bê tixûb rakiribûn
dijî ronakbîran li hemû cîhanê. Ezîz Nesîn di wê kelegerma aktuelîya
pirtûka Selman Ruşdî da, digel nêzîkî 40 ronakbîr û hunermendên
Tirk û Kurd çûn bajêrê Kurdistana Bakur Sêwasê, ku beşdarî pîrozî
û şahîyên Pîr Sultan Ebdalê Elewî bibin. Lê kevneperestên îslamîyan
digel faşîstên Tirkîst û bi hevkarîya polîs û leşkerên ertêşa
Tirkîyeyê, teroreke hind mezin li ser serê van ronakbîr û hunermendan pêkînan
ku adeta Sêwas dagîr kirin. Wan serê Ezîz Nesîn dixwastin ku jê bikin! 2ê
Tîrmeha 1993ê, otêla ku ew ronakbîr û hunermend lê diman, -Hotel Madimak-,
agir berdanê û di encam da 35 kes sotin û gelek ji wan jî birîndar bûn. Ezîz
Nesîn bi birîndarî ji destên wan kevneperestan axir xilas bibû.
Kevneperestan, bi sloganên ”kafiran bikujin, bisojin”, ew roj wekî roja cîhada
dijî ”bê Xwudêyan” îlan kiribûn û bi wê hirs, kîn û nefretê êrişî
ronakbîran kiribûn. Helbet bi sedan nimûneyên bi vî rengî qewimîne li
Tirkîyeyê, Kurdistanê û cihên dî yên cîhanê. Me got Kurdistan, ku li
Kanûna 1978ê, kevneperstên îslamî û nijadperestên Tirkîst, dîsa ve bi
hevkarîya polîs û leşkeran, li bajêrê Kurdistana Bakur, li Meraşê
jî bi sloganên cîhada lslamî, dest bi terorê kiribûn û di encam da nêzîkî
150 kesan, biçûk mezin bi bivir û sîlehan kuştibûn. Vêca ew terora
ku, bi navê dîn û bi navê Xwudê hatîye kirin, îro jî her bi vî rengî,
bi van sloganan, bi van motîfên kevneperestî, tête domandin. Li Çileya 1998ê
dîsa li bajêrekî Kurdistana Bakur, li Meletîyê, xwandekarekî zanîngehê,
Zanîngeha Ínönü, Umîd Cîhan Tarho, li meha Remezanê ji ber ku rojî
nedigirt, ji alîyê xwandekarekî kevneperestê îslamî ve hate kuştin.
Xelkê ku bi navê dîn û Xwudê van kuştin, sotin û teroran dikin, ne
har, nejî dîn in. Lê bi bawerîyeke kor û tarî têne tijî kirin, perwerde
kirin. Di vê bawerîya ku kîn, xerez û êrişkarîyê tijî serê mirovan
dike da, helbet ”tolerans” nabe. Ew xelkê çavtarî, vê ”ava cîhad
kirinê” ji kahnîyekê vedixwin. Ew serûkahnîya avareş, wan têr û tijî
dike, mejîyê wan dişo û berdide ser mirovên ku wekî wan nahizirin.
Heke mirov bi navê dîn û Xwudê, heroj û her seet bi van gotinên; ”Kafir,
li kî derê bêne dîtin, divêt bêne kuştin”, ”kuştina kafiran
derê beheştê vedike”, bêne perwerde kirin, helbete dê cinayet bêne
kirin, tehemmul nîşanî ”kesên ku wekî wan nahizirin” naête nîşandan.
Heke li ser dîn û ”fîgûrên pîroz yên dînî”, axivtin, riberiz û krîtîk
qet neête qebûl kirin, rê neête dan ku axivtin, riberiz û krîtîk li ser dîn
û ”pîrozîyên dînî” bête kirin, dê çawa tolerans pêkbêt! Serê
”toleransê” ji xwe bi hemû bîr û bawerî û cudahîyên xwe ve, hevdu
qebûl kirine, li beramberî hevdu rêz nîşandane. Hukmên pêşîn,
ferq û cudahî qebûl nekirin, rêz nîşan nedan, zemînê ”toleransê”
sabote dike, dînemît dike. Ev bê tehemmulîya ji ”dîn” tête dest pê
kirin, bi hemû dijwarîya xwe ve tête domandin. Tolerans, nîşanî krîtîka
herî maqûl û masûm jî mixabin naête nîşan dan. Bûyerên li welatên
Erebî, li yên îslamî, anjî li welatên dî yên cîhanê yên ne lslam, ku
bi navê ”Xwudê, Quran, Muhemed Pêxember û Íslamîyetê” têne kirin,
”tolerans û ahenga mirovahîyê” ji binî ve radikin, xirab dikin. Her cure
fanatîzma dînî, -kîjan dîn be, dînên esmanî bin, an yên rûhî û pûtî
bin, ferq nake-, dîwarên tabûîzmê xurt dike, dijminahîyê, bê tehemmulî
û bê musamahatîyê jînde dike.
Ji
bawerîya ”totemî” bigirin heta ”fetîşîzmê”, ji ”bûda”
bigirin heta bawerîyên li ser ”agir”, ”hetav”, ”heyv” û stêrên
dî û herweha bûyer û bûyînên hewayî û esmanî û heta dînên ”yêk
Xwudê” yên esmanî, kêm zêde element û nûansên hevpişk di nav hev
da hene. Íro digel ku li timamî cîhanê hegamonyaya dînên esmanî heye, belêm
di nav rîtûel, pratîk û tradisyonên van dînan da jî gelek tarzên dînên
prîmîtîv bi rengên cuda jî bin, têne dîtin. Reng, desen û motîfên ji
şamanîzmê, bûdîzmê, fetîşîzmê, totemîzmê, zerduştîyê
heta hûr û gir hemû dîn û bawerîyên ji Asyayê heta Afrîkayê, ji Amerîkayê
heta Ewrûpayê û giravên Okyanûsa Pasîfîkê, gelek tarzên ”îbadetî”,
anjî bawerîyên dî yên ”mîstîk” di nav dînên esmanî da jî hene û
têne jîyan. Xala herî hevpişk ya van bawerî û dînan; tabû ye, fetîşîzm
e, dogmatîzm e û bêyî riberiz û krîtîkê, qebûlkirin û pê perisîn e
û herwisa jî, xwe bi ”hêz û qudreta mûcîzeyên Xwudayî” ve girêdane.
Di vê zihnîyet û pratîkê da helbete cihê ”tolerans”ê nîne.
Dîn
û desthilata polîtîk
Ji
civatên prîmîtîv heta vî demê ”modern”, her cure ”bawerîyên manewî”,
anjî ”dîn”, di destê ”serdestan” da bûyne ”aletên desthilatê”.
Xwudêyên wê demê, di eynî demî da xwe şahê civatê qebûl dikirin û
hukûmdar bûn, anjî wan ev rola hukûmdarîyê didan kesên dî. Ji xwe gotina
”hakimîyet bê qeyd û şert ya Xwudê ye” ji vê bawerî û pratîkê
derketîye, ku eve wekî destûreke ”îlahî” di dînên esmanî da dom dike.
Ji dînên esmanî yê pêşîyê da, di Cihûtîyê da, pêxember digel
”qazidîya Xwudê”, herweha serok û damezrênerên dewletê jî bûn. Mûsayî
bi navê parastina ”benî Israîlîyan” şerê hukûmdarîyê digel Fîrewnên
Misrê kirîye. Ísa jî, digel ku binyat Cihû jî bûye, lê bi navê
parastina heq û huqûqê feqîr û jaran dest bi organîzatorîya dijî
desthilata ”rabîn û kohenên Cihû” kirîye. Muhemed jî bi armanca wekhevîya
”neyî û heyîyan” ya li beramberî ”Xwudê”, dijî ”pûtperêsî”
û ”pir Xwudêhî”yê derketîye û xwe ”qazidê Xwudê” îlan kirîye.
Ji Mûsa bigirin heta Ísa û Muhemed, van hersê ”Qazidên Xwudê”, pêşîyê
bîr û bawerîyên xwe di nav feqîr û jaran da belav kirine, dijî serdestên
wê demê serî rakirine, belêm paşê ew bi xwe bûyne ”serdest”! Van
hersê ”qazidên Xwudê” jî, şîara ”hakimîyet bê qeyd û şert
ya Xwudê ye” bilind kirine û di bin vê sloganê da bawerî û desthilatên
xwe xurt û saxlem kirine. Digel ku pêxemberên van hersê dînên esmanî yên
yêk Xwudê bi xwe jî, di destpêkê da mexdûrên bê toleransîya desthilatên
tabûîst û despotîk bûn, ku Mûsa mexdûrê Fîrewnan, Ísayê binyat Cihû
mexdûrê rabînîzm û kohenîzma bê insaf ya Cihûtîyê -ku bi îşkenceyeke
nedîtî ya rabîn û kohenan li ser xaçedarê hate kuştin- û Muhemed jî
mexdûrê tabûîzm û pûtperêsîya Bedewîyan bû, belêm piştî ku ew
bi xwe bûn xwudan desthilat, vêca tabûyên xwe îkame (binecih) kirin û
domandin. Ji nav wan tinê Ísayî dem û keys nedît ku desthilata xwe, bi xwe
di rê bibe û bide jîyandin. Hêj cihê berpêyên xwe baş fireh nekirî
û di destpêka bizava xwe da hate girtin û demildest jî hate kuştin, lê
li ser bîr û bawerîyên wî, dewsgirên wî rêyeke bi tabûyan ve mişt
kirî vekirin û domandin. Desthilatên wan, li goreyî vê destûra ”îlahî”,
jîyana sosyal, kulturî û îdarî organîze kirin û bi navê ”Xwudêyê
mezin” soz û biryar û ferman, di nav herdu lêvên wan da û paşê jî
di devê ”rabîn û kohen”, ”hewarî û qeşe” û ”xelîfe û îmam”an
da dom kir. ”Kitêbên pîroz” yên van hersê dînên esmanî, îro jî di
bin rêberî û îdareya ”rabîn”, ”qeşe” û ”îmam”an da, destûra
îlahî ya ”hakimîyet bê qeyd û şert ya Xwudê ye”, temsîl dikin û
”tabûîzm”ê jînde digirin. Ji nav van dînên esmanî, tinê di ”Ísawîtî”yê
da reformasyonek di sedsala 16an da pêkhat, lê belê ”destûra îlahî”
nehate guhorîn. Lê di pratîk û realîzekirina ”îsawîtî”yê da li
goreyî vê reformasyonê, cudahîyên ”rîtûelî” pêkhatin. Belêm cudahî
û guhorînên bingehîn yên di warê ”dîn û dîyanet”ê da yên xelkên
”îsawî”, piştî pêşveçûn û hemleyên mezin yên di warê
ekonomîk, sosyal, kulturî û polîtîk da rûdan. Hindî ku jîyana
sosyoekonomîk baştir bû, xwandin û zanahî pêşket û hesûya jîyana
sosyokulturî û sosyopolîtîk jî fireh û mezin bû. Guhorîn û pêşveçûnên
xelkên îsawî yên di van waran da, ”mutlaqîyeta dîn” jî ”nerm” kir
û li şûna ”sofîzm û skolastîkîyê”, zanîn û zanyarîyê, şoreşeke
mezin pêkîna di zihnîyeta mirovan da. Ronesans û Reformasyonên di navbeyna
sedsalên 14 û 16an da pêkhatî, bûyne bingehên pêşveçûn û guhorînên
mezin yên di cîhana Ísawîtîyê da. Zanîn û zanyarîya modern û pêşketî,
digel xwe norm û pîvên nû îna û di vî demê nû da hêz û zengînîya
mezin bû ”zanîna zanyarî”! Zanîna zanyarî, rê li ber nêrîn û dîtinên
ji hev cuda vekir. Zanîna zanyarîyê, tixûbên ”tabû û fetîşîzmê”
şkandin. Ji ber hindê ye ku, di nav xelk û civatên di warê sosyoekonomîk,
sosyokulturel û sosyopolîtîk da gihiştî û pêşveçûyî da, normên
demokrasîyê li pêş in, ”tabû”
û ”bilumûm” adet û tarzên kevnare, bi zêdehî û xurtî ve
hatine mînîmalîze kirin. Di nav civatên pêşveçûyî û modern da
bawerîya îsawîtîyê domînant e, belêm dîn û dîyanet û rêvebirîya polîtîk,
anku ”dêr” û ”parlement” ji hev cuda ne, anku ”laîkî” û
”sekularî” heye û desthilata polîtîk û îdarî, bi navê xelkê di destê
parlementê da ye. Piştî reformasyona îsawîtîyê ya li sedsala 16an,
desthilata ”dêr”ê ya polîtîk mînîmalîze bû û piştî sedsala
18an (Şoreşa Fransayê ya 14ê Tîrmeha 1789ê) jî prosesa demokrasîyê
li reşahîya Ewrûpayê jî dest pê kir û relatîven jî be, rê li ber
desthilata xelkê vebû. Di vî demî da, zanîna zanyarî û bizava bîr û
ramana azad bi pêş ket, bi hêz ket û digel vê pêşveçûnê,
riberiz, krîtîk û pirsyardarîya zanyarîyê jî kûr û fireh bû û vê pêşveçûna
bi zanyarî, ber û piştên bîr û bawerîyên ”tabûyî” teng kir.
Norm û pîvên ”rêzgirtin” û ”hejêkirina” ”kes” û ”hêz”an
ji çarçoveya ”kult”î derketin. Hêz û kes, dîsa ve relatîven jî be,
ji dil hatin hejê kirin û rêz jî herwisa ji dil bo wan hate girtin. Hejêkirin
û rêzgirtina bi ”tirs”ê ve hatîye dorpêç kirin, marjînalîze bû. Kes
û hêz, bi kiryarên xwe yên baş û qenc û di xêra xelkê da, hatin
biha kirin û li goreyî van norm û pîvan rêz dîtin û hatin hejê kirin. Lê
di nav xelk û civatên ku hêj jî di nav kevlê bîr û bawerî û tarz û
tradisyonên kevnare û tabûyî da dijîn, ”rêzgirtin”, ”hejêkirin”
bi ”tirs” e, ne ji dil e. Ev ”tirs”e, dibe ku ji ”hêza îlahî” be,
dibe ku ji ”hêza fizîkî” be û dibe ku ji ”hêza pareyî” be, ferq
nake. Ji ber ku di nav van tarz û bawerîyên jîyana kevnare û paşvemayî
da, heke ”rêz” û ”hejêkirin” gelek vekirî neête nîşandan,
wisa tête hizir kirin ku dê xirabîyek anjî zerarek li dûv bêt. Hingê jî
daku xwe ji ”şer û bela”yan biparêzin, formelen ”rêz û siyanet”
û ”hejêkirin”a xwe nîşanî ”xwudan hêz û desthilatî” didin.
Ev rêzgirtin û hejêkirina ”kult”î ya di nav xelk û civatên paşvemayî
da, di hemû têkilîyên sosyal û polîtîk da bi giranî ve têne dîtin û
ev tarze hêj jî fonksîyonel in. Ji ber van bîr û bawerîyên kevnare û paşvemayî
ne, ku rêz û siyanet û hejêkirina beramberî organîzasyonên polîtîk û lîderên
polîtîk, bûyne ”kult”! Ev rêz û siyanet û hejêkirina ji bo organîzasyonên
polîtîk û ji vê jî zêdetir ji bo lîderên polîtîk tête nîşandan,
ji ber vê ”kultîzm”ê êdî bûye tabû û fetîş! Cihê ku kultîzm,
tabû û fetîşîzm lê, ne axivtin, nejî riberiz û krîtîka zanyarî lê
nabe. Çiku heke axivtin anjî riberiz û krîtîk li ser vê organîzasyona polîtîk,
anjî organîzasyona dînî, li ser lîderê polîtîk, anjî li ser lîderê dînî,
anjî rêberê terîqatê bête kirin, zerar û zîyan digihe yê/ya ku axivtin,
riberiz û krîtîk kirî. Kultîzm, tabûîzm û fetîşîzm rê û keysî
nade axivtin, riberiz û krîtîkê û li şûna wê tinê ”rêzgirtin û
hejêkirin”a bi ”tirs”ê û ”îtîata pasîv” îkame dike ku eve jî
bi timamî ”bê toleransî” ye. Belêm hal ew e ku, axivtin, riberiz û krîtîk,
zemînê bîr û bawerî û ramanên ji hev cuda pêktîne, jînde digire. Di
rewşeke wisa da tabû, fetîş û kult nabin, anjî gelek marjînal
dibin. Her tişt li ber axivtin, riberiz û krîtîkê ye, çu tişt, çu
kes derveyî axivtin, riberiz û krîtîkê namîne. Di zemînekî wisa da,
”otorîte” tinê ”zanîna zanyarî” ye. Kes û organîzasyonên ku hêz
û otorîteya xwe li ser tabûîzmê, fetîşîzm û kultîzmê avakirî, rênadin
axivtin, riberiz û krîtîkê. Ew tinê ”teyîd” û ”pesn”ê dixwazin.
Cihê ku tinê ”teyîd” û ”pesn” lê be, ”tolerans”, anku ”xweşbînî”
nabe. Lewma di nav xelk û civatên prîmîtîv û paşvemayî da ”lîder”
û ”hêz”, ”bê qeyd û şert” otorîte ne û bi nêrînên xwe yên
”dogmatîk”, ”kult” in, ”tabû” ne, ”totem” û ”fetîş”
in!
Ew
elementên ku naveroka ”tabûîzm”, ”dogmatîzm”, ”totemîzm”,
”kultîzm” û ”fetîşîzm”ê pêktînin, kêm zêde di nav sîstem
û organîzasyonên polîtîk yên Kurdan da jî hene. Di nav Kurdan da, ji jîyana
nav malê bigirin heta jîyana eşîrî û ya relatîven pêşkevtî ya
bajêrî, eynî silsileya totemîzm, tabûîzm, kultîzm û fetîşîzmê
digel dogmatîzmeke kûr dom dike. Rêzgirtin û hejêkirin, bi ”tirs”ê hatîye
hûnandin. Di pratîka jîyana dînî ya îslamî û êzidîtîyê ya li nav
Kurdan da jî, eynî sîstem gelek req û hişk didome. Ev rengên dogmatîzm,
totemîzm, tabûîzm, fetîşîzm û kultîzma di jîyana dînî, eşîrî
û baskên dî yên sosyal, folklorî û kulturî da, bi domînantî dom dike û
vê yêkê, bi gotina herî nerm em bêjin, sîrayetî bîr û bawerî û pratîk
û timamî sîstemê polîtîk yê Kurdan jî kirîye, ku di pratîka wan da jî
ji xwe tête dîtin! Organîzasyonên sosyopolîtîk û hetta yên sosyokulturel
yên Kurdan, herwekî sîstem û mekanîzmayên ”dînî” û ”mezhebî”
kar dikin. Fonksîyonelîya hîyerarşîya van organîzasyonên Kurdan, wekî
hîyerarşîya ”dîn”, ”mezheb” û ”terîqat”an e. Mezhebek, terîqatek
û herweha lîder û pêşîyên wan mezheb û terîqatan, çend ”pîroz”
bin, ”bê qeyd û şert” ”îtîad”ê dixwazin, ku sîstem û mekanîzmayên
polîtîk yên Kurdan jî wisa ne. Şablona dînî, feodalî û relatîven jî
eşîrî, sîstemê rêvebirî û lîderîyî yê tradisyonel yê Kurdan, bi
rengekî nû, bi kirasekî cuda lê bi eynî zihnîyetê, di jîyana polîtîk
ya Kurdan da dom dike. Di nav van sîstem û mekanîzmayên ku dişubine sîstem
û mekanîzmayên dînî û feodalî û relatîven eşîrî da, bîr û
bawerîyên ji hev cuda, dengên cuda, nêrînên cuda, ne dibin, nejî tolerans
tête nîşandan. Di bîr û bawerîya dînî da, çawa hakimîyet bê qeyd
û şert ya ”Xwudê” ye, bi navê Xwudê pêxember sembolê ”îtîad”ê
ye, di mezheb û terîqatê da çawa hakimîyet ya ”rêber” e, di feodalîyetê
da ”feodal” û di eşîrê da çawa gotin ya ”axa” ye, di nav sîstem
û mekanîzmayên polîtîk yên Kurdan da jî pêşîyê ”lîder”, paşê
jî ”organîzasyon” bê qeyd û şert xwudan hakimîyet e. Anku, heke bi
formûlê dînî dubare bikin; ”hakimîyet bê qeyd û şert ya lîderî
ye”! Organîzasyon tinê aletê vê ”hakimîyeta lîderî” ye! Çiku,
organîzasyonên Kurdan, -helbet di şertên objektîv da-, yên sosyopolîtîk
û herweha yên sosyokulturel jî, -gerçî herçend generalîze nebe û îstisna
hebin jî, hakimîyeta piranî wisa ye-, adeta wekî dîn û mezheb û terîqatên
nû û herweha ”neo-trîbû” ne! Di
îskeletê mirov da ”entegre sîstem”ek û harmonîyeke organî heye. Belêm
stûna ragir ”hestîyê piştê” ye. Gotina ”hestîyê piştê”
mecazen di nav lîteratûra polîtîk da tête bi kar înan. Vêca di ”polîtîk
sîstem”ê Kurdan da, ”deharmonîzasyon” û ”domînatorî” heye, lê
”stûna ragir” nîne û her tişt di nav ”du lêvên”
”kumandator”î da ye û karê tête kirin jî ”kumanda polîtîk” e. Di
nav vî sîstemê ”sentralîst” da ”lîder” tabû ye û hîyerarşî
jî li goreyî vê tabûîzmê ji serî heta binî wekî xetên serwarî (vertîkal),
her tiştî dike nav dest û lepên ”lîder”î.
Mekanîzmayên şêwr û şêwrdarîyê, yên kolektîvîzmê û
herweha normên demokratîk nînin ku pirs û pirskerî û herweha axivtin,
riberiz û krîtîk hebe, daku sîstemekî ”desentralîst” pêkbêt û li
şûna hîyerarşîya serwarîk , kolektîvîzma berwarîk cih bigire,
ku sîstemekî bi tolerans pêş bikeve, rûne û kar bike. Problem û konflîktên
ku îro jî, di nav organîzasyonên sosyopolîtîk û sosyokulturel yên Kurdan
da rûdidin, bi esasî ji bê toleransîyê derdikevin, ku ji ber wan bawerî, nêrîn
û tradisyonên kevnare û paşverû yên ”tabûîst”, antî demokratîzm
hakim dibe û zemînê toleransê bi timamî tête nîne kirin!
Ji
dînên prîmîtîv bigirin heta dînên esmanî û di jîyana komple sosyal û
polîtîk ya Kurdan da, bîr û bawerî û pratîkeke kêm zêde şubî hev
tête dîtin, ku têda tabû, totem, fetîş, dogma, kult û formûlê ”bê
qeyd û şert îtîat” wekî xelekên zincîrekê rêz dibin! Gerçî hem
rêberên dînan, hem jî organîzasyon û lîderên van organîzasyonên sosyopolîtîk û
sosyokulturel yên civatên paşvemayî, -ku Kurdistan û xelkê Kurd,
mixabin belêm relatîven jî be, bi giranî ve di vê kategorîyê da ye, herçend
istisna hebin jî, ku istisna jî rêzika giştî xirab nakin!-, daku tabûyên xwe bipeçinin û
perde bikin, axivtin û teorîyên xwe bi gotinên ”demokrasî” û
”tolerans”ê cîla dikin û dibiriqînin, anjî teorîken formûlasyonên
goya gelek demokratîk û tabloyên gelek bi
tolerans û mirovperwer yên "bêqusûr" pêşkêşî mirovan dikin, lê
di pratîkê da bi timamî berevajî gotinên xwe hereket dikin û fersah fersah
ji wan ”bihayên başî û qencîyê” dûr in. Di ravekirina bi giştî
da gava dîn tête terîf kirin wisa tête gotin; dîn, di têkilîyên kesane yên
digel ”pîrozîyetê” anku -qutsîyetê- da, koma bawerîyên mîstîk û
dogmayan e. Hema teorî û pratîka cîhana organîzasyonî ya sosyopolîtîk û
sosyokulturel ya Kurdan jî bînin ber çavên xwe, hûn dê bibînin ku ew jî
ji ”koma dogmayan” pêkhatîye! Di jîyana ku ev bîr û bawerîyên dogmatîk
organîze dike da, helbet bîr û bawerîyên ji hev cuda, riberiz, krîtîk û
pirskerî nabe. Ji ber ku nêrînên cuda, riberiz, krîtîk û pirskerî li
cudahîyê, li guhorîna pozîtîv û ber bi pêş û li rastîyê geryan e
û herweha pêşveçûne. Di dîn û diyanetê da, di jîyana kevnare ya
feodalî û relatîven jî ya eşîrî da, -çiku di sîstemê eşîrîya
demê destpêka kolektîvên mirovahîyê da biryar ya hemû endamên ”kolektîva
prîmîtîv” bû, ku di navbeyna endaman da ”reya xwûnê” hebû-, di nav
xelk û civatên ku bi van tarzên kevnare dijîn da, bi hizaran tabû hene ku
adeta jîyanê asê dikin. Di axa (erdê) ku bi van bîr û bawerîyên tabûîst,
fetîşîst, totemîst, kultîst û dogmatîst hatîye kêlan da, ne
tolerans, nejî bi hemû ferq û cudahîyan hevdu qebûl kirin, şîn nabe.
Di zemînên pir tabû da patînaj dibe, ku patînaj kirin paşveçûne, li
cihê xwe mane û eve jî bizava pêşveçûnê dibire. Li çu civatan,
hetta li yên îro pêşkevtî da jî, mutleq ”bê tabûyî” , anku
”safîyeta mutleq” pêknaêt, belêm divêt zemînê ku ev bîr û bawerîyên
kevnare lê şîn dibin, bête paqij kirin ku xwudan hêz û tesîr nebin.
Di erdên wisa da, bîr û bawerîyên zanyarî bejin nadin, xurt nabin. Ma boçi
”fîlozofî” û cereyanên fîlozofîk, di van civatên paşvemayî da
bin nagirin, şîn nabin û jîyana bîr û ramanî stewr dimîne? Ji ber
ku, zanîna zanyarî, perwerde û xwandahîya zanyarî, tête asteng kirin.
Civat, bi tabû û xurafeyan ve tête gêj û efsûnî kirin! Vêca di nav jîyana
paşvemayî û prîmîtîv ya Kurdan da jî, heta ku zanîna zanyarî,
perwerde û xwandahîya zanyarî xurt, fireh û belav nebe, xwudan hêz û
desthilat nebe, xelk bi van bîr û ramanên pêşkevtî neêne ronahî
kirin, dê di nav tevnê dogma û tabûyan da bimînin ku emcama wê jî
”perisîn” e. Perisîn rîtûela dînî ye, ku bingehê wê tabûîzm e. Di
jîyana dînî û hemû tarzên kevnare da ”perisîn û îtîat” heye, rêzgirtin
û hejêkirina bi ”tirs”ê hatîye hevîr kirin heye. Di nav dewlet û rejimên
bi îdeolojîyên ”tabûîst” û ”yêkîst” têne îdare kirin da jî,
tixûbîn toleransê, bi wan bi xwe ve girêdayî ne! Heke di nav qalib û kirasê
wan da bimînîn ”tolerans” heye, belêm heke xwudanê bîr û bawerî û
ramanên cuda bin ”sifir tolerans” heye! Li welatên ”cîhana sêyê” û
di dewletên wekî Tirkîyeyê da, antî demokratîzm û despotîzm, ji
tradisyon û îdeolojîyên wan yên tabûîst û yêkîst derdikevin. Esasen,
di nav jîyana sosyal da, ”hakimîyeta mêr” jî ji vê ”reya kevn ya tabûîzmê”
têtin. Desthilata mêr bi sedan argumentên ”dînî, kulturî û sosyal” tête
xurt kirin. Harmonî û entegrebûn û herweha balansa elementên jîyanê û pêkve
jîyana ”jin û mêr”, bi van ”bîr û bawerîyên batil û xurafeyan”
ve tête sabote kirin. Di jîyana hinde paşvemayî û prîmîtîv da şansê
”tolerans”ê namîne û ji xwe nîne!
Tolerans, li erd, ax û cihê ku zanîn û zanyarî, perwerde û xwandahî
lê xurt, heye. Tolerans anku xweşbînî, li cihê ku ”bi hemû ferq û
cudahîyan hevdu qebûl kirin û li ser vî esasî pêkve jîyan”ê heye.
Tolerans, di cihê ku ”bîr û ramana azad heye” da heye. Tolerans, li zemînên
ku hemû normên demokrasîyê têda bi rastî fonksîyonel in, heye. Hem jîyana
dîn û dîyanetî, hem jîyana sosyal, hem jî jîyana polîtîk ya Kurdan,
mixabin belêm di şertên heyî da hêj jî gelek prîmîtîv e, paşvemayî
ye, lewma tabû hene, totem hene, dogma hene, fetîş hene, kult hene, anku,
-relatîven jî be-, hakimîyeta komple ya van ”elementên negatîv” heye, lê
tolerans qet nîne! Ev rewşa objektîv, -ku domkirina statûya dagîrî û
kolonyalî ya Kurdistanê û bi vê ve girêdayî jî paşvemana çerxa
sosyoekonomîkî, yêk ji binasên sereke yê vê negatîvîyetê ye-, helbet ne
cihê pesîmîzmê (reşbînî) ye. Hindî ku civata Kurdan jî di maksîmûm
dereceyê da bi metod û naveroka perwerdeya modern û zanyarî ve perwerde bibe,
ji alîyê ekonomîk, sosyal û kulturî ve pêşve biçe, modernîze bibe,
ji tradisyonên paşverû xwe paqij bike, hem azadîya bîr û ramanê, hem
jî bihayê bîr û ramanê hebe, beramberî nêrînên ji hev cuda rêzgirtin
hebe, di têkilîyan da şîddet û teror nebe, diyalog hebe, dê ev kirêtîyên
ku tabûîzmê diafirînin, mînîmalîze bibin. Jîyan têkoşîn e, lewma
divêt ji bo armancên paqij û temîz, ji bo jîyaneke bê tabû, bizav û têkoşîneke
xurt bête dan, daku di nav civata me da jî tolerans, anku xweşbînî,
serdest bibe.
ROJAN
HAZIM
05
Tîrmeh 2004