Eve midehek e ku ji serokkomarîyê heta ertêşê û hêzên dî yên asayişê, ji hukûmetê heta parlementê û bi taybetî jî berpirsiyarên sîstemê dadîyê û pêkve organên dewletê bi tirsa ”Kurd û Kurdistanê” radibin û rûdinin. Gerçî ji mêjve ye ku li TCyê mekanîzmaya mantiqî îflas kirîye di pirsa bi giştî xelkê Kurd da, belêm di van demên dawîyê da êcarî ji ber dest derketîye û adeta pusulaya xwe şaş kirîye. TC [Komara Tirkîyeyê] bi hemû dem û dezgehên xwe ve hind bêtehemmul bûye ku gava gotina Kurd û hevoka ku navê Kurd têda dibihîze, xwe berze dike û wekî miha gêj xwe li dar û bera dide.
Helbet binasên vê serûbinbûna TCyê hene; di nav tixûbên ”fermî” da ji 30 milyon Kurdan hejmareke bilind haj Kurdetîya xwe bûne û doza mafên xwe yên neteweyî dikin. Bi sedan ciwanên Kurd di nav refên gerîllayên HPGyê da bi zanahî û bi hiş û bîra neteweyî cih digirin. Bi milyonan xelk li meydanên Kurdistanê, bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi şuûreke gihiştî ya Kurdetî cejna xwe, Newrozê pîroz dikin. Medyayeke mezin ya niviskî û elektronîk pêkhatîye ku reftar û pozisyona xwe ya neteweyî bi zelalî kivş dikin. Li ber derê tixûbên ”fermî” yên TCyê, parçeyê başûr yê Kurdistanê, di nav tixûbên ”fermi” yên Iraqê da jî be, îdareya xwe ya federal ava kirîye. Li parçeyên rojhilat û başûrarojava jî pêşkevtinên pozîtîv û hêvîdar têne dîtin di warê têkoşîna azadîyê da. Kurdên dîasporayê ji xwe hişyar û li ser pêya ne. Guhorînên ku li rojhilatanavîn pêktên êdî di lehê Kurdan da rûdidin. Prosesa pêşveçûna rojhilatanavîn, bi tempoyeke giran û bi êş û jan jî be, ber bi azadbûna xelkê Kurd ve diherike. Ev pêşhatinên li navçeyê pêktên, bêhna TCyê çik dikin… Kêm nîne, ji 75 milyon nufûsa ”Tirkîyeyê” 30 milyon Kurd e û ji 779.000 KM2 erdî jî 275.000 KM2 Kurdistan e. Av û petrola Kurdistanê, kana herî mezin ya enerjîya TCyê ye. Parçeyê mezin yê Kurdistanê, parçeyê bakur, kolonîya mezin ya TCyê, bi vê zengînî, mezinahî û organîzebûna xwe ya xurt ve sînyalên ”ji dest derketinê” dide. Parçeyê başûr yê Kurdistanê, ji xwe wekî ”Kurdistana Federal” ava bûye û di demekî gelek nezîk da [heta dawîya vê salê], kana petrolê Kerkûk jî dê bikeve nav tixûbên Kurdistana Federal. Vêca ev pêşhatin û pêşkevtinên li Kurdistanê gelek micid xewa TCyê direvînin.
Mezinên TCyê gelek baş dizanin ku serkevtina xelkê Kurd, dûr an nêzîk, li ber derî ye. Panîka wan ji ber organîzebûn û biryardarîya hêza xelkê Kurd e. TC ji ber hindê ye ku îro bi israr kartên xwe yên leşkerî bi kar tîne. Li milekê bi operasyonên leşkerî deşt, çîya û zozanên Kurdistanê dide ber bombeyan, êrişkarîya xwe ya li ser şervanên azadîya Kurdistanê bi çekên herî giran û kîmyayî zêde dike, li milê dî jî di warê legal da qabilîyeta manewraya kar û xebata polîtîk teng dike, timamî sîstemê dadîya xwe bo girtina pêşengên bizava demokratîk ya xelkê Kurd aktîve dike.
TC dixwaze bizava neteweyî ya bakur û destkevta Kurdistana Federal ya li başûr bike nav devê meqesê û heke jê bêt, têk bibe. Eve çend roj in ku koroya bêyûm ya TCyê serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî kirîye nîveka nîşangeha xwe û tîrên jehrawî diavêjinê. Çi gotîye Barzanî? ”30 milyon Kurd hene li Tirkîyeyê û heke dewleta Tirk daberizînê li ser Kerkûkê bike, em jî dê li ser Dîyarbekir û bajêrên dî yên Kurdistanê mafê xwe yê axivtinê bi kar bînin”. Mesûd Barzanî gelek rast û di cih da axivtîye. Ji xwe berpirsiyarên bizava neteweyî ya bakur jî bi eynî zimanî diaxivin. Endamê Konseya Rêvebir ya KKKyê Cemîl Bayik û serokê şaxê DTPyê [Partîya Civata Demokratîk] yê Amedê, Hilmî Aydogdu jî di pirsa Kerkûkê da dijî êrişkarîya TCyê ya li ser Kurdistana Federal, pozisyona xwe ya piştevanîya neteweyî ya digel Kurdistana Federal kivş kiribûn. Lewma bêbinas nîne ku timamî zewatên TCyê bi yêk awaz, zimanekî gelek kirêt bi kar tînin beramberî serok û mezinên xelkê Kurd. Di zimanê wan da Ocalan ”serterorîst” e, Barzanî û Telebanî ”serokeşîr in” û sedan gotinên şkandinê gelek bêperwa bi kar tînin bo mezinên xelkê Kurd.
Hasilî,
TCyê xwe şaş û berze kirîye, bi hiş û bîr hereket nake. Hem
”tewsîye”yên [hûn ferman têbigihin] MGKyê [Şêwra Ewlehîya
Neteweyî], yên 10ê Nîsanê, hem jî axivtina ”serertêş” Yaşar
Buyukanit ya li preskonferansa 12yê Nîsanê, [ku
adeta muhtiraya dijî hukûmeta Erdoganî bû], vê haletîrûhîya TCyê baş
nîşan dide. Bi vê hirs û tirsê heke xwe şaş kirin û derketin
”sefera” başûr, dê qiyameta xwe hingê rakin. TC bi vî aqilê sivik
û şaşkirina pusulayê, kêm maye, dê serê xwe li zinarên ”Berê
Şine” bide, ku ew ber û zinar di bin kontrola gerîlla û têkoşerên
azadîyê da ne. Hingê belkî aqilê wan bête serê wan!.
Not:
14yê
Nîsanê ji teref hukûmeta
Kurdistana Federal ve wekî roja bîrînana ”Enfal”ê hatîye qebûl kirin.
Eve biryareke gelek rast û di cih da ye. Xelkê Kurd divêt çu cara vê bûyera
trajîk ya ”Enfal”ê ji bîr neke. Berpirsiyar, kirdar û sûcdarên
”enfal”an bila rûreş û şermizar û qehir bin. Em careke dî
şehîdên „enfal“ê bi rêz û vîneke mezin bi bîr tînin.
ROJAN
HAZIM
12 Nîsan 2007