paþve

Sindoq venekirin

 

ROJAN HAZIM

 

Ji demê Osmanîyan heta îro, bi gotina herî nerm û sade ”kirêtî” yêk ji xasyetên dewleta Tirk e. Heke bi gotina mîtolojîya Yûnanan bêjin, ”Sindoqa Pandorayê” ya dewleta Tirk bi ”kesafet”an ve miþt e. Gerçî Zeus gava ev ”Sindoq”a tijî ”xirabî” daye ”Pandora”yê, ”Hêvî”yek jî, bi hizira belkî hewcehî pê hebe, li quncikekî sindoqê veþartî hêlaye!. Belêm Pandoraya ”Fesat”, gava ”Hêvî” serê xwe hildide ku ji sindoqê derkeve, qepaxê sindoqê digire. Lê axir çi ”fitne û fesat” jî hebin dirijine meydanê. Vêca bi vê ”Doza Ergenekonê” jî gelo ”qirêjî”yên dewletê yên di ”Sindoqa Pandorayê” da belavî erdî bûn an ne? Çendek hûrûmûr jê ketin û ji xwe li goreyî doznameyê jî qepaxê sindoqê hind hatîye vekirin, hindî ku hatîye xwastin. Hindek ”navên giring” yên ”Kontrgerîllayê” anjî ”Dayreya Herba Taybetî” anjî bi navê nihe ”Ergenekon”ê di doznameyê da hene ku ew ji alîyê Kurdan ve nasyar in û heta gewrîya xwe di nav xwûna Kurdan da ne!. Dozgerî bi xwastina hukûmeta Erdoganî qepaxê sindoqê bi timamî venekir, çiku heke vebiba fermandarîya ertêþê, MIT û heta gelek zewatên ”VIP”î da aþkera biban. Erdogan û ertêþ û MIT li hev hatin û qepaxê ”Sindoqa Pandorayê” demildest dane girtin ku ”hêvî” dernekeve ku di vî keysî da serkanîya kirêtî û qirêjîyan aþkera nebe. Ya rastî refleksa dewleta Tirk ya ”xwe parastinê” jî xurt e, lewma çi gava ”pîsîtî”yên wê bêyî hemdê wê jî be belavî berpêya bibin, þubî ”Hubir Masî” hubra xwe li dûv xwe direþîne ku dewsa xwe bide berze kirin. Dewleta ”esasî” ya Tirk, di vê ”Doza Ergenekonê” da jî bi zanahî û refleksa ”Hubir Masî”, ava li paþ xwe þûlî kir û dewsa xwe da berze kirin. Mealen ev hevoka li doznameyê; ”Çu girêdana vê dozê bi ertêþê û dezgehê istixbaratê ve nîne” hertiþtî aþkera dike. Ev hevoke nîyeta dozê jî, dozgerî û dadgehê jî, ya hukûmetê, ya Erdogan û AKPyê jî bi zelalî nîþan dide. Vê hevokê rola hubira ”Hubir Masî” îna cih û av hate þûlî kirin, dews hate berze kirin, armanc hate belav kirin. Hal ew e ku ”Sultanê Ker” jî bihîstîye ku serkanîya van ”qirêjî”yan du dezgehên vê dewletê ne; yêk leþkerî ye, burokrasîya leþkerî ye anku ertêþ e, ya duyê jî dezgehê istixbaratê ye, burokrasîya sivîl ya ajanîyê ye. Ev herdu ”ser” wekî ”duserî”ya dewletê jî bêne dîtin û carina ”serê hevdu bixwin” jî, di encam da heke dor hate ”silametîya dewleta Tirk” xwe diavêjin serûstuyê hevdu û dijayetîyên di navbeyna xwe da qet nebe paþdihêlin û xwe digihînin hev. Eve di ”Doza Susurlukê” da û di ”Doza Þemdîna” da jî wisa bû û di vê pirsa ”Doza Ergenekonê” da jî eynî ye. Balkêþ e, di demê van dozan da hukûmet di destê partîyên îslamîst da ye. Demê ”Susurluk”ê Erbakan digel Çillerê hukûmet bû û nihe jî ”Feqîyê Erbakan” Erdogan hukûmet e!. Hevpiþkîyeke van partîyên îslamîst jî ew e ku rola ”mezlûm”îyê dileyizin, belêm di pratîka xwe da ”zalim”îyê dikin, wekî di polîtîka dijî Kurdan da tête dîtin. Polîtîka wan ya beramberî ”Sîstemê Kemalîst” pragmatîst e û hind ”radîkal” e hindî ku li bazara wan bêt. Erbakan gava beramberî ”Susurluk”ê dengê xelkê bilind bûyî ew gotina meþhûr ”Fasafîso” bi kar înabû. Di ”Doza Þemdîna” da jî Erdogan bi kiryara xwe eynî tiþt kir û ”dozger” ”menî meslek” kir. Di vê ”Doza Ergenekonê” da jî, ew hevoka dozgerî ya ku ”ertêþ” û ”MIT”ê dûrî dozê digire, þik têda nîne ku bi fiþara Erdoganî di doznameyê da cih girtîye. Ji ber ku di demê van dozan da Erdogan digel generalan hevdîtinên ”mîstîk” pêkînan û piþtî van hevdîtinan jî rotaya van dozan rengekî dî wergirt û ji rêya xwe derketin. Eve rasthatin nîne û Erdogan vê yêkê bi zanahî dike. Hevdîtina Erdogan ya digel Yaþar Buyukanit ya Gulana 2007ê li ”Seraya Dolmabahçe”yê, bû ”peymana ertêþê û hukûmetê” ku ”Doza Þemdîna” bi timamî bipeçinin û wisa jî bû. Îsal jî li dawîya Hezîranê hevdîtina digel Ilker Baþbug, ku ji dawîya Tebaxê pêve dê bibe serfermandarê ertêþê, çarçoveya ”Doza Ergenekonê” kivþ kir û ”ertêþ û MIT” ji dozê hatin ”muaf” kirin. Erdogan dozên ku serê davê digihîne ertêþê, wekî aletê þantajê bi kar tîne û bi vî kartî digel ertêþê bazarê dike ku ”desthilata xwe ya bêdesthilat” ji bo ”xortimkirina xizîneya dewletê” bidomîne.

Doznameya ”Doza Ergenekonê” ji alîyekê ve jî teyîdnameya tezên Kurdan e ku eve hinde sal in dibêjin ku merkeza fitneyê, kuþt û kuþtdarîyê, dijminahîyê ”Ergenekon”a ku di bin kumandaya ertêþê da ye û MIT jî destekê didê ku wekî ”Dewleta kûr” tête bi nav kirin. Tiþtên ku dozger nihe dibêje û hindek qelemdestên Tirk jî goya nû dibihîzin, bi salan e ji teref Kurdan ve têne gotin. Encam dê çi lê bêt? Her bi çi halî be, bi destê kê be, deþîfrekirina hemû qirêjîyên vê dewleta bêbab gaveke pêþ e, lê ji pratîk û nîyeta hukûmeta Erdogan kivþ bûye ku garantî ji bo ”Maka Ergenekon”ê, anku ertêþê hatiye dan ku ”serkanî” bête parastin!. Dewleta Tirk ji bo ”baqî mana xwe” çend kevne general û ajanan feda dike, xema wan nîne!. Hasilî, heta ku ”Sindoqa Pandorayê” bi timamî venebe û ”qirêjên dewletê” di dadgeheke dadyar da neyêne dadgeh kirin, ”paqijî” nabe. Ji pratîka salan jî kivþ bûye ku dînamîkên xelkê Tirk nikarin vê rêyê vekin. Ev erke jî maye li ser milê Kurdan. Þik têda nîne ku bizava neteweyî ya xelkê Kurd dê di derheqê vê pirsê da jî bêt û hem dê xelk û welatê xwe rizgar bike, hem jî rê li ber demokratîzasyona Tirkîyeyê veke.

ROJAN HAZIM

27 Tîrmeh 2008

serî